zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
15 Temmuze 2016 Îne 08:27

"Ji Devê Şahidan Jenosîda Armenîyan"

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

"Tanıkların Dilinden Ermeni Soykırımı" (Ji Devê Şahidan Jenosîda Armenîyan) navê kitêbekê ye ku ji layê Donald E. Miller û Lorna Touryan Miller hatiye amadekirin. (Wergerandin: Ajda Pelda, Weşanên Pêri, Îstanbul 2006) Lêkolîneran bi 103 kesên ku di navbera salên 1880 û 1912 de hatine dinyayê û tehcîr/surgun bûne re bi dorfirehî qise kirine. Yên ku di navbera salên 1880 û 1906/7 de hatine dinyayê, tehcîra ku di sala 1915 û piştî wê çêbûye bi teferuat di bîra wan de maye û qal dikin. Yên ku paşê hatine dinyayê, ji ber ku bê dê û bav, bê kesûkar mezin bûne, beh dikin ku li yetîmxaneyan çawa jîyane. Ev kesên hanê li bajarên mîna ji Xarpêtê bigrin heta bi Çanaqeleyê, ji Çemişgezekê bigrin heta bi Balikesîrê, ji Sêwasê bigirin heta bi Îstanbulê, ji Bidlîsê bigrin heta bi Qonyayê û li gelek deverên din hatine dinyayê. (r. 270)

Vahram Sarkîs Touryan ji Gêxîyê (Çewlîg) ye, di sala 1907 de hatiye dinyayê. (r. 21) Di sala 1915 de heştsalî ye. Hal û wextê malbatê baş e. Bav bi bazirganîyê ve mijûl e. Bavê Vahram Sarkîsî di bihara sala 1915 de dema ji bo karê xwe yê bazirganîyê derdikeve rêwitîyê ji layê hêzên asayîşê ve tê girtin. Careka din jî kes wî nabîne. Demeka kurt paşê malbat pê dihese ku ew ligel hinde zilamên wekî wî bazirganîyê dikin hatiye kuştin. Ev dewra destpêkirina tehcîr/surgunê ye. Tehcîr/surgun demeka kurt piştî van bûyeran dest pê dikin. Jina ciwan ku mêrê wê hatiye kuştin bi sê zarokên xwe ve di rêyên surgnîyê de ye. Di rojên pêşî yên surgunîyê de, hinde kelûpelên ku malbat bi xwe re digerîne, cendirmeyên ku nezaretê qefîleyê dikin û hinek ji "gelên xwecihî/kurd" ku bi cendirmeyan re hevkarîyê dikin, dest datînin ser beşeka ji vî kelûpelî. Jinikê di dema surgunîyê de, li nav kelûpelê xwe ji bo ku pêwîstîyên xwe temîn bike hinek pere veşartiye. Cendirme û "gelên xwecihî/kurd" vê yekê dizanin. Dixwazin bi zorê vî pereyî ji jinikê bigrin. Jinik nade. Di dema vê keftûleftê de jinik tê kuştin. Dest datînin ser hemî kelûpelên wê. Êdî zarok bi tevayî ji eleqeya malbatê bêpar mane. Birçîbûn, tîbûn û nexweşî hîn di rojên pêşîyê de wekî kêşeyên girîng derdikevin pêşîya wan. Di rêya surgunîyê de destûr nadin ku qefle avê vexwe, xwarin û avê bigrin bal xwe. Di rê de ji layê cerdên "gelên xwecihî" ve, bi çavê xwe girtina cendirmeyan ya bo van cerdan, her ku diçe kelûpelê wan kêmtir dibe. Gelek dîqet dikin ku qefle nekeve nav gundan û bajaran. Qefleyê di rêyên çiyayan û gelîyan re dibin. Bi vî awayî rê nadin ku xebera derûdorê ji surgunîyan çêbibe. Ji qefleya surgunîyan jin û zarok têne revandin. Di vê navberê de cendirmeyekî çav berdide xwuşka Vahramî ya bi navê Sîrun. Dibêje ez dixwazim wê bibim malê, bi malbata xwe re bidim nasîn û pê re bizewicim. Xwişka Vahramî Sîrun bi wê şertê ku ew xwedîtîyê li birayên xwe bike, vê teklîfê qebûl dike. Îboyê cendirme Sîrun û Vahramî dibe mala xwe, bi malbata xwe dide nasîn. Lê birayê din bi qefleyê re diçe. Vahramê heştsalî bi hêsanî întîbaqê malbata tirk a musluman dike. Malbat Vahramî wekî xizmetkarê malê qebûl dike. Hêzên dewletê jî bo vê destûr didin. Ji Vahramî dixwazin ku ew bibe musluman, dînê xwe yê berê xirab bibîne, fêrî tirkî bibe, Qur'an bixwîne. Wisa dibe. Her ku diçe Vahram armenîkî ji bîr ve dike. Lê Sîrun neşê întîbaqê şertan bike. Neheqîyên ku li malbata wê bûne, zilm, kuştina bavê wê, li ber çavê wê kuştina diya wê hîç ji bîra wê naçe. Nirxên armenîtîyê diparêze, dev ji jîyana armenîtîyê bernade. Bi yarmetîya jineka armenî ji ber malbata tirk û musluman direve. Dema ku direve Vahramî jî ligel xwe dibe. Digel ku Vahram naxwaze pê re here, li ber xwe dide, dilê wê razî nabe ku Vahram li wir bimîne. Jinika armenî dilebite ku Sîrunê û birayê wê Vahranî di yetîmxaneyekê de bi cih bike. Şertên yetîmxaneyê gelek xirab in. Kelûpelên mîna nivîn û lihêfan tune ne. Xwarin kêm e. Hejmara sêwîyên armenî zêde ye. Ji kilîseyên li Ewropa û Amerîkayê bo yêtîmxaneyê yarmetîya madî tê. Vahram li yêtîmxaneyê cardin tê ser dînê xwe. Dest bi xwendina Încîlî dike. Armenîkî qise dike. Di vê navberê de dest bi dîtina perwerdeyê jî dike.

