zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Êlule 2016 Çarşeme 18:44

"HETA MAFÊN SÎYASÎ NEYÊN DAYÎN 'HELALKIRIN' ÇÊNABE!"

Roportaj: Çetîn Çeko

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Sosyolog û nûserê lêkolîner Îsmaîl Beşîkçî prosesa têkoşînê nirxand. Beşîkçî dibêje, dewlet tu tiştekî nade kurdan lê wekî ku dide xwe nîşan dide, lêbelê bêyî ku kurdan bi tu awayî muxatab qebûl bike, amaje pê dike ku proseseka nû daye destpêkirin. Beşîkçî dibêje di babeta aştîyê de rêvebirên kurd wekî yên tirkan nafikirin, kurd wisa difikirin ku aştî wekî sîstemek ku maf û azadîyên wan digire bin garantîyê. Beşîkçî dibêje dewletê hîn jî kurd wekî gel qebûl nekirine, naskirina Abdullah Öcalanî û bi wî re axaftin, nayê wê manayê ku kurd naskirine, tekîd dike ku divê PKK, BDP, Qendîl û KCK vê rewşê bizanin.

Beşîkî dibêje zanînên ku ji layê îdeolojîya resmî ve têne hilberandin divê bêne rexnekirin, û wisa tesbît dike ku têgehên mîna "dîroka muşterek", "mîsaqê mîlî", "ruhê Çenaqeleyê" û "birayetîya îslamê", di peywendîya fikrên Öcalanî de nîşan didin ku PKK û BDP çiqas nêzîkê îdeolojîya resmî û AKP ne. Îsmaîl Beşîkçî dibêje, Öcalanê ku ji lobîyên rûman, armenîyan, cihûdan gilî û gazincê dike, hingê ev dibe fikrekî wisa ku xwedîtîyê li dewletê dike, herwisa jenosîda armenî, rûm-pontus û suryanîyan vedişêre. (Çetîn Çeko)

* * *

Birêz Beşîkçî, hukumet bi wasitaya MİTê bi Öcalanî re hinde muzekereyan dike. Hinde derdor dibêjin, ev, ji bo çareserîya pirsa kurdan e. Lê hinde derdor jî dibêjin, ev proseseka wisa ye ku dixwazin hereketa kurdan bikin "Tirkîyeyî", û meseleya kurdan jî wekî krîzek ku tê kontrolkirin û îdarekirin binirxînin. Gelo armanca van muzakereyên ku em behsa wan dikin çi ye?

Serwezîr Recep Tayyip Erdoğan dibêje kêşeyeka wekî meseleya kurdan nîne, aştî ev e ku PKK çekên xwe dayne û welêt terk bike.

Eger meriv vê helwêstê vekolê dê baş be. Ji bo serwezîrî kêşeya erebên Filîstînê heye. Ev, kêşeya serxebûna Filîstînê ye. Kêşeya muslumanên Bosnayê heye. Ji layê sazîyên navneteweyî ve nasîna Komara Tirk a Qibrîsa Bakur kêşe ye; wekî nimûne, ji layê sazîyên navneteweyî yên mîna Yekîtîya Neteweyan, Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Konferansa Îslamê, Yekîtîya Ereban ve; her wisa ji layê dewletên mîna DYA, Înglîstan, Fransa, Almanya û Rûsya ve nenasîna wê kêşeyek e. Lê ji bo serwezîrî, ji bo karbidestên tirk, kêşeyeka wekî meseleya kurdan nîne. Girîng e ku ev nakokîya hanê bête têgihiştin û vekolandin.

Wekî nimûne, bi qasî du meh berê, li Lijneya Giştî ya Yekîtîya Neteweyan ji bo Filîstînê biryara dewleta çavdêr hate girtin. Li Tirkîyê her kesî; muhafezekaran, çepgîran, lîberalan bi keyfxweşî bo vê biryarê li çepikan dan. Lê dema ku dor tê ser kurdan, dibêjin "Dewleta kurdan, federasyona kurdan bo kurdan baş nîne." Her kes wisa dibêje. Ev sersarî ye ku kurd jî wisa dibêjin. Tiştê ku li dinyayê ji bo her kesî baş e, çima ji bo kurdan baş nîne, di serî de divê roşinbîrên kurd li ser vê babetê bifikirin.

