zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
27 Oktobre 2015 Sêşeme 23:25

"Gulî Şoran - Gula Şoran - Gulên Şoran!"

Roşan Lezgîn

"Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012).

Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal mamostatî dike lê di dema rejîma Xumeynî de ji ber fikrên xwe yên sîyasî ji kar tê avêtin. Hîn di xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, kitêba wî ya pêşîn Zirîke (Qîrîn) di sala 1993 de weşîyaye.

 

Gelek wext e kitêb li cem min e lê hîn nuh firsenda xwendinê çêbû. Ji bilî kitêba çîrokan a Hesen Qizilcî (1914-1984) Kenê Parsek (Avesta, Îstanbul 2001), ev dibe romana duduyan ya xelkê me yê Rojhelatê ku ez dixwînim. Ya pêşî romana Rehîmê Qazî (1925-1991) Pêşmerge (Nûdem, Sotockholm - 1997) bû. Mamosta Ziya Avci romana Pêşmerge gelek xweş wergerandiye, min bi kêfxweşî xwendibû. Şikrîya Salih û Firat Kelehkî çîrokên Hesen Qizilcî wergerandine ser kurmancî, wergera wan jî gelek baş e. Lê xwendina metna kurmancî ya "Gulî Şoran" bo min gelek zehmet bû. Qedera me kurdan e, çend zimanên me hene, em mecburê wergerandinê ne. Lê dema ku werger xirab be, xwendina metnan dibe ezab!...

Çîroka romanê di dema şerê cîhanê yê duyem de li rojhelatê Kurdistanê derbas dibe. Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." dest pê dike. Ev îfade di hişê xwendevan de meraqekê çêdike. Û jixwe êdî di seraserê romanê de nivîskar dilebite binê vê hevokê tije bike.

Serqehremanê romanê Las, piştî panzdeh salên windabûnê vedigere tê mala xwe. Berîya çûyînê bi keça mamê xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye. Lê ji ber ku Las beşdarê prosesa Komara Mehabadê bûye, piştî ku artêşa rûsan vedikişe û artêşa Şahî dîsa tê bajar dagîr dike, di wê demê de Las jî mîna gelek kesan winda dibe. Piştî ku qasê sê sal tu xeberek jê dernayê, hingê bawer dikin ku Las miriye, jina wî Xanzad û birayê wî Ferxe dizewicin, keçikeka wan a bi navê Hêro tê dinyayê.

Lê piştî ku Las êdî temamen hatiye jibîrkirin, rojekê hêr û derdikeve tê! Vegera wî ji bo jina wî Xanzadê, ji bo birayê wî Ferxe, ji bo diya wê Dayê Gulê û ji bo kurê wî Yadgarî ku êdî xortekî temam e, di şûna keyfxweşîyê de dibe sedemê rûreşî û azareka gelek mezin. Las hefteyekê li mala diya xwe Dayê Gulê dimîne, jixwe bavê wî Wisû Axa zû ve miriye. Birayê wî Hîwa nexweşokê nav cîyan e, seqet e.

Dayê Gulê ji Lasî re behsa serborîya malbatê dike. Di wan heft rojên ku hatiye bajarê xwe, vegerîyaye mala xwe, ne kurê wî Yadgar, ne jina wî Xanzad ku niha êdî jina birayê wî ye û ne jî birayê wî Ferxe ku bi jina wî re zewicîye, nayên serdana wî. Tam roja ku kurê wî Yadgar radibe diçe mala Dayê Gulê ku bavê xwe bibîne, lê Las qasê saet û nîv-du saet berîya hatina kurê xwe Yadgarî îcar bi rastî jî "ji bo ku bimre" diçe. Yadgarê kurê wî sê roj paşê pê dihese ku li mizgefta gundekî nêzîk sitirîye. Li pey dikeve diçe wî gundî lê dema digihê êdî gelek dereng e; Las miriye, tabuta wî ji mizgefta gund derxistine dibin goristanê…

Ji aliyê hunera romanê ve, ji alîyê hûnandina çîrokê ve romaneka serketî ye. Belkî ji alîyê vegotinê ve qusurek hebe ku ew jî ev e, heft beşên romanê ji alîyê kesê sêyemîn ve tên qisekirin, yanî nivîskar bi xwe meseleyê qise dike. Lê di beşê heştan de kesê sêyem yan jî nivîskar winda dibe û ji nişkê ve îcar kurê Lasî Yadgar dest bi gotina çîrokê dike. Qisekirina Yadgarî jî ne wekî xortekî naşî ye, qasî nivîskarî serwext e.

