zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
06 Tebaxe 2009 Panşeme 01:46

Çîrokên Li Bin Dara Biyê

[Nirxandin] Lokman Polat
Roşan Lezgîn: Çîrokên Li Bin Dara Biyê

Dara biyê di jiyana min a biçûkiyê de ciheke girîng digre. Li goma me gelek darên fêkî û darên hewr û biyan hebûn. Di kelekela germa havînê de ez li bin dara biyê radizam. Razana herî xweş ya siya bin dara biyê bû. Dema min pirtûka birêz Roşan Lezgîn dît goma me û razana di bin siya dara biyê de hate bîra min.

Nivîskarê kurd Roşan Lezgîn nivîskarekî berhemdar e. Ew di hêla gotar nivîsîn û wergerê de jî gelek jîr e. Ew kurmancî, zazakî, tirkî û farisî zane. Ji tirkî û farisî nivîs û pirtûk werdigerîne kurdî (kurmancî), pirtûk û nivîsên gelek nivîskaran redakte kirine. Dîsa, di gelek kovarên kurdî de karê redaksîyonê kiriye. Wî heta niha 70 heb gotarên Îsmaîl Beşîkçî wergerandine, ji vana 37 heb wekî pirtûk ji Weşanxaneya Pêrî derketin. Berîya wê, ji farisî pirtûkeke çîrokan ya Sadiq Hîdayet wergerandibû. Herweha, ji tirkî pirtûkeke çîrokan a Suzan Samancî û pirtûkeke lêkolîner M. Malmîsanij wergerandibû kurmancî û dabû weşandin.

Pirtûka Roşan Lezgîn ya bi navê “Li bin dara biyê” pêşî bi navê “Binê dara valêre de” bi kurdîya zazakî derket û paşê bi kurmancî. Çapa zazakî heta niha du caran çap bûye, niha amadekariya çapa sisêyan tê kirin. Ev pirtûk pirtûkeke xelatgirtî ye. Di sala 2002’an de li Swêdê ji Weşanxaneya Apecê xelata edebiyatê wergirt. Di pirtûkê de deh kurteçîrok hene û pirtûk 76 rûpel e. Pirtûk di nav weşanên Elma (Sêv) de li Stenbolê derketiye.

Di destpêka pirtûkê de hevokeke gelek girîng û manedar heye. Dibêje “Her darek bi fêkiyên xwe tê nasîn”. Bi rastî jî wisa ye. Dar bi fêkiyên xwe tên nasîn lê dara bîyê bi siya xwe tê nasîn. Netew bi zimanê xwe tên nasîn. Kes bi pratîkên xwe tên nasîn. Nivîskar jî bi berhemên xwe têne nasîn. Tiştê ku Tolstoy, Dostoyevskî, Shakespeare û hwd li cîhanê dan nasîn û kirin navdar, berhemên wan yên edebî bûn.

Di pirtûkê de herçiqas sernavên deh kurteçîrokan hene jî, bi min ya dawîn a ku sernavê wê “Ta” ye, ji kurteçîrokê bêtir weke ceribandineke edebî ye. Di edebiyatê de cihê ceribandinê gelek girîng e, bi nirx e. Nivîsên ceribandinê di hemû hêlan de balkêş in û ji hêla naveroka xwe ve dewlemend in. Pirtûkên ceribandinê jî dewlemendiya edebiyat û zimanan e. Di nav edebiyata kurdî de kitêbên ceribandinê hindik in. Yên ku bi kurdî gotarên ceribandinê dinivîsînin wek hejmar çend kes in. Xwezî çend nivîskarên kurd hebûna ku weke Ahmed Altan nivîs û pirtûkên ceribandinê binivîsandana. Dema min di berhema birêz Roşan Lezgîn de gotara ku sernavê wê “Ta” ye xwend, min di dilê xwe de got “Heger Roşan bixwaze dikare gotarên ceribandinê yên baş û ji hêla naverokê ve watedar û dewlemend binivîse.”

Kurteçîrokên ku di pirtûka “Li bin dara biyê” de ne, hemû jî baş in û xweş in. Zimanê nivîskar ji hêla rastnivîsînê ve li gor qaîdeyên gramatîk rast e û ji hêla xwendinê ve hêsan e. Ez ê behsa naveroka hemûyan nekim. Tenê ez ê behsa naveroka sê  kurteçîrokan bikim.

Di kurteçîroka ku sernavê wê “Huzna” ye de çîroka xort û keçên ciwan yên bêmirad heye. Miradê evîndaran naçe serî. Evîndar ji ber gelek sedeman rastê gelek astengiyan tên û nagihîjin miradê xwe.