Di eslê xwe de meseleya kurdan li Rojhelata Naverast kêşeyeka gelek giran e. Kêşeya kurd û Kurdistanê ev e ku di salên 1920î de, di dema Cemîyeta Miletan de dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ye, herwisa, ji destê kurdan xesbkirina mafê danîna dewleta serbixwe ye. Ev operasyona herî mayende, herî kûr, herî belave ya hêzên emperyal e ku di salên 1920î de kirine. Hêzên emperyal yên mîna Brîtanyaya Mezin û Fransayê, van operasyonên xwe bi desthilatîyên tirk, ereb û fars yên li Rojhelata Naverast re kirin. Ev gelek balkêş e, di demeka wisa de ku mafê tayînkirina çarenûsa miletan hem ji layê rêvebirên Yekîtîya Sovyetan yên mîna Lenîn, Stalîn û Troçkî ve, hem ji layê serokê DYA Wilsonî ve dihatin parastin, Kurdistan rastê felaketeka wisa tê.

Di vê rewşê de divê kurd ji hinde prensîbên bingehîn tawîz nedin. Divê kurd bi xwe bikaribin xwe îdare bikin, divê kurd xwedîyê mafê tayînkirina paşeroja xwe bin. Ji vî layî ve, perwerdeya bi kurdî divê prensîbeka esasî be ku dev jê nayê berdan.

Naveroka mutabeqata ku dibêjin hukumet û Öcalanî li ser li hev kiriye nayê zanîn. Guman hene ku BDP û PKK bi xwe jî di vê babetê de bi tevayî xwedî zanîn nebin. Murat Karayılan dibêje "Bi rastî jî projeyeka çareserîyê ya Erdoğanî heye gelo? Eger heye, çareserîyeka çawa? Em hîn vana nizanin…" BDP û PKK bi rastî jî bi gotinên Öcalanî îqna ne? Yan ji ber faktora Öcalanî mecbûr dimînin ji tiştên tên gotin re bibêjin erê?

Derbarê aştîyê de bêguman kurd wekî karbidestên tirk nafikirin. Ew sîstemeka wisa difikirin ku mafê kurdan digre bin garantîyê. Divê meriv pêşî bipirse ku çima pirseka wisa heye. Bi Komarê re mafên kurdan ên demokratîk û azadîya wan hatine xesbkirin. Mafên kurdan ku ji komelga û miletê kurd bûyînê hasil dibin, hatine xesbkirin. Kêşe ji ber vê yekê heye. Hingê divê ev mafên kurdan bêne îadekirin. Aştî ancax wisa dikare çêbibe.

Ev zeafeka gelek girîng e ku hevdîtin ji layê Abdullah Öcalanê ku di zîndanê de ye têne meşandin û yê ku gotina dawîn dibêje, dîsa Abdullah Öcalan e. Zihnîyeta "Îradeya me Öcalan e" xelet e.

Dewlet hîn jî kurdan wekî gelek, wekî miletek nasnake. Dewletê hîn jî kurd wekî gel, wekî milet nasnakirine. Naskirina Abdullah Öcalanî û bi wî re axaftin nayê wê manayê ku kurd naskirine. Divê PKK, BDP, Qendîl û KCK vê rewşê bizanin.

Serwezîr dibêje "bazarkirin tune ye", "me tawîz nedaye". Îadekirina mafên ku hatine xesbkirin tawîz e? Yek ji têgehên ku li van rojan tê bikaranîn "helalkirin" e. Heta ku derbarê maf û azdîyên ku hatine xesbkirin de başkirinek çênebe "helalkirin" çêdibe? Çawa dibe?

Bi qasî sê hezar cînayetên dewletê hene. Kurd ji layê hêzên dewletê ve hatine revandin, di pirsîyarkirinên bi îşkence de hatine tunekirin. Malbat di netîceya lebatên dûr û dirêj de ancax karîne xwe bigihînin cesed yan jî hestîyên kesûkar û zarokên xwe, ji bo wan mezelek çêkirine.

