zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
09 Êlule 2016 Îne 18:01

JI BO HELWÊSTA LI HEMBERÎ ÎDEOLOJÎYA RESMÎ SEKNEKA QEWÎ DIVÊ

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn 

Min nivîsara Hasan Polatî ya bi sernavê "İsmail Beşikci ve Son Mektuplar" ku li hejmara 14. ya kovara Sanat ve Hayatê (sermawez-berfanbar 2004) weşîyaye xwend. Ez dixwazim derheqê vê nivîsarê de hinde fikrên xwe îfade bikim. Berîya her tiştî divê ez tekîd bikim ku rexne kategorîyeka gelek girîng, gelek hêja ya fikirînê ye. Faktora herî girîng ku zanistê, fikirîna zanistîyane pêş ve dibe ev e, divê rexneya azad bi awayekî dînamîk tim aktîv be. Rexne ji bo zanistê şertê bingehîn e. Di civakekê de şertê bingehîn yê demokrasîyê jî dîsa bi awayekî tendurist aktîvbûna sazîya rexneyê ye. Divê meriv bikaribe fikrên xwe bi awayekî azad îfade bike. Kesên ku bala wan diçe ser babetekê, eger bixwazin dikarin rexne lê bigrin. Lêbelê ne yên ku fikrê xwe beyan dikin ne jî yên ku rexne li fikrê wan digirin divê ji ber beyankirina fikrên xwe rastê tu mueyîdeyeka îdarî û cezaî neyên. Şertê bingehîn yê zanistê jî, yê demokrasîyê jî ev e ku, rexneya azad bi awayekî dînamîk her li kar be. Rexne, ji bo kesê ku tê rexnikirin, ji bo fikir yan nivîsara ku tê rexnekirin asoyên nû vedike. Nivîsara Hasan Polatî ya bi sernavê "İsmail Beşikci ve Son Mektuplar" ku me behsa wê kir jî rexneyek e. Di vê çarçeweya ku min behs kir de, eger meriv bala xwe bide ser hinde fikrên di wê nivîsarê de, ez dibêjim dê sûdewar be.

Meriv dikare rexneyên Hasan Polatî di bin sê sernavan de kom bike. Hasan Polat dibêje, Beşîkçî ji layê tebeqeyên civakî ve li bûyeran nanihêre, fedodalîzmê, burjuvazîyê nabîne. Yê duyem jî, Hasan Polat îfade dike, Beşîkçî ji zanistê çildaye nav polîtîkayê û di vê de jî bi ser neketiye. Yê sêyem jî, dibêje, Beşîkçî emperyalîzmê nabîne, layengîrîya DYAyê dike. Meriv dikare li hemberî van rexneyan vana bibêje.


1.Ji Layê Tebeqeyên Civakî ve Nenihêrin, Burjuvazîyê Nedîtin

Di sala 1997 de, li gundekî li derdora Şirnexê, berêvarkî di navbera gerîlayan û qorucuyan de pevçûn derdikeve. Dibêjin pevçûn heta destê sibehê dewam kiriye. Qorucî wisa difirin ku gelek gerîla xistine, kuştine. Gelo çend "terorîst" kuştibûn. Piştî ku dinya ronî dibe, qorucî derdikevin erazîyê. Dixwazin bizanin bê hela çiqas "terorîst" kuştine. Yekî ji qorucîyan gelek gule bera yekî ku li xendeqa nêzî xanîyê wî mewzî girtibû dabûn, lewma dixwaze bizane gelo hela kuştiye yan na, dixwaze netîceyê bizane. Li xendeqê yekî ramedîyayî heye. Baş nêzîkî lê dike, her ku nêzîk dibe, xişûş dikeve dilê wî. Pêwîstî pê dibîne ku hîn zêdetir nêzîkî lê bike. Şubheya di dilê wî de her zêdetir dibe. Tam tê ser, bala xwe dide derûdora kesê ramedîyayî… Yê mirî, hîn rastîya wê, yê ku wî ew kuştibû kurê wî bi xwe bû, hay jê bû ku wî kurê xwe kuştiye…

Di prosesa têkoşîna ku derdora panzde salan e dewam dike de, gelek wext û li gelek deran bûyerên wekî vê rû dane. Meriv dikare vê dîyardeyê bi têgeha çînayetîyê îzeh bike? Têgeha çînayetîyê (sınıfsal), berçavka çînayetîyê çawa dikare vê dîyardeyê, vê prosesê îzeh bike? Kur çawa beşdarê gerîlayan bûye, bav çawa bûye qorucî, gelo îzeheteka maqul ya van pirsan dê çi be? Meriv dikare pirsîyar bike ku bavî, malbatê heta ku wî kurikî anîne dinyayê çiqas fedakarî kirine, çi heyecanê jîyanê. Meriv dikare pirsîyar bike, ji bo ku wî kurikî mezin bikin çawa di nav hewldaneka mezin de bûne. Dibe ku bav wisa jî fikirîye: Ez bibim qorucî, hinek pare qezenc bikim, kurê xwe bizewicînim, bila nevîyên min çêbin, ez nevîyên xwe jî mezin bikim… Bav bûye qorucî, pare qezenc kiriye, ketiye pevçûnan, di dawîyê de kurê xwe jî kuştiye… Proseseka wisa ye ku endîşeyên ekonomîkî û motîvasyonên derûnî ketine nav hevûdin. Ev proses dê çawa bi têgeha çînayetîyê îzeh bibe?