Vahram di sala 1907 de li Împaratorîya Usmanî, li Gêxîyê hatiye dinyayê. Di dema tehcîra armenîyan a sala 1915 de wekî zarok têde jîyaye. Ew dizane berîya tehcîrê bavê wî çawa hatiye girtin, hatiye kuştin, di dema tehcîrê de diya wî çawa hatiye kuştin. Tê bîra wî ku di dema tehcîrê de mindalekê ji hembêza diya wê girtine û li keviran xistine kuştine. Tê bîra wî ku keçikeka xama çawa ji hembêza diya wê revandine birine. (r. 24) Wek kesên din ku li jîyanê mane ew jî bûye şahidê bi sedan kesên ku ji birçîbûnê, ji sermayê, ji wehşetê, ji nexweşîyê û ji ber êrîşan mirine. Kuştin û qîrînên keçikeka armenî ya ku ji ber nexweşîya dîzanterîyê ketiye hîç ji bîra wî naçe. Ew qîrîn di nav mejî û dilê wî de hatiye kolandin. Vê keçika armenî ji malê derxistine piçekî dûr birine û bi êzingan li serê wê xistine wisa kuştine.

Di sala 1922 de bi fişardina hukumeta tirkan yêtîmxaneya armenîyan ji Tirkîyê hate derxistin û veguhêztin bo Sûrîyê. Vahramî ji Sûrîyê dibin Yûnanîstanê, ji wir dibin Korfu (Yûnanîstan, peravên Adrîyatîkê). Lê Sîrun li Beyrûdê di yetîmxaneyekê de dixebite. Vahram di sala 1925 de ji Korfuyê vedigere Beyrûdê. Sîruna ku li yêtîmxaneyê dixebite ji ber sermayê satlîcanî dibe. Ji ber vê nexweşîyê dimre. Vahram bi tevayî bêkes dimîne. Êdî 17 salî ye. Ji Beyrûdê derbasî Filîstînê dibe. Li Filîstînê di karên sivik de dixebite da ku debara xwe bike. Dema ku çûye Filîstînê li wir dizewice. Di sala 1948 de ji ber şerê di navbera ereban û îslaîlîyan vedigere Beyrûdê. Dema ku ji bo zarokên xwe li şertên jîyaneka baş digere, hingê koç dike diçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li Kalîfornîyayê, li Pasadanê bi cih dibe.

Vahram Sarkîs Touryan ji nivîskarên vê kitêbê bavê Lorna Touryan Millerê ye. Lorna Touryan Miller di dawîyê salên 1970î de van bîranînên bavê xwe ferq dike û têdigihê. Wê de Vahram Sarkîs di salên xwe yên şêstî de ye. Di sala 1978 de bi armenîyên ku ji jenosîdê filitîne re bi awayekî biplan hevdîtinan dike. Di vê çarçeweyê de bi Vahram Sarkîsî re jî mulaqat dike. Vahram Sarkîs di sala 1989 de, di 82 salîya xwe de dimire. (r. 31) Keça wî Lorna Touryan Miller heta mirina wî bi bavê xwe re gelek caran mulaqat kiriye. Bi întîbaya ku ji van mulaqatan girtiye, bi armenîyên din yên ku ji jenosîdê filitîne re jî mulaqatan dike. Ji armenîyên din re tim telefon dike, bi yarmetîya kesên ku ligel wan peywendî danîye li armenîyên din digere, wan dibîne. Bi vî awayî bi armenîyên ku li bajar yan li welatên din dimînin re jî mulaqat dike. Ev xebatên berhevkirina dîroka devkî ne. Di van xebatên xwe yên biplan de yarmetîya mêrê xwe Donald E. Millerî jî digre. Jixwe ev kitêba ku em behsa wê dikin, xebata van her du nivîskarên lêkolîner e. Bi vî awayî bi 103 kesî rê mulaqat dikin. Ji kesên ku li jîyanê mane, 602 jin, 42 zilam in.

Di kitêbê de piştî ku Vahram Sarkîs Touryan bi bîranînên xwe ve tê nasandin îcar dokumantên jenosîdê têne analîzkirin. Tiştê ku kesên ji jenosîde zindî filitîne bi belgeyên ku ji salên 1915-1916 hatine berhevkirin re berawird dikin ku rastîya wan teyîd bikin. Belgeyên ku konsolosên welatên dereke amade kirine, herwisa belgeyên ku çavdêrên din amade kirine dîmeneka temamker ku mûyên canê merivî dikin wek şûjinan derdikeve meydanê. Tiştên ku di wan belgeyan de tê qisekirin, bi tiştên ku kesên ji jenosîdê sax filitîne didin ber hev, bi vî awayî derdikeve meydanê ku di dereceyeka bilind de rast in. Ji vê koleksîyona belgeyan hinek jê Dosyayên Beşên Raportê yên DYA ne. (r. 32) Raportên bi sernavê "Karûbarên Navxweyî yên Tirkîyê 1910-1929" û raportên bi sernavê "Kêşeya Îraqê" raportên balkêş in. Herwisa raportên serkonsolosê Îstanbulê yê DYA Henry Morgenthauî jî balkêş in. Navê vê kitêba ku di sala 1918 de weşîyaye "Ambassador Morgenthau's Story" e. Tirkîya vê kitêbê di sala 2006 de bi navê "Büyükelçi Morgenthau'nun Hikayeleri" ji Weşanxaneya Belgeyê weşîya. Raportên ku konsolosê Sûrîyê J. B. Jackson, konsolosê Xarpêtê Leslie Davis, konsolosê Tarbzonê Oscar S. Heizer, konsolosê Mêrsînê Edward Nathanî bo serkonsolos Morgenthauyî ragihandine, nûçeyên wisa ne ku roj bi rojê nîşan didin bê hela tehcîr/surgun û jenosîd çawa çêbûne.

