zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Temmuze 2016 Yewşeme 14:00

Di Elewîyan de Telihevîya Hişî - I

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Dema ku em ji elewîyekî pirsên mîna "Tu çima nimêj nakî, tu çima rojî nagrî, tu çima naçî hecê" dipirsin, dibêje "Em elewî ne, di bawerîya me de, di edetên me de nimêj, hec, rojî û hwd. tune ne." Dema em dibirisin dibêjin "Madem ku tu elewî yî, hingê ev peyrewîya ji bo xelîfe Elî bo çi ye?" Hingê elewî gelek heyirî dimîne. Tê gotin ku peyrewîya bo xelîfeyê çaran Elîyî muslumantî ye, kişandina "çîleyên Huseyînî" û peyrewîya bo duwazdeh îmaman muslumantî ye, şîayetî ye. Nimêj kirin, rojî girtin, çûyîna hecê û hwd. ji şertên muslumantîyê ne. Tu ji eynî elewîyî pirseka wekî "Tu hem dibêjî ez girêdayî xelîfeyê çaran Elîyî me, girêdayî duwanzdeh îmama me, tu çîleyên Huseyînî dikşînî, hem jî tu dibêjî ez musluman nînim, ez elewî me, di elewîtîyê de nimêj, rojî, hec tune ne, ev nakokî nîne?" dipirsî. Kesê ku dibêje ez elewî me û vê yekê tekîd dike, hingê hişê wî zêdetir tevlîhev dibe, şaş dibe ku bibêje çi. Lê cardin dev ji elewîtîyê, ji xelîfeyê çaran Elîyî, ji duwanzdeh îmaman bernade.

Di roja îro de tevlihevîya hişî, nebûna zelalîyê ya di raman û hîsan de rewşeka wisa ye ku di elewîyan de pir tê dîtin. Li van salên dawîn hinek rojnameyan bi elewîyan re, bi gencên elewîyan re hinde hevpevînan û encamên anketan diweşînin. Di van hevpeyvîn û anketan de tê dîtin ku di elewîyan de, bitaybetî di gencên elewîyan de raman û hestên gelekî tevlihev derdikevin meydanê. Dema ku ji elewîyan dipirsin dibêjin hûn xwe çawa tarîf dikin, dema ku derheqê nasnameya wan de yan jî derheqê dîn û bawerîyan wan de pirsek ji wan tê pirsîn, bersivên wekî "Ez elewîyekî musluman im" yan jî "Ez muslumanekî elewî me" didin. Ev têgeh û îbareyên ku di nav xwe de xwedîyê nakokîyê ne, elewî gelek bi asanî bikar tînin. Lêbelê rastîya wê, eger elewî ye, hingê musluman nîne. Eger musluman be, îcar elewî nîne. Elewîtî jî eynî wekî yahûdîtîyê, wekî xirîstîyanîyê, wekî muslumantîyê, wekî bûdîzmê dînekî serbixwe ye, bawerîyeka cihê ye. Çawa ku yahûdîtî muslumantî nîne, eynen wisa, elewîtî jî muslumantî nîne. Çawa ku îbareyên mîna "Ez yahûdîyekî musluman im", "Ez muslumanekî yahûdî me", "Ez xirîstîyanekî musluman im", "Ez muslumanekî xirîstîyan im" bi nakokî ne, eynî wisa, têgehên mîna "Ez elewîyekî musluman im" yan jî "Ez muslumanekî elewî me" jî têgehên di hundirê xwe de bi nakokî ne. Ango ez dixwazim bibêjim elewîtî mezhebek nîne, dînekî serbixwe ye.

Beşeka mezin a elewîyan dibêje "Heskirina ji Elî, peyrewîya duwazndeh îmaman elewîtî ye. Tu hêzek nikare heskirina ji Elîyî, heskirina ji duwanzdeh îmaman ji dilê me derxîne…" Musluman jî, wekî nimûne, Partîya Selametê (SP) yan jî Partîya Fezîletê (FP) jî dibêjin "Eger heskirina ji Elîyî elewîtî be em bêhtir ji her kesî elewî ne. Ji bo duwazdeh îmaman jî her wisa…" Wan got "Eger wisa be em jî elewî ne." Li ser van gotinan careka din hişê elewîyan tevlihev bû. Elewî li hemberî van fikran ketin nav erê-nayê.

Ahmet Şık û Hatice Yaşar di navbera rojên 7-13 nîsanê 2002 de li rojnameya Radikalê hinek hevpeyivîn belav kirin. Hevpeyivîn bi sernavê "Gencên Elewî Diaxifin" hate weşandin. Hinde pirsên wekî "Hûn xwe çawa pênase dikin? Li gorî we nasnameya etnîkî li pêş e yan nasnameya dînî?", "We hîç pêwîstî pê dît ku elewîtîya xwe veşêrin? Ji ber ku hûn elewî ne we tehda yan jî muameleyeka cihê dîtiye?", "Ji ber ku hûn elewî ne, hûn xwe cihê dibînin?" Û hinek ji bersivên ku gencan dane van pirsan jî wisa ne:

"Ez elewî me, ez demokrat im. Helbet ez di nav bawerîya îslamê de me. Ez kurd im lê dema ku ez xwe didim pênasekirin vê dernaxim pêş. Nasnameya min a mezhebê di pêşî de tê."

"Ez elewî me, ez musluman im."

"Em elewî ne, em musluman in. Eger yek bipirse, ez tirk im û elewî me. Mi pêwîstî pê nedîtîye ku ez elewîtîya xwe veşêrim."

"Ez elewî me. Ez ji elewîtîyê hez dikim. Ez ji elewîtîyê xweşdîtin, heskirin û gelek tiştên din fêr bûm. Ez musluman im lê muteasib nînim."

"Ez xwe wekî elewî dizanim. Ez însanekî bêdîn nafikirim. Elewîtî ji muslumantîyê û ji Anadoluyê derketiye… Li hinde deran min elewîtîya xwe veşart."

"Ez musluman im lê li gel her kesî aşt im. Ez cîyakar nînim. Min pêwîstî pê nedîtûye ku elewîtîya xwe veşêrim. Min tehda jî nedîtiye."

"Ez elewî me, elewîtî di nav muslumantîyê de mezhebek e."

"Ez elewî me, ji Erzinganê me, ez tavilî vê dibêjim. Şertên îslamê ku di Qur'ana kerîm de dîyar bûne hene. Ez di nav hevkarî û piştgirîyê de dijîm. Ez dibêjim ev dikevin şûna nimêjê. Li lîseya keçikan, ez bi mamostaya xwe re ketin nav munaqeşeyê. Wê got 'Elewî ji Elî bawer dikin, Muhamedî nasnakin.' Min got 'Em di cemê de dibêjin Ellah, Muhamed, Elî û dest pêdikin…' Derxistina cihêtîyeka wekî sunnîtî-elwîtî  rast nîne… Dema ku tiştekî xelet bihê gotin ez neşêm bêdeng bimînim. Lê dema ku ez bibêjim ez elewî me hingê divê ez elewîtîyê baş bizanim."

"Ez hemwelatîyê Komara Tirkîyê me. Ez xwe di nav îslamê de pênase dikim lê ji Talîbanî re jî dibêjin musluman, ji Recep Tayyip Erdoğanî re jî… Em xwe di nav sêletîya Ellah, Muhamed û Elî de, di nav Ehlê Beyt de dibînin. Bi kurtî, ez tirk im û elewî me. Heta pênc sal berê min elewîtîya xwe diveşart."

"Em elewî ne, ez musluman im."

"Bi qasî ku mi ji malbata xwe dîtiye em elewî ne, musluman in, min esla elewîtîya xwe veneşartiye."

"Bi dîn re zêde eleqeya min tune ye lê ez jê ne dûr im jî, feqet ez elewî me."

"Ez bi eslê xwe elewî me. Ez bi kultura elewîyan mezin bûme. Di nav vê de Qur'an jî heye. Wisa difikirin ku sunnîtî û elewîtî bi demê re ji hev cihê bûne. Lê her du jî dikevin nav muslumantîyê."

"Ez xwe wekî elewî didim pênasekirin. Muslumantî? Eger em bi kûr ve herin gelek tevlihevî çêdibe…"

"Ez elewî me, di manaya mezhebê yan dînî de nabêjim. Li gorî min wekî kulturekê, wekî felsefeyekê ye. Pêxamberê me hezretî Muhamed e. Em jî ji sêletîya Ellah, Muhamed û Elî bawer dikin, ez jî hetmen musluman im. Li gorî min divê nasnameya etnîkî li paş bimîne. Ez elwîtîya xwe venaşêrim."

"Ez elewî me, helbet ez musluman im."

