Meriv dema ku hay li xwe dibe, ku gelek kes heta hetayê hay li xwe nabin, gelek pirsên giran tên û roj bi rojê li mejiyê meriv siwar dibin: Ez çi me? Ez kî me? Ez jî ku hatime û ez dê bi ku ve herim? Rewşa deverên din ê cîhanê û hawirdora ku ez têde dijîm çawa in û ev çima visa ye?...
Ger meriv bikeve pey pirsan, jixwe, hew dikare vegere.
Bi hereşana van pirsan û gelekên din re hemî hestên meriv dikelin û bi hemî gelacîyên xwe ve tên bi pêsira meriv ve dizeliqîn: Ez endamê kîjan neteweyê me? Berpirsîyariyên min li hemberî xweza, merivahî û neteweya min çi ne? Têkiliyên min ên bi der û dora min re li ser çi bingehê dimeşin?
Pirs ji pirsan dizên û her bersivan dixwazin. Teqez divê bersiv bên dayîn. Ger meriv nekeve pey meraqa pirsan û di riya têgihîştine re nemeşe, wê demê divêt meriv ji xîreta xwe bikeve nava gumanan. Ji bo bidestxistina bersivan divê meriv bi hemî frekansên xwe li çavkaniyan bigere. Çavkanî: Ji melodî û ahenga di nava straneke kevnare bigirin heta bi lorîkên bi xem û hevîyên dayîkekê. Ji kavileke dîrokî bigirin heta bi hemî pirtûk û her cure kîtekîtên jiyanê…
Di encama lêgerînan de, “têgihîştin” tê, reng û dirûv dide ramana meriv. Piştî sererastkirina ramanê, di nava civakê de ciyê ku meriv têde ye, xwe eşkera dike, yan jî meriv bi zanebûn di nava civakê de ciyê xwe diyar dike. Haylêbûn û têgihîştin; êdî riya jiyana ku dê meriv têde bimeşe, ew diyar dikin. Ku meriv xwedî bawerîyeke qewîn be, astengî, zehmetî û dijwarî çi dibin bila bibin, şexsîyetek xwedî xîret tu car jî nikare xwe ji vê riya hanê bide alî.
Dîtîn, haylêbûn û têgihîştin mudaxalekirinê bi xwe re tîne. Ku meriv dest bi mudexalkirinê bike û têkeve nava tevgeran, teqez meriv divêt encamê bi dest bixîne. Li gor dozaja xwestekan û li gor mezinbûna hêvîya ji paşerojan livbazî û çalakî dest pêdikin. Her ku meriv ji bo jiyaneke xweşik dilive, pê re jî kêmasî û qelsîyên meriv derdikevin holê. Yan dê meriv qelsî û kêmasiyên xwe dagire û tekuz bike û di riya xwe de bimeşe, yan jî dê bi çarenûseke têkçûyî re xwe razî bike.
Çima Nivîs?
Nivîs destbirakê ramanê ye û maka çalakîyan e. Ramana bê nivîs ne tu tiştek e. Xwedê bi xwe jî hebûna xwe bi riya nivîsê daye qebûlkirin. Xwedê, hemî plan û progaramên sazkirin û birêvebirina vê gerdûna ew qas tevlihev di serata de bi katibên xwe li “Lewhî Mehfûz” daye nivîsîn. Cardin pirtûkên ku ji bo têkiliya li nava ferd û civakan bêne sazkirin û ji hebûna Xwedê û zagonên Wî nekevin şaşî û gumanan, ku bi riya Qasidên xwe ji merivan re şandiye, bi wan daye nivîsîn. Ji bo ku “nivîs” wateya xwe bibe serî jî, dema ku Qurana pîroz ji Qasidê xwe re şandiye, berîya her tiştî sê caran li ser hev gotiye: BIXWÎNE!