Dîyardeyeka din ya bi vê bûyerê re girêdayî jî, dîmena nûçegihanê televîzyonê ye ku xwestiye bi vî bavî re hevpeynînê bike. Bavê ku li kurê xwe daye kuştiye, ji layê derûnîyê ve yekî pejmûrde ye: mirûzê wî çûye, di çavên wî de ronî nemaye. Nûçegihan jê dipirse dibêje "Te ji bo welêt, ji bo dewletê kurê xwe jî kuşt. Niha tu çi hîs dikî?" Bav dimirmire, lêvên wî dilivin, lê nikare tiştekî bibêje. Bêguman gelek kes hene ku di televîzyonê de van dîmenan seyr kirine. Divê ew dîmena sefîl a nûçegihanî di zêhnê însanan de cih girtibe. Di demeka wisa de bi vî bavî re bi israr hevpeyvîneka wisa kirin exlaqî ye? Li gorî etîka medyakarîyê ye? Di têkilîyên çînayetîyê de divê meriv vî nûçegihanî li kîderê dayne? Ez ji sekna wî ya pejmûrde, ji axaftina wî, ji fîzyonomîya wî texmîn dikim ku ew nûçegihan jî kurd e.

Ji sala 1985 û vir de dewletê li hemberî gerîlayan sazîya qorucîtîyê xiste fealîytê. Çek û selahîyet da destê gelek kesên ku xwedîyê milkîyeta erdê nebûn. Ji kesên ku xwedîyê parçeyekî piçûçik yê erdî nînin re dibêjin "xulam". Yên ku dibêjin azadî, yên ku azadîyê dixwazin "terorîst" bûn. Wezîfeya ku bo qorucîyan hate sipartin kuştina gerîlayan û yên ku alîkarîyê bo wan dikin bû. Beşek ji van qorucîyan, gerîlayên ku kuştine, serê wan jêdikirin, bi serê jêkirî gund bi gund digerîyan. Dixestin tirsê bikin dilê gelî. Li gorî nirxa wî serîyê ku digerandin bi qomutanan re bazarî dikirin. Ev selahîyet jî bo wan hatibû dayin: Wekî "Berpirsîyarê vê herêm filan kes e. Serê vî kesî kêmtir ewqas dike…" Eşkera ye ku ev qorucîyê hanê gundîyekî bê erd e, yekî ji çîna bindest e. Lê ev jî dîyar e ku li hemberî yên ku ji bo azadîyê têdikoşin çiqas bi kîn û xirs e. Gelo ev veguherîna ruhî çawa çêbûye? Gelo di kesekî mensûbê çîna bindest de ev xirabûna ruhî çawa hate meydanê? Ev dîyarde û proses dê çawa bi têgehên çînayetîyê, bi berçavka çînayetîyê îzeh bibin?

Di nav têkoşînê de gerîlayên 55-60 salî jî hene. Ew jî çek hildigrin, beşdarê pevçûnan dibin. Dema ku em dibêjin kesên 55-60 salî, ev tê vê manayê ku kurên wan, keçên wan, bûk û zavayên wan, nevîyên wan hene. Tew evên hanê xwedîyê hinek erd, xwedîyê wesaîtên hilberînê yên mîna erebe û traktor in. Gelo ev kesên hanê çima erdê xwe, traktorên xwe, erebeyên xwe, xanîyên xwe, malbatên xwe bi xetere û çewsandinê re rû bi rû hiştine û beşdarê gerîlayan bûne? Ev proses, ev pêkhate ji layê çînayetîyê ve dê çawa bête îzekirin? Kesên ku xwedîyê tu erdekî nînin, xwedîyê tu wasitayên hilberînê nînin, dema ku tetikkêşîya dewletê, tetikkêşîya zulmê dikin, lê ji layê din ve kesên xwedî mal û milk, kesên gundî û esnaf di nav têkoşînê de cih digrin, gelo ev dê çawa bi berçavka çînayetîyê bête nirxandin?

Derbarê van hemî prosesan de pêkhateyeka din jî heye ku balê dikşîne. Gund hatine şewitandin, hatine wêrankirin û valakirin. Gundî ji cih û warê xwe hatine mehrûmkirin. Rê nadin ku gundî vegerin cih warên xwe, welatê xwe. Bi hinceta ku alîkarî dane gerîlayan malbatên dewlemend jî hatine surgunkirin. Qorucîyan dest dane ser mal û milkê wan yên mîna zevî, rez, baxçe, xanî û axurên wan. Qurucîyan dest pê kiriye dibin xwedîyê mal û milkê wan, yên ku dixwazin vegerin gundê xwe û xwedîtîyê li mal û milkê xwe bikin jî bi kuştinê tehdîd dikin. Li alîyê Mûşê, çend malbatên ku xwestin vegerin ser mal û milkê xwe, qorucîyan bi wan re şer kir, sê-çar kes kuştin. Qorucî rê nadin ku gundî vegerin ser erdê xwe, xwedîtîyê li zevîyên xwe, li milkê xwe bikin. Proseseka wisa dê çawa bi têgeha çînayetîyê îzeh bibe? Yan ji bo îzehkirina proseseka wisa pêwîstî bi têgehên din yên mîna sosyalî û derûnî heye?


