zazaki.net
17 Êlule 2019 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Adare 2019 Yewşeme 15:13

ORIJÎNA ZIMANÊ KURDÎ

David Neil MacKenzie
Ji inglîzî: Newzad Hirorî

Ev nivîsa David Neil MacKenzie (1926-2001) bi serenavê “The origions of Kurdish” di sala 1961ê de li Transactions of the Philological Society belav bûye. Birêz Newzad Hirorî wergerandiye ser kurdîya kurmancî. Min ev metin ji kovara înternetî “Kanîzar, Hejmar 8, 10.11.2016, r. 85-106” bo malpera Zazakî.Net neqil kir.

David Neil MacKenzie mîna terzê klasîk yê xebatên lînguîstîkî yên berîya xwe di çarçewaya fonolojîyê de bala xwe dide ser kurdî û dixwaze koka zimanê kurdî tesbît bike. Behsa “avestayî” dike, behsa “farisî” dike, behsa “belûcî” dike, behsa “kurdîya jorî”, “kurdîya navendî” û “kurdîya jêrî” dike, behsa “hewramî” û “goranî” dike, behsa “zazakî” dike… Û tenê li ser guherîna hinek dengan zimanan tesnîf dike, heta ku orîjîna miletan diyar dike. Mesela, dibêje “Xweragirtina gelê zaza, yê ku wek tê zanîn di esil de ji Deylemê li ser qeraxê başûr yê Xezerê hatiye, di yekîneyeka biçûk û veder de faktoreka giring e ku meriv bala xwe bideyê. Bêyî delîlên dîrokî yên zêdetir, ne beraqil e ku meriv biryarê bide ka ew ji ber pêlên kurdan ji ciyê wan ber bi rojavayî ve hatine guhastin yan jî wan xwe di nava devereka saxlem ya li bin desthilata kurdan de xistiye. Kêm zêde, ravekirina pêşiyê dikare mimkintir be.”

Ev ziman yan diyalektên ku navê wan di vê nivîsê de derbas dibe, esla ziman yan diyalektên yekpare û homojen nînin. Eger em tenê bala xwe bidin ser guherîna dengan, ne ku di navbera diyalektên cihê de, di nav diyalektekê bi xwe de jî bi sedan awayê guherîna dengan hene, herwisa em dev ji herêman berdin, di nav du gundan de jî, heta mal bi mal deng diguherin. Ji alîyê din ve, ev guherîna dengan esla sîstematîk nîne, wisa tevlihev û têkel e ku mimkun nîne meriv bigihê qenaetekê.

Jixwe ziman bi sîstem û qaydeyên xwe yên xweser dibin ziman ne ku bi peyvan yan guherîna dengan. Lê em dev ji peyvan berdin, van oryantalîstên malxirab hatine bi guherîna çend dengan ziman kategorîze kirine û orîjîna miletan tesbît kirine! Mesela, tu delîlek yan îşaretekî tarîxî ku nîşan bide kurdên zaza (kird, kirmanc, dimilî) ji Deylemê hatibin tune ye, ji alîyê sîstem û qeydeyên zimanî ve jî tu eleqeya zazakî bi zimanê xelkê wan deran ve tune ye. Lewre divê em tu îtîbarek nedin mulahezeyên van oryantalîstên uqela û jixwerazî ku zerareka mezin dane miletên dinyayê… (Roşan Lezgîn)

* * *

Profesor V. Minorsky [1] di nivîsarekê de ku wî di sala 1938 de li Brukselê pêşkêşî kongreya cîhanî ya 20an ya rojhilatnasan kiribû hemî belgeyên dîrokî û hinek yên zimannasî, yên berdest li dor koka gelê kurd berçav kiribûn. Pêwendiyeka rasterast ya wê babetê bi vê lêkolînê re heye, çimkî heger koka kurdan misoger bihata zanîn, vekolîna dîroka zimanê wan dê hêsantir bûya.

Di destpêkê de pêngava herî baş ev e ku meriv hinek ji wan teorîyên ku di vî warî de ji rastiyê dûr in ji holê rake. Hinek ji wan, tevî belavbûna nivîsara profesor Minorsky, hê jî dijîn. Rehmetî Basile Nikitine hejmarek ji wan di beşê yekê yê lêkolîna xwe ya berfireh li ser kurdan de rêz kiribûn [2]. Kardoxoy (Kardoucoi bi yûnanî) ya Xenophonî hemî wextan ji bo kesên ku li bav û kalên kurdan digerin [3] bijartina herî rehet bûye. Lê em dibînin ku hinek kesan hewil daye kurdan bi xaldîya urartuyan, sagartîyan, yan zikirtuyan, herweha gutîyan ve girê bidin li ser bingehê ku wan peyvan wekhevîyeka dengî, çi zêde çi kêm, li gel navê îro yê vî gelî heye. Xaldî, xweşbextane, ji meydanê hatiye derxistin çimkî ew, wek tê zanîn, navê xwedayekî ne yê miletekî ye [4]. Hemî girêdanên din ji alîyê naveroka xwe ve ne mimkin in.

Diyar e ku derbasbûna navên Kmrtioi (kurtyoy) yan Cyrtii [5] (kurtî) di nivîsên Polybios, Livius û Strabonî de bi rastî di berhemên nivîskarên kevin yên berî me de bo kurdan amajeya eşkera ya yekane ye. Her du nivîskarên yekê behsa wan wek qolên rimhavêj di leşkerên Med û Asyaya Biçûk de dikin. Lê Strabon wan eşkera bi çiyayîyên kûvî yên ku li Med û Ermenistanê, lê herweha li Parsê dijîn bi nav dike. Ji bilî vê îdîaya dawîyê hemî belgeyên pozitîv nîşan didin ku kurd gelekî Medî ye. Profesor Minorsky vê dîtinê bi germî hembêz dike.

