zazaki.net
10 Gulane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
27 Temmuze 2016 Çarşeme 11:55

LI SER KURDAN ÇAWA HEGEMONYA HATE DANÎN?

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ez têgeha "hegemonya"yê wekî çewsandin û serdestîya ku dewletekê li ser komelgehekê yan jî li ser gelekî datîne têdigihêm. Di danîna hegemonyayê ya li ser komelgehekê yan jî serdestîya ku li ser tê danîn rol û fonksîyona dezgeyên zordar ên çewsandinê yên dewletekê gelek heye. Çewsandin û dîsîplîn, her ku diçe, dibe ku ji pêkhatina sîstema nirxên kulturî û îdeolojokî ku xwe dispêrin rizamendî û pesendkirinê re rê vekin.

Li Rojhelata Navîn li ser kurdan çawa hegemonya hatiye danîn? Li Rojhelata Navîn hokarîyeka gelek girîng heye ku danîna hegemonyayê ya bi ser kurdan de hêsan dike. Ev pêkhate, di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de, em bibêjin di salên 1920î de jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û welatê wan Kurdistanê ye. Ev nîşan dide ku ev çewsandin û dîsîplîn yanî wasitayên çewsandinê yên zordar ên dewletê, ji layê yên ku beşdarê vê prosesê bûne bi awayekî muşterek hatine danîn. Ew kîjan hêz bûn ku di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de beşdarî bo jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê kirin? Brîtanyaya Mezin hêza herî mezin ya emperyal ya wê demê bû. Di çarçeweya seraserê dinyayê de tesbîtkirin û tetbîqkirina polîtîkayê de hêza ku di plana yekem de dihat, Brîtanyaya Mezin bû. Herçiqas gelek li dû Brîtanyaya Mezin dihat, di navbera wê û Brîtanyaya Mezin de mesafeyeka gelek zêde hebû jî, hêza emperyal ku di plana duyem de rol dilîst Fransa bû. Van hêzan ji bo pêkanîna polîtîkaya bingehîn ya derheqê kurdan û Kurdistanê de bi Îranê re, bi îdareyên ereban re ku ji Împaratorîya Usmanîyan veqetîyan û dilebitîn ku îstîqbala xwe dîyar bikin, herwisa bi Komara Tirkîyê re ku dewama Împaratorîya Usmanîyan bû hemkarî kirin. Em wisa bifikirin ku kurd û Kurdistan hîn di nîvê pêşîn yê sedeyê 17. de di navbera Împaratorîya Usmanîyan û Împaratorîya Îranê de bûbû du beş. Alîyên bakur yê beşa Îranê jî, yanî deverên başûrê rojhelatê Qafqasyayê jî di çaryeka pêşîn ya sedeyê 19. de, di dawîya şerê rûsan û îranîyan de, ketibû bin hukimranîya Împaratorîya Rûsan. Li ser komelgehek ku wisa hatiye parçekirin û parvekirin danîna hegemonyayê, geşepêdan û kûrkirina hegemonyayê gelek hêsan e. Dema ku mijarên mîna kurd û hegemonya, herwisa li ser kurdan danîna hegemonyayê têne vekolandin, ez di wê qenaetê de me ku pêkhateyên jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê divê di plana yekem de bêne girtin. Hokarîya herî mezin ya jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê ev e ku ev proses di her zeman û mekanî de xwe ji nuh ve diafirîne. Çi dema ku proseseka wisa bi ser cografyayekê yan bi ser miletekê ve biqewime, êdî tu neşê pêşî lê bigrî ku li hemî komên biçûk jî xwe nîşan bide. Di nav eşîretê de veqetîn, di nav malbatê de veqetîn, di eynî malbatê de veqetîna di navbera birayan de, di warê bawerîyên dînî de veqetîn, li warên cur bi cur, di zemanê muxtelif de dişê hertim xwe nîşan bide.

Di vê prosesê de, yanî bi prosesa danîna hegemonyayê re têgeheka din ku divê bête tehqîqkirin û vekolandin têgeha îdeolojîya resmî ye. Di mijara bîr û rayên serdest yên dewletê de girtina rizamendî û pesendkirina gel jî dibe proseseka wisa ku divê neyê îhmalkirin. Çimkî mumkin nîne ku komelgehek hertim bi wasitayên çewsandinê yanî bi darê zorê bête îdarekirin. Hingê pêwîstî pê dibe ku li gorî dîtinên dewletê, li gorî fikrê resmî avadanîyeka kulturî û rişteyeka norman jî bête pêkanîn. Ji vê çendê ji bo ku li hemberî pêkhateyên şênber wateya îdeolojîya resmî bête fêmkirin û bête zanîn ku peywendîyên hegemonîk çawa saz bûne, hingê ev dibe zarûrî ku îdeolojî, bitaybetî îdeolojîya resmî bi teferuat bête vekolandin. Îdeolojî çi ye? Îdeolojî hinde bawerî, raman, derew û tiştên xapînok in ku tebeqe yan zumreyeka serdest yan jî partîyeka sîyasî bi nîyeta ku çewsandin û terora ku li ser gelî tetbîq dikin veşêrin û binuxumînin, herwisa ji bo ku rastîyên şênber xira bikin, vajî bikin, naveroka têgehan vala bikin, bi vê amancê li hev anîne, tetbîq dikin û bi awayekî karîger bikar tînin. Di îdeolojîyan de tiştê girîng bawerî ye. Bawerî gelek bi gelek di pêşîya ramanî de tê. Ev têrê nake ku em îdeolojî wekî rişteya ramanan tarîf bikin, ev tarîfkirin rast nîne. Di îdeolojîyê de cîhetê ku dîyar dibe û îstîqametê nîşan dide muhtewaya wê ya bawerîyê ye. Çi fikrek têde hebe divê tu jê bawer bikî ku ew rast e, divê tu bawer bikî ku ew tekane rastî ye, divê tu wan fikran fêr bibî, li gorî wê helwêst û reftarîyê nîşan bidî. Ev heqîqeteka tê zanîn, fikrê te yê ku bi îdeolojîyekê tên derbirîn nayêne rexnekirin, nayêne munaqeşekirin, tu gumanek ji rastîya wan nabe. Ji vê çendê di navbera zanist û îdeolojîyê de ferqên gelek mezin hene, heta ev jî tê dîtin ku di navbera wan de nakokîyên ku tu car neşên li hev bikin jî hene. Zanist, kategorîyeka ramanê ye ku xwe dispêre rexneya azad. Derheqê ramanek ku hatiye îfadekirin yan beyankirin de şubhekirin, munaqeşekirin û rexnekirin prosesên wisa ne ku ji bo şêweyê zanistê bivê-nevê ne. Lê eşkera ye ku di îdeolojîyê de cîhetên wisa tune ne. Di navbera îdeolojî û îdeolojîya resmî de jî gelek cudahîyên girîng hene. Îdeolojîya resmî îdeolojîyeka wisa ye ku bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yê dewletê xwedîtî û berevanîya wê tê kirin. Çi dema ku hûn dîtinên resmî yên dewletê, fikrên resmî yên dewletê qebûl nekin, rîayet nekin, bi dîyardeyên şênber û li ser peywendîyên şênber rexne lê bigrin, hingê hûnê rastî hinde mueyîdeyên îdarî û cezaî bên. Eger komelgehek di sîstema xwe ya sîyasî de cih dabe îdeolojîya resmî helbet îdeolojîya serdest êdî îdeolojîya resmî ye. Di vê komelgehê de, em bibêjin, îdeolojîyeka burjuvazîyê jî heye. Çi dema ku îdeolojîya burjuvazîyê bête rexnekirin, wekî mînak, eger em bibêjin burjuvazî tebeqeyeka kolonyalîst e, dest datîne ser keda gel, gelî jar û feqîr dihêle, di warê parvekirina darayîyê de bêmuwazeneyeka mezin heye, pareka gelek mezin ya darayîya neteweyî ji burjuvazîyê re diçe, yanî em tiştên wisa bibêjin, ji bo van tiştan mueyîdeyên îdarî û cezaî nayên rojevê. Lê tiştên ku burjuvazî dike, nirxên sîyasî û komelayetî, eger ji layê meseleya kurdan ve bêne rexnekirin hingê dê mueyîdeyên îdarî û cezaî bêne rojevê.

