zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
01 Êlule 2016 Panşeme 09:59

VEBÛNA KURD DEWAM DIKE

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Hukumeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) di sala 2009 de vebûna kurd dabû destpêkirin. Wezîrê Karên Navxweyî Beşir Atalay li Akademîya Polîsan derheqê vebûna kurd de bi rojnamegeran re, bi nivîskaran re hinde dîdarî kirin, derheqê meseleya kurdan de fikrê xwe bo wan ragihnd.

Lê çawa ku vebûna kurd hate ragihandin, piştî hefteyekê dev ji vê têgehê berdan, êdî destpêkirin gotin "vebûna demokratîk". Hîn paşê jî gotineka wekî "projeya yekîtîya mîlî" hate bikaranîn. Her ku çû fehma vebûnê xitimî. Ber bi dawîya sala 2009an ve, ji fehma vebûnê eser nema.

Çawa ku vebûna kurd hate ragihandin, hingê beşek ji bingeha AKPê, ji partîyên opozîsyonê Partîya Komara Gel û Partîya Hereketa Neteweperest, her wisa ji artêşê reaksîyon çêbûn. Hukumet neşîya van reaksîyonan bide alî, ji bo ku bide alî nekete nav hewldanan. Di vê navberê de Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) derheqê vebûna kurd de dest bi rexnekirina hukumetê kir.

Ji vê prosesê hatiye fêhmkirin ku derbarê vê meseleyê de tu proje û bernameyeka hukumetê nîne. Jixwe hukumetê jî di vê prosesê de ragihand ku "dê qanûnê esasî neyê guhertin, efûyeka giştî nebe, di zimanê dayîkê de perwerde nebe" û bi vî awayî tim ji tiştên ku dê nebin behs kir. Lê hîç behsa tiştên ku dê bibin, tiştên ku dikarin bibin nekir.

TRT-Şeş helbet girîng e. Televîzyonek ku rojê 24 saet weşanê dike helbet ji ber bala merivî dûr namîne. Li Unîversîteya Artuklu ya Mêrdînê herçiqas nîvco be jî despêkirina bernameyeka bi kurdî dibe ku girîng be. Di zîyaretkirina girtîgehan de destûra bo axaftina bi kurdî ya di navbera girtî û kesûkarên wan de jî girîng e. Lê dîyar e ku ev bes nînin.


Ji BDP Vebûna Kurd

Digel vê bêbiryarîya dewlet û hukumetê vebûna kurd dewam dike. Kongreya Civaka Demokratîk di rojên 18-19 berfanbar 2010 de Projeya Kurdistana Demokratîk a Otonom ragihand, ev dewamkirina vebûna kurd nîşan dide.

Li van mehên dawîn hemserokê giştî yê Partîya Aştî û Demokrasîyê Selahattin Demirtaş, behsa "jîyana bi du zimanî", herwisa, behsa otonomîyê dike û dibêje "ji bo ku em van bikin em ê li benda dewletê nemînin." Ez vê beyanatê bi vî şeklî têdigihêm: Nîyeta dewlet û hukumetê tune ye ku di meseleya kurdan de gav biavêjin. Wekî nimûne, eger em bizanin di sala pêşîya me de dê hin tişt çêbibin jî dîsa em dikarin li benda dewlet û hukumetê bimînin. Li ji helwêsta ku heta îro nîşan daye hatiye fêmkirin ku ew ê gaveka cidî neavêjin. Ji vê çendê em ê bi xwe karê xwe hel bikin. Mafên ku ji kurdbûna me hasil dibin, em ê bi xwe bikar bînin, em ê bi mafên xwe bijîn. Wekî şexs ez wisa difikirim ku ev helwêsteka meşrû û erênî ye.

Ev wisa bawer dikim ku derbarê meseleya kurdan de hêvîyeka wisa ya dewlet û hukumetê heye: Her çawa bibe jî zeman di lehê me de diherike. Her ku zeman here, dê asîmîlasyon xurt bibe, belav bibe. Ji vê çendê rast nîne ku em gavên cidî biavêjin û di kurdan de hêvîyekê çêbikin. Ev rasttir e ku em bibêjin "Em ê bikin, em ê çêkin, dê bibe, dê çêbe…" û bi vî awayî em kurdan bixapînin. Di vê navberê de li derên ku ew hene, li wan deran pêşvebirina hîsiyata dînî, geşkirina cereyanên dînî jî hîn muhîmtir e. Ez di vê qenaetê de me, ji ber ku dewlet û hukumet vê yekê hêvî dikin lewma gav navêjin.

Li hemberî vê helwêsta dewlet û hukumetê ev hêja ye ku kurd di perwerdeya zimanê dayîkê kurdî de, di mijarên wekî otonomîya Kurdistanê de israr bikin. Israrkirina perwerdeya bi zimanê kurdan dê hêvîya ji asîmîlasyonê ya dewlet û hukumetê di tewşê de bibe.

