zazaki.net
18 Tebaxe 2017 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
13 Kanûne 2011 Sêşeme 20:04

Hevpeyivîn Ligel Roşan Lezgîn

Ger me Kurdistaneka serbixwe û yekgirtî hebûya, karê me hêsan bû. Me dê meselaya yekzimanîyê munaqeşe bikira, baş yan xirab axir me dê biryarekê bigirta yan referandumekê bikira.

Hevpeyvîn: Omer DILSOZ / YÜKSEKOVA HABER

-Roşan Lezgîn zêdetir bi kurdîya zazakî dinivîse. Tu dikarî hinek behsa edebîyata zazakî bikî?

Roşan Lezgîn: Bi qasî kirdkî (zazakî) min bi kurmancî jî nivîsîye. Heta nika min çardeh heb kitêb çap kirine, heft bi kurmancî heft jî bi kirdkî ne. Ez her du dîyalektan jî dizanim. Tu ferqê nakim nav wan. Lê li hemberî kirdkî berpirsîyarîya min zêdetir e. Çunke nîsbet bi kurmancî kirdkî di sînorê windabûnê de ye. Û ev dîyalekta dayîka min e.

Ger em werin ser edebîyata kirdkî. Di nav dîyalektên kurdî de ya ku derengtir hatîye nivîsîn kirdkî ye. Kitêba pêşî ya kirdkî, Mewlûdê Kirdî yê Ehmedê Xasî di sala 1899an de li Dîyarbekirê bi ruhseta resmî hatîye çapkirin. Li gorî agahîyên ku mamosta Malmîsanij dide, ev yekemîn kitêba kurdan e ku li Kurdistanê di metbeayeka modern de hatiye çapkirin. Dû re, Bîyîşa Pêxamberî ya Osman Efendîyê Babijî ye ku Celadet Bedirxanî 1932yan de li Şamê çap kiriye.

Di dawîya salên 1970yî de êdî metnên edebîyata modern di kovaran de têne weşandin. Hema bibêje di pirranîya kovar û rojnameyên ku piştî salên 1970yan û vir ve kurdên Bakur derdixin de hindik be jî kirdkî tê nivîsîn.

Yekemîn weşana xwerrû bi kirdkî kovara Vateyî di havîna sala 1997an de li Swêdê derket. Komek roşinbîrên me yên ku piştî cuntaya 12ê Îlonê çûbûn Ewropayê, li Swêdê têne cem hev. Xwe bi navê “Grûba Xebate ya Vateyî” bi nav dikin û dest bi xebata standardîzekirin, herwisa, tesbîtkirina qaydeyên zimanî yên kirdkî dikin. Di çarçoveya vê xebatê de kovara kulturî Vateyî derdixin. Heta niha 36 hejmarên wê derketine.

Wekî weşanên periyodîk, niha rojnameyeka kulturî bi navê Newepel ji panzdeh rojan carekê derdikeve. Dîsa kovara edebî-hunerî Şewçila jî heye.

Ez wisa texmîn dikim ku di her mijarê de ji 150 zêdetir jî kitêb hene. Ji vana, 12 heb kitêbên şîîran e, 11 heb kitêbên çîrokan e, 5 heb jî roman hene. Tabî, ev yên ku xwe kurd dizanin, min behsa wan kir. Hinek hene, xwe tenê wekî “zaza” bi nav dikin, min behsa wan nekir.

-Yên ku dibêjin em ne kurd in, em zaza ne, çima wisa dibêjin?