Xwezî Eta wisa nekira, terza qisekirina romanê nebiranda, heta bi dawî dewam bikira. Jixwe tiştên ku Yadgar qise dike ji Yadgarî bêhtir li nivîskarî dikevin, bi eynî bêjerî dewam bikirana, baştir bû.

Min li jor got, ji ber wergera xirab xwendin û têgihiştina ji metna kurmancî gelek zehmet bû. Hema di serî de navê kitêbê xelet hatiye wergerandin. Navê wî yê orîjînal "Gulî Şoran" e, yanî "Gula Şoran" ku di manaya "Gula Çelengan" de ye. Çima "gul" bûye pirhejmar, mentiqê wê çi ye? Ev nav ji kilamekê hatiye girtin; "Kilama Las û Xezalê" ku kilam bi xwe di romanê de heye û di kilamê de jî "gul" tim yek e. Di soranî de peyva "şor" manaya "ciwanî", "çelengî" û "xweşikîyê" de ye. Soran dibêjin "şorepîyaw", "şoresuwar" yanî "çelengsuwar". Ev gul teqrîben teqabulê giyayê nemirinê yê di destana Gilgamêşî de dike. Di wir de giya yek e, di vir de jî gul yeke. Eger gul bibe pirhejmar, tilsima mîtolojîk ya "Gula Şoran" pûç dibe.

Di wergerê de gelek peyv û lêker hene ku ji bo kurmancên Bakur fêmkirina wan zehmet e. Mesela "behîdar, behitîn, behiye, bindarek [qurmê darê?], cefilîn, cobra, çavzoq, çilikdar, dihepişand, diherbilî, dilrûniştî, dimdim, elîxanî, gavdan, gedatî, gêlax, gerdenzayî, gizîr, guhpêlî, hana, henase, herzin, hewarçûn [di hewarê de çûyîn?], hilmijandin, ji wilo bêhtir [bêhtir ji wê?], ji wilo zêdetir [zêdetir ji wê?], kaxezên kurdî [belavokên bi kurdî?], kermişîn, kopik, kurijîn, lûbandin, malxê malê [xwedîyê malê?], mexmûrî, mezrêb, navqed, nûber, parseng, pengihîn, qaşûl, qepal, qurpandin, rêja, rûdêm, rûhsivik, saldîde, selimîn, sîber [sî; gölge?], sîtav [sî; gölge?], sofîger, şan, şendelîk, şûşe [cam?], tebare, tibare, teqinîbûn, vebeşirîn [bişirîn?], vedirijîn, vedîtin [dîtin?], xişikandin, xişt, venerîn [nihêrîn?]" û hîn gelekên din…

Lê em dev ji peyvan berdin, esas hevok fêm nabin. Manaya gelek hevokan di hişê meriv de çênabe. Mesela, hevokeka wisa:

"Li jêr minareyê, bajar wek rêzemalekê bû ku çirayên nava hundirên wê ber bi paş hatibûn vêxistin."(r. 10)

Min ev hevok di hişê xwe de wergerande kurdîya zazakî, lê manaya wê çênebû. Min wergerande tirkî, dîsa çênebû.