Bi qasî sê hezar cînayetên din hene ku jê re diêbjin "faîlên wan meçhûl". Hêzên dewletê kurd revandine û tune kirine, qetil kirine. Malbat digel ku ewçend li kesûkarên xwe, li zarokên xwe gerîyane, pirsîyar kirine, lê dîsa jî neşîyane hestîyên wan jî bibînin… Ji bo ku ev ronî bibin, gelo pêwîst bi "Komîsyona lêgerîn û rû bi rû bûyîna heqîqetan" tune ye? Heta ku evên hanê di tarîtîyê de bin, çawa meriv dikare behsa "helalkirinê" bike? Rêvebirên kurd dibêjin "em rabirdûyê ji bîr ve bikin", kurd di vî halî dê çawa rabirdûyê ji bîr ve bikin?

Di vê navberê de divê em behsa Qanûna Esasî ya sala 1921ê jî bikin. Qanûna bi numre 85 ya roja 20 çele 1921, bi navê "Teşkilat-ı Esasiye Kanunu" tê zanîn. Maddeyên 10, 11 û 12. behsa desentralizasyonê (ademî merkezîyet), behsa muxtarîyetê dikin. Maddeya 10. wisa dibêje: "Wîlayet, di wezîfeyên herêmî de haîzê şexsîyeta manewî û muxtarîyetê ye." Maddeya 11. behsa hilbijartina şûraya wîlayetê, maddeya 12. jî behsa îdarekirina şûraya wîlayetê dike.

Ev maddeyên Qanûna Esasî ya sala 1921ê, roja 29 cotmeh 1923, yanî roja ku Komar hate îlankirin, bi awayekî bideng hatin guhertin. Di roja 23 cotmeh 1923 de, bi qanûna hejmar bi 364 maddeya 10. wekî "Serokomarê Tirkîyê ji layê heyeta giştî ya TBMM tê hilbijartin." hate guhertin. Maddeya 11. wekî "Serokkomarê Tirkîyê serokê dewletê ye…" hate guhertin. Maddeya 12. wekî "Serwekîl, ji layê serokkomarî ve ji nav endamên meclîsê ve tê hilbijartin" hate guhertin.

Qanûna Esasî ya sala 1921ê 2 sal û 8 meh û 8 roj li sar kar ma. Hîn ku negihan Qanûna Esasî ya sala 1924, prensîba desentralizasyonê bi awayekî bêdeng hate guhertin. Ev, ji layê nîşandana nîyeta karbidestên tirk, herwisa, ji layê nîşandana nîyeta Mistefa Kemalî ve proseseka wisa ye ku divê bête vekolandin.

Abdullah Öcalan, PKK/BDP, rêvebirên li Qendîlê û li Ewropayê û KCK gelek li ser Qanûna Esasî ya sala 1921ê disekinin. Tiştê girîng, di roja 23 cotmeh 1923 de bi awayekî bêdeng guhertina ku hate kirin e. Vekolandina vê helwestê fikir dide merivî ku desthilatîya tirk rêvebirîyeka çawa fikirîye, herwisa derheqê îdarekirina kurdan de fikrê wan çi bûye.

Ev rewşeka konjukturel e ku wan prensîba desentralizasyonê xistine Qanûna Esasî ya sala 1921ê. Wisa fikirîne ku di şertên şerî de hukmekî wisa dê sûdewar be. Piştî ku di sala 1923 de bi Karên Rojhelata Nêzîk re Peymana Lozanê îmza kirin û dewlet bi awayekî hêzdar derkete meydanê, hingê karê pêşîn terkkirina vê prensîbê bû.

Hukumeta AKP û Öcalan û PKK ku di hevdîtinên Osloyê de negihan encamekê, gelo sedemên herêmî û navneteweyî çi ne ku cardin dest bi "proseseka" serê wî nîvî vekirî ye dikin?

Kurd êdî li Rojhelata Naverast hêzeka girîng in. Meseleya Kurdistanê êdî kêşeyeka navneteweyî ye. Di vê navberê de, karbidestên tirk ku wek tiştekî bidin kurdan dikin lê tu demekê kurdan wekî muxatab qebûl nakin, pêwîstî pê dîtine ku proseseka nû bidin dest pêkirin. Êdî dizanin ku nikarin bi înkarkirinê, bi îmhakirinê vê rewşê dewam bikin.

