zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
20 Hezîrane 2014 Îne 08:11

GREV

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ev navê pirtûka çîrokan ya Seyîdxan Kurijî ye. Bi kirmanckî (dimilî) hatiye nivisandin, yekê/a ku bi kirmanckîya deverekî bizane, dikane bi hêsanî bixwîne, heta yên ku kurmancî baş bizanin jî, dikanin jê fêm bikin. Zimanê wê gelek herikbar e, hevokên wê kurt in. Bi giranî li ser serhildana Şêx Seîd û jiyana gundê Kurê ye. Gundê Kurê  bi nivisên Oskar Mannî nav û deng girtiye. Oskar Mann hîç neçûye wî gundî, peyvên ku civandine jî ji devoka wî gundî gelek cuda ne, lê mixabin ku ev Oskar Mann bûye referansa kesên bi rikî îdîa dikin ku kirmanckî zimanekî serbixwe ye. Rêzdar Seyîdxan Kurij di nivisên xwe de ev mijar baş zelal kiriye. Pirtûk ji heşt çûrokan pêk tê.

Naveroka çîrokan bi kurmancî

* Veyvê çemî muradî: Di vê çîrokê de Hecî Filît di dema serhildana Şêx Seîd de tevlî serhildanê dibe, tê girtin, leşker dixwezin wî bikar bînin. Gundekî de kujeriyê pêk tînin, tenê bûkeke nû zewicî sax dihêlin. Serleşker dixwaze bi zorê bi wê re bizewice, yan jî dest bavêjê. Ew jî direve ku xwe bavêje Çemê Mûradê, Filît wê kêliyê ji ser çem tê, ew û bûkê rastê hev tên. Bûk wî wek xayîn dizane û xwe davêje çemê Muradê.

*Astarê warê ma: Laser û Yadîn li Xarpêtê dixwînin. Di betlanê de tên gund, malên wan bar dikin diçin waran. Ew û pîrika xwe li ser kujeriya gundê Kurê ku di dema serhildana Şêx Seîd de pêk hatibû, didin axaftinê, ew behsa wê kujeriya nemirovî dike. 

*Agêrayîş: Malbata Cimşîd di dema eskerê rûs tê hêla Gêxiyê, diçin Xarpêtê. Di serhildana Şêx Seîd de bavê wî digirin û qetil dikin, ew bi tevê dê û xwişka xwe diçin Edenê. Ji wir diçe Îzmîrê, li pey salan vedigere gund û nav nasên xwe. Di wê temenê mezin de keça kirîvê xwe yê nijad ermenî dinase.

*Trajedîya Zebeşan: Destpêka salên heftêyî ye, ciwanên kurd nû şiyar bûne, hin kovar û rojname jî derketine. Dema Xal Reşît vê dibîne, tiştê ku leşkeran di zarokatiya wî de aniye serê wî û hemtaşên wî wedibêje. Leşker zarokan kom dike, serê kurdên kuştî di bin navê zebeşan de nîşanê zarokan didin.

*Horiyes (aşît): Hişar li Xarpêtê dixwîne, zivistanê tê gundê Kurê, civata zivistanê geş bûye, lê bi carê ve gaziyek tê, tev de radibin, li gor zivistanê xwe girêdidin û di gaziyê de diçin. Hişar jî radibe, lê potînê xwe baş girênade, li gor zivistanê li xwe nake. Lingên wî jî dicemidin, gundî roja din wî bi tawigê dibin doxtor.

*Şitî Kilkorî: Jiyana zarokê gund û şivaniya zarokan wek mijar hatiye hilbijartin. Mîro dema li ser giha radizê, şîrê gihayê kilkorî dikeve çavên wî. Dê û bav berê dibin ba yekê karê bijişkî wergirtiye. Hê roja din dibin doktor.

*Grev: Seyîdxan û hevalên xwe li Xarpêtê di çêkirina kerpîç û tuxlayan de dixebitin, lê pereyeke hindik digirin. Berê çi dikin nakin, karbidest miza wan zêde nake, lewma biryar digirin û grev dikin. Mijara çîrokê li dor vê girevê diçerixe.

*Derdê Kezebê: Li ser kuştinekê dayîkekê çawa êşa kezebê kişandiye, tu car nekariye di wê rêya gaziya cigera wê hatiye de neçûye. Çîrokbêj vê êşa dilê dayîkê bi awayeke gelek romantîk vedibêje. 



Çend hevokên balkêş

“No hukmat wazeno kurdan orte ra wedaro û heta tarîx ra veco.”     (r .8)

“Ma nêşkênî paştê xo tirkan a girê bidî.” (r. 27)

“Ez zî înan ra yew a, la keşka ez zî pa merdimanî xo ya bimerdenî.” (r. 38)

“O kewt mîyanî hîsanî xorînan, zerrê ey bî teng, hêsir kewtî çimanî ey.” (r. 40)

“Tîjê aşme akewtibî, dinya o qeyde sipî bî ke merdimî vatêni qey yew kefeno sipî girewto pira.” (r. 46)

“Înan toraqo teze, rûno kele û serê şitî û nanî toqe vet, kerra ser o rona.” (r. 52)

“Hewn şîrin û gan giran bî, ey niwaşteni mîyanî cilan ra werzo we.” (r. 60)

“La pances serrî cuwa pey, ewro ke ez zî biya waharî qican, ez to zaf hol fehm kena.” (r. 77)

Seyîdxan Kurij bi salan e ku li ser kirmanckîya devera Çewlîgê dixebite, gelek berhem jî dane, hin berhemên wî ev in:

1) Seyîdxan Kurij, Wayê Hot Birayûn: Sanikan û Deyîranê Çewlîgî ra, Weşanên Arya, Îstanbul, Nîsane 2002, 128 r.

2) Seyidxan Kurij, Filît û Gulîzar, Weqfa Kurdî ya Kulturî Stockholmê, Stockholm, 2004, 28 r.

3) Seyîdxan Kurij (Arêkerdox), Arwûnçî û Lûy, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî Şaxê Duhokî, Duhok 2010, 223 rîpelî

4) Seyîdxan Kurij, Grev, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 80 rîpelî

5) Deyirê Çewlîgî, Arêkerdox, Seyîdxan Kurij, Nas Ajans, Îstanbul 2014, 207 rîpelî

_________

Çavkanî: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA 

Na xebere 5374 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.