zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
12 Temmuze 2016 Sêşeme 08:29

"Birayetîya Dînî"

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Neşe Düzel hevpeyivîna ku bi Prof. Dr. Nur Verginê re kiriye di hejmara rojên 28-29 adar 2011 ya rojnameya Tarafê de weşandiye. Beşa ku li roja 28ê edarê hatibû weşandin sernavê wê "Dê birayetîya dînî meseleya kurdan nerm bike" bû. Beşa ku li roja 29ê adarê weşîyabû jî sernavê wê "Tebeqeya elît di kompleksa xwepiçûkdîtinê de ye" bû.

Ez dixwazim di vê nivîsarê de fikrê ku mamosta Nur Vergin derbareyê meseleya kurdan de îfade kirine binirxînim.

Li Tirkîyê dîn teammen di bin kontrola dewletê de ye. Dîn li gorî pêwîstîyên dewletê û îdeolojîya resmî ji layê dewletê ve tê şîrovekirin. Diyanet İşleri Başkanlığı (Serokatîya Karûbarên Dîyanetê) sazîyeka dewletê ye. Serokê Karûbarên Dîyanetê memûrekî dewletê ye. Tirkîye jî dewleteka laîk nîne. Li welatekî ku dîn ji layê dewletê ve ewçend tê kontrolkirin de mumkin nîne ku meriv bibêje ew dewlet laîk e. Bêlayengîrîya dadgehan jî tenê îdîaya dewletê ye. Ev jî tim ji layê generalan ve tê kirin. Ji ber ku ev îdîa bi pêkhateyên şênber, bi peywendîyên di navbera pêkhateyan de tê pûçkirin lewre ji sloganekê wêdetir tu nirxeka xwe tune ye.

Ereban dîn li gorî berjewendîyên xwe yê mîlî bikar anîn. Sedam Huseynî ji jenosîda ku li hemberî kurdan kir re got "enfal". Jenosîd siparte Qur'anê. "Can û xwîn, mal û milk, jin û zarokên kurdan bo erebên musluman helal e." Li kîdera cîhanê dibe bila bibe, te divê li Filîstînê, te divê li Pakîstanê, te divê li Bosnayê, te divê li Qibrîsê, te divê li Trakyaya rojava yan li Bulgarîstanê be, çi dema ku ji nenûgeka muslumanekî bişikê, li Tirkîyê musluman nerazîbûn nîşan didin. Di felaketên mîna rabûna lehîyê, erdlerz, yan jî şewateyê de kampanyayên yarmetîyê didin destpêkirin. Lê li hemberî jenosîda ku Sedam Huseynî li ser kurdan çêkir nerazîbûneka piçûk ya muslumanan çênebû. Li Tirkîyê musluman li hemberî van operasyonên ku li ser kurdan çêdibin yan li çepikan dixwînin yan jî bêdeng dimînin. Çimkî li Tirkîyê muslumantî muslumantîya dewletê ye, muslumantîya gelî nîne. Îcar dewlet jî, êdî çawa dibe ew dizane, tim dixwaze bila nufûsê kurdan kêm bibe, kurd hertim di nav bêhuzurîyê de bin, jê gelek memnun e ku kurd tim di nav bêmoralîyê de bin. Gelo ji van têkilîyan birayetîyek derdikeve? Li cihekî ku kurd tew musluman jî nayêne qebûlkirin, dê birayetî çawa çêbibe?

Dema ku Sedam Huseynî roja 16 adar 1988 de li Helebceyê jenosîd kir, Konferansa Îslamê li Kuweytê kom bûbû. Ev mijareka gelek balkêş e ku ji 53 dewletên welatên musluman tu yekê jî derheqê jenosîdê de rexneyeka piçûk li rejîma Sedam Huseynî negirt. Wê demê di kombûna Konferansa Îslamê de Kenan Evrenî Tirkîye temsîl dikir. Di wê beyanata muşterek ku piştî kombûnê belav kirin de ji ber ku Bulgarîstanê navê tirkên li wir bi bulgarî diguhert lewre rexne li Bulgarîstanê dihat girtin. Ji ber ku Yûnanîstanê li Trakyaya rojava rê nedida perwerdeya bi zimanê tirkî lewre rexne li wê jî dihat girtin. Lê ji bo jenosîdeka wisa ji rejîma Sedam Huseynî re tu tiştek nedihat gotin.

Ji vê bêpaxavîyê birayetîyek derdikeve? Li kîdera van têkilîyan birayetîya dînî heye?

