zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
25 Tebaxe 2013 Yewşeme 07:30

JI BO KURMANCAN GRAMERA KIRDKÎ (ZAZAKÎ)

Xeber: Zazaki.Net

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qayîdeyên zimanî yên zaravaya kirdkî (zazakî) baş binasin û bihewisin cara yekem kitêbek hat weşandin. Kitêba bi navê “Ji Bo Kurmancan Bi Awayê Muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” 224 rûpel e û li Dîyarbekirê ji Weşanxaneya Roşna derketiye. Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk dihê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt ku qasî rûpelekê ne di kitêbê de cih girtine û di rûpela li hember jî wergera wan ya bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikarînan û demên kirdkî-kurmancî hatine muqayesekirin hene. Herwisa li dawîya kitêbê jî ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên kirdkî-kurmancî û tabloya li hemî deman bikarînana lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina kirdkî û kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qayîdeyên garmera kirdkî (zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan dihê nasandin.

Çawa ku kurd ji grûpên civakî yên mîna kurmanc, soran, kird, hewramî, lur ûhd pêk dihên herwisa zimanê kurdî jî ji çend zarava û binezaravayên cihê pêk dihê. Ger em xebata Prof. Qanatê Kurdo û ya Sadiq Bahaedînê Amêdî ku gramera kurmancî û soranî didin ber hev hesab nekin, heta îro avanî, sîstem û gramera zaravayên kurdî bi awayê muqayeseyî bi yekûdin nehatine nasandin. Ji vî alîyî ve jî ev kitêb kêmanîyeka muhîm dadigre.

Nivîskarê kitêbê di “Pêşgotin”ê de wisa dibêje: “… bi nimûneyên muqayeseyî avanî, sîstem û qayîdeyên gramera kirdkî dihê nîşandan. Lê zêdetir ji vê, kurmancên me yên ku heta dereceyekê di warê xwendin û nivîsandinê de pêşketî ne, dema ku di vê kitêbê de avanî, sîstem û gramera kirdkî dinasin, di eynî demê de dê qayîdeyên giştî yên zimanî jî fêr bibin. Çunke di her mijarekê de qayîdeyên zimanî bi awayekî zelal hatine şîrovekirin. (…) Dîsa, li dawîya kitêbê ferhengokek ji lêkerên xwerû yên kirdkî û kurmancî hat danîn û nimûneyek ji raweya deman a bikaranîna beşek ji van lêkeran jî hat bicihkirin ku sîstema kirdkî baştir bihê nasîn.

Berî ku kitêb li çapê keve, ji alîyê zimannasê kurd Husein Muhammedî ve jî hatiye kontrolkirin ku bi sernavê “Zimanê Xwe Binase” teqrîzek nivîsîye. Husein Muhammed derheqê naveroka kitêbê de wisa dibêje: “Di berhema di destên we xwandevanên hêja de birêz Lezgîn hewleka jidil bo nasandina zaravayê me yê şîrîn kirdkî/zazakî bo kurmancîaxivan dide. Ya rast, xwandevan dê bi dehan tiştên balkêş ne tenê derbareyî kirdkî lê herwiha li ser rêzimana kurmancî jî hîn bibin: nivîserê kitêbê bi sîstematîkî qeyd û bendên rêzimana kirdkî û kurmancî dide ber hev, cudahî û wekheviyên wan pêşkêşî me dike.

Kitêb bi nasandina zimanê kurdî, zaravayên wî û devokên kirdkî dest pê dike. Piştî wê taybetmendiyên alfabeya kurdî tên ravekirin. Dû re mijar peyv û avaniya peyvan e. Paşî dor tê birrên peyvan: navdêr, rengdêr, cînav, hoker, hejmarnav... Herwiha taybetmendiyên ravek û qertafên kirdkî û kurmancî tên rêzkirin. Taliyê jî avakirina demên cuda yên lêkeran bi berfirehî tên berçavkirin. Li dawiyê jî tabloyên lêkeran li gel çawaniya çemandina/tewandina wan cih digirin.

Ev berhem hem bo hînberên kirdkî, hem bo vekolerên zimanê kurdî û hem jî bo her kesê mereqdarê taybetmendiyên zimanê kurdî kaniyeka avşîrîn û xezîneyeka zengîn  e.

Ji nav Tirkîyeyê û her dera dinyayê heqê postayê jî têde buhaya wê 20 TL. Ji bo xwestinê ji adresa rlezgin@hotmail.com re binivîsin.

Na xebere 5848 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.