zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Tebaxe 2011 Çarşeme 21:49

“Ey Reqîb”a Kirmanckî Xelet Nine, Rast e!

Malmîsanij & Roşan Lezgîn

Di hejmara roja 26.07.2011, rûpela 10. ya rojnameya Azadiya Welatî de bi sernavê “Ey Reqîba kirmanckî şaş e” nivîseke Îkram Balekanî hat weşandin. Nivîsê wisa dest pê kiriye:

Nivîskarên kurd Malmîsanij û Roşan Lezgîn ji zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) srûda Ey Reqîb wergerandine zaravayê kirmanckî. Pir baş kirine, seheta wan xweş. Xwezî tiştên bi vî rengî zêdetir bûna. Lê belê ku rast bûya û sansor tê de nebûya wê gelek baştir û çêtir bûya. Wê hestên kurdewarî derxistana pêş û yekitiya kurdan xweştir bikira.

Lê Balekanî di vê nivîsê de, dû re, çend tiştên xelet nivîsîne. Dibêje:

Îja nizanim bi zanebûn yan bi nezanî, hem melodiya srûdê hatiye xirakirin û hem jî naverok hatiye guhertin. Heta otosansur çêbûye.

‘…Ma leyîrê Medya û Keyxusrew î

Dînê ma yo, ayînê ma yo welat!!!’

(Ya orîjînal dibêje, Dînman û ayînman her Kurdistan – Dînîman û ayînman Kurd û Kurdistan…)

(...) kurd radibin, gotina kurd û Kurdistan di srûda neteweyî de jî sansor dikin. Ev yek cihê rexneyê ye û divê neyê qebûlkirin.

Bêguman heke tiştekî wisa hebe, cihê rexneyê ye û divê neyê qebûlkirin lê her kesê ku “Ey Reqîb”ê dizane şahid e ku di Ey Reqîba kirmanckî de tiştekî wisa tune. Ji ber ku di orîjînala wê ya soranî de gotina Kurdistanê tune, ne mimkun e ku em wê sansur bikin. Eksê wê, di veguhastina Îkram Balekanî de xeletî heye. Orîjînal nabêje “Dînman û ayînman her Kurdistan – Dînîman û ayînman Kurd û Kurdistan”, dibêje “Dînman e, ayînman e her nîştiman”.

Gelo em rast dinivîsin yan Îkram Balekanî? Heqê xwendevanan heye ku bersiva vê pirsê bizanibin. Ev jî ne zehmet e.

1)Me orîjînala “Ey Reqîb”ê ji kitêba soranî wergirtiye û çavkanî nîşan daye. Heke hûn jî li kitêbeke soranî binêrin hûn dê bibînin kî rast dibêje. (Em behsa Internetê nakin. Tê zanîn ku di Internetê de gelek tiştên xelet û sexte hene.)

2)Balekanî tu çavkanî nîşan nedaye û xelet veguhastiye. Ji ber ku di soraniya wê de, di her rêza wê de 11 hece hene, me jî di kirmanckiya wê de bala xwe daye û her rêz bi 11 heceyan wergerandiye lê a ku Balekanî nivîsiye 11 hece nine. Ji vê jî tê fêmkirin ku a wî xelet e:

Dînman û ayînman her Kurdistan = 10 hece.

Dînîman û ayînman Kurd û Kurdistan = 12 hece.

Wekî ku xûya ye, Balekanî ev rêz guhartine, li gorî xwe “Ey Reqîb”ek nivîsiye. Ev êdî ne “Ey Reqîb”a Dildar e. Ev yek cihê rexneyê ye û divê neyê qebûlkirin.

Di kirmanckiya wê de wekî orîjînala soranî 11 hece hene lê di ya Balekanî de 10 û 12 hece. Digel vê rastiyê, ew dibêje ku me “melodiya srûdê” xera kiriye. Bila xwendevan qerar bide.

Nivîskarî di cihekî de jî wisa nivîsiye:

“... şaşîyê hin aliyên wê hene ku mimkin e, li gelek herêmên Kurdistanê şaş bê fêmkirin û heta wekî xeber û dijûn bê şirovekirin. Mesele ev beşa ku dibêje:

Lajê kurdî hazir û amade yo

Ganfîda yo, ganfîda yo, ganfîda”

(Malmîrat, ji bo ku nebêjin canfîda, kurd kirine ganfîda)...

Tiştên ku li vir hatine nivîsîn jî xelet in.

Me “canfîda” nekiriye “ganfîda”, kirmanc bi xwe wisa dibêjin. Herweha bi soranî “gyanfîda” ye. Gelo bi mîlyonan kurdên kirmanc û kurdên Kurdistana Başûr, ji bo ku nebêjin “canfîda”, bi niyeteke xirab dibêjin “ganfîda”/“gyanfîda”? Na. Hin kurd vê gotinê bi “G”yê, hin jî bi “C”yê dibêjin. Her du jî rast in. Li gorî zimanzanan dengê “G”yê kevntir e. Ji ber ku me bi kirmanckî û ji bo kirmancan nivîsiye, kirmanc xelet fêm nakin. Gotinek dikare di lehçe yan jî herêmeke din de bi awayekî din bê fêmkirin. Di zimanan de, herweha di lehçeyan de tiştên wisa hene. Nimûne: Balekanî û gelek nivîskarên kurmanc di nivîsên xwe de gelek caran gotinên “kir” û “kirin”ê bi kar tînin. Bi kirmanckî maneya wan gelek cihê ye.

Rexne tiştekî baş e lê bi şertê ku xeletiyan rast bike, ne ku rastiyan biguherîne bike xelet. (*)

___________

(*) Me ev nivîs roja 27 temmuz 2011 bo Azadiya Welatî şand. Lê nehat weşandin.

Na xebere 3992 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Nasih
Nasih Husen
ye rasti li diwana shiiri (Dildar)hatiye nivisandin ewe:dinmane ayinmane nishtimn. nishtiman(sorani)=welat,wilat(kurmanci) rupel:174
01 Sibate 2012 Çarşeme 21:58