zazaki.net
20 Tebaxe 2017 Yewşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
25 Çele 2010 Dişeme 08:32

Hevpeyîvîn bi Serhad Bapîr re - II

[Hevpeyîvîn]
Roşan Lezgîn

Beş  - II

Roşan Lezgîn: Belê, wê demê fraksîyonên kurdan ji kurdperwerîyê bêhtir dibûn terefdarên Yekîtîya Sovyetan, Komara Gel Ya Çînê, Arnawutluxê. Serpêhatîyên seyr di nav miletê me de hene…

Serhad Bapîr: Tu rast dibêjî. Min seh kiribû ku radyoyên kurdî ya Tehranê û Kirmanşanê jî hene, bi sietan min li ber frekansên pêlên kurt yên radyoyê gohê xwe bel dikir û min bişkovka radyoyê dibir vî alî û vî alî, serî û binî. Min derdorê 20 radyoyên bi zimanê tirkî yên gelek welatan peyda kiribûn, piştî cuntaya tirkan a 12 îlona 1980, min daîmî beşa zimanê tirkî ya BBC guhdar dikir, lê ez leqayê radyoyên din yên kurdî nehatim.

Di dawîya sala 1980ya da rojekî dîsa min li ser pêlên kurt yê vê radyoyê, bişkovka radyoyê hir da û wir da biribû û li ser cihekî vala da min dabû sekinandinê û ez bi tiştekî din va mijûl dibûm û bala min ne li ser radyoyê bû, piştî demekî din ez bi dengê radyoyê bi heyecan pekîyam. Radyoyê bi dengekî bilind wusa digot “Êra Dengê Kurdistana Îraqê ye…” Di jîyana min da kêm caran ez wusa bi heyecanê ketime. Ev radyoya ha, radyoya PDKa Îraqê bû û nûçeyên şerê hêzên pêşmergeyan yên bi rejima dîktator ya Îraqê ra diweşand û herwusa sitranên şoreşgerî jî dihatine belavkirinê. Piştî demekî kin min “Radyoya Dengê Şoreşa Îraqê” ya hêzên YNK ê û “Radyoya Dengê Kurdistana Îranê” ya PDK a Îranê jî peydakir. Heta dawîya sala 1982ya ku hingê ji bo xebata polîtîk ez ji Tetwanê çûm, hima bêje her roj min van radyoyan guhdarî dikir.

Roşan Lezgîn: Hingê zimanê we yê rojane çi bû? We xortan di navbera xwe de bi çi zimanî diaxifî?

Serhad Bapîr: Di mala me da zimanê axaftinê her kurmancî bû, di sala 1980ya da, du xwişkên min yên piçûk dest bi mektebê kirin. Bi perwerdeya mektebê, dersên ku li malê çêdikirin û axaftina di navbera wan da, hew min dît ku va ye dest pê kirine û carna bi hev ra bi zimanê tirkî dipeyvin. Piştî ku ez bi vê yekê hisîyam min nav malê da axaftina zimanê tirkî yasax kir. Zarokên piçûk ji tirsan nediwêribûn ku gotinekî tirkî di nav malê da bi hev ra bipeyvin. Min ji wan ra digot ku li mektebê, di dersan da zimanê tirkî mecbûrî ye, ji ber ku divê ku wun herin mektebê, bivê-nevê wun ê li wir bi zimanê tirkî xeber bidin, lê di nav malê da jî zimanê kurdî mecbûrî ye, lewra divê ku wun baş bi zimanê xwe zanibin. Sedemekî bingehîn ya vê reaksîyona min a li himberê zimanê tirkî ew bû ku, kêm bin jî, hin hevalên min ên şoreşger yên kurd bi zimanê kurdî nizanibûn, dema ku min sedema vê nezanîya wan ji wan dipirsî, wan ji min ra digotin ku “di nav malê da dê û bavê me bi me ra û bi hev ra bi zimanê tirkî xeber didin, ji ber vê yekê em bi kurdî nizanin”. Her çiqas dê û bavê me bi me ra her dem bi kurdî dipeyvîyan jî, jixwe dîya min hingê hima bêje qet bi tirkî nizanibû, min wê axaftina bi zimanê tirkî ya di navbera xwişk û birayên min ên piçûk da, wek tehdîdekî li ser zimanê kurdî didît. Her çiqas bi metodekî ne hinde bi demokratîk be jî, ev yasaxkirina zimanê tirkî di nav malê da, kêrî xwişk û birayên min ên piçûk hat, hemû bi awayekî baş fêrî kurmancî bûn.

