zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
09 Hezîrane 2012 Şeme 00:40

Hevpeyîvîn bi Martin van Bruinessen re

Hevpeyvîn: Edîb Polat & Ahmed Kanî

Edîb Polat: Hûn bi xêr hatin, piştî ewqas salî di şert û mercên baştir û demokratîktir de hevdîtina me, min kêfxweş dike. Hûn mamostayê me ne, di xortaniya xwe de me pirtûkên we pir dixwendin. Lê di vê hevpeyvînê de em dê li ser naveroka pirtûkên we ranewestin, bêtir em ê li ser zimên rawestin. Em bo malpera Zimanperwer vê hevpeyvînê dikin. Hûn wekî kurdologekî rewşa zimanê kurdî bi gelemperî çawa dibînin?

Martin van Bruinessen van Bruinessen: Hûn ji min bêhtir dizanin, çunkî hûn li vir dijîn. Bi qasî ku ez dibînim bikaranîna kurdî bisînor e. Kurdî zimanê yekane ye ku li gundan tê bikaranîn, lê li bajaran tirkî tê tercîhkirin, yanî ji mecbûrî tê bikaranîn. Qedexekirina zimanê kurdî dirêj ajot. Ji ber vê qedexekirinê zimanê kurdî têra xwe modernîze nebû. Di salên 1930î de zaravê kurmancî standard bû. Kovara Hawarê devoka Cizîrê wekî standardekê bi kar anî û ger ev standard bi kar bihata, belkî îro rewşa kurdî gelek pêşketî bûya. Lê devoka Cizîrê ji devokên kurdî bes devokek bû. Ji salên 70yan pê ve ji deverên cuda xwendekarên xwedî hişmendiya siyasî û neteweyî ku hatin Enqere û Stenbolê dest bi nivîsîna kurdî kirin. Lê her kesî li gor devoka xwe nivîsî, ji devoka Cizîrê bi dûr ketin, di pirtûk û kovarên ku diweşiyan de devokên cuda hatin bikaranîn.

Di nava Kurdan de jî saziyeke ziman ku bi gelemperî tê pejirandin nîne, akademî an enstîtuyên rêxistinan hene. Lê saziyeke ziman ku ji hêla her kesî ve bê pejirandin nîne, ev jî kar asteng dike. Tevî vê, xortên kurdan li dibistan, zanîngeh, karxaneyan û li her derî bi kesên ne kurd re dijîn, bi vî awayî jî tirkî tê bikaranîn. Dema kurd diçin welatên biyanî tê dîtin ku kurdî xurtir dibe, lê dîsa jî kurd bêtir zimanên biyanî bi kar tînin. Ji alîyekî ve hişmendiya neteweyî bihêz dibe. Lê di heman demê de bikaranîna kurdî bi pêş nakeve. Di demên dawîn de pir weşanên kurdî derketin. Wek ku ez dibînim nivîskarên kurdî ji xwendevanên kurdî bêtir in. Bi sedan helbestvanên kurdî hene, lê çend kesên ku pirtûkên helbestan dikirin hene? Kêmtir! Ev mijareke dijwar e.

Edîb Polat: Qebûlkirina kurdî ji layê dewletê ve, hebûna kurdan qebûlkirin, wek mînak, vekirina TRT 6ê, vekirina TVyên taybet yên kurdî dê tesîreke erênî li zimên nekin?

Martin van Bruinessen: Helbet tesîrek heye, ji hemî bernameyan girîngtirîn bername yên zarokan e. Çunkî, wek mînak, kurdî wek derseke bijarte di rojevê de ye. Yanî dê pêşî tirkî fêr bibin, paşê zimanê xwe hilbijêrin, wek zimanê duyem kurdî tê hilbijartin.

Ahmed Kanî: Îro di medyayê de daxuyaniyeka Îsmaîl Beşîkçî cih girtiye, dibêje: “Kurdan mecbûrê dersa bijarte kirin, berdewama polîtîkaya kevn ya înkarê ye. Alman, îngilîz, tirk dikarin werin bi dersa bijarte fêrî kurdî bibin. Lê divê kurd bi zimanê dayîka xwe xwe perwerde bikin. Bi vî awayî (bi dersa bijarte) wek ku înkar tê berdewam kirin.”

