zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Nîsane 2015 Panşeme 21:08

Hunermendekî Mehabadî li Diyarbekirê

Roportaj: Roşan Lezgîn

Ez jî, Diyarbekir jî, em dixwazin Seywan Seîdîyan nas bikin.

Ez ji Rojhelat im, ji bajarî Mehabadê me. Li salî 1972 hatime dinyayê. Malbatî min malbatekî ji çînî navendî (orta sınıf) bû, yanî ne pir hejar ne pir zengîn bû. Em malbetekî zêde bûn, pir qerebalix bû, bira û xwişkê min zêde ne. Ez ji yên dawî me, du heb li min piçûktir hene.

Alîyê kulturî da jî, le malbatî min, yên kêmxwenda jî yên pirxwenda jî hene. Ez dikarim malbatî xwu jî wekî mînakek ji malbatên Rojhelat bibînim. Çaxê minê zarokatî û gencî gelek bi zehmet derbas bû. Diya min û bavê min li cihekî diman, em zarok li cihekî din diman, demekê em penaber bûn, ji hevdû qutbûn çêbû. Min xwendinî yek û dudu li Pîranşar xwend, pişt ra salekî qutbûn çêbû. Min heya lîse li Mehabad xwend. Min lîse beşê mîmarî xwend.

Wa dizanim li Rojhelatê, li Îranê, bi awayekî tradîsyonel bingeha kultura hunerî xurt e.

Li Rojhelat huner beşekî ji jiyanê ye. Bi taybet jî muzîk û stran. Govend kultureka giştî ye. Ciwankarî û pîşesazên hunerî lî piranî mala heye. Cilûbergên kurdî pir xweşik in, bitaybet jî kincên jinan pir xweşik in. Helbest û wêje pir tê hezkirin. Bi awayeki giştî gel ji huner hez dike û rêz lê digrin.

Berê wiya jî, li nav malbatê birayekî minê mezin hebû, xweşnivîsî yanî xettatî dikir, hem jî nîgarkêşî dikir. Ji zaroktî ez ligel wan mezin bûm. Lê ji salî 1994-95 wekî hilbijardinekî jiyanê bi xwu min dest pê kir. Niha nêzîkî bîst sal çêdibe ku di jiyanî xwu da tenê mijulî hunerê me. Destpêkê hunerî min wekî xettatî ye lê min gelek warî de şuxul kiriye. Paşê min dest bi nîgarkêşî kir, ez bi fotografkarî mijul bûm. Demekê ez bi sînemayê ra jî mijul bûm, wekî dîzayner xebitîm. Min bi xwu jî kurtefîlmek çêkir.

Ji salî 2003 va ez li Îraqê jîyam. Ji vir û şûn da ez ê ji bo Başûr her bibêjim "Îraq". Û ji salî 2003 şûn da min debarî xwu û jîyanî xwu li ser grafîk-dîzaynî ava kir. Hevjînî min Ronak jî grafîk-dîzayn xwendiye. Me jîyanî xwu yê hevbeş li ser huner meşand. Derdorî sê-çar sal çêdibe ku min giranîya xebatê xwu yê hunerî daye ser çêkirina peykeran, yanî peykersazî.

Hevjîna te xelkê kîderê ye?

Ew jî ji Mehabadê ye.

Mindal hene?

Zarokekî me heye, kur e.

Xwedê ji we re bibexşîne, bextê wî vekirî be.

Sipas.

Belê, em bi serborîya we dewam bikin.

Ezmûnî jîyanî min heya niha ezmûnî sê parçeyan e. Li Rojhelat, belkî ji alîyê sîstem va astengî çêdibin lê ji alîyê hunerî va civakekî kulturî heye, ji huner hez dike. Li Îraqê huner miriye. Li vir jî, ji bo nirxandinê hinekî zû dibînim, lê bi gelemperî gel ji hunerê hez dike, civakekî zindî heye, pir kes bi huner va mijul in, hinek kes hene ez dibînim ku nanê xwu jî ji huner dixwun.