Dîtin û ramanên ku îdeolojîya resmî qebûl dike tenê derheqê meseleya kurdan de nînin. Eger em bala xwe bidin ser 80 salên Komarê, îdeolojîya resmî derheqê cereyanên çepgîrîyê de, wekî mînak, derheqê komunîzmê de, herwisa, derheqê cereyanên dînî de, wekî mînak, derheqê şerîetê de jî dîtin û raman pêk anîne. Lê êdî dewlet van tiştan wekî tehdîdên cidî nabîne. Wekî mînak, divê em wisa bifikirin, rêxistina Hîzbulahê ku herî zêde jê gazinc tên kirin ji layê dewletê ve hate damezrandin. Kurd û fikrên ku derheqê meseleya kurdan de têne pêkanîn wekî tehdîdeka gelek mezin têne dîtin. Dema ku mijara kurd û hegemonya têne vekolandin, dema ku li ser kar tê kirin ku bê hela li Rojhelata Navîn li ser kurdan hegemonya çawa hatiye danîn, divê meriv bala xwe bide ser ku fikrên îdeolojîya resmî yên derheqê kurdan û Kurdistanê de çawa pêk hatine.

Em dibînin ku di dawîya sedeyê 19. de li Îstanbulê kovar û rojnameyên bi kurdî derdikevin. Ev kovar û rojname bi kurdî têne weşandin, carînan jî bi kurdî û tirkî têne weşandin. Rojnameya Kurdistanê ji layê Mîqdat Mithed Bedirxanî ve di sala 1989 de li Qahîreyê tê weşandin. Lêbelê piştî ku rêvebirîya Usmanîyan zorê li ser rêvebirîya Misirê dike hingê rojnameya Kurdistanê mecbûr dimîne ji Misirê derdikeve diçe li Cenevreyê weşana xwe dewam dike. Di netîceya zordarîyê de ji wir cardin diçe Qahîreyê, ji wir jî diçe Londonê. Ji Londonê diçe Folkstonê (Înglîstan) û ji wir cardin bar dike diçe Cenevreyê. Hejmara 31. ku texmîn dikin hejmara dawîn e, di sala 1902 de tê weşandin. Rojnameyên Rojhilat û Kurdistan di 1908 de, li Îstanbulê, piştî şorişa Jontirkan tên weşandin. Rojnameya Kurd Teawûn we Teraqî cardin li Îstanbulê di sala 1908 de tê weşandin. Rojnameyeka din ku di sala 1908 de dest bi weşanê kiriye Kurdistan e. Wekî dewama rojnameya yekem li Îstanbulê hate weşandin. Di salên 1910î de hinde malbatên kurdan dest pê kir li Îstanbulê ji bo zarokên xwe xwendegeh pêk anîn. Rojnameya Rojî Kurd di sala 1913 de dest bi weşanê kir. Piştî ku ev rojname ji alîyê hukumetê ve hate girtin hingê kovara Hetawî Kurd hate weşandin. Hetawî Kurd jî di sala 1913 de hate weşandin. Piştî ku ew jî hate girtin îcar Yekbûnê dest bi weşanê kir. Di dawîya sala 1918 de kovara Jîn dest bi weşanê kir. Di sala 1919 de rojnameya Kurdistanê cardin dest bi weşanê kir. Ev weşana sêyem e ku bi navê Kurdistan derdikeve. Min berê behs kir ku cara yekem di sala 1898 de, cara duyem jî di sala 1908 de hatibû weşandin. Di sala 1919 de Jîn wekî rojname jî derketibû. Min behs kiribû ku ev rojname û kovar bi kurdî weşîyane, herwisa cih dane nivîsarên bi tirkî jî. Ev rojname û kovarên ku li Îstanbulê û li welatên derve derketine, tê zanîn ku bo bajarên mîna Bidlîs, Mûş, Diyarbekir, Wan, Hekarya, Silêmanîye, Hewlêr û Kerkûkê ku kurd têde niştecih in jî hatine şandin. Xuya ye ku hatine xwendin û munaqeşe bûne. Ev kovar û rojname bo bajarên mîna Parîs, London, Cenova, Qahîre, Mosqowa, Şam, Bexdad û Tehranê jî hatine şandin.

Em hewl didin xwe da têbigihên îdeolojîya resmî çawa pêk hatiye, li ser kurdan hegemonya çawa hatiye danîn. Piştî zanyarîyên ku li jor hatin dayîn, divê em alîyekî din yê peywendîyan îşaret bikin. Buroyên van kovar û rojnameyan li Cağaloğluyê bûn. Ev buro dibe ku cîranê buroyên organên weşanê yên Îttîhad we Teraqqî, Hurriyet û Îtîlaf yan jî yên Quwayî Mîllîye bûn. Ev buro dibe ku di eynî apartmanê de, li qatê ser yan li qatê binî, yan jî di eynî qatê de li dayreyên li hemberî hev bûn. Yanî ji layê rojnameger û nuserên tirk ve, ji layê mamostayên Darulfunûnê ve dihatin dîtin, dihat zanîn ku kovar û rojnameyên tên weşandin bi kurdî ne. Ev rojnameger û nuser, ev muderisên tirk, herî kêm dibe ku van kovarên tirkî girtine destê xwe, bala xwe dane ser, rûpelên wan di ser hev de qelabtine. Ev jî tê zanîn ku ew weşanên legal/qanûnî bûn. Dibe ku carînan derheqê van kovar û rojnameyan de tehqîqat çêbûye, doz hatine vekirin. Mîna ku di nimûneyên Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Yekbûn ku di sala 1913 de li dû hev derketine de dixuye, ev tê fêmkirin ku beşeka girîng ya prosesê tehqîqat û pirsîyarkirin bûye. Adresa buroya van weşanan eşkera ye, di beşê eleqedar yê Wezareta Karûbarên Navxweyî de hatine tomarkirin, ev rojname û kovar weşanên wisa ne, çi kesê ku bixwaze dişê bi dest bixîne, peyda bike… Lê em bi prosesa Komarê re çi dibînin? Piştî salên 1923-1924 êdî hebûna neteweyî ya kurdan, hebûna kurdî ya wekî zimanekî serbixwe tê înkarkirin, red dibe. Di salên 1930î de piştî ku Teza Dîrokî ya Tirk (Türk Tarih Tezi), herwisa Teorîya Zimanê Rojê (Güneş-Dil Teorisi) têne pêkanîn, hingê ev înkar û redkirin bi şêweyekî sîstematîk dimeşe. Di nav yên ku wekî gel hebûna kurdan, wekî milet hebûna kurdan, wekî ziman hebûna kurdî înkar dikin de nuser û rojnamegerên Îttîhadî, Hurrîyet û Îtîlafî, Quwayê Millîyeyî, Kemalîst û mamostayên Darulfunûnê jî hene. Ev nuser û rojnamegerên tirk, ev mamostayên Darulfunûnê yên tirk ku dibînin di dawîya sedeyê 19. de, di çaryeka pêşîn ya sedeyê 20. de rojname û kovarên kurdî derdikevin, kovar û rojnameyên wisa hene, têne munaqeşekirin, ev rojname û kovar diçin heta bi bajarên mîna Bidlîs, Mûş, Diyarbekir, Wan, Hekarya, Silêmanîye, Hewlêr û Kerkûkê ku kurd têde dijîn, êdî hewl didin xwe ku îsbat bikin gelekî mîna kurd tune ye, miletekî wisa tune ye, zimanek ku bi navê kurdî tê zanîn tune ye, her kes tirk e, yên ku ji xwe re dibêjin kurd, ew ji Asyaya Navîn hatine û ji eşîreka tirkan e. Yên ku di çaryeka pêşî ya sedeyê 20. de dibînin û dizanin bi kurdî kovar û rojname derketine, hingê behsa wê dikin ku kurdî zimanê nivîsînê nîne, em rastê kitêbek yan nivîsarek ku bi kurdî hatibe nivîsîn nehatine. Guherîneka fikrî ya wisa çawa çêdibe gelo?

