zazaki.net
06 Kanûne 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
29 Tebaxe 2016 Dişeme 21:22

DOZA KCK Û KURDÎ - I

Îsmaîl Beşîkçî

 Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ji roja 18 cotmeh 2010 vir de li Diyarbekirê li 6. Dadgeha Taybetî ya Cezaya Giran dozek dewam dike. Doza KCK/TM (Meclisa Tirkîyê ya Koma Civakên Kurdistanê). Di vê dozê de, kesên girtî hewl didin ku di danişînan de bi kurdî biaxifin, bi kurdî parastina xwe bikin, lê dadgeh jî parastinên bi kurdî qebûl nake. Ji ber ku kesên girtî di parastina bi kurdî de israrê dikin û dadgeh jî vê qebûl nake, lewre doz xetimîye. Girtîyan bo dadgeha ji vê bilindtir de jî îtîraz kirine. Vê dadgehê jî fikrê dadgeha ji xwe jêrtir rast dîtiye ku kesên girtî bi kurdî axaftinê pêşî li dadgehkirinê girtine. Danişîn bo roja 13 çile 2011 hatiye taloqkirin.

Dadgeh kurdî wekî "zimanek ku nayê fêmkirin" bi nav dike, bi vî awayî di belgeyên resmî de tomar dike, hingê ev yek girtîyan û her ku diçe kurdan bêhtir hêrs dike. Girtî û kurd vê helwêstê wekî tehqîreka bi zanebûn li ser kurdî dihelsengînin û ev jî bawerîya bi dadgehê kêmtir dike û tekîd dikin ku dê ji vê helwêstê edalet dernekeve.

Li danişînan axaftina bi kurdî, bi kurdî parastina xwe kirin, di parastina bi kurdî de israr kirin, vê yekê di çarçeweya bêîtaetîya sivîl de dîtin, bêguman geşedanên baş in. Lê li gorî mi, ev rast nîne ku girtî ji dadgehê destûr dixwazin dibêjin "Em dixwazin bi kurdî parastina xwe bikin." Divê bêyî ku bi tirkî agahîyeka wisa bê dayîn, bi kudî parastina xwe bikin û bi kurdî qise bikin. Di vê mijarê de helwêsta Wedat Aydinî gelek cidîtir bû. Wedat Aydinî di dawîya sala 1990î de, di kongreya Komeleya Mafên Merivan ku li Anqarayê kom çêdibû de wisa gotibû: "Ez ji unîversîteyê mezun bûme. Ez gelek baş bi tirkî dizanim. Tew ez malimê tirkî me. Lê ez ê di vê kongreya mafên merivan de bi zimanê dayîka xwe kurdî qise bikim." Wedat Aydinî ev jî bi kurdî gotibûn, axaftina xwe bi kurdî dewam kiribû. Avûkat Ahmed Zekî Okçuoğlu û Avûkat Mustafa Özerî axaftina wî bo tirkî tercume kiribûn.[1]

Yê duyem, girtî li danişînan tekîd dikin ku mafê axaftin û xweparastina bi kurdî ji Peymana Lozanê ya Aştîyê hasil dibin, ev maf xwe dispêre vê peymanê. Ev wisa difikirim ku ev helwêst xeletîyeka gelek mezintir e.

 Peymana Lozanê ya Aştîyê di roja 24 temuz 1923 de îmza bûye. Ev peymaneka wisa ye ku Tirkîyê wekî dewleteka serbixwe nas dike. Di roja 23 nîsan 1923 de de damezirîna Komarê hatiye ragihandin. Alîyekî gelek girîng yê Peymana Lozanê jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ye. Peymana Lozanê ya Aştîyê jihevdexistin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê girtiye bin garantîyê. Ev garantî garantîyeka navneteweyî ye. Ev jî felaketeka gelek mezin e ku bi serê kurdan de hatiye. Vê yekê, herwekî ku îskeleta merivekî bête parçekirin, herwekî ku mejîyê însanekî bête pelçiqandin, karîgerîyeka wisa kiriye. Ev rewşa ku li salên 1920î, di dewra Cemîyeta Miletan de derketiye meydanê, divê bi tundî rexne lê bête girtin. Lê kurd di şûna ku rexne li vê peymana ewçend cihêkar bigrin, xwe bispêrin vê peymanê û doza mafên xwe bikin. Ev xeletî ye. Ev tê vê manayê ku ew meşrûîyet didin vê peymanê. Ji layê din ve, ev rast nîne ku li dadgehê axaftina bi kurdî wekî maf bête fêmkirin.