BDP behsa projeyek ku di çarçeweya otonmîya demokratîk de rêvebiriyên xwecihî hêzdar dike kir. Ev proje, ji bicihanîna daxwazên kurdan dûr e. Hinceta tarîxî ya vê zihnîyetê jî gelek lawaz e. Xalên 11. û 12. yên Qanûnê Esasî yê sala 1921ê ku derbarê otonomîya rêvebiriyên xwecihî de ne, nehatine tetbîqkirin. Ji layê din ve, dema ku di roja 29 cotmeh 1923 de damezirîna Komarê hate îlankirin, ev xal ji Qanûnê Esasî yê sala 1921ê hatine derxistin, bi van her du xalan hilbijartin û selahîyetên serokkomarî hatine tenzîmkirin. Hîn ku negihiştine sala 1924, negihane Qanûnê Esasî yê sala 1924an, ev gorankarî hatiye kirin. Lewre ev jî ji layê dîyarbûna helwêst û nîyeta Mistefa Kemalî ve girîng e.[1]

Ji vî layî ve, ew projeya Kurdistana otonomî ku Kongreya Civaka Demokratîk di rojên 18-19 berfanbar 2010 de îlan kir projeyeka hîn tendurist e.


Hinde Prensîbên Bingehîn

Derheqê meseleya kurdan de eger bêhtir ji çareserîyê mesele bi xwe bête qisekirin dê gelek baştir be. Ev jî, di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Eqwam de, di dema Cemîyeta Miletan de jihevdexistin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê ye. Alîyekî girîng yê çawanîya bingehîn ya meseleyê ev e. Divê ev pêkhate bi dorfirehî bête vekolandin. Divê sedemên van operasyonên ku li naverasta Rojhelata Navîn çêbûne, ev operasyon çawa bi rê ve çûne û encamên wan bi dorfirehî bêne vekolandin. Komelgayên ku di nav zeafîyeteka gelek belavbûyî û kûr de ancax bibin armanca polîtîkayeka wisa. Helbet meriv neşê zeafîyetên ku di kurdan de hene ji ber bala xwe dûr bigre. Dewletên ku kurdan û Kurdistanê muştereken kontrol dikin gelek hemet dikin ku ev pêkhate di tarîtîyê de bimîne. Ev dewletên hanê gelek hewl didin ku ew polîtîkayên ku di salên 1920î de li ser kurdan hatine tetbîqkirin, ew prosesên ku fiîlen çêbûne, neyêne qisekirin, neyêne munaqeşekirin, nekevin ber ronahîyê.

Îcar derheqê çareserîyê de, divê meriv hinde prensîbên bingehîn dîqet bike. Ev prensîbên bingehîn ev in. Berîya her tiştî divê kurd bi xwe xwe îdare bikin. Divê kurd xwedîyê mafê dîyarkirina îstîqbala xwe bin. Bêguman ev gelek girîng e ku nasnameya kurd bi awayekî azadane bijî. Divê ji perwerdeya bi zimanê zikmakî, yanî ji perwerdeya bi kurdî tawîz neyête dayîn. Fehma dersên hilbijartî ancax ji bo tirkan, ji bo yên ku kurd nînin bête dayîn. Eger çareserî van prensîbên bingehîn bîne cih, ancax wê demê dikare mayende be. Çareserîyên ku van prensîbên bingehîn naynin cih, rast nîne ku meriv wan wekî çareserî bibîne.


Lêgerînên Çareserîyê

Dema ku mijarên çareserîyê têne rojevê, modelên wekî modela baskan, modela IRA jî munaqeşe dibin. Lêbelê berîya baskan û IRAyê modelên gelek girîng hene ku divê bêne vekolandin. Li Kurdistana Başûr modeleka çawa çêbûye? Pêşmerge çawa bûn hêzên asayîşê yên Hukumeta Herêma Kurdistanê? Ger ev prose bi teferuat bête vekolandin dê sûdewar be.

Yê duduyan, Tirkîye ji bo tirkên li Qibrîsê çi dixwaze? Berîya Hereketa Aştîyê ya sala 1974an li Qibrîsê dora 150 hezarî tirk dijîyan. Ji wê demê vir de Tirkîyê gelek kes birin li wir bicih kirin. Niha biqasî 200 hezar tirk li wir dijîn. Komara Qibrisa Bakur destpêka salên 1980yan de, li roja 15 mijdar 1983 de hate damezrandin. Tirkîye li Yekîtîya Neteweyan, li Konseya Ewropayê, li Yekîtîya Ewropayê, li Teşkîlata Ewlehî û Hemkarî ya Ewropayê, li Konferansa Îslamê, li Rêxistina Pêşveçûnê ya Îslamê ji bo Komara Tirk a Qibrisa Bakur çi diparêze? Dema ku mafê 20 mîlyon kurdî mewzûyê behsê be, çima tiştên ku ji bo tirkên Qibrîsê tên xwestin, bi qasî beşeka biçûk ji wan bo kurdan nayên îfadekirin? Ger ev mijar jî bi delîlên zengîn bête vekolandin dê gelek mijaran zelal bike.