Martin van Bruinessen: Çend sal berê Erdogan hat Almanyayê, bona zarokên tirkan yên li Almanyayê bi zimanê dayîkê perwerdehî xwest. Tirkî zimanê perwerdehî, ragihandinê, ne zimanê duyem. Zimanê tirkî bona perwerde û ragihandinê, ev karekî xwezayî ye, ger ev maf bo tirkan karekî xwezayî be, wek gel ev maf bona kurdan, laz û ereban jî, bona her kesê ku li welat dijî mafekî xwezayî ye. Divê bo vî mafî materyalên perwerdehiyê bêne amade kirin.

Edîp Polat: Li gorî we, wek kesekî rojavayî, di salên bê de li hemberî asîmîlasyonê şansê kurdîya me çiqas heye? Di vî warî de tu çi difikirî? Em bêjin ku wek derseke bijarte be jî, ez dibêjim dersa bijarte dê di pratîkê de mecbûr be, di nav zimanan de şansê cihgitina kurdî çi ye? Di semînera we de jî min pirsîbû, wek zimanê medeniyetê, ger hemû mirov bibijêrin dê rewş çi be?

Martin van Bruinessen: Ger ez wekî weliyekî bavê zarok, bi hilbijartina di navbera kurdî û îngilîzî re rû bi rû bimînim, ez dê pirsa kîjan ziman bisûd e bikim. Bi hindikî rewşa heyî paraztin girîng e.

Edîb Polat: Di serdema Cizîrî de, ku vekirî ew gav zimanê medeniyetê bû, em dikarin bigihîjin asta wê demê?

Martin van Bruinessen: Bi zarokan vî zimanî fêrkirin girîng e, helbet jiberkirin qîm nake, divê fêm jî bikin, ev girîng e, bi vî awayî bi demê re dê hemdemtir bibe. Lê dema me ber bi yekzimaniya navneteweyî ve diçe. Bi îhtîmaleke mezin ev ziman dê îngilîzî be. Zimanê çînî ewqas hêsan nîne, îngilîzî dê bêtir belav be, dê bibe zimanê hevpar ê dewletên mezin. Li Ewropayê li Almanyayê almanî dê hêza xwe wenda neke. Jixwe em dixwazin zimanê xwe yê neteweyî wenda nekin. Holanda welatekî pir piçûk e, zimanê me yê dayîkê hinek wenda dibe, lê dê bidome. Li zanîngehan cî bi cî îngilîzî tê fêrkirin, lê zimanê holandî dê bidome. Di asta herêmî de hin zimanên din yên holandî hene, zimanên gelan hene. Holandî û frisçî hene, ev zimanên ji hev cuda ne. Perwerdehîya herêmî bi deh zimanan pêk tê. Li Tirkiyê jî rewşeke wiha, divê perwerdeya bilind bi tirkî, lîse bi tirkî, bi kêmanî divê dibistanên seretayî perwerde bi zimanê dayîkê be, paşê dikare biguhere.

Edîp Polat: Em ber bi dewletbûnê ve diçin, li Başûr dewletbûneke me heye. Piştî ku kurd bûn xwedîyê dewletê, şansê kurdî bêtir nabe? Kurmancî-soranî ferq nake, her du jî kurdî ne. Di bêdewletbûnê de ku em wiha ne, dema ku em bibin dewlet dê şansê me bêtir nebe?

Martin van Bruinessen: Lê di pêvajoya dewletbûna li Başûr de soranî bi tenê dibe zimanê fermî.

Edîb Polat: Pir baş e, hûn li Başûr man, hûn kurdên Bakur, kurmancî jî baş dinasin, dema bi soranî re rûber bikin, hûn rewşa kurmancî çawa dibînin?

Martin van Bruinessen: Li Başûr?

Edîb Polat: Li Başûr, li Bakur, li herêma Behdînan...