Grûbeka din ya raportên ku bîranînên kesên ku zindî mane tesdîq dikin raportên ku ji layê Bryce û Toynbee amade bûne û pêşkêşî Parlementoya Înglîzan bûne. Ji vana re dibêjin "Kitêba Şîn". "Kitêba Şîn" bi jêresernavê "Li Împaratorîya Osmanîyan Muameleya ku bi Armenîyan Dibe" di sala 1916 de weşîyaye. Tirkîya vê kitêbê di sala 2006 de wekî du cild ji Weşanxaneya Pencereyê hatiye weşandin. Herwisa kitêba Arnould Toynbeeyî "Xedarîya Zalimane ku li Hemberî Armenîyan Çêbûn, Kuştina Nîjadekê" kitêbeka di vê kategorîyê de ye. Grûba sêyem ya raportên ku divê meriv di vê çarçeweyê de bibîne, raportên ku ji layê lîderê mîsyona rojhelatê ya almanan avûkat doktor Johannes Lepsiusî ve amade bûne. Di vê mijarê de sê weşanên Dr. Johannes Lepsiusî hene. Her sê jî raportên ku konsolosên Adena, Heleb û Erziromê yên Almanya di navbera salên 1914-1918 de dane. Dîsa xebata bi navê "Dehşeta Helebê" ku ji dersdarên alman yên li Helebê Dr. Martin Niepage amade kiriye jî gelek hêja ye. Di destpêkê de kesên alman yên layengîrê tirkan jî hene ku ketine nav bûyerê. Wekî nimûne, Dr. Armin Wagner ku di nav Mîsyona Tenduristîyê ya Usmanî de cih digre, li Meskenê û Helebê fotografên armenîyên ku hatine surgunkirin girtine û ligel çavdêrîyên xwe weşandine.

Rojnameya The Newyork Times heta meha berfanbara 1915 derheqê jenosîdê de ji sedî zêdetir nûçe weşandine. Sernavê hinek ji van nivîsaran wisa ne:

"Tirkan bajarên Armenîstanê vala kirin." "Seyyah dibêjin xirîstîyanên Welatê Mezin ji mala xwe hatine derxistin." "600.000 merivên birçî di rêyan de ne." (27 tebax 2015)

"1.500.000 kes birçî ne." "Komîteya Rizgarkirinê ji bo qurbanîyên biryara tirkan yarmetîyê dixwazin." (5 îlon 1915)

"Rêvebirîya Mîsyonê behsa dehşeta tirkan kir. Muxabîran çîrokên ku derbarê tunekirina armenîyan de tên gotin, tesdîq kirin." (7 îlon 1915)

Nûçeyên wekî vana di rojnameyên Înglîstan, Awusturya û hinek welatên din de jî weşîyane.

Dîsa derheqê jenosîdê de kitêbên ku li sala 1915 û hema li dû wê weşîyane ev in:

-Andonian, Aram, ed. “The Memoirs of Naim Bey” London, Hodger & Stoughton, 1920

-Gibbons, Herbert Adams, “Modern Tarihteki En Karanlık Sayfa, 1915’de Ermenistan’daki Olaylar: Gerçekler ve Sorumluluklar", Newyork, G.P. Putman’ın oğulları, 1916

-Niepage Martin, “Alman Görgü Tanıklarınca Görünen Halep Vahşeti”, Londra, T. Fisher Unwin,1917

-Nogolas, Rafael, "Hilalın Altında Dört Sene”, Newyork, Charles Scribner Oğulları, 1926

-Ussher Clarence D. Ve Grace H. Knapp “Türkiye’deki Amerikalı Hekimler, Savaşta ve Barışta Macere Hikayeleri”, Boston, Houghton, Mifflin, 1917

-Werfel Franz, “Musa Dağı’nda Kırk Gün,” Newyork, Viking Basımevi, 1934 (Tirkîya wê ji Belge Yayınları, 1996).

 

Beşa duyem ya kitêbê ji layê dîrokî û polîtîkî ve jenosîdê dihelsengîne. Derheqê jenosîdê de hinde fikir têne îfadekirin.

Di beşa sisêyan de behsa jîyana berîya surgunê dibe. Nîzama niştecihbûnê, çêkirina avahîyan, cilûberg çawa dihatin temînkirin û hwd. têne vekolandin. Jîyana gundan, jîyana bajaran, jîyana bazirganîyê, awayên kar û xebatê, amadekirin û parastina xwarinan, têkilîyên cîrantîyê têne qisetkirin.

