zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Oktobre 2013 Panşeme 18:34

ÇÎROKÊN KIRDKÎ

Roşan Lezgîn

Qesta min ji “çîrok”ê ew beşa edebî ya ku mesele bi awayekî lihevanînê (kurgusal; fiction) û estetîk tê nivîsîn û ziman jî herwisa bi awayekî estetîk tê bikaranîn. 

Di nav kurdan de, bitaybetî di dîyalekta kurmancî de navê “çîrok”ê ji alîyê manayê ve biproblem e, gelek munaqeşe li ser hatin kirin, hîn jî dibin. Lê di kirdkî (*) de, li ser navê “çîrok”ê munaqeşe tune. Peyva ku ji berê de, ji erebî ketiye zimanê me, yanî peyva “hîkaye” tê bikaranîn. Di kirdkî de dema ku dibêjin “hîkaye” tenê ev forma edebî ku bi tirkî jê re dibêjin “öykü” ew tê fêmkirin.

Di nav dîyalektên kurdî de ya ku derengtrîn derbasî nivîsînê bûye kirdkî ye. Ji wê çendê edebîyata kirdkî jî edebîyateka derengmayî ye. Çîroka pêşîn ya kirdkî bi navê “Engiştê Kejê” (Pêçîyên Kejê) ji alîyê M. Malmîsanijî ve hatîye nivîsîn, bi mexlesa “M. Birîndar”î di sala 1980 de li hejmara duduyan ya kovara Tîrêjê weşîyaye (1). Di çîrokê de bi dîyalogên ku di navbera dersdar û xwendekarekê de çêdibin, zulm û tadaya ku li ser gundîyên kurdan dibe bi awayekî realîst û bi zimanekî sade tê qisekirin.

Ger em çîroka Mem û Zînê ku Mela Mehmûdê Bazîdî (1797–1867) bi hawayekî pexşanî nivîsîye û di sala 1856an de weşîyaye na lê çîroka bi navê Şewêş ku Fuad Temoyî nivîsîye û di sala 1913 de li kovara Rojî Kurd weşandîye çîroka pêşîn ya kurmancî bihesêbin, hingê di navbera yekemîn çîroka kurmancî û ya kirdkî de 67 sal wext heye. Ewqas wext di serdemeka modern de gelek zêde ye.    

Kovara Tîrêjê ku çîroka pêşîn ya kirdkî têde weşîyaye di payîza 1979an de li Îzmîrê dest bi weşanê kirîye û piştî ku sê hejmarên wê diweşin li Tirkîyeyê roja 12 îlon 1980 cuntaya leşkerî dest datîne ser hukumatê, lewre yên ku Tîrêjê derdixîn nivîsên hejmara çaran derdixin derveyê Tirkîyeyê û bi vî hawayî hejmara çaran li Sêwêdê diweşe. Li gorî melumatên ku Malmîsanij û Mehmûd Lewendî didin, kovara Tîrêjê “li Kurdîstana Tirkîyeyê û li Tirkîyeyê kovara yekemîn a edebî û kulturî ye ku xwerû bi kurdî derketîye(2). Tîrêj kovareka tekane ye ku kirdkî û kirdaskî (kurmancî) hema bibêjin bi qasî hev û bi awayekê wekhev têde cih girtine. Mesela, ji 334 rûpelên çar hejmarên kovara Tîrêjê 130 rûpel bi kirdkî ne (3).

Piştî ku bi hatina rejîma leşkerî re gelek kadroyên sîyasî û hunerî yên kurdan ji Kurdistana Bakur ku di nav sînorên sîyasî yên Tirkîyeyê de ye ji neçarîyê berê xwe didin welatên Ewropayê hingê edebîyata kirdkî ya ku gelek dereng dest pêkirîye êdî nimûneyên wê li Ewropayê derdikevin meydanê. Ji vana çîroka duduyan ya kirdkî di sala 1995an de li kovara Çirayê ku li Swêdê diweşîya de derkete (4). Di çîroka bi navê “Derdê Dewrêşî” ku ji alîyê J. Îhsan Esparî ve hatîye nivîsîn de têkilîya katibekê kurd yê teqawutbûyî ku zêde tirkî nizane û jina wî ya ku bi xeletî teşxîsa nexweşîyeka mirinê lê hatîye danîn, têkilîya wan a bi derûdorê re dihê qisekirin. Bitaybetî di çarçeweya van têkilîyan de salên 1970yî yên Dîyarbekirê, xwepêşandanên sîyasî yên wan deman, ji alîyê polîsan ve serdegirtina malên kurdan yên bajarî, dîsa tadaya dewletê ya li ser kurdan dihê qisetkirin. Herwisa li hinek cihan behsa dîroka kurdan jî dihê kirin.

