zazaki.net
21 Temmuze 2017 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Hezîrane 2016 Panşeme 19:04

Çend Gotin Derheqê "Raporta Kêmaran" de

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Em wisa bifikirin, sazîyeka dewletê yan dezgeyeka taybet derbarê herêmên mîna Dîyarbekir, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Cûlemêrg û hwd. de raportekê amade dike. Em wisa hesab bikin ku ev rapor jîyana îqtîsadî, komelayetî û kulturî ya van herêman vedikole. Em wisa bifikirin ku di raportê de behsa zimanê tirkan, kultura tirkan, sîstema perwerdeya tirkî tê kirin lê kurdan û zimanê kurdan ji nedîtî ve tê. Em wisa hesab bikin, ev raporta ku eleqedaran daye amadekirin di rûniştineka çapemenîyê de bo rayagiştî hatiye nasandin. Em ferz bikin, kurdek ku bi awayek bi wê dezgeya ku raportê amade kiriye re di nav peywendîyê de ye yan jî bila qet di peywendîyê de nebe, wê demê ev raport bi dest xistiye û li hemberî endamên çapemenîyê vê raportê wisa dihejîne û dibêje: "Ev çawa raport e, têde derbarê kurdan de tu agahîyek tune ye, qet behsa wan nake. Derheqê zimanê kurdan de, kultura kurdan de hevokek jî tune ye." Û bi qîrîn û gazî yên ku raportê amade kirine protesto dike, raportê diqetîne û diavêje…

Di rewşeka wisa de dê çi bi serê vî kurdî de were? Dê ev kurd rastê çi belayan bê?

Dibe ku wî lînç bikin. Eger piştî êrîşa lînçkirinê hîn jî zindî mabe dê bi tawanbarkirinên giran yên mîna "xelqê ji bo kîndarî û dişminîyê tehrîk kiriye", mîna "heqaret li milet û dewletê kiriye", mîna "cîyawazî kiriye" re rû bi rû bimîne. Bûyera ku bi serê Ahmed Kaya ve hat di bîra me de ye. Ev pirseke wisa ye ku bi çawanîya bingehîn ya jîyana sîstema sîyasî ya tirkan ve eleqedar e, bi naveroka wê ve eleqedar e.

Di roja 6 cotmeh 2004 de, Yekîtîya Ewropayê derheqê Tirkîyeyê de raporta pêşveçûnê îlan kir. Di wan rojên ku ev rapor îlan bû de, çend roj berê, Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê jî raportek îlan kir. Serokê Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê Profesor Îbrahîm Kaboğlu bû. Ev raport ji layê Komîsyona Mafên Kêmaran û Mafên Kulturî yê Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê ve amade bûbû. Profesor Baskın Oranî seroktîya vê komîsyonê dikir. Serokê Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê Profesor Îbrahîm Kaboğluyî vê raportê dixwend. Merivek ku di komîsyonê de kar dike lê li dijî naveroka raportê ye, li cihê ku raport bi rûniştineka çapemenîyê bo raya giştî dihate nasandin de bi zordestî raport ji destê Profesor Îbrahîm Kaboğluyî girt, qetand û parçeyên qetandî vir kirin avêtin ber medyakaran. Evî kesî wisa bi tundî reaksîyon nîşan dida ku çima di vê raportê de kurd wekî kêmar hatine nîşandan. Wisa difikirî ku, mifaya vê tenzîmkirinê ji kurdan re heye. Ev kes bi vê kirina xwe bi rojan derkete televîzyonan û bû wekî qehremanek. Derdorên cihê bi cihê pesnên wî dan. Ev nimûne, derheqê jîyana sîstema sîyasî ya tirkan û cihê kurdan de agahîyên gelek zelal dide me.

