zazaki.net
22 Temmuze 2017 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Temmuze 2016 Yewşeme 14:04

Di Elewîyan de Telihevîya Hişî -II

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Tirkîye Dewleteka Laîk e?

Me li jor behsa wê kiribû ku Tirkîye ji bo ku elewîyan bike musluman li hemberî elewîyan polîtîkyeka tund ya asîmîlasyonê bi rê ve dibe. Laîkî jî yek jî vegotinên herî girîng yên dewletê ye. Gelo tunekirina bawerîya elewîyan, elewîyan musluman kirin refatarîyeka li gorî prensîba laîkîyê ye? Qet jî nîne. Berîya her tiştî laîkî prensîbeka wisa ye ku dewlet li hemberî hemî bawerîyan di mesafeyeka wekhev de ye. Li hemberî mizgeftê nasnekirina hebûna cemxaneyê, ne ew reftarî ye ku bi laîkîyê bikeve. Karbidestên dewleta Îranê ji bo elewîyan dibêjin "yan hûn wan bikin sunnî yan em wan bikin şîa". Proseseka wisa bi prensîba laîkîyê dikeve? Li vir ez pêwîstî pê dibînim ku nimûneyekê bidim. Kovara Yol di hejmara xwe ya çaran de li kêleka Dergaha Hecî Bektaş krokîya mizgeftê jî dabû. (r. 96) Li Dergaha Hecî Bektaş li ber cemxaneyê mizgeftek jî heye. Kesên ku her sal roja panzdehê tebaxê diçin Dergahê zîyaret dikin, dibînin ku her dem mizgeft vekirî ye. Dergah û cemxane jî wekî muzeyekê ne, li derveyî saetên xebata mesaîyê, girtî ne. Ji derveyî vana, ji ber ku zîyaretkirina muzeyan bi peretî ye, lewre cemxane û Dergah jî bi peretî ne. Me li jor behsa wê kiribû ku li Dergaha Hecî Bektaş di sala 1826 de mizgeft hatiye lêkirin. Ev nimûneyeka wisa ye ku ferqên ji hev cihê yên nihêrîna li mizgeftê û li cemxaneyê nîşan didin. Yên ku dibêjin Tirkîye dewleteka laîk e, elewîyan jî wekî musluman qebûl dikin. Yanî nihêrîna îdeolojîya resmî ya derheqê elewîyan de bêyî şubhe û pirsekî eynen qebûl dikin. Hewldaneka din ya îdeolojîya resmî jî ev e ku, dixwaze elewîtî wekî dîneka tirkan, wekî dîneka tirkmanan bide qebûlkirin. Herwekî ku bi awayekî gelek vekirî tê zanîn, girseyeka mezin ya ji kurdan jî elewî ne.

Li Tirkîyê gelek behsa prensîba laîkîyê tê kirin. Lê hîn zêdetir di meseleyên wekî turbanê yanî serîgirtina jinan de û di meseleyên wekî xwendegehên Îmam Xetîbê de behsa vê prensîbê dibe. Ev jî tê dîtin ku axaftin û munaqeşe di warê teorîkî de çêdibin. Lê têkilîya elewîtî-muslumantî-dewletê têkilîyeka şênber e. Lêbelê di vê mijarê de nirxandinek çênabe. Di eslê xwe de zanistên sosyalî bi vekolandina kêşeyên şênber pêş ve diçin. Li Tirkîyê di mijarên teorîkî de munaqeşeyên gelek berfireh dişên çêbibin. Lê xwe jê hemet dikin ku behsa mijarên şênber nekin. Çi dema ku mecbûren bikevin nav mijarên şênber ew jî ancax di çarçeweya îdeolojîya resmî de çêdibe. Ev hemî tişt ji nêzîk ve bi azadîya derbirîna ramanê ve têkildar in.

Di serê vê nivîsarê de min ji tevlihevîya hişî ya gencên elewîyan hinek nimûne dabûn. Tevlihevîya hişî dewam dike. Meriv dişê kombûna hinek numayendeyên elewîyan ku di rojên 8-9 mijdar 2003 de li Îstanbûlê çêbû wekî nimûneyên nuh nîşan bide. Hewldanên Cem Vakfı (Weqfa Cemê) ku dixwazin "Teşkîlata Xizmetên Dînî yên Bawerîya Elewîtîya Îslamê" bête damezrandin wekî alîyekî nuh yê vê tevlihevîya hişî bête nîşandan. Elewîyên ku di fehma "elewîtîya îslamê" de ne, dixwazin sazîyeka mîna "Diyanet İşleri Başkanlığı" (Serokatîya Karûbarên Diyanetê) damezrînin. Profesor İzettin Doğan serokê Weqfa Cemê ye. Ehl-i Beyt Vakfı (Weqfa Ehlê Beyt) jî dixwaze hemî elewîyan bi Ehlê Beytê ve, yanî bi pêxamber Muhamedî û binemaleya wî ve girê bide. Hewl didin xwe ke bawerîya Bektaşî û Mewlewîtîyê di nav bawerîya îslamê de bihelînin. Fehmi Altın serekê Weqfa Ehlê Beyt e.10