Helbet divê kurd di axaftina bi kurdî de israrê bikin lê ne ku vê bispêrin Peymana Lozanê ya Aştîyê, divê behsa meşrûîyeta komelayetîyê bikin û axaftina kurdî dewam bikin. Eger bibêjin dewletê jixwe Peymana Lozanê ya Aştîyê jî pelaxtîye, çi dema ku di vê çarçeweyê de îfade bikin, hingê dê manayeka xwe hebe. Li derveyî vê, rewşeka din ya ku bi qasê vê girîng heye. Di madeya 39/5 ya vê peymanê de, dibêjin mafê axaftina bi kurdî heye lê mafê bi kurdî û bi awayekî nivîskî parastin û daxwazname bo dadgehê dayîn tune ye.

Prof. Dr. Baskın Oran li ser daxwaza girtîyan û avûkatên girtîyan di mutaleaya zanistî ku amade kiriye de behsa vê yekê dike. Mamosta Baskın dibêje, li gorî xalê, "mafê bikaranîna zimanê xwe" tenê ji bo axaftinê heye, ji bo nivîskî mumkin nîne. Tekîd dike ku li gorî xala 145/4 ya Peymana Sevrê ya Aştîyê ku di roja 10 tebax 1920 de îmza bû lê paşê kaduk bû, "te divê bi axaftinê yan nivîskî" li dadgehan bi awayekî nivîskî bikaranîna "zimanê dayîka xwe" mumkin e. Ev mutaleaya zanistî bi pêşgotina îzehetê ya Kurtuluş Tayizî di roja 3 sermawez 2010 de li rûpela 9. ya rojnameya Tarafê bi sernavê "Ji bo Kurdî Delîlên Lozanê" cih girtibû.

"Ji tu hemwelatîyekî tirk, di peywendîyên xwe yên taybet de, di dîn de, di çapemenîyê yan jî her awa neşrîyatê de yan jî di kombûnên ji gel re vekirî de çi zimanî bixwazin dikarin pê qise bikin, tu mehdûdîyetek pêşî li vê bigre nayê tetbîqkirin…" Ev hukim jî di xala 39. ya Peymana Lozanê ya Aştîyê de cih digre. Dema ku li salên 1930î ji ber ku kurdan li çarşî û bazarê kurdî qise dikir û serê her peyveka kurdî çar-pênc quriş cezaya pareyan li wan dihate birîn û ev pare dihate tehsîlkirin jî ev hukmê Peymana Lozanê ya Aştîyê her li dar bû. Hîn rastê wê, digel vê hukmê Peymana Lozanê ya Aştîyê dîsa jî kurd, kurdên gundî rastê vê cezayê dihatin. Tenê ev pêkhate ji bo me bes e ku bê hela ev aştî ji bo kê aştî û ji bo kê esaret e, bi me nîşan dide.

