zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Gulane 2020 Dişeme 10:49

Helbesteke Mela Îhsan Hezarşahî

M. Zahir Ertekin

Mela Îhsan Alın el-Hezarşahî li Hezarşahê[1] hatiye dunyayê. Li gorî prosesa medreseyên Kurdistanê li cem gelek seydayan xwendina xwe domandîye.[2] Li gundê Qerqerût a girêdayî Wartoyê li cem Mela ‘Ebdullah el- Qerqerûtî (w. 1991), li gundê Koxak a girêdayî Kopê li cem Şêx Me’rûfê kurê Şêx Fethullah, li gundê Kopo ya girêdayî Kopê li cem Şêx Qudbeddîn, li  Norşînê li cem şêx Taha, li gundê Melekan a Solaxanê li nik Mela ‘Ebdulhemîd es-Saxnisî û li cem Mela Zahirê Tendurekî û li Bedlîsê li nik Şêx Xalid xwendîye. Îcazeta xwe ya zanistî di sala 1953an de ji Mela Muhyeddînê Hawelî (w. 1987) wergirtîye.[3] Piştî ku îcazeta xwe werdigire vedigere gundê xwe û dest bi dersdayinê dike. Ji sala 1987 heta 1992 bê navber mamostetîya xwe berdewam dike û bi dehan xwendekar li ber destê wî perwerde dibin ku gelek ji wan îcazeta xwe jî ji wî werdigirin û medreseyên xwe vedikin.

Hezarşahî ‘erebî, tirkî, kurmancî, zazakî, farsî baş dizane. Gelek berhem telîf kirine. Hinek ji wan ev in:

-Lemu’l-Lami‘ fî Şerhî Qesîde Min Dîvâni’l-Ustad el-Mela Zahir

er-Risâle fi’r-Reddî ‘Ele’l-Wehhahiyye,

-Tefsîrû Sûreti’l-Hucûrât

-Rîsâle fî Hayatî’ş-Şeyx Ebû Bekr el-Melekanî

-Mecmûu’r-Resaîl (Çap nebûye)

-Haşîye Tefsiri’l-Muhmel (Çap nebûye)

-el-Meqâlât  (Çap nebûye)

-Rasaîl (Çap nebûye)[4]

Mela Îhsan el-Hezarşahî bi edebiyat û helbestê jî ‘eleqedar bûye. Hindik be jî bi ‘erebî, kurdî û farsî helbset nivîsandine. Herwiha li ser şerha hin helbestên kurdî şerh û şîrove jî nivîsandine.[5]  Ji bilî vê, wî mesaîya xwe ya pirtir ji bo ‘ilm, telîf û dersdayînê terxan kiriye. Berhemên wî eşkere dikin ku ew di edebîyata ‘erebî, zanistên îslamî û fiqhî de şareza û karbidest e. Di berhemên xwe de mijarên xwe bi ayetên ji Quranê û hedîsên cenabê pêxember (s.x.l.) biberhen dike. Behsên wek mentiq û prensîbên rêbaza hiqûqî jî di berhemên wî derdikevin pêş. Hezarşahî dest bi tefsîra Qurana Piroz jî kirîye lê kuta nekirîye. Hezarşahî ji layê sofîgerîyê ve xurt e û wî bawerî bi tesewifa îslamî heye. Em dikarin bêjin ku wî berhemên xwe li gorî kevneşopîya ehlê sunnetê û di çarçoveya tradisyona ehlê sunnetê de nivîsandine. Di fikra tesewifî de zexim di bin bandora Melayê Cizîrî (1567-1640) de maye. Bi taybet bandora Melayê Cizîrî di  berhema wî ya bi navê er-Risaletu’l-Ihsaniyye’ û Lem‘u’l-Lami‘de pir baş diyar dibe.[6]

 

‘Emrê Ma Şiwû

 

‘Emrê ma şiwû di hesret û 'xem û yetîmî d’

Ma d’ nîmend ceyê sebrî, ya zel-Întîqam wel-Celal

 

Lewra di îxtîlafê reng û zonan

Te'zîmê Rebbî yen’ meydon, ya zes-Sebrû wel-Cemal

 

Lazim o mumînan ser o te’zîmî Rebê xwu biker hem

Terkê millîyet biker lewra Rebî vato "El-mumînûne îxwetun" ya zel-Kemal

 

Ya Rebbî, tu êhsan heşir bikrê di yewm el-qiyam

Digel zumreê 'aliman û salihan, eya zel-Fedl û wel-Îfzal[7]

 

 

Mela Îhsan Alın el-Hezarşahî (1929 -)



[1] Hezarşah gunedek bi ser qezaya Çewligê Solaxanê ye. Seyda niha jî li wî gundî jiyana xwe berdewam dike.

[2] Mulaqat digel Mela Îhsan Alın el-Hezarşahî (05.05.2019- Hezarşah)

[3] Mulaqat digel Mela Îhsan Alın el-Hezarşahî (05.05.2019- Hezarşah)

[4] Mela Îhsan Hezerşahî (İhsan b. Mela Ali, Risale-i İhsaniyye, trc.: Nusrettin Bolelli-Ali Benli, Hivda İletişim, İstanbul 2011, r. 4-5.

[5] Hezerşahî, (İhsan b. Mela Ali, Lemu’l-Lami‘ fî Şerhi Kaside Min Dîvâni’l-Ustad el-Mela Zahir , Ravza Yay., İstanbul, 2008, r.3-4.

[6] Naim Döner, Zuhûru’l-Halidiyye fî Enhai Cebakcûr (Bingöl) ve Cuhûdu Meşayihi Melekan fî Neşriha, İlâhiyât Yay., Ankara, 2018, r. 181-184.

[7] Ev helbesta hanê di zîyaretekê de Seyda ji nav erşîva xwe derxist ku berî niha bi 45-50 salî nivîsî bûye. Ev jî teqabulî salên 70-80 dike. Weke gelek berhemên Seyda ev helbesta wî jî nehatiye çapkirin.

Na xebere 3218 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Nihat
Nihat çirr
Spas
04 Gulane 2020 Dişeme 20:28