zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Gulane 2010 Sêşeme 09:16

Heşt Pirtûkên Nû Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî

[Nûçe]
Bedirxan Mukriyanî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku kar û barê xwe li başûrê Kurdistanê diggerîne, heşt pirtûkên nû çap kirin ku li ser folklor û kelepûrê kurdî ne. Yek ji van berheman ku li ser xwarinên kurdî ye, pirtûka pêşîn ya enstîtuyê ye ku bi zimanê îngilîzî tê belavkirin. Pirtûkên din jî bi çar zaravayên kurdî, kurmanciya jorîn û jêrîn, kirdkî (zazakî) û kelhûrî ne ku bi tîpên erebî û latînî li ser erkê Dezgeha Aras hatine çapkirin. Ciyê gotinê ye, bi van 8 pirtûkan ku di dawiya sala 2009ê de bo çapê hatibûn şandin, hejmara pirtûkên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî gihîşt sedî.

*    *    * 

Zargotina Kurda – Gotinêt Mezinan

Berhevkirin û Amadekirin: Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl

Veguhartin ji tîpên latînî: Prof. Bedirxan Sindî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 182 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Ev pirtûk ku ji sê beşan pêk tê, du beş jê 1650 gotinên pêşiyan bi xwe ve digirin ku 1150 bi kurmanciya jorîn û 500 jî bi kurmanciya jêrîn in. Beşa sêyem jî ji çîrokên birek gotinên pêşiyan pêk tê. Amadekaran pêşgotineke têr û tijî bo pirtûkê nivîsiye û tê da qala taybetî  û naveroka gotinên pêşiyan yên kurdî kiriye û her weha amaje bi wan berhem û xebatan kiriye ku heta wê gavê di vî warî de hatine kirine. Ciyê gotinê ye, ev pirtûk cara pêşîn di sala 1972ê de li Moskovayê bi tîpên latînî hatiye çapkirin.

 *    *    *

Arwûnçî û Lûy / Sonikî Çoligî   

Arêkerdox: Seyîdxan Kurij

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 223 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kirdkî, Bi tîpên Latînî, 1000 heb

Ev pirtûka hanê ku bi zaravayê kirdkî (zazakî) ye, 39 çîrok û 28 pêkenokên devera Çewlîgê (Bîngol) bi xwe ve digire ku dikeve bakurê Kurdistanê. Berhevkarê çîrokan Seyîdxan Kurij, nivîsarek bi navê “Tayê Xususîyetî Fekî Çolîgî” nivîsiye ku tê de qala taybetiyên kirdkiya Çewlîgê û cudahiyên wê ji binzaravayên din yên kirdkî kiriye. Wekî din, tevî jiyannameya goyendeyan, ferhengokek jî di pirtûkê de cih digire ku peyvên taybet bi Çewlîgê tê da hatine ravekirin.

Hêjayî gotinê ye ev pirtûk, berhema duyem e ku li başûrê Kurdistanê bi zaravayê kirdkî tê çapkirin ku ya yekem jî her ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hatibû çapkirin bi navê Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk ku ji aliyê Roşan Lezgînî ve hatibû amadekirin.   

*    *    *

Kurdish Cookbook / Over 252 pages of recipes of Kurdish Cuisines From Greater Kurdistan

Collected by: Louisa Attar

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 252 rûpel, 17x24cm, Îngîlîzî, 1000 heb

Ev pirtûk ku bi zimanê îngilîzî ye, bi kaxiza art û rengîn hatiye çapkirin û çendîn xwarinên kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê dihewîne ku bi wêneyan bi awayekî hûrgilî hatine ravekirin. Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûka pêşîn ku di vî warî de li başûrê Kurdistanê bi zimanê îngilîzî hatiye çapkirin.

*    *    *

Dîtin Hizarê

Berhevkar: Mehdî Bamernî

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 131 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Pirtûk 15 çîrok û serpêhatiyên folklorîk bi xwe ve digire ku ji devera Bamernî, Doskî, Rêkanî û Şêladizê hatine berhevkirin ku dikevin başûrê Kurdistanê.

*    *    *

Zerîne û Sîmîne / Dûrik û Lorî – Bergê Sêyem

Berhevkar:Abbas Celîlyan

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 171 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kelhurî, Bi tîpên Erebî-Latînî, 1000 heb

Di vê pirtûkê de dûrikên çar-rêzî û loriyên herêma Kirmaşanê hene ku bi tîpên erebî û latînî hatine nivîsîn û her weha bi kurmanciya jêrîn perawêz jê ra hatine danîn. Her wekî dî Cdyek jî pê ra ye ku dûrik û lorîk tê da hatine xwendin. Hêjayî gotinê ye, her ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve di sala 2009ê de du bergê pêşîn yên kitêbê hatibûn belavkirin ku li ser gotinên pêşiyan û mamikan bûn.

*    *    *  

Zerîne û Sîmîne / Giyayên Dermanî û Hin Bîr û Baweriyên Kurdewarî li Herêma Kirmaşan – Bergê Çarem

Berhevkar: Abbas Celîlyan

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 172 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Soranî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Ev berhema hanê hin nexweşiyên mirov û giyanweran û dermanên giyayî bi xwe ve digire ku jê pê ve tê da behsa hin rewişt û tîtalên Kirmaşanê jî tê kirin.

*    *    *

Efsaneyli Wilati Medya (Efsaneyên Welatê Medya)

Berhevkar: Secad Cehanferd

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 204 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kelhurî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Di vê berhemê de ku bi zaravayê kelhurî ye, 13 çîrokên folklorîk yên herêma Kirmaşanê wekî deverên Şahabad û Gîyelan cih digirin ku bi awayekî zanistî hatine berhevkirin û şîrovekirin.  Ciyê gotinê ye ev kitêba şeşem e ku Enstîtuya Kelepûrê Kurdî bi zaravayê kelhurî belav dike.

*    *    * 

Dermansazî Folklorîk Le Deverî Kerkûk – Berhevkirin û Şîrovekirin: Herdewêl Kakeyî

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Kerkûk, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 410 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Soranî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

*    *    *

Di vê pirtûkê de ku projeyeke şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Kerkûkê ye, behsa çendîn babetên nexweşiyên mirov û ajelan hatiye kirin ku her di mêj de bi awayekî gelêrî hatine çareserkirin. Di dawiya pirtûkê jî wêneyê dehan gil û giyayan bi awayekî rengîn hatiye çapkirin.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate damezrandin. Wê heta niha bi çar şêwezarên kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî û kelhurî 100 pirtûk belav kirin ku li ser folklor û kelepûrê kurdî ne. Her weha 20 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji bilî muzîka kurdan, muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.

Bo têkilîdanînê:

Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com

Na xebere 5282 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.