Zanîneka wisa heye ku îdeolojîya resmî wê hilberandiye: "Me li hemberî heft duwêlan şer kir. Dewletên mezin yên dinyayê ji me re dişmin bûn. Me bi wan re şer kir. Me zora wan bir." Lê ev zanîn rast nîne. Ji Brîtanyaya Mezin bigrin heta Yekîtîya Sovyetan, ji Fransayê bigrin heta Îtalyayê, hemî dewletên mezin li alîyê Tirkîyê bûn. Lê ev rastîyeka gelek vekirî ye ku "heft duwêl" li dijî kurdan bûn. Ev jî zanîneka wisa ye ku hatiye tarîkirin, zanîneka wisa ye ku rê nadin derkeve ber ronahîyê. Di zanistê de pîvana rastîyê pêkhate ne. Di dema têkoşîna neteweyî ya tirkan de, gelo hîç hatiye dîtin ku Quwayê Millîye bi înglîzan re, bi fransizan re, bi îtalyanan re şer kiriye. Şerê ku dibêjin, li alîyê rojhelatê bi armenîyan re û li alîyê rojavayê jî bi yûnanîyan re çêbûye. Yê ku gotiye "Ez qralê kurda me, min wekî qralê kurdan binasin" û bi înglîzan re şer kiriye Şêx Mehmûd Berzencî ye, kurd in. Yên ku tu alîkarî nedaye van kurdên ku bi emperyalîstan re şer dikin, guhê xwe ji daxwaza hawara wan re girtine, cewab bîle nedane mektubên wan, rêvebirên Yekîtîya Sovyetan e. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê nîşaneya herî girîng ya dijayetîya "heft duwêlan" ya bo kurdan e. Dewletên ku muştereken Kurdistanê di bin çewsandinê de dihêlin gelek bi îtîna tevdigerin ku ev peywendî di tarîtîyê de bimînin. Derxistina ber ronahîyê ya van peywendîyan divê erkeka girîng be.

Li alîyekî Peymana Lozanê ya Aştîyê Tirkîye hebû, li alîyê din jî Înglîstan, Fransa, Îtalya, Yûnanîstan, Japonya, Romanya û Yugoslavya hebûn. Yekîtîya Sovyetan, Ukrayna û Gurcistan jî dema ku meseleya Neqeban (Boğazlar Meselesi) dihate qisekirin hatibûn vexwendin. Konferansa ku Bulgarîstanê çavdêr şandibû, DYA jî di dereceya çavdêrîyê de beşdarî kiribû.

Li jor me behsa hukmekî Peymana Lozanê ya Aştîyê kir ku dibêje li çarşî û bazarê, di bazirganîyê de zimanê kurdî dikare bête axaftin û bikaranîn. Dema ku kurd û kurdî dihatin înkarkirin, dihatin îmhakirin, jê kesên ku kurdî qise kirine serê peyvê cezaya pareyan li wan dihate birîn, hingê ji dewletên ku layengîrê peymanê ne, ji wana kîjan dewletê rexne li Tirkîyê girt, mafên sirûştî yên kurdan anîn bîra Tirkîyê? Tew ev dewletên hanê alîyên peymanê bûn, dewletên garantor yên peymanê bûn. Bêyî ku endîşeya mudaxeleya karên navxweyî hebe divê ev dewletên hanê derbarê mafên sirûştî yên kurdan de bikaribûna ev bianîyana bîra Tirkîyê.

Doza KCK/TM dozeka girîng e. Li gorî qenaeta min, di dozeka wisa girîng de rast nîne ku girtî û avûkatên girtîyan li ser hev daxwaza texlîyekirinê bikin. Girtî û avûkatên girtîyan, di şûna ku texlîyeya xwe teleb bikin de eger li hemberî vê helwêsta neheq ya dewlet û hukumet û dadgehê li ber xwe bidin gelek baştir e.

 

Bêîtaetîya Sivîl

Di proseya şerê 25 salan de gund hatin şewitandin û xirakirin, çavkanîyên sereke yên debarê hatin texrîbkirin. Malbat ji cih û warê wan bi darê zorê hatin rakirin. Bi mîlyonan kurd ji cih û warê xwe bûn. Daristan hatin şewitandin. Heywan, kerîyên pez hatin telefkirin. Însan hatin revandin, hatin kuştin. Bi hezaran cînayetên ku wekî "faîlên wan meçhûl" hatin kirin. Ji alîyê karbidestên dewletê bi xwe hate îfadekirin ku faîlên van cînayetên sîstematîk dewlet e. Di 25 salên dawîn de ev hemî bûyer bi awayekî sîtematîk hatin kirin. Di rewşeka wisa de nûçeyan belav dikin ku têde navê hinde bajarên kurdan didin û dibêjin "roja rizgarbûna filan bajarî hate pîrozkirin yan tê pîrozkirin…", hingê ev tê çi manayê? Em bibêjin ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de herêmên kurdan di bin dagîrkerîya hêzên dereke de bûne. Gelo van hêzan dê li hemberî kurdan ewçend cînayetên "faîlên wan meçhûl" bikirana? Dê ewçend kurd qir bikirana? Ev hêza dereke, dê bi hezaran gundên kurdan bişewitandana û wêran bikirana? Dê serçaweyên sereke yên debara wan texrîb bikirana? Dê bi mîlyonan kurdî bi darê zorê ji cih û warên wan, ji mal û xanîyên wan bidana rakirin? Ji van hemîyan wêdetir, gelo dê ziman û kultura kurdan, mafê kurdan ku ji komelayetîya wan hasil dibin înkar bikirana, qedexe bikirana?