Hem li hemberî Raporta Pêşveçûnê ya Yekîtîya Ewropayê hem li hemberî Raporta Mafên Kêmaran ya Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê, kurdan reaksîyoneka wekî "Em ne kêmar in, em unsûreka eslî ne, em jî di nav piranîyê de ne" nîşan dan. Di eslê xwe de kurd ne tu tiştek in, grûbeka wisa ne ku wexdîyê mafên kêmaran (eqalîyetan) jî nînin. Piranîyek ku ne xwedîyê mafên kêmaran e jî dibe? Unsûreka eslî ku xwedîyê mafên kêmaran jî nîne dibe? Kurd wekî hejmar xwedîyê nufûseka mezin bin jî ev nîşan nade ku ew xwedîyê "tiştekî" ne. Di dîroka pêşveçûna ji heştê salî zêdetir sîstema sîyasî ya tirkan de kurd "ne tu tiştek" in. Çimkî di avakirina Komarê de, rêveberên tirk ku Komarê danîn bi kurdan re, bi temsîlkarên kurdan re tu dîdarekê, tu peymanekê çênekirine. Berevajîya wê, bi danîna Komarê re proseseka gelek tund ya asîmîlasyonê dest pê kiriye. Kurdan ji bîr ve kiriye ku ev prosesa asîmîlasyonê çawa pêş ve hat û dibêjin "em jî piranî ne, em jî unsûreka eslî ne" ûhwd. Lê di eslê xwe de "tu tiştekî" nînin. Ma asîmîlasyon ne ew tişt e ku kurdan wekî kurd tune bike? Di prosesa asîmîlasyonê de ji bo kurd jî wekî tirkan muameleyeka wekhev bibînin û di rêvebirina dewletê de cih bigrin divê kurdbûna xwe înkar bikin û bibin tirk hîn ev mumkin dibe. Em gotineka serokê Partîya Hereketa Mîlî (MHP) Dewlet Bahçeli bînin bîra xwe. Dewlet Bahçeli digot "Wekî kurd ne tu tiştek, wekî tirk her tişt."

Em wisa bifikirin. Di malbeteka kurdan de zarokek tê dinyayê. Malbat ji bo ku nasnameya zarokê bigre diçe dayreya nufûsê. Dixwaze zarokê xwe bi navekî wek Mîrxan, Welat, Feqî, Bawer, Xezal yan Qeşto li deftera nufûsê tomar bike. Lê memûrê dayreya nufûsê dibêje nabe ku ev nav lê zarok bêne danîn, ji ber ku ev nav li dijî kultur û jiyana tirkan e, lewre ev nav qedexe ne. Pêşnîyaz dike ku navên wekî Deniz, Dağ, Alpaslan, Mete li zarok bêne danîn. Ev rastî tê zanîn ku kurd navên ku bitaybetî pîtên Q, X, W têde hene hîn jî neşên di defterên nufûsê de bidin tomarkirin. Ew hêz û şîyana komelayetîyê di kurdan de tune ye ku navên kurdî di defterên nufûsê de bidin tomarkirin. Di rewşeka wisa de tu manaya "em di nav piranîyê de ne, em unsûra eslî ne" heye? Tu dibêjî "ez unsûra eslî me, ez di nav piranîyê de me" lê tu ne xwedîyê mafên kêmarîyê yî jî.

Di pîrozkirina cejna Newrozê ya 21 adarê de, wekî nimûne, li Dîyarbekirê du sed hezar, sê sed hezar, çar sed hezar kurd kom dibin. Derdorên ku dibêjin ev hejmar gelek zêdetir e jî hene. Gelo di roja 22 adarê de çi dibe? Di roja 22 adarê de zarokên wan kurdên ku di pîrozkirina cejna Newrozê de kom bûne, dema ku diçin xwendingehê sonda "Ez tirk im, ez rast im, ez jêhatî me… Hebûna min bila bo hebûna tirkîtîyê dîyarî be" dixwînin. Ev rastîyeka wisa ye ku meriv dikare bi asanî bibîne û bala xwe bide ser. Piştî ewçend têkoşînê hîn jî tu dibêjî "Ez tirik im, rast im, jêhatî me", hîn muhîmtirê wê, tu dibêjî "Hebûna min bila bo hebûna tirkîtîyê dîyarî be." Hingê çi qîymeteka wê heye ku tu di roja 21ê adarê de cejna Newrozê bi çar sed hezar kesî yan bi pênc sed hezar kesî pîroz bikî? Tu dê hem di nav piranîyê de bî, tu dê hem "unsûra eslî" bî, hem jî tu dê sondê bixwînî bibêjî "Hebûna min bila bo hebûna tirkîtîyê dîyarî be." Di vê helwêstê de, di vê reftarîyê de nakokîyeka mezin heye. Dema ku li hinek rojnameyên Ewropayê belavoka "Kurd Çi Dixwazin?" belav bû, li Tirkîyeyê nivîskarên dewletê kurdên ku belavokê îmza kirine bi xayînî û nîjadperestîyê tawanbar kirin. Li meydanê ye ku kurd tiştên wekî "Ez kurd im, rast im, jêhatî me…" nabêjin. Ne mumkin e ku bi darê zorê, mi mekanîzmayên îdeolojîk yên zordarîyê, wekî nimûne bi farsan, bi ereban, bi tirkan sloganên wisa bidin gotinê û sondên wisa bidin xwendinê.