Du rexneyên bingehîn û girîng ên kurdên ku li derveyî PKK û BDP li Öcalanî hene; ya yekem ev e ku, dibêjin ev xelet e ku Öcalan di şertên zîndanîbûnê de serekê muzakereyan e. Ya duyem, di netîceya têkoşîna sîh salan de gerîla li beranberî kîjan destkeftîyan bêşert û merc paş ve vedigerin. Gelo derheqê van rexneyan de tu dê çi bibêjî?

Xelet e ku hevdîtin bi MİTê re dibin, herwisa, xelet e ku Abdullah Öcalan kesê dawîn e ku gotinê dibêje. Divê hevdîtin bi hukumetê re bibin. Çimkî MİT dezgeyeka asayîşê ye. Her dem ewlehîya Tirkîyê tîne rojevê. Meseleya kurdan û Kurdistanê jî ji bo Tirkîyê wekî tehdîd têdigihê. Lê meseleya kurdan û Kurdistanê kêşeyeka polîtîk e. Ji vê çendê divê hevdîtin bi hukumetê re bibin.

Di peyama Öcalanî de ku li Diyarbekirê di Newrozê de hate xwendin de amaje bi "dîroka muşterek", "mîsaqê mîlî", "ruhê Çenaqeleyê" û îslamê dihate kirin. Gelo tu vê "paradîgmaya nû" ku van fikran di xwe de dihewîne çawa dibînî?

Tgehên mîna "dîroka muşterek", "mîsaqê mîlî", "ruhê Çenaqeleyê" û "birayetîya îslamê" nîşan didin ku fikrê PKK/BDP û Öcalanî çiqas nêzîkî îdeolojîya resmî ne, çiqas nêzîkî AKP ne. "Birayetîya îslamê" ji ber ku kurdên êzidî, kurdên elewî li derveyî yekîtîya kurdan dihêle, xelet e.

Li Çenaqeleyê ligel hev şerkirin, li Qibrîsê, li Koreyê ligel hev şerkirin nîşaneyeka birayetîya kurdan û tirkan filan nîne. Ev şer şerê kê bû? Heta ku wekhevîya sîyasî nebe birayetî filan çênabe. Herwisa divê ev jî bête pirsîn. Me li Çenaqeleyê ligel hev şer kir. Hîn paşê çi qewimî? Me li Qibrîsê, li Koreyê ligel hev şer kir, paşê çi bû? Çenaqele, Qibrîs, Kore şerê kê bûn, jo bo kê şer hat kirin?

Divê meriv ji bîr neke ku drûşma "birayetîya îslamê" dirûşmeka wisa ye ku kurdan dixapîne, kurdan bendewar dike. Divê kurd bi vê dirûşmê jî bizanin. Ev gelek vekirî ye, yên ku maf û azadîya kurdan mehdûd dikin, yên ku di vê babetê de bi dewletên emperyal re hevkarîyê dikin hemî dewletên musluman in. Dewletên musluman jî hertim dirûşma "birayetîya dînî" bikar anîne û kurd asteng kirine. Nivîsara Îbrahîm Sedîyanî ya bi sernavê "Kürdleri kandıran, Bengal Halkını Kandıramayan İslam kardeşliği" nivîsareka girîng e. Nivîsara bi ser navê "Kürdistan’ı Sevme Sanatı" ya Kadir Amaçî jî wisa ye.

Kurd derheqê maf û azadîyên xwe de hertim bi dewletên musluman re di nav têkoşînê de bûn. Di têkoşîna gelê Bengalê yê musluman li hemberî dewleta musluman a Pakîstanê de jî "birayetîya îslamê" hatiye bikaranîn. Ji layê bidestxistina maf û azadîya xwe ve helwêsta gelê Bengalê yê musluman proseseka wisa ye ku divê bête vekolandin.

Di muzakereyên derbarê çareserîya muhtemel a pirsa kurd de ku di navenda wê de Öcalan heye û bi PKK û BDP tê dewamkirin de, gelo pêwîstî pê nîne ku rêxistinên kurdan yên ku li derveyî vana ne, rêxistinên civaka sivîl, armenî, suryanî, elewî û numayendeyên pêşewayên civakê di vê prosesê de cih bigrin, daxilê prosesê bibin? Eger pêwîstî pê heye, gelo dê meknîzmaya vê çawa bête pêkanîn?