Fars jî hertim dîn li gorî berjewendîyên neteweya xwe bikar tînin. Li Îranê her roj xortên kurdan ên di temenê 19-20 salî de tên darvekirin. Tu dibêjî qey vînç (bi farisî: ceroseqîl) darên îdamê ne ku tenê ji bo darvekirinê hatine çêkirin. Li cihê ku her roj yek bi yek yan du heb du heb xortên kurdan tên îdamkirin de birayetîya dînî çawa çêdibe?

Li Tirkîyê serokwezîr hertim bang li serokê Tunusê, yê Misirê, yê Lîbyayê dike dibêje guh bidin gelê xwe, reforman bikin. Gelo çima derheqê îdaman de ji Îranê re tiştek nabêje? Ev îdamên ku her roj li Îranê dibin ma cînayet nînin?

Li Tirkîyê, dîn hemîşe li gorî berjewendîyên neteweya tirk tê bikaranîn. Derheqê kurdan û kêşeya kurdan de polîtîkaya bingehîn ya dewletê asîmîlasyon e. Dewlet dînî jî li gorî polîtîkaya asîmîlasyonê bi kar tîne. Ev polîtîkaya bingehîn ya dewletê ye ku li herêmên kurdan kursên fêrbûna xwendina Qur'anê, xwendegehên îmam-xetîbê vedike. Ji salên 1980yî ve dewlet bo xwe wekî erkekê dibîne ku li herêmên ku kurd têde dijîn cereyanên dînî, weqfên dînî, weşanên dînî, radyo û televîzyonên dînî ava bike û pêş ve bibe. Ev şêweyeka karîger e ku dewlet bi neşrîyata dînî kurdan dixapîne, bi vî awayî li hemberî kêşeya kurdî têdikoşe.

Dewlet, hîn di sala 1984 de, dema ku têkoşîna çekdarî ya PKKê dest pêkir, bi helîkopteran, bi firokeyên şerî ayetên ji Qur'anê, hedîs diavêtin çiyayan. Di van belavokan de dihat gotin ku daxwazên mîlî yên kurdan li dijî îslamê ne. Dewletê di salên 1984-1985 de vê şêwazê gelek bi kar anî. Di van belavokan de jî birayetîya îslamê gelek dihate dûpatekirin lê kurd jî wekî tirk dihatin qebûlkirin.

Ansîklopedîyek ku ji layê Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ve hatiye weşandin heye. Navê wê "İslam Ansiklopedisi" (Ansîklopedîya Îslamê) ye. Ji salên 1990î ve tê weşandin. Herî dawîyê cilda 39. hate weşandin. Wisa xuyaye ku dê ji 40 cildî derbas bike. Di ansîklopedîya ku ji layê Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ve hatiye weşandin de madeyên mîna "kurd", "kurdî" û "Kurdistan" tune ne. Divê di cîlda 26. de van madeyên hanê cih bigirta. Di cilda 26. de meqama "Kürdili hicazkar" heye lê kurd… tune ne. Ev helwêsta hanê ji layê dewletê ve bi tune hesibandin û înkarkirina kurdan re eleqedar e. Ansîklopedîyek ku ji 40 cildî pêk tê heye lê ji bîst mîlyon kurdên musluman zanyarîyeka piçûçik jî tune ye. Ji vê helwêsta xwedîyê vê înkarê, vê tune hesibandinê, vê îmhakarîyê çawa birayetî tê hilberandin?

Di wê Ansîklopedîya Îslamê de ku li salên 1940î, salên 195yî ji layê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ve dihate weşandin de derheqê kurdan de madeyek heye. Di cilda 6. de ku li salên 1950yî hatibû weşandin de lêkolîneka fireh ku ji layê Viladimir Minorsky ve çêbûye têde cih digirt. Ansîklopedîya Îslamê ku ji layê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve hate weşandin werger bû. Lê Ansîklopedîya Îslamê ku ji layê Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ve hatiye weşandin telîf e, yanî wan bi xwe nivîsîye.