Li Îranê huner ji vir pêşketîtir e.

Îran bi xwu ji ber du egeran hunerî xwu gelek pêşketî ye ku du sîstemên xwu hene. Yek jê, sîstemî xwu yî fermî ye ku li lîseyê da, li unîversîteyê da û li cihên din da dixwînin. Sîstemekî din jî ev e ku hunermendan bi xwu sîstem çêkirine. Mînak, yek stranbêjekî mezin e, yek wênesazekî pir baş e, yek peykersaz e, yek muzîsyen e, yek sînemakar e… An kêm malî xwu da kurs vedikin û bi sedan kes perwerde dikin. Ev kulturî Îran e. Piranîya hunermend û merivên mezin ku le Îranê da têne naskirin, pir kêm ji wan unîversîte dîtine. Ji alîyê edebî va jî ev usa ye, edîbê Îranî, nivîskarê Îranî jî piranîya wan akademî nexwendine.

Te xwendiye?

Min jî usa, perwerdeyî xwu yê hunerî li derveyî sîstemî fermî, li sîstemî duduyan ku pir bi hêz e, dest pê kir. Li Sine çend mamostayê min hebûn, pişt ra li Tehranê min dewam kir. Li Bokan jî mam. Piştî çend salan jîyanekî min ê nîv-sîyasî jî çêbû. Ez naçar li salî 2001 ji Îran derketim. Ji wî gavî heya niha tenê bi tiştekî mijûl im, ew jî huner e. Gel viya, ez dinivîsim, wergerê jî dikim. Pirtûkekî helbestên min hatiye çapkirin, bi dîyalektî soranî. Yekîtî Nivîskarên Kerkûkê çap kir. Ez çîrok jî dinivîsm, yanî hêlî edebî da jî ez mijûl im.

Huner bi xwe xweş e lê jîyana hunermendan tal e!

Belê. Huner bingehê xwu, esasê xwu li ser estetîkê çêdike, li ser xweşikîyê çêdike. Ji ber vî, ew xweşikbûn çiqas bi êş be, bi kul be, bi zimanekî xweşik tînî ser ziman ku li ser hest çêdibe. Û ez tenê usa jî nabînim, eger dîrokekî me yî pir bi êş be, ji alîyê din, cografyayekî pir xweşik jî heye. Ez bi çavê nîgarkêşekî, bi çavê wênesazekî dinêrim, vî hêlî wî dibînim. Ji sedî heştê tabloyên min li ser gundan e. Tenê gund e, jîyanî gund e; ker e, hêstir e, bizin e… Di vê derê da ez nikarim êş û kulî xwu bînim ser ziman, ji ber ku ne sitayla (stîl; terz) min e. Lê wekî mînak, projeyê min bo Helebçe jî hene, min di salî 98 da çêkiriye heya niha jî nebûye pêşangeh. Wekî din jî, peykerî enfal çêbûye, deh metre û nîv e, li Hewlêrê ye. Dîrok beşek ji te ye, tu nikarî wê nebînî. Lê stayla min, wekî kes li ser xweşikî ye.

Dîroka êşê pirhejmarî ye. Şert nîne ku hunermendek îlla êş û kulan nîgar bike. Em bi çavê sîyasî li huner dinêrin. Çiqas êş, derd û kul hebin jî, erkê huner ew e ku xweşikbûnê bîne ser ziman. Eger di navbera êş û xweşîyê de hevsengî  (denge; muwazene) çênebe, jîyan tenya bi êş û kul çênabe.

Axir huner takekes e, tu bi çavê kesane li cîhanê temaşe dikî û hunerê diafirînî.