Roşan Lezgîn: Di eslê xwe de çavîya vî fikrî polîtîkaya dagîrkeran e. Mesela, Prof. Orhan Türkdoğanê tirkperest ku li Unîversîteya Ataturkî ya Erziromê gilîyê Îsmaîl Beşîkçî kir, kitêb nivîsîne ku kurmanc jî zaza jî ne kurd in. Lê ev fikr piştî salên 1985an vir de derket pîyaseyê. Di nav belgeyên doza Ergenekonê de behsa vê mijarê tê kirin. Tabî, ev fikrên wisa li ser bingeha propagandayê dimeşin. Hinek kes jî di bin tesîra propagandayê de dimînin. Lê zêde nebin jî, hinek hene ku wekî mîsyoneran wezîfe hildane, bi gelek navan li ser internetê her propaganda dikin. Argumanta wan tenê ev e ku, hinde peyvên kurmancî û kirdkî muqayese dikin û dawîyê dibêjin ev zimanên cihê ne, zaza ne kurd in. Jihevtênegihiştina kurmanc û kirdan dikin delîlê teorîya xwe. Lê di eslê xwe de kesên ku eynî dîyalektê qise dikin jî, wekî mînak, gundîyekî Colemêrgê û gundîyekî Semsûr yan jî Efrînê ku her du jî dîyalekta kurmancî qise dikin, dişên ji hev tênegihên.

Ji alîyê din ve, hinde şaşî yan jî kêmasîya sîyaset û roşinbîrîya kurdan jî heye. Çunke kurd hîn jî welat û miletê xwe, grûbên xwe yên civakî û dînî baş nas nakin. Çarçoveya polîtîkaya partî û rêxistinên kurdan ji netewayetîyê bêhtir îdeolojîkî ye, lokal e.

Tu jî dizanî, em miletekî heterojen in. Miletê kurd ji grûbên civakî yên wekî kurmanc, kird, soran, hewramî û loran pêk tê. Hetta grûbên piçûktir yên wekî lekî, kelhûrî, bacelanî, şebekî, maçoyî, şêxbizinî jî hene. Dîsa, grûbên dînî yên wekî musluman, êzidî, yaresan û elewî hene. Divê em polîtîkaya xwe ya neteweyî li ser vê bingehê daynin û li gorî vê realiteyê tevbigerin. Ger em têgeha “kurdî” tenê bo dîyalektekê terxan bikin, bi tabîreka tirkî, hingê dibe ku grûbeka din ya kurdan yan jî dîyalekteka din veder “öteleme/dışlama” bibe!

-Tu dikarî hinekî behsa kirdan û şêwezarê kirdkî ango zazakî bikî?

Roşan Lezgîn: Ev grûba civakî ya kurdan li Kurdistana Bakur, pirranîya xwe li Dêrsim, Çewlîg û Xarpêtê, di nav sînorên 12 wîlayetan de daniştî ne. Teqrîben ji çaran yekê nufusa kurdên Bakur kird in. Nîvê wan muslumanên sunî (şafiî) nîvê wan jî elewî ne. Li deverên cihê-cihê xwe bi navên cihê yên mîna “kird”, “kirmanc”, “dimilî” û “zaza” bi nav dikin. Ji bo dîyalekta xwe jî “kirdkî”, “kirmanckî”, “dimilkî” û “zazakî” dibêjin. Ji van navan “kird” û “kirmanc” navên etnîkî ne, “dimilî” û “zaza” navên eşîran e. Di Şerefname de jî, di Seyahetnameya Ewlîya Çelebî de jî, di Mu’cemulbuldana Yaqûtî de jî, herwisa, di gelek berhemên qedîm de jî ev her du navên dawîn wekî navên eşîrên kurdan derbas dibin. Ji van navan, ji ber ku navê “zaza” melodîk e, di bîra meriv de rehet dimîne, dîsa, ji ber ku ji layê miletên derve ve, bi taybetî ji layê tirkan ve gelek tê bikaranîn, hingê ev nav ji bo vê grûbê hatîye teşmîlkirin. Mesela, ez bi xwe heta nehatibûm Dîyarbekir, min peyva “zaza” nebihîstibû. Em ji xwe re dibêjin “kird” ji kurmancan re jî dibêjin “kurmanc”. Li gelek deveran jî, ji bo kurmancan “kirdasî” yanî “wekî kurd bin” tê gotin.