Deskeftîyeka gelek girîng a têkoşîna 30 salên dawîn çêbûye. Êdî babeteka derbarê kurdan û Kurdistanê de bi rehetî tê qisekirin, tê munaqeşekirin. Di vê de bêguman roleka mezin a têkoşîna gerîlayan heye. Lê dema ku derbarê kurdan û Kurdistanê de lêkolînek tê kirin; hingê kêşeya rûm-pontusan, kêşeya armenîyan, kêşeya suryanîyan, kêşeya elewîyan jî hate rojevê. Hîn rastê wê em bi van kêşeyan jî hesîyan. Ev xelet e ku meriv bi zanînên îdeolojîya resmî nêzîkî li van kêşeyan bike.

Di çaryeka pêşîn a sedeyê 20. de, fehma Îtîhad we Teraqî ku dixwest li dora miletê tirk Împaratorîya Usmanîyan ji nû ve organîze bike û tirkîzekirina ekonomîya Usmanî, proseseka hêjayî vekolînê ye. Divê ev dewr û têkilîyên di navbera gelan de bi têgehên zanistê ji her layî ve bêne vekolandin. Herwisa divê zanînên ku îdeolojîya resmî hilberandine bêne rexnekirin.

Abdullah Öcalan ku niha gilîyê lobîyên rûm, armenî û cihûdan dike, hingê ev dibe fikrekî wisa ku piştgirîya dewletê dike. Fikrekî wisa ye ku jenosîda armenîyan, jenosîda rûm-pontusan, jenosîda suryanînan vedişêre. Di çaryeka pêşîn ya sedeyê bîstem de, girîngtirîn bûyerên ku li Împaratorîya Usmanîyan, li Rojhelata Naverast rû dane ev in. Li şûna ku di van babetan de îdeolojîya resmî bête rexnekirin, ev xelet e ku beyanatên ku wê mafdar derdixin têne dayîn.

Heta ku neteweya kurd negihê statuyeka sîyasî ya otonom, federe yan serxebûnê, gelo mumkin e li Rojhelata Naverast aştî û îstîqrar pêkbê?

Heta ku kurd nebin xwedîyê statuyekê li Rojhelata Naverast nabe ku em bibêjin kêşe çareser bûne. Kêmtir divê kurd bibin xwedîyê statuya federasyonê. Zihnîyeta "Sînor radibin, bihevrebûn çêdibe" xelet e. Ev fikrekî wisa ye ku ji bo xapandin û bendewarkirina kurdan hatiye hilberandin. Di avanîyên hîn mezintir de dewlet têne cem hev lê her kes bi nasnameya xwe dikeve navê. Yên ku dikevin wan yekîtîyan, hemî ji layê sîyasî ve wekî hev in. Kurdan ku hîn nasnameya kurdîtî û Kurdistanê bi dest ve neanîne dê çawa di wan yekîtîyan de cî bigrin?

Li tu derê sînor filan ranebûne. Wekî nimûne, kurd vê yekê ji erebên Filîstînê re dibêjin? Ji erebên Filîstînê re dibêjin "Hûn ji bo çi li dû danîna dewletê dibezin, bi cihûdan re wekî birayan bi hev re bijîn…", dikarin wisa bibêjin? Tiştên ku nikarin ji erebên Filîstînê re, ji tirkên bakûrê Qibrîsê re, ji muslumanên Bosnayê re bibêjin çima ji kurdan re dibêjin? Ev vegotineka rast nîne. Polîtîkayeka şelafane ye. Bidestxistina nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî divê ji bo kurdan daxwazên eslî bin.

Çi dema ku ji bo kurdan federasyon yan dewleta serbixwe bête rojevê, bitaybetî derdorên PKK/BDPê pirsên wekî vê dipirisin, dibêjin "Em bibêjin ku dewleta serbixwe çêbû, ev dê kîjan kêşeyê çareser bike?" Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev pirs pirseka xelet e. Zihnîyeteka wisa ye ku nasnameya kurdan, nasnameya Kurdistanê piçûk dibîne, tu pute pê nade, piştgirîya fikrê resmî dike. Tiştê ku îşaret dibe jî, Hukumeta Herêma Kurdistanê ye.