Divê elewî xwe ji tevlihevîya hişî rizgar bikin, divê elewî derheqê elewîyan û elewîtîyê de bibin xwedîyê raman û hestên zelal. Bi gotinên mîna "Ez muslumanê elewî me" yan "Ez elewîyê musluman im" neşên biçin tu derê. Bi van gotinên wisa elewî bi xwe lingên xwe li zincîran dixînin. Yên ku hişê wan tevlihev e tenê elewî nîn in; meriv dişê bibêje hişê medyayê, hişê sazîyên civaka sivîl jî tevlihev e. Wekî nimûne, Ord. Prof. Dr. Hilmi Ziya Ülken di Sosyolojî Sözlüğü (Ferhenga Sosyolojîyê) de elewîtîyê wisa tarîf dike:

"Navê wan kesan e ku nirxeka mezin didin zavayê pêxaberî Elîyî û malbata wî, bi awayekî giştî yên ku ji mezheba şîa ne vê yekê dikin. Lê yên ku ji terîqetên sunnî ne, ji ber ku beşek ji mezhebên manewî digihên Ebûbekir, beşeka wan digihên Elî lewre di manaya taybet de ji wan re terîqetên "elewîye" û "bekrîye" tê gotin. Yên ku belave ye manaya pêşîn e. Li Anadoluyê ji hinek cemaetên girtî ku bi navên mîna qizilbaş, textecî, sarac, surek û hwd. têne nasîn re jî "elewî" tê gotin. Lêbelê ji vana Dedeyê ku li Îzmîrê dima rasetarst bi Esterabadê ve girêdayî bû, yên din li Hecî Bektaşê bi çelebîyan ve girêdayî bûn."11

Prof. Hilmi Ziya Ülken dema ku elewîtîyê bi nesla Elî ya pêxamberî ve, yanî bi muslumantîyê ve girê dide, xetayeka mezin dike. Herwisa dema ku elewîtî û şîayetîyê tevlihev dike jî xetayeka mezin dike. Lêbelê nivîsareka din ya profesorî heye ku di sala 1924 de li hejmarên 13-14. yên mecmuaya Mihrap weşandiye. Sernavê vê nivîsarê "Anadolu’da Dini Ruhiyat ve Müşahadeleri" (Li Anadoluyê Ruhîyata Dînî û Muşahedeyên wê) ye. Di hejmara 8. ya kovara Yol de ji nuh ve hatiye weşandin.12

 Prof. Hilmi Ziya Ülken dema ku vê nivîsarê dinivîse behsa berhemeka bi navê Şakaik-i Numaniye dike. Ew dibêje di vê berhemê de tê behskirin ku dema Padîşah Orhan (navîna sedeyê 14.) dema ku ji bo yarmetîyên wî yên baş bo Geyikli Baba mal û milk weqif dike pê re jî bi navê "Baba Mayxordur" du kûp eraq û du kûp şerab jî jê re dişîne. Eger du kûp eraq û du kûp şerab jê re hatine şandin, hingê ev tê vê manayê ku Geyikli Baba meşrûbê vedixwe, lewma ev jî babeteka wisa ye ku divê bête vekolandin. Divê li ser vê jî bête sekinandin ku ew Prof. Hilmi Ziya Ülkenê ku di sala 1924 de behsa van pêkhateyan dike lê di sala 1969 de hîç behsa wan nake û elewîtîyê bi muslumantîyê ve girê dide. Gelo ji 1924 heta 1969 di helsengandin û şîrovekirina pêkhateyan de pêşveçûn heye yan paşveçûn?

Meriv dişê tevlihevîya hişî ya elewîyan di nivîskaran û organên medyayê de jî bibîne. Wekî mînak, ev nivîskarên hanê, ev organên medyayê Prof. Dr. Irène Mélikoffê wekî pisporeka sereke ya elewîyan dibînin. Lêbelê rastî ev e ku Prof. Irène Mélikoff lêkolînereka wisa ye ku elewîtîyê di nav muslumantîyê de dinirxîne, qet behsa kategorîyeka serbixwe ya li derveyî muslumantîyê nake. Li gorî Prof. Mélikoffê grûbên şaman ji Asyaya Navîn hatine Xorasanê, hatine Îranê û hatine Anadoluyê. Li van deran rastê îslamê hatine û dînekî nuh afirandine. Di dînê xwe yê nuh de kultura xwe ya berê jî dewam kirine. Prof. Mélikoff dibêje dema ku dînê nuh pêk anîne tesîra hinek bawerîyên mîna Manîkeîzmê jî çêbûye. Lê Manîkeîzmê wekî bawerîyek ku serçaweya wî Asyaya Navîn be, wisa nîşan dide. Prof. Mélikoff gelek bi hemet tevdigere ku tu pêwendîyeka elewîtîyê bi kurdan re, bi êzidîyan re daneyne. Ji vî layî ve profesoreka wisa ye ku gelek nêzîkî îdeolojîya resmî ye. Prof. Mélikoff van dîtinên xwe di kitêba bi navê "Uyur İdik Uyardılar, Alevilik-Bektaşilik Araştırmaları" (Cem Yayınevi, İstanbul, 1993) de beyan dike.

