zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Gulane 2012 Panşeme 08:30

Şivan Perwer – Efsaneya Zindî

Xebere: Zazakî.Net

 

Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav weşanên Nûbiharê li Stenbolê derket.

Nivîskar Abdullah Încekan di xebata du salan ya bi navê Şivan Perwer – Efsaneya Zindî de jiyana vî hunermendê efsanewî li ber xwendevanan radixîne. Di dema amadekirinê de A. Încekan qîmê xwe bi arşîvan neaniye û di sohbetên mehane de bi vî îkonê kurdan re ketiyê dû jiyana wî, bi wî re tevlî hin rêwîtî û konseran bûye, da ku ji destê yekem bibe agahdar.

Serokkomarê Avusturyayê Dr. Heinz Fischer, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji malbata wî Gulistan û Serxwebûn Perwer, hevkarên wî yên demên cihê-cihê Dilşad Seîd, Hakan Akay, Erol Mutlu û Willi Resetarits, hevalên wî Ali Gedîk, Amed Mardin, Gulten Kaya di kitêba bi kurdî (kurmancî) de bi anekdot, bîranîn, fikr û ramanên xwe li ser Şivan Perwer û hunera wî disekinin.

Di kitêba 312 rûpelî de çîroka hin stranên ku hunermend nivîsiye, paşsahneya hin berhemên wî, dîskografiya xebatên wî û agahiyên di heqê albuma nû Şivanname I – Gazind, ku demekê şûn da dertê, cî digrin. Kitêb bi du albûmên resiman, ku her yek jê ji 24 rûpelan pêk tê, jî balê dikşîne. Lipeyketina serpêhatiya vê jiyana bahozî bi fotoyên ji 1969î ta 2012an tameke din dide.

 

Nasnameya kitêbê:

Şivan Perwer – Efsaneya Zindî

Abdullah İncekan

312 rûpel, 48 rûpel wêne

ISBN:  978-605-5402-53-2

Weşanên Nûbiharê, Stenbol 2012

 

Facebook: www.facebook.com/sivanperwerefsane

 

Na xebere 6127 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.