zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
28 Tebaxe 2016 Yewşeme 09:37

DEWLET, AKP, DÎN, PKK, KURD

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Li Tirkîyê, artêş hertim ji cereyanên dînî (el-herekat el-dînîyye) gazincê dike. Cereyanên dînî hertim wekî geşedanên şerîetparêzî, wekî geşedanên li dijî fehma laîqîyê hatine helsengandin. Di daxuyanîyên Lijneya Bilind ya Ewlehîyê (Milli Güvenlik Kurulu) de, di peyamên ku di cejnên resmî yên mîna 29 Cotmeh, 23 Nîsan, 19 Gulan û 30 Tebaxê de têne ragihandin de, gilî gazincên derbarê cereyanên dînî de tim îfade dibin. Peyama ku bo raya giştî tê dayîn ev e, laîqî li ber xetereyeka mezin e.

Di eslê xwe de, di geşedan û organîzebûna cereyanên dînî de teşwîqkirin û roleka mezin a artêşê heye. Ev geşedaneka wisa ye ku, bi meseleya kurdan re gelek ji nêzîk ve eleqedar e. Ez ê hewl bidim di vê nivîsarê de vî fikrî îzeh bikim.

Fikri Sağlar di salên 1990î de du car bû wezîrê kulturî. Wezîrtîya wî ya pêşîyê di navbera 20.11.1991-27.7.1994 de çêbû. Fikri Sağlar parlamenterê CHPê bû. Wê demê serwezîr Süleyman Demirel, cîgirê serwezîrî Erdal İnönü bû. Wezîrtîya wî ya duyem jî di navbera 30.10.1995-6.3.1996 de çêbû. wê demê jî serwezîr Tansu Çiller, cîgirê serwezîrê Murat Karayalçın bû.

Dema ku Fikri Sağlarî cara duyem wezîrtîya kulturî dikir, du beyanat dan Hasan Uysalê ku bo rojnameya Siyah Beyaz dixebitî. Ji van beyanatan, ya pêşî di roja 28 tebax 1995 de, ya duduyan jî, di roja 8 sibat 1996 de li rojnameya Siyah Beyazê weşîya.

Beyanatê ku di roja 28 tebax 1995 de weşîya, bi sernavê "Mi piştgirîya bo şerîetxwazan ya Lijneya Bilind a Ewlehîyê (MGK) da rawestandin" hate dayîn. Behsa "Talîmatên derheqê propagandaya dînî ku dê bo hemwelatîyên ku li Ewropayê û yên ku li Başûrê Rojhelatê [hermê kurdnişîn] rûdinin bê kirin û damezrandina komele û weqfên dînî" dike. Fikri Sağlar dibêje "Dema ku ez di sala 1991ê de bûm wezîrê kulturî, hingê belgeyeka wisa ya MGKê hate ber min." Behs dike ku ew wisa ji talîmatên MGKê xeberdar bûye. Fikri Sağlar dibêje "Piştî ku ez bûm wezîr, hingê ji nivîsara talîmatê ya MGKê ku bi îbareya 'gelek veşartî' bo wezaretê şandine ez xeberdar bûm, min li dijê wê nivîsarekê nivîsî û ew talîmat da hilanîn." Beyanên xwe bo Hasan Uysalî wisa îfade dike:

"Mohra gelek veşartî lêxistine, qerareka wisa ya MGKê ye ku wezîfe dide ser milê Wezareta Kulturî… Di şûna wan de, bo eynî armancê, min projeya Malên Kulturî û Navendên Kultura Tirkan anî. Ev projeyên ku behsa wan dibe dê ji layê Wezareta Perwerdeyê ve bêne cîbicîkirin. Lê qasî nîvê pareyê ku bo weqf û rêxistinên dînî hatibû terxankirin jî nehate dayîn.

Sererkanîya tirkan, di artêşê de 'bi munasebeta ku jina wî serê xwe dipêçe û nimêj dike' efseran ji artêşê diavêje. Fikri Sağlar dibêje ev ji bo xapandinê ye, musebîba belaya îslamîstên radîkal yên îro, artêş bi xwe ye. Qaşo îslamîst di hembêza artêşê de hatine xwedîkirin û mezinkirin, îro hatine nuqtayeka wisa ku êdî neşên pêşî lê bigrin. Hema bibêjin ku qedemeya bilind ya fermandarîya hêzên çekdarîyê Hîzbullaha li Başûrê Rojhelatê damezrandin, xwedî kirin û bikar anîn. Bi qerara ku di sala 1985 de li MGKê hate girtin Hîzbullah hate mezinkirin û hêzdarkirin, heta ku hinde hêzên wê yên çekdar di garnîzonên leşkerî de hatin perwerdekirin…"

Di slên 1984-1985 de serokomar Kenan Evren bû, serwezîr Turgut Özal bû. Sererkan Orgeneral Necdet Üruğ bû. Namık Kemal Zeybek di navbera salên 17.03.1989-23.06.1991 de wezîrê kulturî bû.

Fikrê li deverên ku kurd têde dijîn "em li Başûrê Rojhelat, li Rojhelatê, li Ewropayê propagandaya dînî pêş ve bibin, komele û weqfên dînî damezrînin" gelek eşkera ye ku bi munasebeta meseleya kurdan tê fikirîn û tetbîqkirin. Dewlet û artêş, ji bo ku pêşî li hereketa neteweyî di nav kurdan de bigirin, rê nedin ku ev hereket di nav gelî de belav bibe, dînî wekî wasitayekê bikar tînin. Wisa difikirin ku cereyanên dînî dê pêşî li hereketên neteeyî bigirin. Ev tê zanîn, ji bo li dijî PKKê, hîn rastê wê, li dijî kurdên li bajaran, li dijî sempatîzanên PKKê bête bikaranîn Hîzbullah jî ji layê dewletê ve hate birêxistinkirin, endamên wê di garnîzonên leşkerî de hatin perwerdekirin. Ji vê çendê Hîzbullaha li Lubnanê û Hîzbullaha ku ji bilî li bajarên kurdan êrîşkirin û kuştina welatparêzên kurd tu tiştekî nake, gelek ji hev cihê ne.

Ew Navendên Kultura Tirkan û Malên Gel ku Fikri Sağlar pêşnîyaz dike, çi dema ku aîmîlekirina kurdan mewzûyê behsê be, eşkera ye ku dê xwedîyê eynî fonksîyonê bin. Jixwe Fikri Sağlar jî amaje pê dike ku ev sazî jî dê bo eynî armancê bin. Êdî baş tê zanîn ku sazîyên laîq jî sazîyên dînî jî di plana yekem de li gorî armanca eslî ya asîmîlekirina kurdan hatine plankirin. Ev jî mijareka hêjayî behskirinê ye ku Fikri Sağlarî jî prosesa asîmîlasyonê pesend kiriye. Û ev jî tê zanîn ku meseleya turbanê (serpûş) di çarçeweya sazîyên îslamî de pêş ve hat û mezin bû.

Fikri Sağlar dema ku cara duduyan wezîrtîya kulturî dike, beyanateka duyem dide Hasan Uysalê ji rojnameya Siyah Beyazê. Ev beyanat di hejmara roja 8 sibat 1996 de bi sernavê "Belgeya ku wezîrî nedîtîye" hate weşandin. Hasan Uysal beyanatên Fikri Sağlarî wisa dide:

"Belgeyên talîmatên ku MGKê di salên 1984-1985 de ji bo propagandaya dînî bo hemwelatîyên ku li Ewropayê û yên ku li Başûrê Rojhelatê [hermê kurdnişîn] rûdinin bê kirin û damezrandina komele û weqfên dînî şandiye û 350 mîlyon dolarên ku ji bo vê xerc bûye îsbat dikin, winda bûn.

Wezîrê kulturî Fikri Sağlarî got 'ez çawa hatim ser kar min ev proje da sekinandin. Lê niha hem biryara MGKê, hem nivîsarên derbarê wê de winda ne.' Wezîrî ferman daye ku ew belge bêne dîtin, li ser vê yekê musteşar û cîgirê musteşarî ji bo dîtina van belgeyan seferber bûne lê belge nehatine dîtin, li ser vê yekê di wezaretê de pirsa 'casûs kî ye' pêş ve hatiye.

Fikri Sağlarî tekîd kir, ev nivîsarên ku behsa wan dibe, ji ber ku di dereceya yekem de nihênî ne û du car hatine mohrkirin, lewre dibe ku nehatine qeydkirin. Fikri Sağlar amaje pê dike ku, di dewra rejîma cuntaya 12ê îlonê de, MGK bi mebesta 'di têkoşîna li dijî PKKê de ji bo ku hemwelatîyên ji Başûrê Rojhelatê û yên li derveyî Tirkîyê bi welat ve bêne girêdan' rêxistinên dînî teşwîq kirine û dibêje 'Rêxistinbûyina şerîetxwazîyê bi teşwîqkirina fermandarên rejîma 12ê îlonê çêbûye û rêxistinên şerîetxwaz bi destê dewletê hatine xwedîkirin. Di vî warî de wezîfe bo Wezareta Kulturî hatiye sipardin. Dibêje 'Dema ku ez di sala 1991ê de bûm wezîrê kulturî hingê min ev biryar di hembêza xwe de dît. Ez çawa pê hesîyam, min bo MGK nivîsar nivîsandin û min ev plan da rawestandin.' Fikrî Sağlarî wekî din jî ev gotin ku 'Di rojên pêşîyê ku ez hatibûm ser wezîfeyê, biryara MGKê li ber min danîn. Li derveyî welat û li Başûrê Rojhelatê kirina propagandaya dînî, teşwîqkirina damezrandina komele û weqfên dînî û ji layê pare ve bo vana piştgirîkirin wekî wezîfe dabûn Wezareta Kulturî.' Fikrî Sağlarî wisa dirêjî pê da: 'Karê min pêşî rawestandina vê tetbîqê bû. Ji bo rawestandina tetbîqê jî, min nivîsarek bo MGK nivîsand, ji bo şandinê jî, min mudîreya qelema xwe ya taybetî Hediye Mugayê wekî qasida taybetî wezîfedar kir. Min ji bo eynî armancî pêşnîyaza danîna Malên Gel û Navendên Kultura Tirkan bo MGKê pêşnîyaz kirin. Ev daxwaza me hate qebûlkirin û bi vî awayî piştgirîya bo rêxistinên taybetî ji navê hate hilanîn.

Wezîrê kulturî Fikri Sağlar amaje pê dike ku ji navê hilanîna belgeyên ku behsa wan dibe de heyirî nemaye û wisa dibêje: 'Digel ku ewqas sal di ser re çûne, di wezaretê de rêxistinbûyîneka bi rêkûpêk çênebûye, ev nimûne nîşan dide ku berîya me wezaretê xistine çi halî. Heta ku partîyek bi tena serê xwe nebe desthelat û ji serî heta binî wezaretê ji nuh ve tenzîm neke dê ev rewşa hanê baş nebe. Di nav belgeyên li berîya dema min de jî tune ne. Ez zêde heyirî nemam. Lê ez bi xemgînî îfade dikim, butçeya ku dewletê ji bo rêxistinên şerîetparêz terxan kiriye, ji sisêyan yekê wê jî bo Malên Kulturî nehat dayîn'."

Bi awayekî vekirî fêm dibe, yên ku cereyanên dînî, rêxistinên dînî teşwîq kirine dewlet û artêş in. Bêguman vana li herêmên kurdan, li herêmên kurdnişîn dikin. Ji bo ku di nav kurdan de pêşî li bizavên neteweyî bigrin, kurdan bi fikrê resmî ve, bi fehma tirkîstîyê ve girêbidin.

 

Derheqê AKPê de

Partîya Edalet û Pêşveçûnê û hukumet dixebitin ku di jîyana sîyasî ya tirkan de gorankarîyên girîng çêbikin. Hewl didin ku giranîya artêşê ya li ser jîyana sîyasî kêmtir bikin. Bêguman ev girîng in. Hukumet bi van alîyên xwe nîşan dide ku ji hukumetên berîya xwe cihêtir e. Lê di helwêsta xwe ya derheqê meseleya kurdan de, di navbera wê û hukumetên berîya wê de zêde ferq tune ye.

Hukumetê di naverasta sala 2009 de dest pê kir, behsa 'vebûna kurd' kir. Li di netîceya rexneyên ku ji alîgirên xwe, ji artêşê, ji partîyên muxalefetê CHP û MHPê girtin, hingê îcar behsa 'vebûna demokratîk', 'projeya yekîtî û biratîya neteweyî' kir. Hukumetê, demeka kin şûn de jî hêdî-hêdî terka fehma vebûnê kir.

Bêguman ev helwêsteka tendurist nîne, çimkî hukumet dev ji vebûna kurd berde jî kurd dev jê bernadin, dê dewam bikin. Heta ku hukumet derbarê kurdan de, derbarê meseleya kurdan de, wekî nimûne, derbarê zimanê kurdan de nebe xwedîyê helwêsteka demokratîk, neşê programên xwe yên din jî bi awayekî tendurist bimeşîne. Kurd di warê xwestina mafên xwe yên ku ji kurdbûna wan hasil dibin de bi israr in. Ji vir pê ve jî, eşkera ye ku dê bi israr bin, dê ev proses wisa pêşvetir here û kurtir bibe. Wekî hukumet, eger derdê we çewsandina zimanê kurdan be, hingê hûn ê neşên karên xwe yên din jî bi rê ve bibin.

Fehma em ê PKKê tesfîye bikin jî xelet e. Ev glek xelet e ku hevdîtinên bi Partîya Aştî û Demokrasîyê re dibin, herwisa hevdîtinên ku li girava Îmralîyê bi Abdullah Öcalanî re dibin bi armanca tesfîyekirina PKKê bin. Ev helwêsteka wisa ye ku dê dewlet û hukumetê bixîne nav tengasîyê, bibe asteng ku neşên bi pirsgirêkên li derveyî meseleya kurdan re bi awayekî tendurist eleqedar bibin. Çimkî tesfîyekirina PKKê mumkin nîne, sûdewar û pêwîst jî nîne. Te divê di hevdîtinên bi Partîya Aştî û Demokrasîyê re yan te divê bi hevdîtinên bi Abdullah Öcalanî re be, girîng e ku daxwazên kurdan bêne muzakerekirin. Hûn neşên bi zihnîyeta tesfîyekarîyê bigihên tu derekê. Bi vê zihnîyetê hûn dê ancax meseleyê bêhtir girîft bikin. Lê hûn dişên hevdîtinên bi sîyasetmedarên kurd re pêş ve herin.

Sîyaseta tirkan, sîyaseta dewlet û hukumeta tirkan bi fikr û helwêstên cote-standardîyê neşên bigihên tu derekê. Fikr û helwêstên bi cote-standardîyê kesan û sazîyan dirizînin. Mebêjin ku piştî vê merheleya belvabûna

 liberxwedana kurdan a li hemberî asîmîlasyonê êdî ji bilî pêşveçûna di riya çareserîyê de rêyeka din nîne.

 

Meşrûîyeta Komelayetîyê

Di bûyer û biryarên komelayetî û sosyalî de meşrûîyeta komelayetî divê krîtereka gelek girîng be. Serwezîrê ku li Almanyayê dibêje "Asîmîlasyon tawaneka însanîyetê ye", lê li Tirkîyê tekîd dike ku li dijî kurdî ye û dibêje "bila kes derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê de tuştek hêvî neke", herwisa dirûşmên "yek milet, yek ziman, yek dîn, yek ala, yek welat" tekrar dike. Yanî dema ku em vê helwêsta serwezîrî ya cote-standardane ji layê meşrûîyeta komelayetîyê ve şîdikin, em vana dibînin.

Tirk kengî çûne Almanyayê? Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li Almanyayê pêwîstî bi ji nû ve sazkirina sinaîyê çêbû, bi vî awayî, pêwîstî bi karkerên bîyanî çêbû. Tirk di vê çarçeweyê de çûn Almanyayê. Herhal hinde şert hebûn, wan ev şert qebûl kirin û wisa çûn. Yanî ew der welatê tirkan bi xwe nîne. Îcar kurd, bi hezaran sal in li weltê xwe Mezopotamyayê, li Kurdistanê dijîn. Destpêkirina êrîşên êlên oguzan ber bi Îranê, Kurdistanê, Îraqê û Anadoluyê ve vedigere sedeyê yazdehan. Îcar derheqê navbera gola Wanê û gola Urmîyeyê de, derheqê Zagrosan de, derheqê Mezopotanyaya Bakûr de tomarkirinên ku vedigerin du hezar sal Berîya Îsayî hene. Ev e hurrî, mîttanî, subarî, kassîtî, gutî, madî, kardukî…

Ev eşkera ye ku di navbera rewşa tirkên ku wekî karkerên dereke di salên 1960î de çûne Almanyayê û kurdên ku bi hezaran sal in li ser erdê xwe dijîn de ferqên gelek mezin hene.

Dema ku serwezîr ji bo tirkên li Almanyayê lîse û unîversîteyên tirkî dixwaze, lê di eynî demê de israr dike ku kurd ji mafên xwe yên sirûştî mehrûm bimînin. Hingê ev yek nakokîyeka gelek mezin e ku di jîyana tarîxî û komelayetîyê de tê dîtin. Serwezîrê ku li dijî asîmîlebûna tirkên li Almanyayê derdikeve, serwezîrê ku vê yekê wekî tawaneka însanîyetê dihelsengîne, lê di asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê de israr dike û bi vî awayî tawana însanîyetê dike. Hingê ev dibe raman û bizaveka wisa ku ew bi xwe xwe dirizîne. Ev e, li Almanyayê tirk jî di zimanê xwe yê dayîkê de perwerde dibînin. Eger malbat bişên di herêmekê de bîst xwendekaran peyda bikin, dikarin di xwendegehan de bi zimanê xwe zarokên xwe bidin perwerdekirin. Ev mafê hanê li Almanyayê ji bo hemî karkerên bîyanî, ji bo hemî etnîsîteyan heye… Tirk jî kurd jî li gelek welatên Ewropayê dikarın ji van mafên wisa îstîfade bikin.

Di navbera salên 1985-1988an de, li Bulgarîstanê kampanyayek hate destpêkirin ku navê tirkên li wir bo navê bulgarî bête guhertin. Dewletê ev kampanya bi rê ve dibir. Ev kampanya li Tirkîyê ji layê dewlet û hukuımetê ve bi reaksîyoneka mezin hate protestokirin. Meclisa mezin ya Tirkîyê TBMM, hemî organên dadgehan, hemî beşên dadgehên bilind, hemî unîversîte, partîyên sîyasî, sendîkayan, karsazan, sazîyên sporê, sazîyên dîyanetê, sazîyên civaka sivîl… vê prosesa li Bulgarîstnê bi têgehên emperyalîzmîyê, kolonyalîzmîyê, faşîmîyê, derveyî hemdemîyê… rexne kirin. Hukumeta Bulgarîstanê ya wê demê, Partîya Komunîst ya Bulgarîstanê tawanbar kirin.

Bulgarîstanê ji mêj ve dev ji vê polîtîkayê berdaye. Ji ber reaksîyonên ku ji Tirkîyê dihatin û ji ber fişardinên navneteweyî di sala 1988an de dev ji vê polîtîkayê berda. Lêbelê li Tirkîyeyê, hîn jî kurd neşên navên kurdî li zarokên xwe bikin. Navên ku têde herfên Q, W, X hebin, dayreyên nufûsê, van navan qebûl nakin. Dibêjin "Ev herf di alfabeya tirkan de tune ne". Dibe ku ev herf di alfabeya tirkan de nebin, lê di alfabeya kurdan de hene.

Lêbelê rewşa tirkên li Bulgarîstanê û kurdan ji hev gelek cihê ye. Usmanîyan di salên 1360î de Bulgarîstanê dagîr kiribûn, ji Anadoluyê beşek nufûsa tirk û musluman şandibûn wan deran. Li wir bi cihbûna tirkan bi dagîrkirineka wisa re têkildar e.

Îcar kurd, herwekî ku min li jor jî behs kir, bi hezaran sal in ku li welatê xwe yê eslî dijîn. Bi hezaran sal berîya ku tirk êrîşê Anadoluyê bikin, kurd li vir, li welatê xwe yê eslî Kurdistanê bûn. Ev hemî bi awayekî vekirî nîşan didin ku polîtîkayên dewletê yên ku li hemberî kurdan û kurdî têne meşandin ji layê komelayetîyê ve tu meşrûîyeteka wan tune ye.

Eger em polîtîkayên dewletê yên li hemberî kurdan bi polîtîkayên Apartheid yên li Afrîkayê, herwisa bi kampanyayên guhertina navan yên li Bulgarîstnê û polîtîkayên Almanyayê yên derbarê karkerên tirk de bidin ber hev, dê zanîna me zêdetir bibe.

 

Senteza Tirk-Îslamê

Fikrekî Firqeya Îtîhad we Teraqî ya wisa hebû ku Împaratorîya Usmanîyan li dor unsûra tirk ji nû ve organîze bike û di çarçewaya vî fikrî de planên ku çêkiribûn hebûn. Di cîbicîkirina van planan de armenî, rûm, suryanî, kurd, qizilbaş (elewî), êzidî… wekî kendûkospên girîng hatin dîyarkirin.

Di çarçeweya van planan de prosesên surgunkirina rûman, tunekirina nufûsa armenîyan, asûrî-suryanîyan û êzidîyan, mal û milkê ku ji armenîyan û rûman maye dayîna bin kotrola tebeqeya bilind ya tirkên musluman, bi vî awayî tirkîzekirina sermayeyê çêbûn. Çawa ku Şerê Yekem yê Cîhanî dest pêkir surgunên rûm-pontusan ku dewam dikir heta bi salên destpêkê yên Komarê wekî mubadele dewam kir. Îcar nufûsa armenîyan, di sala pêşî ya şerî de, di sala 1915 de, bi jenosîdê hate tunekirin. Asûrî-suryanî û êzidî jî rastê aqûbeteka wekî vê hatin.

Du astengên din ku mabûn, asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina qizilbaşan (elewîyan) bo muslumantîyê; ev polîtîkayeka sîstematîk e ku ji layê Komara Tirkîyê ve tê meşandin.

Li hemberî cihûdan di sala 1934an de, li hemberî mesîhîyan di salên 1942-43 de, bi tetbîqkirina Baca Hebûnê (Varlık Vergisi), herwisa li ser yên ku ji surgunê paş ve mane bi bûyerên ku di rojên 6-7 îlon 1955 de çêbûn, tirkîzekirina sermayeyê dewam kir. Di sala 1964an de, piştî van hemî operasyonan, yên ku li cî mabûn hemî hatin surgunkirin.

Li hemberî kurdan ji destpêka salên Komarê bi vir de polîtîkayeka tund ya asîmîlasyonê hate tetbîqkirin. Surgun û tetbîqkirina îskana mecbûrî prosesên pêkhateyî ne ku bo asîmîlasyonê zemîn amade dikin. Di prosesa asîmîlasyona kurdan de tê dîtin ku li hinde deverên Armenîstana Rojava çavê xwe jê re girtine ku hinde axayên kurd dest daynin ser mal û milkê armenîyan. Ev proses, ev têkilî, meriv dişê wekî di bin kontrolê de girtina kurdan jî bifikire.

Digel van hemî operasyonan dîsa jî asîmîlasyona kurdan herwekî ku dewletê plan kiriye û xwestiye çênebû. Dozên wekî 49an û 23yan nîşan didin ku digel her awa çewsandin û şîdetê di kurdan de hereketa neteweyî zîl daye, dest bi şînbûnê kiriye. Damezirîna Partîya Demokrat a Kurdistanê (1965), Mitîngên Rojhelatê (1967), damezirîna Ocaxên Şorişgêrî û Kulturî yên Rojhelatê (1969) nîşan didin ku bizava neteweyî bi awayekî gurr dewam dike. "Danişînên Rojhelatê" ku di sala 1971ê de, di dema rejîma cuntaya 12ê adarê de, li Diyarbekirê, li dadgehên leşkerî çêbûn, di hereketa neteweyî ya kurdan de merhaleyên gelek girîng, pêngavên gelek mezin in. Di dawîya salên 1970yan de damezirîna PKKê, fikir û fealîyetên PKK prosesê gurrtir, belavtir û kûrtir kirine.

A ev e, dest bi damezirîna Ocaxên Roşinbîran (Aydınlar Ocağı) kirin, dest bi pêkanînan senteza tirk-îslamê kirin, tam jî rastê van salan tê. Dawîya salên 1960î, destpêka salên 1970yî…

Senteza tirk-îslmê, ji Îtîhad we Teraqî vir de, fehmeka dewletê ye ku ji layê unsûra tirk ve tê organîzekirin û li ser kurdan tê tetbîqkirin. Daxilkirina sehaya raman û fealîyeta kemalîstan ku ji bo kurdan tetbîq dikin, di salên 1970yan de, senteza tirk-îslamê bi xwe re anîye. Ev hereketeka fikrî ya wisa ye ku giranîyê dide îslamîyetê û hewl dide fehma tirkîstîyê bi vegotineka îslamîst bo kurdan bibe. Fehma senteza tirk-îslamî, wekî unsûreka bingehîn e ku tirkîstîyê hêzdar dike, wisa tê fikirîn. Di meseleya asîmîlekirina kurdan de, di navbera cereyanên dînî ku dewlet wan teşwîq dike û cereyanên kemalîst de ferqeka cidî tune ye.

Di destpêka vê nivîsarê de min beyanatên ku Fikri Sağlarî wekî wezîrê kulturî beyan kirinbûn pêşkêş kirin. Divê meriv naveroka wan beyanatan jî di çarçeweya senteza tirk-îslamî de bihelsengîne.

Yên ku di çarçeweya senteza tirk-îslamî de dixebitin, di meseleya tirkîstîyê de, di meseleya îslamê de, di her tewir meseleyê de têgehên wekî "lêkolîna îlmî", "xebata îlmî", "fikrê îlmî" tim bikar tînin. Prensîba bingehîn ya zanistê ramana azad e, rexneya azad e. Di sîstema sîyasî ya tirkan de, di rejîma sîyasî ya tirkan de cihekî gelek girîng yê qedexeyan heye. Îdeolojîya resmî ku qedexeyên ramanê wekî sazî dane rûniştandin, girîngtrîn sazîya sîstema sîyasî ya tirkan e. Di nav yên ku Ocaxa Roşinbîran damezrandin de, di nav yên ku senteza tirk-îslamê pêkanîn de ji 30î zêdetir profesor hene. Serekê Ocaxa Roşinbîran Prof. Dr. Süleyman Yalçın di nivîsara xwe ya bi sernavê "Aydınlar Ocağı ve Türk-İslam Sentezî" de ku di rojên 1-6 şibat 1988 de li rojnameya Tercümanê weşîya de tekîd dike ku damezrînerên Oacaxa Roşinbîran 56 kes in. Ji van 56 kesan 31 kes profesor in.

Ev profesor hertim têgehên wekî "xebata îlmî", "fehma îlmî", "pêwîstîya lêkolîna îlmî" bikar tînin. Gelek balkêş e ku digel viya dîsa jî ev profesorên hanê hîç ji qedexeyên ramanê gazincan nakin, belkî bi biryardarî piştgirî bo qedexeyên ramanê dikin. Di dema damezrîna Ocaxa Roşinbîran de, yanî di destpêka salên 1970yan de, ev tê zanîn ku wan hebûna kurdan û zimanê kurdan înkar dikir, kurd wekî tirk hesab dikirin. Prof. Dr. Süleyman Yalçın di wê nivîsa xwe ya ku me li jor behsa wê kir de derheqê vê mijarê de wisa dibêje: "… Yekîtîya dîrok, welat û bawerîyê ya 9 esran ya li ser van erdan, di wan însanên ku ji layê etnîkî ve xwe tirk nabînin de jî cih ji piçûktirîn cihêbûneka sunnî re nahêle, bi çêbûna şuûreka neteweyî wan dike yek." (Tercüman, 5 sibat 1988) Ev nirxandin, di dema ku li bajarên kurdan zulma komandoyan dewam dikir de çêbûye. Bi awayekî siruştî dema ku kurdan tirk hesab dikin, hingê hewl didin xwe ku bi awayekî fiîlî wan bikin tirk, ji bo vê yekê jî îqna, çewsandin-zordarî jî têde her şêwe metod bivê nevê tê bikaranîn.

Di rojnameya Milliyetê ya roja 20 cotmeh 2010 de nuçeyeka bi sernavê "Wezîrê Karê Navxweyî behsa formula meseleya kurdan ya partîyê kir" heye. Formul ev e ku li herêmên kurdan û li derên ku kurd dijîn zêdekirina xwendegehên îmam-xetîbê û kursên Quranê…

Hukumet û AKP eger wekî hukumetên berîya xwe nêzikî li meseleya kurdan bikin, mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin red bikin, bi vî awayî neşên bigihên tu derekê. Êdî ne mumkin e bi geşkirin û hêzdarkirina cereyanên dînî, li herêmê bi zêdekirina xwendegehên îmam-xetîbê û kursên Quranê kurd nayêne kontrolkirin.

Ji layê din, bi awayê "ew dê nebe, ev dê nebe" destpêkirina vebûnê jî bimana nîne. Tu dişêyî çi bikî divê tu wê bibêjî.

 

Nîjadperesttirîn Dewleta Cîhanê…?

Zemanek ji bo Afrîkaya Başûr digotin "nîjadperesttirîn dewleta dinyayê." Naveroka tetbîqa Apartheidê ya li Afrîkaya Başûr ev bû. Desthelata sipîyan ji xwecihîyan re wisa digot: "Postê we reş e, hûn naşibin me, li derveyî cihên me bijîn. Bila taxên we, xwendegehên we, nexweşxaneyên we, otelên we, parkên we, şêngehên we, plajên we û hwd. ji me cihê bin." Di çarçeweya vê zihnîyetê de xwecihî li derên fireh ku dora wan bi têldirîyan hatibûn pêçan û jê re digotin "Bantustan" de dijîyan. Lê otonomîya wan hebû. Bi sazîyên xwe dijîyan. Wan bi xwe xwe îdare dikir, wisa dijîyan. Xizmetên bingehîn yên mîna av û elektrîk û kanalîzasyonê gelek xirab bûn. Lê di nav bêîmkanîyên madî yên wisa de wekî xwe dijîyan.

Îcar li Tirkîyê, ji kurdan re dibêjin "Divê hûn bi tirkan re bijîn. Lê divê hûn bibin wekî tirk û wisa bijîn. Divê hûn bibin tirk, şansekî we yê din tune ye…" Herwekî ku tê dîtin, kurd neşên wekî xwe bijîn, nikarin ew bi xwe xwe îdare bikin, wekî tirk dijîn. Ez wekî şexs dibêjim, ev nîjadperestîyeka gelek girantir e. Nîsbet bi nîjadperestîya ku dibêje "tu naşibî min, li derveyî min, li cihekî din bijî", nîjadperestîya ku dibêje "tu dê bi min re bijî, lê divê tu bibî wekî min. Şansekî te yê din tune ye…" nîjadperestîyeka hîn girantir, nîjadperestîyeka bêhtir tehqîrane ye.

Li Afrîkaya Başûr di destpêka salên 1990î de dawî li rejîma Apartheidê hat. Serokê dawîn yê dewra Apartheidê, yanî serokê dewleta Komara Afrîkaya Başûr Fredrik de Klerk bû. Di navbera salên 1989-1994 de serokê dewletê bû. Lê dema ku di sala 1994 de Nelson Mandela wekî serokkomar hate hilbijartin, hingê Fredrik de Klerk bû cîgirê serokkomarî. Ew yek ji cîgirên serokkomar Nelson Mandelayî bû. Serokdewletê dawîn yê desthelata sipîyan ku Nelson Mandelayî 27 sal di zîndanê de hişt, piştî sala 1994an, bû yek ji cîgirên Nalson Mandelayî. Ev, nermîya dewleta ku jê re "nîjadperesttirîn dewleta dinyayê" dihat gotin jî dide nîşan. Îcar li Tirkîyê, dibêjin "yek milet, yek ziman…" û mafên bingehîn yên kurdan înkar dibin.

Di navbera salên 1985-1988 de, dewleta Bulgarîstanê bi têgehên wekî "nîjadperest", "kolonyalîst", "emperyalîst", "faşîst" û "li derveyî hemdemîyê" hate rexnekirin. Bulgarîstan neşîya guhertina navan ji sê salan zêdetir dewam bike. Partîya Maf û Azadîyan ku ji layê tirkan ve hatiye damezrandin niha li Bulgarîstanê endamê hukumetê ye. Bulgarîstan endamê Yekîtîya Ewropayê ye…

 

Pirsa Azadîyan: Turban û Yên Din…

Serwezîr Receb Tayîb Erdoğan di rojên 16-17 îlon 2010 de partîya xwe li Kızılcahamamê kom kir û di axaftina xwe de wiha got: "Mafê tu kesî nîne ku grûbeka din ya etnîkî yan bawerîyê red bike, wê ji heq û huqûqa wê mehrum bike."

Cumleya ku serwezîrî îfade nekir herhal wisa ye: "Em ne têde!" Yanî tirkên hanefî û musluman, tiştên ku kes neşê bike ew dişên bikin. Tirkên hanefî û musluman, dişên wî mafî di xwe de bibînin û grûbeka din ya etnîkî yan bawerîyê red bikin, wan ji heq û huqûqên wan mehrûm bihêlin.

Di fehma sîyasetê ya tirkên hanefî û musluman de cote-standardîyeka wisa heye. Û ev cote-standardî bûye wekî sazîyekê. Rojnameger û nivîskar Metin Münir di nivîsara xwe ya bi sernavê "Özgürlük ve İkiyüzlülük" ku di hejmara roja 20 cotmeh 2010 ya rojnameya Milliyetê de weşandiye de dibêje "Ev bi fiqiha ku Îmamê Azem Ebû Hanîfeyî (699-767) pêkanîye ve têkildar e." Helwêsta serwezîrî ya derbarê perwerdeya zimanê dayîkê kurdî de wisa ye. Ev eşkera ye ku meseleya kurdan ji vê meseleyê gelek mezintir e. Herwisa, ew meseleya ku elewî dibêjin bila dersa dînî di xwendegehan de wekî dersa mecbûrî nebe û wezîrê dewletê Faruk Çelikî ev red kir, dîsa bi vê ve têkildar e. Divê meriv vê bibêje ku di elweîtîyê de dersa dînî ya mecbûrî pirsgirêkeka hîn firehtir e.

AKP û hukumet wekî pirsgirêkeka azadîyê li turbanê dinihêrin. Fehmeka wisa heye ku divê li unîversîteyan, li derveyê sehaya raya giştî û li hundirê sehaya raya giştî, di her qedemeya perwerdeyê de, divê turban serbest bête berdan. Lê pirsgirêka azadîyê ya kurdan, elewîyan û êzidîyan, herwisa pirsgirêka bawerîyê ya rûman, armenîyan û cihûdan ji nedîtî ve, ji nezanînê ve tên. AKP û hukumet, bi tevgerîna wekî hukumetên berîya xwe, bi bikaranînan hîsîyat û tefekura neteweperestîyê, ne dikarin PKKê paş ve bibin, ne jî dişên çareyekê ji meseleya kurdan re bînin. Par, di sala 2009 de, dema ku gotinên vebûna kurd derxistin meydanê hingê hêvîyek çêkirin. Wisa tê fêmkirin ku ji ber helwêsta cotestandard ya hukumetê, ya AKPê, ya serwezîrî ev hêvî dimire. Ji vî layî ve divê meriv bi pêkhateyên sabît fikr û fealîyetên AKPê teqîb bike. Lewre Cemal Özçelik mafdar e.[1] Dr. Ali Gün jî mafdar e.[2]

Dema ku hêvî çêkirin, gotineka mîna firehkirina azadîya derbirînê jî hebû. Îro li televîzyonan, li radyoyan, li rojnameyan meseleya kurdan tê munaqeşekirin, rêxistinên civaka sivîl panel û konferansan organîze dikin, ev pêşveçûnên baş in. Lê îro li zîndanan bi qasî 40 rojnamevan hene. Ev jî nîşan dide ku hîn jî azadîya derbirînê çênebûye. Lêbelê çêbûn û dewamkirina munaqeşeyên derbarê kurdan û pirsa kurdan de girîng e. Ji vî layî ve gotina "vebûnê tu tiştekî neanî" rast nîne.

 

Li Hemberî Asîmîlasonê Liberxwedana Komelkî

Dibe ku di bêçareserî hiştina meseleya kurdan de nîyet û armanceka wisa ya hukumet û dewletê hebe: her çawa bibe zeman di lehê me de dişuxule. Her ku zeman pêş ve diçe asîmîlasyon bêhtir xurt dibe, belav dibe. Lewre pêwîstî pê nîne ku em ji bo çareserîyê bixebitin. Ewiqandin herî başê wê ye…

Ev fehm, ev hêvîkirin xelet e. Ev, ji bilî mezinkirina pirsgirêkê tu encameka din nayne. Partîya Aştî û Demokrasîyê di vê mijarê de li ber xwe dide, girseyên mezin yên kurdan di çarçeweya vê berxwedanê de cih digrin, herwisa, di dozên KCK de bi kurdî parastin çêdibe, ev prosesên balkêş in.

Dibe ku roşinbîrên kurd di rabirdûyê de bi reftarî û helwêsta xwe xizmeta asîmîlasyonê kirine. Lê piştî vê merheleyê, ev eşkera ye ku prosesa liberxwedana li hemberî asîmîlasyonê dê di beşên cur bi curên yên komelgeyê kurdan de dewam bike. Ji vê çendê divê hukumet û AKP vê geşedana di komelgeyê kurdan de baş teqîb bikin.

24.10.2010


[1] www.kurdinfo.com Aydın sorumluluğu ve sorumlu aydın, 12.10. 2010

[2] www.nasname.com Beşikci’nin Asimilasyon yazısı üzerine, yapılan yorum, 19.10.2010

Na xebere 2255 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.