Min îfade bi îfade bala xwu da ser. Mesela, min têderneixst ku "li jêr minareyê" di tirkî de tê manaya "Minarenin aşağısında" yan "altında?" Çunke qalibê "li jêr" di van her du manayan de bikar anîye. Mesela, dibêje "Hêro li jêr betanîyekê raketibû." (r. 125) Niha li vir ez nizanim "Hêro bir battaniyenin aşağısında" yan "altında mı uyumuştu?" Çunkî di kurmancî de ji bo her yekê qalibekî cihê heye. Ji bo "… altında"ya tirkî kurmanc dibêjin "di bin de/li bin …", ji bo "… aşağısında"ya tirkî jî dibêjin "li jêr …". Di zazakî de jî eynî wisa ji hev cihê ne; "binê … de" û "cêrê … de" hene.

Gelo "nava hundirên wê" çi ye? "İçlerinin içi mi?" Eger wisa be, hingê "içlerinin içi" çi ye, di hişê min de çênebû.  

Dîsa "… çirayên … wê ber bi paş hatibûn vêxistin." Yanî "… lambaları geriye/arkaya doğru yakılmıştı." Eger "çira ber bi paş hatin vêxistin" hebe eksê wê "çira ber bi pêş hatin vêxistin" jî dê hebe. Min nikarî ji nav derkevim ku ev teswîreka çawa ye. Yan jî tiştekî wisa heye yan na. Çawa ku dixwuye, tiştê ku ziman îfade dike, teswîra wê di nav hişê xwendevan de zindî nabe û şekil nagire.

Hevokeka din:

"Di hembêza xwezaya pak û zikmakî de, di navenda bizav û tevgereke aram û sofîger de, tenê xem û hêvî bi zeman û serdemê ve girêdidan." (108) çi dibêje?

Min nikarî kamilen wergerînim zazakî yan tirkî. Bitaybetî cotepeyvên "pak û zikmakî", "bizav û tevgerek", "aram û sofîger", "xem û hêvî", "zeman û serdem" ku di hevokekê de, tew di ser de jî hinek jê hemmana hinek jê bêeleqe! Lê esas mana fêm nabe.

Dîsa, gelek qalib, îbare û îfade hene ku di kurmancîya Bakur de nayên fêmkirin. Çend nimûne: 

"Bi sozdarî peyvên xwe dikişandin." (r. 13)

"Li hewarçûna hev mêrxasî ye." (r. 23) [Gelo dixwaze bibêje "Di hawara hev de çûyîn mêrxasî ye."]

"Pîrejîn û kalemêr ji ber perîşaniya xwe nelûbandin û Xwedê û pêxember raberî wan nekirin." (r. 25)

"Nûberê gêlaxê jî xwarin." (r. 27)

"Çavên wê wek du gûşiyên tirî yên genî ketibûn û devê wî bi qasî hemû rûyê wê berfireh bûbû." (r. 44)

"Cîranên dikanan veciniqî bûn û rabû bûn." (r. 47) ["Komşu dükkanlar" değil de "Dükkanların komşuları!" Gelo dixwaze bibêje "Cîranên dikandar?" Nizanim. Dîsa, çima qertafa lêkeran ji hev cihê kirine?]

"Eger derziyê bavêjin nava bablîsokê wê bibe dêw." (r. 63) [Dibe ku ev biwêj di kurdîya Rojhelatê de hebe lê li Bakur manayekê nade ku xwendevan bizane ka îzeha wê çi ye!]

"Tirsa Xaltîka Marif jî li xwe girtibû." (r. 64)

"Bi liqliq hildibeziya, lê nedixuya bedena kirasê wê bidire." (r. 70)

"Ji rûyê wî bihata digiriya." (r. 81) ["Jê bihata?"]

"Xirecirek li pey bêdengiyeke bangdêr bû; wek heytehola cinan." (r. 81)

"Xan bi hêrs bûbû." (r. 83)

"Las bileztir gav da." (r. 85)

"Demeke dûr pişt re," (r. 90) [Uzak bir zaman/süre sonra?]

"Yadgar be û werîsê xwe çirandibe." (r. 92) ["…werîsê xwe qetandibe?"]