Em têkoşîna sih salên dawîn, prosesa şerî bînin bîra xwe. Cînayetên ku jê re dibêjin "faîlê wan meçhûl" hatin kirin. Êdî bi awayekî gelek vekirî tê zanîn ku faîlê wan cînayetan hêzên dewletê ne. Ev jî tê zanîn ku ev cînayetên hanê bi hezaran e. Gund hatin xirakirin û şewitandin. Daristan hatin şewitandin, serçaweyên bingehîn yên debarê hatin texrîbkirin. Dexlê çandî hîn ku nehatine çinîn di zevîyan de hatin şewitandin. Di bombardimankirinan de kerîyên pez telef bûn. Bi mîlyonan însan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin rakirin. Hatin mexdûrkirin. Ev ji nêzîk ve tê zanîn, ew kurdên ku wekî karkerên demsala havînê di mehên havînê de li herêma Deryaya Reş, li herêmên rojavayê Tirkîyê, li Anadoluya navîn, li van herêman çiqas têne tehqîrkirin. Ji van hemî prosesan çawa birayetîya dînî tê hilberandin?

Li Sêrtê, li Newala Qesaban bi sedan cesed hene, cesedên keç û xortên kurdan ku di pevçûnan de hatine kuştin avêtine wan deran. Gur û kuçikan cesed parçe kirine. Ji bo ku keç û xortên kurdan doza mafên xwe yên neteweyî dikin, wan dikujin û cesedên wan diavêjin Newala Qesaban. Ev zihnîyeta hanê ku rexneyeka piçûk jî li xwe nagre, gelo dê çawa birayetîyek ji vir derkeve? Dibe ku tirkan ev ji bîr ve kiribe yan jî dibe ku mijareka wisa neketibe ber çavê tirkan û roşinbîrên wan, dibe ku nehatibe bîra wan. Lê divê kurd tu car vê zulma hanê ji bîr ve nekin. (Derheqê Newala Qesaban de ji bo zanyarîyên bi teferut binêrin li "Evin Çiçek, Gelawej.Net, Mart 2011".

Îro ji layê asîmîlekirina zarokên kurdan ve tu cihêtîyek di navbera xwendegehên "Çağdaş Yaşamı Destekleme Derneği" (Komeleya Piştgirîkirina Jîyana Hemdem) û Fethullah Gülenî de nîne. Di her du kategorîyan de, ev sazîyên civaka sivîl di warê asîmîlekirina kurdan de xizmetên girîng kirine. Di salên 1930î, 1940î, 1950yî de dewletê asîmîlasyon dikir. Dewletê li xwendegehan, li garnîzonên leşkerî, di çapemenîyê de ji bo ku kurdan asîmîle bike hertim dixebitî. Lê êdî sazîyên civaka sivîl jî di warê asîmîlekirinê de ketine nav hewldanan. Armanca bingehîn ya kampanyayên wekî "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno werin dibistanê" asîmîlasyon e.

Li Rojhelata Navîn ereb, fars û tirk dînî ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî bikar tînin. Li Rojhelata Navîn yên ku sirf ji bo pêşvebirina îslamîyetê dixebitin tenê kurd in. Yên ku îslamîyetê ji Rojhelata Navîn birine heta Endonezyayê kurd in. Di vî warî de rola mezheba Neqşîbendî ya kurdan gelek mezin e. Lê her sê miletan jî vê fehma kurdan, yanî ji ber ku kurdan îslamîyetê li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî bikar neanîne, wan vê yekê îstîsmar kirine û her rêya fişardin û dor lê giritina kurdan ceribandine. Yên ku zulmê li kurdan dikin, kurd girtine bin muhasereyê, dewletên musluman in. Ev zulm wekî sazîyekê û bi awayekî sîstematîk dişuxule. Ji vê zulma ku êdî bûye wekî sazîyekê û bi awayekî sîstematîk dişuxule fehma birayetîyê derdikeve?

Ji bo ku fehma birayetîya dînî ya mamosta Nur Vergin ci bi cî bibe, tenê şerteka wê heye. Eger dîn ji kontrola dewletê derkeve, îslama gel çêbibe, dê "birayetîya dînî" jê pêk were. Lê ez wekî kesek vê mumkin nabînim. Yanî ez neşêm bifikirim ku dewletê dev ji kontrolkirin û ji bo berjewendîyên neteweperestîya tirkan bikaranîna dînî berde. Dîn, muslumantî palgeheka gelek girîng ya neteweperestîya tirkan e. Îro li gundan, li bajaran, li her derê mizgeft çêdibin. Gelek mizgeftên ku di prosesa avakirinê de ne hene. Mizgeft bêhtir ji nîşaneyên muslumantîyê esas nîşaneyên tirkîtîyê ne. Mizgeft di plana yekem de nîşaneyên tirkîtîyê ne. Nîşaneya muslumantîyê bûyin di plana duyem de ye. Yê ku tirk e, jixwe musluman e. Alaya tirkan li qubeyên mizgeftan dadiliqînin, herwisa, heta ku mumkin e, bilind çêkirina mînareyan hewldana nîşandana tirkîtîyê ye. Mizgeft tenê li gundên elewîyan nîşaneyên muslumantîyê ne. Polîtîkaya ji bo tirkîtîyê asîmîlekirina kurdan, herwisa, ji muslumantîyê asîmîlekirina elewîyan ew polîtîka ye ku ji dema Îtîhad we Traqqîyê vir de bi biryardarî û bi awayekî sîstematîk tê tetbîqkirin.