Pisporê felsfeya huqûqê û sosyolojîya huqûqê Prof. Dr. Niyazi Ökten jî di nivîsara xwe ya bi navê "Orta Asya ve Alevilik" de (kovara Cem, 1993) tekîd dike ku ew jî nihêrînên Prof. Mélikoffê dipejirîne. Prof. Dr. Niyazi Ökten di kitêba xe ya bi navê "Laiklik, Din ve Alevilik Yazıları" (Nivîsarên li ser Laîkîtî, Dîn û Elewîtîyê) (Der Yayınları, geliştirilmiş 2. basım, 1995) de dibêje elewîtî şîroveya îslamê ya Anadoluyê ye. Prof. Ökten dibêje "… Min ev elewîtîya li ber xwe ku ji sedsalan ve hatiye û di nav gel de belav bûye nedîtibû. Elewîtîya Anadoluyê tu dibêjî qey ji min re wekî folklorê hatibû. Min têdernexistibû ku ev goranîyên xweş, ev helbestên watedar, ev qizilbaşên ku carînan serî hildane şîroveyeka azadîxwaz û lîberal a îslamê ye ku xwe dispêre heskirinê." (r. 6) Hingê divê meriv ji Prof. Mélikoffê û ji Prof. Öktenî bipirse. Fetwayên şêxulîslamê Yawuz Sultan Selîmî Muftî Hamzayî, herwisa fetfwayên şêxulîslamê Qanûnî Sultan Suleymanî Ebu Siûd Efendîyî li kîdera îslamê yan jî îslama azadîxwaz disekinin? Engizîsyona Usmanîyan zêdetirîn li hemberî kê hatiye şuxulandin? Qetlîamên qizilbaşan/elewîyan ku di sala 1978 de li Meraşê, di sala 1980 de li Çorûmê, di sala 1993 de li Sêwasê, di sala 1995 de li Îstanbulê li taxa Gazîyê û li Umranîyeyê çêbûn lî kîdera îslama azadîxwaz dimînin? Di salên 1980yan de Îran û Îraqê heşt sal şer kir. Ji vana kîjan baştir îslamê yan jî îslama azadîxwaz temsîl dike.

Prof. Ökten di wê îfadeya wî ya ke me li jor amaje pê kiribû de dibêje min ev elewîtîya Anadoluyê ya "li ber xwe" nas nedikir, min ew wekî folklor têdigihêşt, lê paşê min fêm kir ku elwîtîya Anadoluyê şîroveya azadîxwaz ya îslamê ye, ez têgihiştim û min nas kir ku şîroveyek serçaweya xwe ji heskirinê digre. Ev çawa naskirin e? Di îslamê de yan jî îslama azadîxwaz de lêdana sazê û goranîbêjî heye? Têde şeklekî îbadetê ku bişibe girtina semahê heye? Vexwarina şerabê, vexwarina eraqê têde heye? Wekhevîya jin û mêran heye? Lê îbadetên wekî vê di êzidîtîyê de hene. Prof. Ökten dişê êzidîyan bibîne, nas bike? Em vê jî bibêjin dê baş be, ew meşrûba ku behsa wê bû elewî bi destê xwe li mala xwe çêdikin, yanî ew meşrûba ku li fabrîkayên TEKELê çêdibin nîne.

Prof. Mümtaz Turhan dema ku mijara "Guherînên Mecbûrî yên Kulturê" vedikole, dibêje "… Mesela, dema ku spanyolan li Meksîkayê zorê li gelên xwecihî dikirin ku herin kilîseyê û beşdarî bo merasîma xirîstîyanîyê bikin di eynî demê de zorê li wan dikirin ku terka dînê xwe yê pûtperestîyê bikin."13 Prof. Mümtaz Turhan serçaweya van îfadeyên xwe kitêba bi navê Ralph Lintonî "Amerikan Yerlisi Yedi Aşirette Kültürlenme" nîşan dide.14

Li hemberî vê helwêsta profesoran meriv ji xwe re heyirî dimîne. Dema ku Prof. Mümtaz Turhan mijara "Guherînên Mecbûrî yên Kulturê" vedikole xebateka derbarê xwecihîyên Meksîkayê ji xwe re dike referans. Baş e, dema ku li ser vê mijarê lêkolînan dike çima bi darê zorê li gundên elewîyan çêkirina mizgeftan, tayînkirina îmaman bo van mizgeftan, dîsa bi darê zorê muslumankirina elewîyan venakole? Dema ku ev tiştên hanê bi awayekî dînamîk li Tirkîyê çêdibin çima diçe behsa xwecihîyên Meksîkayê dike? Antropologekî amerîkanî çûye li Meksîkayê li ser xwecihîyan xebitîye, derheqê bi darê zorê xirîstîyankirina xwecihîyan de lêkolîn kirine, çima tenê ev mijar tê vekolandin?

Cemal Şener di nivîsara xwe ya bi sernavê "Alevilik ve Laiklik İlişkisi" (Têkilîya Elewîtî û Laîkîtîyê) de dibêje "Elewîtî, di nav îslamê de şîroveyeka cihê ya îslamê ye." Cemal Şener tekîd dike ku elewîtî şîroveyeka cihêtir ji şîroveya dewra emewîyan û ebasîyan ya îslamê ye. Dibêje "Îcar elewî, ew grûbên ji milîyetên cihê ne ku ev fehma îslamî ya di nav îslamîyetê de pejirandine. Esasê wan grûbên tirk in. Em bibêjin beşê îslamê yên ku bi tirkî qise dikin, şîroveya tirkî ya îslamê ye."15 Cemal Şener fehma elewîtîyê bi îslamê ve girêdide û tekîd dike ku di eslê xwe de fehmeka mexsûsê tirkan e. Ev hemî nîşan didin ku di nav elewîyan de tevlihevîya hişî dewam dike.

