zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Sibate 2011 Îne 18:11

Hejmara Sibatê ya Le Monde Diplomatique Kurdî Derket!

Rojnameya mehane Hejmara Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cihanê ve dagirtî ye derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya sibata 2011an bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên navendî yên Ewrûpayê cihê xwe girt. Rojnameya mehane ku bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cihanê ve dagirtî ye derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê de nivîseke siyasetmedar û rojnamevan Marwan Othman ya bi navê, “Kurdên Sûrîyê: Hişyarîya bi xwe, di navbera nasnameya niştimanî û neteweyî de’’ rûpela yekem ya rojnamê dixemilîne. Othman, di gotara xwe de cih dide pêvajoya şiyarbûna hestên netewî yên Kurdên Sûrîyeyê. Othman, di gotara têkildar de rave dike ku, desthilatdarîya komelgeha navxweyî li Rojhelata Navîn, bi gelemperî li ser bingeh û binyadên ol, êl û malbatê û li gor pêdivîyên wan tê ava kirin. Othman, di gotarê de bi berdewamî dide zanîn ku herêmên kurdan li Sûrîyê, berî herifîna Împeratorîya Osmanî, bi herêmên kurdên bakûr ve girêdayî bûne û piştî têkçûna tevger û serhildanên bakûrê Kurdistanê gelek rewşenbîran jî berê xwe dane ‘Binxetê’.

Nivîseke din a redaksiyona kurdî jî ew e ku, bi navê Ji Tûnisê heta Misirê, ji Sûriyeyê heta Yemenê: Gava rejîmên ereban dihejin” ji aliyê nivîskar û huqûqnas Riza Dînç ve hatiye nivisandinê. Nivîskar, piştî ku li cîhana ereban pêla şokan dest pê kir, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser raperînên ji Bakûrê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn û di derbarê karakterên wek hev ên van rejîman de nirxandinên balkêş dike. Nivîskar, herweha tîne ziman ku, dewletên ereban ku xwepêşandanên protestoyî bi awayekî gur û geş lê pêk tên, xwedîyên strukturên sosyoekonomîk û rejîmên siyasî yên gelekî dişibin hev in.

Di beşa “Arşîva Bîra Kurdan” ya Le Monde diplomatique kurdî de, nivîsek ku di sala 1979an de ji aliyê xanima kevnesekreterê PDK-Î Dr. Evdirehman Qasimlo, Ana-Helena Krulich-Ghass emlou ve hatiye nivisandin cih digre. Xanima Qasimlo, Ana-Helena bi sernivîsa “Têkoşîna Kurdên Îranê: PDK-Î çareserîyeke federal dixwaze” gotara xwe nivisandiye. Ana-Helena, di destpêka nivîsê de qala nameyeke ku ji aliyê PDK-Î ve hatiye nivisandin û di sala 1979an de ji Xomeynî re hatiye şandin dike û weha didomîne:

“Di belgeyeke Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ku di 28ê adara 1979ê de ji îmam Xumeynî re hatibû pêşkêş kirin, weha hatîye gotin: ‘Gelê me ji bo du armancên sereke şer kir: têkbirina dîktatorîyê û bicihkirina rejîmeke mirovane, ya ku seranserê Îranê ji mafên azadîyên siyasî û herweha yên civakî re rêz digire û di çarçoveya sînorên Îraneke azad de ji bo hemû gelan, bi dirûvê xweserîyê an jî federasyonê, bidestxistina mafên neteweyî. (...) Çawa ku li Îranê pir gelên bindest hene, pergaleke federal dikare weke formula herî baş were qebûlkirin."

Nivîsa duyem a Arşîva Bîra Kurdan jî ji aliyê nivîskarê îranî Ahmad Faroughy ve hatiye nivisandin û tevî kurdên Îranê li ser gelên din yên ku li Îranê dijîn disekine.

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de bi sernavê “Li cihana ereb pêla şokê” cih daye gelek analîzên bijare yên li ser Tûnis, Cezayîr, Misir û Başûrê Sûdanê. Di dosyeyê de ev nivîsên li jêr yên têkildar hene:  

1)Serge Halimi: Ya nemumkin diqewime

2)Olivier Piot: Tûnis, Çirûska pêşî û Mihemed Bouazîzî. Kronolojîya Kurtedîroka Tûnisê.

3) Amin Allal: Tûnis, Pergala kevin, xwepêşandêrên nû.

4) Celîl Kaya: Tûnis, Êdî kes li benda Godot nîne…

5) Hicham Ben Abdallah El Alaoui: Tûnis û serîhildana biserketî

6) Eric Rouleau: Tûnis, Çavdêrîyên sefîrekî

7) Kader A. Abderrahim: Serîhildan û Tora Berxwedanê li Cezayirê. (Cezayir: Dewlet, civak, nakokîyên welatekî)

8) Sarah Ben Nefissa: Tûnis, Di neynika şoreşa tûnisî re Misir

Û…

-Anne Felicitas Görtz: Sûdan, Başûrê Sûdanê – dema damezirandina dewletekê hatiye

-Marc Lavergne: Sûdan, Li Başûrê Sûdanê kronîka serxwebûnekê

-Maurice Lemoine: Sedemên Nask irineke Dîplomatîk Amerîkaya Latînî xwe vedixwîne Rojhilata Navîn

- Laurent Ballouhey: Çîn,Jinbûn li Çînê…

- Cathy Fourez: Meksîko, di girtîxaneya jinan a Santa Martha Acatitlayê de Girtîbûna rizgarker

- Camille Sarret: Jinên başûrî û vejîna femînîzmê

- Philip Golub: Bi awirê hevalbendên wê, dîplomasîya amerîkî

 

LMd-kurdî, ji bilî nivîsên jorîn di beşê “Ji çapemenîyê” de jî cih dide hin nûçe û analîzên ku ji medyaya Kurdistan, Tirkiye û cihanê hatine bijartin. Le Monde diplomatique kurdî, herweha piştî pirtûk, fîlm, albûm û malperên kurdî di hejmara nû rûpela xwe ya dawîn de cih dide kanalên televîzyonê yên Kurdan.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî, dîsa ji aliyê Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û behsa sê pirtûkên kurdî dike. Yek ji wan, ya Mihemed Ronahî ye ku bi navê “Bendewarên Adarê” derketiye. Kejo Bajar, li ser vê romanê weha dinivisîne: “Di fona vê romanê de, ku weke bûyerek feoadalî dixuye, serhildêrîya mehkuman a li hember dewletê, wêneyên Şêx Seîd yê bi dîwarên mala ve daliqandî, Pîroyê ku piştî serhildanê aqil avêtiye û destanên kurd yên êvînê hene. Romanek di tahma kilamên radyoya Êrîvanê de.”

Pirtûkeke din ku Kejo Bajar jê re cih veqetandiye, ya Baba Tahirê Uryan e ku bi navê “Şilfîtazî” nivisandiye û ji beytan pêk tên. Ev pirtûk, ji aliyê Sabah Kara ve ji lehçeya lorî bo kurmancî hatiye wergerandin. Pirtûka sêyemîn ku Kejo Bajar cih dayîyê, ya helbestan e û ji aliyê Ehmed Huseynî ve bi navê “Teyrê Sîmir” hatiye nivisandin. Rojname, di vê hejmara xwe de herweha tevî kurtejiyanê cih daye tabloyên wênesazê kurd Fewzî Bîlge.

info@lemonde-kurdi.com

Na xebere 3720 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.