Di nav hemî grûbên civakî yên kurdan de grûba ku navê “kurd” ji bo xwe dibêje kird in. Mesela, Ehmedê Xanî ji bo kurmancan, dibêje kurmanc. Mîqdat Bedirxan di rojnameya Kurdistanê de, Erebê Şemo di romana xwe de tim dibêjin “kurmanc” û “kurmancî”. Lêbelê di van bîst-sîh salên dawîn de kurmancî bû “kurdî”. Li Başûr jî soranî bû “kurdî”. Ez nabêjim bila nebêjin, baş e ku bibêjin. Lê dema ku tu ji kurmancî re dibêjî “kurdî” hingê divê ji kirdkî re jî bibêjî “kurdî”. Ne wisa? Lê dibêjin “Kürtçe ve Zazaca”. Dibêjin “kurdî û zazakî”. Hingê di mejîyê xelqê xeşîm de îmajeka wisa çêdibe ku kurmanc kurd in, kird jî zaza ne. Qismek jê, wisa bawer dikin û paşê jî dibêjin, em ne kurd in, em zaza ne. Mebest ew e ku ne kurmanc e.

-Kar û barê rojnameya Newpel û kovara Şewçila çawa bi rê ve diçe, tîraja wan çend e?

Roşan Lezgîn: Rojnameya Newepelî yekem rojname ye ku bi kirdkî derdikeve. Par havînê me li Dîyarbekir komeleyek bi navê “Komela Ziwan Huner û Kulturî (Ziwan-Kom)” ku tenê ji bo aktuelkirina kirdkî bixebite danîbû. Di çarçoveya xebata vê komelê de ev rojname derdikeve. Em wisa bawer in ku kirdkî di nav rûpelên hundirîn yên rojname û kovarên kurmancî de nabe xwedîyê şexsîyetekê, divê ev dîyalekt li ser lingên xwe li pîya bisekine. Em sîyasetê nakin. Tenê em dixwazin kirdkî aktuel bikin; pêşde bibin. Ji bo aktuelkirina zimanekî rojname û televîzyon, wasitayên gelek grîng in. Di çarçoveya derketina Newepelî de îmaja kirdkî bilind bû. Zimanê medyayê, zimanê xeberan çêbû. Gelek nivîskarên nuh çêbûn. Lê em nizanin ku em ê heta bi kengî karibin dewam bikin. Çunke bi rastî em çend heval tenê bi xeyreta şexsî, gelek bi zehmetî Newepelî derdixin. Ji her hejmarekê em hezar nusxe çap dikin, qasê 700-800 hebî tên belavkirin. Lê ji pêncan yekê mesrefa xwe jî dernaxe.

Şewçila, kovareka edebî-hunerî ye. Tenê berhem û nivîsên estetîkî têde diweşin. Heta niha sê hejmar derketine, niha ez amadekarîya hejmara çaran dikim. Di pêşketina edebîyata kirdkî de kovara Şewçila ji niha ve gaveka girîng e. Gelek edîbên nuh tê de dest bi nivîsînê kirine. Ev hewldan, êdî meriv dikare bibêje ku ji layê zimanî ve li nik kurmancî û soranî xweîspatkirina kirdkî ne.

-Grûba Xebate ya Vateyî barê şêwezarê kirdkî pişt kiriye, tu dikarî hinekî vê kar û xebatê li gel me pê biaxifî?

Roşan Lezgîn: Grûba Xebate ya Vateyî di nav kurdan de grûrebeka taybet e. Hema bibêje ku ji her navçe yan bajarên ku kirdkî têde tê qisekirin, roşinbîr têde hene. Vê komê di sala 1996an de li Swêdê dest bi xebata standardîzekirin û tesbîtkirina qaydeyên nivîsînê yên kirdkî kir. Panzdeh caran li Ewropa pênc caran jî li welat, heta niha bîst caran kom bûye. Ji xebatên vê grûbê “Ferhenga Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî” û “Ferhenga Tirkî-Kirmanckî (Zazakî)” ku ji peyv û termên ku li ser kar hatiye kirin pêk tê, heta niha sê caran çap bûye. Herwisa, bi navê “Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî)” kitêbeka îmlayê weşandîye. Bi rastî van xebatan hem pêşî li nivîsîna kirdkî vekir hem jî kir ku di warê nivîsînê de tevlihevî û anarşî çênebe. Grûba Xebate ya Vateyî dema ku forma peyvekê tercîh dike, bala xwe dide muşterekîya di navbera dîyaklektên kurdî de. Ev jî, dîyalektan nêzî hev dike.