Em bala xwe bidin ser kongreyên partîyên mîna DEP, HADEP yan jî DEHAPê. Hate dîtin ku kurdan eleqeyeka mezin nîşanê wan kongreyan da. Eger pênc hezar kes li salonê hebûn, kesên ku neşîyan bikevin salonê ji yên li hundir gelek zêdetir bûn. Kongreyek ji kongreyên wisa bû ku qelebalixeka mezin wê teqîb dikir. Em bibêjin panzdeh hezar kesî, bîst hezar kesî kongreyê teqîb dikir. Di kongreyeka wisa de ji rêvebiran yekî xwest bi kurdî qise bike. Hîn di hevoka pêşîyê de komîserên hukumetê jê re gotin ku di kongreyên wisa de ji bilî zimanê tirkî qiskerina bi zimanekî din qedexe ye û anîn bîra rêvebiran ku ev qedexe xwe dispêre Qanûna Partîyên Sîyasî û Qanûna Esasî. Li ser viya rêvebir dev ji qisekirina bi kurdî berda. Di kongreyekê ku bi hezaran kesî beşdarî bo wê kiriye de tu nikarî bi zimanê xwe qise bikî, tu nikarî van qedexeyan rakî, tu nikarî qisekirinên wisa bikî qanûnî yanî tu nikarî qisekirina bi kurdî bikî qanûnî. Tu nikarî qedexeyan bêhukim bikî. Di vê rewşê de tu qîymeteka cidî ya kombûneka bi pênc hezar kesî yan bi bîst hezar kesî tune ye. Eger tu nikarî nasnameya xwe, nirxên xwe biparêzî, di cihê xwe de û di zemanê xwe de tu nikarî bi wan bijî, te kesayetîya neteweya serdest, nirxên neteweya serdest qebûl kirine êdî asayî ye ku tu di nava piranîyê de cih bigirî û xwe ji piranîyê hesab bikî.

Li vir divê meriv li ser têgeha meşrûîyetê bisekine. Di kombûnên partîyên sîyasî de, wekî nimûne, di kongreyan de qedexe ye ku kurd bi kurdî qise bikin. Çimkî Qanûna Partîyên Sîyasî, Qanûna Esasî qedexeyên wisa danîne. Lê di kombûnên wisa de helbet qisekirina bi kurdî meşrû ye. Ev tê zanîn ku meşrûîyet têgeheka wisa ye ku xîtabî wijdanê xelqê dike. Di danîna Komara Tirkîyê de neheqîyeka mezin li kurdan bûye. Digel ku kurd xwedîyê nufûseka gelek zêde ne jî bi qasî kêmarek jî xwedîyê tu mafekê nînin. Heta wekî kurd xwedîyê tu heqekî, tu huqûqekî jî nînin. Di sîstema tirkan de kurd ji alîyê kirdeyeka sîyasî ve "tu tiştek" nîne. Eger tirkbûnê qebûl bikin, nasnameya xwe ya eslî red bikin hîn dikarin beşdarî bo prosesa sîyasî ya tirkan bikin. Gelek eşkera ye ku ev neheqîyeka pir mezin e. Têkoşînên ku pêşî li van neheqîyan digrin û wan ji navê dibin meşrû ne, demokratîk in. Kurd divê meşrûîyeta xwe ji vê prosesa hanê bigrin. Lê xuya ye ku kurd meşrûîyeta xwe dispêrin warekî gelek cihê. Wekî nimûne, dibêjin "Mistefa Kemalî jî behsa kurdan kiriye, Atatürkî jî behsa otonomîya kurdan kiriye." Lêgerîna meşrûîyeteka wisa rast nîne, durist jî nîne.