Belê, hunermend dikare le hemû jîyanî xwu da tenê gul çêke, kes nikare wî tawanbar bike, bibêje tu çima usa dikî. Dibe ku ez tenya li ser birînê bişuxulim, tenê êş û birînê gelê xwu nîşan bidim. Çiqas derd, kul û êşê me hebin jî erkê huner ew e ku xweşikbûnê çêbike. Eger li derekê da pir êş, kul û derd hebe, hunermend têde hevsengîyê çêneke, mirovayetî zêdetir bi êş, bi kul jîyanî xwu derbas dike.

Li Başûr, tu li kîderê mayî?

Ez ji 2003 li Îraqê me. Destpêkê li Silêmanîyê mam, min unîversîte jî li Silêmanîyê xwend. Lê çar salên ku ez li unîversîyetê bûm, tu tiştek fêr nebûm. Min beşî wêne, yanî resm xwend. Min ev beş qedand. Wê gavê gelek projeyên min hebûn, performans gelekî çêbûn. Ez çar meha çûm gunda, min hem fotograf kişandin hem jî resm xêz kirin. Dawî jî, min pêşangehî xwu li wan gundê ku ez têde şuxulim, li wan gunda vekir. Projeyî duduwan, navê xwe "Parsekî" bû. Aktorên min hebûn, cara yekê li ber derîyê Unîversîteya Silêmanîyê parsekî kirin. Pênc aktor bi cilên parsekîyê rojekê parsekî kirin. Pênc aktora jî bi cil û bergên gelek baş, bi qat û kiravat, rojekê li ser cade parsekî kirin, pare jî girtin. Bingehê vî tiştî de rexneyekî gelek giran hebû. Piranî li Başûr ew nêrîna wan rexne dibû. Yanî min xwest ew zeafîyeta xelkê wir ku çav li dest in, rexne bikim. Soranî da dibêjin "çav li dest". Ev proje li ser rexnekirina vî bingehî hat çêkirin; malî xwu pêncqat e lê çavlidest e.

Wekî din çi xebatên te çêbûn?

Derveyî viya jî, projeyê min ê din jî hebûn, performans hebûn. Le salî 2005 min deh ton ax bir holekê, goristanekî çêbû, dozde qebr çêbûn, yazde yên jinan, yek zilam bû. Sê roja dewam kir, her sê roj jî girêdayî hevdû bûn, yanî her kesî gereka ev sê roj bidîta, pişt ra jê fêm dikir. Yanî zeman jî beşekî ji projeyê bû. Esasê wî jî li ser şorişekî yan jî ronesansekî jinan çêdibû. ser vî bingehî da xebatî min ê cuda-cuda jî li Silêmanî çêbûn.

Projeyekî minê din jî hebû, performansek hebû, navê xwe "Dîyalog" bû. Ew jî çar aktor nav da ne, sê zilam û jinek. Çar stûn hene, li ser her stûnek kanepeyek heye. Li ser her kanapeyek aktorek heye. Hemî aktor, pantolonên wan reş, kirasên wan sipî, kiravatê wan sor û metre û nîv dirêj e. Yê her çaran jî usa ye. Di vê projeyê ku navê wî dîyalog e, lê ne dîyalog heye ne hereket heye. Ev ezmûnekî gelek nû bû, ji bo niha jî ez nû dibînim. Ev projeyên min li derveyî wêne û peykeran çêbûn.

Pêşangeh çêbûn?

Min gelek ciyan pêşange vekirin. Piranî li Tehranê, sê pêşangeyên min vebûn. Li Mehabad û Qezvînê, li Sine vebûne. Pêşangeh, yên wêne bûn. Pişt ra jî li Hewlêrê çêbû, li Silêmanîyê çêbû. Niha jî ez amadekarîyek ji bo pêşangehekî li Amedê dikim.

Te got min unîversîte li Silêmanî xwend lê ez li unîversîteyê tiştek fêr nebûm, bo çi?