Beşa çaran ya kitêbê behsa meşa surgunîyan dike. Piranîya yên ku hatine tehcîrkirin, yên ku surgun dibin jin, zarok û extîyar in. Meriv dişê tevayî kesên ku hatine surgunkirin di vê kategorîyê de hesab bike. Beşeka zilaman berîya ku tehcîr dest pêbike hatine girtin, tewqîf bûne û xistine hepisxaneyan. Beşek ji yên ku hatine girtin, di vê prosesê de bi awayekî hatine kuştin. Dîsa piranîya zilamên ku dişên çek hilgirin bo wezîfeya leşkerîyê hatine girtin. Di wezîfeya leşkerîyê de çek nedane destê wan, di karên xizmetê de, di çêkirina rêyan û kanên keviran de, di hilgirtina barên giran de hatine şuxulandin. Operasyoneka din ku berîya tehcîrê bûye jî berhevkirina çekan e. Ji malên armenîyan çek hatine berhevkirin, ev çek, paşê wekî delîlên "suîqestkirina li dewletê" hatine bikaranîn. Piştî ku zilam bi hincet û behaneyên cur bi cur hatine tunekirin, êdî yên ku bo surgunê hatine şandin jin û zarok û extîyar in. Ne ku tenê armenîyên di cebheya herba rûsan de, armenîyên li Anadoluya Navîn, yên li herêma Deryaya Reş, yên li herêma Egeyê, yên li herêma Deryaya Sipî hemî hatine surgunkirin.

Di beşa pêncemîn ya kitêbê de behsa tecrubeyên jinan û zarokan yê li dema meşa surgunê dibe.

Di beşa şeşan de jîyana yêtimxaneyan bi dîyardeyên zengîn tê qisetkirin. Hinde nimûneyên ku bi salan şûn de endamên malbatê gihane hev têne dayîn. Hinde endamên malbatê ku ji jenosîdê filitîne û li welatên cihê bi cihê belav bûne, di nav demê de şîyane bigihên hev.

Sernavê beşa heftemîn ya kitêbê "Koçkirin û Ji Nuh ve Niştecihbûn" e. Reaksîyona kesên ku ji jenosîdê filitîne di beşa heştem de, derheqê jenosîdê de ramanên exlaqî di beşa nehem de cih digrin.

Jenosîda armenîyan yekemîn jenosîda mezin ya sedeyê bîstemîn e. Yên ku tehcîr û surgun bûne, tiştên bi serê wan de hatine bi detay qise dikin. Nivîskarên lêkolîner Donald E. Miller û Lorna Touryan Miller pê bawer bûne ku di dema ku jenosîd têde çêbûye de raportên ku balyozxane û konsolosxaneyên cihê bi cihê amade kirine, yên ku rêxistinên xêrxwazîyê amade kirine, yên ku pisporên xebata sosyalî amade kirine û hema di wê demê de weşandine hemî hevûdin tesdîq dikin.

Jin, zarok, kal û pîr di dema tehcîrê de êşên giran dikşînin. Meriv dişê van êşan di sê grûbên wekî êşên bedenî, êşên derûnî û êşên exlaqî tesnîf bike. Birçîtî, têhnîtî, nexweşî, li bilindahîya çiyayan mayîn, li nav deştên bêserûber mayîn, marûzê êrîşan bûyîn, îşkence dîtin, westîn, serma û germ êşên bedenî ne. Keder, tirs, xemgînî, endîşeya ewlehîyê, nedîtina îhtîramê jî ji êşên derûnîyê ne. Tirsa ku dê êrîşê wan bikin, tirsa birçîtîyê, tirsa têhnîbûnê, tirsa sermayê, tirsa derketina ji însanîyetê janên wisa ne ku hîç naqedin. Êşên exlaqî jî têne kişandin. Jin di rêya surgunîyê de mecbûr dimînin zarokên xwe terk dikin, mirîyên xwe li dû xwe dihêlin û diçin, bûyerên xwekuştinê, hîsên daxwaza xwekuştinê, bi darê zorê guhertina dîn û bawerîya xwe, ji bo ku herin yêtîmxaneyê terkirina zarokên xwe… Ev êşên wisa ne ku hertim têne kişandin. Ev êşên wisa ligel fedîkirineka mezin têne kişandin. Li hemberî ewçend kuştinên ku zêde çêdibin, yên ku li jiyanê dimînin xwe tawanbar hîs dikin, ev dike ku êşeka kûr ya exlaqî û hissî bikşînin. Herwisa di her wesîleyê de armenî têne şeqizandin û piçûkxistin, tirsa vê yekê, endîşeyên wisa jî bi wan êş didin kişandin. Yên ku tehcîr/surgun bûne, di nav qisekirinên xwe de behsa van êşên wisa dikin.

Taybetîyeka serincrakêş ya kitêba "Tanıkların Dilinden Ermeni Soykırımı" (Ji Devê Şahidan Jenosîda Armenîyan) ev e ku derdê kesên ku tehcîr/surgunê jiyane tev dide. Hîsên wekî "nefret û hêrs", "jê revîn û nedayîna derve" hîsên wisa ne ku gelek tên jiyîn. Ev hîsên wisa çawa pêk hatine, çawa jîyane, mijarên wisa ne ku nivîskarên lêkolîner şîrove kirine. (r. 225 û dewama wê) "Tolhildan û Telafî", "jêdûrketin û efûkirin" jî hîsîyatên wisa ne ku cardin di vê kategorîyê de têne şîrovekirin. Heriwsa "qebûlkirin û bêhêvîtî", "beyankirin û rasyonelîzekirin" jî wisa ne.

 

Sê Pirsên Bingehîn

1.Di Rojên Tehcîr/Surgunê de Peywendîyên Hukumeta Îttîhad we Teraqqîyê bi Kurdan re Çawa ne?