Ev, dibe çavdêrîyek derheqê pêkhatina îdeolojîya resmî de. Divê em baş bala xwe bidin ser vê çavdêrîyê. Li vir, divê em bi xwînsarî û bi teferuat li ser wê prosesa ji Împaratorîya Usmanî derbasê Komarê de bisekinin. Ji layê meseleya kurdan ve ev zerûrî ye.

Me li jor behsa rojname û kovarên ku di çaryeka pêşîn ya sedeyê 20. de de weşîyane kiribû. Di eynî demî de, rêxistinên mîna Kürt Millet Firqasi, Kürt Demokratîk Firqasi jî hene. Meriv dişê van rêxistinan bi kurtî wisa tekîd bike. Kurd Azmî Qawî Cemîyetî (1900), Kurd Teawun we Teraqqî Cemîyetî (1908), Kurd Tealî we Teraqqî Cemîyetî (1910), Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî (1912), Kurdistan Teşrîkî Mesaî Cemîyetî (1912), Kurd Îrşad we Îrtîka Cemîyetî (1912), Kurdistan Muhîban Cemîyetî (1918), Kurd Tamîmî Mearîf we Neşrîyat Cemîyetî (1918), Kurd Qadinlar Tealî Cemîyetî (1919), Kurd Mîllet Firqasi (1919), Kurdistan Tealî Cemîyetî (1919), Kurdistan Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetî (1920), Îstîxlasî Kurdistan Cemîyetî (1920)… Tê dîtin ku van rêxistinan jî li gorî cih û dema xwe di nav kurdan de geşepêdanên girîng çêkirine. Wekî nimûne, Kurd Teawun we Teraqqî Cemîyetî ku di sala 1908 de hatibû damezrandin, piştî ku ji layê hukumetê ve tê girtin, hingê Kurd Tealî we Teraqqî Cemîyetî tê damezrandin û li bajarên kurdan beşdarîyeka zêde bo vê rêxistine dibe.

Dibe ku ji layê hisîyat û fikrî ve di navbera Îttîhadîyan û Hurrîyet we Îtîlafîyan de cihêtî hebin. Lê ji layê nêzîkbûna bi pirsa Kurdistanê û têgihiştina meseleya kurdan ve eşkera ye ku ferqeka cidî tune ye. Di navbera çepgîr û rastgîran de, di navbera laîqan û yên ku berevanîya îdeolojîyên dînî dikin de dibe ku di têgihiştin û qebûlkirina hinde mijaran de ferq hebe. Lê bi eynî nîyetî, bi eynî hisîyatî, bi eynî zihnîyetî li kurdan û meseleya kurdan dinihêrin. Meriv dişê vê cîheta bingehîn di têkilîya navbera Îttîhadîyan û Quwayê Milîyeyîyan yan Kemalîstan de jî bibîne. Ev dibe nîşandêreka girîng û bi me nîşan dide ku ev fikrê tirkan, êdî bi fikrê dewletê yanî bi îdeolojîya resmî ve girêdayî çêbûye. Ev baş dixuye ku karakterê bingehên yê jîyana ramyarî ku bi Komarê re çêbûye ev e. Nuser, rojnameger, kesên ku bi sîyasetê re mijûl dibin, profesorên unîversîteyan êdî di zemîna înkar û îmhakirina kurdan û kurdî de nêzikî li meseleyê dikin. Ev rastîyeka vekirî ye, çi bizavên sîyasî ku di navbera wan de nakokî heye û pevdiçin, di meseleya kurdan û Kurdistanê de êdî wekî dewletê difikirin. Li jor min behsa gelek rêxistin û partîyên sîyasî kiribû ku piştî rêvebirîya Usmanîyan di çaryeka pêşîn ya sedeyê 20. de hatibûn damezrandin û fealîyet kirine. Eger bi danîna Komarê re kurd û kurdî têne înkarkirin û red dibin, hingê ev rêxistinên hanê êdî ji nezanînê ve, ji nedîtî ve tên, tune têne hesibandin, wekî rêxistinên tawandar têne hesibandin. Di pêkhatina îdeolojîya resmî de hêja ye ku meriv bala xwe bide ser vê xêza hanê. Xêzeka wisa ye ku divê meriv îhmal neke, bala xwe bide ser.

Em li dawîya salên 1930î, li salên 1940î, li salên 1950yî binihêrin. Piranîya kurdan helwêstek ku vê nihêrîn û fikrê rêvebirên tirkan û îdeolojîya resmî tesdîq dikin nîşan didin. Em dişên bi delîlên sabît nîşan bidin ku ev proses çawa pêş ve çûye. Lê divê em li ser netîceyeka din ya vê prosesê jî bisekinin. Me gotibû ku di dawîya sedeyê 19. de kovar û rojnameyên kurdî hatine weşandin. Ev tê zanîn ku ew rojname û kovarên ku li Îstanbulê weşîyane, mîqdarek ji nusxeyên wan bo kitêbxaneyan hatine şandin, di katalogan de hatine tomarkirin. Bi danîna Komarê re derheqê înkarkirin, redkirin û îmhakirina kurdan û kurdî de proseseka nuh dest pê dike. Îdîa dikin ku di dîrokê de miletekî bi navê kurd tune bûye, zimanekî serbixwe ku bi navê kurdî tê nasîn jî tune bûye. A di vê prosesa nuh de ev dibe meşxeleyeke din ku berê xwe bidin kitêbxaneyan, yanî kitêbxaneyên dewletê. Fealîyeteka nuh dest pê dike ku weşanên kurdî ji kitêbxaneyan bêne derxistin û bi baldarî têne îmhakirin. Tomarkirin û katalog li gorî îmhayê ji nuh ve têne tenzîmkirin. Ev dibe lebateka gelek girîng û karekî zerûrî ku vê rewşa fiîlî li gorî vegotina nuh tenzîm bikin. Kitêbxaneyên ku behsa wan dibe bêguman kitêbxaneyên dewletê ne. Îcar koleksîyonên kitêbxaneyên şexsî jî, çi dema ku bi sedemên cur bi cur bi ser mala wan de bête girtin, hingê wê demê dest datînin ser. Îro gelek zehmet e ku meriv bigihê weşanên mîna Kurdistan, Jîn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, rojnameya Kurd Teawun we Teraqqî. Rojnameya Kurdistanê ku di sala 1908 de hatibû weşandin peyda nabe. Kurdistana ku di sala 1919 de dest bi weşanê kiribû ew jî her wisa… Kesên mîna Mehmed Emîn Bozarslan û Malmîsanijî ku li ser van weşanan dixebitin, balê dikşînin ser van zehmetîyan. Ev dîyardeyên hanê nîşan didin ku îdeolojîya resmî çawa çêbûye, xwedîyê kirarîyeka çawa ye.