Du hokarê wî hebûn, yek jê ev bû ku min perwerdeyî xwu li cihekî pir mezin dîtibû; Tehran bû, Sine bû. Perwerdeyî wir gelek bingehîntir û gelekî kûrtir bû. Yanî yazde pêşangehên min çêbûbûn pişt ra ez çûm unîversîteyê. Ev sedemek bû. Yanî ez ne ew kes bûm ku tu tişt nizanin yan jî kêm dizanin û diçin unîversîteyê. Hokarî duwem jî ew bû ku, bi rastî jî Unîversîteyî Silêmanî yan jî ew kesê ku li wir ders didin, yanî li Îraqê, kêmtir heftê heştê sal ji niha dûr ketine. Li wir hunerî nû yan hunerî postmodêrn qet ne tê qebulkirin ne li ser tê axaftin ne jî behsî wî tê kirin. Mamostayan digot "akademî" lê min gelek cara ji wan rica dikir ku yan navê akademî bigorin, çunke ew ne akademî ye, tenê realîzmek e. Realîzmekî piçûk, sivik. Wan digot performans derveyî akademî ye. Ev çawa dibe akademî? Bingehî perwerde li Îraqê tev usa ye, mixabin! Ji hêlî pizîşkî da jî eynî usa ye. Gelek cara dibêjin doktorê me wekî qesaban e. Yanî carna bi derzî jî pir mirova dikujin. Perwerdeyî mîmarî jî usa ye, ne ji bo sarbûnê ne ji bo germbûnê tu fikirandin nîne. Fezaya wir usa ye, yanî ji alîyê perwerde de Îraq pir pir paş da maye.

Çi ferq di navbera hunera resim û karîkaturê de heye?

Hunerî wêne li ser bingehî xweşikbûnê çêdibe. Lê karîkatur ne usa ye. Karîkatur, zêdetir sîyasî ye. Rexne li civakê, li deshelatîyê digre. Karîkatur wekî helwêstekê çêdibe lê wêne ne usa ye. Li cîhanê pir wênsaz hene tenê wêneê jina çêdikin, jinê rût. Mirov ku bi çavê huner lê dinihêre, bi rastî pir jî xweş çêkirine. Hinek jî hene, wêneê şer çêkirine, tenê li ser şer xebitîne, ew jî usa xweşik in. Hinek tenê li ser sirûşt xebitîne. Em dikarin bibêjin pir xebatê empresyonîstan li ser sirûştê bûye. Tu cara eleqeyî wan bi sîyasetê nebûye; ne li hember bûne ne li dij bûne. Huner dikare her tiştî bide kêlekê, bide alî. Huner dikare li gel deshelat (îqtîdar) be, dikare li dijî deshelat be, dîsa jî gelek xweşik be. Dikare eleqeyê wî bi civakê hebe û pir xweşik be, dikare eleqeyê wî bi civakê nebe jî pir xweşik be. Ji ber ku huner dinyayekî pir berfireh e. Hunermed, yanî ew kesê ku hunerê çêdike, statuyî xwu li kîderê, cem kî dîyar dike, çawa dinêre ew dizane. Û dinyabînî yanî aydîyolojîyî (îdeolojî) xwu ji ye, ji kîjan goşenîgahê (bakış açısı) li cîhanê temaşe dike, ferq nake. Huner dikare bi har awayî xweşik be. Dikare di nav civakê da be û li hemberî nedadperwerîyê be, dikare yek jî li malî xwu rûne û wêneê jinê rût, jinê tazî çêke. Her du jî pir xweşik in. Kes nikare yek pênas bide hunerê. Sînema û şano jî usa ye. Sîstemên ku xwestine hunerê li ser esasê pir kesan çêbikin, li nav dîroka hunerê da zêde serkewtî nebûne. Huner bi xwu li ser bingehî tak (birey), li ser şexsekî çêdibe, huner takekes e. Nêrînekî ji seda sed takekes e. Huner bi giştî wisa ye lê bitaybet wêne ji seda sed takekes e.

