zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
28 Teşrîne 2021 Yewşeme 14:34

MANGEŞEW (TAVEHEYV)

Hêmin Mukrîyanî
Soranî ra açarnayiş: Seyda Wusif Pîranij

Bellênî rrageyandê rrasparde

Gutî: “Bot dête bin em parde, xarde!”

Kurmancîya wê:
Qasidî, soz û xeber anî

Got: “Ji bo xatirê te diêt binîya vî dîwarê, bazde!

 

Le cêjwanê le mêje çawerrêtim

Nehatî kîjî ciwanî hellbijarde

Kurmancîya wê:

Ji mêj ve li cihê jîvanê çavê min li rêya te ye

[Tu] nehatî keça bedewa bijartî

 

Tezûy germim be leş da dê egerçî

Tezandî şan û pîlim berdî parde

Kurmancîya wê:

Her çendî ku kevira dîwarê mil û baskê min tevizandibe jî

[Lê dîsa] tevzînok bi laşê min de hildikişin

 

Were, ba rreng û rruxsarit bibînim

Be min çî tîşkî dawê mangî çarde

Kurmancîya wê:

Were, bila [ez] reng û rûyê te bibînim

[Êdî] çi ji min re [ku] heyva çardehê şewq û ronîya xwe dide

 

Girrî em rrûmetey to germ û ciwan e

Tirîfey mangeşew ciwanîş bê, sard e

Kurmancîya wê:

Tîna evî rûyê te germ û xweşik e

Şewq û ronîya taveheyvê xweşik be jî, sar e

____________________

FERHENGEK

ba: bila

be: bi

be: ji

bellên: soz, wehd

berd: kevir

bibînim: [ez] bibînim

bot: ji bo xatirê te

cêjwan: cihê jîvanê

ciwan: bedew

ciwanîş bê: xweşik be jî

çawerrêtim: çavê min li riya te ye

çî: çi

Da: de

: hildikişe

dawê: dide

dête: [ew] diêt

e: a [lêkera alîkar; kopula]

egerçî: her çendî ku…

em: vê;vî

germ: germ

girr: tîn

gutî: wî/wê got

helbijarde: bijartî

kîj: keç, qîz

Le: li; di … de

le: ra

lemêj: ji mêj ve

leş: laş

mang: heyv

mangeşew: taveheyv; heyveron

mangî çarde: heyva çardehê

min: min

nehatî: [tu] nehatî

parde: dîwar

reng û rruxsar: reng û rû

rrageyandin: ragihandin

rrasparde: qasid

rrûmet: rû

sard: sar

şan û pîl: pêl û bask

tezandî: tevizandî

tezû: tevzînek

tirîfe: şewq û tava heyvê

tîşk: tîrêj

to: te; tu

were: were

xarde: bibeze

Na xebere 1766 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.