zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Tebaxe 2016 Yewşeme 17:39

CIVÎNÊN VEBÛNÊ YÊN SERWEZÎRÎ

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Serwezîr Receb Tayib Erdoğan ji bo ku behsa "vebûna kurd" bike bi derdorên cihê bi cihê re civînên taştê çêdike. Dawîtirîn civînê di roja 17 nîsan 2010 de li Îstanbulê bi nivîskaran re kir. Ya berîya wê, di roja 2 adar 2010 de bi hunermendên sînema û tîyatroyê re kiribû. Ez dixwazim derbarê van civînan de hinde hest û fikrên xwe beyan bikim.

Serwezîrî nivîskar hilçinandine, wisa ew vexwendine. Paşê ligel kesên ku beşdarî bo civînê kirine li Îstanbulê, li qesra serwezîrîyê ya li Saraya Dolmabexçeyê kom bû. Paşê xîtaben axaftinekê bo nivîskaran kir. Di axaftinê de navê hinde nivîskarên ku êdî ne li jîyanê ne jî bi bîr anî. Hîn paşê, di taştêya ku qasî pênc saet dewam kir de guhdarîya nivîskaran kir, ji axaftinên wan hinde têbinî nivîsandin.

Bi nivîskaran re axaftina serwezîrî, di dema axaftina xwe de bibîranîna navên hinde nivîskaran, guhdarîkirina li nivîskaran di jîyana sîyasî ya tirkan de geşedaneka baş e. Lê ev ne metodeka tendurist e ku serwezîr nivîskaran hildibijêre. Di vê babetê de ger rêxistinên nivîskaran, nivîskar hilbijarta dê baştir bûya.

Li gorî qenaeta min ev babet grîntir e, wekî nimûne, eger serwezîr bixwaze bi Yaşar Kemalî re, bi Çetîn Altanî re, bi Vedsat Türkaliyî re, bi Orhan Pamukî re, bi Oya Baydarê re… qise bike, bila ev qisekirin li mala nivîskaran be. Serwezîr dikare van nivîskaran li mala wan zîyaret bike. Ji layê etîkî ve xweş nîne ku ji bo qisekirinê wan vexwîne bo qesra serwezîrîyê.

Bi salan berê min di sîyasetname yan şahnameyekê de xwendibû. Derbarê peywendîya hukimdaran ligel nivîskaran yan peywendîya nivîskaran ligel hukimdaran de wisa dinivîsand: qencê rêvebirên dewletê ew e ku nivîskar, hunermend û aliman zîyaret dike. Qencê hunermend, nivîskar û aliman jî ew e ku xwe ji vexwendin û zîyaretkirina xwedîyên desthelatê dûr digre.

Di hevdîtinên serwezîrî yan serokkomarî ligel nivîskaran de tiştê rast ewe ku rêxistinên nivîskaran xwedî însîyatîf bin. Rêxistina nivîskaran dê agahî bide endamên xwe, bengawazîyeka wekî "Filan rojê serwezîr dê were rêxistina me zîyaret bike, ligel nivîskaran hevûdin nas bikin, suhbet…" bike. Li ser vê nûçe û bangewazîyê nivîskarên ku bixwazin dê beşdarî bo vê civînê bikin, ligel serwezîrî hevnas bin, pê re qise bikin. Lê eger serwezîr îlla dixwaze bi nivîskar, hunermend yan alimekî re qise bike, pê re hevdîtinê çêbike, hingê ew zîyaret di mala van merivan de çêbibe, serwezîr van kesan di mala wan de zîyaret bike, ji layê etîkî ve rasttir e.

Serwezîr bi derdorên cur bi cur re vebûna kurdan qise dike lê di vê proseyê de layên ku serwezîr xwe jê dûr digre derdorên kurd in. Divê serwezîr bi nivîskarên kurd re, bi çapemenîya kurd re, bi zanyarên kurd re, bi huqûqnasên kurd re, bi sazîyên civaka sivîl yên kurdan ra, mesela, bi Göç-Derê (Komela Koçberan) re hevdîtinan çêbike. Helbet fêrbûna hest û fikrên kurdan girîng e. Serwezîr di hevdîtinên ku bi derdorên cur bi cur re dike de ji kurdan jî du-sê kesan vedixwîne. Ev qîm nake. Ev wekî ku "bi kurdan re jî diaxife…" qebûl nabe. Meseleya kurdan helbet di serî de pirsgirêka kurdan e. Yên ku mexdûr bûne kurd in. Meseleya kurdan, meseleya ji destê kurdan sitendina mafên wan ên ku ji komelayetîya kurdbûnê pêk tên ve eleqedar e.

Li Tirkîyê girîngtirîn hêza ku pêşî li geşedana mafên merivan digre dewleta veşartî ye, dewleta kûr e. Ya ku naxwaze mesele çareser bibe, ya ku pevçûnan û şerî gur dike dîsa her dewleta kûr e. Di pêkhatina dewleta kûr de roleka mezin ya artêşê, dadgeha bilind, burokrasîya bilind û unîversîteyan heye. Hebûn û dewamkirina dewleta veşartî, dewleta kûr dîsa ji ber meseleya kurdan e, ji ber ku emseleya kurdan bêçareserî dimîne ye. Ev layekî girîng ya vebûna kurd e ku divêt bê zanîn hela derdorên cihê bi cihê yên kurdan çi difikirin, çi hîs dikin. Ev rast nîne ku bêyî kurdan vebûna kurd bête kirin, mumkin jî nîne.

Fikrê em ê PKKê tesfîye bikin xelet e, mumkin jî nîne. Divê hukumet bişê ligel Partîya Aştî û Demokrasîyê, her ku diçe bi PKKê re jî hevdîtinan bike. Hevdîtina ligel Partîya Aştî û Demokrasîyê hevdîtineka wekî pirskirina hal-xatirê hevûdin nîne, divê hevdîtineka wekî muzakerekirina meseleyê be. Di jîyana sîyasî ya tirkan de ji bo ku hukumet bikaribe derkeve pêşîyê, bi paşvebirina dewleta kûr ve, bi qedandina pevçûnan û şerî re mumkin dibe. Qedandina pevçûnan û şerî jî, ancax bi hevdîtina ligel kurdan re, bi qebûlkirina daxwazên wan yên maqul re çêbibe.

01.05.2010

Na xebere 3444 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.