Ji salên 1990î bi vir de kurdan gelek partîyên sîyasî damezrandin. Partîya Demokrasîyê (DEP), Partîya Azadî û Demokrasîyê (ÖZDEP), Partîya Demokrasîya Gel (HADEP), Partîya Demokratîk ya Gel (DEHAP) di nav van partîyan de ne. Piştî DEHAPê Partîya Civaka Azad (ÖTP) hate damezrandin. Di van rojan de jî bi navê Tevgera Civaka Demokratîk ji bo damezrandina partîyeka nuh xebat têne kirin. Digel ku Partîya Civaka Azad (ÖTP) heye dîsa jî hewldaneka ji bo partîyeka nuh mijareka wisa ye ku divê meriv bala xwe bide ser. Ev jî mijareka balkêş e ku behsa partîyeka nuh, feraseteka nuh tê kirin, digel ku her tişt here û were wekî berê tê kirin lê cardin behsa feraseteka nuh tê kirin. Kurd gelek partîyên sîyasî datînin lê di wextê xwe de û li cihê cih nikarin berevanîya van partîyên ku danîne bikin. Ev tê zanîn ku ev partî ji layê Dadgeha Qanûna Esasî ve têne girtin, di şûna partîya ku hatiye girtin yeka nuh tê damezrandin. Lê [li dadgehê] di îfadeyên parastina partîyê de ji îfadeyên wekî "Mistefa Keamlî jî behsa kurdan kiribû…", "Di dema mucadeleya milî de Mistefa Kemal Atatürkü jî behsa otonomîya kurdan kiribû…" wêdetir tiştek nayê gotin. Di salên 1990î de rast nîne ku ev îfade wekî parastineka sîyasî bêne nirxandin. Divê [kurd] xwe bispêrin meşrûîyet û hîsên edaletê û wisa parastina xwe bikin. Bêguman ev karekî hêja ye ku di şûna partîya ku hatiye girtin de, di maweyeka kin de partîyeka nuh bête damezrandin. Ev dînamîzma komelayetî û hêvîyên sîyasî yên di nav kurdan de nîşan dide. Lê partîya ku nuh hatiye avakirin dîsa here û were eynî wekî berê xwe bi rêxistinkirina wê, herwisa dema ku Dadgeha Qanûna Esasî partîyê digre ew parastina ku tê kirin, rewşeka neyînî ye. Ew parastinên ku di salên 1970yî de, di dewra cûntaya 12ê adarê de, li Dîyarbekirê, li Dadgeha Îdareya Urfî ji alîyê Komeleyên Şorişger yên Kulturî yên Rojhelatê (DDKO) ve, ji alîyê hinek girtîyan ve hatin kirin parastinên sîyasî bûn. Li hemberî îdîayên dozgerê leşkerî ku digot "Gelekî mîna kurdan tune ye, zimanekî wekî kurdî tuneye", bi biryardarî parastina xwedî lêderketina li hebûna kurdan, li hebûna zimanê kurdî parastineka sîyasî bû. Lê di salên 1990î de tu qîymeteka sîyasî ya parastinên îfadeyên mîna "Mistefa Kemalî jî behsa kurdan kiribû, Atatürkî jî behsa otonomîya kurdan kiribû" tune ye. Herwisa kes hîç ji xwe re nake derd ku bê hela ew zebtên Meclisa Mezin a Tirkîyê (TBM) yên di sala 1922 de ku têde behsa otonomîya kurdan dihate kirin çima hatine tunekirin û ev zebt îro tune ne.