Xebata Grûba Xebate ya Vateyî ji layê xebata zimanî ve xwedîyê roleka navendî ye. Di nav xelqê de belavkirina kirdkîya standard jî, di serî de kovara Vateyî, roleka gelek mezin ya malperên www.zazaki.net û www.dersiminfo.com bitaybetî jî roleka gelek hêja ya rojnameya Newepelî heye. Kovara Şewçila jî wisa. Ev weşanên hanê kirin ku kirdkîya standardîzebûyî bikeve nav jîyanê. Jixwe ger zimanek xwe li gorî jîyanê xwe pêşde nebe, dê xwe bi xwe winda bibe.

Li vir, xetereya li ser kirdkî ev e ku, ger kirdkî winda bibe, kurdên ku vê dîyalektê qise dikin, dê bi kurmancî yan soranî qise nekin, eşkera ye ku dê bi tirkî qise bikin! Tu bi çi zimanî qise bikî yan jî asîmîleyê kîjan zimanî bibî, tu dibî parçeyek ji wî milletî. Kurmancî, qet nebe di van panzde-bîst salên dawîn de bitaybetî bi xêra medyayê, piçek bi ser xwe ve hat. Lê ji ber ku medyaya kirdkî çênebû, yan jî eynî îmkan ji bo kirdkî nehatin dayîn, lewre rewşa kirdkî û kirdan baş naxuye!

-Gazina we ji kurmancîaxêvan heye, ger hebe çi ye?

Roşan Lezgîn: Gazin hene tabî, çima nebin? Gelek kadroyên destpêka neteweperwerîya kurdî kird in. Kesên wekî Mela Selîmê Gonigî, Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg, Xelîl Xeyalî, Dr. Fuad Berxo, Dr. Nafîz, Nûredîn Zaza, Faîq Bucak, Dr. Şivan, Seîd Elçî, Necmedîn Buyukkaya û hîn gelekên din, pêşengên neteweperwerîya kurdî ne. Raperîna Qoçgirîyê, herwisa, hêza raperîna 1925an kird in. Niha jî di nav têkoşîna kurdayetîyê de hêzeka gelek girîng kird in. Lê nîsbet bi vê têkoşînê, xizmeta ji bo kirdkî gelek kêm e.

Bitaybet kurmancên Bakûr, di serî de, divê bi qasî kurmancî xwedîtîyê li kirdkî jî bikin. Termînolojîyê rast bikar bînin, her wekî ku soran dibêjin “kurdî û badînî” yan jî wekî karbidestên dewleta tirkan, divê nebêjin “kurdî û zazakî” yan jî “kurd û zaza”. Ger ji çaran yekê nufusa kurdên Bakûr kird bin, divê li hemî medyaya me ya muşterek, qet nebe, ji çar saetan saetekê para weşana kirdkî be. Dîsa, divê kurmanc rewşa kirdan û kirdkî baş taqîb bikin. Wekî mînak, tu rexne nema li Unîversîteya Artuklu û li ya Colemêrgê hat kirin, lê Unîversîteya Çewlîgê mîsyonek hildaye, ev du sal in bi navê “Zaza Dili” çalakîyan li dar dixîne, gazî hin kesên ku dişmenîya kurdan bo xwe kirine wezîfe dike û bi destê wan teorîya “zaza ne kurd in” datîne lê tu deng ji kurmancên me dernakeve. Herwekî ku ev tiştên hanê li Afrîqayê çêdibin!