Di hejmara çaran ya kovara Humanite de ku me li jor behsa wê kir, nivîsareka Haydar Yalçınoğluyî jî heye. Sernavê vê nivîsê "Hassan Sabbah ve İlk Laiklik Atılımı" (Hesen Sebah û Pêngava Yekem ya Laîkîyê) ye. Hejmara çaran ya Humaniteyê wekî hejmareka taybet ya bi sernavê "Din Vicdan Özgürlüğü ve İnsan Hakları" (Azadîya Dîn û Wijdanê û Mafêb Merivan) weşîyaye. Di rûpela 111. ya vê hejmara ku ez behsa wê dikim de Haydar Yalçınoğlu dibêje "Beşeka elewîyan beyan kirin ku wan wekî îmamê 7. Îsmaîlî qebûl kirine û cara ewil îmamtî dabeş bû. Bi vî awayî qolê îmamtîya ku ji Musa-ı Kazim dewam kir yanî esna-i eşariyye (elewîtîya duwazdeh îmaman ya şîayetîya îro ya Îranê) pêk hat. Qolê din jî wekî Îsmaîlîye dewam kir (elewîtîya Anadoluyê ya îro jî têde li gelek cografyayan wekî etnîkî berbelav e)." Nirxandinên Haydar Yalçınoğluyî yên derbarê Hesen Sebahî de balkêş in. Lêbelê ev fikrê wî yê ku elewîtîyê bi "şîayetîya duwazdeh îmaman" ve girêdide, dîsa bi Îsmaîlîyeya ku ji îmamê heftan pê ve kesî nasnake ve girêdide, alîyekî din yê tevlihevîya hişî ye.

Ew elewîtîyê bawerîyeka mexsûsê tirkan dibîne, hingê eşkera ye ku ev jî tê vê manayê, ew elewîtîya kurdan ji nedîtî ve tê. Lê di eslê xwe de meriv dikare bibêje ku navenda esasî ya elewîtîyê Qoçgirî, Dêrsim û hwd. in. Ji vî layî ve min berê jî gotibû ku têgeha "Elewîtîya Anadoluyê" xelet e.

Li rûpela 21. ya rojnameya Milliyetê ya roja 7 çele 2004, îlanek bi sernavê "Kamuoyuna Duyuru" ku li ser navê Cem Çankayayî hatibû weşandin hebû. Divê meriv bala xwe bide ser vê îlanê jî. Di vê îlanê de tê tekîdkirin ku elewî musluman in, elewîtî dîn nîne, elewî girêdayî Ehlê Beyt in, kitêba pîroz ya elewîyan Qur'an e. Di vê îlana ku bi îbareya "wekî pêwîstîyekê" hatiye ragihandin de numreya telefonê yan jî adres tune ye. Hinek elewîyan li hemberî vê îlanê nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji ber ku di metna îlanê de numreya telefonê û adres tune bûne nêşîyane protestoyên xwe bigihînin Cem Çankayayî lê bi berpirsîyarên rojnameyê re ketine nav munaqeşeyê. Wekî nimûne, xwedîyê weşanxaneya Yurt Kitap-Yayınê Ünsal Öztürkî navê xwe û adresa xwe daye û bi buroyên Anqara û Îstanbulê yên rojnameya Milliyetê re, bi mudirê karûbarên nivîsaran re, bi karkerên ku di beşê îlanan yê rojnameyê de dixebitin re munaqeşe kiriye û gotiye ez dixwazim Cem Çankayayî protesto bikim. Cem Çankaya elewîyan bo mizgeftê vedixwîne û dibêje "Ez dixwazim li mizgeftê li sazê bixim, semahê bigrim, gelo ev mumkin e?" Rojnameya Milliyetê roja din nûçeyek ku van reaksîyonan îfade dike weşandiye (r. 19). Di nûçeya ku bi sernavê "Alevileri Kızdıran İlan" (Îlana ku elewî tûre kirine) de behsa reaksîyona hinek kesan û sazîyan dibe. Eger em li ser van reaksîyonan bisekinin dê baş be. Cem Çankaya di îlana xwe ya ku "wekî pêwîstîyekê" belav kiriye de elewî vexwendibûn bo mizgeftê. Tekîd dikir ku kitêba pîroz ya elewîyan Qur'an e. Elewî reaksîyon nîşanê vê yekê didin. Dibêjin di elewîtîyê de nimêj, mizgeft, Qur'an û hec tune ne. Lê beşeka girîng ji van kesên ku reaksîyon nîşan dane, dibêjin em girêdayî Ehlê Beyt in, em girêdayî xelîfe Elî, em girêdayî Hesen, Hûseyn û duwazdeh îmaman e, hîn jî dibêjin. Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku tevlihevîya hişî çawa dewam dike. Ma Elî, Hesen, Huseyn, duwazdeh îmam musluman nînin? Mizgeftên wan, nimêja wan tune ye, ew Qur'an naxwînin?