Heger em bihên serdema ereban, em dê bibînin ku navê kurd ramaneka nû ya heqaretbûnê wergirtiye û di pratîkê de bûye hevmaneya “koçer”ê. Bo nimûne, profesor Minorsky gotinên erdnasê sedsala nehê Ibn Rustayî vediguhêze dema ew wesfa lombardan dike û dibêje ku ew “wek kurdan, li deştê di kûnan de dijîn” [6]. Ev nav îro bi geşbûna hesta neteweyî ya kurdî ji bo hema bigire hemî gel û eşîrên ku di navbera tirk û ereban li rojavayî û farisên xwerû li rojhilatî de hene tê bikaranîn. Ev, di nav gelên îranî de, ji bo lor û eşîrên goranî yên cuda jî derbaz dibe. Dîtina kurdên vê serdemê jî li ser dîrokê jixwe sade ye. Çimkî ew hest dikin ku pêwîstiya wan bi bav û kalên lehengî heye û dibînin, wek bibêjî, kes li Medîyên desthilatdar xwedî derneketiye, vêca bê dudilî xwe bi wan ve girê didin. Bi cidî, niha li nik wan bûye adet ku hejmara 612ê, sala ku Mediyan Nînewa dagîr kirî, li ser tarîxa me zêde bikin û bi navê tarîxa Medî bi kar bînin.

Di vê tevlîhevbûna metnên kêm û texmînên zêde de belgeyên zimannasî roleka giring dilîzin. Lê ev war jî qet ne zelal e, çimkî profesorê navdar N. J. Marrî carekê ji caran hêvî dikir şopepeyvên “kurdîyeka kevnar” di kurdîya nûjen de bibîne da bibe beşek ji grûba kertî yan gurcî ya tayê zimanên yafitî [7]. Gotina pêdivî di heqê teorîyên weha de ev e ku ew ji bo piştgiriya xwe hêj li benda wan metnan in ku dê bi borîna wextî eşkere bibûna. Halê hazir, em dikarin bi rehetî bibêjin ku kurdî zimanekî îranî yê normal e. Erkê min yê pêşîn ev e ku divê ez kurdî bi rêya destnîşankirina sîmanyên ku wê ji devokên dî yên îranî cuda dike bidim naskirin. Mixabin! Divê ez her ji destpêkê li xwe mukir bihêm ku encamên min bi giştî negatîv in, çimkî hema bibêje her sîmayeka kurdî hembereka xwe di devokekê yan pirtir yên îranî de heye.

Berbiçavtirîn sîma guherîna [m]ya pêşvokal bo [v]yê, paşî di hinek devokan de bo [w]yê ye; binêrin:

kurdî [8] nav/w < avestayî namen-

hav/wîn < hamine -

dû(v) < dume

kev/wan : farisî keman

Hinek nimûneyên vê guherînê, wek ku Paul Tedesco di nivîsara xwe “Dialektologie der Westiranischen Turfantexte” [9] de diyar kiribû, di parsiya manî de jî hene. Guherîneka wek vê carcarkî di belûcî û lorîyê de û sîstematîk di vefsiyê [10] de jî xuya dibe. Lê ev nabe belge ku di van hemî devokan de ew sîma sîmayeka hevbeş ya malbatî ye. Ev di hejmareka berbiçav ya peyvên ji erebî nûdeynkirî de di kurdî û vefsîyê de tê dîtin, binêrin:

kurdî hev/wîr, vefsî hewîr erebî xemîr

civat cema’et

tewaw temam

(şem) şewe şeme’

Ev sîma bi tenê di devoka belûcîya jorî de [11] ku ji hemî devokên din yên belûcîyê pêşveçûyîtir e, heye û bi [m]ya navvokal ve girêdayî ye. Zêdebarî vê jî, vokala berî wê ginginî ye.

belûcîya jorî haveg: belûcîya jêrî bameg “zevî”, farisî zam

nyava : nyama “nîva” miyane

nevaş : nemaş “nivêj” nemaz

Kurdî di guherîna grûbên dengan [şm] û [zm]an bo [v] yan [w], li gor devokan, bêhempa ye. Tesaduf, ev diyar dike ku guherîna [m] bo [v/w]yê paştir çêbûye, çimkî ketina konsonanta yekê ya van grûban gelek belav e, binihêrin:

çeşma farisî, ya ku bi kurdî çav/w e, di belûcî, goranî [12] û vefsîyê de çem e, di gîlekîyê [13] de çum e û di ormurrîyê [14] de cimî ye.

tuzma farisî, ku bi kurdî tov/w e, di belûcî û goranîyê de tom e û di peştûyî de toma (di manaya “hevîr” de) ye.

şuzma farisî ku bi kurdî şov, şow, şêf e, di belûcî û goranîyê [15] de şom e û di vefsîyê de şûm e.

Hebûna [k]ya destpêkê hember [x]ya îranî, [kh]ya sanskrîtî, bi dîtina serpê, wek sîmayeka xwerû kurdî xuya dike, binihêrin:

kurdî ker (guhdirêj) : farisî xer, avestayî xere-

kenîn : xendîden, îranî xend

kanî : vefsî xanya avestayî xen-

Rast e ku formên weha di devokên rojhilatî de jî tên dîtin, binihêrin [16]

belûcîya jêrî ker, paraçî khör “ker (guhdirêj)”

kendeg khen-, wexî kand- “kenîn”,

lê ev guherîn di van devokan de li gel guherîneka wek vê ya frikatîvên destpêkê yên dî, [f], [q], ya ku şopên wan di kurdî de nînin pêk tên. Lêkera kurdî, kirrîn (farisî xerîden), ya ku bi temamî ji *xrî– ya îranî, krî– ya sanskrîtî û *qurei ya hindo-ewropî hatiye, hemî hêvîyên ku kurdî bi awayekî *kh-ya pêşîranî parastiye pûç dike. Ev xuya dike ku [k]ya destpêkê di hemî nimûneyên kurdî de ji frikatîva îranî hatiye.

Parastina şêweyekî kevnar yê riha çyu- “ç-” (ji lêkera –çûn-ê) sîmayek e ku kurdî ji gişt cîranên wê yên nêzîk cuda dike. Meriv dikare piştrast bibêje ku [ç] di qurmên ku ji vê rihê ava bûne de di hemî devokên kurdî de heye, lê ew di devokên îranî yên rojavayî yên din de ji mêj e bûye [ş]. Şêweyê kevintir di devokên îranî yên rojhilatî de zindî ye wek ku formên li jêrê diyar dikin.

peştû j-, [17] wexî ç’aw-, [18] paraçî çh-, [19] ormurrî caw-, [20] osetî caaw-.