Tu kengî û ji ber çi sedemî ji Başûr hatî bo Diyarbekirê?

Ez bi xwu evîndarî xelkî xwu me, evîndarî hemî Kurdistanê me. Belkî gelek cara derfet hebûye ku herim bo Awropa yan Amerîka lê ez neçûm. Deh panzdeh sal berê jî ez pir rehet dikarîbûm biçim. Ez neçûm. Niha jî tu car xewna min nîne ku ez biçim li Awropa yan Amerîka bijîm. Ev cografya ji bo xebatê hunerî têra min heye. Pir jî jê hez dikim. Li ser vî bingehî û bi evîndarî ez hatime Diyarbekir.

Bi xêr hatî.

Li nav xêrê da bî. Ez pir bi evîndarî çûm Silêmanîyê, pir bi hestên şikestî derketim. Ez bi evîndarî çûm Hewlêrê jî, pir bi birîndarî jê derketim. Ez pir bi evîndarî hatime Amedê ez hêvîdar im ku ez bi evîndarî jê derkevim.

Înşalah… Te Dîyarbekir çawa dît?

Bû şeş meh ez hatime. Tiştê ku min heta niha dîtiye, ez lê dinêrim bajarekî gelek xweş e, dîrokî ye. Ez dikarim bibêjim, piştî ew yazdeh salên surgunî û derbederî ku li Îraqê çêbûn, hêdî-hêdî bêhna xwe li vir vekim. Gel pir baş e. Ez pir ji gelê vir hez dikim, ez hêvî dikim ev hezkirinekî dualî be. Bajar bi xwe hem alîyê dîrokî va pir xweş e, hem alîyê modêrnîyê va pir xweş e, her du alî jî manayê xwu heye. Alîyê hunerî da jî têkelîyekî hunerî, ez pir saxlem dibînim. Mirovên ku bi hunerê va eleqedar in, gelek hene. Lê sazî, mixabin min tu car baş nedîn. Ez wisa kurt bikim, nêrîna sazîya li hunermenda wekî nêrîna axayan e. Wekî axayekî li gel mirova diaxifin. Ez sazîya pir jî modêrn û îroyîn nabînim ku bi program û stratejî bixebitin. Belkî ev axaftinî min ne baş jî be lê pir gundî dimeşin. Bitaybet jî alîyê hunerî da rêveberîya bajarê Amedê rêveberîyeka nexwoş dibînim, qet ne saxlem e. Ez tu plan û stratejî nabînim. Birastî jî li şûna ku ji me ra alîkar bin, pir xemsarin. Esas cihê ku min dikarîbû li gel wan bixebitim, gelek projeyên min hebûn. Dîsa jî gelek projeyên min niha çêbûne.

Wekî çi?

Mînak, ez dikarim bibêjim ku peykersazî. Ez ji bo sazkirina peykerekî deh metreyî hatim Amedê ku maketê wî jî hazir e: "Jina Azad". Lê mixabin hîç tiştêk çênebû ji alîyê sazîya va. Bitaybet jî şaredarî, bitaybet jî rêveberîya hunerî ya şaredarî pir xirab lê nêzîk bû, ez qet xwoş nabînim, ne saxlem e. Ew usa çênebû. Lê niha atolyeyek heye ku ez têde dixebitim. Suluklû Xan ev atolye da min, ez niha li vir dişuxulim. Di navbera sê-çar meha da qasî pêşangehek berhem çêbûne.