"Yê ku Ehlê Beytê dizane musluman e. Elewîtî jî parçeyekî wê ye. Ji bo min ne pênaseya etnîkî ne ya dînî girîng e. Yê ku elewî ye êdî van xasîyetên xwe venaşêre."

 

Ahmet Şık û Hatice Yaşar dibêjin me bi sed gencî re qise kir. Ji vana axatina bi bîst û çar kesan re weşandine. Temenê van gencan di navbera 18-29 de diguhere. Di nav gencan de xwendekarên lîseyê jî hene, yên unîversîyetê jî hene. Karker, muzîsyen, elemanê şirketên arzî, muhasib, terzî, qeynaxkarê elektrîkê, muhendisê makînayan, xelfeyê dermanxaneyê û herwisa gencên ku di karê turîzmê de jî dixebitin hene. Di nav van gencan de mamostayên semahê jî hene. Beşeka gencan mêr beşeka wan jin in. Ev pirsîyarkirina piçûk jî nîşan dide ku bê hela di hisîyat û ramana gencên elewî de çiqas tevlihevîyeka mezin heye. Di vî halî de meriv dişê bibêje pênaseya bingehîn ku gencên alewî dîyar dike "tevlihevîya hişî" (kafa karışıklığı) ye. Ji hivde kesên ku axaftina wan li jor hatiye veguhestin tenê di du kesan de şubhe heye. Dibe ku ev şubhe ji pirsîyarkirina elewîtî û muslumantîyê pêk hatibe.

Şîayetî bêguman muslumantî ye. Ev geleke vekirî ye, lê elewîtî şîayetî nîne. Ev jî gelek vekirî ye. Kesên ku avanîya komelayetî ya Tirkîyê teqîb dikin û bala xwe didin ser, xuya ye ku hinde îbareyên gelek kilîşeyî datînin meydanê. Behsa hinde nakokîyên wekî "nakokîya tirkan û kurdan", "nakokîya elewîyan û sunnîyan" dikin. Li vir ev "nakokîya elewîyan û sunîyan" têgeheka wisa ye ku gelek bi xeletî pêk anîne. Têgeha rast divê wekî "nakokîya elewîyan û muslumanan" be. Têgeha "nakokîya şîayan û sunnîyan" têgeheka wisa ye ku rast hatiye danîn. Me got şîayetî dîyardeyeka di nav muslumantîyê de ye. Em dibînin ku di sedeyê heftem de, di îslamîyetê de têkoşîna ji bo îqtîdarê şîayetî derxist meydanê. Berîya her tiştî şîayetî bûyereka erebtîyê ye. Di têkoşîna ji bo îqtîdarê ya li nav ereban de, hîn rastê wê, piştî mirina pêxamberî di têkoşîna tayînkirina xelîfeyê ku dê li şûna wî bihê danîn de yên ku muxalefetê temsîl dikin, şîayetî ew e. Lê wekî dezgeyeka îqtîdarê bicihbûna şîayetîyê, yanî wekî dînê dewletê sazbûna wê, li Îranê di nav farsan de çêbûye. Di îbadetên dînî yên şîayetîyê de, di bawerîya wan de Quran, mizgeft, nimêj, hec û hwd. helbet hene. Lê di elewîtîyê de mizgeft, nimêj, hec û hwd. tune ne. Qur'an jî tune ye. Wekî nimûne, di bawerîya elewîtîyê de, li gundên ku elewî têde dijîn em rastê mizgeftê nayên. Yek ji taybetîya herî girîng jî ev e ku di elewîtîyê de lêdana saz û goranîbêjî heye. Cemek ku têde lêdana sazê nebe, goranî neyên gotin tune ye. Lê di muslumantîyê de muzîk tune ye. Wekî nimûne, di îslamîyetê de saz/tembur hîç tune ye. Di muslumantîyê de tu fîgurek ku semaha elewîyan bîne bîra meriv tune ye. Lê carînan hinde îlahî ligel lêdana enstrumanên mîna def û erbaneyê têne gotin. Di cema elewîyan de enstrumanên wisa tune ne. Ünsal Öztürk dibêje di cemên elewîyan de enstrumanên ku bi lêdanê deng derdixin tune ne. Te divê xelîfeyê çaran Elî be, yan te divê duwanzdeh îmam bin, gelek lebitîne da ku îslamîyetê belav bikin. Wekî nimûne, ev tê zanîn ku xelîfe Elî gelek fişar daniye bi ser gelên xwecihî da ku îslamîyetê bi wan bide qebûlkirin. Lê di nav kesên ku ji bawerîya elewîtîyê ne de, di qizilbaşan de edeteka wisa tune ye. Di nav elewîyan de propagandaya elewîtîyê tune ye, tu lebatek ku her kesî bikin musluman jî tune ye, bawerîyeka wisa li dijî edetên elewîtîyê ye. Yanî derdekî wan ê ku îslamîyetê belav bikin û hemî miletan bikin musluman tune ye. Di elewîyan de propagandaya elewîtîyê nabe, bawerîyeka wisa li dijî edetên elewîtîyê ye.

Elewîtî bawerîyeka wisa ye ku ji berîya Îslamîyetê li Mezopotamyayê hebûye. Bawerîyek ku serçaweya xwe zerdeştî ye. Wekî nimûne, di navbera êzdîyatî û elewîtîyê de peywendîyeka gelek xurt heye. Meriv dişê bibêje her du bawerî jî serçaweya xwe ji zerduştîyê digrin. Di dewra xelîfeyê duyem Umerî, xelîfeyê sêyem Usmanî û xelîfeyê çarem Elîyî de ji bo ku îslamîyetê bi miletên xwecihî bidin qebûlkirin lebateka zêde hatiye kirin. Ev fişardin li Mezopotamyayê jî çêbû. Wekî nimûne, ji bo ku îslamîyetê bi kurdan bidin qebûlkirin şîdeteka gelek zêde hate bikaranîn. A li hemberî vê şîdeta hanê hinek ji gelên xwecihî mecbur man wekî ku îslamîyetê qebûl kirine xwe wisa nîşan bidin. Ew vekişîyan bilindahîyên çiyayan, li cihên ji çavan dûr, ji dil bawerîya xwe dan dewamkirin. Li pişt çiyayan, li bilindahîyên çiyayan tu car pêwîstî pê nedîtin ku ferzên îslamîyetê bi cih bînin. Di bawerî û edetên xwe de dewam kirin.

Elewîtî bawerîyeka Mazepotamyayê ye, serçaweya xwe zerduştî ye. Gelek dişibe bawerîya êzidîtîyê. Lê her wekî ku dibêjin, elewîtî ne ew bawerî ye ku ji Asyaya Navîn, koka xwe ji şamanîzmîyê hatibe. Eger semaha elewîyan, fîgurên semaha wan bêne vekolîn, bi folklora Asyaya Navîn re, wekî mînak, bi folklora Turkmenîstanê re bête berawirdkirin dê ev bi awayekî eşekar bihê dîtin. Di destpêka sala 2002 de li televîzyona Kanal-7 bernameyeka bi navê "Ekonomi Vizyon" dihate weşandin. Di vê bernameyê de rûdan û geşepêdanên ekonomîkî yên li Turkmenîstanê dihatin nîşandan. Li bernameya ku li roja 6 çile 2002 danê êvarê hate weşandin behsa kitêba bi navê "Ruhname" ku ji layê serokdewletê Turkmenîstanê Büyük Safar Murat Türkmenbaşı ve hatiye amadikirin û weşandin dihate kirin. Di naveroka kitêba bi navê Ruhname de grûb û kesayetên mîna Selçûkî, Oguz, Aparslan, Tuğrul Bey, Dede Korkut û Koroğlu hebûn. Vê bernameyê xeberguzarek bi navê Seyfullah Türksoy amade kiribû û pêşkêş dikir. Nivîsîn û çapkirin û belvkirina kitêba bi navê Ruhname dihate pîrozkirin. Misêwa behsa yekbûna tirkan û tirkan dihate kirin. Hertim behsa têgehên mîna damezrandina dewletê, birêkxistina miletî dihat kirin. Ji Tirkîyê brokratên malnişîn yên mîna Kutlu Aktaş, Yalım Eralp, Saffet Arıkan Bedük û mudirê giştî yê TRT (Türkiye Radyo Televizyon Kurumu) Yücel Yener beşdar bûbûn. Xwedîyê fabrîkayên tekstîlê Ahmet Çalık jî li wir bû.