Kurd li pey hev partîyên sîyasî dadimezrînin lê nikarin van partîyên xwe di cihê cih de û di wextê de li gorî meşrûîyeta komelayetî biparêzin, ev yek bi lawazîya fikrê sîyasî yê kurdan ve, bi bêkokbûna opozîsyona kurd ve girêdayî ye. Meriv dikare vê rewşa hanê di wê belavoka bi sernavê "Kürd çi dixwazin?" ku di roja 9 sermawez 2004 de li Ewropayê li rojnameyên Le Monde û International Herald Tribune de hatibû belavkirin de jî bibîne. Di belavokê de dihat gotin ku "Ew mafên ku li Spanyayê ji bo gelê Bask û katalanan; li Înglîstanê ji bo gelên Galler û Skoç; li Belçîkayê ji bo gelên Walon û Flaman hatine dayîn, em jî wan dixwazin. Tirkîyê mafên ku ji tirkên ku li Komara Tirk a Bakurê Qibrisê dixwaze bila bide me jî." Di gotarê de îmzaya nêzikî du sed sîyasetmedar, nivîskar û hunermendên kurd hebû.

Bi belavbûna belavokê re nivîskarên dewletê li çapamenî û medayê li hemberî kurdên ku belavokê îmza kiribûn êrîş dan destpêkirin û îmzakar bi îxanetê tawanbar kirin. Serokê Komara Tirk a Bakurê Qibrisê Rauf Denktaşî tazîra parlementerê berê yê DEPê ku belavokê îmza kiribû da. Serokwezîr, cîgirên serokwezîrî û wezîrê karên derve [yên Tirkîyê] kesên ku belavokê amade kirine û li rojnameyên Rojavayê dane weşandin bi awayekî tund tawanbar kirin. Li ser viya hinde kesên ku belavokê îmza kiribûn paş ve gav avêtin, gotin, "belavok hatiye guhertin, belavoka ku me îmza kiribû de îfadeyên mîna 'Tirkîyê mafên ku ji tirkên ku li Komara Tirk a Bakurê Qibrisê dixwaz bila bide me jî' têde tune bûn", gotin "di belavokê de têgehên mîna federasyon, otonomî, xwudmuxtarî tune bûn, xwudmuxtarî û otonomî li kurdan nayên, hemdem jî nînin", gotin "em otonomî û federasyonê naxwazin, fikrên ku di belavokê de hene divê wisa şîrove nebin" ev gotinên wan di çapemenî û medyayê de cih girt. Ev hemî nîşan didin ku hindek ji îmzakaran helwêsteka çiqas rizandî nîşan didin. Li hemberî reaksîyona dewlet û hukumetê, li hemberî nivîskarên dewletê çawa tavilî paş ve gav diavêjin, ji xwe re mazaretan çêdikin. Lê di eslê xwe de di belavokên mîna vê belavokê de tiştê muhîm çendanî nîne, çawanî ye. Wekî mînak, bi tenê kesek jî bibêje "Ew heqên ku dewlet ji bo tirkên bakurê Qibrisê dixwaze helbet em jî dixwazin heta ku em ji wan zêdetir dixwazin. Çimkî, mesela, hejmara tirkên li Qibrîsê 170 hezar e, lê hejmara kurdên li Tirkîyê, wekî nimûne, 15-20 mîlyon e", tenê îmzakarek jî vê teleba hanê bi biryardarî îfade bike dê tesîrê bike lê bi hezaran kes, em bibêjin deh hezar kes, bîst hezar kes bibêje "em tenê wekhevî dixwazin, em demokrasî dixwazin, em otonomî, xwudmuxtarî naxwazin, jixwe ev ji bo me munasib nînin, hemdem jî nînin" û ji bo viya xwepêşandanan çêbikin dê tu tesîreka cidî neke.

