zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
13 Teşrîne 2009 Îne 10:52

Seyîd Riza

[Şîîre]
Serdar Roşan
Na xebere 4171 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
CHP, dijminatiya Kurd û Elewiyan dike
Riya Azadi
CHP, dijminatiya Kurd û Elewiyan dike

Di roja 10ê meha 11´an di Meclîsa Tirkiyê da li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd û Berlêvebûna Demokrasiyê” niqaş hate kirin. Di vê niqaşê da hin partî siyaseta xwe ya şoven û nijadperest pir bi eşkere raxistin ber çavan.

Berdevkê gruba CHPê Onur Oymen, di axaftina xwe da ruyê xwe yê faşîst li hember Kurd û Elewiyan eşekere kir. Di axaftina xwe da got ku divê dewleta Tirk, çewa li serhilda Şêx Seîd, Dersim, Agirî û Zîlanê, bi qeliyaman dengê kurdan temirand, îro jî ew siyaseta bê domadin. Gelek balkêş bû ku gava Oymen vê axaftinê kir cîgirê serokê giştî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu jî jê ra çepikan lêda.

Wek tê zanîn 28 serhildanên kurdan di dema ku CHP li ser hukumbûye pêkhatiye. Hemû serhildan jî bi ewayek hovîtî hatine temirandin. Zikê jinên biducan hate sungûkirin,zarok di zikê dayikên xwe da hatin kuştin. Jinê kurd ji bo ku ji aliyê eskeran ve neyên tecavizkirin, xwe ji zinaran ve avêtin xwarê. Bi milyonan Kurd ji welatên xwe hatin dûrxistin. Gund, mezra zewî û daristan hatin şewitandin. Ji milyonek zêdetir însan hatin kuştin. Nêzî sed rêberên Kurd hatin bidarvekirin. Kurdistanê kirin gola xwînê.

Ji wê rojê heta îro, li dinyê gelek tişt hatin guhartin. Tirk, Kurd, Elewî, Sosyalîst û dîndar hatin guhartin. Lê CHP înat dike û xwe nagorîne. Naxwazin, dijî Kurdan û dijî hemû komên muxalifên siyaseta xwe ya li ser esasên zilumê, qedexekirinê, tund û tûjî hatiye avakirin, bigorînin. Siyasetek pir dengî, pir rengî, wekhevî û demokratiyê û sazumanek nûjen, li dijî yekitiya Tirkiyê dibînin.

Xwe wek partiyek hevdem dibînin, lê li dijî endin.ametiya Yekitiya Ewrûpayê dertên. CHP bi vî halê xwe bû navenda kevneperestî, şoven û nijadperestiyê. Di vê rewşê da tu sebeb tuneye ku kesên şoreşger, demokrat û welatparêz piştgiriya siyaseta CHP bike.

Em wek KOMKAR- EU, di serî da bangê Kurd û Elewiyan dikin, bangê kesên dijî sîstemê û bangê hemû partî û dezgehan dikin ku li dijî siyaste CHP´ê ya şerxwaz derkevin. Bagê wan kesan dikin ku heta nuha piştgiriya CHP´ê dikirin, ji îro pêva li dijî siyaseta şerxwaz û şoven ya CHP´ê helwestek bi rûmet bigrin û ji CHP´ê veqet

Kovan Amedî
Serokê Giştî ya Konfederasyona Komeleyên Kurdistan Li Ewrûpa KOMKAR -EU
15 Teşrîne 2009 Yewşeme 14:23
WA KURDÎ SAX BO...
ZAZA
Sere vîr ardişê Seyîd Riza da eno şîîr sez baş bi....
HOMA ŞİMA RA RAZÎ BO...
13 Teşrîne 2009 Îne 13:09