zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
12 Êlule 2016 Dişeme 12:01

"EZ NÎJADPEREST NÎNIM LÊ…"

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Di roja 21 adar 2011 de li Anqarayê, ji layê Komeleya Mafên Merivan ve bi sernavê "Medya’da Irkçı-Ayrımcı Söylemler ve Türkiye’de Irk Ayrımcılığı Mevzuatı" (Di Medyayê de Vegotinên Nîjadperest-Cîyakar û li Tirkîyê Mewzûata Cîyakarîya Nîjadî) konferansek hate organîzekirin.

Konferans li Jûra Muhendisên Avahîsazîyê ya bi ser TMMOBê ve çêbû.

Piştî axaftina vekirinê ya serokê giştî yê Komeleya Mafên Merivan Av. Öztürk Türkdoğanî, Prof. Dr. Eser Köker û Doç. Dr. Ülkü Doğanayî bi sernavê "Di Medyaya Nivîskî de Vegotinên Nîjadperest-Cîyakar" teblîxek pêşkêş kirin.

Berîya vê konferansê, ji layê her du akademîsyenan ve lêkolîneka bi sernavê "Ez Nîjadperest Nînim Lê… Di Medyaya Nivîskî de Vegotinên Nîjadperest-Cîyakar" çêbûye. Ev lêkolîn ji layê İHOPê (Pltaforma Hevpar a Mafên Merivan) ve di berfanbara 2010 de hatiye weşandin. Akademîsyenan di konferansê de ji vê lêkolîna hêja sûd wergirtin û fikrên xwe îfade kirin. Hîn paşê Av. Hüsnü Öndülî teblîxek bi sernavê "Türkiye’de Irk Ayrımcılığı Mevzuatı" (Li Tirkîyê Mewzûata Cîyakarîya Nîjadî) pêşkêş kir. Di konferansê de beşa pirs û bersivan jî hebû.

Di vê nivîsarê de ez ê sûd ji vê konferansê jî bigrim û derbarê li Tirkîyê raman û vegotinên nîjadperest-cîyakar de fikrên xwe beyan bikim.

"Nîjadperesttirîn Dewleta li Dinyayê…"

Di salên 1960î, 1970yî, 1980yî de ji bo Afrîkaya Başûr digotin "Nîjadperesttirîn dewleta li dinyayê." Di wê demê de rêvebirîya sipîyan bo xwecihîyan wisa digot: "Rengê we reş e. Hûn mekevin nav sipîyan. Bila taxên we, xwendegehên we, nexweşxaneyên we, otelên we, parkên we, plajên we, sînemayên we û hwd. cihê bin. Hûn postreş mekevin nav sipîyan…" Ji bo vê yekê, bi navê Bantustan sehayên gelek fireh ku dora wan bi têldirî hatibû pêçan pêkanîbûn. Xwecihî li wir dijîyan. Li van deran xizmetên zarûrî yên mîna elektrîk, av, kanalîzasyon, herwisa xizmetên komunîkasyonê gelek lawaz bûn, wekî mînak, av û elektrîk hertim dihatin birîn. Lêbelê xwecihî li van deran jîyana xwe dijîyan. Otonomîya wan a navxweyî hebû. Li Afrîkaya Başûr ji vê polîtîkayê re digotin "Polîtîkaya Apartheidê".

Îcar li Tirkîyê, ji kurdan re vê dibêjin: "Divê hûn bi tirkan re bijîn lê bişibin tirkan wisa bijîn. Divê hûn nirxên xwe yên eslî terk bikin… Wekî din şansê we nîne." Dema ku em dibêjin nirxên me, zimanê me yê eslî û hwd. înkar heye, îmha heye. Asîmîlasyon, asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê polîtîkaya bingehîn a dewletê ye. Yek ji polîtîka û kirinên bingehîn ku dewlet çawanîya wê ya bingehîn dide ev polîtîka ye. Ji bo ku asîmîlasyon çêbibe her awa tedbîr têne girtin û tetbîq dibin.

Ez wisa difikirim ku ev nîjadperestîyeka gelek girantir e. Nîjadperestîyeka hezmkar, rizînkar, tuneker… Lê Tirkîye bi gotinên mîna "Li Tirkîyê cîyakarî nîne, her kes wekî hev e, her kes dikare bibe dersdar jî, walî jî, parlementer jî, wezîr jî…" vê çawanîya xwe ya bingehîn diveşêre. Lêbelê şertê bingehîn yê tiştekî bûyînê redkirina nasnameya xwe ya eslî ye, tirkbûn e… Ev çawanîya bingehîn a dewletê ye. Tu dev ji wekhevîya di mafan û azadîyan de berde, di rûmetê de wekhevî, li ber qanûnan jî wekhevî nîne. Ji serî heta binî polîtîka û kirinên nîjadperest hene. Çawanîya bingehîn a dewletê ev e. Eger qanûn mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin red bikin, hingê dê çawa li ber qanûnê wekhevî pêkbê? Îcar ev jî gelek dîyar e ku di mafan-azadîyan de, di rûmetê de hîç wekhevî nîne.