Qey xelqê kurmanc ji vir panzdeh sal berê wisa polîtîk bû? Na! Bi saya bernameyên nîqaşan û nûçeyên berdewam yên televîzyonên kurmancî, bi saya weşana berdewam ya rojname, kovar û malperên kurmancî di nav kurmancan de hissîyata kurdîtîyê bilind bû. Kurmancîyeka standard kete devê hemî xelqê kurmanc. Îro li hemî deverên kurmancan, bitaybetî raya pirranîya kurmancên sunnî bo namzedên kurd têne girtin. Lê çima sîyaseta kurdan neşê li Xarpêtê muxtarek jî nîşan bide? Çima li Dêrsimê, li Çewlîgê ewçend qels e? Helbet em polîtîkaya dagîrkeran, asîmîlasyon û jixwedûrketinê ji bîr ve nakin. Lê divê em ji bîr ve nekin ku hîşyarkirina xelqê karekî ewqas rehet û xweberî nîye! Ger tu grûbeka xwe îhmal bikî, xelqê xwe bikî muxatabê weşana dagîrkeran, hingê ew grûb li gorî polîtîkaya dagîrkeran şekl digre. Û bi axa xwe ve, bi hemî tiştên xwe ve ji nav nexşeya te derdikeve dibe parçeyek ji neteweya serdest!

-Tu bawer dikî ku kurdan pêdivî bi zimanekî yekgirtî heye; an tu dibêjî bila di nav kurdan de herêmên xweser ên wekî “zazayan”, “soranan” û “kurmancan” çêbin, wê demê zimanê wan ê rajor ku neteweya kurd pêk tîne diviya kîjan be?

Roşan Lezgîn: Karakterê netewayetîya klasîk homojenî ye, yanî dixwaze tenê zimanek be. Mesela, li Yunînanîstanê heta sala 1980 du ziman hebûn: yunanîya kevin û yunanîya xelqê. Axir dewra Papandreu de referandumekê kirin, yunanîya xelkê bû zimanê resmî. Lêbelê netewayetîya modern ew e ku guh nade homojenîyê, ji heterojenîyê hes dike, hemî rengên xwe muhafaze dike. Jixwe tiştê xwezayî ew e ku di nav nasnameyên makro de gelek nasnameyên mîkro hebin. Wekî nimûne, ez kurd im; kird im, yanî kurdê zaza me, musluman im; sunnîyê ji mezheba şafiî me. Lê ez dizanim ku kurdên zaza ku elewî ne jî hene, yan jî kurdên kurmanc yên êzidî jî hene… Ev nasnameyên mîkro yên di nav nasnameya makro ya neteweya min de realîte ne. Divê em nasnameya neteweyî yeknesak, yekreng nefikirin êdî.

Ji layê din ve, ger me Kurdistaneka serbixwe û yekgirtî hebûya, karê me hêsan bû. Me dê meselaya yekzimanîyê munaqeşe bikira, baş yan xirab axir me dê biryarekê bigirta yan referandumekê bikira. Lê ew îmkan yan rewş yan jî ew şîyana me nîye ku em hemî grûbên kurdan bi dîyalogeka sehîh ligel hev munaqeşeyeka tendurist bikin. Niha hinek rabin li Başûr biryar bigrin û bibêjin zimanê kurdan yê resmî bila soranî be. Gelo di pratîkê de dê çiqas bikaribin soranîyê fêrî kurmanc, kird, goran û lûrên li parçeyan din bikin? Dîsa, em ferz bikin ku niha kurmanc bibêjin, li Bakûr em pirranî ne, kurmancî jî nîsbet bi kirdkî pêşketî ye, hingê bila kurmancî bibe zimanê kurdî. Em demokrasîyê û dewlemendîya xwezayî û kultur û edebîyata dîyalekta kirdkî bidin alîyekê, em tu qîymetek nedin nasnameyên mîkro jî, gelo ew mekanîzma di destê kurmancan de heye ku kirdan di nav kurmancan de bihelînin? Tu dişêyî viya bikî? Na! Tiştê dixuye ev e, kîjan grûba kurdan xwedî li dîyalekta xwe dernekeve, kîjan dîyalekta me ji nav biçe, hingê ew grûba me ji nav neteweya me derdike û di nav neteweya serdest de dihele, dibe parçeyek ji neteweya serdest. Yanî kird nabin kurmanc, asîmîleyê kurmancî nabûne û nabin jî! Dê kird bibin tirk, feylî bibin ereb, lûr, kelhûr, lek û goran bibin fars, bibin ereb. Ne ku tenê ew, xaka ku li ser daniştî ne jî dê bibe parçeyek ji xaka tirk û ereb û farisan! Hingê divê tu wê nexşeya xwe ya wekî sere hespî biguherî! Çima wisa bibe? Sedem çi ye? Qey em ji rêya Xwedê de ketine? Çima em rabin bi destê xwe neheqîyeka wisa li miletê xwe bikin? Rastî ew e ku em li hemî dîyalektên xwe xwedî derkevin; hem ji layê dînî ve hem jî ji layê civakî (toplumsal) ve, divê em li nasnameyên xwe yên mîkro xwedî derkevin, îmkan bidin wan.