Divê meriv bi teferuat li ser van lebatên sîstematîk bisekine ku te divê ji layê fikrî yan fiîlîyatê ve îmhakirina komelgeyê kurd û kultura kurdan bo xwe kirine armanc. Divê em li ser vê jî bihizirin ku şorişa alfabeyê ku di roja 03.11.1928 de çêbû ji layê kurdan ve em çawa lê binihêrin. Herwisa qanûna girtina tekye û medreseyan ku di roja 03.11.1925 de ket fealîyetê jî mijareka wisa ye ku divê em ligel pêkhateyên li jor bala xwe bidin ser. Ev hemî pêkhate bi jîyana sîyasî ya tişkan ve, bi pêşveçûna dîrokî û komelayetî ya tirkan ve ji nêz têkildar in. Ev şikestinên di sîyasetê de ku ji Împaratorîya Usmanîyan derbasbûna Komarê re ku di kultur û medayayê de çêbûne, divê ji bala meriv dûr nemînin. Ji layê felsefeya sîyasetê û felsefeya sosyolojîyê ve jî manaya van tiştan heye. Di salên 1930î û salên piştî wê de, yên ku digotin zimanekî bi navê kurdî û miletekî wekî kurd tune ye, yên ku dixwestin vê îdîaya xwe îsbat bikin ew rojnameger, nuser û profesor bûn ku di salên 1900î de, di salên 1910î de dîtibûn û bihîstibûn ku rojnameyên kurdî, kovarên kurdî diweşin, ev ketine kitêbxaneyên dewletê jî, herwisa bo welatên Rojavayê, em bibêjin bo bajarên wekî Parîs, London, Roma, Berlîn û Mosqowayê hatine şandin, herwisa bo bajarên mîna Bexdad, Şam, Tehran û Qahîreyê hatine şandin. Ev çawa dibe? Helbet divê ev bête şîkirin. Di çarçeweya van peywendîyan de hêja ye ku meriv tekrar bala xwe bide ser van tarîf û pênaseyan. Hingê divê peywendîyên di navbera pêkhateyên şênber û dîtina resmî de ji layê etîkî/exlaqî ve jî bêne şîkirin. Sîyasetek ku bi derew û xapandinan hatiye pêkanîn çawa dibe sîyaseteka bingehîn? Ev xebatên ku jê re dibêjin zanistî ne, çawa li ser van derewan têne avakirin? Divê meriv nana ji ber bala xwe dûr negire. Ev hemî ronî dixînin ser peywendîya Komar û kurdan, herwisa zelal dikin ku Komarê çi daye kurdan jî.

Di vê çarçeweyê de ez pêwîstî pê dibînim ku amaje bi nivîsarên Vedii İlmen û İsmet Bozdağî bikim ku di kovara Yaba de weşîyane. Vedii İlmen di nivîsara xwe ya bi sernavê "Batıcılık, İslamcılık, Türkçülüğün Kökenleri" (Rojavaperestî, Îslamperestî, Kokên Tirkperestîyê) de derheqê Abdulah Cewdetî de wisa dibêje: "Abdulah Cewdet di sala 1869 de li malbatek ku jê re dibêjin kurd de hatiye dinyayê. Lê tu car kurdperestî nekiriye û tirkî wekî ku kultura wî ya neteweyî be, xwe jî wekî welatperwerekî Usmanî û di nav vê komelgehê de wekî tirk dîtiye." (Yaba, Hejmar 25, Sermawez-Berfanbar 2003) Vedii İlmen, di vê nivîsara ku têde behsa tirkperestîyê jî dike de Abdulah Cewdetî têne rojevê. Dinivîsîne ku Abdulah Cewdet "li malbatek ku jê re dibêjin kurd" hatiye dinyayê, lê tu car kurdîtî nekiriye, amanca wî ya bingehîn ew bûye ku mustewaya kulturî ya tirkan bilind bike. Em demên dawîn yên Împaratorîya Usmanîyan, herwisa salên destpêkê yên Komarê, dewra tek partîyê bînin bîra xwe. Hemî tirk, yanî ne ku tenê Îtîhad we Teraqî, Quweyî Milîyeyî û Kemalîst, alîyên Hurrîyet we Îtîlafîyan, Teraqîperwer Cumhurîyet Firqasî û Serbest Firqa jî tirkperestî kirine, di demekê ku hemî tirk tirkperestîyê dikin de, roşinbîrekî kurd, ji ber ku derheqê kurdan de tu lebateka wî nîne, ji bo ku bêyî bilindkirina mustewaya kultura tirkan tu lebateka wî nîne, pesnê wê tê dayîn. Di demekê de ku hemî tirk, bi çepgîr û rastgîrên xwe ve hemî tirk, bi îslamîst û laîsîstên xwe ve hemî tirk tirkperestîyê dikin, di demekê de ku ev helwêsteka siruştî ye de, di eynî demê de helwêsteka elzeme de, ev rewşeka wisa ye ku divê meriv li ser bisekine bê hela roşinbîrekî kurd çima ji bo bilindkirina komelgeyê kurd nakeve nav tu hewldanekê.