2.Ji Zanistê Derbasî Polîtîkayê Bûyîn…

Rexneya duyem ya Hasan Polatî, bi awayê ji zanistê derbasî polîtîkayê bûyînê îfade dibe. Dibêje "Beşîkçî ji zanistê çil daye nav polîtîkayê û di vê de jî bi ser neketiye." Ev rexne vekirî nîne. Raman, hîs û nîyeta Hasan Polatî tam nayê fêmkirin. Ji zanistê çildana bo polîtîkayê çi ye, serneketin çi ye? Hûn dev ji lêgerîn û lêkolînê, nivîsandin û rexnekirinê û hwd. berdidin, ji bo serokatîya beledîyê yan ji bo parlamenterîyê dixebitin. Hûn daxilê partîyeka sîyasî dibin û di vê çarçeweyê de dixebitin. Ji zanistê çildana bo polîtîkayê, ez wisa fêm dikim. Hûn ji zanistê derbasî polîtîkayê dibin lê di vê derbasbûnê de hûn bi ser nakevin. Wekî nimûne, hûn dibin namzedê seroktîya beledîyeya qezayek yan bajarekî, lê hûn qezenc nakin. Yan hûn ji bo parlamenterîyê dibin bernamzed lê û hûn namzedîyê jî bi dest ve naynîn. Hûn dixwazin partîyeka sîyasî damezrînin lê hûn neşên damzrînin yan jî hûn dadimezrînin lê hûn neşên hebûneka cidî nîşan bidin. Li vir meriv dikare behsa serneketineka di sîyasetê de bike. Lê xebatên Beşîkçî ev nînin. Beşîkçî dixwaze bi têgehên zanist û sîyasetê dîyarde û prosesên komelayetî û sîyasî têbigihê. Eger Hasan Polatî bigotana "Analîzên Beşîkçî yên komelayetî û sîyasî lawz in, xelet in" dibe ku rexneya wî bihata fêmkirin lê rexneya wî ya "ji zanistê derbasî polîtîkayê bû, di wir de jî bi ser neket" rexneyeka fêmkirî nîne.

Di nivîsara Hasan Polatî de îfadeyên wekî "Ji ber ku Beşîkçî çînayetîyê nizane…", "Ji ber ku Beşîkçî burjuvazîyê nizane…", "Ji ber ku Beşîkçî têkilîyên çînayetîyê bikar nayne…" gelek derbas dibin. Hasan Polat vê termînolojîyê tim bikar tîne. Kesên ku di mijarên komelayetî û sîyasî de lêgerîn û lêkolînan dikin helbet divê têgeha çînayetîyê bizanin. Divê burjuvazî, nirxên sîyasî yên burjuvazîyê ji ber bala xwe dûr negrin. Lêkolîner helbet divê têgehên bingehîn ku di analîzên xwe yên komelayetî û sîyasî de bikar tînin bizanibin. Yên ku dizanin divê bikaribin geştir bikin. Lê kêşeya bingehîn ya Beşîkçî ew nîne ku vê bizane yan wê bizane. Tiştê ku dizane jî dema ku dibêje rastê gelek zehmetî û astengîyan dibe. Li hemberî fikrên ku ew dixwaze beyan bike mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê gelek giran in. Ev bûyereka derbarê azadîya derbirînê de ye. Di nivîsareka wisa de jî gelek sirûştî ye ku behsa mijareka wisa bibe. Ev jî ji layê Beşîkçî ve tê zanîn ku roşinbîrên tirakn li dijî azadîya derbirînê ne. Dema ku ez dibêjim roşinbîrên tirk, mebest ji wan, profesorên ku li unîversîteyan dersa dîrok, sosyolojî, zanistên sîyasî, ekonomîyê didin, di warê zanistên sosyalî de ders didin, yên ku lêgerîn û lêkolînan dikin, lêkolînên xwe didin weşandin, qesda min ew in. Divê meriv warên mîna huqûq, zanistên beşerî û felsefeyê jî daxilê vana bike. Dema ku ez dibêjin roşinbîrên tirk, rojnameger, nivîskar û hwd. ku di sektora medyayê de, di beşên mîna rojname, radyo û televîzyonan de dixebitin, qesda min ew in. Yên ku di hinde rêxistinên civaka sivîl de dixebitin, divê em wan jî daxilê vana bikin. Li vir ez naxwazim ferq bixînim navbera çepgîr û muhafezekaran. Çepgîr jî muhafezekar jî li dijî azadîya derbirînê ne. Di sîstema sîyasî ya tirkan de îdeolojîya resmî sazîyeka gelek girîng e. Fikrê çepgîran jî, yê muhafezekaran jî, exlebê xwe ji layê sazîya îdeolojîya resmî ve tê dîyarkirin, tê birêvebirin.

Hasan Polat rexneya xwe di çarçeweya roşinbîran de, di çarçeweya roşinbîrên tirk de dike. Li welatekî wekî Tirkîyê ku xwedîyê sazîya îdeolojîya resmî ye, divê wezîfeya roşinbîrî rexnekirina îdeolojîya resmî be. Divê rexnekirina çalakî û operasyonên ku li gorî pêwîstîyên îdeolojîya resmî têne kirin be. Lê di çepgîran de, di muhafezekaran de, taybetîya sereke ya roşinbîrên tirk girêdayîbûna bi îdeolojîya resmî ye. Ev eşkera ye ku di serî de ji bo meseleya kurdan îdeolojîya resmî hatiye pêkanîn. Li welatek ku xwedîyê îdeolojîya resmî ye, wezîfeya bingehîn ya roşinbîrî ev e ku rexne li kar û kirinên dewletê bigre. Par, yanî di sala 2004 de, li Zîndana Ebû Gureyb a Bexdadê îşkenceyên ku li zîndanîyên îraqî bibûn, mijareka wisa bû ku di çapemenîya tirkan de gelek cih girt, gelek hate şîrovekirin. Ev nûçe di rojnameyan de dibû manşet, nûçeyên pêşîn yên radyo û televîyonan dîsa ev îşkence bûn. Kolumnîstan tim nivîsarên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tawanbar dikin dinivîsandin, bi nûçe û şîrove û dîmenan re diweşandin. Lêbelê di prosesa têkoşîna 15 salan de ji yên ku li Ebû Gureybê çêbûne gelek girantir çêbûn. Li gundan, li bajran, li zîndnan çêbûn. Ev e, em dizanin, yên ku ji bo tiştên li zîndana Ebû Gureybê çêbûne ax û wax dikin, vana ji nedîtî ve, ji nezanînê ve, ji nedîtinê ve hatin.