Di bernameya ku qasê saetekê dewam kir de li pey hev tîmên govendê jî hatin ser ekranê. Mêran cihê jinan cihê dilîst. Di lîstikan de hîn zêdetir tesîra hindîyan û tesîrê çinîyan dixuya. Hereketên wekî vegerînên nerm, xwarbûnên gelek nerm, bi hereketên nerm rast û çep vegerîn, bi çindikan û bi xwarbûnan çêkirina elîpsê diket ber çavê merivî. Tîmên govendê li ser hev hatin ser ekranê. Her carê xuya bû ku jinan û mêran ji hev cihê dilîst. Çawa ku di van lîstikan de tu fîgurek ku semaha elewîyan bîne bîra meriv tune bû, herwisa te divê li cil û bergên jinan te divê cil û bergên mêran, tu şekil, tu fîgurek ku cil û bergên elewîyan bînin bîra meriv li ser wan tune bûn. Di elewîyan de jin û mêr bi awayekî tevlihev semahê digrin. Lîstina  ligel hev ya jin û mêran taybetîyeka girîng a semaha elewîyan e. Zarok jî semahê digrin. Lê di govend û lîstikên şahîya pîrozkirina Ruhnameya Büyük Safer Murat Türkmenbaşı de dixuya ku tenê genc govendê dilîzin.

Semahên elewîyan bi cemên elewîyan re gelek têkildar in. Berîya her tiştî cem tê manaya hatina cem hev. Rewşeka awayek ji awayên bîatkirina dînî û bawerîyê ye. Lê cem tenê ev nîne. Cem dezgeyeka wisa ye ku hafizaya komelayetîyê nifş bi nifşê vediguhêze. Warekî wisa ye ku têde parvekirin tê axaftin û êçdibe, têde berxwedan tê plankirin. Cema elewîyan mekanîzmayeka wisa ye ku xwe ji xirabîyan paqijkirin û xwe bi xwe îdarekirinê dike amanc. Wekî nimûne, mîna semahên mewlewîyan ji jîyanê qutbûyî nîne. Semaha di mewlewîtîyê de tenê ji ser xwe çûyin û gihaştina ber Xwedê, di nav hebûna Xwedê de helîyan e. Meriv dişê bibêje cezbeyên neqşîbendîyan jî wisa ne. Lê di cemên elewîyan de xweza heye; çem, teyr û tur, kulîlk, dar û ax hene. Cemên elewîyan sazîyên wisa ne ku têkilîyeka wan a organîk bi hilberîna çandinî û heywanatan re heye. Bi awayekî giştî cemên elewîyan li mehên zivistanê çêdibin. Ji ber ku havînê wexta kar û xebatê ye lewre bi giştî havînan cem çênabin. Ji layê din ve, ji bo cemê mekanekî taybet, yan maleka taybet nîne, her mala ku ji bo girtina camê musaît be hema li wir cem tê girtin. Rêveçûna semahê reqsek e ku li dawîya merasima cemê çêdibe. Wekî semaha giran, semaha navîn û semaha sivik beşên semahê hene. Di cemgirtinê de, li gorî rîtma nefesê rêveçûna di semahê de jî wisa ji giranî ber bi sivikîyê ve diguhere. Lê govendên ku di pîrozkirina Ruhnameya Türkmenbaşı de hatin pêşkêşkirin di lezeka weset de tim wekî hev çêdibûn. Di semahê de, di navbera yên ku semah digrin û yên ku beşdarî bo semahê kirine de têkilîyeka xurt heye. Ji layê hisîyat, fikir û ruhî ve di navbera yên ku semah girtine û yên ku beşdarî bo cemê kirine de hevgirtineka xurt heye. Her kesê ku beşdarî bo cemê kiriye parçeyek ji yên ku semahê girtine ne. Li Turkmenîstanê, di wan numayîşên ku min li jor hewl da behsa wan bikim de ji bilî lîstikvanan yên din tenê temaşekarên bûn. Li wir tenê keyfkirin hebû. Lê di semahên elewîyan de hîs û hizir, herwisa pêşkêşkirina heskirinê bo bûnewerekî pîroz li pêş e. Pîrozkirina 62 salîya Büyük Safer Murat Türkmenbaşı rastê sala 2002 hatibû. Di pîrozkirina 62 salîya wî de merasîmên gelek mezin çêbûn, eynî ew govend di van merasîmên pîrozkirinê de jî hatin girtin.

Di sala 2001 de, li kanala televîzyona TRTê derheqê "İpek Yolu" (Rêya Hevrîşmê) de bernameyek hatibû pêşkêşkirin. Ev dokumanter bi yarmetîya madî ya TRT hatibû çêkirin. Kesên ku vê bernameyê amade kiribûn, ji bilî Çînê li Qazaxîstan, Qirxizîstan, Turkmenîstan û Uzbekîstanê jî dîmen girtibûn. Di dema girtina wan dîmenan de bernameyên derbarê dewlemendîya govendên wan welatan jî hatibû ser ekranê, govendên welatên mîna Qazaxîstan, Qirxizîstan û Uzbekîstanê dişibîyan govendên Turkmenîstanê. Di wan govendan de jî, wekî nimûne, tu fîgurek ku bişibe Semaha Qulingan (Turnalar Semahı), Semaha Çilan (Kırklar Semahı) ya elewîyan tune bû. Di van semahan de vegerînên tund, gavên şikestî, wekî nimûne, mîna ku li alîyê rastê tê vegerin lê nişka ve bi alîyê çepê ve çil dayîn, halê ku hurmet bo hebûneka pîroz nîşan dide fîgurên muhîm in ku dikevin ber çavê meriv. Di semahên elewîyan de "yeldirme" fîgureka gelek girîng e. Dema ku min li fîlmê dokumanter "İpek Yolu" ku li Turkmenîstanê hatibû kişandin temaşe kir, tim semahên elewîyan dihatin bîra min. Min ji xwe re digot ew kesên ku dibêjin "Serçaweya elewîtîyê Asyaya Navîn e, ji Şamanîzmê tê, bawerî û edeteka wisa ye ku tirk dema ji Asyaya Navîn hatine ligel xwe anîne" gelo vê dokumantera hanê temaşe kirine? Gelo dişên li van govendan binihêrin û koka semaha elewîyan bibînin? Meriv li Asyaya Navîn binihêre, derheqê koka semaha elewîyan de tu tiştekî fêr nabe. Lê dema ku meriv li îbadeta êzidîyan binihêre, dema ku bala xwe bide ser ku êzidî çawa berê xwe didin rojê û dua dikin bibîne, meriv bala xwe bide reqsa wan ku di rojên pîroz de dilîzin, hingê dê derheqê koka semaha elewîyan de agahîyên gelek rast bi dest ve bînin. Min ev dîtinên xwe bo derhênerê bernameya "İpek Yolu" Atila Erdemî qal kirin. Wî goti "Dibe ku li Turkmenîstanê, li Qazaxîstanê, li Qirxizîstanê wisa be lê li Azerbaycanê ne wisa ye." Di eslê xwe de sê wêne dikarin vê ramanê bi awayekî vekirî derxin meydanê. Wêneyê ku folklora Turkmenîstanê nîşan dide, wêneyek ku semahek ji semahên elewîyan nîşan dide û wêneyê ku êzidî berê xwe didin rojê û dua dikin.

Gelek sirûştî ye ku beşek ji oguzên ku ji Asyaya Navîn hatine Xorasanê, hatine Mezopotamyayê û hatine Anadoluyê bawerîya elewîtîyê qebûl kirine. Çimkî ji bo yên ku koçer in û li ser pişta hespa ne, ji bo yên ku akincih nînin bawerîya elewîtîyê gelek munasib e. Ji bo grûbên koçer gelek zehmet e ku bawerîyeka mîna îslamê ku rojê pênc ferz nimêj, rojî û çûyina hecê têde heye qebûl bikin.

 