Hingê ev "rojên rizgarkirinê" çi îfade dikin? Beşdarbûna kurdan bo van "rojên rizgarkirinê" çi îfade dike? Li vê derê rewşek ku bête pîrozkirin heye? Gelo pêwîstî pê nake ku di çalakîyên wisa de jî bêîtaetîya sivîl bête nîşandan? Wekî din, ma ev jî mijareka girîng nîne, gelo cejnên neteweyî yên tirkan yên mîna 23 Nîsan, 19 Gulan, 29 Cotmeh, 30 Tebax ji bo kurdan jî cejnên neteweyî ne? Dewlet çima pîrozkirina cejna Newrozê asteng dike? Zêdekirina çalakîyên bêîtaetîya sivîl divê bibe şêweyeka girîng ya têkoşîna demokratîk.

 

Di Kurdan de Hîsiyata Neteweyî…

Me got ku di doza KCK/TM de girtî li dadgehê helwêsta xwe ya parastina bi kurdî bi israr dewam dikin. Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) biryarên ku vê helwêstê pêş ve dibin girtin. BDP dibêje em ê bikaranîna kurdî di her derê jîyanê de belav bikin. Wekî nimûne, li asayîşê, li qereqolan, li dadyarîyan em ê bi kurdî qise bikin. Wekî şexs, ez vê jî wekî helwêstek ku dê têkoşîna demokratîk xurt bike dibînim. Eşkera ye ku dê ev helwêst di nav kurdan de hisîyata neteweyî xurt bike. Lê divê em ji bala xwe dûr negirin ku bê hela heta niha di nav kurdan de çima hîsiyata neteweyî lawaz maye, vê yekê netîceyên çawa bi xwe re anîne. Yek ji sedemên di nav kurdan de lawazîya hîsiyata neteweyî ev e ku kurd bi eqlê tirkan meseleya kurdan difikirin.

Dema ku em dibêjin hîsiyata neteweyî, ez çi fêm dikim? Em dişên wisa îzeh bikin. Kitêbek ku behsa jîyana Madame Curie (1867-1934) dike heye. Keça wê Eva Curie ev kitêb amade kiriye. Welatê Madame Curie Lehîstan (Polonya) di demên cihê yên dîrokê de rastê jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê hatiye. Împaratorîya Rûsan, Împaratorîya Avusturya-Macarîstanê, Prûsya (Împaratorîya Almanan) bi peymanên ku di navbera xwe de çêkirine hebûna dewleta Lehîstanê ji navê hilanîne û vî welatî li ser sê parçeyan dabeş kirine… Bajarê ku Madame Curie têde hatiye dinyayê û mezin bûye di nav herêma ku rûsan dagîr kiriye de maye. Madame Curie wisa behsa salên zaroktîya xwe, behsa naverast û dawîya salên 1870yan dike:

"Rûsan zimanê me lehkî qedexe kiribû. Dersên me bi rûskî bûn. Efserên rûsan ji bo ku qedexeya lehkî teftîş bikin ji xwendegehê kêm nedibûn. Dema ku axaftina me ya bi lehkî tesbît bibûna em rastê cezayên cur bi cur dihatin. Lê li dereka çanteyên me kitêbên me yên bi lehkî, defterên me yên ku em têde bi lehkî dixebitîn hebûn. Hertim me hewl dida ku em vana biveşêrin. Di navbera dersan de dema ku tenefus dihate dayîn, dema ku dersdar ji dersxaneyê derdiket derve, tavilî me kitêb û defterên xwe yên lehkî vedikirin, em li ser wan dixebitîn. Di vê navberê de, me hemî hevalan bi şev li mala xwe, li taxên xwe, li kuçeyên xwe, li ber cîranên xwe tiştên ku qewimîne ji hevalan re behs dikirin. Ev behskirin bi awayekî sirûştî bi zimanê me bû. Li ber derîyê dersxaneyê hevalekî me nobetê digirt. Dema xeber dida me ku dersdar ber bi dersxaneyê ve tê, hingê me kitêbên xwe yên lehkî, defterên xwe derhal berhev dikirin û li çanteyên xwe, cihên ku me dixwest têde veşêrin, me dikirin wê derê. Serê sibehan dema ku em dihatin xwendegehê, dema ku em ji xendegehê vedigerîyan malê, di rê de hertim me bi lehkî qise dikir. Tu caran em ji zimanê xwe bi dûr neketin. Tu caran me bi xwestin, bi zewq rûskî neaxifî."[2]

Eva Curie bi dorfirehî behsa salên zaroktîya diya xwe, salên 1870yan, peywendîya malbatan, taxan û kuçeyan bi dagîrkerên rûs re dike.

Tiştê ku ez ji hîsiyata neteweyî têdigihêm ev e: girêdayîbûna bi ziman û kultura xwe re. Li hemberî çewsandina li ser ziman û kultura xwe liberxwedan. Bi awayekî biryardar bi ziman û kultura xwe jîyîn û paşvebirina çewsandinê… Helwsêta yên ku dibêjin "her awa neteweperwerî xirab e" û neteweperestîya tirkan û netewepererîya kurdan wekî hev dibînin, merivî heyirî dihêle. Herhal dibe ku ev jî riyeka din ya xizmetkirina bo tirkan, tevlihevkirina hişê kurdan be. Ji layê din ve, çi dema ku kurd mewzûyê behsê bin, neteweperestîya tirkan ku behsa wê dibe, rast nîne ku meriv jê re bibêje neteweperestî jî. Ev rasterast nîjadperestî ye, cudakarî ye.

Herçiqas di salên dawîn de pêşveçûnekê tomar bike jî divê meriv tekîd bike ku hîsiyata neteweyî di kurdan de lawaz e. Ji layekî ve enternasyonalîzm, ji layekî ve enternasyonalîzma ummetparêzîyê kurd ji vê çeka hêja mehrûm hiştine. Ev mezintrîn windayîya kurdan e. Windayîyeka wisa ye ku cihê wê nayê tijîkirin… Meriv dikare ji gotinên roşinbîrên kurdan, ji gotinên xwendayên kurdan vê zeafê teqîb bike.

Xwendeyên kurdan, roşinbîrên kurdan dibêjin, berê, dema ku me dest bi xwendegehê kir me peyvek bi tirkî nedizanî. Hîn paşê, li xwendegehê, çi dema ku me bi kurdî qise dikir, çi dema ku peyveka kurdî ji devê me derdiket, maliman cezayên cur bi cur didan me. Herwisa, behsa wê jî dikin, çi dema malbatek bi kurdî qise dikir çawa tehda lê dibû, kurd û kurdî çawa dihatin piçûkxistin çawa dihatin tehqîrkirin. Hîn paşê jî, di beşeka din ya qisekirin, nivîsar yan xîtabeta xwe de, em bibêjin li ser pirseka mîna "Tu çima berhemên xwe bi kurdî nanivîsî" ya rojnamegerk de, dibêjin "Ez heyranê zimanê gelê birayên me tirka me, ez heyranê tirkî me". Ev îfade, ev qisekirinên wisa merivî heyirî dihêlin. Piştî ewqas çewsandin û tehqîrkirin û cezayan gelo ev "heyranî" çawa çêdibe?