"Xweşiyeke kal di kûrahîyên wî de geriya." (r. 95)

"Di destpêka payîzê de û piştî qayîmkirina dexl û dan, Dayê Gulê xwe negirt û bi hevşarekî xwe re ber bi Mehabadê çû." (r. 107)

"Hesp li pişt agir li çarçika rûniştibû," (r. 110) [hesp yan jî dewar mexel/mêl dibin?]

"Wiha jî nekiribana jê nedihat here dewamê." (r. 117)

"Henaseya wê ya germ li ber milê wî da." (r. 119)

"dilrûniştî be min bi rastî got." (r. 131) [Dil rûdine. Gelo dixwaze bibêje "Bawer bike/emîn be, min rastî got?"]

"Ewqasî li ser vê biryarê hişk bûm ku min wiha bawer dikir beşek e ji çarenivîsa wî," (r. 168)

"Dilrûniştî me tu ne li dibistanê bûyî." (r. 172)

"Ji xeynî xurexura baranê tiştekî din nedihat bihîstin." (r. 110) [xuşexuşa baranê?]

"Diçûm û min hişê xwe dispart xurexura avê." (r. 176)

"Xwediyê behiyê bû, yan cotkerê pêlavên mêvanan bû?" (r. 118)

"Divabû di demên jiyanê yên herî şêrîn de jin cefilîneke tirsnak jê bike." Yanî çi?

"Axîneke tijî vîn û hesret hilkişand." (r. 129)

"Lê jê wêdetir ji xeynî dirûtina kuman û çinîna goreyan ti karê wê yê din nebû." (r. 135)

Ev tenê çend nimûne bûn.

Ji ber ku metna orîjînal ya soranî bi min re tune ye, ez nikarim bidim ber hev ka gelo hevok çiqas rast yan xelet hatine wergerandin. Lê metna orîjînal nebe jî, tenê li gorî sîstema kurmancîyê, yanî li gorî qayde û mentiqê kurmancîyê em bala xwe bidin ser, ji alîyê zimanî ve bi têra xwe zimanekî giran e, kirasê kurmancîyê lê nehatiye kirin. Yanî wergera bo kurmancî baş nehatiye kurmancîzekirin.

Ji alîyê qaydeyên rastnivîsînê ve jî xeletîyên xwe hene. Mesela:

"… Xanzad çêlek didoşiyan û derdixistin derve." (r. 135) xelet e. Divê wekî "… Xanzadê çêlek didotin û derdixistin derve." bûya.

Di kurmancî de, di demên borî yên lêkerên gerguhêz de kirde di halê tewandî de bireser di halê xwerû de ye. Lê di vê kitêbê de çi nêr çi mê hema bibêjin ku kirde nehatine tewandin. Mesela, dibêje "Ferxe nas dikir." (r. 119) Yanî "Ferxe[yî] ew nas dikir."

Dîsa dibêje "Dergehê mala Dayê Gulê min rawestand." (r. 163) Yanî "Derîyê mala Dayê Gulê ez rawestandim."

Di soranî de ergatîvîte tune ye, lê di kurmancî de heye û nabe ku qaydeyên wê bêne îhlalkirin. Dîsa, di kurmancî de peyv di halê xwerû de pirhejmar nabe, tenê di halê tewandî de qertafa pirhejmarîyê "-an" digire. Lê di vê kitêbê de her wekî soranî pirî caran peyv di halê xwerû de jî qertafa pirhejmarîyê "-an" girtiye. Bo nimûne:

"Li vir panzdeh salan berî vêga miribû." (154) Yanî dixwaze bibêje "Ji vir bi panzdeh sal berê miribû" yan "Panzdeh sal berîya niha/vêga (vê gavê) miribû?"

"Çar pênc salan piştî nûçeya mirina Las, …"

"Ne neheq e tu seriyan li mala wê bidî." (r. 158) "Ne neheq e tu serî li mala wê bidî?" yan "Ne neheq e tu herî serdana mala wê?"

Xwezî ev metna hêja bi xweşikî bo kurmancî bihata wergerandin.

Na xebere 3738 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.