Elewî-Kurd

Xetereya herî mezin ku elewî têde ne, pê re rû bi rû ne, asîmîlasyon e. Ji çaryeka duyem ya sedeyê 19. vir de polîtîkaya ku li ser elewîyan tê meşandin asîmîlasyon e. Ji sala 1826an vir de, ji "Waq'ayî Xeyrîye" videtir polîtîkaya asîmîlasyonê li ser elewîyan tê meşandin. Di wê demê de bi hilanîna Ocaxên Yenîçerî re dergahên Bektaşîyan jî hatine rûxandin. Sultan Mehmûdî ji vana tenê dergaha Hecî Bektaşî îstîsna kiribû. Dergaha Hecî Bektaşî nerûxandibûn, li hemberî kîlera wê mizgeftek ava kirine û şêxekî neqşîbendî bo vê mizgeftê şandine. Êdî dê cemaeta Dergahê bi terbîyeya neqşîbendîtîyê bihata perwerdekirin. Asîmîlasyonê dest pêkir. Asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê eynî dişibe prosesa asîmilekirina kurdan bo tirkîtîyê. Li gundên elewîyan çêkirina mizgeftan di destpêka sedsala 20. de bi rêvebirîya Contirkan (Jön Türk) re gelek pêş ve çûye. Îcar bi danîna Komara Tirkîyê re êdî ev bûye polîtîkayeka sîstematîk. Di her guındekî elewîyan de mizgeft çêdikin, bo mizgeftê îmamek tayîn dikin, hingê ev dibe karîgertirîn rêya muslumankirina elewîyan. Dr. Cemşîd Bender di kitêba xwe ya bi navê "On İki İmam ve Alevilik" (Duwazdeh İmam û Elewîtî) (Berfin Yayınları, Çapa 5. 2003) de beşeka bi sernavê "Îdeolojîya Resmî û Elewîtî" heye (r. 141-145). Dr. Cemşîd Bender di vê beşê de behsa hevdîtinekê dike ku wî di sala 1992 de li Anqarayê bi serekê Karûbarên Dîyanetê re kiriye. Mijara hevdîtinê elewîtî ye. Ji serokê Karûbarên Dîyanetê yê wê demê Said Yazıcıoğluyî randewû digre, lê di deqaya dawîn de Said Yazıcıoğlu dibêje prensîbeka min a ku ez nakevim nav munaqeşeyê heye, dixwaze bila li ser navê wî cîgirê serokê Lijneya Bilind ya Karûbarên Dînî İrfan Yücel vê hevdîtinê bike. İrfan Yücel jî dibêje elewî musluman in, mizgeftên wan hene, nimêj dikin, rojî digrin. Hertim dûpate dike ku elewî musluman in, li gundên elewîyan mizgeft hene. Dr. Cemşîd Bender dibêje li gundên elewîyan bi darê zorê mizgeft hatine çêkirin, wekî nimûne, walîyê Dêrsimê Kenan Güvenî bi darê zorê ji gel pare berhev kiriye û bi wî pereyî mizgeft daye çêkirine, derheqê vê yekê de fikrê wî dipirse. Hingê dîsa cîgirê serokê Lijneya Bilind ya Karûbarên Dînî İrfan Yücel dibêje elewî musluman in, tê xwestin ku li her gundekî muslumanan mizgeft hebe, ev tiştekî baş e.

Usmanî elewîyan wekî grûbeka musluman nabînin, elewîyan wekî elewî, wekî qizilbaş dibînin, lê wekî grûbek ku divê bihê tunekirin, di nav muslumanan de nemenînin. Ji bo vê yekê ji kirinên di radeya wehşetê de jî xwe paş ve nadin. Ev tê zanîn ji bo ku xwe ji vê wehşetê biparêzin jî elewîyan berê xwe da bilindahîya çiyayan, ji rêgayên sereke gelek dûr ji xwe re li cih geriyan, li wan deran niştecih bûn. Vê jî wisa kiriye ku komelge wekî elewî/qizilbaş bimîne, bawerî û edetên xwe, otonomîya xwe ya navxweyî li ser piyan bihêlin. Bi danîna Komara Tirkîyê re li gorî polîtîkaya ku dixwazin ji layê fikr û hîsîyatê ve însanên tek tîp pêk bînin hingê hemîşe hewl dane ku kurdan ji bo tirkîtîyê, elewîyan jî ji bo sunnîtîyê asîmîle bikin. Bi vî awayî elewîyan bawerîya xwe, edetên xwe, otonomîya xwe ya navxweyî hêdî-hêdî ji dest dan. Ev îbareyên mîna "Ez musluman im lê elewî me", "Ez elewî me lê musluman im", "Ez elewîyê musluman im", "Ez muslumanê elewî me" wisa derketin meydanê. Ali Yıldırım dibêje helwêsta usmanîyan a li hemberî elewîyan durustir bû. Ez jî wisa difikirim. Çimkî usmanîyan elewî wekî elewî didîtin, lê dixwestin wan tune bikin. Îcar Komara Tirkîyê elewîyan wekî musluman dibîne, bi awayekî fiîlî dixwaze wan bike musluman, dilebite ku bi vî awayî elewîyan tune bike. Dem û dezgeyên elewîyan, bawerîya elewîyan, edetên elewîyan xira dike, bêtesîr dike.

Bêguman asîmîlasyon polîtîkaya ku tenê li ser kurdan û li ser elewîyan tê tetbîqkirin nîne. Asûrî, êzidî, çerkez, laz û miletên din jî di nav çarçeweya vê polîtîkayê de ne. Wextekê hinek kurdan digot "tirkên herî baş em in, esas tirk em in, tirkên xas em in". Di salên 1960î de sloganeka wisa hebû. Eynî wekî vê, carinan meriv rast lê tê ku hinek elewî jî dibêjin "muslumanên herî baş em in, esas musluman em in, musluman elewî ne". Ev îşareta hanê xurtbûn û belavbûna asîmîlasyonê nîşan dide.

Em hukumeta berîya sala 1994an a Afrîkaya Başûr bînin bîra xwe, yanî berîya ku Nelson Mandela wekî serokomar bête hilbijartin. Tax û xwendegehên gelê xwecihî û yên sipîyan ji hev cihê bûn. Resturantên wan, sînemayên wan, otelên wan hemî ji hev cihê bûn. Postsipîyên ku nufûsa wan bi qasî ji sedî 20ê nufûsa giştî bû nedixwestin gelê xwecihî bigrin nava xwe. Xwecihî li warên fireh ku bi têldirîyan hatibûn pêçan û jê re digotin "Bantustan" di nav mexdûrîyeteka mezin de dijîyan. Xizmetên bingehîn yên mîna kanalîzasyon, elektrîk, av û xanî gelek kêm bûn. Lê komelge bi edetên xwe, bi bawerîyên xwe dijîya, gelê Afrîkaya Başûr di nav xwe de xwedîyê otonomîyekê bû, a vê otonomîya navxweyî ji wan re riya îqtîdarê vekir. Di sala 1994 de dema ku cara pêşî hilbijartinên demokratîk çêbûn Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bû îqtîdar. Nelson Mandela wekî serkomar hate hilbijartin, serkomarê rêvebirîya postsipîyan ku Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê wekî rêxistina terorê ragihandibû û Nelson Mandelayî bi salên dirêj di girtîgehê de hiştibû, serokomarê vê rêvebirîyê De Clerk jî bûbû cîgirê Nelson Mandelayî. Di navîna salên 1990î de li "nîjadperettirîn dewleta dinyayê" yanî li Afrîkaya Başûr proseseka wisa hate jiyîn.

Beşeka gelek girîng di kitêba Ali Yılıdırımî "Aleviliğin Öğretisi" (Weşanên İtalik, 2000) de heye. Sernavê vê beşê "Yan hûn wan bikin sunnî yan em wan bikin şîa" ye. Ji lîderên şerîetê yên li Îranê Şerîat Medarî di dîdareka resmî ku li navbera wî û serekê Karûbarên Dîyanetê yê wê wextê Süleyman Ateşi çêdibe de gilî û gazincên xwe ji elewîyên li Tirkîyê dike ku elewî dibin ateîst. Dibêje "Yan hûn bi wan re eleqedar bibin wan bikin sunnî yan jî ji me re bihêlin em wan bikin şîe." Ev tê zanîn ku ev gotin li rêza pêşîn ya wê "Raporta Elewîyan" ku di dewra serwezîrtîya wê de ji bo Tansu Çillerê hatibû amadekirn cih digre. Ev raporta ku ji 107 rûpelî pêk tê û bi sernavê "Türkiye’de Alevilik, Aleviler ve Alevilerde Siyasal Yapı, Siyasal Kültür" yanî "Li Tirkîyê Elewîtî, Elewî û di Elewîyan de Avanîya Sîyasî, Kultura Sîyasî" berîya hilbijartinên roja 24 berfanbar 1995 bo Tansu Çillerê hatibû pêşkêşkirin. Di cihekî raporê de tê dîyarkirin ku beşeka wê ji layê sermufetişê Karûbarên Dîyanetê Abdülkadir Sezginî ve hatiye têbinîkirin. Bersiva ku bo îranîyan hatiye dayîn vekirî ye: "Em elewîyan dikin sunnî." Sunnîkirina di vir de tê manaya muslumankirinê. Ji her gundekî elewîyan re mizgeftekê çêdikin, eger cemxane çêkin jî teqez mizgeftekê li ber çêdikin û bo miizgeftê îmamek, muezînek jî tayîn dikin. Ev dibe rêyeka berbelav ya asîmîlekirinê. Li cemxaneyan axaftinên derbarê xurtkirina îdeolojîya resmî de tên kirin, di vê îstîqametê de propaganda dibin û asîmilekirin bi biryardarî tetbîq dibe. Ev bazarîyeka wisa ku bi Îranê re dibe, gelo di elewîyan de tesîreka çawa dike? Ev gotina "Yan hûn wan bikin sunnî yan em wan bikin şîa" tê çi manayê? Eger em bifikirin ku sunnîtî û şîayetî du şîroveyên muslumantîyê ne, ev gelê ku dixwazin asîmîle bikin ma ne eşkera ye ku musluman nîne?