Behsa kurdîtîyê dibe. "Kurdîtî [Kürtçülük] kirin" çi ye gelo? Însanek, kurdek, wekî nimûne, dema ku çi bibêje, helwêsteka çawa nîşan bide dê ev bibe kurdîtî? Wekî nimûne, eger ji tunekirin, înkar û îmhakirina kurdan û kurdî re razî nebe, bi israr behsa hebûna kurdan û kurdî bike, rexne li çewsandin û zulma ku înkar û îmhaya kurdan û kurdî bo xwe kiriye amanc bigre, hingê ev dibe çi? Wê demê, wekî nimûne, ereb û arnawudan (albanan) jî ji bo bilindkirina komelgeyê xwe di nav xebatê de bûn. Mijara me ne ew e ku Abdulah Cewdetî çi kiriye yan nekiriye, mijara me derheqê Abdulah Cewdetî de hisîyat û hizrên Vedii İlmenî ne. Ez hewl didim ku vê hisîyat û hizrî têbigihêm. Di vê mijarê de meriv dişê vana jî bibêje. İsmet Bozdağ di nivîsara xwe ya bi sernavê "Türkiye’de Hürriyet Kavgası" (Li Tirkîyê Şerê Hurîyetê) de behsa fehma edaletê ya Sokratî dike. (Yaba, Hejmar 26, 2004) Dibêje "Edalet, tiştê hûn naxwazin bi we bê kirin, bi kesî nekirin e." Em salên 1985-1988an bînin bîra xwe. Ew salên ku li Bulgarîstanê ji bo guhertina navên tirkan hewldanên gelek mezin dibûn… Di wan salan de Partîya Komunîst a Bulgarîstanê û karbidestên dewleta Bulgarîstanê bo tirkên wir digotin "Eger hûn navên bulgarî qebûl bikin, hûn ê di nav partî û dewletê de bi awayekî lezgîn delîveya bilindbûnê bi dest xwe ve bînin. Nexwe dê jîyana we zehmetir be, astengîyên we zêdetir bin…" Dîsa em ji nêzîk ve dizanin ku li Tirkîyê partîyên sîyasî, dewletê, organên dadgehan, unîversîteyan, medyayê û dezgeyên komelgeha sivîl vê prosesê çawa dinirxand. Di rewşa ku ev tiştên hanê çêdibin de, em ferz bikin ku karbidestek bulgar yan nuserekî bulgar ji bo nuserekî tirk yê li Bulgarîstanê wisa dibêje: "… Tirkek li Bulgarîstanê hatiye dinyayê lê tu car tirkperestî nekiriye. Amanca wî ya bingehîn ew bûye ku bulgarî û kultura bulgaran bilind bike. Tim hewl daye ku bulgarî di nav kurdan de bike zimanê serdest…" Di vê rewşê de Vedii İlmen, te divê derheqê helwêsta nuserê tirk de ku ji bo tirkan tu lebatekê nake û te divê derheqê nuserê bulgar de ku pesnê wî dide, dê çi bifikire gelo? Di vê mijarê de hisîyat û fikrê wî çi ye? Li jor min hewl da ku behsa dema ku ji Împaratorîya Usmanî derbasê Komarê dibin de ez behsa wê prosesa girîng ku muhtewaya fikrê tirkan dîyar dike bikim. Em di Vedii İlmenî de nimûneyekî sabît yê fikrê ku vê prosesê pêk anîye dibînin. Vedii İlmen di nivîsara xwe ya bi sernavê "Li Ser Şovenîzmê" (Yaba, Hejmar 26, 2004) de behs dike ku di salên 1940î de xwendekarê xwendegeha navincî bûye. Di çarçeweya kultura rojavayê de perwerde bûye. Ji dibistana sereta heta bi unîversîteyê li Îstanbulê perwerde dîtiye, îxtîsasa xwe li ser teknîsyenîyê li Ewropayê temam kiriye. Kesekî wisa ye ku nirx û kultura Ewropayê hezm kirine. Lê ev hemî neşên rê vekin ku Vedii İlmen li hemberî kurdan bibe xwedîyê fikrekî ewropaî yê demokratîk. Dîsa îdeolojîya resmî îstîqamet dide hisîyat û fikrên wî. Di encamê de, ne ku fikrekî demokratîk lê fikrekî antî-demokratîk derdikeve meydanê. Di vê navberê de em viya jî bibêjin ku Vedii begî kitêba Gertrude Bell ya bi navê "1915-1920 Civil Administration of Mesopotamia" wergerandiye ser tirkî û di rêza Kitêbxaneya Mezopotamya ya Weşanên Yaba de, di îlona 2004 de daye weşandin. Ji bo ku meriv li Rojhelata Navîn dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem, yanî salên 1920î têbigihê ev kitêb serçaweyeka gelek girîng e. Tê zanîn ku Gertrude Bell antropologek e û di muxabereta înglîzan de xebitîye.  Ew rêza Weşanên Yaba ku me behsa wê kir, ji bo ku meriv li Rojheleta Navîn kurdan, asûrîyan, kildanîyan, suryanîyan, ereban, armenîyan, tirkan, farsan, îbranîyan, mesîhîyan, êzidîyan û hwd. têbigihê serçaweyeka gelek girîng e. (Ji bo van hemîyan, wekî din jî binihêrin li kovara Yaba, Hejmar 28, 3004, "Beşikçi'den Mektup Var", r. 24-26)

Bi sazumankirina îdeolojîya resmî re em dibînin ku hişmendîya xelet jî belav bûye û kok girtiye. Belavbûn û kok girtina hişmendîya xelet tê manaya pesendkirina koletîyê. Ev hemî nîşan didin ku hegemonya bi awayekî karîgerane hatiye danîn. Ji bo bezandina hişmendîya xelet û hegemonyayê baştirîn û asantrîn rêga rexnegirtina azadane ye û rexne li îdeolojîya resmî girtin e.

Min amaje pê kiribû ku jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê zemîneka gelek munasib çêkirine ku peywendîyên hegemonyayê bi awayekî karîger bişuxulin. Em roja 16 adar 1988 bînin bîra xwe. Rêvebirîya Sedam Huseynî li Kurdistana Başûr, li bajarê Helebceyê bi gazên kîmyewî li hemberî kurdan jenosîd kir… Ji pênc hezarî zêdetir însanên kurd bi carekê hatin qetilkirin. Di eynî rojan de Konferansa Îslamê li Kuweytê di rewşa kombûnê de bû. Serekên Konferansa Îslamê ev jenosîda ku bi serê kurdan ve hatibû hîç neanîn rojevê, hîç li ser axaftinek nekirin, tu reaksîyon nedan. Roja 20ê adarê encamnameya Kombûna Konferansa Îslamê hate ragihandin. Di vê encamnameya Konferansa Îslamê de, guhertina navên tirkên ku li Bulgarîstanê dijîn, ji bo ku Bulgarîstan zorê li wan dike ku ew navên bulgarî li xwe daynin, hukumeta bulgaran dihat protestokirin. Ji hukumeta Bulgarîstanê dihat xwestin ku dev ji vê polîtîkaya xwe berde, dev jê vê kirina xwe berde. Ereb, tirk, fars, efxan, pakistanî, endonezyayî, bangledeşî, afrîkayî xulasa ji pêncî zêdetir dewlet beşdarî rêxistina Konferansa Îslamê dibûn. Ev jî tê zanîn ku dewlet di kombûnê de bi serekomar û serokê dewletan dihatin temsîlkirin. Di wê demê de, wekî mînak, ji Tirkîyê serokomar Kenan Evren beşdarî bo kombûnê kiribû. Di eynî encamnameyê de, ji bo ku tirkên li Trakyaya Rojava dihatin çewsandin, lewre hukumeta Yûnanîstanê jî dihate protestokirin. Di encamnameyê de behsa mafên tirkên Qibrîsê jî dibû. Ji ber ku tehda li filîstînîyan dikir, hingê rexne li dewleta Îsraîlê jî dihat girtin. Lê di encamnameya Kombûna Konferansa Îslamê de derheqê jenosîda ku li hemberî kurdan li Helebceyê çêbû de rexneyeka piçûçik jî nebû. Hîç behsa wê jenosîdê nedibû ku li Kurdistana Başûr, li Helebceyê li hemberî kurdan çêdibû. Tu hişyarîyek, rexneyek yan protestoyek ku li hemberî rêvebirîya Sedam Huseynî bê kirin nebû. Lêbelê jenosayda ku li ser kurdan çêbûbû tam di wê dema ku Konferansa Îslamê li Kuweytê kom bûbû de çêbûbû. Ev pêkhateyeka wisa girîng e ku bi me nîşan dide bê hela hegemonyaya ku muşterekn li Rojhelata Navîn li ser kurdan hatiye danîn çawa wekî dezgeyekê bi sazuman bûye, çawa şeklekî organîk girtiye. Derketina li dijî jenosayda ku bi serê kurdan de hatiye li gorî berjewendîyên polîtîkaya dewletên wekî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê nebû. Li gorî berjewendîyên dewletên ku bi van dewletan re di nav têkilîyên bazirganîyê de ne jî nebû. Lewre li gorî polîtîka û berjewendîyên Brîtanyaya Mezin, Fransa û herwisa ya DYA û Yekîtîya Sovyetan jî nebû. Ji vê çendê, operasyoneka wisa ya li derveyî însanîyetê ji nedîtî ve, ji ne bihîstine ve, ji nezanînê ve hat. Ji layê din ve, operasyonên ku wisa li hemberî kurdan çêdibûn wek tiştekî siruştî dihatin pêşwazîkirin.