Bi kurtî, ez ji bilî vê [ç]-yê û guherîna [şm] û [zm]an hîç sîmayeka din ku di nav hemî devokên kurdî de belav e û li derveyî wan nahêt dîtin nabînim. Diyar e ji bo veqetandina bêdudilî ya kurdî ji devokên din yên îranî, pêwîst e ku ew hema hîç nebe li gel her devokeka îranî ya rojavayî bihêt hemberkirin û sîmayên wan yên wekhev û ji hev cuda bihên rêzkirin. Divê, ji bona hoyên pratîkî, kurdî, ya ku ji aliyê îranînasan ve bi giştî bi “kurdî” hatiye navkirin, li gel cîranên wê yên kevin û nû yên herî nêzîk bihêt hemberkirin.

Ev cudakirina dawîyê hat kirin da amaje bi wê nivîsara Tedescoyî bê kirin ku wî tê de [21] diyar kiriye ku belûcî, herçend ku îro serekî li xilasiya başûr- rojhilatê devera îranî tê peyivîn, di eslê xwe de zimanekî îranî yê bakur-rojavayî bû û cîranekî nêzîk yê kurdî bû. Tedescoyî gelek sîmayên hevbeş di nava wan de rêz kirine. Lê, yek sîmaya serekî ku têra veqetandina belûcî ji hemî zimanên din yên îranî yên rojavayî û kurdî dike parastina temam ya konsonantên navvokalî di belûcî de hemberî dereceyên cuda yên guherînê li cihên din e. Hember bike!

-p- belûcîya jêrî ap :kurdî av/aw :goranî awî

-t- dîte : dî : dî

-ç- roç : roj : ro

-k- zemîk “deramet” : zev/wî

-d- wad : xwê

-c- drêc : dirêj

-g- rogen : ron : rûen

Devokên lorî û ji wan bextîyarî [22], di warê zimannasîyê de îro cîranên kurdî yên herî nêzîk in ji aliyê başûrî ve. Ev zêde wek farisîya nû ne û lewre divê bi hev re bihên muamelekirin. Ew bi hejmareka guherînên dengsazî ku farisîbûna wan baş tê zanîn, ji kurdî, belûcî û devokên din yên îranî yên bakurî tên cudakirin. Meriv dikare [d]ya farisî hember [z]ya îranî dane, binihêrin:

farisî danisten : kurdî zanîn bextiyarî danisten belûcî zaneg

damad : zav/wa dûma, dowa goranî zema

Paşî [h]ya farisî heye ku ji [q] (yan [s]) û [d]yên kevin hatiye û li hember wê di kurdî û yên dî dibe [s] yan [z] ye; binihêrin:

farisî, bextîyarî ahen : kurdî, belûcî asin

farisî ahû, bextîyarî ahî : kurdî, belûcî as(i)k

farisî, bextiyarî mahî : kurdî masî, goranî mas[awî

farisî xwah-, bextiyarî xo- : kurdî xwaz-, goranî waz-

Li dawîyê, [z]yê farisî ji [c]ya kevin ku di belûcî de hatiye parastin û di kurdî de bûye [j], hatiye; binihêrin:

farisî zen, bextiyarî zêne : kurdî jin, belûcî cen

farisî zîsten : kurdî jîn

farisî zih : kurdî jê, belocî cig

Cîranên kurdî yên dawîn yên ku divêt bihên behskirin devokên herî nêzî wê ne. Bi rastî, gotina “cîran” ne gotina herî di cih de ye çimkî devokên goranî yên ku em dê behsa wan bikin niha kin bûne û bûne giravên axiftinê yên biçûk di nav deryayeka kurdî de. Di cihên ku goranî têde taybetmendîyên bakurî nîşan dide, kurdî piranî caran bi devokên farisî re ye. Yek ji van haletan, guherîna [y]ya destpêkê bo [c]yê di farisî, kurdî û belocî de ye ku di goranî de hatiye parastin nimûneyek e ji wan haletan; binihêrin:

goranî yeve : farisî ceu : kurdî co < avestayî yeve-

yeker : farisî ciger : kurdî cerg < avestayî yaker-

Dibe ku ev her du peyvên kurdî ji farisî hatibin deynkirin, lê ev yek ji bo peyva kurdî car-ê, ya ku dikeve hember car-a farisîya navîn û yavena parsî, qet derbaz nabe [23].

Goranî di guherîna [hw]ya destpêkê ya eslî bo [w]yê de wek belûcî ye, lê encam di kurdî û farisî de [xw] ye; b.n.

goranî, belûcî wan- : farisî xwan-, kurdî xwên- < Öhwan

goranî, belûcî wer- : farisî xwur-, kurdî xo- < Öhwer

goranî wê, belocî wet- : farisî xwud-, kurdî xo- < Ö avestayî xweto

Di vê navê de, hêja ye bêt gotin ku di vî halî de kurdî taybetmendîyekê, ew jî guherîna [hw] bo [f]yê ye [24] ku ji bo Medî tê hesabkirin nîşan nade.

Ev hevalbendîya natemam ya kurdî li gel her du terefan hizrekê li ser wargehê eslî yê devokên kurdî – yan jî yê eslê wan yê hevbeş – li gel devokên îranî yên rojavayî yên din peyda dike, lê ev babet pêdivî lêkonlînên zêdetir e. Tedescoyî [25] behsa wan kiriye tevî ku ew mijûlî devokên bakur-rojavayî yên tekstên tofanî, anku parsîya manî bû û wî ew wek devokeka yekgirtî lê ji parçeyên hevgirtî diyar kiribû [26]. Niha mimkun e bêyî ku encamên wî bihên guhertin meriv dîtinên Tedescoyî piçek serast bike. Wî cedwelek ji bo Hauptbeispielea xwe [nûnerên serekî] ku pîvanên wî bûn ji bo grûbkirina devokan çêkiribû. Min ew cedwel kiriye diyagram. Bêguman, alîyê wê yê rastê, bi taybetî yê girêdayî navên “Caspian” (xezerî) û “Central” (navendî), gelek hatiye hêsankirin; lê bi dîtina min, alîyê çepê ku kurdî têde ciyê xwe di navbera proto-belûcî û farisî de dike, rewşê baş dinimîne.