Martin van Bruinessen: Em li Başûr binêrin. Ger ez ne şaş bim, du sal berê teklîfeke hukûmetê bona ku soranî bibe zimanê fermî çêbû. Hincetên wê yên pêşîn ew bûn ku soranî pêşketî ye, xwedî wêjeyek e, çil sal in zimanê perwerdehiyê ye, du zimanên fermî kulfetên aborî tînin ûhwd. Lê herêma Behdînan li viya îtîraz kir. Di serdema Sedam de perwerdehî bi erebî dihate kirin, kurmancî nehat bipêşxistin. Lê niha li hemberî hegemonyaya soranîyê li herêma Soran jî heskirineke kurmancî mezin bûye, bertekek pir bi hêz bû, hukûmet bona vê bertekê daxîne, li Duhokê aniha jî li Zanîngeha Zaxoyê perwerdehiya bi kurmancî dest pêkiriye. Li Zanîngeha Duhokê hin beş bi erebî, hin beş bi îngilîzî, hin beş jî bi kurmancî perwerdehiyê pêk tînin. Yanî bi sê zimanan. Ez neçûm Zaxoyê, lê li Zaxo kurmancî bêtir e, dersa dîrokê bi kurmancî ye.

Edîb Polat: Yekîtî Niştmanî Kurdîstan li Behdinanê TVya behdînî vekir. Bes bi kurmancî weşanê dike (test e).

Martin van Bruinessen: Bona dilê behdîniyan xweş bike.

Edîp Polat: Ger em tevê soranî binirxînin, di qada akademîk de rewş çi ye? Li Hewlêrê, li Silêmaniyê rewş çi ye? Divê li Silêmaniyê kurmancî hebe?

Martin van Bruinessen: Kurmancî nîne. Li Zanîngeha Selahedînî kurmancî nîne, bes bi soranî perwedehî tê dayîn. Lê li Duhokê heye, bes li Duhokê.

Edîb Polat: Li Duhokê soranî heye, lê li Silêmaniyê kurmancî nîne, ne pêwîst e ku mirov vê newekheviyê behs bike?

Martin van Bruinessen: Ne wek zimanê perwerdehiyê, wek perwerdehiya ziman kurmancî li Duhokê heye.

Edîb Polat: Bi qasî ku min bihîstiye, tezên ne bi soranî li zanîngehan hatine redkirin, paşê bi alîkariya hinan hatine qebûlkirin.

Martin van Bruinessen: Li Duhokê hemû tez bi erebî tên pêşkêşkirin.

Ahmed Kanî: Hevalekî min li Duhokê teza xwe ya doktorayê bi kurmancî amade kir, şand Hewlêrê, Hewlêrê red kir. Paşê Prf. Qedrî YILDIRIMê ku li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê wekî şêwirmend diyar kir û teza wî hat qebûlkirin.

Edîb Polat: Li gorî we, kurdên êzîdî, çi li Ermenîstanê û çi li herêma Laleşê yan li Şengalê ne, zaravê wan çi ye, yan jî zaravekî wan heye?

Martin van Bruinessen: Zaravê wan kurmancî ye, Êzîdî bi devokeke cuda diaxivin lê ev ne zaravekî ye. Li Şengalê, li Çiyayê Kurmênc û Turabîdînî, devokên cuda yên eşîran hene. Li dewleta Ermenîstanê li fakulteyek du dersên cuda tên dayîn: Zimanê kurmancî û yê êzîdî. Kurmanciya êzîdî jî heman kes dide, bi devokên cuda dide bona ku kurmancî û êzîdî ji hev cuda bike, ji ber sedemên îdeolojîk dixwaze kurdan ji hev cuda bike. Dibe ku devokên kurmancî ji hev cuda bin lê wek du zimanên cuda ders tên dayîn, ev pir balkêş e!

Edîb Polat: Dema ku kurmancên sunnî û êzîdî diaxivin, hev fam dikin? Gelo hev fam nakin?

Martin van Bruinessen: Bitaybetî yên heman deverê, pir baş hev fam dikin.

Edîb Polat: Ez çûm Laleşê, min li wir Mîr Tehsîn, şêx, mîr, feqîr û qawal dîtin, di dema xwarinê de dua dikirin. Wan jî digot hemî duayên me kurmancî ne.

Martin van Bruinessen: Jixwe di nava wan duayan de pir peyvên erebî hene. Li Ermenîstanê jî dua bi kurdî ne lê di nava wan de jî erebî heye.

Edîb Polat: Ev jî îsbat e ku ola êzidîtî di bin bandora muslumantîyê de çiqas pir maye.

