zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
31 Tebaxe 2016 Çarşeme 08:08

DOZA KCK Û KURDÎ - II

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Alîyê girîng yê doza KCKê ev e ku girtî li danişînan bi kurdî qise dikin. Te divê girtî bin yan avûkatên girtîyan bin, ji dadgehê daxwaz dikin ku bişên bi kurdî parastina xwe bikin. Lê dadgeh vê daxwazê qebûl nake, axaftina bi kurdî û parastina girtîyan wekî "zimanek ku nayê fêmkirin", "zimanek ku nayê zanîn" di zebtnameyan de tomar dike. Ev jî rewşeka balkêş e, dadgeh gelek xwe jê hemet dike ku peyva "kurdî" bikar neyne. Gelek vekirî ye ku ev helwêsta hanê kurdan û kurdî tehqîr dike, piçûk dixîne. Û gelek eşkera ye ku ev yek bi zanebûn tê kirin. Çimkî girtî jî avûkat jî, bi israr dîyar dikin, dibêjin zimanê ku tê qisekirin "kurdî" ye.

Dadgeh û dadyar eger bi înglîzkî nizanibin gelek asayî ye ku axaftin û parastinên bi înglîzkî tênegihên. Hingê dê li gorî usûlan wergêran bo danişînan bidin anîn. Dê wergêr gotin û axaftinên dadyar û dadgeran bo girtîyan, gotin û axaftinên girtîyan jî bo dadyar û dadgeran wergerîne. Îcar di doza KCKê de wergêr tenê bo dadyar û dadgeran pêwîst e.

 

"Li Ser Navê Miletê Tirk Bikaranîna Selahîyeta Hukimdayînê"

Dadgeh selahîyeta hukimdayînê li ser navê miletê tirk bikar tîne. Xala 9. ya Qanûnê Esasî yê sala 1982 dîyar dike ku dadgeh selahîyeta hukimdayînê li ser navê miletê tirk bikar tînin. Ev hukim di xala 7. ya Qanûnê Esasî yê sala 1961 de heye. Dadgeh bi îbareyên "Dadgeha me ya ku li ser navê miletê tirk selahîyetê bikar tîne…" dest bi nivîsîna birayarên şêwirînê dikin. Dema ku em helwêsta dadgehan li gorî vê hukmê Qanûnê Esasî bihelsengînin rewşeka wisa derdikeve meydanê, dadgeha ku li ser navê miletê tirk selahîyetê bikar tîne, ji bo kurdî dibêje "zimanek ku nayê fêmkirin", "zimanek ku nayê zanîn". Ev hemî tên vê manayê, organên hukmî hîn jî berevanîya fikrê resmî yê înkarker û îmhaker dikin. Tu meşrûîyeteka komeleyatî ya vê yekê tune ye. Gelek eşkera ye ku ji van helwêstan edalet dernakeve.

Di van 25-26 salên dawîn de, di nav komelgeyê kurdan û komelgeyê tirkan de gorankarîyên gelek girîng çêbûn. Di salên 1960î de, di salên 1970yî de û hîn paşê, kurdên ku li bajarên mîna Diyarbekir, Bidlîs, Mûş, Çewlîg, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Bazîd, Melazgir, Nisêbîn û Qoserê rûdiniştin, bi awayekî giştî qebûl nedikirin ku ew kurd in. Li gorî wan kurd gundî bûn. Yên ku li bajaran rûdinin, ji wan re digotin "kurmanc" û kurmanc ji layê yên ku li bajaran rûdiniştin ve piçûk dihatin dîtin. Yên ku li bajarên kurdan rûdiniştin û xwe kurd nedidîtin, bêguman sedemên din yên vê yekê jî hebûn, wekî nimûne, sedemên derbarê meseleya armenîyan de, derbarê tehcîrê de, derbarê jenosîdê de hebûn. Di roja me de kurdên ku li bajaran rûdinin jî êdî xwe kurd dibînin.

Êdî ew jî mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin, wekî nimûne, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin. Eşkera ye ku li gorî salên 1950î, salên 1960î, salên 1970yî veguherîneka gelek girîng çêbûye. Nesla nû ya kurdên ku li bajaran dijîn êdî daxwazên neteweyî yên kurdan hîn bi awayekî pêt teleb dikin. Ev eşkera ye ku vê yekê tevayî malbatê beşdarê têkoşînê kiriye.

Hewrwisa, ev jî rastî û geşedaneka berbiçav e ku di proseya têkoşîna 25-26 salên dawîn de jin hîn bêhtir di nav jîyanê de têne dîtin, di têkoşîna sîyasî de roleka girîng girtine.

Di sala 1898 de, li ser vexwendina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê heft parlamenterên beşdarî bo konferanseka kurdan ku li Parîsê çêbibû kirin ji partîyên xwe hatin îxrackirin. Ev parlamenter Ahmet Türk, Mahmut Alınak, Adnan Ekmen, İbrahim Aksoy, Mehmet Ali Eren, Salih Sümer û İsmail Hakkı Önal bûn. Îro li Yekîtîya Ewropayê bi mijarên wekî "Yekîtîya Ewropayê, Tirkîye û Kurd" konferansên navneteweyî tertîb dibin. Îsal konferansa heftan tertîb bû. Parlamenter, nivîskar, rojnameger axir her kes beşdarî bo van konferansan dike. Ev jî, gelek eşkera ye ku di têkoşîna kurdan û jîyana sîyasî ya tirkan de geşedaneka gelek girîng e.