Xêzên cidaker yên eleqedar ev in:

(1) ya ku devokên ku qurmê dema niha ya bi dengê difinî ji lêkera “kirin”ê, kun- hwd. parastiye ji devokên ku qurmê ji riha ker- heye cuda dike,

(2) ya ku devokên xwedî formên partisîp yên ku ji *a-gete ne ji wan yên ku ji *a-gmete yê çêbûne cuda dike, (Heger em bikarin ji navê paytextê Medîyan biryar bidin, kurdî li vê derê jî ji Medîyê vediqete. Eynî ev –gmete di navê paytextê Medîyan de bi yûnanî Agbatana (açbetana) û Ekbatana (ekbatana) û bi farisîya kevin He(n)gmetane- ê de heye, bes di kurdî de nayê dîtin.)

(3) ya ku devokên xwedî terkîba îzafeyê, ya ku ji cînavê girêkî yê kevin çêbûye, ji devokên bêyî terkîba îzafeyê cuda dike; û li dawiyê

(4) ya ku devokên ku [dw]ya eslî ya destpêkê kiriye [d] ji wan yên ku ew deng kiriye [b] cida dike û devokên ku [y-]ya kevnar kiriye [c-] ji wan yên ku ew deng parastiye cuda dike. Bi tenê peyvek heye ku van dengguhertinan diyar dike, ew jî şîr yan şift e.

Bi awayekî siruştî, diyagrama han bi tenê îmkanek nîşan dide û wê hîç giringîya cografîk nîne. Tertîbkirina devokên behskirî bi her awayekî din li gel parastina heman xêzan, dê rewşê aloztir bike.

Kêm ji wan sîmayên mayî yên ku Tedescoyî behsa wan kiriye alîkariya me dikin ku em cihên kurdî, belûcî û farisî diyar bikin. Bo nimûne, guherîna [w]ya destpêkê bo [b]yê ku di farisî û hindek devokên kurdî de rû daye, guherîneka nû ye, çimkî ew bi taybetî di wan devokên kurdî yên jêrî de ku gelek nêzîkî farisî ne xuya nabe. Profesor K. Barr [27] bi hizra min rast dibêje ku ev cudahî di devokên kurdî de vedigere tesîra goranî li ser devokên jêrî. Ev [w] di piranîya devokên din yên îranî yên rojavayî de hindik hatiye guhertin, lê ew di belûcî de bûye [g(w)]; binihêrin:

farisî, bextiyarî bad : goranî, kurdîya jêrî wa : belûcî gwat

kurdîya jorî/navendî ba semnanî [28], zehrayî [29] va

farisî, kurdîya jorî/ baran : goranî, kurdîya jêrî waran : belûcî gwariş

navendî zehrayî varan

semnanî variş

kurdîya jorî/navendî bîr : goranî, kurdîya jêrî wîr : belûcî gîr

(farisî), bextiyarî bêz- : goranî wêç- : belocî gêç-

kurdîya jorî/navendî bêj- kurdîya jêrî *wîj-

Dîsan xuya dibe ku kurdî û farisî di guherîna [qr]ya îranî ya kevin bo [s]yê de wek hev in. Tedescoyî bi tenê yek nimûne [30], ku hejmara “3”yê ye, bi kurdî sê, bi dudiliyeka qebûlbar dabû. Lê meriv dikare peyveka din jî ku bi îhtîmaleka mezin ne deynkirî ye ji ber ku nasa wê ya şopbar ya herî nêzîk bi tenê di devoka başkerdî ya Makranê de heye, lê zêde bike. Ew peyva kurdî pê-xwas, yan -xawus e ku di başkerdîyê de pa-xwewes e. Li milê din, peyva pa-wirwa di goranî de heye û meriv di zehrayî de pa-xarowa û –xaropa-yan dibîne. Ev hemî form, wek ku Dr. I. Gershevitchî ku peyva başkerdî dîtibû, bi camêrî ji min re diyar kirî, vedigerin peyva avestayî xwa.aoqra- ku wateya wê “kewşa xwe li pê xwe kirin” e. Vêca,

avestayî xwa.aoqra- > *xwausse- > xwas [di kurdiyê de]

> *(x)wau(h)re- > *wawir > wirwa [di goraniyê de]

(hb. goranî yerê “3” < *hrê < *qreyeh-,

û dengguhorkanê di kurdiya navendî de

birrwa < bawir)

> *x(w)au(h)re- > *xaru- (+pa) [di zehrayiyê de]

(hb. zehrayî xos- “xew” < xwefse-)

Ji bîr neke ku [s]ya ku ji [qr]yê çêbûye di belûcî de jî heye; binihêrin:

puseg “kur” < *puqre-ke-, as “agir” < *aqr-

Bi kurtî, em dikarin sîmayeka din li xêza cudaker ya çarê zêde bikin.

Encamên guherîna [rd] û [rz] di devokên nefarisî yên cuda de yekcar nezelal in çimkî peyv ji hemî alîyan ve hatine deynkirin. Şik têde nîne ku guherîna [rd] bo [l] yan [r] di gelek devokan de rû daye; binihêrin:

semnanî vel(e), goranî wilî “gul” > *werde-

goranî (kendulayî) zil “dil” > *zrd-

Lê pêşpirtika lêkerî hur jî, ya ji iridue-ya avestayî hatiye û hember ul-a farisîya navîn e, di goranî de heye. Hembera wê di kurdîya jorî de hil û di ya navendî de hel e û bi eynî wê fonema [l]yê ye ku em di lêkerapalawtin, palêw- de dibînin. Heger em wê ji vê formê *pere-daveye-, ya ku palay- ya farisî jî dide [31], darêjin, em dê bibînin ku formeka me ya xwerû kurdî bi [w] li şûna [y]yê, wek parsiyê [32], heye. Lêkereka kurdîya jorî bi heman wateyê heye, ew jî parzinîn e ku di goranî de wek çay-parzên “sefînka çayê” tê dîtin û paşî wek perzel “fîlter, sefandin” ketiye nav zimanê ermenî. Bêşik, her du lêker dikarin di kurdî de bijîn, lê parastina [rz]yê tiştekê balkêş e. Tedescoyî [33] diyar kiriye ku ev grûb di hindek devokan de bûye [l] bêyî ku di qonaxa [rd]yê de derbaz bibe. Herçend ev dîtin bo cara yekê biguman tê ber çavan, lê dibe ku ev rewşa kurdî be, çimkî di dema ku [z] di peyvên wek zanîn û zava de [34] hatiye parastin, hejmareka pirtir ji peyvên bi [l]yê (kurdîya jorî) yan [ll]yê (kurdîya jêrî) ku hemberî [rz]ya kevnar lê ne parastina wê grûbê ne di kurdî de heye. Binihêrin:

kurdî bil/lind [35] : avestayî birizent-

hêştin, hêl/l- : Öhrz

mil : mirizu-

mal/lîn [36], mal/l- : Ömrz

kurdîya navendî sipil : spirizen-

kurdîya jorî balgî, balîf : beriziş-, farisî baliş

gilî : Ögrz, farisî gile

lê,

kurdî berz < avestayî beriz-

herzin < *h(e)rzene-, farisî erzen

û belkî

kurdîya jorî gazin(de) < Ögrz

Goranî bi tenê berz di maneya “bilind” de heye, lê wê (kendulayî) herweha bala “jor” jî heye. Wê mil û mal- “malîn” wek kurdî hene, lê herweha mazî “stûna piştê” jî ku ji *merz- hatiye heye. Ez bawer nakim mimkun be ku meriv piştrast bibêje ka bi rastî kîjan guherîn ya kurdî ye, lê mişeyiya peyvên bi [l]yan [ll]yê, çi resen bin çi deynkirî bin, giring e.

Wisa diyar e ku belûcî [rd] û [rz] jî parastine, lê delîl kêm in. Yek gotina şi’rî, zirdê di wateya “dil” de, ku tê de [rd] peyda dibe heye. [rz] di peyva berz “bilind” û herweha berzî “barzîn” [37] de tê dîtin. Ji van peyvan û ji peyvên dil “dil”, gul “gul” û palay- “sefîn-” ku ji farisî hatine deynkirin derkeve, bi tenê peyvên aloz balad “bilindî” ku ji *berzad- ya îranî ye, û lêkera ileg, işte “hiştin”, ku ji Öhrz hatiye, tên dîtin. Cudahîya di navbera kurdî û belocî de di vî warî de tê wê manayê ku proto-kurdî têkiliyên nêzîktir li gel farisîya li başûrî hebûn.

Em ji Tedescoyî dûr dikevin û dibêjin ku eynî boçûna li jorê ji bo hejmareka peyvên ku di esil de xwedî [nd] ne derbaz dibe. Me berê jî peyva kenîn < Ö xend dîtibû û em dikarin genîn “genî bûn” < Ö gend ya kurdîya navendî, benî [38] < Ö bendeke- ya kurdîya jorî û belkî hinartin, hinêr- a kurdîya jorî ku di kurdîya navendî de (he)nardin, nêr- e û ez li hember ya farisîya manî ya navîn hen(n)ar- di maneya “çav zilkirin” ê de < han + Öder [39] dadinim, lê zêde bikin. Weha, kurdî, wek farisîya manî ya navîn, [nd] kurt dike û dike [n].

Wekhevîya dawîyê di navbera kurdî û farisî de di parastina [fr]ya detpêkê de ye ku di gelek devokên îranî yên bakur-rojavayî de bûye [hr] û dengên wek wan û di belûcî de bûye [ş]; binihêrin:

farisî furûş- : goranî wureş- : belûcî şeweşk- < *fre-vexş-

kurdî firoş- vefsî rûş-

kurdî firman : goranî hermane “kar” (hb. kurdî ferman)

Li ber rohnîya nêzîkbûna kurdî ber bi farisî ve, bi min giring e ku qet nebe meriv gotinên profesor Minorsky binirxîne dema ew dibêje “kurdî, bi naveroka xwe, … bê şik zimanek e ji grûba bakur-rojavayî ya zimanên îranî” [40] û herweha tekeza wî ku “divê kurdî li ser bingehê Medî bihêt zelalkirin” [41].

* * *

Mijara me heta niha serekî li ser dengsazîya kurdî, wek zimanekî yekgirtî bû. Ev yekgirtin di warê peyvsazîyê de ne mimkin e. Min newekhevîyên di navbera devokên kurdîya jorî û navendî yên cuda de li cihên din şirove kirine [42]. Zanyariyên me derheqê devokên kurdîya jêrî de hêj ne temam in, lê ew zanyarî dikarin nîşan bidin ku ew devok bi qeder cudahîya wan ji kurdîya jorî ji hev cuda ne. Lewra, ez dê di lêkolîna li pey egerên jêkcudabûna devokên kurdî de xwe piranîya caran bispêrim devokên jorî û yên navendî.

Devoka jorî xuya dike ku ew bi çend awayan ji ya din kevintir e. Ew di warê dengsazîyê de tenê bi parastina fonemên [v] û [w]yan, ku hember [w]ya devokên din e, kevnatîya xwe nîşan dide. Bo nimûne;

kurdîya jorî civîn : kurdîya navendî cinêw, cön < duşnam

nivistin : nûstin < ni + Ö ped

şev : şew < xşep-

lê,

kurdîya jorî bawer(î) : kurdîya navendî bawir, birrwa < waver

kurdîya jorî û navendî mewîj, mêwîj < *medwîçe-

Di heman wextî de, kurdîya jorî di wergirtina fonemên biyanî de, ji wan dengên qelew [s], [t] û [z] [43] yên zimanên samî, dengên nehewadar [p], [t], [k] (yên ermenî!) û herweha [ç]yeka dakişandî yên ku di zarên din de peyda nabin, ji devokên din merdtir bûye.

Li milê din, kurdîya jorî di warê peyvsazîyê de xwe gelek li ber guhortinan ragirtiye, lê herweha hinek terkîbên xweyî, ku meriv texmîn dike alternatîvên wan yên eslî hene, avêtine. Bo nimûne, wê li dema ku sîstemeka temam ya tewanga navdar û cînavan parastiye, dev bi yekcarî ji paşpirtikên cînavî berdaye. Di devokên din de, tewang têk çûye, lê paşpirtikên cînavî hêj gelek karan ji karên xwe dikin. Binêre;

kurdîya jorî wê jinê nan pat : kurdîya navendî ew jine nan-î kird

nanî bide min : nan-im biderê

Dîsa, demên borî yên lêkerên têper di kurdîya jorî de ramana xwe ya pasîvîyê di sadetirîn formê de diparêzin; binihêrin:

kurdîya jorî ez derman kirim

Terkîba han kêm caran ji wê ya ku di farisîya kevin de tê dîtin dûr dikeve

ime tye mene krtem

1. kurdîya jorî eve-ye yê min kir

(Devokên navendî çi qas ji vê formê dûr ketine dê li jêrê bihêt dîtin.)

