zazaki.net
28 Adare 2017 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
01 Temmuze 2016 Îne 14:35

Deklarasyona Gerdûnî û Kurd

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de ji bo pêkanînan aştî û ewlehîyê pêwîstîya bi rêxistinekê derket meydanê. "Pêwîstîya bi rêxistinekê" hîç neqedîya. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de jî dewam kir. Te divê di dema Cemîyeta Miletan (League of Nations) de te divê di dema Yekîtîya Neteweyan (United Nations) de gelek dokumanên ku vê pêwîstîyê bi cih tînin yanî derheqê azadîya neteweyan, mafên merivan û ewlehîya wan de hatin weşandin. Ji bo ku ev dokuman tetbîq bibin gelek lebat hatin kirin. Ez dixwazim di vê nivîsarê de munaqeşe bikim ku ev dokuman ji bo kurdan têne çi wateyê. Di alîyekê de ev rêxistin û ev dokuman hene, di alîyê din de rewşa sabît ya kurdan û tiştên ku bi awayekî fiîlî rû didin hene. Ez ê hewl bidim ku têkilîya di navbera van her du rewşan de daynim meydanê, nêzikî li nakokî û kêşeyan bikim û wan şîrove bikim. Wek mijareka girîng, ez ê li ser bisekinim ku di têkoşîna kurdan de divê rewatî (meşrûîyet) li kîderê bihê dîtin.

Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de Împaratortîya Awusturya-Macarîstanê, Împaratorîya Almanan, Împaratorîya Usmanîyan û Împaratorîya Rûsan ruxîyan, belav bûn. Di sala 1917 de li Rûsyayê nîzameka sosyalîst hate danîn. Înglîstan, Fransa û Îtalyayê ligel Almanya, Awusturya, Bulxarîstan û Macarîstanê peymanên aştîyê îmza kirin. Dawîtirîn peymana aştîyê ku hate îmzakirin li gel dewleta Usmanîyan bû. Peymana ligel Almanyayê di roja 7 gulan 1919 de li Versaillesê hate îmzakirin, peymana ligel Awusturyayê di roja 10 îlon 1919 de li Saint Germain hate îmzakirin, peymana ligel Bulxarîstanê di roja 27 mijdar 1919 de hate îmzakirin, peymana ligel Macarîstanê di roja 4 hezîran 1920 de hate îmzakirin. Peymana ligel dewleta Usmanîyan jî di roja 10 tebax 1920 de hate îmzakirin. Ev peymanên hanê di çarçeweya Konferansa Aştîyê ya Parîsê ku di roja 18 çile 1919 de çêbûbû de dihatin îmzakirin.

Ji sala duyem ya şerî pê ve, ji bo ku pêşî li şeran bihê girtin û aştî û ewlehîya navneteweyî çêbibe, li ser hate hizirîn û munaqeşe çêbûn ku divê rêxistineka navneteweyî bihê damezrandin. Li Swîsê, li Holandayê, li Fransayê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bitayebtî ji alîyê derdorên derveyî hukumetan ve ev mesele bi awayekî pêt hate munaqeşekirin. Di kombûna Konferansa Aştîyê ya Parîsê de karîgerîya van hîsîyat û ramanan gelek hebû.

Konferansa Aştîyê ya Parîsê girîngtîrîn lebata xwe ji bo damezrandina Cemîyeta Miletan xerc kir. Serokê DYAyê Wilson ji bo damezrandina vê rêxistinê di nav xebateka mezin de bû. Peymana Cemîyeta Miletan di roja 10 çile 1920 de hate ragihandin. Li ser biryarên Konferansa Aştîyê ya Parîsê pênc dewlet serwer bûn. Ev dewlet DYA, Înglîstan, Fransa, Japonya û Îtalya bûn. Di nav van pênc dewletan de jî yên ku bandora wan zêde bû Înglîstan û Farnsa bûn. Di xebatên Cemîyeta Miletan de û di biryarên ku dihatin girtin de ev her du dewlet derdiketin pêş.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de serokê DYAyê Wilsonî rêzeka prensîban ku jê re "14 xal" dihate gotin ragihandibû. Dixwest têkilîyên navbera miletan di çarçeweya van prensîban de saz bibin. Konferansa Aştîyê ya Parîsê guh da van prensîban, yanî nîzama nuh ya cîhanê di çarçeweya van prensîban de hate danîn. Di prensîba 12. ya ji 14 xalên Wilsonî de wisa dihate gotin: "Dê serwerîya beşên tirk yên Împaratorîya Usmanîyan bihê sazkirin lê miletên ku tirk nînin dê bo wan pêşveçûna muxtarîyetê bihê dayîn." Ev prensîbeka wisa bû ku bo neteweyan mafê tayînkirina çarenûsê têde hebû. Ev prensîb li Rûsyayê ji alîyê bolşevîkan ve jî dihate qebûlkirin.