 

Hinde Pirs bo Profesor Nur Verginê

Profesor Nur Vergin di beşa duduyan ya hevpeyivînê de behsa wê dike ku vekişîna Usmanîyan ya ji Balkanan li ser rêvebirîya tirkan, li ser gelê tirk tesîreka çawa kiriye. Behsa travmaya ku ji ber parçebûna dewleta Usmanî di gel de, di nav leşkeran de, herwisa di nav roşibîran de çêbûye dike. Behsê wê dike ku parçebûn, bûyîna armanca polîtîkayeka wisa tiştekî gelek xirab e.

Meriv dikare ji vir hereket bike û tiştê ku hatiyê bi ser kurdan û Kurdistanê de têbigihê. Di salên 1920î de, li dewra Cemîyetî-Eqwam, yanî di dewra Cemîyeta Miletan de kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Di vê demê de du hêzên emperyal yên girîng yên cîhanê, Brîtanyaya Mezin û Fransa serkêşîya vî karî dikin. Du hêzên girîng yên Rojhelata Navîn, yanî wekî dewama Împaratorîya Usmanîyan Komara Tirkîyê û wekî dewama Împaratorîya Îranê Şahîtîya nuh ya Îranê bi hev re çepixîn bi ser kurdan û Kurdistanê ve. Di dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê de hevkarîya berjewendîyê kirin. Di vê demê de polîtîkaya Yekîtîya Sovyetan jî polîtîkayeka li dijî kurdan e. Polîtîkaya Moskowayê ji polîtîkaya London û Parîsê cihêtir nîne. Tesîra vê parçekirinê ya li ser kurdan gelek giran e. Ev bûyereka wekî parçekirina îskeleta merivî ye, wekî belavbûna mejîyê merivî ye.

Dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ji layê roşinbîrên tirkan ve hatiye têgihiştin? Bêguman berîya ku em ji mamosta Nur Verginê bipirsin divê em ji kurdan bipirsin. Divê em ji rêvebirên PKKê, ji rêvebirên Partîya Aştî û Demokrasîyê, ji rêvebirên Kongreya Civaka Demokratîk, ji rêvebirên KCKê bipirsin. Çimkî ev derdorên hanê tim dibêjin "Em cîyakar nînin…" Dibêjin "Em cîyakar nînin, em şorişger in, em enternasyonalîs tin…" Hingê ev tê vê manayê ku ew di ferqa wê de nînin ku di salên 1920î de bi serê kurdan û Kurdistanê ve felaket anîne, kirasekî lanetî li beşna kurdan kirine.

Usmanîyan di sedeyê 14. û 15. de Balkan fetih kirin, dagîr kirin. Di dawîya sedeyê 19. de, di destpêka sedeyê 20. de paş ve vegerîn heye. Gelê Balkanan di van sedeyan de dibin xwedîyê şiûra neteweyî û Usmanîyan ji welatê derdixin. Dibêjin "Ev dever yên me ne, êdî em ê îdare bikin." Îcar kurd bi hezaran sal in ku li welatê xwe niştecih in. Kurdan welatê kesî dagîr nekirine, seferên dagîrkirinê bo welatên xelkên din çênekirine. Lê, dema ku Usmanî vedigerin Anadoluyê ev travma çêdibe. Dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê, li cografyaya wan bi xwe ji destê kurdan derxistina mafên wan ên ku ji kurdbûna wan çêdibin, ew xistina halekî wisa ku êdî jîyan lê rewşa wan a xwezayî nabe, hem cîhan hem jî Rojhelata Navîn li hemberî kurdan rewşeka wisa pêk bîne, di kurdan de tesîreka çawa çêdike? Berîya ku roşinbîrên tirk, ereb û fars vê rewşa hanê ferq bikin, divê kurd û roşinbîrên kurdan bibîbin.

01.04.2011

Na xebere 2434 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.