Martin van Bruinessen: Ji Şêx Adî tê, hevalê Şêx Evdilqadirê Geylanî ye. Ew sofîyek bûye.

Edîb Polat: Hûn helwêsta dewletê ku kirmanckî (zazakî) wek “zimanekî cuda” hesab dike, çawa dibînin? Li Zanîngeha Dêrsimê, la ya Çewlîgê û ya Mûşê ev zaravê kurdî wekî zimanekî cuda tê dîtin.

Martin van Bruinessen: Li gorî dîtina, min ji salên1930î de hin projeyên dewletê hene: Xwestine nava zaza (kird) û kurmancan xera bikin. Pêşniyazeke Hesen Reşît Tankut hebû. Piştî darbeya 1960î di navbera deverên ku kird lê dijîn û deverên kurmancan de korîdorek bê vekirin û ev korîdor bi tirkan bê tijîkirin ku pêwendiyên wan qut bibin. Niha perwerdehiya bi zazakî pir normal e, ger em zimanê dayîkê bifikirin. Yanî mafê her zarokek heye ku bi zimanê dayîkê perwerde bibe. Zarokekî zaza bi zazakî, kurmanc jî bi kurmancî bê perwerdekirin.

Ahmed Kanî: Di vî warî de dîtineke Îsmaîl Beşîkçî heye. Di gotareke wî ya ku min wergerandibû kurdî de dibêje: “Çawa îdeolojiya fermî di serdema avakirina Komara Tirkîyê de digot kurd ne gel in, milekî tirkan e, zimanê xwe yê tirkî ji bîr kirine, farisîyeke lihevketî diaxivin. Niha jî nûnerên îdeolojiya fermî heman tezê diparêzin û dibêjin zimanek bi navê kurdî/kurmancî heye, kurd/kurmanc hene, lê kesên ku bi zazakî diaxivin milekî tirkan e.” Beşîkçî wiha didomîne: “Berê çawa digotin kurd tirk in, niha jî dibêjin zaza ji kurmancan/kurdan cuda ne, bêtir nêzî tirkan e, bi van gotinan îdeolojiya fermî didomînin.”

Edîb Polat: Hevalê Kanî dixwaze bêje ev polîtîkaya fermî ya dewletê ye, polîtîkaya fermî ya dewletê heye.

Martin van Bruinessen: Belê, polîtîkaya fermî ya dewletê heye. Lê hin polîtîkayên siyasetmedarên kurdan jî hene, hin naxwazin zaravê zazakî wek zaravekî cuda binasin. Tezên wan yên bona kurdan tekzimanî hene.

Ahmed Kanî: Yanî dibêjin bila kurd bi zaravekî tenê bin?

Martin van Bruinessen. Belê, tek zarav, zaravên din bila tune bin, ev helwesteke şowenîst e hinekî. Divê li hemberî vê jî bê derketin.

Edîb Polat: Gelo dixwazin bila di nava kurmancan de bihelin mamosta? Niha ez dixwazim li vir tiştekî cuda bibêjim: Em bêjin ku soranek heye bibêje ez ne kurd im, ne Kurdistanî me? Ez qet rast nehatime.

Martin van Bruinessen: Ger bixwaze dikare bibêje. Kesên bi soranî diaxivin her dem xwe kurd, kurmancîaxêv jî her dem xwe kurd qebûl kirine. Zazayan jî xwe wisa... Dîtina piranî ev e.

Edîb Polat: Hewramî jî wisa ye. Tu zaraveke kurdî nabêje em ne kurd in. Em bi zaravekî derveyê kurdî diaxivin, nabêjin.

Martin van Bruinessen: Lê kes hene.

Edîb Polat: Dibe ku kes hebin. Lê helwesta dewletê ya taybet bona zazayan, mirovî hinek dide fikirandin. Ez di vê mijarê de bi we re me: Çi dibe bila bibe zaravê zazakî heye û ji perwerdehiya bi vî zaravî re tu fikarî jî nabînim. Piştgiriya dewletê tercîheke polîtîk e. Ger dewlet tercîheke wisa bike jî, ji ber ku mafê bikaranîna zimanê dayîkê ye, divê li hember neyê derketin.

Martin van Bruinessen: Li gorî min jî...