Dîsa li wan deman du heb çîrokên Serdar Roşanî ku pêşî di sala 1994an de li kovara Armancê û li kovara Roja Nû weşîyane, paşê wî bi xwe ev her du çîrok wergerandine ser kirdkî û di salên 1995-6an de li hejmarên 2. û 5. yên kovara Çirayê weşandine. Çîroka bi navê “Bircanê Dîyarbekirî ra Mektubêke” (Ji Bircên Dîyarbekirê Mektubek) û ya bi navê “Gozêre” (Dara Gûzê) de hesreta azadîyê ya neteweya kurdan dihê qisetkirin.

Di vir de tiştê ku divê bê gotin ev e, herçiqas çîroka pêşîn ya kirdkî di sala 1980yan de weşîyabe û her sê çîrokên din jî di salên 1995-6an de weşîyane lê gelek dereng di sala 2005an de ku di çarçeweya projeyekê de kitêbeka bi navê “Antolojîyê Hîkayanê Kirmanckî (Zazakî)” de cih girtin, hîn xwendevanên li welêt jê agahdar dibin (5).

Ew kadroyên sîyasî û hunerî yên kurdan ku ji ber cuntaya leşkerî ya rejîma tirkan piştî salên 1980yan çûbûn welatên Ewropayê, beşekê wan li sala 1996an li Sêwêdê kom bûn û bi navê “Grûba Xebate ya Vateyî” grûbeka xebatê danîn û dest bi tesbîtkirina qaydeyên nivîsînê û standardardîzekirina peyvên kirdkî kirin. Herwisa di çarçeweya vê xebatê de li sala 1997an bi navê “Vate” kovareka kulturî derxistin (6). Herçiqas hejmarên pêşîn yên kovara Vateyî li Swêdê derketin lê paşê hemî hejmar li Îstanbulê jî çap bûn û li welat belav bûn. Bi vî awayî di nav xwendevanên kirdkî yên li welat de pêşî li pexşana kirdkî vebû, herwisa çîroka kirdkî jî her ku çû zêdetir bi pêş ket.

Piştî kovara Vateyî, kovara edebî hunerî Şewçila ku tenê berhem û xebatên edebî-hunerî têde cih digrin, kir ku çîroka kirdkî gavên gelek mezin biavêje.

Wekî nimûne, di çardeh hejmarên kovara Şewçilayê de 14 jê tercume 113 çîrok weşîyane (7). Bitaybetî bi derketina kovara Şewçila re çîroknivîsên jin bi awayekî berbiçav derketin qada edebîyata kirdkî. Wekî nimûne, ji heşt jinên çîroknûs heft hebên wan cara pêşî di kovara Şewçila de nivîsîne.

Kovara Vate û kovara Şewçila, her du jî kovarên xwerû bi kirdkî ne. Kovara Vate ji alîyê Grûba Xebate ya Vateyî ve ji sala 1997an vir de derdikeve ku heta niha 43 hejmarên wê weşîyane. Kovara Şewçilayê jî li Dîyarbekir ji alîyê Roşan Lezgînî ve tê weşandin û heta niha 14 hejmarên wê weşîyane.

Di kirdkî de çîroknûsên ku me karî tesbît bikin, ev in:

M. Malmîsanij, J. Îhsan Espar, M. Selîm Uzun, Jêhatî Zengelan, Roşan Lezgîn, Deniz Gunduz, Huseyîn Karakaş, Munzur Çem, Mehmed Alî Işik, Mehmûd Nêşite, Serdar Roşan, Seyîdxan Kurij, Murad Canşad, Hebûn Okçu, Alî Aydin Çîçek, Îsmaîl Guven, Bedrîye Topaç, Şeyda Asmîn, Umer Farûq Ersoz, Erkan Tekîn, Nadîre Guntaş Aldatmaz, Ferat Roşna, Alî Beytaş, Burçîn Bor, Adir Dêrsimij, Yaşar Baluken, Îsmet Bor, Hîkmet Çalagan, Lorîn Demîrel, Alî Riza Kalan, Hesen Dilawer Dêrsim, Enwer Yilmaz, M. Mamet Qetekonij, Mutlu Can, Dilo Bargiran, Hêlîn Anter, Necîbe Kirmizigul û Xetîce Kavran

Herwekî ku dixuye 8 jin tevîhev 39 kes in. Ji vana hinek hene ku tenê çîrokekê nivîsîne lê hinek jî hene ku çar kitêbên çîrokan weşandine. Ji vana, 22 kes xwedî kitêb in. Pirranîya wan tenê kitêbeka weşandine, lê yê ku çar kitêb weşandine jî heye. Ji nîvî zêdetirê van çîroknûsan cara pêşî di kovara Şewçila dest bi nivîsînê kirine.