Min amaje pê kiribû ku di salên 1920î de, di jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê de roleka gelek mezin ya Brîtanyaya Mezin û Fransayê heye. Brîtanyaya Mezin di sala 1932 de serxwebûna Îraqê, Fransa jî di sala 1945 de serxwebûna Sûrîyê nas kir. Bi vî awayî hegemonyaya li ser kurdan ji layê Îraq, Sûrîye, Îran û Tirkîyê ve bi awayekî muşterek hate pêkanîn. Di şûna Brîtanyaya Mezin û Fransayê de êdî Îraq û Sûrîyê cih girtibûn. Êdî ev jî dewletên hukimran bûn. Brîtanyaya Mezin û Fransayê jî, ew polîtîkaya xwe ya di salên 1920î, 1930î de dewam dikir.

Em wan rojan, yanî naverast û dawîya meha adarê ya sala 1988 bînin bîra xwe. Li tu dera dinyayê, ne li Londonê, ne li Parîsê, ne li Washingtonê, ne li New Yorkê, ne li Mosqowayê, ne li Tokyoyê, ne li Delhîya Nû… li dijî vê jenosayda ku li hemberî kurdan hatibû kirin de tu reaksîyoneka cidî bilind nebû, tu numayîş, mîtîng yan xwepêşandanek nehat organîzekirin. Yekîtîya Neteweyan, Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Teşkîlata Asayîş û Hevkarî ya Ewropayê li hemberî vê jenosaydê kor û kerr bûn. Di wan rojan de tekane reaksîyon li paytexta Îsraîlê li Tel Avîvê çêbû. Dotira roja ku têde jenosyad çêbûbû, li Tel Avîvê, yahûdîyên ji Kurdistanê û yahûdîyên Îsraîlê bi girseyeka gelek mezin meşiyabûn, rêvebirîya Sedam Huseynî protesto kiribûn ku li hemberî kurdan jenosayd kiriye. Li Tirkîyê şorişgirên ku ji bo protestokirina bûyerê kombûneka ragihandinê çêkirin hatin desteserkirin û tewqîfkirin, derheqê wan de doz hatin vekirin. Doza derheqê ji kovara Yeni Öncü Nadir Nadî û hevalên din de tê bîra min. Beşeka ereban hîç jê xeberdar nebûn ku Sedam Huseynî li hemberî kurdan jenosyad kiriye. Li ser medyayê, li ser dezgeyên ragihandinê sansureka karîger dihate tetbîqkirin. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirin hem danîna hegemonyayê ya li ser kurdan hêsan kiriye hem jî rê vekiriye ku ev hegemonya bi demê re belavtir û kûrtir bibe. Min behsa wê kir, kesên ku Li Tirkîyê jenosayda ku Sedam Huseynî li ser kurdan kiribû protesto kirin û rexne lê girtin, derheqê wan de doz hatibû vekirin û ew kes hatibûn tewqîfkirin. Ev, hemkarîyeka karîger e. Meriv dişê nimûneyên vê hemkarîyê di bûyerên din yên wekî vê de jî bibîne. Di sala 1988 de, li Kurdistana Başûr operasyonek ku jê re digotin Enfal bi ser kurdan de dihate kirin. Operasyona Enfalê ji bihara sala 1988 heta payîzê dewam kir. Jenosayda Helebceyê jî di çarçeweya vê operasyonê de çêbibû. Îro, li Îraqê, behsa qasî 270 gorên komelî tê kirin. Di zorbeyê van goran de kurd hene. Şîa jî hene. Bi dehhezaran kurdên ku ji cih û warên xwe hatine veqetandin û bi surgun û qetlîaman re rû bi rû mane. Jin, zarok û kal û pîr…

Payîzê, beşek ji kurdên ku gundên wan bi gazên jehrî hatine bombakirin, beşek ji kurdên ku li nêzî sînoran dimînin, sînor bezandin û penah birin bo Tirkîyê, xwe sipartin karbidestên tirk. Li hemberî van însanan bi tundî gazên jehrî yanî çekên kîmyewî hatibûn bikaranîn. Di piranîya van kurdan de rêça çekên kîmyewî bi awayekî vekirî dihat dîtin. Wekî nimûne, li ser keçeka dehsalî rêça ku ji van çekan mabû bi hemî delîlenê xwe dihatin dîtin. Ji vê çendê zarok di bin çavdêrîya personelê tenduristîyê de, di bin çavdêrîya doktoran de bû. Grûbeka xêrxwazîyê ya mesîhî ya ewropî dixwest vê zarokê bibe Ewropayê û li wir tedawî bike. Ji bo vê ji Tirkîyê destûr dixwest. Lê ev destûr bo grûba xêrxaz ya ewropî nehate dayîn. Digel ku zorbeyê kesûkarên zarokê dixwstin zarokê ji bo tedawîyê bişînin Ewropayê lê îdareya tirk vê destûrê neda yên ku xwe avêtibûn bextê wê. Doktorên tirk yên li kampên li ser sînor, bo medyaya navneteweyî, bo dezgeyên xêrxazî yên neteweyî daxuyanîyekê ragihandin. Di vê daxuyanîyê de digotin "Li hemberî yên ku bo Tirkîyê penah birine çekên kîmyewî nehatine bikaranîn…" Ev nîşan dide ku, ew hevkarîya ku li dijî kurdan çêdibe bê hela çendî organîk û vekirî ye. Rêvebirîya Sedam Huseynî li ser kurdan çekên kîmyewî bikar tîne. Însan ji ber van çekan bi tundî mutesîr dibin. Lê Tirkîye bo medyaya navneteweyî, bo dezgeyên xêrxwazîyê yên navneteweyî, bo dezgeyên ku berevanîya mafên merivan dikin belavok û daxuyanîyên mîna "Doktorên me li ser penaberan tetkîk û tehqîqatên biteferuat kirine. Li ser van însanan rastê rêça çekên kîmyewî nehatine…" radigihîne. Ev, hemkarîyeka gelek karîger e. Bi vê hemkarîyê pêkhateyên şênber, têkilîyên pêkhateyî têne vajîkirin, tiştên ku fiîlen çêbûne wekî ku nebûne têne nîşandan, yanî fehmeka xelet tê pêkanîn. Fonksîyona îdeolojîya resmî careka din xwe nîşan dide. Di çarçeweya van peywendîyan de divê meriv careka din bala xwe bide ser pênasekirin û fonksîyona îdeolojîya resmî.

 

Hegemenonya Çawa Radibe?