Li Îraqê piştî ku rejîma Sedam Huseynî rûxîya erebên şîa ketin nav bizaveka gelek mezin. Di mehên nîsan û gulana 2003 de, di salvegera şehîdkirina Îmam Huseynî de bi sedhezaran şîa li Kerbelayê kom bûn. Piranîya şîayan dixwestin bi peyatî herin wir. Bi sedan şîa bi zincîran û bi daran li pişta xwe, li serê xwe dixist. Ji serê wan, ji pişta wan xwîn dihat. Bi hezaran şîa xwe di erdê re dikişkişand û dixwest xwe bigihînin tirba Îmam Huseynî ya li Kerbelayê, tirba xelîfeyê çaran Elîyî ya li Necefê. Dibe ku bibêjin hemî şîa "Çîleyên Huseynî" nakşînin. Lê meriv dikare bibêje şîayên ku di vê prosesê de ne, yên ku çîleyan dikişînin bi dehhezaran hene. Dema ku şîa "Çîleyên Huseynî" dikişînin, tu bixwazî nexwazî elewî tên bîra meriv. Bêguman elewî naçin Kerbela, Necef û filan derê. Di nav elewîyan de fehmeka çûyina hecê, edeteka wisa tune ye. Wekî ku li jor amaje pê hat kirin "Çîleyên Huseynî" jî nayên kişandin. Digel van hemî tiştan dîsa jî hinek elewî xwe wekî peyrewên duwanzdeh îmaman dibînin, hertim vê dûpate dikin, heriwsa di mala her elewîyekî de hebûna teswîrên Elî rewşeka wisa ye ku divê bête vekolandin. Peyrewîya bo xelîfe Elîyî, bo Huseynî, bo duwazdeh îmaman xasîyetên şîayetîyê ne. Digel ku ji vî layî ve tu eleqeya elewîtîyê bi şîayetîyê re tune ye, çima elewî neşên vê yekê bi awayekî vekirî îfade bikin. Helbet elewî dişên bi zulmekî di dîrokê de çêbûye re eleqedar bibin, eleqeyeka wisa li gorî bawerîya elewîyan, li gorî jîyana elewîyan e. Heta ku divê wekî pêwîstîyekê ev yek çêbibe. Lê tu dibêjî qey eynî wekî endamên cemaeta elewîyan bin, ev peyrewîya ji bo xelîfe Elî, ji bo Huseynî û ji bo duwazdeh îmaman merivî heyirî dihêle. Elewîyên ku "çîleya duwazdeh îmaman dikişînin" gelo xebera wan jê heye ku di dîrokê de sirf ji bo ku elewî ne wan çiqas şîdet dîtiye? Kitêba Ali Yıldırımî Osmanlı Engizisyonu (Engizîsyona Usmanîyan) (Weşanên Öteki, 1998) xebateka hêja ye ku radeya vê îşkence û qetlîamê vedikole.

Di roja 2 temmuz 1993 de li Sêwasê li hemberî elewîyan qetlîameka gelek mezin çêbû. Di adara 1995 de jî li Îstanbulê, li taxa Gazîyê û li Umranîyeyê qetlîam çêbûn. Berîya wê jî li Çorumê (temmuz 1980), li Maraşê (berfanbar 1978) dîsa li hemberî elewîyan zulmeka mezin, qetlîam çêbûn. Gelo li ser van bûyerên ku xwîn ji dilê elewîyan çûbû şîayên Îraqê, şîayên Îranê çiqas li ber ketibûn? Yan jî em bibêjin şîayên Îraqê û şîayên Îranê ev qetlîam bo xwe kiribûn derd? Digel temamen bi ereban ve, bi şîayetîyê ve eleqedar e, cardin elewî "Çîleyên Huseynî" dikşînin û di roja îroyin de dozeka 1400 sal berê dewam dikin. Gelo ew zulma ku li Sêwasê, li Maraşê, li Çorumê bi serê elewîyan de hate, şîayan bo xwe kiriye derd?

"Çîleyên Huseynî" di helbesta Adnan Yücelî ya bi navê "Ateşin ve Güneşin Çocukları" (Zarokên Agir û Rojê) de (Weşanên Yurt Kitap, çapa çaran, 2000) wekî hêmayekê hatiye bikaranîn ku têde ji kurdan gazinc tê kirin:

"Ew pirsîyarên gunehê ji bo çarenûsa we qîm nekirin

Ew Çîleyên Huseynî hîn neqedîyan

Hîn çilan û heftan nedan rê neçûn

Dema ku saz bi şikandin û şikandinê re dihatin lêdan" (r. 44)

 

Dema ku meriv kişandina çîleyan yên li Kerbelayê dibîne bixwazî nexwazî ev jî tê bîra meriv. Di merasîmên li Kerbelayê tu beşek, tu numayîşek ku semahên elewîyan bînin bîra merivî tune ne. Gelo çima elewî derbarê elewîtî û şîayetîyê de van tiştan berawird nakin û fikrê xwe zelal nakin ku elwîtî şîayetî nîne. Ev gelek vekirî ye ku xelîfeyê çarem Elî tu car elewî nebûye. Ew bi awayekî hişk girêdayî sunneta îslamê bûye, eynî wekî xelîfeyên pêşîya xwe xelîfe Usman û xelîfe Umerî û xelîfe Ebûbekirî… Gelo li vir "sirek" ku em pê nizanibin heye?

Wekî mînak, Hesen Sabah di hinde axaftinên ku li Alamutê kirine de vî sirî eşkera dike.1 Li vir ez hewce nabînim ku vî "sir"î vekim. Lê ez wisa difikirim ku têgihiştina Hesen Sebahî gelek serincrakêş e. Li gorî qenaeta min sirekî wisa yê Şovalyeyên Mabedê jî hebû. Gelo sirekî wisa ya elewîyan jî heye? Gelo ev sir çi ye? Ev gelek eşkera ye ku Elîyê elewîyan û wekî kesayetekî dîrokî Elî, yanî Elîyê ku xelîfeyê çarem e, kesên ji hev gelek cihê ne. Elîyê elewîyan kesek ji gel e, Elîyê elewîyan di kutleya Siruşt-Xweda-Însan de cih digre. Elîyê însan sirûşt-Xweda bi xwe ye. Lê xelîfeyê çarem Elî wekî numayendeyekî rûyê erdê yê Xwedayê ku afirînerê asîmanî û zindî yan mirî yê hemî tiştî ye. Ji bo ku îslamîyetê belav bike şîdeteka gelek mezin bi ser gelên derûdorê de kiriyê. Di elewîyan de fehmeka wisa ya Xwedê tune ye. Sirûşt-Xweda-Însan hevûdin temam dikin. Însanê ku sirûştê dibîne Xwedê jî dibîne, Xwedê di her însanî de cihê-cihê tecelî dike. Ez dixwazim bidim zanîn ku fehma Xwedê ya di muslumanan de, yanî di sunnîyan û şîayan de gelek cihêtir e ji fehma Xwedê ya di elewîyan de. Ev çarînek ji helbesteka Hîlmî Dedeyî ye ke di sedsala 19. de jîyabû:

"Min ayîne girte li rûyê xwe

Alî hat ber çavê min

Min nezer kir li hundirê xwe

Alî hat ber çavê min"

 

Ev însanê nimûne ku di helbestê de behsa wî dibe Elî ye. Xweda di şexsîyeta Elî de wekî însan tê ber çavê meriv.2

 