Ev tê zanîn ku girtîyên KCK li pey hev hatine rêzkirin, destên wan hatin kelepçekirin û bo dadgehê hatin birin, fotografên wan hatin kişandin û bo medyayê hatin servîskirin, ne wisa? Muameleyeka wisa li Silîvrîyê bû?

Ji ber ku di huwîyeta kurdan de "tirk" hatiye nivîsandin,[1] wekî nimûne, ew dikare beşdarî bo hilbijartinan bike, dikare bibe parlamanter û hwd. Lê dema ku li meclisê derheqê maf û azadîyên kurdan de tiştek bixwaze, dê rastê mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî bê. Ev gelek vekirî ye.

Divê meriv li çawanîya îdeolojîya resmî ya li Afrîkaya Başûr û ya li Tirkîyê jî binihêre. Li Afrîkaya Başûr di hilbijartinên ku di sala 1994 de çêbûn de lîderê ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) Nelson Mandela wekî serokomarê Afrîkaya Başûr hate hilbijartin. Fredric de Klerk jî bû yek ji cîgirên serokkomarî. Rêvebirîya sipîyan ku Nelson Mandelayî 27 sal di zîndanê de hiştibû, serokkomarê vê rêvebirîyê Fredric de Klerk bû cîgirê Nelson Mandelayî, hingê ev bi me nîşan dide ku li Afrîkaya Başûr îdeolojîya resmî ewçend jî hişk nebûye, nerm bûye.

Îcar li Tirkîyê, îdeolojîyeka resmî ya hişk ku hîç naguhere dilebite civakek ku bi lez diguhere îdare bike. Digel ewçend têkoşîna komelî ya wefadar hîn jî hebûna mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin nayên qebûlkirin. Ev, ji kêmasîya têkoşînê nîne, ji hişkîya polîtîkaya nîjadperest û cîyakar, ji ber ku ev polîtîka hîç naguhere wisa dibe.

Sazîyên mafên merivan yên li Tirkîyê hîn nû dest pê kirine vê çawanîya bingehîn a dewletê ferq dikin. Lê bi awayekî giştî ez di wê qenaetê de nînim ku fikrê tirkan, medyaya tirkan, unîversîteyên tirkan, dezgeyên hukmî, dezgeyên hukmî yên bilind, komeleyên civaka sivîl, wekî nimûne sendîka derheqê babetê de bûne xwedîyê zanyarîyê. Fehma wekhevîyê ku ji layê dewletê ve tê vegotin hîn jî van prosesên bingehîn vedişêre.

Di salên 1950yî, 1960î, 1970yî de… li DYA polîtîkaya cîyakarîya nîjadî, kirinên cîyakarane hebûn. Wekî nimûne, zarokekî amerîkanîyê regez bi Afrîkayê, nedikarî here xwendegehên ku zarokên sipîyan diçûn. Zencî ndikarin suwarê otobusên sipîyan bin, nedikarin herin kafeyên sipîyan… Li DYA gelek tişt guherîn. Heta ku amerîkanîyekî regez bi Afrîkayê bû serokê DYA jî. Li Afrîkaya Başûr polîtîkaya Apartheidê bû rabirdûya dîrokê ma. Ew polîtîkaya guhertina navên tirkî bi navên bulgarî ku di naverasta salên 1980yî de li Bulgarîstanê dest pê kir, hîn di wan salan de bêhukm ma. Lê polîtîka û kirinên nîjadperest û cîyakar yên li Tirkîyê hîç naguherin. Sazîyên wekî Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê jî vê yekê gelek normal dibînin. Ev bi piştgirîya ku ew ji bo terora dewletê didin ve eleqedar e. Digel ku polîtîkayeka wisa ya nîjadperest û cîyakar tê tetbîqkirin, ev gelek balkêş e ku Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê maddeya 14. hîç bikar nayne.

Di salên 1970yî, 1980yî de, hinde senatorên regez bi kurd yên wekî Kamuran Înanî, wekî nimûne, eger li Qibrîsê ji serê tilîya tirkekî xwîn bihata, digot neheqî li miletê me dibe û reaksîyon nîşan dida. Li xwendegehên tirkan yên li Trakyaya Rojavayê derbarê perwerdeya zarokên tirkan de problemek çêbibûya berîya her kesî vana reaksîyon nîşan dida. Lêbelê, wekî nimûne, li jenosîda Helebçeyê hîç dengê wan derneket. Di salên 1980yî, 1990î de li Bidlîsê terora dewletê gelek zêde bibû. Li her devera Bidlîsê gorên komelî hene. Li hemberî vê terora dewletê ku ewçend zêde bibû de rexneyeka piçûçik jî nekirin. Van bûyerên hanê ji nedîtî ve, ji nezanînê ve, ji ne bihîstî ve hatin…

Divê sîyaseta tirkan pesnê xwe nede nebêje me kurd ji koka wan qetandin, me ew kirin ji tirkan bêhtir tirk. Berevajîya wê, divê fedîkar bimînin.


[1] Maddeya 66. ya Qanûnê Esasî: "Çi kesê ku wekî hemwelatî bi ser dewleta tirk ve be, ew tirk e."

Na xebere 4294 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.