Li vir mijara bingehîn ku divê bête hizirîn ev e: Elewî dibêjin Elî, Hesen, Huseyn û duwazdeh îmam, lê tiştên ku Elî, Hesen, Huseyn û duwazdeh îmaman kiriye ew nakin. Ev çima wisa dibe? Digel ku tu tiştê ku Elî, Hesen, Huseyn û duwazdeh îmaman kirine ew nakin ji bo çi dibêjin em bi Elî, Hesen, Huseyn û duwazdeh îmaman ve girêdayî ne? A di vir de em cardin tên ser têgeha "sir"ê. Gelo sira elewîyan çi ye? Kî vî sirî muhafeze dike, kî diveşêre? Ev sir çawa nifş bi nifş întîqal dike? Yek ji unsûrên bingehîn yên elewîyan saz yanî tembûr e. Goranî jî unsûreka gelek girîng e. Goranî bi sirûştê ve, bi hilberînê ve têkildar e. Dibe ku goranî bi tirkî be jî bi kurdî be jî. Eger saz nebe, goranî nebe elewîtî jî nabe. Ünsal Öztürk dibêje tiştê ku elewîtîyê dîyar dike ev unsûrên bingehîn in. Lê ev eşekera ye ku ev unsûrên hanê di îslamîyetê de tune ne.

Musa Ağacık jî pêkhateya sazê ya di elewîtîyê de tekîd dike. Musa Ağacık tekîd dike ku elewî dibêjin "Em nimêj nakin. Îbadeta me sazê me û goranîyê me ne…" Musa Ağacık vê gotina xwe di roportaja ku bi cîgirê serokwezîr Mehmet Ali Şahinî re kiriye de dibêje. Cîgirê serokwezîr Mehmet Ali Şahin dibêje elewî musluman in, gelek elewîyên ku min ew nas kirine diçin mizgeftê û nimêj dikin. Musa Ağacık jî dibêje navenda îbadeta elewîyan cemxane ye yan jî mala wan bi xwe ye. Dibêje "Eger dewlet çûyîna bo mizgeftê ya elewîyan de samîmî ye, hingê bila Camîya Sultanehmedê veke, em bi sazê xwe û goranîyên xwe, bi jin û mêran ve, bi canên xwe ve herin têde cem bigrin." Û dipirse ku hukumet û dewlet ji vê ra amade ne yan na. Cîgirê serokwezîr Mehmet Ali Şahin li hemberî vê pirsê reaksîyon nîşan dide û dibêje "Em îbadet û kulturê tevlihev nekin." Li dora têgehên "cihê îbadetê", "kultur" "mizgeft" û "cemxane"yê di navbera Musa Ağacikî û cîgirê serokwezîr Mehmet Ali Şahinî de munaqeşe germ dibe. Musa Ağacık di dema vê roportajê de vê pirsê dipirse: "Elewî dibêjin 'Em nimêj nakin. Îbadeta ma sazê me û goranîyên me ne.' Gelo ev bes nîne?" Ev roportaja Musa Ağacikî ku asoya meriv vedike li rojnameya Starê ya roja 12 çile 204 weşîyaye. (roportaja bi sernavê "Musa, Başbakan Yardımcısı Şahin’e sordu", r. 15)

Di vê prosesê de divê meriv balê bikşîne ser mijareka din jî. Prof. İlber Ortaylı di nivîsara xwe ya bi sernavê "Millet Kimliği Üzerine" (Li ser Nasnameya Miletî) de dibêje Usmanîyan hertim kêşeya elewîtîyê ji nedîtî ve hatine, ev metodeka gelek rast e, polîtîkayeka gelek rast e, helwêsta ku îro bête nîşandan jî divê her ev helwêsta hanê bête dewamkirin. Rêvebir dibêjin "Ebed bi elewîyan re mekevin nav munaqeşeyê." Lê cigîrê serokwezîr ku bersiva pirsên derheqê vê mijarê de yên rojnamevanekî dide, hingê ev wisa dixuye ku êdî neşên meseleyê ji nedîtî ve bên. Derheqê vê mijarê de fikrê Prof. İlber Ortaylı wisa ye: "Mutefekirên wekî Cewdet Paşa jî daxil, ulema û rêvebirên Usmanî meseleya elewîyan ji nedîtî ve hatibûn. Xwe jê gelek hemet kiribûn û dîqet kiribûn ku li ser cudahîyên sunnîtî û elewîtîyê neaxifin û nekevin binê bîra munaqeşeyeka wisa. Helwêsta ku îro bihê nîşandan jî divê ev be. Divê tirk vî dînê ku îsnadê esaseka dîyarkirî nabe, ji herêmek ta herêmeka din, ji gundek ta gundekî din, ji demekê ta demeka din rengê xwe diguhere, ji nedîtî ve werin, divê şiûre miletîyê di vê sehayê de li ser her tiştî bihê girtin. Hingê di warê bawerîyê de jî em ê bidin ser rêyeka baştir…"16