Huzna keçeka wek kewmarîyê bi huzn e, rind e, spehî ye, bedew e. Nivîskar di derbarê bejn û bala wê de teswîreke wisa bi hunerî dike ku, dema mirov dixwîne hestên mirov şad dibe û di spehîbûna wê de dîmenên erotîk tê ber çavê mirov. Bi teswîreke erotîk ravekirina bedewbûna wê bi serê xwe hunerek e. Di edebiyatê de erotîzm bi şêweyeke hunerî tê pêkanîn û erotîzm porno nîn e û cihê wê di edebiyatê de girîng e. Binêrin ravekirina ev hevoka vebêjê pirtûkê hunereke bi rengerotîk e û vegotineke giranbiha ye: “Wexta ku Huzna satilan diavêje zendên xwe û jor de mîna kara xezalê bi çindikan diçe ser kanîya jêr, memikên wê yên teze mîna ku guliyên bi pelg ên dara bîşengê li ber bayê bilerizin, ew jî wisa dihejiyan û pê re av ji devê xortan diherikand.”

Ev hevoka ku li ser berga paşîn de cih girtiye jî, hevokeke bi şêweya hunerî ravekirina erotîzmê ya di berhemeke edebî de ye ku ji alî vebêj ve hatiye pêşkêşkirin: “Serê min hişk di nav her du memikên xwe yên qelew de jidand. Wisa bêhneke xweş ji memikên wê hate pozê min… Min qet jî nedixwest ew serê min ji nav memikên xwe hilde. Bila wisa bimaya, heta bi heta...”

Belê Huzna keçeka rind, spehî ya gund e. Xortên li gund derdora wê diçin û tên û çav berdane pê. Di nav xortên gund e hezkirên wê gelek in. Şeveke qefleyek çekdar (gerîlla) têne nav gund û diçine li mala malabata Huzna dibine mêvan. Huzna bi ezet û îkram ji çekdaran re xizmetê dike, xwarin dide wan. Çekdar li hundir in û li derve jî xêrnexwaz, dilreş, mêrkûj û qatîlên birakujiyê û dijminê xwînxwar, hov û barbar seranser dor li gund girtine.

Gerîlla (çekdar) çekên wan li ser çokan, bê xew û westiyayî ne. Agirê argûnê xwelî girtiye. Huzna deriyê derve vedike ku biçe li ber derî ji koma percînan gurzek percîn bîne. Ew çawa diçe der û dest davêje gurza percînê, çîrqînî bi ser çekan dikeve. Bêbextên mêrkûj yên xwînxwar Huznayê dikujin. Nivîskar kuştina Huznayê bi şêweyeke edebî rave dike û dil û kezeba mirov bi kuştina wê dişewite.

Kurteçîroka din ya ku ez ê behsa wê bikim ya bi sernavê “Diyarbekir seranser eşq” e. Erê bi rastî jî Diyarbekir bi naveke wê yê din Amed bajareke eşqê ye, bajarê evînê û evîndaran e. Ew herweha paytextê Kurdistanê ye, dilê Kurdistanê ye, keleha berxwedanê ye û herweha rûmeta kurd û Kurdistanê ye.

Di vê kurteçîrokê de keçek heye ku weke keça Şahê Perîyan rind e, weke karxezaleke çiyayê Şengalê narîn e, porê wê yê di rengê kestane de pêl bi pêl e, weke keçên ku di xebroşkan de ne spehî û bedew e. Sahneya qada çîrokê eywan e. Di eywanê de şaîrek li pey masê rûniştîye. Keçika bedew û hemû kesên li eywanê ne weke ku di nav dinyayeke din de bin, eywan weke ku di nav zikreke semawî de be. Helbestvan helbestên xwe dixwîne. Dengê wî mîna zimezima ava Dîjleyê ye.

161

Helbestvan anku şaîr helbesta xwe ya evînî pêşkêş dike. Eşq, evîn, sewda, hezkirin, çar peyvên yekmane riste bi riste ji nav lêvên şaîr diherikin. Xewn û xeyal, çiqas xweş e. Tiştên xweş weke xewneke mirov dixe nav xeyalan. Di eywanê de evîndar hevûdu dibînin, evîna wan pêl dide, weke ava çemê Dîjleyê di nav wê de diherike.

Vebêj di vê kurteçîrokê de taswîra çemê Dîjleyê bi hunerî pêşkêş dike, xwendevanan dibe serçaviya çem, behsa çiyayê Sadulkafê û bajarê Deqyanos dike û herweha diyar dike ku baxçeyê Adenê li ber çemê Dîjleyê ye. Ew  Dîjle weke keça bihuştê (cenettê), delala baxçeyê Adenê rave dike.

Kurteçîroka sêyem ku ez ê behsa wê bikim ya bi sernavê “Îtîraf” e. Di kurteçîrokên pirtûkê de hinek kurteçîrok ji hêla mijarê ve qels in, lê ev kurteçîrok ji hêla mijarê ve gelek dewlemend e, têde mijarên curbecur hene. Helbet di kurteçîrokek de dibe ku tenê mijarek hebe û dibe ku gelek mijar jî hebin. A girîng hevgirêdana nav mijaran e. Heger di nav mijaran de hevgirêdan hebin û mijar bi şêweyeke herikbar bêne ravekirin, ev xurtbûn û hunera wê ya edebî dide nîşandan.