Yê sisêyan, ger polîtîkaya dewleta tirkan ya derheqê Filîstînê de bête vekolandin dê sûdewar be. Tirkîye li Konferansa Îslamê, li Yekîtîya Ereban, li Yekîtîya Neteweyan, li sazîyên navnetweyî yên din ji bo filîstînîyan çi diparêze? Îcar dema ku kurd dibin mewzûyê behsê çima tim qedexe û ev tiştên nabin û xetên sor îfade dibin? Eger ev sê proses, ev sê modelên ji hev cihê bêne vekolandin dê derheqê meseleya kurdan de zanîna ma zêdetir bikin.

Di vê navberê de, divê meriv hertim behsa vê nakokîyê bike ku serwezîr Recep Tayyip Erdoğan dema ku li Almanyayê dibêje "asîmîlasyon tawaneka însanîyetê ye" û di eynî demê de li Tirkîyê dibêje "bila derheqê zimanê dayîkê de kes ji me avêtina gavekê hêvî neke". Di vir de hem ji layê uslûbê ve, hem di naverokê de, hem jî ji layê însanî ve nakokî heye. Îcar Almanya welatê tirkan nîne. Lê kurd ji tarîxê vir de tim li ser erdê xwe dijîn.



Hevdîtin

Hinde nûçe di çapemenîyê de behs dikin ku ev demeka dirêj e, wekî nimûne, ji salên 1990î vir de ye ku dewlet bi serokê PKK Abdullah Öcalanî re hevdîtinan dike. Dewlet û hukumetê heta salek berê jî ev hevdîtin înkar dikirin. Ev dibe salek ku ev hevdîtin êdî ji layê dewlet û hukumetê ve jî qebûl dibin. Abdullah Öcalan jî carînan derheqê van hevdîtinan de hinde beyanatên mîna "dîyalog kûrtir dibe, hinde geşedan dê di nêzîk de çêbibin" dide.

Eger wisa be ev dê bibe pirseka girîng: eger hevdîtin dewam dikin hingê çima dewlet û hukumet li nav çavê kurdan dinihêrin û gotinên wekî "yek milet, yek ziman, yek ala, yek dewlet…" dubare dikin?

Ev tê zanîn ku beyanatên wisa ji layê Lijneya Asayîşa Neteweyî (MGK) ve jî, ji layê serwezîr jî têne dayîn. Eger hevdîtin dewam dikin, eger dîyalog kûrtir dibin, hingê ev gotinên dewlet û hukumetê ku "yekbûnê" îfade dikin çi ne? Divê meriv van gotinan çawa şîrove bike? Madem ku dewlet û hukumet êdî van hevdîtinan înkar nakin hingê divê normal bê dîtin ku meriv bibêje bila ev hevdîtin piçekî din şefaf bin.

Mijareka din a girîng jî ev e: dewlet û hukumet tim beyanat û tekîdkirinên mîna "Serxwebûn nabe, federasyon nabe, zimanê resmî tirkî ye, em ji vê tawîz nadin. Ala yek e, alaya tirkan e. Tenê paytextek heye, Anqara ye, ev jî nayête munaqeşekirin…" didin. Li hemberî vê Abdullah Öcalan, PKK û BDP jî dibêjin "Em dewletê naxwazin, em federasyonê naxwazin, em ne li dijê wê ne ku zimanê resmî tirkî be û paytext jî Anqara be…" Dewlet û hukumet dibêjin "Em vê û wê nadin, ev xetên me yên sor in." PKK û BDP jî dibêjin "Em jî vê û wê naxwazin, eger hûn bidin jî em nastînin…" Piştî beyankirina "Kurdistana otonom" eşkera ye ku van beyanatan çeq û hok çêkirine.

Di vê rewşê de; dewamkirina vî şerî muhtacê şîrovekirinê ye. Madem ku her du alî ewqas bi hev re di nav hemahengîyê de ne hingê ev şer çima dewam dike?

Daxwazên kurdan yên din, mesela, daxwazên perwerdeya bi zimanê dayîkê helbet hene. Lê evên hanê ew daxwaz in ku dê fiîlen bi dest ve bên. Hemserokê BDP Selahattin Demirtaş vê wekî "em ê bi hêvîya dewletê nesekinin" îfade dike.

Di vê mijarê de qenaeta min ev e: Ez bawer nakim ku dewlet û hukumet vebûneka kurdan bikin. Dema ku meriv bala xwe dide ser helwêsta hukumet û serwezîrî ya piştî referanduma 12 îlon 2010î, hingê ez bawer nakim ku qanûnê esasîyekî din jî çêbibe. Bi gotinên mînan "Ew nabe, ev nabe. Ew û ew nayêne munaqeşekirin…" qanûnên esasî yên nuh çênabin. Ev xebatên wisa dikarin qanûnên esasî yên nuh çêbikin? Digel helwêsta xwe ya bi çeq û hok dîsa jî BDP dê vebûna kurd dewam bike.

19.01.2011

 


[1] Türk Anayasa Metinleri, Senedi İttifak’tan Günümüze, Hazırlayan: Suna Kili-Şeref Gözübüyük, İş Bankası Yayınları, Ankara 1985, r. 91 vd. s.103

Na xebere 2101 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.