Em demê şerî bînin bîra xwe. Hêzên çekdar yên dewletê diavêjin ser gund. Jin-mêr, zav-zêç her kesî li meydana gund kom dikin, dibêjin "Hûn ê heta sê saetan yan heta sê rojan terka gund bikin. Nexwe em ê mala we, axurên we, embarên we bi tevlî tiştên têde ne bişewitînin…" Gotinên ku têde dijûn hene, tehqîr û piçûkxistin hene jî têne bikaranîn. Jinên kurdan, zarokên kurdan gotinên tirkî yên tijî tehdîd û tehqîr û çewsandin ku cara pêşî bihîstine dibe ku ev gotinên hanê bin. Ji rewşeka wisa, ji peywendîyên bi vî hawayî çawa "heyranî" tê hilberandin? Di vir de zeafek heye. Zeafa wekî tirkan bûyînê, zeafa xwe bi tirkan xweşkirinê… Divê rexne li van helwêstên wisa bête girtin. Ev rexne dê kurdan bihêztir bikin.

Piştî vê merhaleyê, ez di wê qenaetê de me ku dê di kurdan de hîsên neteweyî bêhtir geş bibin. Êdî di kurdan de bi geşkirina hîsiyata dînî, bi heyetên îrşadê kurdan ewiqandin, hişê kurdan çeliqandin dê ewçend hêsan nebe. Êdî  mumkin nîne ku bi enternasyonalîzmê, bi enternasyonalîzma umetparêzîyê jî aqlê kurdan bête şêlokirin, dê ev hêsan û rehet nebe. Di tora van peywendîyan de dibe ku doza KCK/TM bibe merhaleyeka girîng.

17.11.2010


[1]Serokatîya Dîwanê helwêsta Wedat Aydinî protesto kir. Kesên ku di serokatîya dîwanê de bûn, kursîyê terk kirin. Hediye Felekoğlu û Akın Birdal man. Bi serokatîya dîvanê re gelek delege û beşeka mezin ya beşdaran jî salonê terk kir. Wedat Aydinî, ji yên mayî re axaftina xwe bi kurdî dewam kir. Ji bo yên mayîn tercume jî hate kirin. Êdî du kesan serokatîya dîwanê temsîl dikir.

Piştî van çalakîyan Wedat Aydin, Avûkat Ahmet Zekî Okçuoğlu û Avûkat Mustafa Özer hatin girtin û tewqîf bûn. Derheqê wan de doz hate vekirin. Wedat Aydinî li dadgehê jî helwêsta xwe dewam kir. Wedat Aydin wê demê rêvebirê şaxa Diyarbekirê ya Komela Mafên Merivan bû.

Di jîyana sîyasî ya tirkan de, du helwêstên ku gelek dişibin hev, du doz hene. Yê yekem, di roja 5 temuz 1991 de serokê şaxa Diyarbekirê ya Partîya Keda Gel (HEP) Wedat Aydin bi şev ji layê polîsan ve ji mala xwe hate revandin, cesedê wî yê ku lê îşkence kiribûn û gule berdabûn du roj paşê li alîyê Madenê, di bin pirekê de hate dîtin. Yê duduyan, roja 9 çile 2007 de, li Îstanbulê, li kolana Halaskar Gazî, li pêşîya rojnameya Agosê, kuştina rêvebirê rojnameyê Hrant Dinkî ye. Her du jî li dijî du tabûyên girîng derketine û bûne qurbanîyên vê helwêsta xwe. Di ya yekem de roşinbîrekî kurd ku tirkî baş dizane, lê bi awayekî biryardar kurdî qise dike û tekîd dike ku ev mafekî siruştî ye heye. Ev helwêsta bi biryar, di eqlê dewletê de, di mejîyê dewletê de hejîneka gelek mezin çêdike. Di ya duduyan de jî, nasnameya eslî ya Sabîha Gökçenê, nasnameya wê ya armenîbûnê hatiye deşîfrekirin. Eqlê dewletê, îdeolojîya resmî vê yekê wekî derbeyeka gelek mezin ya li dijî wê fêm kiriye. Meriv dişê jîyana sîyasî ya tirkan ya çaryeka sedeyê dawîn li ser van her du bûyeran saz bike.

[2] Eva Curie, Madame Curie, Çev. Mebrure Sami Koray, Remzi Kitabevi, İstanbul, 1946, s. 429

Na xebere 2272 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.