Çawa ku dixuye, Profesor İlter Orbaylı dixwaze kêşeya elewîyan ji nedîtî ve bê, vê pêşnîyaz dike. Dibêje ulema û rêvebirên Usmanî wisa kirine, ev helwêsta hanê jî helwêsteka gelek rast e. Lê ev eşkera ye ku pêkhateyan ji nedîtî ve hatin, xwe ji têgihiştin, fêmkirin, munaqeşekirinê hemet kirin, xwe ji munaqeşeyê dûr girtin helwêsteka îlmî nîne. Çimkî îlim metodeka fikirînê ya wisa ye ku di her warî de munaqeşeyê pêşnîyaz dike, qedexe û veşartin û tabûyan qebûl nake û rexneya azad bi awayekî dînamîk bi rê dixîne. Ev mijar bi viya ve jî ji nêzîk ve eleqedar e ku zanistên sosyalî ji çi re dibin, zanistên sosyalî divê ji kê re xizmetê bikin. Dewlet pêkhateyên ku naxwaze, ji nedîtî ve, ji nezanînê ve, ji nedîtinê ve tê. Gelek bi ehemîyet tevdigere ku derheqê vê mijarê de li ber raya giştî nekeve nav munaqeşeyê, beyanat nede medyayê, bi rojnamevanan ra hevpeyivînan çêneke. Wisa ji nedîtî ve hatina kêşeyên şênber polîtîkayeka bingehîn e, lê di fiîlîyatê de ji bo ku van pêkhate û peywendîyan biçewisîne, tune bike, ji hev belav bike û bêtesîr bike xwe ji her awa lebatê jî paş ve nade, her awa tedbîrî digre. Polîtîkaya ku derheqê kurdan de demeka dirêj dewam kir, her ev polîtîka bû. Meriv dişê bibêje polîtîkaya ku derheqê kurdan de tê birêvebirin dîsa daxilê van esasan e. Ji layê din ve, Prof. İlter Ortaylı, derheqê bawerîya elewîtîyê de, yanî derheqê naveroka elewîtîyê de hinek pêşnîyazan diajo pêş. Wekî mînak, dibêje elewîtî îstînadê esaseka dîyarkirî nîne. Eger meriv kêşeyê ji nedîtî û ji nezanînê ve were, gelo dişê derheqê naveroka kêşeyê de bibe xwedîyê zanîneka tendusrist? Munaqeşekirin û rexnekirin prensîbê bingehîn yên metoda zanistê, yên şêweya zanistîyane nînin?

Di vê çarçeweyê de mijareka din jî heye ku em texmîn dikin ji bala merivan dûr nîne. Dewlet di mijara elewîyan de xwe hemet dike ku nekeve nav munaqeşeyê, xwe ji munaqeşeyê dûr digre, lê xwe ji îdîaya ku dibêje serçaweya elewîtîyê Asyaya Navîn e, dînekî tirkan e, divê di nav îslamê de bête dîtin, elewîtî kulturek e, xwe ji van îdîayên hanê paş ve nade. Dewlet di bin navê senteza tirk-îslamê de propagandaya fikrekî wisa dike. Dixwaze ev nihêrin li ser jîyana ramyarîyê zal bibe. Eşkera ye ku ev propagandayeka yekalî ye. Dewleta ku gelek bi ehemîyet tevdigere da ku di mijarên şênber de nekeve nav munaqeşeyê, ji layê xwe ve bi awayekî yekalî ji propagandaya fikrên xwe jî paş ve namîne. Bi awayekî yekalî pêkanîna ramanê, herwisa vê ramanê li ser jîyana ramyarîyê zalkirin, helwêstên wisa ne ku divê meriv bide ber pirsan.

 

Têgihiştîna "Ji % 99.9ê Gelê Tirk Musluman e"

Hinde nirxên xwecihî ku îstîqameta jîyana sîyasî ya tirkan tayîn dikin hene. Têgihiştina "Ji % 99.9ê gelê tirk musluman e" yek ji alîyên herî girîng yê kultura dînî û sîyasî ya tirkan e. Ev pêkhateya hanê mîna ku qet pêwîstî bi pirsîyarkirina wê tune be, wisa wekî zanyarîyeka qetî tê qebûlkirin. Rastê wî, ji ber ku ev pêşnîyaza hanê pêwîstî bi vekolandinê nabîne lewre pêwîstî bi lêgerînên ampirîk jî nayê dîtin. Ev fehma hanê ku alîyekî gelek girîng yê kultura sîyasî û dînî ya tirkan e, ji kûrahîyê ve karîgerîyeka mezin li ser jîyana ramyarî ya tirkan jî dike. Unîversîte, dezgeyên ragihandinê û çapemenî, sazîyên civaka sivîl hîpotezên xwe li ser pêşnîyazeka wisa datînin. Çi dema ku em bala xwe bidin ser komelgeha elewîyan, em bala xwe bidin ser kêşeya elewîtîyê, hingê dê tavilî bê dîtin ku di vê pêşnîyazê de zanyarîyên tendurist tune ne, pêşnîyazeka rast nîne. Elewîtî vê pêşnîyazê pûç derdixe. Yek ji karên bingehîn yên zanistê ev e ku hinde fikrên ku di nav komelgehê de rûniştine li ser dîyardeyan vana bide ber pirsan. Hinde fikr û bawerîyên ku serçaweya xwe ji otorîteyan digrin, dîtina xeletîya wan, pirsîyarkirina wan, ji van fikr û bawerîyan şubhe kirin, ji bo jinavbirina van şubheyan li ser dîyardeyan dest bi lêkolîn û lêgerînan kirin ji lebatên girîng yên zanistê ne. Ev fikrê ku dibêje "Ji % 99.9ê gelê tirk musluman e" divê ji layê elewîyan ve bête vekolandin vê mijarê divê di nav eleqeya sosyolojîyê, antropolojîya sosyal û zanistên sosyalî de be. Derheqê meseleya turbanê de azadîya bawerîyê wisa bi xurtî hate munaqeşekirin. Ev kêmanîyek e ku derheqê bawerîya elewîtîyê de munaqeşe çênabin.