Roşan Lezgîn: Tu eleqeya vê helwêstê yan jî vê qedexekirinê bi ne demokratîkbûyînê re tune ye. Ev tedbîrek e. Te dî, tu malim î, dema ku zarokek di dersa xwe de bimîne, tu wî yan wê di sinifê de bihêlî qey ev dibe antî-demokratîkî? Na! Belê em dewam bikin…

Serhad Bapîr: Di bihara sala 1983ya da ji ber beşdarbûna xebata polîtîk ya kurdan, serê min bi cuntaya tirkan ra ket belayê, li min digerîyan û ez bûm firar. Hingê ez derketim derveyî welat û qasî salekî û nîv ez li Stenbolê û li Îzmîrê mam. Piranîya hevalên min hatibûn girtin û ez bêkes û bênas bi tena serê xwe mabûm. Li Stenbolê û li Îzmîrê, dema ku min kar peyda dikir, ez di înşaatan da dixebitîm. Despêkê da nasnameya ku li ser min hebû, ya “min” bû, min hin herfan jêbiribû û wek nasnameyekî kevn û hinkî peritî xwiyadikir. Piştî salekê, li Îzmîrê min nasnameyekî dinê, yê yekî tirk û ji bajarekî Tirkîyê peyda kir. Min bi qabîlîyeta xwe ya resimçêkirinê, fotografê wî xortê tirk derxist û eynî wê muhra qewartî ya bê hibir ya li ser fotografê wî, li ser fotografê xwe da çêkir û li cîyê fotograf va zeliqand. Min vê nasnameyê bi awayekî mezbût çêkiribû û tenê zana û pisporên emnîyeta tirkan dibe ku pê bihisîyana ku va ye sexte ye.

Roşan Lezgîn: Jixwe rengê te kej e. Hingê tu bûyî yek ji xelqê Egeyê.

Serhad Bapîr: Êdî ez bi vê nasnameyê digerîyam û gelek caran di kontrolên polês û cendirmeyên tirkan da derbas bûm. Jixwe dema ku meriv înşaatan da dixebite, meriv li wir radizê, lê dema ku kar peyda nedibû, ji mecbûrî ez di otêlên herî erzan yên tije sipîyan da dimam.

Ez bi vê nasnameyê 4-5 mehan li taxa Bayrampaşa ya Stenbolê da “wek tirkekî” di nav kurdên Qersê da mam. Ji ber ku ez firar bûm, min nikaribû ji wan ra bigota ku ev nasname ne ya min e û sexte ye, xwe bixista tehlûkeyê û bêhuzûrtîyê di nav wan da çêbikira. Min xwest hima bi awayekî “tabiî” ji xwe ra bixebitim û zivistana sala 1984a da birçî nemînim û li cihekî da bisitarbibim. Jixwe siberoja min qet ne dîyar bû, lê min qerara xwe dabû, ez ê teslîmê nav lepê dewleta tirkan nebûma û heta wê ji min bihata divîyabû ez li ser pîya bimama û min ber xwe bida.

Roşan Lezgîn: Te bi kurdan re bi tirkî xeber dida? Tu çawa bi xwe kanibûyî?

Serhad Bapîr: Ev 4-5 mehên ku ez bi nasnama tirkekî di nav kurdên Qersê da mam hizkirin û meraqa min ya ji bo zimanê kurdî hê jî zêdetir kir. Ew bi min nehisîyan ku va ye ez jî wekî wan kurdekî me. Wan di nav xwe da bi wê kurdîya xweş ya radyoya Êrîvanê xeber dida. Ji bo min êş û ezabekî mezin bû ku min nikaribû ez jî bi wan ra bi kurdî bipeyvim. Haya wan jê çênebû ku va ye ez jî wekî wan kurd im û bi kurmancî dizanim. Di înşaatan da meriv bi hev ra xwarinê çêdike û dixwe, rojekî li ser xwarinê, yekî bi kurmancî kevçîkî xwest, min jî bê hemdê xwe hima rakir kevçîkî û da wî. Hemû matmayî li min nihêrtin û ji min pirsîn ku “qey ez bi kurdî dizanim?” Min jî ji wan ra got ku ez çend gotinan ji wan hîn bûme û min çetelekî nîşanê wan da û min got ha ev jî “ker” e. Hemû bi “nezantîya” min kenîyan. Ji min ra gotin ku ew ne “ker” e, ew “çetel” e û va ye ev jî “kêr” e û ne “ker”, ker navê “eşek”ê ye. Min got na lo? Gelek zehmet e, lê dibe ku ez hêdî-hêdî hîn bibim. Wan digot ku ez bi zimanê wan nizanim û ji ber vê yekê jî di nav xwe da bi serbestî dipeyvîyan, ew di bin tesîra çepên tirkan da bûn lê alîyê wan ê kurdbûnê jî xurt bû. Di axaftinên di nav xwe da, guneyê xwe bi min dianîn, digotin ku wê ez ê nexweş bikebim. Di zivistana Stenbolê da tenê batenîyekî min hebû û ez li ser qartonê ambalaja dolaba bûzê ku min ji xwe ra peyda kiribû radizam, lê ez nexweş neketim.