Edîb Polat: Helbet bona ku dewlet tiştekî wiha neke em li hember derkevin. Wekî mînak, ku referandûmek bê kirin, belkî pir hindik zaza, belkî zazayek jî nebêje ez ne kurd im.

Martin van Bruinessen: Lê hişmendiya zaravekî cuda-cuda ye. Li gorî zimannasan zazakî ji milekî cuda yê zimanên Îranî ye. Lê ev ne girîng e, ya girîng ew e, ev mirov xwe kurd dibînin.

Edîb Polat: Ji ber ku pirê raperînên kurdan bi rêberiya zazayan pêk hatine. Raperînên girîngtirîn, mesela, ya Şêx Seîd û ya Dêrsimê...

Martin van Bruinessen: Di heman eeşîretê de hem zazakî hem kurmancîaxêv hene. Belê, wekî mînak, li Dêrsimê eeşîra Xormek heye. Yek ji wan Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) bi kurmancî diaxifî, balkêş e, ji heman eeşîretê zazakîaxêv pir in.

Edîb Polat: Li gorî we, ger ku dewlet piştevaniya zazakî bike, dê bibe zimanekî serbixwe? Xetereke wiha heye? Dîtineke wiha heye ku zaravek ji layê dewletê ve were piştgirîkirin û bibe zimanê fermî ew dem zarav dibe ziman. Ger em layê siyasî yê mijarê deynin hêlekê, tu viya çawa dinirxînî?

Martin van Bruinessen: Li gorî min standardbûna zazakî bona zazayan tiştekî erêni ye, baş e. Zaravayekî cuda pirseke polîtîk e. Ev ne girîng e, zimanasî di vî warî de ne bi tenê ye. Ger civatek xwe tirk bibîne ew tirk in, ger ray bide partiyên kurdan, di rêxistinên sivil yên kurdan de bixebitin, ew kurd in. Ger rêxistinên wan cuda hebin, wekî mînak, ger zazayên Çewlîgê rêxistina xwe çêbikin, hinek cuda dibin. Ev cudahî dibe ku di bin sîwana kurdî de be, dibe ku xwe ji vê sîwanê bikişînin jî. Ez wek zanyarekî nikarim rastiya li vir tesbît bikim.

Edîb Polat: Pirseke dawîn. Bi munasebeta afirandina zimanekî neteweyî yê kurdan, zaravên kurdî bi yekbûnê dikarin zimanekî neteweyî biafirînin?

Martin van Bruinessen: Ez vê îhtîmalê nabînim. Ez bi xwe şowenîst(heyran)ekî Melayê Cizîrî me. Çunkî ez di destpêkê de bi tesîra Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî fêr bûm. Di vê mijarê de, mesela, pirtûkeke Cemal Nebezî ya balkêş heye. Navê wî “Zimanê Kurdî Yekgirtû” ye. Nebez, zimanekî pir sûnî, enteresan, wek esperento afirandiye, dibêje min hewl daye ku zimanekî hevpar biafirînim. Pirtûkeke gramera nû nivîsî, bi alfabeya erebî, xebateke wî bi navê “Etimolojiya Zimanê Kurdî” heye.

Edîb Polat: Em bêjin ku paşê soranîyê hêz girt, bû zimanê fermî yê dewletê, dikare zaravên din bigre nava xwe?

Martin van Bruinessen: Ez zen nakim. Civateke berfireh niha soranî diecibîne, lê li gorî min kurmancî dê xwe biparêze. Emir Hesenpur jî di heman dîtinê de ye, dibêje, bibe-nebe dê kurdî wek zimanekî du-standardan bidome.

Edîb Polat: Li Ewropayê mînakên wê hene? Dewletên bi du zimanan hene? Dewletek lê welatek xwedî du zimanên cuda heye?

Martin van Bruinessen: Belçîka heye, Fransa, wekî mînak. Swîs, wekî mînekeke pir serkeftî heye ku li wir çar ziman tên axivîn. Ger tu ji almanîaxêfan re bêjî hûn alman in hêrs dibin, dibêjin em ne alman in. Zimanê min yê dayîkê almanî ye, lê ez ji neteweya swîs im. Zimanê dewletê fermî, zimanê nivîsê diguhere, li hin herêman latînî heye, hin term bi latînî ne.