Divê ev hemî tişt bi têgehên zanistê, bi têgehên sîyasetê û bi metoda zanistîyane bêne rexnekirin. Li gorî qenaeta min, yên ku divê herî zêde bêne rexnekirin jî profesor in. Zanist metodeka fikirînê ye ku di şertên azadîyeka bêsînor de bi pêş ve diçe. Wekî mînak, divê meriv bişê bi teferuat rexne li helwêst, nivîsar û kitêbên profesoran bigre. Lê divê ji ber van rexnegirtinan tu mueyîdeyên cezaî û îdarî neyêne rojevê. Helbet ev rexneyên hanê dê kêşeya kurd bigirin navenda xwe û wisê çêbibin. Di vê xalê de divê rexneya azad bişê bi awayekî dînamîk li kar be. Çimkî tiştê ku tê veşartin, di tarîtîyê de tê hiştin, nayê xwestin ku bikeve ber ronahîyê ew e. Herwisa jenosîda armenî û asûrîyan, kêşeya elewîyan, dîsa têkilîya elewîtî-muslumantî-laîkîtîyê jî kêşeyên wisa ne ku divê di vê çarçeweyê de bêne helsengandin. Çimkî erka bingehîn ya zanistê ev e, tiştê ku di tarîtîyê de hatiye hiştin, nayê zanîn, nayête xwestin ku bihê zanîn, wî tiştî derxe ber ronahîyê. Li gorî qenaeta min, meriv neşê helwêsta profesoran di çerçeweya vekolandina heqîqetê de binirxîne. Helwêsta profesoran ev e ku tevlihevîya hişî zêdetir û belavtir bikin, di vê îstîqametê de çêdibe. Ev jî, ancax meriv di nav xizmetkirina bo îdeolojîya resmî de têbigihê. Lê di eslê xwe de zanist metodeka wisa ya hizirînê ye ku di helwêst û endîşeya vekolandina heqîqetê de ye. Ev hemî pêwîstîya wê ferz dikin ku divê di plana yekem de îdeolojîya resmî, ramana resmî bête rexnekirin.

Dibêjin azadîyeka bêsînor ya ramanê nabe, eger heqaret li kesî nebe, şîdetê teşwîq neke, her raman, hîn rastîya wî beyankirina her fikrî dişê bi awayekî azadane bibe. Lê em behsa metoda zanistê dikin. Yên ku bi metoda zanistê difikirin çima dê heqaretê li kesên din bikin? Yên ku fikrên xwe, hestên xwe bi têgehên zanistê, bi têgehên sîyasetê îfade dikin neşên di endîşeya "heqaretkirinê" de bin. Heqaretkirina li kesên hemberî xwe ji tûrebûna ku neşê têgehên zanistê û sîyasetê bikar bîne, ev hestên wisa proseseka tûrebûnê de derdikevin meydanê. Eger em bên ser îdîayên "terorê", helbet însan ji ber keyfa xwe ya şexsî naçin çiyê, dest bi têkoşîna çekdarî nakin. A ev bûyera ku jê re "teror" tê gotin jî divê meriv bi têgehên zanist û sîyasetê bi jêrxaneya wê ya madî re eleqedar bibîne. Faktorên bingehîn ku merivan û grûban sewqî vê têkoşinê dikin çi ne? Kî beşdarê vê têkoşînê dibe, kîjan beşên komelgehê beşdar dibin? Temenê kesên ku beşdarî vê têkoşînê dibin çi ye? Ev kes, ev grûb xwe çawa pênase dikin? Daxwazên xwe çawa îfade dikin? Gelo jin jî tevli vê têkoşînê dibin? Û pirsên wekî vana.