Roşan Lezgîn: Tu kengî çûyî Yunanîstanê?

Serhad Bapîr: Di nava payîza sala 1984a da ez wek multecîyekî polîtîk gihîştim Yunanîstanê. Ez derdora 9 mehan kampa multecîyan ya Lavrionê da mam, li wir zimanê axaftinê di navbera kurdên multecîyên polîtîk da zimanê tirkî bû. Dema ku me bi kurdî bi hev ra biaxafta û hinên tirk li ba me hebûna, hingê ji me ra digotin ku divê em neteweperestîyê (mîllîyetçî) nekin û divê ku wek şoreşger em enternasyonalîst bin. Ji ber ku ez terefdarê hêzekî kurdan (Rizgarî) bûm, yê ku hêzên kurdan yên din jî jê ra digotin “neteweperestên burjuwazîyê” (burjuva milliyetçileri), ev “rexneyên” çepên tirkan xweşî min diçû û êdî bi rik û bi prensîb min dest pêkir û bi kurdan ra min bi zimanê kurdî xeber dida. Lê di nav xebatên sîyasî da zimanê serdest zimanê tirkî bû. Di sala 1987a da min dev ji terefdarîya Rizgarîyê berda.

Roşan Lezgîn: Çima?

Serhad Bapîr: Rexneyekî min yê sereke yê ku min li Rizgarîyê dikir, di derbarê bêxemîya Rizgarîyê ya di meseleya zimanê kurdî da bû.

Di sala 1985 a da Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursa xwendina zanîngehê da min. Ez hingê li paytext Atînayê dimam, di restoranekî da karê paqijtîyê û şuştina firaqan dikir û ji boy xwendinê, bi tevî komekî 12 bursîyerên Enstîtuyê, ku ew ji her çar perçeyên Kurdistanê hatibûn, ez çûm bajarê Salonîkî. Bajarê Salonîkî bajarê diduyan yê mezinê Yunanîstanê ye û zanîngeha herî mezin ya Yunanîstanê li vî bajarê da ye. Min salekî zimanê yunanî xwend û paşê ez ketim Fakulta Elektronîk ya Polîteknîkê. Nîyeta min ew bû ku ez vê beşa zanîngehê bixweynim û fêrî sazkirin û çêkirina weşanên radyoyê bibim. Dilê min da weşana radyoyê yê bi ziman û muzîka kurdî hebû. Min li vê zanîngehê salekî xwend û paşê min dev jê berda.

Di sala 1987a da ez ketim beşa resim ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstoteles ya Salonîkî. Di sala 1992ya da min zanîngeha xwe qedand. Ji alîyê dî va bursa Enstîtuya Kurdî ya Parîsê têra îdarekirina meriv nedikir, di ber xwedina xwe da, carna ez di înşaatan da wek boyaxçî dixebitîm. Ez şeş sal û nîv, di odeyekî 6 metreqare, ya bê av û tuwalet, ya razangeha xwendekaran da mam. 

Di sala 1991a da dewleta tirkan min ji hemwelîtîya “xwe” derxist. Piştî ku min zanîngeha xwe qedand, ji ber ku hemwelatîtîya Yunanîstanê hê nedabûn min, min nikaribû wek mamosteyê hunerê bixebitim. Di wan salan da di înşatan da wek karker ez dixebitîm û bi vî awayê ez beşdarê debara mala xwe dibûm. Piştî 11 salan û piştî gelek zehmetîyan, di sala 1995a da hemwelatîtîya Yunanîstanê dane min. Ji sala 1997a û vir va ez di dibistana navîn û lîseyê da wek mamosteyê resim, dîroka hunerê û fotografê dixebitim û herwusa jî wek hunermendekî bi afirandina resim û grafîkan mijûldibim.