Rojnameya Özgür Gündemê di mehên adar û nîsana 2004 de, di bin navê "Bila heqîqet derkevin meydanê, bila edalet çêbibe" rêzenivîsarekê weşand. Ev, îtîrafên îtîrafkarê PKKê endamê JİTEMê Abdülkadir Ayganî bûn. Çawanîya bingehîn ya edetên dewleta tirkan, sîstema desthelatîya tirkan, sîstema sîyasî ya tirkan di van beyanatan de veşartî ye. Hîn rastîya wê, di wan operasyonên ku di van beyanatan de tên behskirin de veşartî ye. Çawanîya bingehîn a roşinbîran, bi helwêsta ku li dijî van operasyonên ku di van beyanatan de behsa wan dibe de dîyar dibe. Eger meriv van prosesên wisa ji nezanînê ve, ji nedîtî ve, ji nebihîstî ve were, lê ji layê din ve tim bibêje "Bimre DYA, bimre Barzanîyê paşverû, bimre Talebanîyê xulam û hwd." wekî dûbarekirina dirûşmên vala dê bêne têgihiştin. Ji ber van hemî tiştan, helwêsta ku di meseleya kurdan de tê nîşandan, jê re sekneka qewî divê. Eger sekneka we ya tendurist, sekneka we ya qewî nîn be, nirxeka cidî ya zanîna we jî nîne. Ev jî tê zanîn ku beyanatên endamê JİTEMê Abdülkadir Ayganî wekî kitêb jî hatine weşandin.[1]

Piştî beyantên Abdülkadir Ayganî, beyanatên balkêş yên hinde îtîrafkarên ku di nav Hîzbulahê de cih girtine jî belav bûn. Ev beyanat jî di meha adara 2005 de li rojnameya Ülkede Özgür Gündemê weşîyan.

Piranîya unîversîteyan, çapemenî-medya û sazîyên cika sivîl wekî sazî li dijî azadîya derbirînê ne. Dibe ku di van sazîyan de hinde kes bi awayekî ferdî alîgirên azadîya derbirînê bin, ez wisa difikirim ku hejmara vana jî gelek kêm e. Min di wê nivîsara ku Hasan Polatî rexne lê girtiye de dîyar kiriye ku ev veguharîna di roşinbîrên tirkan de çawa çêbûye. Ji bo vê yekê jî min gotibû nivîsara Haluk Gergerî ku di hejmara yekem a kovara Sanat ve Hayatê de weşîyaye de tesbîtên girîng hene û derheqê van tesbîtan de nirxandinên balkêş kirine. Di nivîsarê de dihat tekîdkirin ku ji ber meseleya kurdan di mijara nêzîkbûna li kurdan û dewletê de, di roşinbîran de guherîneka girîng a zihnî çêbûye. Ger di vê çarçeweyê de ew nivîsar cardin bête xwendin dê sûdewar be.

Di rexneya Hasan Polatî de xalekî din heye ku min heyirî hiştiye. Hasan Polat dibêje dema ku warê sosyolojîya edebîyatê de têkilîyên nivîskar-berhem-weşanger-xendevan-dewletê têne munaqeşekirin, pêwîstî pê nîne ku meriv "dewlet"ê daxilê van têkilîyan bike. Tekîd dike ku daxilkirina dewletê ya bo van têkilîyan îhtîkaran (tekel) bêtesîr kiriye. Dibêje îhtîkar kitêbên tîraja wan sed hezar çap dikin û dibin desthelatê pîyaseyê, bi çapkirina sed hezar tîrajî weşanger dibin sermayedar û dixebitin ku pêşî li têkoşîna çînayetîyê bigrin. Dibêje divê meriv bala xwe bide ser "pir-firotin", "pop-firotin" û "pîyasekarî"yê. (r. 22)

Li dewleteka wekî Tirkîyê ku demokratîk nîne, mumkin nîne ku di têkilîyên nivîskar-berhem-weşanger-xendevan-dewletê de, meriv dîyardeya "dewlet"ê ji nav tora van têkilîyan derxîne. Çimkî dîyardeyeka wisa ye ku dikare derheqê weşanekê de bi riya dadgehê biryara berhevkirinê bigre, belvakirina berhemê qedexe bike, asteng bike, têkilîya berhemê bi xwendevanan re bibire. Derdorên kovara Sanat ve Hayatê, te divê di xebatên xwe yên hunerî de yan te divê di kombûnên xwe yên cur bi cur de ev fonksîyona astengkirin û qedexekirinê tim derdikeve pêşîya wan. Bitaybetî di çapkirin û belavkirina kovara Atılımê de ew hertim rastê çewsandina dewletê dibin. Ji layê din ve, eger meriv dîyardeya dewletê daxilê van analîzan bike, ev bi prosesên "pir-firotin", "pop-firotin" û "pîyasekarî"yê re nakeve nav nakokîyê…  Eger prosesên wisa dewam dikin, ev ji ber ku bi îdeolojîya resmî re nakevin nav nakokîyê, heta ji ber ku îdeolojîya resmî hêzdar dikin lewma ev wisa çêdibe. Eger weşanek rexne li îdeolojîya resmî bigre, bitaybetî derbarê meseleya kurdan de îdeolojîya resmî rexne bike, bi biryara ku ji dadgehan tê girtin, gelek bi hêsanî dikarin rê nedin ku ew weşan bikeve destê xwendevanan. Eger pêşî li îhtîkarên ku bi sed hezar tîrajî berheman diweşînin nayê girtin, mesele ev e ku, tê zanîn, ew xwedîyê foksîyoneka hêzdarkirina îdeolojîya resmî ne, lewma.