Wateya nivîsê gelek berfireh û mezin e. Nivîs ava jînê dide ramanê û çanda merivahîyê. Cergî dinya ava bûye û ta îro bê hejmar meriv hatine ser rûyê dinyayê û çûne. Xwarine û vexwarine, hejarî û dewlemendî dîtine. Şer kirine pev çûne. Bi ser ketine yan jî têk çûne… Ango jîyane. Em îro bi riya belgeyan rêç û şopên wan dibînin. Ev e, nivîs jiyanê belge dike û li ser hîma vê jiyana belgekirî jiyaneke hîn xweşiktir û bedewtir sererast dike. Û nivîs, maka zanebûnê ye. Nivîs divêt bê xwendin. Teqez çalakiya nivîsê heta ku neyête xwendin, encameke erênî bi dest nakeve.
Û em!
Ka hela em baş bala xwe bidin dîroka xwe ya kambax. Herî zêde me li ku winda kiriye? Em ji ber sersariya kîjan kar û baran wisa li pey xelkê mane û wiha xirab ketine? Gelo sedema mêtîngehbûna welatê kurdan bi tenê çavsoriya kedxwiran e? Na! Mezintirîn sedem sersarî û belengaziya kurdan bi xwe ye…
Va ye, di encama têgihîştina van ramanan de, em xwe di bin berpirsîyarîyan de dibînin. Ger meriv ketibe ber bayê şoreşeke rasteqîn, wê demê enerjî û potansîyela hundirîn ên meriv, dibe ku meriv qet jî hay lê nebûye û li hin deran xitimîne, xweberî der dibin û diherikin. Bêguman hest û karînên meriv kêrî kîjan warî bên, dê ji bêhemdî meriv jî ber bi wî aliyî ve biherike.
Pêşî gaveke şermoke û hinek jî henekwar tê avêtin. Lê, demek bi şûn de meriv hew dibîne ku wek darikê ku ketibe nav gerîneka feratekê û meriv hew dikare xwe bi paş ve bikişîne. Demek bi şûn de ku meriv bala xwe didiyê, him meriv bi xwe wê gerînekê dizivirîne û him jî gerînek merivî dizivirîne. Her ku diçe jî, xelekên gerînekê bêhtir fireh dibin.
Me Çawa Dest Pêkir?
Ger rastiya me, şert û mercên ku em têde gihîştine, rewşa ku em têde dijîn û dinivisînin ji her hêlê ve neyête zanîn, ne asta berhemên me dê rasterast bête fêmkirin û ne jî em dê layîqî nirxandineke maqûl bibin. Wekî din, metirsîyên me yên sereke çi ne, em di nav derûnîyeke çawa de dijîn? Em di çi rewşê de û bi çi şêweyî fêrî ziman û nivisînê bûne?...
Ez hîn di şeşsaliya xwe de ji welatê xwe bi dûr ketim û di nav zarokên tirkan de min dest bi dibistana seretayî kir. Di teşegirtin û sazbûna karakterê meriv de, ew heyama zaroktiyê gelek girîng e. Lewre ji sedî heftê karakterê meriv di vê heyama zaroktiyê de dirûv digire. Zimanê me yê malê ji lehçeyên zimanê kurdî kirmanckî (zazakî) bû û ez di nav du zimanan (tirkî û kurdî) de wek hêlekanekê diçûm û dihatim. Du zimanên dijberî hevûdu, ku yekî yê din dixwar! Pişt re, dibistan û perwerdeya nijadperest, ku li ser hîmê înkarkirina çand û gelan saz bûye. Em bi hemî xavîtiya xwe li hemberî çand, ziman û perwerdeyeke ku dixwest rastiya me ji binî ve biqedîne re rûbirû mabûn. Ev rewşa hanê li derûna meriv texrîbatên erjeng pêk tîne û karakterê meriv parçe û tîş dike. Bi rastî, bobelatên sosret li nav hestên meriv rû didin û belkî jî, heta temenê meriv hebe, dê dev ji meriv bernedin!...