Kitêbên çîrokan yên kirdkî ku me karî tesbît bikin ev in:

1) Roşan Lezgîn, Binê Dara Valêre de, Çapa yekem, Weşanxaneya Apecê, Stockholm 2002, 72 rûpel / Çapa duyem, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2002, 75 rûpel, çapa sêyem, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 72 rûpel

2) J. Îhsan Espar, Beyi Se Bena?, Weşanxaneyê Vateyî, İstanbul, 2004, 62 rûpel

3) Denîz Gunduz, Hîkayeyê Koyê Bîngolî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2004, 138 rûpel

4) Munzur Çem, Hewnê Newroze, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2005, 135 rûpel

5) Roşan Lezgîn, Halîn, Weşanxaneya Komalê, Îstanbul, 2006, 107 rûpel

6) Huseyîn Karakaş, Omîd Esto, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2006, 65 rûpel

7) Jêhatî Zengelan, Gorse, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2007, 109 rûpel

8) Roşan Lezgîn, Ez Gule ra Hes Kena, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2007, 84 rûpel

9) Murad Canşad, Xafilbela, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2008, 85 rûpel

10) Alî Aydin Çîçek, Teberik, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2010, 95 rûpel

11) Roşan Lezgîn, Tarîyîya Adirî de, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012, 80 rûpel

12) Bedrîye Topaç, Bero Sûr, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012, 72 rûpel

13) Mehmûd Nêşite, Çakêto Sipî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2012, 120 rûpel

14) Abdullah Esen, Kuçaya Hunerî, Weşanxaneyê Avesta, Îstanbul, 2012, 87 rûpel

 

15) Şeyda Asmîn, Zeman Sey Fekê Kardî Bî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 152 rûpel

16) Nadîre Guntaş Aldatmaz, Pîyê Mi Kemane Cinitêne, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 96 rûpel

17) Murad Canşad, Hesê Mişî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 80 rûpel

18) Burçîn Bor, Hêvîya Penabere, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 72 rûpel

19) Umer Farûq Ersoz, Berenge, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 80 rûpel

20) Erkan Tekîn, Sewdaya Belekine, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 80 rûpel

21) Seyîdxan Kurij, Grev, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 80 rûpel

22) Huseyîn Karakaş, Zere ra, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2014, 102 rûpel

23) Alî Beytaş, Solê Sûrî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2014, 132 rûpel

24) Îsmet Bor, Estareyê Koyê Hesarî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2014, 80 rûpel

25) Alî Aydin Çîçek, Lêl, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2014, 80 rûpel

26) Hîkmet Çalagan, Ters, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2014, 58 rûpel

27) Lorîn Demîrel, Vîndîbîyaye, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2014, 88 rûpel

28) Alî Riza Kalan, Lêlê Şodirî de Yew Rayîrwan, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2014,112 rûpel

 

29) Hesen Dilawer Dêrsim, Estareyê Asmênê Ma, Weşanxaneyê Aram, Îstanbul 2014, 128 rûpel

30) Enwer Yilmaz, Ti Dejêko Bêwayîr î, Weşanên Tevn, Îstanbul 2014, 63 rûpel

31) Murad Canşad, Waştî, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir 2015, 80 rîpelî

Bêyî vana, yek jî antolojî heye: Munzur Çem, Antolojîyê Hîkayanê Kirmanckî (Zazakî), Weqfa Kurdî ya Kulturî Li Stockholmê, Stockholm, 2005, 158 rûpel

Ji 30 kitêbên çîrokan yên kirdkî 13 jê ji Weşanxaneya Vateyî, 12 heb ji Weşanxaneya Roşna, 1 ji Weşanxaneya Apec, 1 ji Weşanxaneya Komal, 1 ji Weşanxaneya Avesta, 1 ji Weşanxaneya Aram û 1 ji Weşanxaneya Tevn weşîyaye.   

Divê ev jî bê gotin ku hinek hene xwe tenê wekî “zaza” bi nav dikin û dibêjin “em ne kurd in”, berhemên wan di nav vê lîsteyê de nîn in. Rastîya wê, berhemên edebî yên van kesan ger hebin jî gelek kêm in. Mesela, ez tenê ji kitêbeka çîrokan xeberdar im, ku ew jî ya Kemal Astareyî bi navê “Cer Hard Cor Asmen” e, di sala 1994an de ji Weşanxaneya Doz derketibû. Qasî ku di bîra min de maye, berhemên ku di vê kitêbê de hebûn, beşeka wan wekî bîranîn yan jî meseleyên folklorîkî bûn. Yanî ev kitêb dikeve warê çîroka modern yan na, tam dîyar nîne.