3.Nedîtina Emperyalîzmê, Layengîrîya Amerîkayê…

Li Tirkîyê, ji du salî zêdetir e ku bi teşwîqa dewlet û hukumetê antî-amerîkantî, antî-emperyalîzmîtî tê kirin. Sedemê bingehîn yê vê yekê, sedemê sereke yê vê yekê, meseleya kurdan e. Sedem ev e ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayî tedaxulê Îraqê bûn û kurdên Kurdistana Başûr piçekî nefes girtin. Ji vê çendê rast nîne ku ev proses wekî antî-emperyalîzmî, antî-amerîkanî bête dîtin, ev antî-kurdîzm e. Ji bilî antî-kurdîzmê tiştekî din nîne. Em dawîya sala 2002, destpêka sala 2003 bînin bîra xwe. Mudaxeleya Amerîkayê ya bo Îraqê hatibû rojevê. Tirkîye bi tundî li dijî vê mudaxeleyê bû. Li dinyayê derdoreka gelek fireh hebû ku li dijî mudaxeleya DYA ya bo Îraqê bû. Îran, Tirkîye, Sûrîye, Fransa, Almanya, Rûsya û hwd. Gelek dewlet hebûn ku li dijî mudaxeleya DYA ya bo Îraqê bûn. Tirkîye wê demê polîtîkayeka li dijî şerî bi rê ve dibir. Polîtîkayeka dewamkirina rêvebirîya Sedam Huseynî bi rê ve dibir. Sedemê bingehîn yê vê endîşeyê ev bû ku, di dema şerî de, bitaybetî piştî şerî, kurd ji layê mafan û azadîyan ve, ji layê xwe îdarekirinê ve negihên merhaleyeka pêşvetir.

Îdîayên wekî "Kurd emperyalîzmê tehrîk dikin, kurd têne lîstika emperyalîzmê" hem neheq in, hem jî xelet in. Di dîroka kurdan de mudaxeleya emperyalîst esas di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de, di salên 1920î de çêbûye. Ev, ji layê hêzên emperyalîst ve, ji layê wan û hêzên hemkarên wan yên li Rojhelata Naverast jî têde, wekî welat û wekî gel dabeşkirin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê ye. Dabeşkirin, parçekirin û parvekirinê mejîyê Kurdistanê û kurdan belav kiriye, îskeleta wan parçe parçe kiriye. Û ev demeka wisa ye ku dixwazin di tarîtîyê de bimîne, dernekeve ber ronahîyê. Sedemên vê mudaxeleyê çi ne? Mudaxele çawa hatiye fikirîn, çawa hatiye plankirin, ev plan çawa tetbîq bûye? Encamên mudaxeleyê çi ne?... Derheqê van mijaran de fikrekî Hasan Polatî heye? Ez di wê qenaetê de me ku derheqê van mijaran de fikrekî tendurist yê Hasan Polatî nîne. Di wê nivîsara ku me behsa wê kir de Hasan Polat dibêje Kurdistan di nav Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyê de hatiye parvekirin. (r. 22) Di salên 1920î de Îraq hebû, Sûrîye hebû? Di salên 1920î de kurd hemîşe rastê hêzên emperyalîst yên mîna Brîtanyaya Mezin û Fransayê, herwisa, rastê dewlet û hereketên li Rojhelata Naverast ku hemkarên wan bûn hatin. Gotina "di navbera Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyê de hate parvekirin", esas hêzên emperyalîst diveşêre, fikrên wan, planên wan, kirinên wan ji ber bala merivî dûr dixîne. Di eslê xwe de ev her du hêz li Rojhelata Naverast, bitaybetî jî li Kurdistanê xwedîyê çawanîyeka dîyarkeri û birêvebir bûne, xwedîyê vê fonksîyonê bûne. Polîtîkayên resmî dixwazin ev têkilî di tarîtîyê de bimînin. Zanist, pêşî divê ev têkilîyên ku ew dixwazin di tarîtîyê de bimînin derxîne ber ronahîyê.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di salên 1920î de, yanî di dewra Cemîyeta Miletan de, li ser erdên ku ji Îparatorîya Usmanîyan û Îparatorîya Almanan man, li Afrîkayê dewletên manda yên bi Înglîstan û Fransayê ve girêdyî hatin danîn. Manda jî awayekî rêvebirîya kolonîyê ye. Mandayên bi tîpa A li ser hinde erdên ku ji Usmanîyan mabûn de hatin danîn. Îraq, Urdun û Filîstîn mandayên bi Înglîstanê ve girêdayî; Sûrîye û Lubnan jî mandayên bi Fransayê ve girêdayî bûn. Meriv li vir nikare nepirse, dema ku dewletên manda yên mîna Îraq, Urdun, Filîstîn, Sûrîye û Lubnanê hatin danîn gelo çima mandayeka Kurdistanê jî nehate danîn? Mandayeka Kurdistanê ya bi Înglîstan yan bi Fransayê ve nehatîye damezrandin, kurd bi welat û gelê xwe ve hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Di vê nuqteyê em dikarin îzeheteka wisa jî bikin: Di salên 1920î de û hîn di pey re, helwêsta Yekîtîya Sovyetan a li hemberî kurdan ji helwêsta Brîtanyaya Mezin û Fransayê cihêtir nîne. Moskowa jî bi qasî Londonê, bi qasî Parîsê li dijî kurdan e. Lê bi dewletên ku kurdan muştereken di bin çewsandinê de dihêlin re di nav hevkarîyê de ye. Helbet divê sedemên vê yekê bêne vekolandin. Di vê çarçeweyê de Peymana Bazirganîyê ku di navbera Brîtanyaya Mezin û Yekîtîya Sovyetan de ku di adara 1921 de hate îmzakirin bêguman divê bête vekolandin. Eger em ji bo van pirsan li bersivên maqul bigerin helbet dê dîroka Rojhelata Naverast û derbarê dîroka Rojhelata Naverast de zanîna me zêdetir bibe. Piştî prosesa dabeşkirin, parçekirin û parvekirinê tiştên ku kurd dikin mîna yekî ku bikeve behrê û xwe li marî bipêçe, wisa ye. Tew kurd neketine behrê jî, ji bo ku bifetisin, wan ew avêtine okyanusê. Wekî nimûne, dema ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, dema ku Yekîtîya Neteweyan hate danîn, neheqîyên ku li kurdan bûne dîsa hatin dewamkirin.