- Baş e, ma ev pirşêwezarî ne asteng e li ber têkilîdanîn û jêkfamkirinê?

Roşan Lezgîn: Meseleya têkilîdanîn û jihevfêmkirineka tendurist ya di navbera hemî ferd û grûbên neteweya me de helbet girîng e. Lê em neşên vê problemê bi formuleka yekzimanî yan jî zimanê “yekgirtû” hel bikin. Rewşa me, realîteya me, şîyana me rê nade. Berîya her tiştî, divê tu hemî grûbên xwe biparêzî. Divê tu netewayetîya xwe pêşde bibî, hemî bihev re ber bi dewletbûnê ve herî. Kîjan roj te dewleteka serbixwe danî, hingê yan tu dê eyeletên muxtar daynî, yan jî çareyeka din bibînî. Lê niha, karê aqilane ew e ku tu hemî dîyalektên xwe muhafeze bikî û pêşde bibî. Ger tu dişêyî, dîyalektan nêzî hev bike. Ev mumkin e. Mesela, tu heta ku dibêjî “axaftin” bibêje “qisekirin”. Kird, soran, hewramî tev dibêjin “qisekirin”. Heta gelekê kurmancan jî dibêjin “qisekirin” yan “qezîkirin”. Heta ku tu dibêjî “ezmûnî min” bibêje “zimanê min”. Li ser navê “zimanî pêtû” yan jî wekî “öztürkçeci”yan herro-diro ji ber xwe ve peyvan çêmeke. Dema tu peyvek yan termeka nuh çêdikî, bala xwe bide ser hemî dîyalektan hîn çêbike. Kurmancîyeka çêkirî ya ku bi mentiqê tirkî ye, kurmancîya naylon ya sentetîk bi kar neyne. Li Silêmanîyê soranîyê ji dîyalektên kurdî dûr mexîne. Guh bide muşterekîyetê, ev problem dê jixweberî hel bibe.

-Prseke rojane; tu pêaxaftinên/muzakereyên li ser dariştina Qanûna Bingehîn a Nû ya Tirkîyeyê çawa dibînî? Bi ya te Tirkiye ber bi kîderê ve diçe û Kurd di kî dera vê rêçûnê de ne?

Roşan Lezgîn: Tirkîye her Tirkîyeya salên 1920an e. “Di cebheya rojava de tiştekî nû nîye!” Tirkperestî, tunekirina kurdan eynen dewam e. Kurd jî, gelek qîre-qîr û qelebalixê dikin lê ji alîyê kalîteya têkoşînê ve, ji alîyê terzê têkoşîna sîyasî ve xwedîyê problemên strukturel in. Sîyaseta kurdan dibêje “Kürt halkı” lê kurd çi ne, tarîfa wan nehatîye kirin. Ger tu xwe tarîf nekî, tu dê nizanibî heqê te jî çi ye, tu tam çi dixwazî, dê dîyar nebe. Felsefeyeka têkoşîna kurdbûnê tune ye. Berjewendîyên neteweyî/miletî yên kurdan çi ne, formulize nebûne, nayên zanîn.