Peymana Cemîyeta Miletan di xala xwe ya 22. de berevanîya mandayan dikir. Meriv dikare rejîma mandayê wekî rêvebirîya kolonîyê jî têbigihê. Sê awa rejîmên manda hebûn. Mandayên tîpên A li ser erdên ku ji Împaratorîya Usmanîyan cihê bûbûn de hatibûn danîn. Ji vana Îraq, Filîstîn û Urdunê dikirin nav mandayên Înglîstanê, Sûrîye û Lubnanê jî dikirin nav mandayên Fransayê. Mandayên bi tîpa B jî dê li Afrîqayê li ser kolonîyên berê yên almanan bihatana danîn. Ruanda û Urundî dibûn mandayên Belçîkayê. Kamerûn û Togo bi awayekî hevpar dê bûbûna mandayên înglîz û fransizan. Li Tanganîkayê (Tanzanyayê) mandaya înglîzan dihate damezrandin. Mandayên bi tîpa C jî welatên li Afrîqayê û giravên pasîfîkê yên li başûrê rojhelatê Asyayê digirt nava xwe. Di sedsala 19. de Afrîqaya Başûr, Rodezyaya Bakur (Zambia), Rodezyaya Başûr (Zimbabwe), Beççualend (Botswana), Afrîqaya Başûrê Rojavayê (Namibya), Kenya, Somalî, Uganda, Sudan, Sierra-Leone, Nîjerya û Gana kolonîyên înglîzan bûn. Fas, Cezayîr, Tunus, Gambia, Afrîkaya Rojavayê ya Fransiz, Afrîqaya Ekvatorê ya Fransiz û Madagaskar kolonîyên fransizan bûn. Angola, Mozambîk û Gine Bissao yên Portekîzê bûn. Sahraya Rojavayê û Rio-Menni (Gîneya Ekvatorê) yên Spanyayê bûn. Kongo (Zaîre) kolonîyê Belçîkayê bû. Îtalyanan jî li Habeşîstan û Lîbyayê rêvebiriya kolonîyê danîbûn.

Li Cemîyeta Miletan biryarên derbarê Îraq, Filîstîn, Urdun, Sûrîye û Lubnanê de li ser navê "dewletên sereke yên mutefîq û muşterek" ji layê "meclisa bilind" ve di roja 25 nîsan 1920 de hatin ragihandin. Di "meclisa bilind" de Înglîstan û Fransayê rola sereke dilîst. "Meclisa bilind" biryarên derbarê mandayên bi tîpa B û mandayên bi tîpa C de jî di roja 7 gulan 1919 de ragihndibûn. (Seha L. Meral, Devletler Hukukuna Giriş, 1. Cilt, 3. Bs. Siyasal Bilgiler Fakültesi Yayını, Ankara, 1968, r. 203-209 / Margaret Mac Millan, Paris 1919, 1919 Barış Konferansı ve Dünyayı Değiştiren Altı Ayın Hikayesi, Çeviren: Belkıs Dişbudak, ODTÜ Yayıcılık, Ekim 2004, Ankara)