Di prosesa mudaxeleya DYA ya bo Îraqê de mseleya mertalên zindî (canlı kalkanlar) gelek di rojevê de bû. Ji bo ku rejîma Sedam Huseynî dewam bike, ji gelek deverên dinyayê mertalên zindî hewl didan ku biçin bo Bexdadê. Mertalên zindî li Londonê, li Parîsê, li Vîyanayê, li Berlînê û hwd. kom dibûn û dihatin Îstanbulê. Li Îstanbulê komeka hîn mezintir pêkdianîn. Li Îstanbul û Anqarayê bi beşdarbûnan mertalên zindî yên tirk re wekî grûbeka hîn mezintir di ser Xêbûrê re xwe digihandin Bexdadê. Ev proses di televîzyonên tirkan de bi teferuat dihat nîşandan. Nûçeyên derbarê mertalên zindî de, nûçeyên wekî "em li dijî şer in", xwepêşandan, numayîş û mitîng li televîzyonan, li radyo û rojnameyan bi teferuat û bi berfirehî dihatin weşandin…

Îcar em mehên payîza sala 2004 bînin bîra xwe. Kurdan di bin navê "însîyatîfa aştîyê" de bi dirûşmên wekî "em ê rê nedin şerî" dixwestin mertalên zindî organîze bikin. Ev mertalên zindî li Dêrsimê, li pesarên Diyarbekirê, li deverên mîna Şirnex, Culemêrg û Cudîyê derdiketin çîya, li wir grûbên mrtalên zindî pêkdianîn. Derbarê van çalakîyên kurdan de tu nûçeyek di rojname, radyo û televîzyon de nedihat weşandin. Derbarê van çalakîyên kurdan de tu nûçeyek tune bû. Ev mertalên zindî li gelek cihî dihatin girtin, heta hîn caran 30 mertalên zindî, 40 mertalên zindî bi carekê de dihatin girtin. Ev jî carînan wekî nûçeyên asayîşê derdiketin rojevê. Em bibêjin wekî "Kesên ku numayîş kirin, terorîstên ku asayîşê xira kirin, hatin girtin…" û hwd. dihatin neşrkirin. Li van rojan (adar-nîsan 2005) dîsa teşebuseka mertalên zindî heye. Kurd bi dirûşma "em ê rê nedin şerî" dîsa mertalên zindî birêxistin dikin, eynî wekî berê dîsa çalakîyên mertalên zindî bi girtin û tewqîfkirinan dewam dikin, lê ev proses jî hîç di medyaya nivîskî û dîtbarkî de cih nagre. Berîya mudaxeleya DYA bo Îraqê, ew numayîşên "em li dijî şer in", teşebusên mertalên zindî bi awayekî karîger di çapemenîyê de cih digirtin lê çalakîyên ku kurd bi eynî armancî dikin di medyayê de hîç cih nagrin. Di pêkhateya pêşîn de lidijbûna şerî tê teşwîqkirin, lê di ya duyem de, yên ku dixwazin lidijbûna şerî îfade bikin, têne astengkirin, têne girtin û tewqîfkirin. Divê meriv sedemê bingehîn yê vê yekê di têkilîya di navbera muxalefet û dewletê de bigere. Di sîstema sîyasî ya tirkan de, di edetên dewletbûnê yên tirkan de tu hereketeka muxalîf ku xweşbînîya dewletê celb nekiribe, ji layê dewletê ve nehatibe tesdîqkirin, mumkin nîne ku demeka dirêj bimîne. Ev kes yan hereketên wisa eger xwe bidîn ber rîskê ancax bikaribin fikrên xwe îfade bikin, fealîyetên xwe bikin. Berîya mudaxeleya DYA bo Îraqê dewlet û hukumet jî li dijî şerî bûn û lidijbûna şerî teşwîq dikirin. Min di destpêka vê beşê de sedemên bingehîn yên vê yekê îzeh kiribûn.

Sedemê bingehîn yê mudaxeleya DYA bo Îraqê bêguman kontrolkirina kanên enerjîyê yên mîna petrol û gaza sirûştî ne. Rêvebiriya Sedam Huseynî bi vê armancê hate rûxandin. Partî Baas, artêş, servîsên veşartî û muxaberat bi vê armancê hatin belavkirin. Van hemîyan bi awayekî objektîf pêşî li kurdan vekir, rê vekir ku kurd nefes bigrin. Piştî muxaleyeya DYA bo Îraqê gotinên ku herî zêde hatin bihîstin ev bûn ku digotin "Li Îraqê çekên kîmyewî tune bûne, li Îraqê li çekên kîmyewî gerîyan lê nedîtin." Lêbelê ev çekên hanê di salên 1980yî de li hemberî kurdan bi awayekî sîstmatîk hatin bikaranîn. Çekên kîmyewî herî zêde ji bo kurdan tehdîd bûn. Herwisa Partî Baas, artêş, servîsên veşartî, muxaberat jî herî zêde ji bo kurdan tehdîd bûn. Belavkirina van tehdîdan, bêtesîrkirina wan, pêşî li kurdan vekir. Hasan Polat ji bo analîzeka wisa dibêje layengirîya emperyalîzmê, dibêje, layengîrîya DYAyê. Gelo Hasan Polat ji bo rêvebirîya Sedam Huseynî ku gundên kurdan dişewitandin û wêran dikirin, kurd ji cih warên wan radikirin, kurd bi komelî dikuştin û di gorên komelî de diveşartin re çi dibêje? Em bifikirn ku li Îraqê li dora 270 heb gorên komelî hene. Ji her gora komelî jî, hinek hene 60 cesed, 80 cesed, 100 cesed, 150 cesed û hwd. têne derxistin. Ev wehşet çawa hate rawestandin?