Rêyeka girîng ya rakirina hegemonyayê ev e ku bi têgehên zanistê, bi têgehên zanista sîyasetê û bi têgehên sîyasetê rexne li îdeolojîya resmî bête girtin. Li hemberî pêkhateyên şênber, li hemberî prosesên ku fiîlen diqewimin de divê ev rexne bête kirin. Divê li hemberî pêkhateyan û prosesa pêkhateyan îdeolojîya resmî bête nirxandin jî.

Polîtîkaya dewletê ya derheqê kurdan de hîn jî asîmîlasyonê bo xwe dike amanc. Di van rojan de, yanî li panzdehê duyem yê nîsana sala 2005 de, kampanyaya bi navê "Bavo min bişîne xwendegehê" ku li rojnameya Milliyetê tê birêvebirin di plana yekem de polîtîkayeka wisa ye, ne ku perwerdeyê asîmîlasyonê bo xwe dike amanc. Fehmeka wisa hatiye pêş, dibêjin ji bo asîmîlasyon bi serketî çêbibe pêşî divê jin bêne asîmîlekirin. Ji bo vê yekê jî tekîd dikin ku divê dewlet zimanê tirkî fêrî zarokên keçîn yê kurdan bike. Li çend salên dawîn bi mebesta ku Ewropa dixwaze, hinde guhertinên qanûnî çêbûne. Destûra vebûna kursên ku dixwazin kurdî fêr bikin di çarçeweya van guhertinan de hate dayîn. Li gorî vê guhertinê kurdên ku ji 15 salî mezintir in, yanî kurdên ku perwerdeya mecbûrî temam kirine, dê bişên bi pereyên xwe herin di van kursan de kurdî fêr bibin. Gelo ev hesteka çawa ye ku meriv bi pereyê xwe zimanê dayka xwe fêr bibe? Ev çawa teşebuseka demokratîzebûnê ye? Li Anqarayê dezgeheka bi navê TÖMER (Türkçe Öğretim Merkezi) heye. Kursên tirkî dide. Kî beşdarî bo van kursan dike, kî dewam dike? Çînî, koreyî, japonî, ereb, înglîz, spanyol û hwd… Kî diçe kursên ku înglîzî fêr dikin? Tirkên ku dixwazin înglîzî fêr bibin, kurdên ku dixwazin înglîzî fêr bibin, ereb, çînî, fars û hwd… Em dişên ji bo kursên erebî, farisî, japonî jî van tiştan bibêjin. Însan mezdeka dîyarkirî didin da ku ji derveyî zimanê dayika xwe fêrî zimanekî din bibin. Yên ku ji 15 salan piçûktir in, bo nimûne, yên 4-5 salî, yên 8-9 salî jî dişên biçin van kursan. Kî beşdarî bo kursên kurdî dike, kî dewam dike? Kî beşdarî bo kursên kurdî yên li Batmanê, li Wanê, li Diyarbekirê, li Îstanbulê dike, kî mezdeka dîyarkirî dide da ku fêrî zimanê dayika xwe bibe? Bêguman kurd. Û ancax kurdên ji 15 salî mezintir dişên beşdarî bo van kursan bikin. Ji bo yên piçûktir kurs qedexe ye. Di vir de seqetîyek nîne? Di vê rewşê de gelo divê berevanîya perwerdeya mecbûrî, perwerdeya mecbûrî ya kurdî neyê kirin?

A di rewşeka wisa de, ji layê tojnameya Milliyetê kampanyaya "Bavo min bişîne xwendegehê" tê destpêkirin. Tê xwestin ku ji bo keçan xewxaneyên xwendekaran bêne avakirin. Tê xwestin ku zarokên keçîn ji malbatan bêne girtin û di van xewxaneyan de tirkî fêrî wan bê kirin. Zarokan bo medyayê didin qisekirin ku tim wisa dibêjin "Ji bo ku ez tirkî nizanim ez şerm dikim." "Ji bo ku diya min bi tirkî nizane ez şerm dikim, ji bo ku bavê min bi tirkî nizane ez şerm dikim, ew jî şerm dikin." Ev gotinên hanê ku bitaybetî dixwazin bi zarokan bidin gotin, hingê ev nîyeta dewletê ya derheqê kurdan de eşkera dikin. Dewlet ji van zarokan, ji malbatên van zarokan, herwisa ji kurdan dixwaze ji bo ew kurdî nizanin bila şerm bikin… Ev hemî bi awayekî vekirî derdxin meydanê ku amanca bingehîn asîmîlasyon e. Ji vê çendê divê kampanyaya "Bavo min bişîne xwendegehê" mumkin e ku meriv wekî "Bavo zimanê min bi min bide jibîrvekirinê" fêm bike. Di eslê xwe de wisa hêvî dikin, wisa dihizirin, zarokên keçîn ku ji malbatê hatine stendin û di xewxaneyên taybetî de hatine perwerdekirin dê bi demê re zimanê xwe ji bîr ve bikin, asîmîle bibin, herwisa kurd jî di vê prosesê de dê temamen asîmîle bibin. (binêrin li "Ülkede Özgür Gündem, 9 Mayıs 2005, Mehmet Gelturan’ın, “Haydi anne, bana dilimi unuttur!” başlıklı yazı, s. 14)")

Divê li vir em bala xwe bidin ser hisîyat, fikir û bizavên kurdan jî. Kesên ku neşên bi zimanê dayka xwe binivîsin, bi zimanê dayika xwe biaxifin, kesên ku dibêjin em ji ber vê narehet dibin û şerm dikin hene? Li vir pêwîstî pê heye ku em vê îşaret bikin. Encama ku dixwestin di salên 1930î de bi çewsandinê, bi terora dewletê bi dest ve bînin, êdî dixwazin di proseseka nerm de, behsa "perwerde"yê bikin, medyayê bikar bînin û bi dest bixin. Di îmalkirina rizamendîyê de, di pêkanîna pesendkirinê de, yanî dema ku hegemonya bi awayekî karîger tê bikaranîn hingê ev dibe rêyeka zarûrî. Derheqê rexnegirtina li îdeolojîya resmî de meriv dişê vê pirsê li rojnameya Milliyetê bike: Salên 1985-1988… Ew salên ku Bulgarîstanê zorê li wan tirkên ku li wan deran dijîn dikir da ku navên bulgarî li xwe bikin. Em nusxeyên rojnameya Milliyetê yên li wan rojan vekin, em wan nusxeyan vekolin. Tirkek ku gotiye "Ji bo ku ez bulgarî nizanim ez şerm dikim." "Ji bo ku diya min bi bulgarî nizane, ji bo ku bavê min bi bulgarî nizane ez şerm dikim" heye? Gelo ji bo çi "şerm" îlla dibe mexsûsê kurdan? Û tirk çima ji ber ku neşên bi zimanê xwe qise bikin, ji ber ku neşên bi zimanê xwe binivîsin narehetîyek yan hesteka şermkirinê îfade nakin?

Eger em behsa rexneyê bikin helbet divê rexne li kurdan jî bê girtin. Ew gelê ku bo jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê bûye amanc helbet têde zeafîyet hene, gelekî wisa ye ku di nav xwe de zeafîyetan xwedî dike. Divê kurd hay ji van zeafîyetên xwe hebin. Rêya tekane ya rizgarbûna ji zeafîyetên xwe ev e. Yên ku hay ji zeafîyetên xwe bibin dê hewl bidin da ji wan rizgar bin.