Dibe ku îro di parvekirina darayîya Kurdistana Başûr de bêmêzînî, bêrayî hebe. Dibe ku kêşeyên wekî ruşwet, gendelî, li pêş girtina kesûkaran hebe. Ev, kêşeyên wisa ne ku kurd bi xwe dişên çareser bikin. Kurd dikarin bi polîtîkayên komelayetî yên tendurist van gilî û gazincan bînin kêmtirîn dereceyê. Lê berîya vana divê kurd kêşeyên xwe yên bi rêvebirîyên ereban re, hîn paşê bi rêvebirîyên tirkan û farisan re hel bikin.

Pirseka wekî "Divê meriv bi şertên wekhev di nav malbata neteweyan de cihê xwe bigre" heye. Îsal Tirkîyê dê beşdarî bo Şampîyonaya Futbolê ya Cîhanî ya sala 2014 bike. Di klasmana Ewropayê de jî di grûpa D de cih digre. Yek ji şeş dewletên ku di vê grûpê de cih digrin Andorra ye. Andorra di şeş maçên ku heta niha lîstîye de hîç puan negirtiye. Lê beşdarî bo Şampîyonaya Futbolê ya Cîhanî dike. Beşdarî bo olîpîyatan dike.

Andorra, li Ewropayê dewleteka wisa ye ku xwedîyê nufûseka bi qasî 40 hezarî ye. Endamê Konseya Ewropayê û Yekîtîya Neteweyan e. Di kombûn û komîsyonên cûr bi cûr yên navneteweyî de tê temsîlkirin. Tu li Rojhelata Naverast 40 mîlyon î, 50 mîlyon î, belkî ji 50 mîlyonî jî zêdetir î. Lê navê te di kombûnên navneteweyî de li tu derî derbas nabe, tenê dema ku "teror" tê gotin navê te derbas dibe. Li yekîtîya Neteweyan, li Konseya Ewropayê, li Yekîtîya Ewropayê, li Teşkîlata Ewlehî û Hemkarîyê ya Ewropayê, li Konferansa Îslamê çi dema ku heq-huqûq, azadî mewzûyê behsê bin, tu tune yî. Navê te tenê dema ku behsa "terorê" bibe, derbas dibe. Ew jî wekî "Em ê terorê tune bikin, em koka terorê biqelînin…" Ev te narehet nake? Piştgirîya fikrê resmî kirin kîjan kêşeya te çareser kiriye? Te heta niha mucadeleya çi kir? Te ji bo çi mucadele kir?

Çi dema ku behsa federasyonê yan dewleta serbixwe dibe, dibêjin "Em ferz bikin ku dewleta serbixwe çêbû, dê ev kîjan kêşeyî çareser bike?" Divê pêşî bala xwe bidin ser van peywendîyan? Divê li Rojhelata Naverast halê xwe û halê tirk û ereb û farisan bidin ber hev. Wekî nimûne, serwezîrî, ji ber êrîşa ku roja 31 gulan 2010 de li hemberî keştîya Marmaraya Şîn çêbû û di vê êrîşê de 9 hemwelatîyên tirk mirin, li dijî Îsraîlê sîyaseteka gelek tund meşand. Kete dû mafên filîstînîyan û tirkan. Lê hîç guhdarîya mexdûrên Rûbozikê yên bûyera ku di roja 27 berfanbar 2011 de rû dabû nekir. Hîç pûteyek bi daxwazên kurdan nekir! Ev çima wisa dibe? Divê meriv ji te bipirse, derbarê vê de fikrê te çi ye.

Kurd dixwazin, eger hukumet samîmî be, bila muzakere bi MİT-Öcalanî re bisînor nemînin, bila meclis jî daxilê prosesê bibe. Îqtîdar, bêyî ku meseleya kurdan di resmîyetê de bide belgekirin, bêyî ku muxatabîyê bi awayekî resmî qebûl bike, hîn jî hebûna kurdan wekî peyvên ku li ser avê têne nivîsandin telafuz nake? Eger em munaqeşe û pêşnîyazên Qanûneka Esasî ya nû û pêkanîna "Grûba Merivên Aqilmend" jî bigrin dîqetê, gelo em dikarin çiqas bi hêvî li vê prosesê binihêrin?