Hîç forma lêkerî ya din ji bo derbirîna pasîvîyê di demên niha de di kurdîya jorî de, wek ya ku di devokên din yên kurdî de peyda bûne, diyar nebûye. Terkîbeka sade li şûna wê tê bikaranîn; binihêrin:

kurdîya jorî dihête kuştin

Heger em bala xwe bidin kurdîya navendî, em dê hejmareka guhertinên peyvsazî bibînin. Hinek ji wan teqrîben nû çêbûne. Yek ji wan, berfirehkirina terkîba “borîya têper” bi zêdekirina paşpirtika kesî ku wezîfeya objektê nedîrek dike, bi ser lêkerê ve ye; binihêrin:

kurdîya navendî xew-im dîw-e “min xewnek dîtiye”

lê xew-im pêwe dîw-ît “min xewnek bi te ve dîtiye”

Heman guherîn di devoka hewramî ya goraniyê de, ya ku min qeyd kiriye, tê dîtin.

hewramî kitêbeke-m da-nî pene “min pirtûk daye te”

lê ji ber ku hîç nimûne di materyalê hewramî yê Benedictsenî [44] de nayên dîtin, ev sîma nabe sîmayeka hevbeş ne di devokên hewramî ne jî di goranîyê de. Divêt meriv ji bo ravekirina gelek sîmanyên din yên kurdîya navendî ji goranîyê pê ve dûrtir neçe.

Li pêşîyê, veqetandeka binavkirinê –eke di hewramî, devokên din yên goranî yên serekî û herweha di zazakiyê [45] de jî heye. Bikaranîna vê paşpirtikê bi tenê di devokên kurdî yên navendî û jêrî de heye. Di kurdîya jorî de, rêya binavkirina navdêrê bi tenê bi bikaranîna rengdêrên îşarkî tê kirin. Zanyarîyên li ser veqetandeka din, -a yê, ya ku di hejmareka berbiçav ya devokên îranî yên rojavayî de belav e ne gelek balkêş in. Ya balkêştir ew e ku ev veqetandek bi yekcarî di kurdîya jorî de nîne.

Me berê jî dît [46] ku terkîba îzafeyê hem di kurdî û devokên ku me jê re “devokên îranî yên navendî”, ji wan goranî, gotiye de, hem di farisî de heye. Wekhevî ji wê derê pê ve xelas dibe. Awayekê îzafeyê yê devokên kurdîya jorî yên kevin heye ku heta niha maye û wek cînavê girêkî tê bikaranîn. Îzafe, wek hemî cînavên din, di van devokan de zayenda xwe ji navdêra pêşî xwe werdigire; binihêrin:

kurdîya jorî bab-ê min

dî-a min/dayk-a min

ew kes-ê ewilî bêt

ew mesela ku ez bo hatîm (mesele-a)

Nîşanên pêşîyê yên têkçûna vê sîstemê di wan devokên navendî de yên ku zayend tê de parastî ye tên dîtin [47]. Di van devokan de, formên nêr –î û mê –ê hatine guhartin. Ev formên nû eynî morfemên tewangê ne. Ne dûr e ku ew ji wê raweyê hatibin. Di hemî devokên kurdî yên mayî de şêweyekê sade û giştî, ku -î ye, ji bo îzafeyê heye.

Dîsa, em du formên îzafeyê ku ne li gorî zayendê lê li gorî wezîfeyên wan ji hev tên cudakirin di goraniyê de – di devoka hewramî de – dibînin. Ev her du form, ku ez ji yekê re dibêjim îzafeya rengdêrî –î û ji ya din re îzafeya genetîv –û, ji bo her du zayendan tên bikaranîn; binihêrin:

hewramî kurr-êw-î cwan “kurekê xort”

kurr-û min “kurê min”

kinaçêwe-y cwane “keçeka xort”

kinaçêwe-w xanî “keçeka Xanî”

Bi bawerîya min, kurtbûna îzafeya kurdîya navendî û ya jêrî bo –î-yê mimkun e ji ber tevlihevbûna her du sîsteman be. Helbet, meriv dikare hizra tesîra farisî jî bike, lê divêt tesîreka wesa li ser zimanê nivîskî ne yê devkî be. Hîç tesîreka wê li ser peyvsazîya kurdî nahêt dîtin.

Îzafe ne rêya bi tenê ye ji bo girêdana navdêran bi wesifkarên wan ve. Hemî devokên goranî, li gel kurdîya navendî û ya jêrî, xwedî terkîbekê ne ku ez navê “hevdudanîya vekirî” lê dikim. Ev terkîb hîngê tê bikaranîn gava frasa navdêrî binavkirî be û nîşana wê jî vokaleka pevgirêdanê ye; binihêrin:

hewramî kurr-e cwan-eke “kurê xort”

a kurr-e cwan-e “ew kurê xort”

kinaçe cwan-ekê “keça xort (kinaçê)”

î kinaçe cwanê “ev keça xort”

Hember bike

kurdîya navendî kurr-e cwane-eke “kurê ciwan”

ew kurr-e cwan-e “ew kurê ciwan”

kiç-e cwan-eke “keça ciwan”

em kiç-e cwan-e “ev keça ciwan”

Hîç şopên vê “hevdudanîya vekirî” di kurdîya jorî de nînin.