Di salên 1950yî de, di salên 1960î de, di salên 1970yî de înkareka gelek tund hebû. Fikr û zihnîyeta înkarê îmhakirinê jî digirt nava xwe. Yên ku behsa kurdan, kurdî û Kurdistanê dikirin rastê mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî dihatin. Hebûna gelekî wekî kurd, hebûna zimanekî wekî kurdî qebûl nedibû. Tekîd dikirin ku eslê kurdan tirk, eslê kurdî jî tirkî ye. Di roja me de ev gotinên wisa êdî li paş man. Di proseya têkoşînê de êdî kurd jî kurdî jî bi awayekî fiîlî têne qebûlkirin. Ev rewşa hanê di netîceya derketina pêş ya peyweydîyên sabît de çêbû. Herwisa kanaleka televîzyonê ya kurdî heye yanî TRT-Şeş her rojê 24 saet weşanê dike. Digel van hemî geşedanan li dadgehan ji bo kurdî dibêjin "zimanek ku nayê fêmkirin", "zimanek ku nayê zanîn", navê kurdî nagrin devê xwe, di zihnîyeta înkarker de înad dikin, hingê ev dibe rewşeka balkêş. Dadyar dema ku li Diyarbekirrê, li çarşî û bazarê digerin, hingê dibînin ku gel, dikandar bi kurdî qise dikin. Digel vê, meriv heyirî dimîne ku dîsa jî ji helwêsta xwe ya înkarker nayên xwarê.

 

Meşrûîyeta Komelayetî

Di bûyerên komelaytî û sîyasî de helbet meşrûîyeta komelayetî girîng e. Dibe ku qanûn axaftin û nivîsandina zimanekî qedexe bikin. Pênc general jî pênc sed parlementer jî dikarin qanûneka qedexekirinê daynin. Lê ji layê komelayetîyê ve tu meşrûîyeteka vê nîne. Çimkî vî qedexeyî, ancax bi çewsandinê, bi darê zorê bidin qebûlkirin.

Di doza KCKê de ku birine Qersê û têde 94 kes têne darizandin jî ev rewş wisa ye. Li wir jî girtîyan kurdî qise kiriye lê di belgeyan de wekî tirkî hatiye tomarkirin. Li ser îtîraza girtîyan û avûkatên wan jî, îcar wekî "zimanê ku em jê fêm nakin" tomar kirine. Di vir de tiştê balkêş, tiştê ku divê li ser bête fikirîn ev e: Dadyar zimanê ku jê fêm nekirine çima wekî tirkî di zebtan de nivîsandine?[1]

Ev gelek girîng e ku meriv meşrûîyeta komeleyatîyê esas bigre. Lê ev tê dîtin ku dadgeh meşrûîyeta komeleyatîyê hîç hesab nakin. Girtî dibêjin em kurd in, em bi kurdî xwe diparêzin. Dadgehên ku li ser navê miletê tirk hukim didin jî ji girtîyan re dibêjin, hûn neşên bi kurdî xwe biparêzin, hûn tirkî dizanin, divê hûn bi tirkî xwe biparêzin. Ev tê çimanayê?

Hindistan heta dawîya Şerê Cîhanê yê Duyem kolonîya înglîzan bû. Hindistanê roja 15 tebax 1947 de serxwebûna xwe bi dest ve anî. Li Hindistanê karûbarên edaletê çawa dihatin birêvebirin? Desthelata kolonyalîst a înglîzan xweparastina bi zimanê hindî qedexe dikir? Fransizan li kolonîyên xwe; li Cezayîrê, li Senegalê, li Portekîzê, li Gine Bissauyê, li Angola û Mozambîkê qedexeyeka wisa dikir? Îsraîl dema ku gerîlayên filîstînî dadgeh dike, li ser navê miletê îsraîl didarizîne? Li dadgehan axaftina zimanê ereban, xweparastina bi erebî qedexe dike?

Unsûrên cur bi cur ku nasnameya kesan yan nasnameya miletan dîyar dikin hene. Lê yek ji vana giranîya xwe zêdetir e. Alîyê nasnameyê ku di bin çewsandinê de tê hiştin, rastê çewsandinan dibe, alîyê bingehîn yê nasnameyê ye. Di bûyera kurdan de, bêguman ev ziman e. Ev, hem ji bo kesên kurd hem ji bo gelê kurd wisa ye.

Li vir axaftina bi kurdî mafekî wisa ye ku ji kurdbûna wan hasil dibe. Ev rewşeka halê însanîyetê ye, pêwîstîyeka halê însanbûnê ye. Ev bi tevahîya hebûna însanî ya ruhî û bedenî ve têkildar e. Rewşeka sirûştî, mafekî sirûştî ye. Zorlêkirineka wekî "Bi tirkî dizanin, bila bi tirkî qise bikin" tê manaya qebûlnekirina mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin. Mafekî wisa, selahîyeteka wisa ya dadgehê heye ku li ser navê miletê tirk selahîyetê bikar bîne?

03.12.2010


[1] www.rizgarionline, 25 Ekim 2010, Mahmut Alınak: Sözün hükmü kalmamıştır.

Na xebere 3563 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.