Hasan Polat dibêje "Beşîkçî tiştên ku bo neteweya ereban dibin tesdîq dike. Hisîyata birayetîya gelan, welatperwerîyê bi hîç hesab dike. Li dijî kolonîbûna gelên ereb dernakeve…" Çawa ku bi sirûştî mafê hemî gelan e ku welatê xwe biparêzin, li hemberî hêzên dişmin têbikoşin, hîç guman têde nîne  ku mafekî kurdan yê wisa jî heye. Çi dema ku hûn ji bo kurdan jî van mafan bixwazin, yanî ev maf yên kurdan e jî, mafê welatperwerîyê yê kurdan jî heye, mafê kurdan e ku li welatê xwe bi awayekî azadane bijîn, dema ku hûn vana bixwazin hingê wê demê ev îfadeyên we dê rast bin. DYA û hevpeymanîyên wê helbet li Îraqê hêzên dagîrker in. Lê ev îfade, eger bi îfadeya "Rejîma Sedam Huseynî, rejîma Îraqê li Kurdistanê ancax wekî hêzeka dagîrker mabû" re bête îfadekirin hingê dê rast bête qebûlkirin. "Birayetîya gelan" tenê dirûşmek e. Heta ku hesabê Helebçeyê neyê dîtin, hesabê gorên komelî neyê dîtin, heta ku 200 hezar kurdên ku di hereketa Enfalê de hatin qetilkirin neyên îfadekirin, hesab ji yên ku vê yekê kirin neyête pirsîn dê gel çawa bibin bira? Heta ku hesabê gorên komelê neyête dîtin dê çawa Îraqa ronî, Rojhelata Naverasta ronî ya paşerojê bête avakirin? Tiştê ku em bi awayekî fiîlî dibînin, wekî nimûne, roşinbîrên ereban, em bibêjin derheqê Helbeceyê de tu rexneyeka wan a piçûçik jî bo rejîma Sedam Huseynî, bo Partî Baas nîne. Edward Said jî daxilê van roşinbîrên ereban e. Û dewletên ereban, jixwe ew hertim li dijî kurdan bûne. Ji dewletên ereban wêdetir, hemî dewletên musluman, di vê mijarê de tu rexneyeka piçûçik jî li rejîma Sedam Huseynî, li partî Baas negirtine. Ji pêncî zêdetir dewletên musluman jenosîda kurdan sirûştî dîtine. Em bînin bîra xwe, dema ku di adara 1988 de li Helebceyê jenosîd çêdibû hingê Konfernsa Îslamê li Kuweytê di kombûnê de bû, lê wan ev proses ji nezanînê ve, ji nebihîstî ve, ji nedîtî ve hatin. Em bînin bîra xwe ku tu rexneyeka piçûçik jî li rejîma Sedam Huseynî negirte. Ji vî layî ve kitêba Kenan Makiya "Vahşet ve Sessizlik, Savaş, Diktatörlük, Başkaldırı ve Arap Dünyası" (Avesta, Îstanbul 2002) de bi zanyarî û nirxandinên tijî îbret e. Meriv çavê xwe ji jenosîda ku bi ser kurdan ve hatiye re bigre, lê rabe behsa hisîyata birayetîya gelan bike, hingê dê ev bibe dirûşmeka vala, dirûşmeka bêmana. Meseleya hisîyata birayetîya gelan, li ser vî bingehî damezrandina Tirkîyeya ronîdar ya paşerojan dibe. Heta ku bûyera Susurlukê li meydanê be, dê çawa Tirkîyeyeka ronîdar bête damezrandin? Dewlet û hukumetê çima dosyaya Susurlukê girtin? Ev nayê manaya veşartina gendelî, cînayet û terora dewletê? Heta ku hesabê peywendîyên cur bi cur yên Susurlukê neyê pirsîn Tirkîyeyeka ronîdar a paşerojan dê çawa bête damezrandin?

Ez bawer nakim ku li Îraqê li dijî hêzên dagîrker berxwedaneka cidî hebe. Li Îraqê, kurdên ku têne girtin û serê wan jêdikin, serê rojnamegeran jêdikin, bi girtina fîdyeyê hinek serbest têne berdan, êrîşê mizgeftan dikin û her carê 80 kesî, 100 kesî dikujin, di nav kesên ku ji bo serlêdana mermurtîyê dikevin dorê de bombayan diteqînin û bi komelî însanan dikujin, ev bûyerên hanê elametên berxwedaneka cidî nînin. Ev terorek e ku ji layê Partî Baas, ji layê servîsên veşartî yên rejîmê ve têne kirin ku seltenet, rant, talan û dizî ji destê wan çûye. DYA eger di pey mudaxeleyê re ew belav nekirina, bi wan re hevkarî bikirana, dê ev proses çênebûya.