Pirsa kurdan û Kurdistanê wisa vekirî li meydanê disekine. Di vê rewşê de, wezîfeyeka girîng dikeve ser milê merivên aqilmend. Tiştek ku merivên aqilmend ji kurdan re, ji PKK rê bibêjin tune ye. Merivên aqilmend divê ji dewletê re bibêjin "mafên kurdan nas bike". Dewlet û hukumet vê qebûl dikin yan nakin, ew dizanin. Lê di vê rewşê de tiştê ku divê merivên aqilmend ji dewlet û hukumetê re bibêjin ev e. Kêşe bi awayekî vekirî li meydanê disekine. Kêşe, ligel Komarê bi maf û azadîya kurdan re eleqedar e. Sedemê bingehîn yê derketina meydanê ya PKK ev xesbkirin e. Hingê divê merivên aqilmend bikaribin ji dewlet û hukumetê re vê bibêjin.

Merivên aqilmend divê rakirina qorucîtîyê jî bo dewletê pêşnîyaz bikin. Ev tê zanîn ku dewlet îro di bin dest re çekan dide Artêşa Azad a Sûrîyê. Qetar, Erebistana Seûdî û Tirkîye hewl didin ku çek bidin wan. Artêşa Azad a Sûrîyê tenê ji layê yên ku ji Partî Baas veqetîyena nehatiye pêkanîn. Birayên Musluman, El-Qaîde û El-Nusra jî di nav Artêşa Azad a Sûrîyê de ne. Biçekkirina Artêşa Azad a Sûrîyê tê manaya biçekirina El-Qaîde, Birayên Musluman û El-Nusrayê. Ji layê din ve, her kesê li Rojhelata Naverast biçek e. Digel ku rewş ev e, hewldana bêçekkirina kurdan, bêçekkirina PKKê ji bala merivî dûr nîne.

Herwisa divê meriv bala xwe bide ser rewşa Qetarê jî. Qetara ku nufûsa wê 300 hezar e, hewl dide ku çarenûsa kurdên ku xwedîyê 40 mîlyon nufûsî ne dîyar bike. Ev jî ji bala merivî dûr nîne.

Bi qasî mehek berê li dora 300 roşinbîrên tirk belavoka tirkîtîyê ragihandin. Di nav wan de profesor, generalên teqawutbûyî, dozgerên teqawutbûyî, hakim, sîyasetmedar, rojnameger, karsaz û hwd. hebûn. Dixwestin ku peyva "tirk" ji Qanûna Esasî neyête derxistin.

Tirk dikarin heta dawî bi tirkbûna xwe serbilind bin. Lê ev xapandinek e, ev xwe xapandinek e ku tirkbûnê teşmîlê kurdbûnê dikin, tirkîtîyê li ser kurdan ferz dikin, dibêjin "Tirk nasnameyeka serîn e ku her kesî digre nava xwe." Ev rîyakarîyek e! Te divê bila profesor be, te divê general, dozger, rojnameger, karsaz û hwd. be, rewş ev e. Qanûneka Esasî  ku nasnameya kurdan bi awayekî vekirî nasneke, rê nede perwerdeya mecbûrî ya bi kurdî, rê nede ku kurd bi xwe xwe îdare bikin, rê nede ku kurd bi xwe îstîqbala xwe tayîn bikin, ji bo kurdan Qanûneka Esasî ya nû nîne.

Wekî nasnameya serîn qebûlkirina tirkan, tê vê manayê ku îlla divê tirk kurdan îdare bikin. Lêbelê divê kurd bikaribin ew bi xwe xwe îdare bikin. Demokrasî ev e. Tirk heta ku ji wan tê dikarin bi tirkbûna xwe serbilind bin. Lê eger bibêjin îlla divê em kurdan îdare bikin, hingê ev dibe nîjadperestî, dibe faşîzm.

www.gelawej.net, Nîsan 2013

Na xebere 4326 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.