zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
24 Gulane 2013 Îne 21:42

ÇEND GOTIN LI SER ÇÎROKA PENa KURD

Munzur Çem

Kongra PENa KURD a 8an, di 18-19yê Gulanê de li Dîyarbekirê hat amadekirin. Roja yekemîn paşê nîvro, gava ku min dît ku grûbek dixwaze ku PENê bike bin bandura xwe û ji bo serketina vê planê jî destur tê pelixandin, min hewce nedît ku di kongreyê de bimînim û terk kir.

Piştî terkkirina min, endamtîya hinek kesên nû hatiye qebulkirin ku nav wan de gor desturê kesên ku xwediyê şertên endambûnê nînin jî henin. Û serî de ji çar kes jî van “endamên nû” ketine Komîta Brêvebir.

Gor agahiyên ku gihiştine min, roja berê kongreyê civînek teng hatîye organizekirin. Di vê civînê de her sê endamên Komîta Birêvebir ên ku çûbûn Dîyarbekirê; Zerdeşt Haco, Bêrîvan Doskî û Kakşar Oramar jî amade bûne. Di civînê de li ser meşandina karê Kongreyê hatiye qisekirin û di derheqa pêşeroja PENê de biryar hatine girtin. Di nav van biryaran de merkeza PENa Kurd Diyarbekir anîn jî heye.

Lê di vê nivîsê de armanca min, dûr û dirêj li ser Kongra 8min û pêşeroja PENê sekinîn nîye. Armanca min ev e ku, aktuelbûna PENê bikim sebeb û wek notek dîrokî, derheqa prosesa damezrandina PENê de hinek agahiyan bidim kesên elaqeder û xwendevanan.

Îro meriv gava ku bikeve înternetê û lê bigere, dibîne ku agahiyên derheqa PENê bi vê cumleyê dest pêdikin:

Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd dest pêkiribûn...

Ez bawer im sal 1985 bû, di hevdîtinekê de Huseyîn Erdem, damezrandina PENa Kurd, wek pêşnîyaz anî ziman. Di vê hevdîtine de em 3 kes bûn: Kemal Burkay, H. Erdem û ez.

Ji ber ku di rojeva me de damezrandina dezgehên neteweyî hebû, me ev pêşnîyaz wek gavek muhîm dît û Kemal Burkay jî Huseyîn Erdem ra bi kurtahî weha got:

“Kek Husên, em her du bi nasnameya xwe ya polîtîk tên naskirin. Eger em bi awayekî eşkera nav vê xebatê de bin, dibe ku hinek kes bûyerê şaş fehm bikin û ji xebatê dûr bisekinin. Dezgehek wek PENê de hewce ye ku hemû kurdên welatperwer û demokrat bikarin cîh bigirin. Em bi hemû îmkanên xwe alîkariyê dikin, lê warê legalîteyê de xebatê tu bimeşîne..”

Piştî vê civîne, rastî jî me bi hemû îmkanên xweber xwe da ku dezgeh bê sazkirin.

Me hem li Ewropayê hinek kesên elaqeder ra qise kir hem jî bi dezgeh û sazîyên kurdan ra ketin têkilîyê. Wek nimûne, di payîza 1987an de, ji bo meşandina xebata polîtîk ez û Sekreterê Giştîyê PSKyê ya îroyê Mesut Tek, em çûn rojhelat û başûrê Kurdîstanê. PEN jî têde, me di forma “Dezgehên nehukumetî” (Non-govermental organisations) de damezrandina dezgehên kulturî û demokratîk kiribû rojeva xwe û di hevdîtînan de li ser sekinîn. Dawîya hevdîtinan de Dr. Ebdurehman Qasimlo, Mam Celal, Dr. Samî Ebdurehman, piştgiriya xwe anîn ziman û îcaze dan me ku eger hewce be em navê wan wek sazgêr binivîsin. Ji ber hinek astengan min firsend nedît ku bi birêz Mesut Barzanî van pirsgirekan dûr û dirêj biaxifim. Wek KDP wan destek dan lê jî bo îmzayê ez pêra axîfîm yan na, niha naye bîra min.

Gava ku ez zivîrim hatim Ewropayê, min û Huseyîn carek din hevdu dît. Lîsta me êdî temam bû. Dîsa baş nayê bîra min, lê me wek damezêr 12 yan jî 14 nav tesbît kirîbûn.

Demek şunda sazgêrên ku li Almanyayê dijîn, Huseyîn û wan di nav xwe de civînek nû organîze kirin û sazkirina PENa Kurd fermî îlan kirin. Di vê demê de ji ber ku ez li Swêdê bûm, min nikarî ez bêşdarê vê civînê bim.

Dawîya dawî, di nîsana 1988an de, di Kongreya PENa Navneteweyî ya Cambridge de PENa Kurd wek endam hat pêşniyazkirin û bi erenîya hemû delegeyan endamîtiya wê hat qebulkirin.

Di vê xebata dîrokî de meriv gere piştgiriya PENa Cihûyan û PENa Îngilîzan ji bîr meke û bi taybetî bîne ziman.

Piştî civîna Cambridgeyê Huseyîn Erdem bi xwe min ra got “Eger îmzaya çend serokên partiyên Kurdan nebûna, di Kongreya PEN-Înternationalê de karê me zahmettir dibû. Gava ku delegeyan dît ku ji cuda-cuda parçeyên Kurdîstanê, navê rêberên kurdan heye, êdî qenaeta wan hasil bû ku PENa Kurd, dezgehek grûbî na, neteweyî ye û bi dilrehetî erênî dan endamîtiya me.”

Lê çend sal şunda min di hinek dokumentên PENê de dît ku sîyasetmedarên kurdan ên ku min li jor behs kirîye, navê wan wek sazgêr di lîsteyê de tune. Min çend car li gel Komîta Brêvebir qise kir û rîca kir ku banga Huseyîn Erdemê jî bikin û em rûnin qise bikin ku ka ew navên me çava ji lîsteyê hatine derxisitin. Lê mixabin komîte di vî warî de ne gavek avêt û ne jî agahîyek da min.

Ew xebat parçeyek ji dîroka me ya nêzik e. Wek kedxwarek vê xebatê ez dixwazim carek din dûbare bikim ku Dr. Qasimlo, Mam Celal Talebanî, Dr. Samî Ebdurehman, Kemal Burkay û Munzur Çem jî damezrînerên PENa Kurd in. Wek min li jor jî got, rewşa birêz Mesut Barzanî baş nayê bîra min ku gelo navê wî jî di serlêdanê de hebû yan na.

Demek jî, navê nivîskar Mehmet Uzun wek sazgêr di hinek dokumentên PENê de cîh girt. Wek ku vê demê de jî min got û nivîsî, Mehmet Uzun sazgêrê PENê nîye. Heta piştî sazkirinê, ew bi xwe li dij derket. Wî û çend nivîskarên Swêdê xwestin ku PENa Kurd li Swêdê damezrînin lê wek endamên PENê me jî PEN-Internationalê ra name nivisand û PENa xwe re xwedî der ketin.

Na xebere 3853 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.