Ez wisa difikirim ku derheqê van babetan de ji layê hisîyat û ramanê ve di navbera min û hevalên ji çepê tirkan de cihêtîyek heye. Di adara 2005 de, hinde hevalên mensûbê Konferansa Rojhelatê û Komîsyona Aştî û Edaletê bi armanca ku piştgirîya rêvebirîya Sûrîyê, piştgirîya gelê Sûrîyê bikin çûn Sûrîyê. Ev zîyareta ku di sewîyeya ferdî de çêbû, ez wekî piştgirîya faşîzma Sûrîyê dinirxînim. Di adara sala 2004 de, li bajarê Qamişloyê, dema ku maçeka fûtbolê dihat lîstin, hêzên asayîşa Sûrîyê êrîşê kurdan kirin, bi dehan kesî kuştin. Kurdan li hemberî vê terora dewletê reaksîyon nîşan da, xwepêşandan, numayîş û mitîng çêkirin. Hêzên asayîşê ev numayîş jî çewisandin, divê prosesê de jî bi dehan kurd hatin kuştin, bi sedan kurd hatin zîndanîkirin, hatin îşkencekirin. Di îşkenceyê de jî hinek kurd hatin kuştin. Ji derveyî vana rêvebirîya otorîter û faşîst ya Sûrîyê dest danî ser nasnameya ji 200 hezarî zêdetir kurdî. Kurd ji salên 1960î vir de bê nasname ne, bi mexdûrîyetên gelek giran re rû bi rû dimînin. Ev kurdên hanê, ji ber ku huwîyeta wan nîne, wekî hemwelatî jî hesab nabin. Kurdên ku heta bi sala 1960î li seraserê sînorê Tirkîye û Sûrîyê diman, ji wir hatine rakirin, bo herêmên çolistan hatine surgunkirin, ew derên ku kurd jê rakirine ereb anîne li wir bi cih kirine. Gelo ev kesên ku mensûbê Komîsyona Aştî û Edaletê ne, mensûbê Konferansa Rojhelatê ne, pêwîstî pê dîtine ku piştgirîya van kurdên belengaz ku ji layê rêvebirîya faşîst a Sûrîyê ve hatine çewsandin bikin? Em bibêjin hinde şorişgerên ku van tiştan difikirin, tesewur dikin jî hene. Rêvebirîya Sûrîyê dê bi çavekî erênî li vê piştgirîya wan a bo kurdan binihêre? Dê destûrê bidin wan ku ew têkevin Sûrîyê? Di van şertan de karbidestên tirk ji bo ev grûb derbasî Sûrîyê bibin dê ji wan re rê xweş bike?

Çepgîrên tirkan, li hinde gotinên biriqandî yên rêvebirên otorîter û faşîst yên li Rojhelata Naverast dinihêrin û payeya şorişgerî, pêşverûyî û sosyalîstîyê didin wan. Rêvebirîya Sedam Huseynî jî ev hîsên ku di şorişgêran de hene gelek bikar anîbû. Sedam Huseynî hatina ku ji petrola Kurdistanê dihat, pê çek, mayîn, gazên kîmyewî û hwd. dikirî. Hatina ku ji petrola kurdan bi dest dixist, wekî bomba, gazên kîmyewî, mayîn û gule li kurdan vedigerand. Lê tiştekî din jî hebû. Beşek ji hatina ku ji vê petrolê dihat jî pê konferans tertîb dikirin. Yên ku dihatin vexwendin ji layê madî û manewî ve dihatin têrkirin. Nûser, rojnameger û profesorên ku beşdarî bo van konferansan dikirin, gelek pesnên Sedam Huseynî didan, digotin "Sosyalîzma Baasê", "Sosyalîzma ereban" û nivîsar dinivîsandin, kitêb diweşandin. Di eynî nivîsar û kitêban de hîç îhmal nedikirin, digotin, kurd paş ve mane, kurd li derveyî serdemê mane, kurd hertim kêra destê emperyalîzmê tûj dikin, kurd hertim dikevin dafika lîstika emperyalîzmê. Lê hîç behsa çewsandina ku rêvebirîya Sedam Huseynî li kurdan dikir, behsa zulm û enfal û jenosîdê û hwd. nedikirin. Ev gelek eşkera ye ku tu havileka fehmeke wisa ya şorişgêrîyê ji kesî re nabe. Heta ku li ser kurdan çewsandin û zulm hebe, li tu welatê Rojheleta Naverast geşedaneka şorişgêrî çênabe. Tu sloganeka şorişgêr, enternasyonalîst û Marksîst jî nikare plan û kirinên rêvebirîyên faşîst yên Rojhelata Naverast veşêre.


Encam

Ji bo helwêsta li hemberî îdeolojîya resmî, ji bo helwêsta li hemberî meseleya kurdan ku sehaya herî girîng ya îdeolojîya resmî ye, sekneka tendurist û qewî divê. Ev babetên hanê, ji meseleya zanînê gelek wêdetir meseleya helwêstgirtin, reftarî û seknê ne. Eger hûn xwedîyê sekneka qewî nebin, li hemberî çewsandineka piçûk hûn ji prensîbên xwe tawîz bidin, hûn nikarin berevanîya tiştên ku dizanin jî bikin. Sekneka tendurist û qewî proseseka wisa ye ku, bi rexeneya azad re dimeşe. Rexneya azad, ji vê çendê, sazîyeka girîng e. Sazîyeka wisa ye ku tefekura zanistî û zanistê bi pêş ve dibe. Îcar di sîstema sîyasî ya tirkan de îdeolojîya resmî bûye dezge. Wisa wekî dezgeyekê rûniştina îdeolojîya resmî pêşî li tefekura rast girtiye. Li hemberî vê, rêya herî rast ev e ku, divê rexne li îdeolojîya resmî bête girtin.


[1] Timur Şahan-Uğur Balık, İtirafçı, Bir JİTEMCİ Anlattı, Aram Yayıncılık, Eylül 2004

Na xebere 4016 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.