Bûyera qetandina raporta ku Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê derheqê kêmaran û mafên kulturî de amade kiriye dema ku bo medyayê dihate nasandin de alîyekî balkêş yê fikrê sîyasî yê tirkan û jîyana sîyasî ya tirkan nîşan dide. Serokê Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê Profesor Îbrahîm Kaboğlu bû. Serokê komîsyona ku raporta Kêmaran û Mafên Kulturî amade kiribû Profesor Baskın Oran bû. Dema ku Profesor Îbrahîm Kaboğlu rapor dixwend bi zorbazî, bi kaşkirin raport ji destê wî hatibû derxistin û hatibû qetandin. Ev bûyer di çapemenî û medyayê de gelek hatibû munaqeşekirin, ew zihnîyeta ku rapor qetandibû hatibû rexnekirin lê hukumetê layengirîya serokê Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê Profesor Îbrahîm Kaboğluyî herwisa layengirîya serokê komîsyona ku raporta Kêmaran û Mafên Kulturî amade kiribû Profesor Baskın Oranî nekiribû. Berevajîya wê, hukumet jî li dijî komîsyona ku wê bi xwe pêkanîbû û li dijî naveroka raportê û helwêsta profesoran derdiketibû. Lê ji bo kesê ku bi zordarîyê raport qetandibû, ji bo vê zijnîyeta hanê rexneyeka piçûk jî nedikir. Ev jî bi alîyekî din yê gelek muhîm yê sîstema sîyasî ya tirkan re eleqedar e.

Ev eşkera ye ku tenzîmkirinên derbarê firehkirina mafên merivan û azadîyê de têne kirin ji bo ku Ewropa dixwaze çêdibin. Eger bi fehma ku pêwîstîya gelê me pê heye çêbûbûna dê heta niha ji zû ve çêbûbûna. Di rojên ku Lijneya Şêwirmend a Mafên Mirovan a Serokwezîrtîyê raporta Kêmaran û Mafên Kulturî îlan dikir de hinek berpirsîyarên Yekîtîya Ewropayê jî li Tirkîyê bûn. Wekî nimûne, endamê berpirsîyar yê Komîsyona Ewropayê Gunter Verhaugen li Tirkîyê bû. Serokwezîr, cigîrê serokwezîr, wezîrê karên derve, herwisa endamên din yên hukumetê ji bo xwe li ber wezîfedarên ku ji Yekîtîya Ewropayê tên şîrin û xweş nîşan bidin çi ji destê wan dihat texsîr nedikir. Lê hukumet li hemberî êrîşa ku li ser lijneya şêwirmendîyê ku wê bi xwe pêkanîbû, karê ku vê lijneyê kiribû û herwisa raporta ku vê komîsyonê amade kirbû nediparast û li dijî şîdetê xwedîtî li profesoran nedikir. Nikarîbû kesê ku vê şîdeta hanê kiribû, herwisa zihnîyeta wî rexne bike. Tu dev ji parastina naveroka raportê berde mafê axaftina profesoran jî nediparast. Wezîyeteka esasî ya fikrê bingehîn yê sîstema sîyasî ya tirkan, helwêsta bingehîn a vê sîstemê jî ev e. Ew qenaeta ku dê ev rapor "di xêra kurdan de be" kir ku li hemberî kesên ku rapor amade kirine helwêsteka wisa sar bihê nîşandan. Lê di eslê xwe de, divê her kesê ku kêşeyeka xwe hebe bikare qise bike û rêveberên tirk jî divê bi xwînsarî guhdarî bikin û kêşeyên wan munaqeşe bikin. Divê ev yek ji bo belavoka "Kurd çi dixwazin?" jî wisa bûya. Gelek pêwîst e ku divê kurd bêne teşwîqkirin da ku ew jî kêşeyên xwe bi vê riyê îfade bikin.

Ev helwêsteka rast nîne ku digel van hemî tiştan kesên ku raporê amade kirine dibêjin ev "raporta dewletê" ye û di vê pênaseyê de israr dikin. Çimkî dewlet, herwisa li gel dewletê, hukumet bi tundî li dijî naveroka vê raportê derdikeve. Dibe ku kombûna komîsyonê bi raydana piranîya endaman çêbûbe, bi raya piranîya endaman biryar hatine girtin, dibe ku kesî li dijî biryarê îtîraz nekiribe lê îtîraza tund a dewletê û beyanatên wekî "me bi xwe tu raportek nexwestibû" divê bêne dîtin.

