zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Nîsane 2019 Çarşeme 15:36

Arşîvkarekî Kurd: Goran Candan

Armanca Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje û Çanda Kurdî - SARA parastin û nasandina wê wêje û ferhenga miletê kurd e.

Kek Goran, tu dikarî ji kerema xwe behsa kitêbxaneya Sarayê bikî?

Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje û Çanda Kurdî - SARA, weke pirtûkxane û weşanxaneya kurdî, di sala 1987 de li Stockholmê damezirî. Weşanxaneya Sarayê heta niha 62 pirtûkên bi zimanên wekî kurdî, înglîzî, swêdî û erebî yên ser bi doza kurd û Kurdistanê weşandine. Pirtûkxaneya Sarayê ku ji çarmedorên dunyayê bi dehhezaran weşanên kurdî û weşanên bi zimanên biyanî yên ku mijara wan li ser kurd û Kurdistanê ye civandine ser hev û van weşanan li nav pênc navendên girîng ên wêjeyî yên cîhanî dane arşîvkirinê. Van navendan wek pirtûkxaneyên netewî yê Amerîkayê The Library of Congress, Harvard University Library, China National Library, Bibliotheca Alexandrina in Egypt, US Departement of State, Stadsbiblioteket, Biblioteka Alexandrina Egypt, New York Public Library, Columbia Lehman Library û hwd. Piştî 32 salan, Sara hîn jî bi vî karê xwe her berdewam e.

Armanca yekemîn a Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje û Çanda Kurdî - SARAyê, armanca parastin û nasandina wê wêje û ferhenga kûr a miletê kurd e. Li ser vê riya berfireh û mezin Sarayê heta niha ev karên watedar û mezin bi rê xistine.

Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje û çanda Kurdî - SARA, di nav van bîst û pênc salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastin û li dunyayê belavkirina ferhenga vî milltê hêja û mezin, bi civandina ser hev ya ji deh hezarî bêhtir pirtûk, govar, rojname û materyalên têvel ên kurdî, li nav van pênc navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Di vê dema dawîyê de amanca sereke ya Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje û Çanda Kurdî - SARAyê li Diyarbekirê damezirandina Pirtûkxaneya Kurdî ye. Lî vî warî me bi alîkariya rêxistineke navnetewî ya piştgiriyê (IFIAS) xebateke berçavî da destpêkirin lê mixabin ji ber astengên dewleta tirk ev gava me ya pêşîn bi ser neket.

Ji kerema xwe tu dikarî kunyeya van kitêban ji me re bibêjî, ev kitêbên kî ne, we çawa çap kirine, gelo weşanxane hîn jî aktîv e, yanî weşandina kitêban dewam dike?

41 heb li ser vê xeta Înternetê ya malpera SARAyê xuya dikin. 21ê din jî li paş pirtûkeka vê dawiyê derketiye hatine weşandin. Weşanxane fermî aktîf e. Lê mixabin ku kêm pirtûkan çap dike. Nuha destnivîseke kurdî ji Sedsala 15an li ber destê me heye ku em dixwazin vê destnivîsê roejeke berê biweşînin.

Li ser înternetê malperek bi adresa www.saradistribution.com heye. Kê ev malper kengî ji bo çi demizrandiye, naveroka wê çiye?

Domena navê Sara di sala 1998 de hat tomarkirin û li heman salê jî malpera SARA ava bû. Bi gotineke din, hîn Înternet baş nedihat zanîn malpera SARA hat avakirin. SARA Distribution yanî Saziya Belavkirina Weşan, Edebîyat û Çanda Kurdî SARA Distribution yekem malpera kurdan e li ser Înternet’ê. Naveroka SARAyê îroj dagirtî ye bi agehiyên wêneyî û nivîskî yên bi sedan weşanên grîng ên kurdî û her wisa weşanên bi zimanê din ên derbarê kurd û Kurdistanê hatine nivîsîn û weşandin.

Li nav van 30 salan, ji ber kombûna li Navenda SARA berhemên wek weşanên antîke yên kurdî û kelepûr û bermayên kurdî yên mejûyî, SARA sala 2007an bi navê Weqfa pirtûkxane & muzexaneya kurdî wek weqfeke çandî ya kurdî ji nû ve xwe ava kir: http://www.saradistribution.com/SKBM_index.htm

Piştî ku amadekarî û projeyên salên dûr û dirêj ên damezirandina pirtûkxaneyeke kurdî li Kurdistanê rast li hin astengan hat, me biryar da ku li Stockholmê, li Swêdê Muzexaneya Kurdî ya Dûrîyê (Kürd Sürgün Müzesi) ava bikin Û bi vê armancê xebateke berçavî hat destpêkirin: www.kurdishmuseum.org

Goran Candan di sala 1959 de li Diyarbekrê hat dinyayê. Dibistana destpêkê û navîn li Diyarbekir xwend û paşê jî çar sal li xwendegeha Îmam Xetîbê xwendina xwe dewam kir. Ji sala 1982 vir de li Swêdê dijî. Li Swêdê li Zanîngeha Uppsalayê du sal kurdî (soranî) û farisî xwend. Li Zanîngeha Uppsalayê jî salek li beşê zimanê Rojhilatê (Orientalîzmê) kurdî soranî û farisî xwend.

Na xebere 3870 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.