Li dibistanê, ez hingî di bandora perwerdeya nîjadperest de mabûm, ez bûbûm aşiqê Atatirk. Wêneyekî wî heye, çend zarok li ber in û zarokekî xweşik qevdek kulîlk dirêjî wî dike. Her ku min li wî wêneyî dinihêrî, min xweziya xwe bi wî lawikî dianî û min pirr heyfa xwe li xwe dianî ku çima ew lawikê hanê ne ez bûm. Li vir, problem ne ew e ku meriv bibe evîndarê kesek. Problema esasî ew e ku di vê evîndariya bi vî rengî de dûrketina ji rastiya xwe razayî ye.
Baş tê bîra min, di salên dibistanê de, li cejnên neteweyî yên tirkan de srûda neteweyî (istiklal marşi) û helbestên bi tirkî min ji zarokên tirkan bêhtir xweş û ji dil dixwend. Belkî jî, ev e bingeha helbestê ji bo min!
Vegera Amedê. Û pişt re jî, bahoza pêlên şoreşê. Heta destpêka salên nodî min yek peyv jî bi lehçeya kurmancî nizanîbû. Va ye, bi xwe hesîn, hay li xwe û rastiya xwe bûyîn û têgihaştin û nepejirandina vê rewşa anormal… Tîpolojiyek wisa li ser bêbingehiyek û dest bi hilberînan dike! Di destpêka salên nodî de, ku pêlên şoreşê bi hemî hêza xwe derûnîya me dagir dikir, xwesteka vegera li ser rastiya xwe di ramanên me de aj dida. Di wê pêvajoyê de bi derçûna weşanên nivîskî yên bi zimanê kurdî re derfetên fêrbûna zimanê kurdî yê sitandard bi destê me ketin û ez bawer im me ev yek baş nirxandiye ku niha piçek be jî, va ye, em dinivîsin.
Ez dikarim vê bibêjim, ku ev serpêhatiya nivîsînê ne ya şexsê min bi tenê ye. “Ez” a di vir de pirrhejmar e. Lewre pirr-hindik ev serpêhatiya hemî hevalên ku niha li bakurê welêt dinivîsin, ya wan tevan e…
… Û Helbest
Rojek melayek ji min re hin helbestên bi kurdî xwendin, ku dixwest xweşikbûna zimanê kurdî bi min bide nîşandan. Wê demê digel ku ji wateya wan helbestan -ku ji ber nezanîna zimên bû- min tiştek fêm nekiribû jî, lê hemî hestên min di bin bandora melodiya wî dengê wan helbestan de hejîyabûn. Min du rêzik ji wan helbestan jiber kiribû, wiha bûn: “Hengur li baxê xweşîn û meşîn / Bilbil li şaxê îhram dikişîn.” Ji bo ku min ji zimanê van helbestan fêm bikira, teqez diviyabû ez fêrî zimanê gelê xwe bûbûma. Dengê wan helbestan agir bi dil û cergê min xistibû. Êdî mirin hebû, lê veger nîn bû.
Şansê min ê baş, ez êdî di nav gelê xwe de bûm. Min him weşanên kurdî dişopand û him jî bi hemî baldariya xwe guhê min li ser dengê axaftina gel û fonetîka kurdî vekirî bûn. Êdî di xewa xwe de jî ez bi kurdî diaxifîm.
Beriya ku min dest bi şopandina wêje û helbesta kurdî kir, min wêjeya tirkî dişopand. Helbestên A. Arif gelekî bala min dikişand. Demekê ez bibûm xwendevanê kovara YAZKOyê ya wêjeya tirkî jî. Lêbelê, min helbesta kurdî yekem car bi helbestên bijarte yên Seyadayê Cîgerxwîn ku Ganî Bozarslan bi navê “Lenin Şafağı” wergerandibû tirkî nas kir. Tirkî û kurdiya wan bi hev re hatibûn çapkirin.