Girîngtirîn rêxistina Îttîhad we Teraqqîyê Teşkîlat-i Mexsûsa ye. Teşkîlat-i Mexsûsa rêxistineka wisa ye ku di serî de ji bo helkirina pirsa armenîyan hatiye tesewurkirin û pêkanîn. Rêxistineka nihênî ye. Sê serçaweyên lêdanê yên girîng yên Teşkîlat-i Mexsûsa hene. Di grûpa yekem de tawanbarên kuştinan ku di netîceya hinde bazarkirin û lihevkirinan de ji hepisxaneyan hatine berdan hene. Evên hanê, bi wî şertê ku di çewsandina ku dê li ser armenîyan bête kirin de, di kiryarên terorîstane de, di ji cih û warên xwe derxistina armenîyan de bêne bikaranîn, ji bo van karan ji hepisxaneyan têne berdan û tawanên wan hatine jêbirin. Herwisa garantî girtine ku ji kirinên xwe, ji ber operasyonan dê tu pirsîyarkirinek derheqê wan de çênebe. Yên di grûpa duyem de cih digrin hinek eşîrên kurdan e. Ji kurdan re gotine "Eger hûn armenîyan ji taxên xwe, ji gundên xwe, ji derûdora xwe dûr bixînin, dûrxistina wan de yarmetîyê bikin, mal û milkê ku dê ji wan bimîne, wekî nimûne, zevî, xanî, dikan, aş, atolye, ga, kerî û hwd. dê ji we re be…" Heriwsa garantî dane wan ku dê ji ber van kirin û operasyonan rastê tu pirsîyarkirinekê neyên. Serçaweyeka sêyem ya Teşkîlat-i Mexsûsa jî heye. Ev, elemanên ku ji macirên Balkanan hatine berhevkirin.

Rêvebirên hukumeta Îtîhad we Teraqqîyê, bitaybetî rêvebirên li herêman di vê çarçeweyê de bi kurdan re, bi eşîrên kurdan re hevdîtin kirine. Ev reftarîyeka wisa ye ku kurdan teşwîqê tawanê dike, wan dixîne nav tawaneka merivayetîyê. Hinek kurd, hinek grûbên kurdan, hinek eşîrên kurdan bi hewes vê pêşnîyazê qebûl kirine. Surgunkirina armenîyên di bin tehdayê de, çewsandin û zorê li wan kirin, lê tacîzkirin, tengkirina jîyana armenîyan û korkirina wan bêguman îradeya kurdan nîne. Ev îradeya hukumeta Îttîhadî ye. Li vir vekirî ye ku kurd wekî tetikkêş hatine bikaranîn. Lê divê meriv van têkilîyan piçekî din kûrtir analîz bike. Ev eşkera ye ku di vê tehcîr û surgunê de tetikkêşî ew proses nîye ku bi îradeya kurdan çêbûye. Lêbelê ev eşkera ye ku kurd di vê prosesê de xistine nav tawaneka giran, ketine nav tawanê. Vê yekê, di dîroka pêşerojê ya kurdan de, di peywendîyên Tirkîye û kurdan de, netîceyên di eleyhê kurdan de derxistine meydanê. Serbalyozê DYA yê Îstanbulê Henry Morgenthau li raporta ku di roja 4 adar 1918 de temam kiriye ev îfade hene:

"Dawîya meha hezîrana 1915, dema ku termometre 40-45 pileyî nîşan dida, grûbeka ji hezar kesî zêdetir jin û zarokên Xarpêtî di ser Wêranşara ku dikeve rojhelatê Dîyarbekirê re têne veguhêztin. Temamê wan teslîmê grûbeka kurdên birehm hatin kirin ku ji nav wan jin, keç û zarokên xweşik hildibijartin. Ev kesên ku ji tirsa qedera xwe diricifîn, ketibûn destê zalimên wehşî. Jinan li dijî kurdên hêrsbûyî bi qasî ku ji wan hat herî baş li ber xwe dan. Herî dawîyê, berîya yên ku hilbijartin û xistine destê xwe neqil bikin, cil û bergên yên mayî ji wan kirin. Rêwîtîya ku mabû, zor li wan hate kirin ku temamen bi awayekî tazî bimeşin. Şahidên vê zalimtîyê gotin qasê 300 heb jin bi tevayî tazî gihîştin Rasileynê. Di wê demê de rêya hesinî ya Almanya-Bexdadê hîn temam nebûbû. Şahidan viya jî îlawe kirin ku jin bi tevayî tazî, porê wan wekî heywanên kovî tevlihev û lingên wan ji ber rêwîtîya şeş rojan tev şewitîbûn. Ji vana gelek kes piştî ku gihan Helebê, çeçd roj bi şûn de hatin balyozxaneyê û bedenê xwe bi şanî min dan. Wucûdê wan ji ber şewatê bûbû wekî zeytûnên şîn, postê wan wisa bi perçeyên mezin terişîbû û gelekê wan ji ber lêdana sosret ku kurdan li wan dabû di serê wan de birînên kûr û di wucûdên wan de cihên birandî hebûn.

Di serê tebaxa 1915 de qasê 5.000 jin û zarokên dereceya dehşetê de zeîf, qirêj, perîşan û nexweş, li Helebê dîtina wan ji tiştên herî tirsnak e. Ji vana 3.000 heb roja pêşî hatin, 2.000 jî rojên li pey gihan wir. Ji nufûsa tendurist û berhemdar ya armenîyên Sêwasê tenê ev meriv mabûn. Di eslê xwe de merivên ku ji wê herêmê tên ji 300.000î zêdetir hatine hesabkirin. Baş e, çi bi serê yên din de hatiye? Bi qasî ku em ji grûbek kesên biaqil ku bi awayekî mucîzewî gihane Helebê fêr bûn, hemî zilam û xortên ku temenê wan ji 14 jortir e serê biharê ji bo qereqolên polîsan yên li herêmê hatine vexwendin. Ev vexwendin çend hefteyan wisa hatiye tekrarkirin. Ji van kesan careka din hîç xeber nehatiye girtin. Qedera wan dê çawa bibe, ji yekî zêdetir şahidan ev tesdîq kiribû. Lewre tu manayeka li wir mayînê tune bû." (r. 33-34)