Ger kurd dixwazin ji tirkan veqetin, dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, me tu eleqe ji qanûna bingehîn ya tirkan nîye! Na, ger em dibêjin, em ligel tirkan di nav sînorên Tirkîyeyê de bijîn, hingê kêmtir, yanî asgarî, divê qanûna bingehîn ya ku dê were çêkirin de hemî miletên ku li Tirkîyê dijîn, realîteya civakî ya Tirkîyê çi ye, divê li qanûna bingehîn tam were tarîfkirin. Yanî di serî de navê tirkan û kurdan, divê navê hemî milet û grûbên dînî û etnîkî bihê zikirkirin. Çima di serî de tirk û kurd? Çunke ev her du milet li vir xwedî erd in. Cihê ku kurd li ser dijîn Kurdistan e, parçeyeka Kurdistanê ye. Mesela, dibêjin li vir çerkes jî hene, roman jî hene, nizanim kî û kî hene. Rast e ku çerkes jî miletek in, lê ew li vî welatî ne xwedîyê erd in. Ji vir sed û pêncî sal berê qeyserê Rûsyayê ew ji ser erdê wan surgun kirine. Çima kurd û çerkes dibin yek? Ger miletekî li ser erdê xwe daniştî be, divê hukimranîya wî erdî di destê wî milletî de be.

Ez dubare dikim, divê kurd bi navê xwe û bi mafên xwe di qanûna bingehîn de cih bigrin û ev pratîze bibe. Zimanê kurdan (kurmnancî û kirdkî) bibe zimanê resmî. Na, ger tirk ji kerta xwe neyên xwarê, bibêjin, awa hatiye awa diçe, bibêjin darê min û zorê min, bibêjin em tenê qanûna bingehîn ji layê nasyonalîzma tirkîtîyê ve, ji layê îdeolojîya kemalîst ve notr dikin, besî we ye. Ger bibêjin, em sonda “Ez tirk im… bila hebûna min ji tirkayetîyê re fîda be!” radikin jî, ev, ji bo me kurdan tu tiştekî îfade nake. Ger wisa çêbibe û em jî pê qayîl bibin, hingê dê ev tenê bibe xapandineka post-modern! Divê kurd, bi navê xwe, bi mafên xwe di qanûna bingehîn de cih bigrin, divê kurd bêne tarîfkirin. Ger na, roja ku dê ev qanûn biçe referendumê bila kurd bi tevayî protesto bikin, red bikin. Qanûna ku navê min, mafên min têde tune ne, ew qanûna dagîrkeran e, dijî min e. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Îroya me ji duhî çêtir e, rojên rohnî li benda me ne.

PORTRE:

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Licê Dingilhewayê hatîye dinyayê. Ji sala 1996 vir de li gelek kovar û rojnameyan bi kurdî (kirdkî û kurmancî) û tirkî nivîsên wî weşîyane. Niha edîtorîya rojnameya Newepelî û kovara edebî-hunerî Şewçila û malpera www.zazaki.net dike. Herwisa, endamê Grûba Xebate ya Vateyî ye.

Berhemnên wî yên ku weşîyane, ev in:

1) Binê Dara Valêre de, Çapa yewine, Weşanxaneya Apecê, Stockholm 2002 / Çapa dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2003

2) Dêsan de Sûretê Ma Nimite, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005

3) Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005

4) Halîn, Weşanxaneya Komalê, Îstanbul 2006

5) Ez Gule ra Hes Kena, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2007

6) Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk, Enstîtuyê Kelepûrê Kurdkî, Hewlêr 2009

7) Gotin Diçe Nivîs Dimîne, Weşanxaneya Pêrî, Stenbol 200

Wergerandinên wî:

1) Suzan Samancı, Siya Bêdengiyê (Wergerandina ji tirkî), Weşanxaneya Aram, Îstanbul 2001

2) Roşan Lezgîn, Li Bin Dara Bîyê, (Wergerandina ji kirmanckî), Weşanxaneya Elma, Îstanbul 2003

3) Sadiq Hîdayet, Sê Dilop Xwîn (Wergerandina ji farisî), Weşanxaneya War, Diyarbekir 2004

4) Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî (Wergerandina ji tirkî), Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2008

5) Îsmaîl Beşîkçî, Ziman - Nasname - Netewe û Neteweperwerî (Wergerandina ji tirkî), Weşanên Pêrî, Îstanbul 2008

6) Andranîk, Dêrsim Raywanî û Cografya (Kurmanckî ra tercume), Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2010

7) Berfîn Zenderlioglu & Mîrza Metîn, Mêrdeyê Şewe (Kurmanckî ra tercume), Weşanên Avesta, Îstanbul, 2011

Na xebere 1705 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.