Ev yek, ya duduwa, demekê min kurs da, kursî soranî. Li Akademî Ehmedê Xanî vekir, gelek kes tevli bûn, perwerdeyekî usa ji boy zaravayê soranî çêbû. Me ew jî wekî kursekî qedand. Niha jî projekeyek din heye ku gelek proje jê çêbûne. Ev dibistanî zarokê Kobanî ye ku heftê rojekê ez û rojekî hevjînî min Ronak em diçin gel wan. Li destpêkê me dersê wêne dida wan. Lê dawîyê me dît ku wêneyên wan pir xweş derdikevin, rojek berî Newrozê, bîstê mehê li dibistanê pêşangehekî wan jî çêbû, sed û deh tablo hebûn. Pêşnegehekî din jî ya wan zarokan, ji 22 heta 26ê mehê li navenda Cîgerxwîn çêbû. Tablo jî gelek hatin frotin.

Derveyî viya, her cara ku ez diçûm gel wan, min çîrokekê ji wan ra digot.  Hêdî-hêdî ez li ser çîrokan jî xebitîm, çîrokên nû jî hene. Deh çîrokên pir baş jî çêbûne ku di xebata vê dibistanê de çêbûn.

Kî organîze dike? Mezdek yan destheqek didin we?

Na, bi dildarî ye. Şaredarî Sûrê organîze dike. Bi dildarî çêdibe. Ev xebatê ku heta niha min behsî wan kir, yanî çi kursî soranî be, çi peyker be, çi kursî li dibistanê be, tev bi dildarî çêbûne. heta niha jî usa dimeşe.

Ji derveyî vana, xebatekî me yî hevbeş li gel Ronak heye. Bîst pirtûkên zarokan hene, ku ew çîrokên gelêrî ne, Akademî Ehmedê Xanî wekî projeyekê ew berhev kirine û DISA li ser dixebite.

Li vir, gelê vir ji xerîban, ji bêkesan hez dike lê hêzên sîyasî bizanin ku tu bo armancê wan xizmetê nakî, dixwazî Kurdistana serbixwe ava bike, dîsa jî te 'tune' hesab dikin! Tu viya bizane…

Tu dizanî çawa ye? Min, hem bawerî bi xwu heme hem bawerî bi hunerî xwu heme. Ji ber vê ez tu car girîngî nadim hîmayeyê. Niha ez usa dibînim, qasî ku ez hewcedarî Amedê me, pêwîstîy Amed jî ewqas bi min heye. Ez usa dibînim. Heta ku ji destî me bê, ez jî hevjînî min jî, em ê tecrube û ezmûnî xwu yê bîst sala bidin vî bajarî.

Divê Amed jî li we xwedî derkeve, bo we alîkar be.

Gava ku çênebe, em bibînin ku me naxwazin, dinya pir berfireh e. Ez dikarim pir bi rehetî berê xwu bidim bajarekî din yê kurda yan bajarekî Tirkîyê yan bajarekî Awropa. Ez dikarim herim Asyaya şerqê, Hindistanê. Ev Tacikîstan e, Gurcistan e…

Dinya pir fireh e. Her cihê ku em biçin, em dikarin atolyeyekî mîna vir vekin û ji xwu ra peykeran çêbikin. Ez bi xwu astengî li pêşîya xwu nabînim. Lê yek tişt heye, ez tu cara ji gotina "alîkarî" hez nakim. Gelek kes dibêjin em alîkarîya te bikin. Tu cara, ez ji tu alîyekî alîkarî naxwazim, ez "hevkarî" dixwazim. Yanî ez jî dikarim bi wî ra bişuxulim ew jî dikare bi min ra bişuxule. Yanî "hevkarî" çêdibe ne ku "alîkarî".