Di Elewîtîyê de Azadîya Rexnekirinê

Di navbera elewîtî û muslumantîyê de ferqên gelek kûr hene. Ev ferqeka wisa ye ku di prosesa têgihiştina sirûşt, komelge û însanî de derketiye meydanê. Di muslumanîyê de Qur'an li ser her tiştî serwer e. Wisa tê qebûlkirin ku rasttirîn zanyarîyên derbarê sirûşt, komelge, dîrok û însanî de li Qur'anê hatine nivîsandin. Nabe ku Qur'an bête rexnekirin. Şubhe ji zanyarîyên di Qur'anê de nayê kirin. Nabe ku ev zanyarî bêne munaqeşekirin. Lêbelê di elewîtîyê de azadîyeka bêsînor ya munaqeşeyê heye. Di elewîtîyê de sirûşt, dîrok, însan Elî (ne xelîfeyê çarem Elî) her tişt tê munaqeşekirin. Di teolojîya îslamê de xulqbûn îcadkirina Xwedê ya ji tunebûnê ye. Duletîya xaliq-mexlûqî girîngtirîn unsûra teolojîya muslumantîyê ye. Lê di elewîtîyê de yekbûna xaliq û mexlûqî heye. Di bawerîya elewîtîyê de xulqbûn pijiqîna Xwedê ya ji kakilê xwe ye. Elewî Xwedayî di hundirê xwe de dizanin. Di bawerîya elewîtîyê de erd, asîman, derya, her tişt bi Xwedê dagirtî ye. Di elewîtîyê de Sirûşt-Xweda-Însan yek in, yek parçe ne. Elîyê Însan sirûşt bi xwe ye. Ev dikare vê çawanîyê di helbestên Hallac-ı Mansurî (sedeyê 9-10.) de, di helbestên Yunus Emreyî de (sedeya 13.), di helbestên Nesîmî  (sedeyên 14-15.) de, di helbestên Surûrî  (sedeya 16.) de, di helbestên Hilmî Dedeyî (sedeya 19.) de, di helbestên Edîb Xarabî (19. yy.) de bibîne. Herwisa di goranîya Kaygusuz Abdalî de ku dibêje "Ger tu Heqî dixwazî ji Ademî bixwaze / Li Îraq û Mekkeyê, li Hecê nîne." eynî mana heye. Ji ber ku însan parçeyekî ji Xwedê ye lewre çarenûsa xwe ew bi xwe dîyar dike. Ji ber ku însan ji kiryarên xwe berpirsîyar e û parçeyek ji Xwedê ye, bêguman dê însan nîzameka azadîparêz hilbijêre. Lê di teolojîya îslamê de qedera însanî ji alîyê Xwedê ve dîyar dibe. Di bawerîya îslamê de însan di nav fehma Xwedê de winda dibe, tune dibe. Ji ber ku însan di nav hebûna Xwedê de helîyaye lewre ji însan tiştek namîne. Lê di bawerîya elewîtîyê de însan Xwedê di hebûna xwe de têkel dike, şekil û ruhekî nuh dide Xwedê. Goranîbêjên elewî her dem li hemberî fehma ku dibêje Xwedê her tiştî afirandiye "Li ber xwe dane, xwestine bibêjin "li hemberî te ez jî heme, ji te cihê ez jî heme…"

Di elewîtîyê de dogmatîzm tune ye. Lê di îslamê de dogmatîzmeka xurt heye. Em bala xwe bidin vê şathîyeya Kaygusuz Abdalî:

"Te ji mû pird çêkiriye

Da qûl were di ser re bibihure

Ca em wisa bisekinin

Ey Xwedê ger tu egîd î bi xwe bibihure"

 

Tê zanîn ku Kaygusuz Abdal di dawîya sedeyê 14. û destpêka sedeyê 15. de jîyaye. Di vê helbestê de rexne li dîn û Xwedê tê girtin. Têde tê xwestin ku Xwedê hêza xwe ya ku dibêjin heye nîşan bide. Rexneyeka wisa ancax mexsûsê hozanvanên elewî be. Ne mumkin e kesekî musluman rabe bi vî awayî rexne li Xwedê bigre. Ev şîîra hanê di salên 1950yan de li kitêbên edebîyatê yên lîseyê bi şîroveyek ku li dijî ruhê helbestê ye tê helsengandin. Wekî mînak, "Şaîr dibêje, ji bo ku însan bigihên Xwedê divê zora nefsa xwe bibin. Dibêje ji bo ku însan bigihên Xwedê divê ji ser pirdeka ziravtir ji mûyê û tûjtir ji şûrî re bibihurin…"3

Digel van şîroveyên ku berevajîya helbestê ne, hîç li ruhê helbestê nakevin, ev şethîyeya hanê di salên 1950yî de di kitêbên Ziman û Edebîyata Tirkî ku di lîseyan de dihatin xwendin de cih dane wê. Gelo di kitêbên roja me de cih didin şethîyeyên wisa?

Meriv dişê vê helbesta Azmî Babayê ku dibêjin di sedeyê 16. de jîyaye jî di nav cûreyê şathîyeyan de hesab bike:

"Te erd û asîman îns û cûn afirand

Tu ey sermîmar, ma tu eywanci yî?

Te heyv, roj û çerx, bircê xuliqand

Ey xwedîyê mekanê, tu rahşanci yî?"4

 

Meriv dişê vê helbesta ku dibêjin ya Yunus Emreyî yan jî ya Murîd Mela Qasimî ye jî wekî şethîye qebûl bike. Ev helbest wisa ye:

"Sirat ziravtir ji mûyê tûjtir ji şûr e

Dixwazim herim li ser xanîyan lêkim

Li binî xeyya heye hundirê wî bi narê tije

Dixwazim herim di sîbera wê de razêm."5

 

Herwisa helbesteka Yunus Emreyî ku bi "Ya îlahî eger tu ji min sual bikî" dest pêdike û wekî "Tu pirdekî wekî mûyê çêdikî da em derbas bin" dewam dike heye. Di vê helbestê de jî, wekî nimûne, rexne li Xweda tê girtin ku terazî digre û xirabîyan li terazîyê dixîne. Dibêje li terazîyê xistin karê tucar û karê beqalan e:

"Tu terazî digrî da hewesan biweznînî

Tu qest dikî ku min biavêjî nav agirî

Terazî ji wî re pêwîst e, yê ku beqal be

Yan jî bazirgan û tucar û aqtar be"6

 

Ev nihêrînên ji hev gelek cihê, nihêrînên di zidê hev de yên di biwarê têgihiştina sirûşt, dîrok, komelge û însanî de mijareka wisa ye ku helbet bingeha ferqa di navbera elewîtî û muslumantîyê de nîşan dide. Digel van hemîyan ger em amaje bi vê jî bikin dê baş be. Girêdayîbûna bi xelîfeyê çaran Elîyî, herwisa girêdayîbûna bi duwanzdeh îmaman elewîtîyê ber bi ramaneke dogmatîk ve dikişîne. Ev jî li dijî raman û têgihiştina di bingeha elewîtîyê de ye. Bi van girêdanan elewîtî hêdî-hêdî ji nirxên xwe yên eslî vediqete.

Elewî navên wekî Ebûbekir, Umer û Usmanî li zarokên xwe nakin. Vê helwêsta xwe bi viya ve girê didin ku xelîfeyê yekem Ebûbekirî, xelîfeyê duyem Umerî û xelîfeyê sêyem Usmanî heqê xelîfeyê çarem Elîyî xwariye lewre ew ji bo mafên Elî têdikoşin. Bi vî awayî elewî dozeka dîrokî, dozek ku ji vir bi 1400 sal berê çêbûye, di roja me de jî dewam dikin. Lêbelê ji layê têgihiştina îslamê ve hîç ferqek di navbera xelîfeyê çaran Elîyî û yên pêşîya wî de tune ye. Axir di nav zarokên xelîfe Elî de yên ku navê wan Ebûbekir, Umer û Usman bin jî hene. Ji nav keçên xelîfe Elîyî ku bi Ebûbekir, Umer û Usmanî re zewicîbin jî hene. Di vê mijarê de kitêba Faik Bulutî "Ali'siz Alevilik" (Doruk 1997, paşê Berfin) girîng e. Ew munaqeşeyên ku Faik Bulutî di kovara Yol de bi Şakir Keçeli re kirine jî hêjayî gotinê ne.7

Ev mijareka hêjayî vekolînê ye ku bê hela unsûrên şîayetîyê çawa ketine nav bawerîya elewîtîyê. Prosesa di dawîya sedeyê 15. û destpêka sedeyê 16. de li Îranê hatina ser rêvebirîyê ya Şah Îsmaîlî, damezirîna Xanedanîya Sefewîyan, li nav Usmanîyan serîhildana Şah Qulu (1509-1510), padîşabûna Yavuz Sultan Selîmî û Şerê Çaldiranê (1514) divê bi teferuat bêne vekolandin. Li gorî qenaeta min di vî dewrî de unsûrên şîayetîyê ketine nav elewîtîyê. Hîn rastîya wê, ji navîna sedeyê 15. û vir ve, di prosesa pêşveçûna têkilîyan di navbera Usmanîyan û Safewîyan de, di wê prosesa ku Şêx Safiyudîn, Şêx Cuneyd, Şêx Heyder herwisa hukimdarê Aqqoyunîyan Uzun Hesen û Şah Îsmaîlî hewl dane ku ligel gelên ku cîranê Usmanîyan û yên Îranê ne, wekî nimûne, ligel kurdan û elewîyan peywendî daynin, di vê prosesê de bûye. Gelo berîya vî dewrî di nav elewîyan de "girêdayîbûna bi xelîfe Elîyî ve", dîsa "girêdayîbûna bi duwanzdeh îmaman ve" hebû?