Roşan Lezgîn: Têkilîya te bi derdorên hunermendan re jî çêbûye niha, ne wisa?

Serhad Bapîr: Belê. Di navbera salên 2001-2007an da, min beşa grafîkê ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstoteles da xwend (dîploma diduyan). Ez endamê Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê, yê Komeleya Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yunanîstanê û Yekîtîya Grafîkçêkerên Yunan im.

Di sala 1985a da li Swedê kovarekî mîzahî yê karîkatoran yê xwerû bi zimanê kurdî (kurmancî), yê bi navê “Zengil” derket. Tenê çar hejmarên vê kovarê derketin. Çend karîkatorên min yên polîtîk di vê kovarê da hatin weşandinê û çendên din jî, ji ber ku kovar êdî neweşîya, nehatin weşandinê. Di salên xwendina zanîngehê da, ez wek hevkarê rojnameya “Kurdistan Press”ê, ya ku Orhan Kotanê rehmetî li Swedê derdixist bûm, ev rojnameya 15 rojîn bi zimanên kurdî û tirkî bû, lê ev hevkarîya min ne di warê zimanê kurdî da bû, min ji bo rojnameyê carna nivîsên bi zimanê yunanî werdigerand ser zimanê tirkî û herwusa jî min çend hevpeyvîn ji bo rojnameyê çêkirin. Di rastîyê da rojname tu carî ji min nexwest da ku ez van xebatan bi zimanê kurdî bikim û min jî bi serê xwe ji bo zimanê kurdî tu însîyatîfî nesitand.

Di navbera salên 1987-88an da ez serokê “Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê-Şaxê Yunanîstanê” bûm, wek Yekîtîya Xwendekaran, li kêleka xebatên ku bi meseleyên xwendekaran ra têkilîdar bûn, em bi organîzekirina şevên Newrozê û xwepêşandinên polîtîk ra jî mijûl dibûn.

Di salên 1990-91 da, min li ser banda FM, di radyoyekî ku li bajarê Salonîkî û li çend bajarên derdorê da jî dihate sehkirinê, dest bi bernameyekî kir. “Radyo Kîvotos”, radyoyekî “otonom” bû, ku xwe bi xwe îdaredikir. Em nêzîkî 30-40 kesên ji fikrên cihê, -ji anarşîstan bigre heta çepên Maoîstên berê û gelek reng û fikrên dinê- bûn. Ji ber ku radyo ya me hemûyan bû, her meh divîyabû ku ji bo kirê û mesrefa radyoyê, me aîdata xwe di nav xwe da berhev bikira. Di nav wan da yê xerîb tenê ez bûm. Navê bernameya min “Kîvotosa Gelan” bû. Herçî navê radyoyê “Kîvotos” e, ew tê maneya “Keştîya Nûh”, ya ku çewa ku di kitêbên pîroz yên olan da tê behskirinê, piştî tofana mezin li ser çîyayê Araratê an jî Cûdî sekinîye. Bernameya ku min çêdikir, hefteyê carek, her roja duşemê da bû û 2 sietan diajot. Di vê bernameya bi zimanên yunanî û kurdî da, min li kêleka muzîka kurdî, dengûbehsên ji Kurdistanê û şiroveyên polîtîk jî belav dikir.

Roşan Lezêgîn: Bibexşîne. Ev bajarê Salonîkî ku tu behsa wê dikî ew bajar e ku em bi navê Selanîk dizanin? Ciyê ku Mistefa Kemal lê hatiyê dinyayê?

Serhad Bapîr: Belê her ew bajar e. Yunan û îngilîz jê ra dibêjin “Thessalonîkî”, fransiz jî dibêjin “Salonîque”, ez dibêjimm qey em kurd jî dikarin bêjin “Salonîkî”.

(Hevpeyîvîn dewam dike>>>)

Ji bo dîtina resm û grafîkên Serhad Bapîrî bitikîne>>>

Ji bo beşa yekê bitikîne>>>

Ji bo beşa sisêyan bitikîne>>>

Ji bo beşa çaran bitikîne>>>

Na xebere 3495 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.