Ez pêwîstî pê dibînim ku derbarê naveroka raportê de van tiştan bibêjim. Ez wisa difikirim ku têgehên wekî "neteweya Tirkîyê", "roşinbîrên Tirkîyê" gelek çêkirî ne, sûnî û ne heqîqî ne, rasteqîn nînin. Têgeha "Tirkîyeyîbûnê" jî wisa ye. Eger pêwîstî pê heye ku behsa tirkan bibe divê bibêjin tirk, eger pêwîstî pê heye ku behsa kurdan bibe divê bibêjin kurd… Ev eşkera ye ku lebatên wisa ji bo bi xewê ve kirina kurdan çêdibin. Ji alîyê din ve, têgeha Tirkîyeyê, koka xwe ji tirkan digre, ji tirkbûnê hatiye afirandin. Yanî binavkirineka wisa ye ku ji etnîsîteya tirk îzafeten hatiye çêkirin. Tê manaya welatê ku tirk têde dijîn. Wekî Îraqê, wekî Sûrîyeyê, wekî Îranê ne ew navkirin e ku bi herêmekê ve îzafeten hatibe çêkirin.

Li jor min derbarê belavoka "Kurd çi dixwazin?" de hinde fikrên xwe îfade kirin. Hinde fikrên din jî hene ku divê bêne îfadekirin. Berîya her tiştî divê kurd telebên xwe yên sîyasî bo berpirsîyarên hukumetê, bo dezgeyên tirkan bikin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, di salên 1920î de, nîzama ku ji layê Cemîyeta Miletan ve hatiye danîn, gelek eşkera ye ku ji serî heta binî, ji gulîyê por heta bi serê nenukê nîzameka li dijî kurdan e. Ev kirasê naletî di wî dewrî de li Rojhelata Navîn li kurdan hatiye kirin. Di dîroka kurdan de dîyardeya emperyalîzmê esas di vî dewrî de ye. Kurd û Kurdistan esas di vî dewrî de hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Di vê çarçeweyê de yên ku xwepêşandanan dikin û diqîrin dibêjin "Ji cudabûnê re na" û ji bo viya îmzayan berhev dikin, ez ne di wê qenaetê de me ku xwedîyê tu fehmeka dîrokê ne yan jî hay jê hene ku bê hela çi karî dikin. Yên ku hatine dabeşkirin kî ne, yên ku hatine parçekirin û parvekirin kî ne? Kê kurd ji hevûdin veqetandine?

Helbet hevkarên vê polîtîkayê li Rojhelata Navîn hene. Û ev bûye polîtîka û kirineka mayende û qewîn. Di esrekî de ku ji bo miletan prensîba tayînkirina qedera xwe li Rojhelata Navîn, li Asyayê û li Afrîqayê bi heyecaneka mezin dihate pêşwazîkirin de felaketeka wisa, wêrankarîyeka bi vî awayî bi serê kurdan ve anîn. Divê ev proses bi teferuat bête vekolandin. Di serî de kirinên Înglîstan û Fransayê, piştî wan, kirinên Yekîtîya Sovyetan, dewletên ku bi awayekî hevkar li Rojhelata Navîn kurdan kontrol dikin, divê bi têgehên zanistê û sîyasetê li ser wan bête qisekirin û munaqeşe bibin. Divê kurd ji van hemî alîyan ve, di serî de Înglîstan û Fransayê, herwisa dewletên din yên Ewropayê, teşkîlatên Rojavayê yên mîna Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Teşkîlata Asayîş û Hevkarîyê ya Ewropayê rexne bikin. Ev tê zanîn ku polîtîkaya Rojavayê ya li hemberî kurdan polîtîkayeka durû ye, bi ruşwetê dîyar dibe, bi xeletîyan û neheqîyan tijî ye. Tu alîyekê adil û mafdar yê bazarkirineka mîna "Ez ji te firoke bikirim, ez îhaleyan bidime te lê tu derbarê mijarên ku ez li ser wan hesas im de dengê xwe meke, di kirinên ku Tirkîyê dike de problem dermexe…" heye? Helbet divê ev mijarên wisa ji rexneyê bêpar neyêne hiştin. Divê ji van alîyan ve jî hertim rexne bêne kirin. Ev mijara lêkolîneka din e.

Çile 2005

Na xebere 862 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.