Konsolos Jackson dibêje kesên ku hatine heta bi Helebê jî xwe di ewlehîyê de hîs nakin. Welhasil hîn paşê berê gelek kesî didin bi alîyê hundirê Sûrîyê ve. Konsolos Jackson wisa dinivîse:

"Multecîyên armenî li Dêrezorê, ji layê kesên tirk, qafqas û kurdên ku ji hepisxaneyê hatine berdan ve rastê êrîşan bûn… Ji sedî kêmtir kesên ku şîyan birevin û qasê 250 zarokên ku li kuçeyên Dêrê wekî kûçikan direvin xaric, qasê 60.000 nufûsa armenîyan di nav hefteyekê de temamen tune bû. (r. 35)

Konsolos Jacksonî îfadeyên yekê ku ji Xarpêtê (Elezîz) hatiye surgunkirin wisa tomar kirine:

"… roja 52. gihan gundekî din. Her çîyê wan hebû kurdan ji wan girt, gomlekên wan, heta kincên wan ên bînî jî. Kerwan di bin tava ku dişewitîne de bi tevayî tazî, tam pênc roj meşîya. Pênc rojên di pey re, ne parîyek nanê wan hebû ku bikin devê xwe ne jî firek ava wan hebû ku vexwin. Ji têhnan dikirin bipijin û bimrin. Bi sedan kes ji têhnan zimanê wan bûbû wekî komirê, di rê de ketin û man. Roja pêncan gihan ser kanîyekê. Bi awayekî tebîî kerwan hemî ber bi wir ve bazda. Lê muhafizan pêşî li wan girt û destûr nedan ku firek jî avê vexwin, xwestin taseka avê bi 1-3 lîrayî bifiroşin. Hinde caran pere girtin lê cardin avê nedan. Li cihekî din jî çend bîr hebûn. Ji ber ku di wan bîran de ben yan jî satil tune bû ku pê avê bikêşin lewre hinekan xwe avêtin xwarê û têde fetisîn. Cesedên wan hîn jî di bin wan bîran de ne, bêhn didin lê dîsa jî yên mayî ji ava wan bîran vexwar. Hinde caran ji bo ku însan têhna xwe bişkênin, ji bo kincên şilbûyî yên jinên ji bîrên ku zêde kûr nînin derketine bimijin bazdidan." (r. 35-36)

Serçaweya agahîyan didin zanîn ku, heta roja heftan ji grûba orîjînal ya ji 3.000 kesî ku ji Xarpêtê hatiye surgunkirin tenê 35 jin û zarok filitîne. Yên ku filitîne tenê ev in. Ji xarpêtê konsolos Leslie Davis di mektuba ku ji serkonsolos Morgenthau re şandiye de çavdêrîyên xwe yên li kampên armenîyên ku ji Erzirom û Erzincanê hatine surgunkirin wisa qiset dike:

"… Ji ber ku piranîya wan di rê de hatibûn kuştin tenê çend zilam di nav wan de hebûn. Hemîyan çîrokên wekî hev qiset dikirin ku di rê de kurdan êrîşê wan kirine û ew şêlandine. Hema bêjin ku temamê wan di rê de tekarar tekrar rastê êrîşê hatine û piranîya wan hatine kuştin, bitaybetî jî zilam…

Dixuya ku terzeka dîyarkirî ya rêveçûna vê sîstemê heye. Grûbek kurd bitaybetî ji bo ku zilaman û dema ku dora wan hat yên din jî bikujin di ser rêyan de disekinîn. Wisa xuya ye ku hemî fealîyet bi qasî ku vî welatî heta niha nedîtiye qetlîameka organîze û bi netîce ye." (r. 36-37)

Leslie Davis di raporta xwe ya roja 7 hezîran 1915 de çîrokên ku behsa qetlîamê dikin wisa qiset dike:

"Roja duşemê, li Xarpêtê û Mezreyê gelek zilam hatin girtin û ew tewqîf kirin. Roja sêşemê serê şefeqê ew derxistin derve. Û ew mecbûr kirin ku ber bi çîyayekî xir û xalî ve bimeşin. Bi tevayî qasê heşt sed kesî hebûn û wekî grûbên ku ji 14 kesî pêk tên bi hev ve hatibûn girêdan. Wê rojê danê êvarê gihan gundekî piçûk yê kurdan û bi şev li mizgeftê û bînayên din man. Di hemîyê vê demê de ne xwarinek xwarin ne jî avê vexwarin. Piranîya pere û kincên wan jî ji wan hatibûn stendin. Roja çarşemê birin gelîyekî ku çend saet ji wir dûr e û li wir bi darê zorê ew dan rûniştandin. Paşê cendirmeyan heta ku bêne kuştin gule berdan wan. Yên ku bi guleyan nemiribûn, bi kêr û sungîyan ew kuştin û ji wan xilas bûn." (37-38)

Di belgeyên ku Byrce û Toynbee berhev kirine de bûyerên li Mûşê wisa têne qisetkirin:

"Mezinên qesebayê û giregirên gundan li ber îşkenceyên wehşîyane serî çemandin. Ji dest û lingên însanan nenûgên wan bi zorê hatin kişandin. Yên hinekan pozê wan jêkirin. Jinên merivên qurbanîyan bêyî ku bişên mêrên xwe yan birayên xwe bibînin rastê tehqîrê hatin.