Zanist ji pêkhateyan dest bi bizavê dike, xala birêketina zanistê pêkhate ne. Ev tê vê manayê ku divê pêkhate wekî xwe bête qebûlkirin, divê meriv nekeve nav hewldana guhertin yan jî tune hesibandina pêkhateyê. Bi vî halê xwe hîç ferqek di navbera pêkhateyeka di fîzîkê yan sirûştê de û pêkhateyeka di zanistên sosyalî de tune ye, divê li ser her duyan jî bi eynî awayî bête karkirin. Mesela, çawa ku di sirûştê de zinarek wekî "zinar" tê fêmkirin, ax wekî axê tê fêmkirin, di zanistên sosyalî de jî, wekî mînak, divê elewî wekî "elewî", musluman wekî "musluman", kurd wekî "kurd" bêne têgihiştin. A tiştê ku di vê nuqtayê de ez dibêjim gelek vekirî ye. Divê rexneya azad bişê bi awayekî karîger bête şuxulandin. Ev profesorên hanê kesên wisa ne ku di warên mîna dîrok, sosyolojî, zanistên sîyasetê, antropolojî, îqtîsad û zanistên sosyalî de; di warên zanistên normatîf yên mîna huqûqê de; di warên zanistên însanan yên mîna psikolojîyê de dixebitin, dersê didin, lêkolîn û lêgerînan dikin û diweşînin. Profesor yan jî beşeka mezin ya ji profesoran wisa nakin. Ne ku bi endîşe û hisîyata vekolandina heqîqetê lê bi endîşeya xizmetkirina bo îdeolojîya resmî tevdigerin. Wekî mînak, kurdan wekî tirk têdigihên, muameleya tirkan bi kurdan re dikin. Elewîyan wekî musluman têdigihên, muameleya muslumanan bi elewîyan re dikin. Bi vî awayî, ne ku ji pêkhateyan, ji zanyarîyên îdeolojîya resmî hereket dikin. Bi gotineka din, ji bo ku careka din fikrê resmî, îdeolojîya resmî bête tesdîqkirin, meşrûîyetê bidin van zanyarîyan, ev dibe îstîqameteka cidî û nuqtayeka jê birêketinê. Li gorî qenaeta min sedemê bingehîn yê xitimandin û paşvemayîna di zanistên sosyalî de ev e.

Digel van hemî tiştan geşepêdanên baş jî hene. Mesela, berdewamkirina kovarên wekî Pir Sultan Abdal, kovara Yol û kovara Munzurê geşepêdanên baş in. Di van kovaran de lêkolînên di warên mîna zanist, kultur û hunerê DE têne weşandin. Di kovara Munzurê de lêkolînên derheqê entografyaya herêma Dêrsimê de jî cih digrin. Ev jî girîng e ku Komeleya Pir Sultan Abdalî, Komeleya Hüseyin Gazî, grûba kulturî ya Kalanê dişên fealîyetên xwe dewam bikin. Wekî din jî gelek nivîskarên mîna Haşim Kutlu, Ali Ülger û Mehmet Bayrak derheqê elewîyan de berhemên hêja diweşînin.

Cotmeh 2005

_____________

1Wladimir Bartol, Fedailerin Kalesi Alamut, Çeviren Atilla Dirim, Yurt Kitap-Yayın, r. 166-173; r. 441 ûd, r. 452-454

2İsmet Zeki Eyüboğlu, Türk Şiirinde Tanrı’ya Kafa Tutanlar, Okat Yayınları, İstanbul 1968, r. 119

3Ağuh Sırrı Levent, Türk Edebiyatı, Lise II, İnkılap Kitabevi, 1951, r. 63-64

-Nihat Sami Banarlı, Metinlerle Türk Edebiyatı, Lise II, Remzi Kitabevi, 1951, r. 54-55

-Abdurrahman Nisari, Metinle Türk Edebiyatı, Lise II, İnkılap, 1955, r. 55-56

-Cevdet Kudret, Türk Edebiyatından Seçme Parçalar, İnkılap ve Aka, 1973, r. 72-73

4İsmet Zeki Eyüboğlu, Türk Şiirinde Tanrı’ya Kafa Tutanlar, Okat Yayınları, İstanbul 1968, r. 78-84

5berhema navborî, Nihat Sami Banarlı, r. 55

6berhema navborî, r. 42-43

7Yol, Hejmar: 5, 2000; Hejmar: 9, 2001; Hejmar: 10, 2001

8Nejat Birdoğan, Anadolunun Gizli Kültürü Alevilik, Hamburg Alevi Kültürü Merkezi Yayınları, 1990, r. 73-74, 96-97

9Remzi Kitabevi, Çapa 2. İstanbul l978, r. 33

10Binihêrin li nûçeya bi sernavê "Hükümet tanımazsa Aleviler dava edecek", Sabah, 9 Kasım 2003 r. 25

- dîsa binihêrin li Cem Vakfı, Anadolu İnanç Önderleri Birinci Toplantısı, 16-19 Ekim 1998 İstanbul, Alevi İslam İnancının Öncülleri, Dedeler, Babalar, Ozanlar Ne Düşünüyor?, Cem Vakfı Yayınları 4, Alevi-Bektaşi-Mevlevi İnanç Önderleri Toplantısı Dizisi, İstanbul 2000

11Sosyoloji Sözlügü, M.E.B. Yayınevi, Devlet kitapları, 1969, r. 14

12Kasım-Aralık 2000, r. 43-53, “Anadolu Tarihinde Dini Ruhiyat Müşühadeleri, Barak Baba ve Geyikli Baba” (Latin harflerine çeviren Ahmet Taştan)

13Mümtaz Turhan, Kültür Değişmeleri, Sosyal Psikoloji Bakımından Bir Tetkik, İstanbul Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Yayınları, İstanbul 1951, r. 102

14Emre Kongar, Türk Toplum Bilimcileri, Cilt 2, Remzi Kitabevi, İstanbul 1988, beşa derheqê Mümtaz Turhanî de ku ji layê Emre Kongarî ve amade bûye, r. 239

15Humanite, Sayı 4 Aralık 2003-Ocak 2004, r. 96-97

16Millet Kimliği Üzerine, Türkiye Günlüğü, Sayı 50, Mart-Nisan l998 r. 8

Na xebere 1008 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.