Demê ku meriv bi hev ra hevkarî bike, projeyê pir xweş derdikevin. Tiştê ku ez jê aciz im, li Rojhelatî Nawerast (Ortadoğu) tev li hemberî hunermend vî axaftinê dikin. Yanî dema ku yekî sîyasî tê tabloya hunermendekî dikire, navê wî datîne "alîkarî". Ez bi xwu tu cara ne amade me ku kesek bixwaze ji boy alîkarî tabloyî min bikire, pê bifiroşim. Ev tablo ye, eger tu dizanî qîymetî wî heye, eger kesê ku tablo dikire, mejîyê wî, kultura wî gihaye astekê û dixwaze li malî xwu tabloyekî wênesazekî kurd hebe, yan peykerek ku peykersazekî kurd çêkiriye hebe, ser sera ser çava. Lê eger bixwaze wekî xêrekî tabloyekê ji min bikire, vê yekê ez bi xwu napejrînim. Şuxulê min li ser vî bingehî ye, eger em bikaribin li Amedê li ser vî bingehî li gel hev hevkar bîn, em ê li Amedê bimînin. Eger nikarîn bi hev ra hevkar bîn, em biçin yanî, pir hêsan e. Ewqas.

Hunerê we gelek hêja ye. Heta ku bibînin, bizanin û ferq bikin. Ji bo ku we bibînin, çi ji destê min were, ez texsîr nakim.

Ez ne amade me ku hunerê xwu erzan bifiroşim. Li Îraqê jî usa bû. Min bergê pirtûka ku çêdikir jî ji tev kesa girantir bû.

Tu bergê pirtûkan jî çêdikî?

Li derdorî sê sed pirtûkên çapkirî hene ku min bergî wan çêkiriye. Hevjînî min Ronak jî çêdike. Bi yên ku wê çêkirine, derdorî çar sed pirtûk çêdibin. Dîsa poster, logo, afîş jî bi sedan çêbûne…

Kek Seywan, ev xurdeyên ku tu pê peykeran saz dikî, tu ji kîderê peyda dikî?

Ez diçim şûna Hala Kevin ya Amedê, li wir xurdexane hene. Ez bi xwu diçim, peyda dikim. Li sanayî jî hene. Hinek jî, çend hevalên me hene, alîkar bûn. Rojekê gel min hatin sanayîyê. Me pir hanîn û hemî jî bê pare dan min. Ev alîyekî xweşik yê Amedê ye. Yanî ez îro jî ji vir biçim, gelek bîranînên xweş li gel min çêbûne.

Kek Seywan, dema yek dibêje, ez bo te alîkarî bikim, red meke. Kultura vir wisa ye. Ger di alîkarîyê de minet nebe, tehqîr çênebe, alîkarî tiştekî însanî ye.

Tiştê min got, ne ji bo kesan bû, ji bo sazîyan bû. Ez dibêjim, bila sazî alîkarî na hevkarî bikin. Ji bo kesan, em jî pir alîkar bûne û me alîkarî jî girtiye. Ji alîyê însanî va, rast e, ez tevlî te dibim. Lê ez hez dikim ku proje hebin û em di projeya da hevkarî bikin.

Proje bêminetî ye.

Belê belê. Em bibêjin ku pêdivîya vî bajarî bi peykerek heye. Ez peykerek çêdikim. Ewê ku peyker çêdike tuwana ye, yanî xwedî şîyan e. Ji bo viya jî proje çêdibe, ev proje bi hevkarî çêdibe. Lê mixabin li Rojhelatî Nawerast hemû usa ye. Yek fîlmek çêdike, yek jî îmkanên madî dide, dibêje me alîkarî kiriye. Ev yek dibê ne alîkarî hevkarî be. Ew fîlm ji bo gelî xwu, ji bo miletî xwu çêbûye, te jî vî alîyê wî şuxulî da girtîye, wî jî alîkî din girtîye. Ev hevkarî ye, alîkarî nîne. Ez li ser vî bingehî li alîkarîyê dinêrim û dibêjim ev hevkarî ye. Ji alîyê însanî da, em bibêjim, extîyarekî dimeşe, barê wî giran e. Rahêjim barê wî, ev dibe alîkarî. Yek rahêje barê min jî ez kêfxweş dibim.

Tu her hebî her bijî, dubare bi xêr hatî Dîyarbekirê. Înşalah tu bibî yek ji hunermendên gelek ezîz yê vî bajarê xweşik.

Na xebere 5406 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.