Di kampên cihê de rêya herî baş ya xelasbûna ji jinan û zarokan şewitandina wan bû. Li gundên armenîyan Alidjan, Megrakom, Khaskegh û gundên din bereqeyên texteyî şewitandin û şewateyê wisa dan destpêkirin. Û hemî jin û zarokên neçar têde şewitîn, bû kijik." (r. 41)

Ev bûyera ku ji layê armenîyekê hatiye qisetkirin, ji layê mîsyonerê alman Johanesî ku bûye şahidê bûyerên li Mûşê tê tesdîqkirin:

"Ji ber ku li Bidlîsê kesên ku bêne kuştin nemabûn, berpirsîyaran berê xwe dan Mûşê. Lê zalimtî ji zû ve bûbû, tiştê ku heta niha bûne zêde elenen nebûn. Êdî çawa bû, bîlasebeb dest pêkirin li însanan dan, ji ber ku li xweşa wan diçû, dest pê kirin însan kuştin." (s. 41)

Mûş çawa hatiye şewitandin jî paşê wisa behs dike:

"Ji ber tirsa ku dê şewate biketa yetîmxaneyê jî em hemî mecbûr man li kîlerê kom bûn. Qîrî û hawara însan û zarokên ku li mala xwe dişewitîn û dimirîyan dilê me parçe dikir. Eskeran ji bihîstina van dengan zewqeka mezin digirt. Însanên ku xwe diavêtin kuçeyan, dema ku di bombardumanê de dimirin, esker tenê dikenîyan û dibihurîn.

Ji bo ku hîç nebe zarokan berde, ez çûm ber muteserrifî û bîlasebeb min jê re lava kir. Bersiveka wekî 'divê zarokên armenîyan bi neteweya xwe re tune bibin' da. Hemî însan û nexweşên li nexwerşxaneya me hatin girtin, tenê sê jinên karker ji me re hiştin. Di nav van şertên bêrehm de Mûş şewitî, bû xwelî." (r. 41)

Wekî ku di van nimûneyan de jî tê dîtin, kurd ketine nav van tawanên li dijî însanîyetê yan jî ew xistine nav. Eşkera ye ku ev tawanên hanê bi feramana hukumeta Îttîhadî hatine kirin. Îrade ya hukumeta Îttîhadî ye, kurd tenê tetikkêş in. Lê kurd ewqasî xistine nav van tawanên li dijî însanîyetê, ewqas xistine navê ku hukumet her dem dişê derheqê van malbatan de, ji ber kirinên wan pirsîyarî bike, doz veke. Dibe ku îfadeyeka wekî "We talîmat da, me jî kir…" qîm neke. Herwisa ev teşwîqên hanê mumkin e ku exlebê wan bi devkî bûne. Ji vê çendê, li hemberî dewletê stûyê van însanan, van kesan tim xwar e.

Nufûsa armenîyan bi yarmetîya "gelê xwecihî", bi vî yan wî awayî hatiye helandin. Mal û milkê wan yê wekî zevî, xanî, dikan, aş, atolye, ga, hesp, mîh û heywanê din, parxêle, erebe û kelûpelên din ku ji armenîyan mane di navbera eşrafê kurd û eşrafê tirk de hatine parvekirin. Bi vî awayî dest danîne ser milkê ku ji armenîyan maye. Malbatan nîsbet bi hêza xwe ya sosyal û polîtîk dest danîne ser vî milkî. Wekî mînak, dê bo her malbatekê zevîyek bête dayîn. Di van şertan de, du birayên ji eynî malbatê paşnavên ji hev cihê girtine, bi vî awayî li rêya wê gerîyane ku hîseyeka zêdetir bi dest bixin. Komîsyona ku milkê armenîyan belav dike hay ji vê heye. Lê çavê xwe jê re digre. Di vê prosesê de kes yan malbatên ku bi hawayekî dest danîne ser milkê armenîyan serê wan li hemberî dewletê bêhtir xwar bûye. Ji bo ku di rojên pêş de ev mal ji destê wan neyête girtin hîn bêhtir bi polîtîkayên dewlet û hukumetê ve hatine girêdan. Ji ber ku li hemberî dewlet û hukumetê stûyê wan çemandî ye, ev însanên hanê ji bo ku xwe ji tehqîqatên muhtemel dûr bigrin bi hemet tevgerîyane, ji bo vê yekê jî, bi wesîleyên cihê bi cihê her carê xwestine nîşan bidin ku ew bi polîtîkayên dewlet û hukumetê ve gelek girêdayî ne. Îcar ev, yanî ev bûyerên ku di salên 1915-1916an de rû dane, ji bo doza neteweyî ya kurdan ku paşê dê rû bide rewşeka negatîf çêkirine. Meriv dikare wisa têbigihê ku polîtîkaya milkê armenîyan rêyeka din ya kurdan bi dewletê ve girêdanê ye.

 

2.Xilaskirina Armenîyên di Bin Çewsandin û Zehmetîyê de tê Çi Manayê?

