zazaki.net
09 Gulane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
15 Kanûne 2009 Sêşeme 20:40

Du Gundên ku li Qersê Dimilkî Dipeyîvin: Gundik û Gulîstan

[Lêkolîn]
Rohat Alakom

Heta niha min qet nizanibibû ku li Serhedê, li derdorê Qersê kurdên ku bi zaravayê dimilkî (zazakî) dipeyîvin, hene. Dema ku vê havînê min di derbarê dîroka kurdên Qersê de agahî û zaniyarî berev dikirin, ez fêr bûm ku li derdorê Goleyê (qezayeke Ardahanê) ye du gundên kurdan hene ku li wir dimilkî dipeyîvin û alewî ne. Qezaya Goleyê berî 1992an qezayeke Qersê bû, paşê bû qezaya Ardahanê. Navê gundê pêşîn Gundik e, navê yê mayî jî Gulîstan e. Paşê anîne navê Gundik bi tirkî kirine Koyunlu. Lê belê ahalîyê gund û kesên ji gundên mayî ji vî gundî re dîsa jî dibêjin Gundik.

Di roja 19.06.2008 de min û du nasên xwe me berê xwe da Gundikê. Piştî gelek pirs û pirsariyan em gîhiştin Gundikê. Di newalekê û li her du berpalên newalê gund ava bûye. Li jêra gund goristaneke gelek mezin û bi pergal heye. Ji dûr ve derdorên Gundikê kesk dikir, di nav çêre û kulîlkan de dihate xuyan. Me rêya xwe li mala kesekî bi navê Hüseyin Akgündüz xist, em bûn mêvanên wî. Li malê ew bi kur û keçeke xwe ve dima, endamên malbatê yên mayî derketibûn zozanan. Zozana wan li perpala Çîyayê Kabakê dimîne.

Piştî ku me xwe da nasîn, Hüseyin Akgündüz ji me re hinekî qala dîrok û serpêhatiya vî gundî kir.

Angorî Hüseyin Akgündüz kal û bavên wan berî sedsalan ji aliyên Dersimê û Vartoyê koçberî Qersê kirine û heta niha jî li vir dimînin. Angorî wî, wek mîsal kalkê wî li Gundikê hatiye dinê. Ev yeka jî nîşan dide ku ev gunda gundekî kevn e. Her wisa jî Gundik gundekî mezin e, ji 180 malbatan pêk tê. Gelek malbatan jî malên xwe birine bajarên mezin, wek bajarên Îstenbol û Ankarayê. Li Ankarayê, li taxa Altindaxê bi navê Komeleya Alîkarî û Çand a Koyunliyê (Koyunlu Köyü Yardımlaşma ve Kültür Derneği) komeleyeke wan heye.

Ne tenê zaravayê wan, her wisa jî bawerî û dîtinên wan ên olî cihê ne, ew bi xwe kurdên alewî ne.  Ji Gundikê qasî 450 deng derdikevin û berê zêdetir dengê xwe dane partiyên çep, wek partiya CHP. Angorî gundiyan tenê vê partiyê mafên alewiyan parastiye, li wan xweyî derketiye. Hüseyin Akgündüz dîyar dike ku rûmeta vê partiyê jî êdî di nav wan de nemaye, vê gavê dengên xwe didin partiyên kurdan. Gelek malbatên kurd keçên xwe dişînin dibistanan, keça Hüseyin Akgündüz a bi navê Begum wek mîsal li Ardahanê di lîseyê de dixwîne. Ji gund gelek kesan xwendina bilind qedandine.

Piştî Gundikê em çûne gundê Gulistanê. Ev gunda ji Goleyê 18 km dûr e û angorî Gundikê gundekî piçûk e. Bi gundê Gundik re têkilî û û pevgirêdanên vî gundî hene, wek têkiliyên pizmamtî, anîn û dayîna keçan. Di gund de qasî 40 malbat hene. Berî sedsalan jî navê gund wisa bûye û niha jî wisa ye, nehatiye guhartin. Em vê carê bûn mêvanê keyayê gund, Îlyas Tan. Angorî keya kal-bavên wan ji Dersim û Erzînganê hatine Qersê. Li Qersê berê li gundên wek Küçük Altınbulak, Mizaret û Klutê mane, paşê hatine Gulistanê. Angorî Gundikê li vî gundî zaravayê kurmancî û zimanê tirkî zêdetir tê peyîvîn. Ji ber ku ew alewî ne, ew gelek caran wek mîsal di meha Remezanê de ji aliyê gundîyên ji gundên derdor de tên acizkirin, bi bêolî (bêdînî) tên gunehkar kirin. Îlyas Tan dîyar dike ku têkiliyên wan bi gundê Laloxlu re jî heye. Ev gund bi qezeya Selîmê re girêdayî ye. Angorî wî li vî gundî jî kurdên ku dimilkî dipeyîvin û alewî ne, hene. Lê belê me gundê Laloxlu nedît û ev dîtinên Îlyas Tan kontrol û piştrast nekir.

Bêguman divê lêkolînên zimanzaniyê, olî û dîrokî yên fireh li van gundan bên kirin. Dema mirov agahî û zaniyariyên di derbarê van gundan de dide ber hev, wan rûberî hev dike, wê demê gelek babetên balkêş derkevin holê. Xebat û lêkolînan zanistî û berfireh her wisa jî dikarin gelekî alîkariya ronîkirina dîroka kurdên li bajarê Qersê bikin. Ev gundan her wisa jî nîşana hebûna rengînî û pirçandiya li Qersê dikarin bên hesibîn.

_________

Çavkanî:  http://www.netkurd.info/gotar_bixwine.asp?id=1749&yazid=173
Na xebere 3842 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.