Li jor min behs kiribû ku mizgefta li ber Dergaha Hecî Bektaşî di sala 1826 de hatiye çêkirin. Wekî nimûne, divê bête vekolandin ku bê hela berîya vê mêjûwê li gundên elewîyan, li wargeyên elewîyan gelo mizgeft hebûne. Di komelgeha Usmanîyan de, bitaybetî di dewrê pêşveçûna Împaratorîyê de elewîtî bawerîyeka wisa bû ku nedihat xwestin. Elewî jî komelgeheka wisa bûn ku nedihatin xwestin. Şîayetî jî di nav fehma giştî ya îslamê de hemîşe di opozîsyonê de maye, lewre ligel hev peywendî danîna grûbên ku nayên xwestin û opozîsyonê tiştekî sirûştî ye. Lê em dibînin ku şîayetî di nav bawerî û fehma elewîtîyê de, di nav edetên elewîtîyê de wekî dezgeyekê cih girtiye. Ev jî tê dîtin, vê cihgirtine wekî dezgeyekê bawerîya elewîtîyê xira kiriye. A divê ev prosesa ku şîayetî di nav bawerîya elewîtîyê de wekî dezgeyekê cih girtiye bête vekolandin. Ev îhtîmaleka mezin e ku di vê prosesê de berhemên mîna Welayetname, mîna Menaqibname hatibin texrîbkirin, hatibin xirakirin, hinde beşên nuh li van berheman hatibin îlawekirin, hinde beş ji wan hatibin derxistin. Dîsa di vê prosesê de îhtîmaleka mezin e ku di ocaxên elewîyan de hinek silsilenameyên nuh hatibin tenzîmkirin. "Menakıb-i Hacı Bektaş Weli" Hecî Bektaş Welîyî ji duwanzdeh îmaman bi Musa el-Kazimî ve girêdide. Lêbelê Musa el-Kazim di sala 798 de miriye. Îcar Hecî Bektaş Welî di sala 1207 de hatiye dinyayê. Hacim Sultan di Velayetnameya xwe de dinivîse ku Hecî Bektaş rastewxwo li ber destê Ahmet Yasevî xwendiye. Lêbelê Ahmet Yasevî di sala 1166 de miriye. Îcar Hecî Bektaş, herwekî ku me li jor got, di sala 1207 de hatiye dinyayê. Velayetname û Menaqibname di navbera salên 1481 û 1501 de hatine berhevkirin û derbasê nivîsînê bûne.8

Di vê xalê de eger ew têgeha "sir"ê ku di elewîyan de heye bête nirxandin dê baş be. Sirê elewîyan çi ye? Ev sir di kî de tê veşartin? Ev sir li ber kî tê veşartin? Di her halî de tê gotin ku bi têgehên bingehîn yên şîayetîyê daxilê elewîtîyê bûyînê re her ku çûye bûye sedem ku hişê elewîyan zêdetir tevlihev bibe. Ev tevlihevîya hişî tenê di nav elewîyên Anadoluyê de nîne. Di elewîyên Mezopotamyayê de, di elewîyên Îranê de, di elewîyên Sûrîyê de, di nuseyrîyan de, di elewîyên Qafqasyayê de jî heye.

Em dişên bibêjin hinde unsûrên şîayetîyê ketine nav bawerîya elewîtîyê. Ger em balê bikişînin ser hinek kirinên pêşnîyaza "Yan hûn wan bikin sunnî yan em wan bikin şîa", wekî mînak, dibêjin elewîyên li navenda bajarê Çorumê dest pê kirine bûne wekî şîayan, ji bo xwe mizgeftekê çêkirine û diçin mizgeftê. Min berê gotibû ku hinek şîa xwe bi erdê kişkişandinê diçin ser tirba Huseynî ya li Kerbelayê, diçin ser tirba xelîfeyê çaran Elîyî ya li Necefê. Ev edeta xwe bi erdê ve kişikişandinê çûyîna ser tirban, çûyîna dergahan di nav hinek elewîyan de jî xuyanî dike. Meriv dişê vana wekî nîşana şîabûnê bibîne.

Me hewl  da ku bibêjin unsûrên şîayetîyê çawa ketine nav elewîtîyê. Divê bi eynî awayî ketina unsûrên şamanîzmê bi nav elewîtîyê jî bêne vekolandin. Divê babetê de bi kurtî meriv dişê vê bibêje. Di navbera elewîtî û şamanîzmê de behsa têkilîyê di heyama dawîn a Usmanîyan de bi Îttîhad we Teraqqî dest pê kiriye. Li wan salan hema li pey Şerê Balqanan (1912) Îttîhad we Teraqqî ji bo tirkkirina kurdan û ji bo muslumankirina elewîyan dest bi amadekirina hinek projeyan kir. Îttîhadî rabûn elewî bi tirkîtîyê ve, bi bawerîyên kevin yên tirkîtîyê ve girêdan. Ew kesê ku bi navê Dr. Fritz kitêba bi navê Kurd nivîsîye endamê Îttihad Teraqqî yê bi navê Habil Adem e ku bi navê kod Îsmaîl Pelister jî nivîsar dinivîsin. Li vê kitêba ku di sala 1918 de ji layê "Osmanlı Muhacirin Dairesi" ve hatibû weşandin, di vê kitêbê de dixwazin îsbat bikin ku eslê kurdan tirk e, ew zimanê ku bi navê kurdî tê zanîn jî di rastîya xwe de tirkî ye. Ji endamên Îttîhad we Teraqqîyê Baha Said Bey li salên 1914-1915 di vê çarçeweyê de bo Anadoluyê hatiye şandin. Ev meriv derheqê komelgeya elewîyan de hinde lêkolînan dike. Ji bo vê li herêmên ku elewî têde dijîn hinek gerûgeştên vekolînê organîze dike. Baha Said Bey di van vekolînên xwe de hewl daye ku têkilî di navbera elewîtî û şamanîzmê de dayne û îsbat bike ku şamanîzm di elewîtîyê de dijî. Baha Said Bey di xebata xwe ya bi sernavê "Türkiye'de Alevi, Bektaşi, Ahi, Nusayri Zümreleri" (Li Tirkîyê Zumreyên Elewî, Bektaşî, Ahî, Nusayrî) de dixwaze bibêje şîayetî bûyereka wisa ye ku bi ereban ve girêdayî ye lê elewîtî bi tirkîtîyê ve girêdayî ye, herwisa hewl dide ku bibêje elewîtî dewama dînê tirkan yê kevn e. Dibêje şîayetîya ku Şêx Safî û Safiyuddîn di sedeyê 14. de xwestin li Erdebîlê cî bi cî bikin tu eleqeya wê bi elewîtîyê ve tune ye, elewîtî dînê tirkan e, bawerîya tirkan e, ji Asyaya Navîn ligel oguzan hatiye van deran. Wê demê lêkolînerên mîna Fuat Köprülü, Baha Said, Hamit Sadi (Selen), Hamid Vehbi ku li dora kovara Türk Yurdu kom bûbûn jî berevanîyan van fikran dikir. Baha Sadin Bey ne ku ji bo bala wî diçe ser elewîyan ev xebat kirine, ji bo ku ew neteweperestekî tirk e ev xebat kirine.

Lêkolînerekî din ku dibêje serçaweya elewîtîyê Asyaya Navîn e, şamanîzm yanî dînê kevin yê tirkan di elewîtîyê de dijî, Profesor Yusuf Ziya Yörüken e. Profesor Yusuf Ziya Yörüken di sala 1931 de ji layê Atatürkî ve hatiye wezîfedarkirin ku li ser "dînê tirkan û mezhebê tirkan" kitêbekê binivîse. Profesor Yusuf Ziya Yörüken jî di sala 1932 de bi navê "Müslümanlıktan Evvel Türk Dinleri" (Dînên Tirkan yên Berîya Muslumantîyê) û "Müslümanlıktan Sonra Türk Mezhebleri" (Mezhebên Tirkan yên Piştî Muslumantîyê) du cild ku her yek ji 400 rûpelî pêk tê, metnên ku bi daktîloyê hatine nivîsîn pêşkêşî Atatürkî dike. Salên 1930î ew sal in ku "Türk Tarih Tezi" (Teza Dîroka Tirkan) û "Güneş Dil Teorisi" (Teorîya Zimanê Rojê) dihatin amadekirin. Îradeya herî bilind ya sîyasî ji profesorê îlahîyatê Yusuf Ziya Yörükenî dixwaze ku derheqê "dînê tirkan û mezhebên tirkan" de kitêbekê binivîse. Gelo dê Profesor Yusuf Ziya Yörüken çi binivîse? Bi îhtîmaleka mezin dê tiştên ku îradeya sîyasî munasib dibîne, tiştên ku li xweşa wê diçin binivîse. Ji kitêbên ku bi siparîşê têne nivîsîn zanist dernakeve. Dê kitêbên ku fikrê îradeya sîyasî, xwestinên îradeya sîyasî tesdîq dikin bêne nivîsîn.