Kurdîya navendî di warê paşpirtikên cînavî yên kesîn de ji goranî cuda ye, lê ne bi qasî cudabûna wê ji kurdîya jorî. Ev paşpirtik heman rola giring di hevoksazîya goranî û kurdîya navendî de dilîzin. Cudahîya serekî di navbera her duyan de formên wan in. Goranî ji bo kesê sêyê eynî formên farisî, –ş, -şa(n) hene, lê kurdî –î û –yan hene. Ji bo kesên din, form di her du grûban de wek hev in; anku, kesê yekê –m, -ma(n), kesê duyê –t, ta(n). Di devokên kurdîya navendî yên xweparêz de, formên eslî yên kurdî yên paşpirtikên kesê yekê û kesê duyê yên pirhejmar, -in û –û (hb. avestayî –no, -wo), hatine parastin [48]. Ev rewş divêt li gel rewşa kurdîya jorî, ku tê de paşpirtikên cînavî yên ji vî rengî wenda bûne, bihêt hemberkirin. Kurdîya jorî û zazakî di vê guherînê de şirîk in. Forma kesê sêyê –î (hb. avestayî –hê) di belûcî de jî xuya dibe û meriv dikare ji şopên ku di daçekên xweser yên kurdîya jorî û ya navendî de mane [49] texmîn bike ku ev form berê di hemî devokên kurdî de hebûn. Meriv dikare bigihê vê encamê ku parastina paşpirtikên cînavî di kurdîya navendî de ji ber tesîra dîrek ya goranî ye. Hêza goranî di asîmîlebûn û guherîna formên kurdî de jî diyar dibe.

Berî niha behsa forma pasîva neserekî ya lêkerên kurdîya navendî û jêrî hat kirin. Ew di kurdîya jêrî de, wek qaîde, bi alîkariya morfemên –yê ji bo dema niha û –ya ji bo dema borî pêk têt. Ev awayê “pasîva y-“-yê di goranî û zazakî de jî heye û dibe ku forma kurdîya jêrî dîrek ji goranî hatibe deynkirin. Lê ev qet ji bo kurdîya navendî nahêt gotin çimkî herçend ew awa bi karê xwe wek wê ye lê bi forma xwe ji wê cuda ye. Morfemên pasîvîyê di kurdîya navendî de –rê ji bo dema niha û –ra ji bo dema borî ne. Tifaq li ser vê yekê heye ku ew li ber formên kevnar yên lêkera “kirin”-ê hatine çêkirin; weha:

Têper Pasîv

ke- (< ker- ) : kirê- (< krye- + -îh-) : : X- : X-rê-

ku X- qurmê lêkereka têper ya dema niha ye. Heger îdîaya ku forma pasîva neserekî ya han di kurdîya berê de nebû qebûlbar be, peydabûna wê di kurdîya navendî de dikare ji goranî be.

Nimûneyeka din a biçûk ji tesîra goranî di lêkguhartina pêşpirtika lêkerî ya kurdîya jorî, ve-yê (bn. farisîbez, ve) bi “paşpirtika lêkerî” -ewe-yê di kurdîya navendî de tê dîtin. Binihêrin:

kurdîya jorî ve kir : kurdîya navendî kird-ewe, goranî kerd-ewe

ve girt : girt-ewe

ve şart : şard-ewe şara-we

Goranî ne bi tenê eynî paşpirtika –ewe-yê di vî wezîfeyî de heye, lê wê du paşpirtikên “paşlêkerî” yên dî jî hene.

kurdîya jorî rû nişt : kurdîya navendî da nîşt : goranî nîşt-ere

kurdîya jorî û navendî da xist : wist-ere

ku di kurdî de nînin.

Bona ku terazû biedile, sîmayeka kurdîya jorî heye ku ji devokên kurdî yên din pirtir nêzî hewramî ye. Di devokên din de, morfema pirhejmariyê ya gelemperî, wek farisîya kevin, –an e; lê kurdîya jorî û hewramî sîstemeka durawe di pirhejmarî û herweha di yekhejmariyê de parastiye. Vêca, -a(n) di kurdîya jorî de bi taybetî morfema tewangê ya pirhejmariyê ye, lê pirhejmara xweser bê pirtik e; b.n.

kurdîya jorî mişk der keftin

ez dê va mişka der êxim

Du morfemên pirhejmariyê di hewramiyê de hene: -ê xweser û –a tewang; binihêrin:

hewramî a kitêbê “ew (gelek) pirtûk”

a kitêba bare “wan pirtûkan bîne”

Diyar e ku guherîn di van her du devokan de hemdem lê serbixwe bûye. Devokên din yên goranî, yên ku O. Mannî qeyd kirine, eynî prosesa giştîkirina morfema pirhejmariyê –a, wek kurdîya navendî, derbaz kiriye; binihêrin:

kendulayî [50] dizekan ramay “diz revîn”

kerekan-iş besyanawe “kerên wî hatin girêdan”

gelwerayî [51] a tûtane kuşîsin “ew kûçik kuştî bûn”

Di hinek devokên kurdîya jêrî û devokên goranî de, vê prosesa nûjen ya peydabûna morfemeka giştî ji bo pirhejmariyê pêngavek pêştir avêtiye. Di wan devokan de, morfema “kolektîv” –gel yan jî jêderên wê li şûna–an-ê têt bikaranîn.

Bi kurtî, çar diyarde hene, derveyî nûtirîn guhertinan jî, ku diyar e kurdîya navendî û ya jêrî ew ji goranî deyn kirine.

 paşpirtika binavkirinê –eke

 “hevdudaniya vekirî” li şûna îzafeyê

 forma pasîvîya neserekî ya lêkeran

 paşlêkera –ewe

Du diyardeyên din jî ku wan ji kurdîya jorî cuda dike vedigerin tesîra goranî. Ew jî

 sivikkirina sîstema îzafeyê, û

 parastina paşpirtikên cînavî yên kesîn

Heger em bala xwe bidin belavbûna niha ya kurdîya navendî û jêrî û li gel giravên goranî yên mayî hember bikin, ez bawer dikim ku encama meriv nikare jê bireve ew e ku substratumeka (zemîneka) goranî di van devokên kurdî de heye, lê devokên kurdî yên jorî resenîya xwe heta radeyeka mezin parastiye.

Berî niha tekezkirina wê rastiyê ku elementên, bi awayekê serekî, îraniya başûr-rojavayî di kurdî de hene ji min re zehemet bû. Bervajî wê, sîmayên bakur-rojavayî di goranî û zazakî de baş berçav in. Nêrîneka serpê jî li rewşa îro ya her du grûban diyar dike ku ew grûb di qonaxên cîguherînê yên berbiçav re derbaz bûne. Ne zehmet e ku meriv van encamên zimannasî, heger meriv bikare wan wesa bi nav bike, wegerîne ser termên cografîk û dîrokî. Xweragirtina gelê zaza, yê ku wek tê zanîn di esil de ji Deylemê li ser qeraxê başûr yê Xezerê hatiye, di yekîneyeka biçûk û veder de faktoreka giring e ku meriv bala xwe bideyê. Bêyî delîlên dîrokî yên zêdetir, ne beraqil e ku meriv biryarê bide ka ew ji ber pêlên kurdan ji ciyê wan ber bi rojavayî ve hatine guhastin yan jî wan xwe di nava devereka saxlem ya li bin desthilata kurdan de xistiye. Kêm zêde, ravekirina pêşiyê dikare mimkintir be.

