zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Sibate 2012 Şeme 09:51

Hejmara Sibatê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Xeber: Zazakî.Net

Hejmara 27. ya Le Monde diplomatique kurdî bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên çapamenîyê cihê xwe girt.

Di hejmara meha Sibatê ya Le Monde diplomatique kurdî de du gotarên redaksîyona kurdî cîh digirin: yek ji Dr. Îsmaîl Beşikçi û yê din jî, ji Prof. Dr. Îlhan Kizilhan. Îsmaîl Beşikçi di gotara xwe ya bi serenavê ‘’Rûdanên dawî li Kurdistanê’’de naveroka nivîsa xwe weha destnîşan dike: ’’Ez dê di nivîsa xwe de hewl bidim ku behsa pêvajoyên civakî û sîyasî yên di van mehên dawî de rû dane bikim. Ez dê li ser sê pêvajoyan rawestim. Gengeşîyên li ser Dêrsimê, qanûna li ser nijadkujiya ermenîyan ku li parlementoya Fransayê hat pejirandin û li Qilabanê komkujiya Robozkê…’’ Îlhan Kizilhan jî di gotara xwe ya bi serenavê ’’Dîrok dijî-Hewldana çarebarîya dîrokê ji bo lihevhatin û demokratîzekirinê’de rewşa derûnî ya kesan, çarebarîya derûnî bi rêya komkirina bîranînên kesane yên devkî, rola belgewarîyê û erka siyasî di wê derbarê de dinivîse.

Di rûpelên ’’Arşîva Bîra Kurdan’’ de vê mehê jî nivîsarên serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan ‘’Tirkîye û tercîhên welatên rojava’’ û ya Jean-François Perouse ya ’’Xakaşewitandî ya Kurdîstanê’’ cîh digrin.

Di beşa “Çand û Huner” ya rojnameyê de hevpeyvîna rojnamevan Seyidxan Kurîj bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re ku li ser ’’Kurtedîroka Kurdnasîya li Sovyetê’’ kiriye, cîh digire. Herweha Lokman Turgut pirtûka “Kurdish Reader”a Khanna Omarkalli, Mahmûd Lewendî jî pirtûka Paul Beider a bi navê “Grammaire Kurde”ji bo xwendevanan dinirxînin.

Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesazê kurd Zoro Mettini hatine xemilandin. Di rûpela dawî de Jan Bada bi nivîsa “Înstîtutên Kurdi” bi kurtasî behsa pêvajoya damezrandinên înstûtuyên kurdan dike.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bi nivîsên balkêş û naveroktijî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

-Serge Halimi, Piştî Tobîn.

-Joseph Sassoon, Zordar çawa biryarên xwe werdigirin.

-Anne Dufresene, Lihevkirina Berlînê.

-Sam Pizzigati, Tespîtkirina sînorê jor ê hatiniyê.

-Anne-Cecile Robert, Kî dixwaze RNYê bixeniqîne?

-Laurent Cordonnier, Krîz, riya jê xilasbûnê ev e?

-Navid Hassanpour, Bi, yan jî bê Twitter serhildana Misirê

-Olivier Quarente, Berxwedana tund a sahrayîyan

-Anne Vigna Di nav telekolejên meksîkîyan de…

Le Monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin!...

Ji bo ku hûn bikaribin Le Monde diplomatique kurdî bi awayeke rêk û pêk bi dest bixin, bibin abone!

www.lemonde-kurdi.com

Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi

Facebook:
http://www.facebook.com/119195381516698

Na xebere 3094 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.