Di kitêba Yusuf Ziya Yörükan a bi navê "Alevilik ve Tahtacılar" de ev fikrên hanê têne îfadekirin. Kitêb ji layê Wezareta Kulturî ve di sala 1998 de hatiye weşandin. Nivîsara kurê Profesor Yusuf Ziya Yörükanî Prof. Dr. Turhan Yörükanî ya bi sernavê "Yusuf Ziya Yörükan’ın Hayatı, Eserleri ve Alevilikle İlgili Görüşleri" (Jîyan û Berhemên Yusuf Ziya Yörükanı û Derheqê Elewîyan de Fikrên Wî) di hejmara 8. ya kovara Yol (sermawez-berfanbar 2000) de weşîyaye.

Li wan salan nivîskarên mîna Baha Said, Yusuf Ziya Yörükan, Besim Atalay û Baha Torosî hertim hewl dane xwe ku têkilîya elewîtîyê bi şamanîzmê û Asyaya Navîn re daynin. Etnolog Hasan Reşit Tankut jî di eynî fikrî de ye. Di kitêba Hasan Reşit Tankut "Zazalar Üzerine Sosyolojik Tenkitler" (Derheqê Zazayan de Tenkîtên Sosoyolojîk) (Kalan Yayınları, nîsan 2000) de şîroveyên derheqê van mijaran de hene. Di her du kitêbên Mehmet Bayrakî yên bi navê "Kürdoloji Belgeleri" (Belgeyên Kurdolojîyê) (Özge, 1994) û "Alevilik ve Kürtler" (Elewîtî û Kurd) (Özge, 1997) de hinek raportên ku Hasan Reşit Tankutî ji bo berpirsîyarên dewlet û hukumetê amade kirine cih digirin. Paşê jî dem bi dem van fikrên hanê anîne rojevê û li ser munaqeşe kirine.

Ez wisa difikirim ku divê têkilîya elewîyan-tirkan û têkilîya elewîyan-kurdan ji hev cihê bêne nirxandin. Ez pêwîstî pê dibînim ku dîsa wê roportaja bi sernavê "Gencên Elewî Dibêjin" ku Ahmet Şık û Hatice Yaşarê kiribûn îşaret bikim. Hinek genc dibêjin em kurd in lê nasnameya me ya elewîtîyê hemîşe li pêş e. Ez pêwîstî pê dibînim ku vê îdrakê, vî fikrî, vê hest û helwêsta hanê îşaret bikim. Ger çêbûna vê fehma hanê, vê prosesê bête vekolandin dê baş be. Dema ku mesele pirsa kurd be, ev fehma hanê ji layê hêzên serdest ve tê manîpulekirin. Ev gelek eşkera ye, li paş hiştina nasnameya etnîkî, dernexistina pêş ya nasnameya etnîkî fikir û helwêsteka wisa ye ku tam li gorî xwestinên nirxên serdest e. Mehmet Bayrak di kitêba xwe ya bi navê "Alevilik ve Kürtler" (Elewîtî û Kurd) (Özge, 1997) de derheqê vê mijarê de vekolîn, lêgerîn û belgeyên girîng hene. Ali Ülger bi kovara Yeni Divan ku di destpêka salên 1990î de û kovara Pir ku di dawîya salên 1990î de diweşand hewl dida xwe ku balê bikişîne ser kêşeyên kurdên elewî/qizilbaş. Herwisa kitêbên Haşim Kutluyî yên bi navê “Alevi Kimliğini Tartışmak, Kitap 1, Alawiydiler, Hem de Kızılbaş” (Munaqeşekirina Nasnameya Elewîtîyê, Kitêba 1., Elewî bûn, Hem jî Qizilbaş) (Belge, 1997) ve “Temel Özellikleriyle Kızılbaş Alavilik, Talib’in El Kitabı” (Bi Taybetîyên Xwe yên Bingehîn Kitêbçeya Talibî ya Elewîtîya Qizilbaşîyê) (mêjûya derçûnê nedîyar e) vekolînên balkêş in.

Ez wisa dihizirim ku di îfadeya "Elewîyên Ereb, Nusayrî" de peyva elewî xelet tê bikaranîn. Çawa ku ji tirkan û kurdan elewî hene herwisa dibe ku ji ereban jî elewî hebin. Lê ew grûba ku wekî nusayrî tê pênasekirin ez bawer nînim ku elewî bin. Ez wisa difikirim ku eynî wekî şîayên li Îranê û li Îraqê nusayrî jî layengîrên Elîyî ne. Şîayetî berîya her tiştî bûyereka aîdê ereban e. Beşeka mezin ya şîayên li Îraqê ereb in. Ez wisa difikirim ku nusayrî jî erebên şîa ne, elewî nînin. Îbareya "elewîtîya Anadoluyê" pênasekirineka rast e. Lêbelê pênasekirineka wekî "elewîyên ereb, nusayrî" pênasekirineka rast nîne. Meriv dişê bibêje ku "Şîayetîya Sûrîyeyê, Nusayrî" dê pênasekirineka rastir be.

Yûnanîyên berê ji herêma rojavayê Qizilirmaqê re gotine Anatolyan. Azra Erhat di kitêba xwe "Mitoloji Sözlüğü" (Ferhenga Mitolojîyê)9 de dibêje peyva Anatolyan di şûna peyvên Adonis, Apollon, Artemis, Hektor Kybele û Midasê de hatiye bikaranîn. Lêbelê wekî bawerîyeka dînî navenda elewîtîyê hîn zêdetir Dêrsim, Qoçgirî û Erzingan e. Ji vî layî ve meriv dişê bibêje îbareya "Elewîtîya Anadoluyê" jî têgeheka di cihê xwe de nîne.

Dema ku elewîtî tê vekolandin divê li ser têgeha "qizilbaşîtîyê" jî bête sekinandin. Têgeha "qizilbaşîyê" behsa şîayan yan elewîyan dike? Nivîskarê azerî Ali İsa Nicat di kitêba xwe "Kızılbaşlar" (Yurt Kitap-Yayın, 2003, çev. Züyfiye Veliyeva) de bi peyva "qizilbaş" behsa şîayan dike. Ali İsa Nicat behs dike ku ji Şêx Safiyuddîn vir de di şeran de ji ber ku bendikên sor bi serê xwe ve girê didan lewma şîa wekî qizilbaş hatine pênasekirin. Îcar peyva "qizilbaş" di pênasekirina elewîyên Anadoluyê de jî tê bikaranîn. Dema ku behsa komelgeha elewîyan bête kirin gelo ev navên wekî elewî û qizilbaş ji kengî ve ji bo elewîyan hatine bikaranîn, divê ev babet bête vekolandin. Gelo têgeha "qizilbaş" elewîyan yan şîayan nîşan dide yan jî kîjanê hîn zêdetir nîşan dide?

Di babeta "elewîtî-muslumantî"yê de babeteka girîng jî ev e ku vekolandina têkilîya di navbera semaha elewîyan û merasîmên semahê yên mewlewîtîyê ye. Ev gelek eşkera ye ku di sedeyên pêşîn yên muslumantîyê de, li Cezîretul Ereb îbadetên wekî merasîmên semahê tune ne. Merasîmên semahê yên di mewlewîtîyê de îbadeteka mexsûsê Anadoluyê ye. Îhtîmaleka gelek mezin îbadeteka wisa ye ku aîdê bawerîyên berîya muslumantîyê ye. Lê di navbera merasîmên vê semahê û semaha elewîyan de ferqên gelek mezin hene. Yên ku di merasîmên semahê de îbadetê dikin hemîşe di cihê xwe de digerin û tenê mêr dişên beşdarî bo vê îbadetê bikin. Herwisa ev jî taybetîyeka girîng e ku tenê camêrên salmezin dişên beşdarî bikin, yanî nabe ku zarok jî tê de hebin. Ev teferuateka girîng e ku merasîmên semahê li mekaneka taybet, li dergahê, li mewlewîxaneyê têne kirin. Herwisa tenê tebeqeya bilind ya komelgehê dişê beşdarî bike. Me berê jî gotibû ku awayekî îbadetê yê ji jîyan û hilberînê veqetandî ye. Lê di semahên elewîtîyê de jin û mêr, pîr û genc bi hev re semahê digrin. Hemî endamên komelgeha elewîyan dişên beşdarî bo semahê bikin. Me berê jî behsa wê kiribû ku semahên elewîyan bi awayekî organîk bi jîyana komelayetîyê re têkildar in, bi hilberînê re têkildar in, wekî mînak, di mehên havînê de semah tertîb nabin, heriwsa ji bo girtina semahê pêwîstî bi mekaneka taybet jî nîne, li her malekê dişê semah bête tertîbkirin.

Dewama nivîsarê bixwîne>>>

Na xebere 3103 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.