Niha ez ê behsa mijarên ku di kurteçîrokê de derbas dibin û ji alîyê vebêj ve têne ravekirin bikim. Vebêj rewşenbîrekî ku gelek pirtûk dixwîne û serê xwe ji ser pirtûkan ranake û li bûyerên derûdorê nanêre û guhertinên li bajêr pêk hatine nabîne ye. Lêbelê hevalê wî yekî çavvekirî ye. Bala vebêj dikşîne ser tiştên balkêş. Li bajêr bazara jinfirotinê pêş ketiye û hevalê vebêj bala wî dikşîne ser vê mijarê. Dema vebêj û hevalê wî li texsiya hevalî siwar dibin û li ser peyariyan jinên lêvsor yên xwefiroş dibînin, bi hev re sohbet dikin. Hevalê wî jê re dibêje: “Hela piçekî serê xwe ji nav kitêban hilde û li dinyayê binêre, heww! Ero tu di xewê de yî! Ew xwe difroşin! Diyarbekir bûye Parîs.”

Digel mijara jinfirotinê, mijara koçberiya gundiyan, rewşa gundan, daxwaza vegera gundiyan, li bajarên rojavayê Anadoliyê rewşa kurdên koçber û gelek mijarên din hene. Wek mînak, vebêj behsa çûyina bajarê Adapazarî dike û cihê ku kurd li wê dimînin anku mehla kurdan weha rave dike: “Adapazarî bajarekî xweşik e. Lê, dema ku ez giham Şeker Mahallesî, min got qey ez li Seyrantepeya Diyarbekirê me. Şeker Mahallesî berê taxa mitriban bûye. Niha giş kurdên me lê dimînin.”

Vebêj di vegerê de li ciheke bêhnvedana kamyonan jineka xweşhal dibîne û wê dişibîne yekê. Ew ji şofer dipirse ku wê nas dike yan na? Şofer dibêje: “Belê ez wê nas dikim. Ew qehpika şoferên qamyonan e.” Vebêj demên derbasbûyî tîne bîra xwe, wê nas dike û dikeve nav xeyalên dema çûyin. Dema ku vebêj di nav partiyê de kar û xebata siyasî dike, vê jinikê dinase. Lewre jî ew gelek meraq dike ku ev jinik çima ketiye vî halî? Çima laşê xwe difroşe? Çima bûye jineka kehpik? Şofer wê bi xwe re dibe. Ew li kamyonê siwar dibe. Vebêj jî li kamyonê siwar dibe û her du li hevûdu dinêrin û mat dimînin.

Di hundirê kamyonê de, şofer, vebêj û jinika kedkarê seksê bi hevre sohbet dikin. Di esasê xwe de jinik û vebêj hevûdu nas dikin, lê herwekî ku hev nas nakin tevdigerin. Di encama sohbetê de, vebêj bi gotinên xwe yên giranbiha bawerî dide wê û ew dipişkêfe. Jinik jê re îtîraf dike û rewşa ku ketiye pê rave dike.

Dema ku jinik di partiyê de xebitiye, wê girtine û dane tirsandin. Dagirkeran du rê dane ber wê. Yan wê bê kuştin û yan dê ji wan re sîxurî bike. Zilamên dewletê wê wek muxbîr bi kar tînin û herweha wê wek jineka laşfiroş bikar tînin. Erê zilamên zimbêltûjik yên bi têlsiz wê di her karê xirab de bikar tînin.

Min bi kurtahî behsa sê kurteçîrokan kir. Kurteçîrokên din jî hêjayê xwendinê ne. Ev yekemîn pirtûka nivîskar a kurteçîrokan e. Piştî vê pirtûkê du pirûkên din yên nivîskar ên kurteçîrokan weşîyan. Herweha, kitêbeke wî ya helbestan ya bi navê “Dêsan de sûretê ma nimite (Di dîwaran de sûretê me veşartî) û ferhengeke biwêjan jî da weşandin. Ev her pênc pirtûkên wî bi kurdîya zazakî ne. Li gorî malumatên ku nivîskar dide, niha pirtûkeke wî ya bi kurdîya zazakî ku ji 20 xebroşkan pêk tê li ber destê Enstîtuy Keleporî Kurdî le Silêmanî ji çapê re amade dibe. Dîsa pirtûkeke wî ya bi kurdîya kurmancî ku ji ceribandinên wî pêk tê li ber destê weşanxaneyeke din ji çapê re amade dibe. Dosyaya çaran a kurteçîrokan, dîsa bi kurdîya zazakî, di destê nivîskar de ye, li ser dixebite.

Bi hêviya ku nivîskar hîn gelek pirtûkan li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û bi berhemên xwe yên edebî, ziman û edebiyata kurdî dewlemendtir bike.

Çavkanî: Malpera Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd

Na xebere 4131 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.