Ger ji alîyê kalîteya edebî ve bi awayekî giştî meriv bala xwe bide ser çîrokên kirdkî, meriv dikare bi rehetî bibêje ku kalîteya xwe di sewîyeyeka baş de ye. Nimûneyên xirab yên kilîşeyî kêm in. Ji alîyê bikarînana zimanî ve jî çîrokên kirdkî paqij in. Sedemeka muhîm ya vê kalîteyê ev e, çîrokên kirdkî hema bibêjin hemî ji alîyê redaktorên ku di zimanî de serdest in ve baş tên redaktekirin. Sedemeka din jî ev e, herçiqas wekî lehçeyên din yên kurdî di kirdkî de jî rexnegîrên edebî kêm bin yan tune bin lê têkilîyeka nêzik di navbera çîroknivîs û edîtorên kovaran de hertim heye. Ji vê çendê berîya ku çîrok bên weşandin, di mitbexa kovaran de li ser wan gelek tê sekinandin.

Lê her ku nivîskar zêde dibin, berhem jî pê re zêde dibin. Bi vîya ve girêdayî, berhemên ku ji derveyî kontrola redaktorên ku hakimê ziman û edebîyatê derdikevin, hem problemên estetîkî hem yên bikaranînan zimanî gelek hene.

Niha di edebîyata kirdkî de ji şaxên edebîyatê ya herî populer çîrok e. Wisa dixuye ku çîroknivîsîna kirdkî hîn jî dê bi pêş ve here.

__________

(*) Ev dîyalekta kurdî ku li Kurdistana Bakur teqrîben ji alîyê sê mîlyon kurdî ve dihê axaftin û di nav dîyalektên kurdan de ya ku derengtirîn pê hatîye nivîsîn, bi çar navên cihê dihê binavkirin. Li bakûrê Dîyarbekirê, Çewlîg û beşekê Xarpêtê ji xwe re dibêjin “kird” û ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “kirdî” yan jî “kirdkî”. Li Dêrsimê û Mûşê ji xwe re dibêjin “kirmanc” û ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “kirmanckî”. Li qezayên wekî Çêrmûg, Sêwreg, Aldûş û Motkanê ji xwe re dibêjin “dimilî” û ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “dimilî” yan “dimilkî”. Li hinek qezayên Xarpêtê jî ji xwe re dibêjin “zaza” û ji dîyalekta xwe re dibêjin “zazakî”. Ji van navan, “dimilî” û “zaza” navên eşîrên kurdan e. “Kird” û “kirmanc” navên etnîkî ne. Di lîteratura miletên din yên wekî tirk û ereban de ji bo grûba ku vê dîyalekta kurdan qise dike zêdetir bi navên “zaza” yan jî “dimilî” hatîye binavkirin. Lêbelê ji ber ku em xelqê Dîyarbekirê yên ku vê dîyalektê qise dikin, em ji xwe re dibêjin “kird” û ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “kirdkî”, lewre min ev nav tercîh kir.

1M. Brîndar, “Engiştê Kejê”, Tîrêj: Kovara Çande û Pîşeyî, Hejmar: 2, Sal 1980, İzmir, r. 32-37

2Malmîsanij & Mehmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992, r. 274-276

3http://www.zazaki.net/yazi/yazi/destpk-edebyat-modern-y-kirmanck-159.htm

4J. Îhsan Espar, “Derdê Dewrêşî”, Çira Kovara Kulturî - Kovara Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Hejmar 3, Îlon 1995, Stockholm, r. 55-70

5Munzur Çem, Antolojîyê Hîkayanê Kirmanckî (Zazakî), Weqfa Kurdî ya Kulturî Li Stockholmê, Stockholm 2005, r. 57-63

6http://www.zazaki.net/html_page.php?page=vate

7http://www.zazaki.net/haber/fhrst-8-hmaran-sewcila-1424.htm 

________

YASAL UYARI: www.zazaki.net kaynağında yayınlanmış herhangi bir haber, yazı veya fotoğrafın site editöründen izin alınmadan olduğu gibi kopyalanarak ya da üzerinde çeşitli oynamalar yapılarak herhangi bir yerde yayınlanması; farklı çalışmalarda alıntı olarak kullanmak amacıyla cümle veya paragrafların kopyalanmasında ise standart bir şekilde kaynak belirtilmemesi durumunda hukuki süreç başlatılacaktır!

   

 

Na xebere 5024 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.