Vêca, texmîneka giştî dê hosa be. Li pêşiyê, piraniya kurdan ber bi bakurî ve bo nav Ermenistanê çûne, û bi îhtimal zaza derxistine. Paşî, goranan Zagrosê başûr û derdorên wî dagîr kirine û li dawiyê, di demên paştir de, pêleka din ya kurdan ji bakurî hatiye û xwe bi ser goranan de girtiye û hêdî hêdî ew tev, ji bilî yên ku mane, di nav xwe de helandine. Dijwarî di tarîxkirina van bûyerên texmînî de derdikeve. Lê, pêwîst e meriv ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li delîlên ne bi zimanî ve girêdayî bigere.

________

* Sernivîsa orijînal ya vê nivîsarê “The origions of Kurdish” e. Ew di sala 1961ê de di Transactions of the Philological Society de belav bûye. [Wergêr]

Wergêr spasiya Arif Zêrevanî ji bo rastkirin û têbînîyên wî li ser reşnivîsa vê wergerê dike.

[1] “Les origines des Kurdes”, Actes du XX* Congris International des Orientalistes, Louvain, 1940, 143

[2] Les Kurdes, étude sociologiqure et historique, Paris, 1956, 2-16.

[3] Bnr. bo nimûne, li G. R. Driver, “The Name Kurd and its Philological connexions”, JRAS, 1923, 393, û berhemê vê dawîyê I. M. Oranskij, Vredanie v iranskuju filologiju, Moskva, 1960, 316.

[4] Bnr. A. Goetze, Kleinarien, Munich, 1957, 191, n. 6.

[5] Bnr. Driver, “The Name Kurd”, 397.

[6] Bibliotheca geographorum Arabicorum, Tome, VII, 128.

[7] Veguhastina Nikitineyî ye, Kurdes, 4.

[8] Hemî nimûneyên kurdiyê ji notên min in.

[9] Monde Orientale, XV, 208.

[10] Devokek e ji rojhilatê Hemedanê; bnr. M. Mughaddam, “Gûyûşhayî vefs ve aştiyan ve tefrîş”, Îran Kûda11, Tehran, 1949.

[11] Nimûne ji W. Geiger , Etymologie des Balūčī, Munich, 1890.

[12] Nimûneyên goranî bi piranî ji notên min in li ser devoka hewramanî (ya Hewramanî Lahon) ya ku gelek kevnar e. Nimûneyên din ji materyalê O. Mannî ne, Mundarten der Gûrân, … bearbeitet von Karl Hadank, Berlin, 1930.

[13] A. Christensen, Contributions á la dialectologie iranienne, Copenhagen, 1930, 288.

[14] G. Morgenstierne, IIFL, I, 390.

[15] Bnr. nivîsara min “Bâjalânî”, BSOAS, XVIII, 435.

[16] IIFL, I, 37; II, 457.

[17] Morgenstierne, EVP, 77; AO, I, 268.

[18] IIFL, II, 519.

[19] IIFL, I, 244.

[20] hs., 391.

[21] “Dialektologie, ” 252-3.

[22] Nimûneyên bextiyarî ji D. R. Lorinser, Phonology of the Bakhtiari … Dialect … , London, 1922, 102-106 hatine wergitin..

[23] Tedesco, “Dialectogie,”, 193.

[24] E. Benveniste, “Persica II”, BSL, 31, 73.

[25] “Dialectolgie,” 253-4.

[26] hs, 246.

[27] Iranische Dialektaufzeichnungen, aus dem Nachlass von F.C. Andereas, Berlin, 1939, 144.

[28] Christensen, Contributions II, Copenhagen, 179-87.

[29] Zehra devereka başûrê Qezwînê, nêzîkî Takistanê, ye. (v. Henning, TPS, 1954, 159). Devokên zehrayî yên du navendan, Bermowa (Îbrahîmabad) û Sezciwa (Segzabad) ji aliyê Celal Al Ehmedî ve di Tat-niþînha-yi bulûk-i Zehra, Tehran, 1958 de hatine şirove kirin.

[30] “Dialektologie,” 199, n. 1.

[31] W. B. Henning, “Das Verbum des Mittelperischen der Turfanfragmente”, ZII, 9, 209.

[32] Tedesco, “Dialektologie,” 197

[33] hs., 206.

[34] Bnr. rûp. 4 li jorê

[35] Kurdiya navendî herweha bala “bejin” jî heye lê bi tenê di bejn-û-bala û bala-berz “bejinbilind”-an de.

[36] Radera maltin yan maştin di hinek devokan de

[37] Morgenstiene, “Notes on Balochi Etymology”, NTS, V, 41.

[38] Di frasa ”ez benî”-yê de

[39] Henning, “Verbum,” 193.

[40] “Origins des Kurdes,” 145.

[41] hs., 152.

[42] Kurdish Dialect Studies I, London, Oriental Series, 1961.

[43] h û ‘ di kurdiya jorî û navendî de hene.

[44] Les dialectes d’Awraman et de Pāwä, textes recueillis par … B. revus et publés…par arthur Christensen, Copenhagen, 1921.

[45] Devokên vê grûbê li ciyê herî bakur-rojavayî yê devera kurdî niha tên, û heta berî midetekê jî dihatin bikaranîn, lê ew gelek nêzîkî goranî ne; bn. berhemê O. Mannî Mundarten der Zâzâ,…bearbeitet von Karl Hadank, Berlîn, 1932.

[46] Di diyagrama rûp. 7-ê de li jorê

[47] Bi taybetî pişderî û mukrî, bnr. K(urdish) D(ialect) S(tudies) I, §§ 179.h, 183.a.

[48] Bnr. KDS I, § 197.a

[49] hs., §§ 237, 302.

[50] Mundarten der Gûrân, 311 û 322

[51] hs., 454

Na xebere 651 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.