Di tehcîr û surginkirinan de gelo ji tirkan yan ji kurdan kesên ku hembêza xwe ji armenîyan re vekiribin hene? Kurd gelek tişt qise dikin ku çawa armenî xilas kirine, ew veşartine. Dibe ku hinde kesên armenî hatibin xilaskirin. Lê ev "xilaskirin"eka çawa ye, divê meriv bala xwe bide ser. Kurdên musluman, armenîyên ku dibêjin me ew "xilas kirine", ji wan xwestine ku bibin musluman, zorê li wan kirine ku terka dînê xwe û bawerîya xwe bikin. Bi wan "Dînê min xirab bû, ez wî red dikim, niha ez dibim musluman…" (s. 210) dane gotin, di nezareta îmaman û xoceyan de merasîm çêkirine. Wekî şexs ez nafikirim ku ev "xilaskirinek" e. Di dema tehcîr/surgunê de zarokên armenîyan ku diya wan, bavê wan hatiye kuştin, bê dayik, bê bav, bêkes mane, li yêtimxaneyan berhevkirin, paşê, bi demê re wan musluman kirin, wan tirk kirin "xilaskirina zarokên armenîyan" nîne. Li Bulgarîstanê, di navbera salên 1985-1988 de, tirkên ku navê bulgarî girtine, bûne bulgar, wekî "tirkên xilaskirî" qebûl dibin? Ji layê dînî û zimanî ve asîmîlekirin jî tewirekî jenosîdê ye, jenosîda fîzîkî wekî jenosîda kulturî dewam dike.

Qalkirin yan jî pêkhateyek ku bibêje armenî wekî armenî, bi bawerîya xwe, bi zimanê xwe, bi dînê xwe ve hatine qebûlkirin û hatine parastin tune ye. Tenê, dibe ku kurdên elewî yên li Dêrsimê bi vî awayî, yanî bi zimanên wan, bi dînên wan, bi bawerîya wan armenî qebûl kirine. Divê meriv ji vî layî ve jî li têkilîya armenîyan û kurdan binihêre.

 

3.Jenosîd Divê Çawa bête Vekolandin?

Di roja 24 îlon 1996 de, li Girtîxaneya Tîpa E ya Dîyarbekirê bûyerek rû da. Di netîceya êrîşa bi çovên hesinî ya tîmên taybet û gardîyanan de duwazndeh girtîyên PKKyî hatin kuştin. Ji bîstî zêdetir jî birîndar bûn. Tevlî kesên ku birîndar bûne gelek girtîyên PKKyî ji Girtîxaneya Tîpa E ya Dîyarbekirê bo Girtîxaneya Tîpa Taybet ya Entabê hatin veguhêztin.

Di roja 24 îlon 1999 de li Girtîxaneya Navendî ya Girtî ya Anqarayê jî bûyereka wekê vê rû da. Li wir jî qasê deh kes ji mîlîtanên şorişger ji layê gardîyanan, tîmên taybet û cendirmeyan ve bi lêdanê hatin kuştin, hinde kes jî birîndar bûn. Di bûyera yekem de, bi teşebusa malbatên mexdûran derheqê îdareya girtîxaneyê de, derheqê wezîfedarên ku daxilê bûyerê bûne de doz hatibû vekirin. Tîmên taybet, gardîyan û cendirme ji bo ku îfade bidin hîç neçûn mehkemeyê. Rêvebirên girtîxaneyê van bûyeran wekî "girtîyan di nav xwe de pevçinîne" behs dikin. Di bûyera duduyan de jî îdareya girtîxaneyê mudafeayeka wekî vê dike.

Ev her du pêkhate, gelo dê li salên 2070, 2080 çawa bêne vekolandin? Em ferz bikin ku derheqê van bûyerên ku li her du girtîxaneyan çêbûne de dê vekolînekê çêbibe… Dê mijara "Berpirsîyarîya yekîneyên asayîşê hebûye yan na?" bête vekolandin. Em bibêjin lêkolîner şêwazeka wisa teqîb dikin. Qeydên serwezîrîyê, yên wezareta navxweyî, yên wezareta edaletê û yên walîtîyan vedikolin. Em ferz bikin rastî nivîsek yan talîmatek ku dibêje "… van mîlîtanan bikujin" ji serwezîrîyê, ji wezareta navxweyî, ji wezareta edaletê bo Girtîxaneya Tîpa E ya Dîyarbekirê, bo Girtîxaneya Navendî ya Girtî ya Anqarayê yan bo walîtîyan hatibe şandin nehatin, rastê îşaretek yan jî belgeyeka wisa nebûn. Ev jî dê nîşan bide ku hêzên asayîşê di van bûyeran de masum in. Bûyer di netîceya bi hev re pevçûna mehkum/terorîstan de çêbûye… Ev metodeka tendurist û tetmînkar e? Madem wisa ye, ne ku li dezgeyên brokratîk bi dû nivîsan û belgeyan ketinê, beyanên şahidan bi xwe girîng bêne dîtin. Divê bala xwe bidin ser ku rewşa sîyasî ya wê demê beyanên şahidan rast derdixin yan na. Herhal emrekî Hîtlerî yê mîna "Yahudîyan tune bikin, temamê yahudîyan bikujin…" tune ye. Lê divê belgeyên danusitenadina di navbera îdareya merkezî û îdareyên herêmî de bêne berawridkirin ku bête fêmkirin bê hela ew proses çawa pêş ve çûye. Di navberê de hinek şîfre jî hene. Bi wasitaya van danûstendin û şîfreyan rêvebirên herêmî, rêvebirên dem û dezgeyan jixwe dizanin li hemberî bûyerên muhtemel ku dê rû bidin çawa tevbigerin, reftarîyeka çawa nîşan bdin.

Derheqê kitêba "Tanıkların Dilinden Ermeni Soykırımı" (Ji Devê Şahidan Jenosîda Armenîyan) de ez dişêm gotinên xwe bi kurtî bi vî awayî îfade bikim. Kitêbeka wisa ye ku divê bête nirxandin û vekolandin. Ji ber ku hewl dide hestên kesên surgunbûyî, derûnîya wan nîşan bide, ji vî layî ve jî lêkolîneka hêja ye ku meriv bala xwe bide ser…

01.08.2006

Na xebere 2417 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.