Di Konferansa Aştîyê ya Parîsê de û di dewra Cemîyeta Miletan de derba herî mezin, derba herî giran ku encamên gelek mezin û mayende li gel xwe çêkirine ew derb e ku li kurdan hatiye xistin. Meriv dişê bibêje ku meseleya kurdan ji vê dewrê maye. Di dema Cemîyeta Miletan de dema ku mandayên bi tîpa A dihatin danîn de mandaya Kurdistanê jî bihata damezrandin îro li Rojhelata Navîn dê meseleyek wekî meseleya kurdan û Kurdistanê tune bûya yan jî ewçend giran nebûya. Eger mandayeka wisa bihata damezrandin, ev yek, eynî wekî ku ji bo gelên din çêbû, dê ji bo kurdan û Kurdistanê jî bihatana wateya dîyarkirina sînoran. Wekî manda yan jî kolonîyên din dê kurd yan Kurdistan jî bi demê re di nav van sînorên ku hatine dîyarkirin de wekî dewleteka serbixwe derketana meydanê. Lê wisa nebûye, di prosesa Sevre û Lozanê de kurd bi welatê xwe ve, bi gelê xwe ve hatine parçekirin û parvekirin. Ev yek neheqîyeka gelek mezin û giran e ku li kurdan bûye. Vê neheqîyê encamên gelek giran û mayende li gel xwe anîne. Ev dê helwêsteka gelek xwezayî be ku meriv li dijî vê neheqîyê derkeve û rexne lê bigre. Ev helwêsta hanê di eynî demê de dê bibe helwêsteka rewa jî. Divê ji vî layî ve rexne li nîzama navneteweyî bihê girtin. Divê damezirîna vê nîzamê, xebatên wê, fealîyetên wê, encama fealîyetên wê biteferuat û bi çavekî rexnegîrane li ser bihê sekinandin û bihên vekolandin.

Prensîbên "14 xalên serok Wilsonî" yan jî mafê dîyarkirina çarenusê ya neteweyan çima ji bo kurdan nehatiye tetbîqkirin? Divê kurd rewayîya têkoşîna xwe ji xalekî wisa bigrin. Helbet divê kurd mafên xwe yên ku ji peymanên navneteweyî hasil dibin teleb bikin. Bêguman ev jî helwêsteka rewa ye lê serçaweya bingehîn ya rewayîya têkoşînê divê li hemberî vê neheqîyê helwêstgirtin be. Heta ku di vê çarçewayê de ji layê akademîkî ve divê pirseka wisa muheqeq bihê pirsîn. Di Konferansa Aştîyê ya Parîsê de, herwisa di dewra Cemîyeta Miletan de ji bo çi mandayeka Kurdistanê ya bi ser Înglîstanê yan bi ser Fransayê ve nehate danîn? Sedemên wê çi ne ku kurd bi welatê xwe ve, bi gelê xwe ve hatin dabeşkirin, parçekirin û parvekirin? Ev pirsên hanê pirsên wisa ne ku divê ji layê akademîkî ve li ser bihê sekinandin û bêne vekolandin. Eger meriv li bersîvên maqul yên van pirsan bigere hingê ne ku tenya dîroka kurdan belkî alîyên tarî yên dîroka Rojhelata Navîn jî derkevin ber ronahîyê. Ev eşkera ye, alîyên vê yekê dê Tirkîyeyê, Îraqê, Sûrîyeyê, Îranê, Lubnanê ûhd. eleqedar dikin hebin. Di vê çarçeweyê de eşkera ye ku ev rexnegirtin dê Înglîstanê, Filîstînê, Fransayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtîya Sovyetan ûhd. din jî eleqedar bike. Dibêjin di kurdan de paşvemayîn heye, dezgeyên wekî şêxayetî û eşîrtî hene. Ev li hemberî dewletdanîna kurdan asteng in… Ev ne ew bersivên maqul in ku meriv jê tetmîn bibe. Ev dezgeyên wisa, wekî mînak, di nav ereban de jî hene lê ereb di eynî demê de wekî qralîyet, wekî dewletên manda û wekî dewlet hatine rêxistinkirin. Ereb jî dabeş bûne lê ereb wekî dewletên cihê bi cihê, wekî dewletên manda yên cihê hatine rêxistinkirin. Lê kurd di navbera du dewletên manda ku nuh hatin danîn û du dewletên xurt yên li Rojhelata Navîn yanî di navbera Tirkîye û Îranê de hatin dabeşkirin û dixwazin di nav wan de bihelînin.

Na xebere 782 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.