zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Kanûne 2020 Dişeme 16:46

Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya GRAMERA KIRDKÎ derket.

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket.

Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt cih digirin û di rûpela li hember jî wergera wan a bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikaranîn û demên Kirdkî-Kurmancî hatine muqayesekirin hene. Li dawîya kitêbê jî, ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên Kirdkî-Kurmancî û tabloya li hemî deman bikaranîna lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina Kirdkî û Kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qaydeyên gramera Kirdkî (Zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan têê nasandin.

Roşan Lezgîn, Ji bo Kurmancan bi Awayê Muqayeseyî: Gramera Kirdkî (Zazakî), Çapa 2., Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2020, 224 rûpel

Hemû kitêbên Weşanxaneya Roşna li PirtukaKurdi online têne firotin
https://www.pirtukakurdi.com/rosna-yayinlari-tr 

Na xebere 2088 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.