Edîb Polat: Ger em siyasî bifikirin, tesîra ziman ya li siyasetê bifikirin. Mesela, Mesud Barzanî dema tê Tirkiyê, bi rayedarên dewleta tirkan re hevdîtinan dike. Belkî di çavê dewleta tirkan de jî wekî nûnerê hemû kurdan tê qebûlkirin. Dema ku wiha ye, tevî ku ew bi xwe kurmanc e jî dîsa bi soranî diaxive. Nêçîrvan jî wiha ye. Li gorî we, ev ne astengek e? Kurdên bakurê Kurdîstanê peyvek bi soranî nizanin, Barzanî çawa dikare wan temsîl bike?

Martin van Bruinessen: Bi qasî ku ez dizanim, wî tu car xwe wekî tekane temsîlkarê kurdan nedîtiye.

Edîb Polat: Lê ew wisa nebêje jî, ji ber nefspiçûkiya xwe nabêje, Tirkiye wî wisa dibîne. Li gorî hin kurdan ew niha serokekî neteweyî ye. Jixwe li Tirkiyeyê tradîsyoneke PDKê heye, bona wan ew serokekî netewî ye.

Martin van Bruinessen: Ji dervayê wî jî heye... Mela Mistefa Barzanî sembola hemû kurdan bû. Lê Mesud Barzanî serokê dewletekê ye, rola dîrokî ya Mistefa Barzanî cuda ye. Wî kurd hişyar kirin, ev pir girîng e. Ger bê bîra me, di salên 1960î de bi gotina “Lêre Dengî Kurdistanî Îraq e” navdar îstasyoneke radyoyê hebû. Wê li mirovan pir tesîr kir. Mesud Barzanî yan Nêçîrvan Barzanî rêveberên dewletekê ne. Ew niha wekî mirovên dewletekê li meseleyê dinêrin. Pêşî nûnerê malbata xwe ne. Dewleta wan e. Wek qraliyetekê wir dibînin.

Edîb Polat: Hûn ji malbata Barzanan re kraliyet dibêjin?

Martin van Bruinessen: Belê.

Edîb Polat: Ev rexneyek e, dîtina we ya şexsî ye. Ez li hember derdikevim, beşdar nabim. Li gorî ziman binirxînin...

Martin van Bruinessen: Hûn dikarin beşdar nebin. Ew wek dewlet difikirin. Saziya li Başûr wekî dewletê ye, lê carek bifikirin: Ji aliyekî ve Bexda heye, saziyek di ser wan re. Du dewletên girîng ên cîran hene: Îran û Tirkiye. Hem ji hêla siyasî hem ji hêla ekonomîk ve cîranê girîngtirîn Tirkiye ye. Hem Talebanî hem Barzanî li Enqereyê ji zû ve ye nûnertî vekirine. Berê jî di serdema Mela Mistefa Barzanî de jî pêwendî hebûn. Ji Deryaya Reş di ser Tirkiyê re bi agahdariya dewletê çek dibirin Başûr. Ew ji wezîrê derveyê Tirkiyeyê Dawudoglû memnûn in. Fikrê Dawûdoglûyî li berjewendiyên wan tên, dikarin bi Dawûdogluyî re li hev bikin. Dibe ku mirov pejirandina soranî tenê wekî zimanê fermî bona Tirkiyê wek jetsekê jî binirxîne. Du tişt hene ku kurdên Başûr û Bakur ji hev cuda dikin: Yek alfabeya erebî û yê din zaravê soranî ye. Ew naxwazin herfên latînî bikar bînin.