Axaftin, xwendin û nivîsîna bi kurdî ji bo min tolhildanek bû li hember ewqas salên ciwaniya min ku dûrî kurdayetiyê derbas bibûn. Rikkirina di kurdî de serhildaneke navxweyî bû ji bo min. Derba tolhildanê divêt derba mirinê bûya! Her ku kurdî bi pêş diket, redkirina zimanê tirkî jî bi xwe re dianî. Lewre têkiliya di navbera zimanê kurdî û zimanê tirkî de ne têkiliyeke wisa normal a di nav du zimanan e. Wekî mînak, têkiliya di nav zimanekî ewropî û kurdî de têkiliyeke normal e û xisarê nadine hevûdin. Lêbelê, ji bo ku zimanê tirkî zimanê netewe û derwleta serdest a li ser kurdan e û bi riya bandora wê ya zimanî pişavtin û tunekirina kurdan pêk tê. Lewma jî, ev têkilî anormal e û merivekî kurd her ku ber bi zimanê tirkî ve diçe, bi xwe re jiholêrakirina ziman û heta bi çanda kurdî bi xwe re tîne.
Ji aliyê din, tiştekî din jî bala min dikişand ku hemî saziyên kurdan, ku ji bo rizgarkirina mafên neteweyî yên kurdan hatibûn sazkirin, di piratîka xwe de, di nav nakokiyeke sosret de bûn, ku di vê kêşeya zimanê xwe de gelek sersar bûn û çanda xwe piştguh dikirin. Va ye, çalakiya nivîsîna bi kurdî li hemberî van neyîniyan jî wekî şêweyeke têkoşînê û berxwedanê dest pêkir.
Nivîs û bi taybetî jî helbesta kurdî li hember vê rewşa karesat bedewtirîn û karîgertirîn berxwedan bû. Di vê pêvajoyê de ev cure têkoşîn li nik min bi qasî xwîna şehîdan pîroz e. Jixwe, ku meriv bi rêk û pêkî dest bi nivîsînê kir -baş an xirab- teqez dê hîn tişt derkevin holê. Mebest ne ew e, ku di vê heyama geşedana wêjeya bakurê welêt de nivîs yan jî helbesta herî baş û bi qalîte darijînim. Na, armanca sereke ew e ku -bi vê karîna xwe be jî- piçek xwe tevî vê ajdana pîroz bête kirin. Ev ji bo min bextewarî û dilşadiyek gelekî mezin e.
Divê her kurdek ji bo zaravayên kurdî bi heman hezkirinê nêzîk bibe. Ji ber vê mebestê, hertim dixwazim bi zaravaya kirmanckî jî binivîsim. Lêbelê, bi zaravaya kirmanckî ne helbest, wisa nivîsîna nivîseke ji rêzê jî pir dijwar û zehmet e. Lewre ev zaravaya me, ku maka zimanê kurdî ye, gelek li paş û qels maye. Gelek teng e. Meriv nikara wisa mîna kurmancî hest û ramanên xwe pê derbibirre. Ango, ev zaravaya me ji aliyê rêzimanî ve, ji aliyê standartbûnê ve gelek bi teşqele û aloz e. Ji aliyê bikaranîna peyvan ve devokên cur bi cur astengiyên dijwar derdixînin pêşberî meriv.
Wek tê zanîn, helbest bi zimanekî tekuz û hevokên şkestî, ango derî rêgayên rêzimanî tê nivîsîn. Kevirên ristina helbestê peyv in. Meriv bi peyvan dilîze, wateya wan diguherîne û dirûvê hêmayê li wan bar dike. Lê, bes ev rewşa reben a vê zaravaya me rê nade pexşan yan jî helbestê. Di maharetên helbestî de, meriv çiqas pêşketî be jî, dema ku mijar dibe helbesta bi zaravaya kirmanckî, dest û piyên meriv têne girêdan. Bi zaravaya kirmanckî helbest ristin -ast û qalîteya wan çi dibe xem nake- bi rastî wêrekîyek e. Lêbelê, ger bi zimanekî wisa lipaşmayî pexşan yan jî helbest bêne nivîsîn, ew ziman dinermije û ji xwe re di riya pêşketinê de zemîn amade dike.
