zazaki.net
28 Nîsane 2024 Yewşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Kanûne 2018 Îne 12:15

Resamê Kurd Dilawer Omer

Gelê min li dijî DAÎŞê şer kir, xwîna xwe rijand, ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya cîhanê, digel vê yekê cîhanê ew bi tenê hîştin.

Rojnameya dîjîtal ya herî navdar li Spanyayê Eldiario.es hevpeyvîneke balkêş li gel şêwekarê kurd Dilawer Omar çêkir.

Dilawer Omar di 12 salîya xwe de ji Sûriyê koçber bûye. Bavê wî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di derbarê kurdan û mafê mirovan de di zindanên rejîma Baasê de 5 sal derbas kiribû. Bavê Dilawer Omarî ji hemwelatîya Sûrîyê û hemû mafên xwe hat mehrûmkirin, ji ber zordariyê, malbat bi qaçaxî berê xwe dide Qibrisê. Niha li Swîsrayê dijîn. Dilawer Omar li vî welatî Huner, Siyaset û Têkiliyên Navneteweyî xwend.

Dilawer di hevpeyvînê de axaftineka balkêş dike, nemaze derbarê nîşankirina êş û trajediya kurdan de:

Ez dusalî bûm dema ev tişt rûdabû, lê di her adarekê de malbata min û 50 mîlyon kurd ev bûyer bi vêxistina mûmekê bi bîr tînin. 5000 kes hatin kuştin, ev yek ji jenosîdên herî xerab piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, Helebce lekeyek reş e di wijdana mirovahîyê de.

Dilawer Omar niha ji bo hikûmeta Swîsreyê kar dike, çanda fransî û ya swîsrî fêrî penaberan dike, di heman demê de jî wextê xwe dide şêwekarîyê.

Derbarê hîştina kurdan bi tenê di dema dagirkirina Efrînê de, Dilawer Omar dibêje:

Hem mêr, hem jî jinên gelê min li Sûriyê li dijî DAÎŞê şer kiribûn, xwîna xwe rijandin, ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya cîhanê, digel vê yekê cîhanê ew bi tenê hîştin.

Şêwekarê kurd têkoşîna jinan pir girîng dibîne ji bo serkeftina şoreşan:

“Jin serkêşiya her şoreşekê dikin. Bê wan, serkeftin pêk nayê, wan rola xwe di raperîna gel de lîzt, gelek ji wan hatin kuştin, îşkencekirin, destdirêjî li wan hate kirin ji ber ku serî li hemeber rejîmê hildan.

Dilawer ji bo keça kurd Farinaz Khosrawani jî tabloyek çêkir, weke tê zanîn ku Farinaz ji bo ku ji desdirêjiya zilamekî ji hêzên ewlekariyê bireve xwe ji baniya hotêlekê avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Her wisa, li ser êşa jinên Afganîstanê jî Dilawer tabloyek çêkiribû, ew jî derbarê kuştina Farkhuda Malikzada li ser destê radîkalan li Kabulê.

Di dawîya hevpeyvînê de rojnamevana Eldiario.es wiha dinivisîne: Li kêleka rengên sor û reş (rengên hezkirî li ba wî) û rûyên bêhêvî yên lehengên tabloyên xwe, Dilawer gelek caran kevokeka spî nîgar dike. Ew jî sembola hêvîyê ye ji bo berdewama têkoşînê, ta ku di bîra gel de bimîne ku hemû ev qurbanên tên dayîn vala naçin.

Dilawer boçûna xwe wiha îfade dike:

Xwîna ciwanan ya ku hatiye rijandin vala naçe. Ew ê azadî, rûmet û aştîyê bîne.

Kar û xebatên Dilawer bi rêya medyaya cîhanî û medyaya civakî gihîşte bi mîlyonan kesî, mixabin medyaya kurdî bi erkê xwe baş ranebûye ji bo danasîna vî şêwekarê jêhatî, spas ji Roza Germian re ku hevpeyvînek di SBS Kurdî de ligel Dilawer çêkiribû.

Ji bo şopandin kar û xebatên şêwekarê kurd serdana pelika wî Delawer Omar di Facebookê de bikin.

______

Çavkanî: https://zinarala.wordpress.com

Na xebere 2724 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.