Mewlido Dimilî (Zazakî) yê Osman Esad Efendî (Usman Efendîyo Babij) ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê hatîye çapkirin, bi alfabeya erebî bi îbareya “Înnellahe we melaîketehû yusellûne ‘elennebîyyî…” (r. 11) dest pêdibe. Lêbelê di transkrîbeya latînî de vê îbareyê kirine “Laîlahe we melaîketehû yusellûne ‘ellennebîyyî…” (r. 10) Di îbareya pêşî de wate ev e: “Muheqeq Xwedê û melekên xwe silavan li ser pêxamber tînin…” Lêbelê li gorî transkrîbeya latînî, wate di berevajîya wê de ye: “Tu îlah nîne û melekên xwe silavan li ser pêxamber tînin…”
Pişt re “Bismîlla”ya ku di muslumantîyê de kilîta destpêkirina her karî ye, ku orîjînala wê ya erebî -kurdîya wê jî bi heman telafuzî ye- bi vî awayî ye: “Bismîllahîrrehmanîrrehîm” (r. 11). Lê transkrîbeya wê ya latînî her wekî telafuz û nivîsîna bi alfabe û zimanê tirkî, wekî “Bismillahir-Rahmanir-Rahîm” (r. 10) hatîye nivîsîn.
Bêguman, hema di serê serî de, dema ku meriv bala xwe dide vî karê hanê, tavilî ev qenaet li meriv hasil dibe ku tu ciddîyetek di vê xebatê de nîn e! Lêbelê, ev metnên wisa, ji ber ku hem ji alîyê bawermendî û manewîyatê û hem ji alîyê dîroka wêjeya neteweyî, herwisa, ji alîyê manewîyata mîllî qedr û rûmeteka wan a bilind heye û danerê wan jî êdî ne li vê cîhanê ye, ango ne muqtedîrê parastina berhema xwe ye, lewma jî divêt ev berhem bi vî awayî nehatana çapkirin. Estîtuya Kurdî ya Amedê piştî ku vê berhemê çap kirîye, hingê bona danasîna wê li malpera www.netkurd.com(*) derbarê Mewlido Dimilî (Zazakî) de gotarekê weşandîye. Gotar, hem bi dimilkî û hem jî bi kurmancî ye. Di beşa kurmancî de dibêje, “Wê demê yekê [yekî] bi navê Hecî Ûsib Efendî bi Tirkî mewlid nivîsandibû lê ji aliyê gelê Suregê (Sêwereg) ve nehatibû ecibandin. Ji ber vê yekê Osman Esad Eefendî biryar dide ku mewlidê bi kurdî binivîsîne.” Îcar di beşa dimilkî de dibêje “Vanê ki Hecî Ûsib Efendî bi Ziwandê Tirkî ya mewlidêk nuşto, mewlidê cira [ci ra] mileta Sêwregî bol hes kerdo.” (Beşa dimilkî li kovara W jî weşîyaye)(1) Gelo ev çi ye? “bol hes kerdo” ango “gelek [jê] hes kirine”. Lêbelê di ya kurmancî de dibêje “nehatibû ecibandin”!
Di heman metnê de wisa tê gotin, “Li gorî lêkolîn û lêgerînan Mewlida Osman Esad Efendî, pirtûka yekemîn e ku di Zaravayê Dimilî de hatiye nivisandin.” Ev lêkolîn û lêgerînên çi ne? Gelo referansên wan çi bûn? Wan li ser çi lêkolîn û lêgerîn kirine?
Dîsa, di heman vê daxuyanîya ku em behsa wê dikin de dibêjin “Osman Esad Efendî dema ku Mewlida xwe dinivisîne naweşîne û çap nake. Heta îro jî nehatiye weşandin. Heta niha wekî destnivîs di merasiman de dihate xwendin. Ev mewlid bi alîkariya Mela Nezîrî Suregî [di] sala 1933’yan de digihîje Şamê ber destê Mîr Celaded Bedirxan. Bi navê “Bîyişa Pêxember”, di Hawarê de tê weşandin.” Bala xwe bidinê ku ev her du hevok hevûdin derewîn dikin. Pêşî dibêjin “Heta îro jî nehatîye weşandin.” Dû re dibêjin, “… Bi navê “Bîyişa Pêxember”, di Hawarê de tê weşandin.”(2)
Lêbelê di esasê xwe de her du jî ne rast in. Çunke Celadet Bedirxan ne ku di Hawarê de, na, wî vê berhema hanê bi navê Bîyîşa Bêxember di sala 1933 de li Şamê bi hejmar 4. ji Kitêbxana Hawarê weşandîye ku 46 rûpel e. Ev berhema hanê niha mewcûd e. Herwiha, ew metna orîjînal û metna ku niha ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê hatîya çapkirin qet hev nagrin. Wekî mînak, di metna orîjînal de pêşekek kurt ya ku ji 3 beytan pêk tê heye û dû re beşa hîkayetê dest pê dike lê di vê metna nuh de pêşek gelek dirêj e, ji 9 beytan pêk tê û qet hev nagrin. Îcar piştî ku hîkaye dest pêdike, her pênc beyt di metna orîjînal de wisa ne:
Jew hikayet qal keran to rê bira / Qedrê mewlûdî bizan ti ci ra
Sûka Bexdadî mîyan di bî cenîn / Zeydê cê nêdîbî kes erbabê dîn
Lajekêndo salih û hol yeqîn / Ay cenî rê dabi Rebilalemîn
A cenîk merd û lajek bi warisey / Çaxo may merd mend altûnê cey
Labelê vatên bi nê çi çî bira / Ez birînan şaş bîya ya Rebena(3)
Îcar di metna ku niha çap bûye de her pênc beytên pêşîn wisa ne:
Jew hîkayet qalkeran to rê bira / Qedrê mewlidî bizanê ti cira
Sûka Bexdadî mîyandi jew cenî / Zeydê ay nîyame bi kes erbabê dînî
Da bî a cenî rê Rebbil – Alemîn / Lacekên do Salih o ehlo yeqîn
Çaxo may merd mend’i bî altûn’nên di cey / Lacekî altûn girot bî warîsey
La belê şaş bîn biney çi çî bikeran / Ez berînan şaş bîya ya Rebbena (r. 14-16)
Herwekî ku dixuye, di navbera her du metnan de cihêtîyên gelek grîng hene. Heta ku di heceyan de jî şaşî hene. Wekî mînak, digel ku rêzên din 11 hece ne lê di metna nuh de rêzên “Zeydê ay nîyame bi kes erbabê dînî” û “Çaxo may merd mend’i bî altûn’nên di cey” 12 hece ne. Ji vê çendê meriv guman pê dibe ku, îhtîmaleka mezin ev metna nuh ne sehîh e, ango ne ya Usman Efendîyo Babijî ye.
Ev versîyon an jî metna ku niha em qala wê dikin, ango Mewlido Dimilî (Zazakî) 93 rûpel e, di pûşpera (hezîran) 2007 de li Diyarbekir çap bûye. Tevayî nivîsan hem bi alfabeya erebî (lugata kurdî) û hem jî bi alfabeya latînî (alfabeya C. Bedirxanî) hatine nivîsîn. Piştî pêşekek bi sernavê “Osman Esad Efendî Kam o?” ku têde behsa Usman Efenedîyo Babijî û nivîsîna vê berhemê dikin, dû re beşa mewludê dest pêdike. Li ser berga pirtûgê “Arêkerdiş: Mila Selîm ACARLAR – Av. Mehmet GUZELLER” hatîye nivîsîn. Herçendî di beşa “Osman Esad Efendî Kam o?” de kovara Hawar, hejmar 23 û hindek kitêbên tirkî ku navê wan bo dimilkî hatîye wergerandin, wekî referans didine nîşan û dibêjin, “… Bi wasite dê [wasitedê] Mila Nezîrî Suregî jî [Suregijî] serra 1933’di Şam di bi terefê Mîr Celaded Bedirxan [Celadet Bedirxanî] bi name dê [namedê] Bîyişa Pêxember, kitabaxana Hawarî di neşr bîyo”, lêbelê tu agahîyek nadin ku gelo wan ev berhema hanê ji ber nusxeya ku Celadet Bedirxanî çap kirîye hildane yan ji derekî din arê kirine (berhev kirine).
Di kovara Hawarê hejmara 23. de gotareka dirêj ya Celadet Bedirxanî derbareyê dîyalekta dimilkî de heye û behsa çîroka çapkirina Bîyîşa Pêxember a Usman Efendî dike. C. Bedirxan di dawîya gotara xwe de wisa dibêje:
“… Paş ko min mewlûd û ev benda ha nivîsandin herdu şanî birayê Şêxê rehmetî Şêx Evdirehîm efendî dan.
Hingê ewî ji min re got ko ji vê mewlûdê pê ve mewlûdeke din jî bi zarê dumilî hatiye çêkirin û bi ser xist: ”Li gora ko di bîra min de maye ji vê dirêjtir bû û ne bi şewa Sêwrekê lê bi ya Pêçarê bû. Yekî bi navê Ehmedê Xassî çêkiribû”.
Lê Mela Nezîr ko ji dumiliya Sêwrekê pê ve dumiliyê naecibînit dibêje: ”Belê Ehmedê Xassî jî mewlûdek çêkiriye û ew mewlûd gihaye Sêwrekê jî. Min ew dîtiye. Hima sê çar pelik bûn. Ji pirsên kurdmanciyê tijî bû. Lê piştî ko Mewlûda ‘Usman Efendî derket ew betal bû” Lê ji ber ko min dil nîne ez wê betal bikim ji xwendevanan hêvî dikim heke pê dizanin û dikarin peyda bikin nivişteke wê ji min re verêkin da ko ez wê jî bêxim çapê.”(4)
Ê de baş e. Meriv çawa kovara Hawar hejmara 23. wekî referans nîşan dide û çawa radibe dibêje “Li gorî lêkolîn û lêgerînan Mewlida Osman Esad Efendî, pirtûka yekemîn e ku di Zaravayê Dimilî de hatiye nivisandin.” Meriv ji xwe re heyirî dimîne! Îhtîmaleka mezin, tenê pêhesiyane ku li hejmara 23. a kovara Hawarê hindek tişt derbareyê vê berhemê de heye, lê wan bi xwe kovar nedîtiye yan jî di xwe re nedîtine ku bala xwe bidine ser. Lê gelek bi hêsanî dibêjin ku me lêkolîn û lêgerîn kirine.
Herwisa, tu agahdarîyek an jî malumatek ku bi xwendevan bide têgihîştin, van kesan vê metna hanê ji devê kê (bi devkî an destnivîskî?), çawa, li kû, bi çi awayî, bi kîjan metodê arê kirine jî nîne. Heke li şkeftekê, di haletê silûgê de wekî wehyeka îlahî ji asîmanan bo wan nazil bûbe jî, dîsa divîya bû ku ev yek bihatana beyankirin. Heke wan bi xwe bîr bi vê yekê nebirîye, divîya bû ku amadekar bi xwe, ew amadekarê ku berpirsîyarê enstîtuyekê ye, vê yekê ji wan pirsîyar bikira. Heke amadekar/berpirsîyarê weşanê bîr bi tiştekî wisa nebirîye, hingê ew sazîya ku bi komîsyana xwe biryara çapkirina vê berhemê daye û çap kirîye, wekî pêdivîyeka zarûrî ya kar û barên weşangerîyê û bona silametîya sehîhbûna naveroka enstîtubûnê û ya vê metnê, diviyabû ku doza vê yekê li wan bikira. Dê bi vî awayî wê sazîyê ‘sehîhbûn’ û ‘ciddîyet’ û ‘zanistî’bûna xwe bo me nîşan bidana. Ji vê çendê meriv digihê vê qenaetê ku, tu derdekî zanistî/îlmî li meydanê nîn e. Tenê îxtîraseke bêfesal! Bila bête dîtin ku em kar dikin. Hem jî karekî gelek girîng! Ev e, me yekemîn metna dimilkî ji tarîtîya dîrokê deranî û bo neteweya kurd pêşkêş kir: “Mewlidî Osman Esad Efendî, di ziwanê dimilî [dimilkî] di kitabo siftekêno [siftekên o]. Verdê ney qet kitabê di [bi] Ziwanê Dimilîya [ziwanê dimilkî ya] yazî nê bîyo, nê dîneyayo. Qandê ci jî no mewlid bol mihîm o.” (r. 8)(**) Û di wê daxuyanîya ku li malpera www.netkurd.com weşîyaye de jî dibêjin, “Heta dema ku Osman Esad Efendî wê nivisandiye tu pirtûk bi zaravayê Dimilî nehatine nivisandin.”
Gelo çima metna siftekên [yewin]/yekemîn?
Ma ji yekemînîyê pêştir prestîjeka bala heye?! Ewê yekemîn -her kî be, di çi warî de be, yan jî te divê bila berhemeka gelek lawaz be jî- hertim dibe pêşengê peyrewên xwe. Ew kar, êdî her û her li ser navê wî tê qalkirin. Di serîya kanonê de, li ser textê xwe yê zîvîn rûdine û taca zêrîn her li serî ye. Îcar, ewên ku dû re hatibin, te divê bila şaheserên cîhanê bin jî, di bin sîya yê yekemîn de dimînin. Piştî ku ev wisa ye, ewên ku wê berhema yekemîn arê kiribin, ewê ku Tîprêziya Erebîkerdiş [Tîprêzîya Erebkî] û Berg & Rûpelsazî kiribe, herwiha, ligel vana ew sazîya ku biryara weşandina vê berhema hanê daye, mohra xwe li ser xistîye, bi hêza xwe ya maddî çap kirîye û belav dike, belê, tev dibin şirîkên vê yekemînîyê. Ma gelo bidestxistina rûmeteka wisa di dîrokê de bûye qismetê çend kesan an çend sazîyan?
Lê mixabin, ku mewluda Usman Efendîyo Babijî di ziwanê dimilî [dimilkî] di qet jî ne kitabo siftekên e. Em baş dizanin ku berîya wî li roja 25 adar 1899, li Diyarbekir, li Çapxaneya Lîtografyayê, bi alfabeya erebî 400 nusxeyên Mewlidê Kirdkî yê Seydayê Xasî li çapê ketine. Mewludê Kirdkî 16 beş û 756 rêzik e, her rêzik 11 kîte ye. Ev mêjûya çapkirina wê ye, bêguman, mêjûya nivîsîna wê hîn pêştir e. Mewludê Kirdkî cara pêşî ji aliyê M. Malmîsanijî ji alfabeya erebî transkrîbeyê alfabeya latînî bûye û li Ewropayê hatiye weşandin(5). Pişt re ji aliyê Mihanî Licokicî bo alfabeya latînî hatiye transkrîbekirin û di sala 1994 de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatî ji nû de çap bûye(6).
Seydayê Xasî muftîyê Licê ye, Usman Efendîyo Babij jî muftîyê Sêwregê ye. Di navbera Licê û Sêwregê de bi siwarî qonaxek rê, bi lingan du qonax rê heye. Her du jî hevçerxê hevdu ne; hempîşe ne. Ne mumkin e ku Usman Efendîyo Babij ji berhema Seydayê Xasî bêxeber be. Lewre jî, min ew bawerî qet nîn e ku Usman Efendîyo Babijî bi xwe îddîa kiribe ku berhema wî yekemîn berhema bi ziwanê dimilkî be. Lê kesên navborî ligel vê îddîaya xwe ya bêmesnet ruhê Usman Efendîyo Babijî rencîde kirin. Herwiha, bi vê îddîaya ku bêyî tu lêkolîn û lêgerînan ku wan ji kîsê xwe derxistîye, webala nivîskarê yekemîn berhema kurdîya zazakî (kirdkî/dimilkî/kirmanckî) ku bi destê kurdekî zaza hatîye nivîsîn jî, ango wan webala Seydayê Xasî jî xistîye stûyê xwe. Divê li vir ez agahîyeka din jî bidim ku, ji berîya Seydayê Xasî jî berhemek bi dimilkî hatîye nivîsîn. Lê nivîskarê wê berhemê ne kurd e, camêrekî rûs ê bi navê Peter I. Lerch e. Ev berhem di sala 1858 de li St. Petersburgê ji devê hindek kurdên zaza (Ji Nêrîba Hênê ya bi ser Diyarbekirê) ku di şerê Qirimê de wek dîl ketine destê artêşa Rûsyaya Qeyser, hatîye nivîsîn(7).
Mewlido Dimilî (Zazakî), di her du lugatan (erebî û latînî) de jî seranser ji her alîyan tevlihevî, xeletî şaşî tije ne û li gelekê ciyan qet hev nagrin. Lugata erebî tiştek dibêje, ya latînî tiştekî din dibêje. Wekî mînak, bi lugata erebî wisa tê gotin:
“Çaxo aya bî, eribna yow beran (Çaxa hîşyar bû, beranekî kirrî)” (r. 19)
Lêbelê di muadileya wî ya transkrîbeya latînî de dibêje:
“Çaxo aya bî erênayo beran (Çaxa hîşyar bû kirrîye beran)” (r. 18).
Di dîyalekta dimilkî de li hindek devokan îzafeya aîdîyetê (bi tirkî: iyelik eki) “de”, “dê” yan “do” ye. Wekî mînak, “nurdê xo, koşeyêndo berz, guneyandê xo, girwedo rengîn û hwd.” Heta ku li dîyalekta kurmancî jî li hindek devokan ev dengê “d” her bi vî awayî heye. Wekî mînak, “malêd me, bavêd min, pezêd we…” Lê li hindek devokan yan dengê “d” nîn e, yan jî jê ketîye, tenê dengê “ê” yan jî “o, ko, yo” heye. Herwekî “nûrê xo, koşeyêko berz, guneyanê xo, girweyo rengîn û hwd.” Di hemî dîyalektên kurdî de ev îzafe bi peyvê ve tê nivîsîn. Îcar, çi dema ku ev îzafe ji peyvê cihê, bi tena serê xwe bête nivîsîn, hingê dibe edata dema pêş “ê, dê, do” yan jî tu wateyek têde namîne. Di Mewlido Dimilî (Zazakî) de hema bibêjin tevayî îzafeyên aîdîyetîyê yên wek “ê”, “dê”, “do” ji peyvê cihê, bi tena serê xwe hatine nivîsîn. Çend nimûne: “Goş ê xo … ” (r. 26), “… girwe do rengîn” (r. 10) “Lacekên do Salih …” (r. 16), “… koşeyên’do berz …” (r. 18). Ev seranser wisa e. Lê hindek îzafeyên aîdîyetê jî kirine edata hevgihanekê. Wekî mînak, bi lugata erebî dibêje “Wa bêro, no qesro alî cayê ey” (r. 19) lê di transkirîbeya latînî de dibêje “Wa bêro no qesr û alî cayê ey” (r. 18).
Li hindek cîyan peyvên ku di lugata erebî de hene, di tarnskirîbeya latînî de nehatine nivîsîn. Wekî mînak:
“Va, min zerrî kerd şira ey koşkî mîyan” (r. 19)
Lê di traskirîbeya latînî de dibêje:
“Va min zerrî kerd şira koşkî mîyan” (r. 18).
Herwisa, di lugata erebî de dibêje:
“Wanîyan cayêndê [cayên di] mewlid, ti ame raşt” (r. 17)
Lê di transkrîbeya latînî de dibêje:
“Wanîyan cayêndê mewlid ame raşt” (r. 16).
Heke ev “ti; tu (bi tirkî: sen)” ya di nav hevokê de jê derkeve, wate dikane ji binî de biguhere.
Zemîrê kesê yekem ku li dîyalekta dimilî wekî “xo” tê gotin û di Mewlido Dimilî (Zazakî) de jî bi lugata erebî her “xo” hatîye nivîsîn lê di transkrîbeya latînî de hem wekî “xo” (r. 14) hatîye nivîsîn lê li gelek cîyan wekî “xwi” (r. 22 û yên din) yan jî wekî “xwe” (r. 6) hatîye nivîsîn.
Bi lugata erebî gihaneka “çunke” wekî “çunkî” hatîye nivîsîn lê di transkrîbeyê de gelekên wan wekî telafuza tirkî bûne “çunku” (r. 22 û yên din).
Qertaflêker, hema bibêjin ku seranser bi bêjeyê ve hatîye nivîsîn. Wekî mînak:
“Ki ti zani ki no dinya senîno / Bizani a dinî cayê ciwênîyo” (r. 12)
Li gorî rastnivîsînê divê wiha be:
“Kî ti zanî ki no dinya senîn o / Bizani, a dinê cayê ciwênî yo” (Ku ti dizanî ev dinya çawa ye / Bizane, ya din cihê bênderê ye).
Sufîks û perfîksên karan (fiîl) bi giştî ji hev cihê hatine nivîsîn. Çend mînak:
“Da bî [Dabî] a cenî rê…” (r. 16)
“Kesî ferq nê kerdo [nêkerdo]…” (r. 20)
“Bi bî [Bibi] cennet mesken…” (r. 24)
“Beado Hewa bî bî [bîbî] peyda ame rew” (r. 26)
Hema bibêjin ku gelekên zemîr û gihanek û qertaf û sufîks û prefîks xelet hatine nivîsîn; cihê ku divêt bi peyvê ve bin, cihê nivîsîne, lê cihê ku divêt cihê bin, îcar wan bi peyvê ve nivîsîne. Wekî mînak:
“Goş ê [Goşe] xwi [xo] sernê [ser nê] cema’at Rebbêma [Rebbê ma]” (r. 26),
“Kam ki adirîra [adirî ra] xelas xorê [xo rê] waşt” (r. 32)
Li gelek cîyan heman peyv bi çend awayan hatîye nivîsîn. Wekî mînak:
“xwe” (r. 6) “xwi” (r. 10) “xo” (r. 14), “Qur’a” “qur’e” (r. 30), “Çunku” “çunkî” (r. 62) “Ummehanî” (r. 66) “Ummahanî” (r. 82) û gelekên din.
Pîtên ku ji alfabeya tirkî hatine bikaranîn. Wekî mînak:
“Hec Eyyûb Efendî Müftîyê keanîyê Suregî yo” (r. 6)
“Berd’di erşî ser dı rona o nebî” (r. 78)
Xulasa, hema meriv bala xwe dide kîjan herfê, kîjan peyvê, kîjan rêzê hem ji alîyê rastnivîsînê hem ji alîyê wateyê tijî şaşî û xeletî ne ku qet dilê meriv nagre meriv pêde biçe. Bi gotineka kurt, dûr ji hurmeta mewludê, wan ev berhem edim kirîye. Heqareteka mezin li bîranîna Umsan Efendîyo Babijî hatîye kirin.
Heke di teşbîhê de xeta nebe, ev kiryara ku niha çêbûye, meriv dikane bişibihîne vê yekê: herwekî ku keleheka qedîm a ji dîroka me mabe û niha çend kes rabin, bêyî ku bi kesî bişêwirin an jî bikevin nav lêkolînan, avahîya wê kelehê li gorî zanîna xwe; ji zanîna dîrokî û arkeolojîkî bêpar, heta ku ji zanîna dîwarlêkirinê jî bêpar, herwekî ku dîwarê dora baxçeyê xwe lêkin, rabin dîwarên wê kelehê wisa lêkin û bibêjin “Ev e, me yekemîn (!) keleha kurdan restore kir…”
Wekî gotina dawîyê, min divê tiştekî din jî îfade bikim: Bêguman ev metna ku niha hat xwendin, metneka rexneyî ye; li ser navê edebîyata neteweyî ya kurd nerazîbûnek e li hemberî hewldanên qirêjkirin û vajîkirina dîroka edebîyata kurdî û berhemên kurdî.
Îcar, tu derdekî vê rexneyê ligel kesan an jî sazîyan qet nîn e. Heke hebe jî, wan vedixwîne ciddîyetê; bi bîra wan dixîne ku edebîyat, weşangerî, zanyarî, enstîtu û xebata zanistî ne karên sivik in. Îcar, çi dema ku bi vî awayî enformasyoneka şaş bête belavkirin, berhemeka qedîm bête edimkirin, hingê di encamê de gelek kes; xwendevan û hezkirîyên edebîyata kurdî yên roja îroyîn û yên ku potansîyela paşerojê ne, herwisa, lêkolînerên xerîb û xomal ên ku dê li ser edebîyata kurdî lêkolînan bikin, divê ji vê enfomasyona şaş û van xeletîyan agahdar bibin ku qet nebe bila nebin qurbanê vê şaşîyê. Ev yek bo vê metna di destê we de amanca bingehîn bû.(***)
_________________
(*) Îhtîmal e ku li gelek malperên din jî ev metna hanê hatibe weşandin. Wekî mînak, www.amidakurd.com, www.rojname.com, www.rizgari.com
(**) Li vir xeletîyên rastnivîsînê ne têde, gelo min meraq kir, çima li ciyek îbareya “ziwanê dimilî” bi herfên piçûk hatîye nivîsîn û çima dû re wekî “Ziwanê Dimilîya” bi herfên mezin hatîye nivîsîn? Gelo li gorî amadekaran; li gorî Enstîtuyê kîjan standard e, kîjan rast e?
(***) Ev gotara li malpera www.amidakurd.com (03.09.2007) hatiye weşandin.
(1)Prz. Mehmet Guzeler, “Ustadek û Berhemek: Osman Esad Efendî û Mewlidê Ciyo Dimilî” W: Kovara Wêjeyî Çandî Hunerî, Hejmar 15, Amed Tîrmeh-Gelawêj 2007, r. 64
(2)http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=7855
(3)Babij, Usman Efendî, Bîyîşa Pêxemberî, Kitabxana Hawarê, Hej. 4, 1933 Şam, r. 20-21
(4)Bedirxan, Celadet “Zarê Dumilî Û Mewlûda ‘Usman Efenedî” Hawar, Hej: 23, 16 tîrmeh 1933 Şam (Cilda yekem a Hawarê, Weşanên Nûdem, r. 603-608
(5)Espar, J. Îhsan “Çend Nuştey û Kitabê Kirdkî” Zend: Kovara Lêkolînî, Hejmar: 1, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Payîz-1996 Stenbol, r.44-48 / Malmîsanij, “Ehmedê Xasî, “Mewlidê Nebî””, Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, Hejmar: 4, Êlon-1985 Parîs, r. 75-97 / Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)” Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Sermawez-2004 Stenbol, r. 39-43 / Babij, Usman Efendî, Bîyîşa Pêxemberî (Mewlûda Nebî), 1933 Şam / Bedirxan, Celadet, “Zarê Dimilî û Mewlida Usman Efendî”, Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, Hejmar: 2, Gulan-1985 Parîs, r. 10 / Roşan Lezgîn, BÎR, Kovara Lêgerîn û Lêkolînê, Hejmar 4., Zivistan-Bihar 2006 Diyarbekir, r. 195-200 / http://www. peyamaazadi. org/modules.php?name=News2&file=article&sid=2397
(6)Xasî, Seydayê Mela Ehmed, Mewlûdê Kirdkî (Transkirîbekerdiş: Mihanî Licokic), Weşanxaneya Firat, 1994 Stenbol
(7)Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê Nêrib û Sîwanî” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, Hejmar: 3, Sibat-1985 Parîs, r. 109-111 / Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê Nêrib û Hênî” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, Hejmar: 5, Gulan-1986 Parîs, r. 88-91 / Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Çend Tekstê Dimilkî (Zazakî)”” Hêvî: Kovara Çandîya Giştî, Hejmar: 6, Tebax-1987 Parîs, r. 69-79