Ahmed Kanî: Pirtûkeke Emir Hesenpur heye bi navê “Li Kurdîstanê Ziman û Neteweperwerî”. Di wê pirtûkê de qala Îsmet Şerîf Wanlî dike, ew serokê berê yê Yekîtîya Xwendekarên Kurd yên li Ewropayê ye. Di wê serdema ku serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurd e, dibêje: Îngilîz û Mistefa Kemal di hin mijaran de li hev nakin. Mistefa Kemal, bona ku kurmancî nebe zimanê perwerdehiyê tawîz dide wan. Emir Hesenpur di pirtûka xwe de behsa vê dike: Bona ku soranî bibe zimanê perwerdehiyê, pêşî li kurmancî bê girtin, ji ber ku kurmancî hem li Başûr, hem li Bakûr yanî li Tirkiyê heye, ne ku îngilîz heyranê soranîyê ne, lê li her du aliyê sînor (li tevî Kurdîstanê) kurmancîaxêf hene, bi vî awayî parastina sînoran zehmet e. Ger soranîaxêv bên pêşxistin li her derê serdest bin, dê kurdên din wan fêm nekin. Îsmet Şerîf Wanlî tezeke bi vî awayî tîne zimên: Îngilîzan ji Mistefa Kemalî re gotin ku em ê soranî bikin zimanê perwerdehiyê, hûn jî dev ji mafên xwe yên Başûr berdin. Bi vî awayî bi Tirkiyê re peyman çêkirin. Mistefa Kemalî jî got bila Mûsil-Kerkûk ji we re be, bes bila yekîtiya kurdan pêk neyê, bila em kurdan perçe bikin. Emîr Hesenpur dibêje ku Îsmet Şerîf Wanlî bona vê teza xwe delîl nîne. Me hevpeyvînek bi Fadil Omerê Duhokî re kir (ew jî zimanas e), wî jî got me jî pirtûka Emîr Hesenpur xwendiye, em ji vê mijarê agahdar in. Em pê hesiyan ku di destê lêkolînerekî kurd de belge û delîlên vê peymanê hene lê hîn jî me bi dest nexistine. Di vî derbarî de tu agahîyên we hene?

Martin van Bruinessen: Ez zen dikim belgeyên ku Îsmet Şerîf Wanlî behs dike tune ne, heta ez emîn im tune ne. Lê îngilîzan ji kurdan re bona soranî alîkarî kir. Edmonds hebû, li aliyê kurdan jî Tewfiq Wehbî hebû. C. J. Edmonds wezîfedarê fermî bû. Berîya wî Nobel, piştî salekê-du salan ji wezîfe hat girtin. Nobel jî alîyê kurdan bû. Tevfîq Wehbî di artêşa Îraqê de wek serbaz xebitî. Tevfîq Wehbî bona soranî alfabeyek amade dike. Herfên E, O û P di alfabeyê de bi cih dike. Nobel ji wezîfe tê girtin, Nobel terefdarê Kurdîstaneke serbixwe bû. Du sal xebitî, bi Mîr Celadet Bedirxanî re xebitî. Ew ji wezîfe tên girtin Tewfîq Wehbî û Edmond cihê wan digrin.

Edîb Polat: Min heman pirsê ji Hesen Silêvanî pirsî. Hevalê me ye, zû bersiv şand. Got em ji kesê danaxin lê di destê me de belge nîne. Di wan serdeman de asîmîlasyona ber bi erebî hebû, bi taybetî jî li Mûsilê, herêma Behdînan. Marûf Xeznedarê ku çû ser dilovaniya Xwedê, di sala 2005an de me hev dît, wê demê li Bakur kursên kurmancî vebibûn. Wekî Emir Hesenpur di pirtûka xwe de dibêje “ev polîtîkaya asîmîlasyonê bes li ser kurmancî hebû, lê soranî li dibistanan serbest bû. Mijar vebû, Xeznedarî got ku: “Li ba me her dem Soranî hebû. Lê Behdînan her dem tune bû, li Zaxoyê jî tune bû. Belgeyek ku kurmancî zimanê perwedehiyê ye li ba we heye? Di salên 1930-1940an de... Di dema Birayên Evdurmanî de lêkolîn zêde bûn, pirtûkên dibistanê bes bi soranî dihatin amade kirin.”

Martin van Bruinessen: Di salên 1970yî de ez li herêmên rizgarkirî mam. Di wê serdemê de hin pirtûkên bi behdînî (kurmancî) hatibûn nivîsîn hebûn, lê dibistan tunebûn.

Edîb Polat: Dîsa spas dikim.

Martin van Bruinessen: Ez spas dikim.

__________

Çavî: www.zimanperwer.com, 08 gulan 2012

Not: Me metna hevpeyvînê redakte kir, hîn weşand. (Zazakî.Net)

Na xebere 3925 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.