Ev e, bi zaravaya kirmanckî helbest nivîsîn ji pêşkêşkirina hunerê wêdetir, armanca bingehîn ew e, ku di warê sitandardkirina vê zaravaya me ya kevnar de xizmetek bête kirin. Jixwe, niha mebesta nivîsîna bi kurdî jî ne ev e?
Awirek Li Ser Helbesta Bakur
Bi carekê di destpêkê de divêt meriv vê yekê baş bibîne, ku wêje yan jî helbesta ku li bakurê welêt niha aj daye û roj bi rojê geştir dibe li ser bêbingehiyekê, ango li ser hîmê bêmîratiyekê zîl daye. Ev yek ne tawanbariyek e di stûyê van hevalên me yên xwedî pênûsa ter û teze de. Ev yek bi çarenusa reş a civaka me û rewşa kamnbax a welatê me ve girêdayî ye.
Her çend ev hevalên me yên ku niha helbestan dinivîsin, meriv dibêje qey bi zorê nivîsîne, wekî nexweşek ku bi riya heba seriyan serê xwe aş bike û hîn biaxife, lêbelê pirrên wan dilêr in û ji xwe bawer in. Pirrên wan çav berdane bilindahiya çiyayên helbestî. Ev yek tiştek gelekî baş e û baweriyê dide meriv.
Gelê kurd ji mêj ve û ta niha hîn jî di warê netewebûnê de û di warê xwedîlêderketina li nirxên xwe de ne xwedî hişmendiyeke maqul e. Bêguman hunermend û rewşenbîrên me -ew jî parçeyek ji civaka me ne- dema ku hunera xwe diafirînin, rojeva wan her ev rewşa karesat e. Ango, hunermendên miletekî bindest ku her roj jan û êş ji destê serdest û kedxwiran dikişîne, jixwe rengekî xwezayî ye ku di hilberîna hunera xwe de vê rewşê bike mijar. Lêbelê, ev yek di warê formên hunerî de her kemînan derdixe pêşberî hunermend. Û dike ku bêhneke sloganîk ji berhemên hunerî, bi taybetî jî, ji helbesta kurdî bifûre. Îdeolojî tê û bi gewriya berhemên hunerî ve dizeliqe. Huner nikare û ne gengaz e zêde îdeolojî û sloganan hilgire. Lê, bes ku meriv rewşa welatê kurdan, derûniya civak û ferdên kurdan, ango rastiya gelê kurd baş dahurîne, wê demê ev yek wekî rengekî siruştî xwe dide xuyakirin.
Wekî mînak, dema meriv helbestên Seydayê Cîgerxwîn hildide dest, bi carekê feryad û hawara kurdên bindest û belengaz jê diniqute. Ev tema di helbestên ciwanên bakur de jî, bi giranî niha xwe dide der. Niha mijar ne ew e ku Seydayê Cîgerxwîn bi şêweya wezna kafîyeyê nivîsîye û em niha bi wezna serbest dinivîsin. Bi ya min, gelek normal e ku hunermendên civakeke ewqas hejar êş û jana ku ji destê zordestan dikişînin wê der bikin. Derûniya civakê di heman demê de derûniya kesan e jî û hunermend çi ji hawirdora xwe hilde, dê di hunera xwe de jî vê yekê pêşkêş bike.
Seydayê Cîgerxwîn dibêje, “Ji bo her kesek yarek heye ê min min welat yar e.” Di vir de destnîşankirina rewşê xuya ye û rênîşandanek dixuye. Ango, pêşniyaz bi xwe heye. Meriv nikare bê “yar” bijî, meriv her li yareke xweşik a li gorî dilê xwe digere. Ger meriv di jîyana rasteqîn de yareke wisa nebîne, teqez dê di xewn û xeyalên xwe de anatomiya “yareke” bedew biafirîne û dê pê şa bibe. