zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Teşrîne 2009 Sêşeme 12:09

Derheqê Edebîyata Kirmanckî (Zazakî) de

[Meqale]
Roşan Lezgîn

Kirmanckî (kirdkî, zazakî, dimilkî) yek ji dîyalektên zimanê kurdî ye. Kirmanckî, nisbet bi dîyalektên kurdî yên din bêhtir taybetîyên zimanên kevnare di xwe de muhafeze dike. Lê di nav dîyalektên kurdî de ya ku derengtir hatîye nivîsîn kirmanckî ye.

Di vê gotarê de ez ê bi kurtî behsa destpêka edebîyata nivîskî, xebata standardîzekirinê û pêşketina edebîyata modern ya kirmanckî bikim. Lê berîya wê, ez dixwazim ji layê cografya, nufûs, aîdîyeta etnîkî, ayîn (dîn), navên lehçeyê û taybetîyên zimanî ve wêneyekî vê grûba kurd nîşan bidim.

 

Cografya û Nufûs

Kurdên zaza, yanî kirmanc, teqrîben li ser zemîneka hevgirtî, di nav sînorên duwanzdeh parêzgeyên Kurdistana Bakur de ku niha di nav sînorên Tirkîyeyê de ye, niştecih in. Ev duwanzdeh parêzge ev in:

1. Bidlîs (Modkan)

2. Çewlîg (Azarpêrt, Bonglan, Çêrme, Dara Hênî, Gêxî, Kanîreş û Xorxol)

3. Dêrsim (Çemişgezek, Mazgêrd, Pêrtage, Pilemurîye, Pulur, Qisle û Xozat)

4. Dîyarbekir (Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Gêl, Hêni, Hezro, Licê, Karaz, Pasûr, Pîran û Şankuş)

5. Erzingan (Îlîç, Kemalîye, Kemax, Mose û Têrcan)

6. Erzirom (Aşqele, Çad, Hesenqele û Xinûs)

7. Mûş (Gimgim)

8. Ruha (Sêwreg)

9. Semsûr (Aldûş)

10. Sêrt (Hewêla)

11. Sêwas (Qengal, Zara, Ulaş, Îmranlî û Dîvrîgî)

12. Xarpêt (Depe, Maden, Mîyaran, Pali, Qovancîyan, Sîvrîce û Xulaman) (1).

Ji van parêzgeyan di hinekan de, wekî mînak, li Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê pirranî ne. Lê li hin bajaran tenê li qezayekê yan jî li herêmeka piçûk hene (2).

Ji derveyî van bajaran jî, wekî mînak, li qezayên mîna Putirge û Erebgîra Meletîyê, li Sariza Qeyserîyê, li Qirşehirê, li Gumuşxaneyê, li Nîgdeyê, li Aqsaraya Qonyayê û li Ardahanê jî hene. (3)

Ji ber ku zimanê kurdî û çi tiştê ku aîdê kurdan e ji danîna komara Tirkîyeyê bi vir de qedexe ne, ji vê çendê, di warê tesbîtkirina nufûsa kurdên Kurdîstana Bakur de tu hejmareka tesbîtkirî hîn jî tune ye. Herwisa, derbarê nufûsa vê grûbê de jî tu hejmareka tesbîtkirî tune ye. Lê wisa texmîn dibe ku nufûsa vê grûba kurd li dora 4 mîlyonan e (4). Ev reqem teqrîben ji çaran yekê nufûsa kurdên Kurdîstana Bakur dike.

 

Aîdîyeta Etnîkî

Hema bibêjin ku hemî pêşewa û roşinbîrên vê grûbê ji destpêkê heta niha beşdarê hemî prosesên têkoşîna neteweperwerîya kurdî bûne. Di hemî serhildanên mezin ên kurdan de, wekî mînak, li serhildana Mela Selîm Efendî (1914), li serhildana Qoçgiriyê (1920), li serhildana Şêx Seîd Efendî (1925) û li serhildana Dêrsimê (1937-1938), bi tevayî cih girtine. Di nav xebatên neteweperwerîya kurdî ya li destpêka sedsala 20. de neteweperwerên kurd yên mîna Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg, Xelîl Xeyalîyê Modanê, herwisa, Dr. Nafîz û Nûredîn Zaza, dîsa Faîq Bucak û Seîd Elçî gelek navdar in. Kesayetên mîna Mela Selîm Efendî û Seyîd Riza di radeya serektîyê de li Kurdistana Bakur di doza neteweperwerîya kurdî de pêşengî kirine. Dîsa, di hemî tevgerên kurdeyatîyê yên di nîveka dawîn a sedsala 20. de û niha jî kurdên zaza di nav xebatên siyasî yên Kurdistanê de her aktîf in (5).

 

Ayîn (Dîn)

Kurdên zaza musluman û elewî ne. Herçendî yên elewî gelek bin jî yên musluman ji wan pirtir in. Yên sunnî, ku bi giştî xwe wekî “kird” û diyalekta xwe jî wekî “kirdkî” bi nav dikin, li çîyayên asê yên li navenda Kurdistana Bakur, ji Modkana Bidlîsê bigirin heta bi Aldûşa Semsûrê niştecih in. Yên elewî jî, ku bi tevayî xwe wekî “kirmanc” û dîyalekta xwe jî wekî “kirmanckî” bi nav dikin, bêhtir li jora bakurê Kurdistanê, ji Gimgima Mûşe bigirin heta bi herêma Qoçgiriyê, bi giranî li mintiqaya Dêrsimê ku ji çîyayên gelek asê pêk tê de niştecih in (6). Ew dînê ku li Tirkîyê jê re “Elewîtî” tê gotin, berdewama dînê Yaresan (Ehlê Heq) e ku wekî dînê kurdên goran tê zanîn.

       

Navên Lehçeyê

Ev dîyalekta kurdî bi çar navên cihê tê binavkirin:

1. Kirmanckî

2. Kirdkî

3. Dimilkî

4. Zazakî

Li Çewlîgê û qezayên Dîyarbekirê xwe wekî “kird” û diyalekta xwe jî wekî “kirdkî” bi nav dikin. Li Dêrsim, Erzingan û Gimgimê xwe wekî “kirmanc” û diyalekta xwe jî wekî “kirmanckî” bi nav dikin. Li derdora Çêrmûg, Sêwreg, Aldûş û Modkanê xwe wekî “dimilî” û diyalekta xwe jî wekî “dimilkî” bi nav dikin. Li derdora Xarpêtê û qezayên Xarpêtê jî xwe wekî “zaza” û diyalekta xwe jî wekî “zazakî” bi nav dikin (7).

Di encama xebata standardîzekirina vê lehçeyê de, ji van navan “kirmanckî” hatiye tercîhkirin (8) û niha di warê nivîsînê de ev nav tê bikaranîn. Peyvên “kirmanc” û “kird” navên etnîkî ne, peyvên “dimilî/dumbilî” û “zaza” hîn bêhtir navên eşîran yan jî yên deveran e (9). 

 

Taybetiyên Zimanî

Kirmanckî (zazakî) nisbet bi lehçeyên din ên kurdî, taybetîyên zimanên kevnare hîn zêdetir di xwe de muhafeze dike. Hemî peyvên vê dîyalektê yan nêr (n), yan mê (m) û yan jî pirhejmar (ph) in. Di sifet û fiîlan de jî ev taybetmendî wisa ye. Çend istîsna ne têde, peyvên mê bi giştî di dawîyê de dengê “e” digrin, peyvên pirhejmar jî di dawîyê de dengê “î” digrin. Wekî mînak:

Golik (n)

Golike (m)

Golikî (zh)

Ger em vê taybetîya kirmanckî (zazakî) bi kurmancî re berawird bikin, ev peyv li her sê halan jî di kurmancî de mîna “golik” tê nivîsîn. Yanî, di kurmancî de heta ku peyv di nav hevokê de neyê xebitandin, dîyar nabe ku gelo ka peyv nêr, mê yan pirhejmar e. Lê di zazakî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe nîşan dide. Ev xususîyet di zimanê kevnare de heye.

Çawa ku di lehçeyên din ên kurdî de gelek devok (şîwe) hene, herwisa, di dîyalektê de jî devok hene. Lê meriv dikane bi şêweyekî giştî vê dîyalektê bike du devokên mezin:

1. Devoka Dêrsimê

2. Devoka derveyî Dêrsimê

Devoka Dêrsimê, hema bibêjin ku elewî diaxifin. Devoka din jî, meriv dikane bibêje ku yên sunnî diaxifin.    

 

Destpêka Edebîyata Nivîskî

Di kirmanckî (zazakî) de çend metnên herî kevin ku tên zanîn di kitêba Peter Îvanovîç Lerchî de weşîyane. Ev metn ji devê çend kurdên zaza yên ku li şerê Qirimê (1853-1856) dîl ketine destê artêşa Rusyayê hatine nivîsîn. Ev kitêb di sala 1857 de li Petersburgê çap bûye (11).

Li welat cara pêşîn metna ku ji alîyê kurdan bi xwe ve hatiye nivîsîn Mewlûdê Nebî ya Ehmedê Xasî (1867-1951) ye. Ev kitêb di sala 1892 de hatîye nivîsîn û 1899 de li bajarê Dîyarbekirê di çapxaneya Lîtografyayê de li çapê ketîye. Ev yekemîn kitêba kurdî ye ku di çapxaneyeka modern de li çapê ketîye. Mewlûdê Nebî 16 beş û 756 rêzik e, her rêzik 11 kîte ne. Ev kitêb bona edebîyata kurdîya zazakî wekî yekemîn metn tê qebulkirin (12).

Kitêbeka din jî ya muftîyê Sêwregê Usman Efendîyê Babijî ye (1852-1929). Ev metn jî di sala 1906 de hatiye nivîsîn. Paşê destnivîsên wê dikevin destê Celadet Alî Bedirxanî (1893-1951). Ew jî di sala 1933 de li Şamê bi alfabeya erebî çap dike (13).

Ji bilî van sê metnên seretayî ji ber qedexekirina ziman li Tirkiyeyê demeka dirêj bi kurdîya zazakî tu metnek nehatiye nivîsîn. Ji ber ku kurdên zaza tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de ne, li devereka din jî bi vê dîyalektê nehatiye nivîsîn.

 

Xebata Standardîzekirinê

Bona standardîzekirin û aktualîzekirina kirmanckî (zazakî), ji sala 1996 vir de xebateka organîzekirî tê meşandin. Ev xebat roj bi rojê bi awayekî biîstîqrar her berdewam e.

Xebata standardîzekirina vê dîyalektê li Swêdê dest pêkir. Deh-panzdeh roşinbîrên kurd ên zaza ên ji deverên cihê-cihê ku ji ber tadaya dewleta Tirkîyeyê koçber bûbûn, xwe wekî “Grûba Xebate ya Vateyî” bi nav kirin û li ser vê dîyalektê dest bi xebatê kirin. Ev koma xebatê serê pêşî encama kombûnên xwe wekî broşur belav kir lê dû re kovareka bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 17 car bona standardîzekirina vê dîyalektê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna edebîyata wê vekiriye.

Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.

Di çarçeweya xebata standardîzekirinan dîyalekta zazakî de kovara Vateyî ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 33 hejmar weşîyaye (14). Ferhenga Tirkî-Kirmanckî (Zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê, cara sisêyan çapa wê ya firehkirî hat weşandin (15). Dîsa, Ferhenga Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî ku ji peyvên standardkirî û versîyonên wan pêk tê, cara sisêyan wekî çapa firehkirî hat weşandin (16). Ya herî girîng, kitêba îmlaya zazakî Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) ji alîyê vê komê ve amade bû û hat weşandin (17). Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna vê dîyalektê vekirin.   

 

Pêşketina Edebîyata Modern

Geşedena bingehîn ya edebîyata modern ya kurdîya zazakî li dawîya salên 1990î dest pêkir. Lê meriv dikane destpêka edebîyata modern ya vê dîyalektê vegerîne dawîyê salên 1970yî. Li dawîya salên 1970yî li Tirkîyeyê ji layê rewşa sîyasî ve piçek serbestî çêbû. Di nav kurdan de jî fehma neteweperwerîyê pêşde çû. Wê demê xwendekarên kurd ku li unîversîteyan xwendibûn dest bi nivîsîna kurdî (kurmancî û zazakî) kirin. Bi vî awayî edebîyata modern ya kurdîya zazakî ji kovara Tîrêj ku li sala 1979 dest bi weşanê kir, dest pêbû.

Heta vê demê edebîyata vê dîyalektê ji metnên ayînî (dînî) pêkdihat û bi alfabeya erebî bû. Lê edebîyata modern a kurdîya zazakî bi alfabeya latînî ya ku Celadet Alî Bedirxanî û hevalên xwe wekî komîsyonekê tesbît kiriye, tê nivîsîn. Cihêtîyeka din a di navbera ekola medreseyan û ekola unîversîteyan de jî ev e ku, yên dawîn bi fehmeke neteweperwerî dinivîsin. Çawa ku edebîyata klasîk ya kurdîya zazakî ji Ehmedê Xasî dest pêdibe, edebîyata modern ya vê dîyalektê jî ji Mehemed Malmîsanijî dest pêdibe. Roman ne têde nimûneyên edebî cara pêşî ji alîyê Malmîsanijî ve hatine ceribandin. Di pêşdeçûna kurdîya zazakî de rola wî dişibihe rola Celadet Alî Bedirxanî ku di standardîzekirina kurmancî de lîztibû.

Qonaxa sêyem û ya serketî bi prosesa weşandina kovara xwerrû bi kirmanckî (zazakî) Vateyî dest pêdibe. Ev kovar ji aliyê Grûba Xebate ya Vateyî ve di havîna sala 1997 de li Swêdê dest bi weşanê kir. Dû re hemî hejmarên wê li Îstanbulê jî çap bûn. Û ji hejmara 21. pê ve êdî li Îstanbulê diweşe. Zêde ne biserûber be jî, dîsa ji derveyî kovara Vate li rojname û kovarên ku li Kurdîstana Bakur û Tirkîyeyê bi kurdîya kurmancî têne weşandin de jî kurdîya zazakî tê nivîsîn. Herwisa ji tebaxa 2009 vir de malpereke bi navê Zazakî.Net jî bi dîyalekta kurdîya zazakî li ser tora Înternetê weşanê dike.  

Di çarçeweya xebata “Grûba Xebate ya Vateyî” de weşanxaneyek bi navê “Weşanxaneyê Vateyî” ji sala 2002 vir de li Îstanbulê dest bi xebatê kiriye. Heta niha vê weşanxaneyê 32 kitêbên kurdîya zazakî weşandine (18). Ji destpêkê heta niha di mijarên cihê-cihê de teqrîben li dora 180 kitêbên zazakî ji weşanxaneyên cihê-cihê weşîyane (19).

Bêyî kitêbên telîfî, gelek kitêb ji zimanên bîyanî bo kirmanckî hatine wergerandin. Dîsa, ji kurdîya zazakî jî kitêbek bi navê “Sedefe” bo swêdî hatiye wergerandin. Kitêbek jî bi navê “Binê Dara Valêre de” (Li Bin Dara Biyê) bo dîyalekta kurmancî hatiye wergerandin.

Ji berhemên edebîyata kirmanckî (zazakî) fîlmên sînemayê jî çêbûne. Wekî nimûne, çîrokeka Roşan Lezgînî ya bi navê “Baba” bi eynî navî bûye kurtefîlmek (20).

 

Encam

Di qada edebîyata kurdî ya fireh de edebîyata dîyalekta zazakî jî êdî ruşda xwe îsbat kirîye û xwedîyê nasnameyeka taybet e. Herwisa, zimanê kurdî jî êdî ne tenê xwedîyê du standardan e; meriv dikane li pey kurmancî û soranî, zazakî wekî standarda sêyem ya kurdî hesab bike. Lê ji alîyekî ve, li Tirkîyeyê asîmîlasyona sîstematîk ku nêzîkî sed salan e li ser kurdan tetbîq dibe, êdî gihaye qonaxa otoasîmîlasyonê. Ji vê çendê axaftvanên dîyalekta zazakî, ku li gorî raporên UNESCO di xetereyê de ye, bi rastî jî kêmtir dibin. Zemîna zimanî ku edebîyat li ser aj dide, di xetereyê de ye. Ji vê çendê, meriv nikane bi dilekî rehet bibêje ku paşeroja dîyalekta zazakî ronî ye. Dema ku hebûna zimanekî di xetereyê de be, edebîyata wê jî dê ji eynî qederê re stuyê xwe dayne.

_____________

(1) Malmîsanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Deng Yayınları, Îstanbul 1996, r. 3-4

- Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)”, Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Îstanbul 2004,  r. 39-43

- Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

(2) Malmîsanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Deng Yayınları, Îstanbul 1996, r. 4

- Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

(3) Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

Alakom, Rohat, Du gundên ku li Qersê bi dimilkî diaxifin, http://www.netkurd.com/gotar_bixwine.asp?id=1749&yazid=173

(4) Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

(5) Ger çend kes bin jî, li van salên dawîn hinek kesên ji vê grûbê hene ku dibêjin “Em ne kurd in”, xwe tenê wekî “zaza” dibînin û di vî warî de çalakîyan dikin. Di vê helwêstê de du hoyên sereke hene: Yek jê, dewlet, li gorî polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan hinek manîpulasyonan belav dike daku di nav neteweya kurd de cudatî çêbibe û manewîyata neteweyî ya kurdan bişkê. Ya duyem, ger bi awayekî masum, pirîmîtîv û binezanî be jî, carînan ji layê hinek kurdên kurmanc ve reftarîyên piçûkdîtinê li hemberî zazakî û kurdên zaza hebûn. Wekî mînak, kurdên kurmanc dema ku dibêjin “kurdî”, mebesta wan ji vê gotinê tenê “kurmancî” ye. Ji vê çendê, carînan wekî helwêsteka sosyo-reaksîyonelî hinek kesên ji vê grûbê xwe ji “kurd” bêhtir wekî “zaza” bi nav dikin. Lê ji layê prosesa dîrokî ve tu car nehatîye dîtin û bihîstin ku çi kesek ji vê grûbê xwe ji derveyî kurdan hesibandibe. Berevajîyê viya, di gelek berhemên kevin de tê behskirin ku dimilî (zaza) eşîrên kurd in. Wekî mînak, Yaqûtî di kitêba xwe ya navdar Mu’cemul Buldan, Çapa Misrê, Cilda 4., r. 415 de dibêje, “Kelehên wan gelek mehkem in. Kelehên Beşnewîyan û Bohtîyan û Zewazan digihên hev. Heçî kurdên ku ji eşîra dimilî ne, zêdetir li çîyayên bilind dimînin.

(6) Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

- Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)”, Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Îstanbul 2004,  r. 39-43

 (7) Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)”, Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Îstanbul 2004,  r. 39-43

- Çem, Munzur, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri,  http://www.gelawej.org/pdf/DirenislerdeKirmanc%5B1%5D.pdf

(8) Grûba Xebate ya Vateyî, Rastnuştişe Kirmanckî, Weşanxaneya Vateyî, Îstanbul 2005

(9) M. Reza Hamzeh'ee di kitêba xwe ya hêja Yaresan (Ehlê Heq) de wisa dibêje: “Kitêbeka aîdê K. R. Cama Oriental Institute of Bombay heye ku navê wî ‘Tarîxê Keşaf’ e û ji alîyê kurê Huseyn Xan Donbolî Teymur Paşa ve hatîye nivîsîn. Ev kitab bi awayekî bingehîn derbarê dîroka gelek berê ya kurdên Donbolî de ye. Di rûpela 267an ya musweddeyê de donbolî wekî kurdên kurmanc hatine binavkirin. Muswede, di rûpel 9 de bi numreya 273 û Hicrî 1265 (1849) hatîye tomarkirin.” (M. Reza Hamzeh'ee, Yaresan (Ehl-i Hak) Bir Kürt Cemaati Üzerine Sosyolojik Tarihsel ve Dini-Tarihsle Bir İnceleme, İngilizceden Çeviren: Engin Öpengin, Avesta, İstanbul 2009, r. 62) Dîsa, di heman kitêba xwe de M. Reza Hamzeh'ee dibêje “… Li gorî belgeyên ku me li jor behsa wan kir, Xoremdînî li du deverên bi hev ve ku ji her yekî re Zaz û ji her duyan bi hev re Zazayn dihat gotin de kom bûbûn. Ev dever muhtemelen çîyayên Lorîstanê ne ku di navbera Hemedan û Îsfehanê de cih digrin.” (Heman berhem, r. 98, jêrenota 76.)

(11) Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê Nêrib û Sîwanî”” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, No: 3, Sibat-1985, Parîs, r. 109-111

- Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê Nêrib û Hênî”” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, No: 5, Gulan-1986, Parîs, r. 88-91

- Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Çend Tekstê Dimilkî (Zazakî)” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, No: 6, Tebax-1987, Parîs, r. 69-79

- Malmîsanij, Ondokuzuncu Yüzyılda Kırd (Zaza) Aşiretleri Arasındaki Çatismalar, Studia Kurdica, No: 1-3, Nisan-1985, Paris, r. 72 / Binihêrin: Espar, J. Îhsan “Çend Nuştey û Kitabê Kirdkî” Zend: Kovara Lêkolînî, No: 1, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Payîz-1996, Îstanbul, r.44-48

(12) Malmîsanij, Ehmedê Xasî, “Mewlidê Nebî”, Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, No: 4, Êlon-1985, Parîs, r. 75-97 / Binihêrin: Espar, J. Îhsan “Çend Nuştey û Kitabê Kirdkî” Zend: Kovara Lêkolînî, No: 1, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Payîz 1996, Îstanbul, r. 44-48

Xasî, Seydayê Mela Ehmed, Mewlûdê Nebî, (Transkirîbekerdox: Mihanî Licokic), Weşanxaneya Firat, Îstanbul 1994

(13) Babij, Usman Efendî, Bîyîşa Pêxemberî, Kitabxana Hawarê, No. 4, 1933 Şam, r. 20-21

(14) http://www.zazaki.net/haber/vate-33-vejya--339.htm, 11 Çele 2010 Dişeme 19:06

(15) Vate Çalışma Grubu, Türkçe – Kırmancca (Zazaca) Sözlük, Genişletilmiş üçüncü basım, Vate Yayınevi, İstanbul, 2009

(16) Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009

(17) Grûba Xebate ya Vateyî, Rastnuştişê Kırmanckî (Zazakî), Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2005

(18) http://www.zazaki.net/html_page.php?page=wesanxane_vate

(19) Meriv dikane kitêbên kirmanckî (zazakî) wisa kategorîze bike: Kitêbên dînî, ferheng, berhemên folklorîk, şîîr, hîkaye, roman, kitêbên zarokan, kitêbên perwerdeyê, roportaj, kitêbên serborîyan. Ji vana hejmara kitêbên edebî wisa ye: 11 kitêbên şîîran, 9 hîkaye û 4 jî roman in.

(20) http://www.zazaki.net/haber/crokeka-rosan-lezgn-b-flm-394.htm

 

Na xebere 23429 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
hala anlamıyor musunuz
osman
Eke ti şîroveyê xo de rasterast yan zî sergirewte heqaret ro kesêk yan bawerî û mîlîyetê merdiman bikerî yan zî şîroveyê xo heme bi HERFANÊ GIRDAN û teberê qaydeyanê rastnuştişî de binusî, nêweşanîyeno!
14 Teşrîne 2009 Şeme 12:28