Dema ku em behsa îdeolojî dikin hingê divê em balê bikişînin ser van têkilîyan jî. Di jîyana sîyasî de îdeolojî unsurên wisa ne ku meriv neşê xwe jê dûr bigre. Îdeolojî qilawuzên çalakîyan e. Her wext mumkin nabe ku meriv rastîyên zanistî bi awayekî bêtawîz tetbîq bike. Zanist, şêweyê hizirînê ye. Zanist neşê bo çalakî û çalakîyan qilawuzîyê bike. Tiştê ku bo çalakîyan qilawuzîyê dike îdeolojî ne. Di zanistê de tawîz tune ye. Lêkolîner divê di her demî de rastîyên xwe yên zanistî bi awayekî bêtawîz beyan bikin. Lê di sîyasetê de tawîz dişê hebe. Sîyaset proseseka wisa ye ku têde tawîz tê dayîn, tawîz tê girtin û bi lihevkirinan dimeşe. Sîyaset unsurên "bawerî"yê ku di îdeolojîyan de hene û pêşnîyazên tund û hişk yên zanistê nerm dike. Ji vê çendê îdeolojî kategorîyên wisa ne ku di jîyana sîyasî de bêyî wan nabe. Lê di çarçeweya van peywendîyan de eger em balê bikşînin ser ferqa di navbera îdeolojî û îdeolojîya resmî de dê baş be. Divê em cardin dûpate bikin ku îdeolojîya resmî îdeolojîyeka wisa ye ku bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê berevanîya wê tê kirin. Di jîyana sîyasî ya dewletên ku demokratîk nînin de îdeolojîya resmî serdest e. Ji ber ku îdeolojîya resmî bi awayekî dînamîk tê tetbîqkirin hingê qedexeyên ramanê warê sîyasî teng dikin. Lê bi awayekî giştî di îdeolojîyan de unsûrek wekî mueyîdeyên îdarî û cezaî tune ye. Di dewletên demokratîk de warê sîyasetê fireh e. Di meşandina sîyasetê de jî, îdeolojî wekî kategorîyên girîng dixuyin. Li beranberî îdeolojîya resmî ku bi tevayî li derveyî zanistê ye, îdeolojîyên din, wekî nimûne, neşên li hemberî înkarkirina kurdan û kurdî, li hemberî pêkhateyên şênber, li hemberî prosesên ku bi awayekî fiîlî diqewimin kor û kerr bin. Ji vî layî ve jî rexne li îdeolojîya resmî girtin zarûrî ye.

 

Fehma Bêlayengîrîyê…

Min xwest bi awayekî ez îfade bikim, çi dema ku rexne li îdeolojîya resmî bête girtin, dema ku ji layê meseleya kurdan ve rexne li îdeolojîya resmî bête girtin, fikrê tirkan bi çavê lêkolîneka "layengîr" li vê rexnegirtinê dinihêre. Unîversîte jî dibêje ev helwêsteka "layengîr" e. Wekî mînak, çi dema ku behsa fikrê Îsmaîl Beşîkcî bibe, dibêjin "… lê Beşîkcî layengîr e." Bi vî awayî herhal dixwazin bibêjin "… Beşîkcî layengîrîya kurdan dike, fikrên wî objektîv nînin, zanistî nînin…" Ev fehmeka gelek seqet û felcbûyî ya "objektîfîyê" ye, fehmeka gelek felcbûyî ya "zanistîbûnîyê" ye. Li jor min helwêsta xwe ya derheqê Kombûna Konferansa Îslamê ya li hemberî jenosayda kurdan a li Helebceyê dîyar kiribû. Li gorî vê fehma "bêlayengîrî"yê, wekî nimûne, Kombûna Konferansa Îslamê gelek gelek bêlayengîr e. Çimkî behsa kurdan nekiriye, behsa rêvebiriya Sedam Huseynî jî nekiriye. Kombûna Konferansa Îslamê bêlayengîr e. Çimkî bi awayekî objektîv nêzîkî li bûyera guhertina navên tirkan ya li Bulgarîstanê kiriye. Kombûna Konferansa Îslamê bêlayengîr e. Çimkî li gorî fikrê tirkan nêzîkî li Dewleta Tirk ya Federe ya Qibrîsê kiriye. Gelek eşkera ye ku fehmeka wisa ya "bêlayengîrî"yê, di bin navê "bêlayengîrî"yê de, li nik fikrên dewletê cih girtiye û berevanîya îdeolojîya resmî kiriye. Ji vê wêdetir, fehmeka wisa ya "bêlayengîrî"yê, hay ji ferqa di navbera nirxan û qezawetên nirxan jî nîne. "Hemî gel azade ji tirs û çewsandinan divê xwedîyê şertên azad yên jîyanê bin. Însan divê ji bo bidestve anîna vana têbikoşin." û "Divê raman di her şertî de azad be. Însan divê ji bo bidestve anîna azadîya ramanê têbikoşin." Ev pêşnîyaz nirxan îfade dikin. Ev nirxên gerdûnî ne. Îcar em li van pêşnîyazan binihêrin. "Dîtinên dewletê her dem mafdar in. Rast nîne ku meriv li dijî fikrê dewletê derkeve, rexne lê bigre." û "Dibe ku ji bo her kesî azadî nebe, jixwe kurd jî kevinperest in, eşîretên wisa ne ku jîyaneka prîmîtîv dijîn…" A ev pêşnîyazên hanê, qezawetên nirxan li meydanê datînin. Her wekî ku tê dîtin ev fehma "bêlayengîrî"yê li dijî nirxên gerdûnî derdikeve, qezaweta nirxan yanî nirxên dewletê pesend dike, di vê çarçeweyê de dikeve nav lebatek ku jê re dibêjin "zanistîyane". Lêbelê ev lebata ku jê re dibêjin "zanistîyane", ji bilî ji nuh ve hilberandina îdeolojîya resmî tiştekî din nîne. Em careka din bînin bîra xwe ku taybetîyeka girîng ya îdeolojîyan, xaseten taybetîya îdeolojîya resmî ev e ku têgehan vajî dike, naveroka têgehan vala dike… Lêbelê berîya her tiştî ji bo nêzîkbûna li dîyardeya kurd, ji bo nêzikbûna li dîyardeya Helebceyê helwêsteka wijdanî divê. Însan çawa dişên di bin giranîyeka wisa de ku li wijdanê wan hatiye barkirin bijîn? Wekî mînak, em bala xwe bidin ser japonan. Her sal di roja şeşê tebaxê û roja heştê tebaxê de Hîroşîma û Nagazakîyê bi bîr tînin. Di van rojên ku ev bibîranîn çêdibûn de, em bibêjin ku jenosaydekî wekî vana li Kurdistana Başûr diqewime. (Hereketa Enfalê ya sala 1988) Lê ev jî ji nedîtî ve, ji ne bihîstî ve, ji nezanînê ve tê. Di van şertan de nirxê gerdûnî yên bibîranîna Hîroşîma û Nagazakî çi ye? Divê ev pirsîyarkirin nebe? Îdeolojî, bi taybetî îdeolojîya resmî dişên giranîya li ser wijdanê jî sivik bikin, bi tevayî bêtesîr jî bikin. Pêkhatina hegemonyayê bi îmalkirina rizamendîyê, bi bidestveanîna pesenkirinê mumkin dibe. Ev jî di plana yekem de proseseka îdeolojîk e. Îdeolojîya resmî jî bi mueyîdeyên îdarî û cezaî vê prosesê hêsan dike û belavtir dike.

Îlon 2005

Na xebere 2698 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.