zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
19 Kanûne 2010 Yewşeme 19:27

Hejmara dawîn ya Le Monde diplomatique kurdî derket

Xeber: Zazakî.Net

Kovara analîz û şîroveyên siyasî, civakî û çandî Le Monde diplomatique kurdî, bi hejmara xwe ya nû derket pêş xwendevanan. LMd-kurdî, vê mehê cardin bi naverokeke xurt û bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistanî u cîhanî ve li firoşgehên navendî yên Ewropayê cihê xwe girt.

Di vê hejmarê de, gotareke lêkolîner û nivîskarê kurd M.Malmisanijî ya bi sernivîsa “Riya ku ji antîkurdolojiyê ber bi kurdolojiyê ve diçe û Îsmaîl Beşîkçî’’ cîh digre. Malmisanij, di vê nivîsa xwe ya dirêj de radixîne ber çavan ku çawa dîroka kurdan ji aliyê dewlet û “zanistên’’ tirk ve hatiye tehrîfkirin û li ser vê meselê navê gellek kes û bûyerên bi vî rengî tîne ziman. Malmisanij, herweha balê dikşîne ser rola Îsmaîl Beşîkçî xebat û lêkolînên wî yên zanistî.

Nivîseke din a redaksiyona kurdî jî ya Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm e. Di nivîsa ku bi senivîsa “Krîza Siyasî ya li Iraqê û rola Kurdan’’ hatiye nivisandin de Îbrahîm balê dikşîne ser rola Kurdan ya tayînker a li Îraqê. Nivîskar, di gotara xwe de nirxandinên balkêş li ser daxwaz û pirsgêrêkên Kurdan ku bi aliyên siyasî yên Îraqî re dijî jî dike.

Weke hejmarên xwe yên berê, Le Monde diplomatique kurdî, vê care jî cih daye nivîseke ji “Arşîva bîra Kurdan”. Ev nivîs, di nîsana 1977an de ji aliyê Philippe Rondot ve û bi sernivîsa, “Herêma otonom a Kurdistanê û meşa dirêj ya ber bi otonomiyê ve’’ hatiye nivisandin.

Di rûpela Kultur Polîtîk de Kejo Bajar, kurdîya ku di fîlmê ‘‘Min Dît‘‘ yê derhêner Miraz Bêzar de hatîye bikaranîn dinirxîne. Bajar, li vê derê bi mînakan dide nîşandan ku ka gelo zimanê kurdî di fîlm de çawa şaş hatiye bikaranîn. Di heman nivîsê de, pirtûka ‘‘Sîsirkê Hesinî‘‘ ya Selîm Berekat, ku ji aliyê weşanxaneya APEC’ê ve hatiye çapkirin tê nasandin. Kejo Bajar, herweha pirtûkeke din a bi navê ‘’Ronahî’’ ku ji aliyê weşanên Belkî ve hatiye çapkirin jî dide nasandin. Pirtûk, navê xwe ji kovara ‘’Ronahî’’ ya Celadet Bedirxan digre ku xebata dawî ya Celadet e. Hin agahiyên ku qala serboriya vê kovarê jî dike di heman nivîsê de cih digrin.

Di beşê danasîna wênesazên kurd de jî, di vê hejmarê de qala hunermend Mahmut Celayir tê kirin û rûpela dawî ya rojnameyê jî bi afîş û plakatên fîlmên kurdî hatine xemilandin.

Di vê hejmarê de herweha nivîsên balkêş yên Serge Halimi, Alexander Homann, Alfonso Artico, Marc Jacquemain, Olivier Bailly, Jacques Testart, Pierre Daum û Aurel, Nikolas Kozloff, Allan Popelard û Paul Vannier, Babak El-Bachadari, Colette Braeckman, Vincent Munié, Gilles Lapouge, Philippe Rivière, Laurent L. Jacque, Pierre Daum û Aurel jî, ku li ser meseleyen siyasî, civakî, çandî û hunerî yên navnetewî jî cih digrin.

LMd-kurdî, li ser hatina sala 2011yan du salnameyên rengîn bi du ebadên cuda amade kiriye. Di van salnameyan de hin wêneyên bijare ku berê rûpelên rojnameya LMd-kurdî xemilandibûn hatine bikaranîn.… Ew kesên ku heta 31.01.2011yan bibin abone dikarin salnameyeke ku ji ebada biçûk pêkhatî wek diyarî bidest bixin. Ji bilî vê, heger xwendevan bixwazin dikarin bikevin malpera www.lemonde-kurdi.com û salnameyê siparîş bikin.

Na xebere 3617 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.