zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Çele 2010 Şeme 14:34

Ferhenga Çapemeniya Kurdî (Kurmancî)

Zazakî.NET

Ji demeke dirêj û vir de ye ku di warê weşangerî û rojnamevaniya kurdî de valahiyeke mezin ya materyalên serlêdanê hebû. Kesên ku karê weşanê û rojnamegeriyê dikin û ne serdestê zimanê kurdî ne, pêwistiya wan bi çavkaniyên serlêdanê hebû.

 

Berhema bi navê Ferhenga Çapemeniya Kurdî (bi lehçeya kurmancî) bi mebesta ku dê bersiva vê îhtiyacê bide û kêmasiya rojnamevanên kurd temam bike, hat amadekirin.

 

Kitêba ku bi mebesta têgihîştina ji kelîme, têgeh, şêwaz û qalibên rojnamegeriya kurdî hatiye amadekirin, wisa dixuye ku dê ji bo hemî rojnamevan û kesên ku bi çapemeniyê re elaqedar dibin bibe berhema serlêdanê.

 

Kitêb bi "Kelîmeyên Destpêkê" û nîşandana hevokên mînak hewl dide ku nûçeyên di çapemeniya kurdî de weşiyane ji hêla xwendevanan ve hêsantir werine fêhmkirin û ji bo şopandina weşangeriya bi zimanê kurdî kurd werine teşwîqkirin. Herwiha, ji bo ciwanên kurd yên ku meraqa wan li ser rojnamegeriya kurdî heye û divê ku xwe bi pêş de bibin, bibe destpêkek.

 

Bi taybetî jî ji bo kesên ku şêwaza nûçeyên kurdî meraq dikin û dixwazin ku fêm bikin, berhemeke bifayde ye.

 

Hûn dikarin di kitêbê de hevokên mînak yên li ser ekonomî, edebiyat, huner, çand, veguhestin, sosyolojî, psikolojî, siyaset, polîtîka, dîplomasî û rojeva cîhanê hevokekê bibînin û bi saya wê hûn dikarin bersiva pirsên xwe hîn bibin.

 

Ferheng, her çiqas kurdî-tirkî hatibe nivîsandin jî bi rêya lîsteya bêjeyên tirkî-kurdî yên di dawiya pirtukê de meriv dikare li bêjeyeke tirkî binêre û wateya wê ya kurdî (kurmancî) bibîne, ji vê bêjeyê jî derbasî cihê wê yê ku di ferhengê de ye bibe û li bikaranîna wê bêjeya kurdî ya di nav hevokan de binêre. Ev jî taybetiya bikaranîneke dû-alî dide ferhengê.

 

Di ferhengê de 836 bêjeyên bingehîn hene.

 

Taybetmendiya berhemê ya sereke ev e ku pirtûk di warê xwe de yekemîn e û di warê lîteratura rojnamevaniyê de dibe çavkanîya serlêdanê.

 

Osman Aslanoglu, Ferhenga Çapemeniya Kurdî, Weşanên Nûbiharê, Îstanbul 2010, 328 Rûpel

Na xebere 4262 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.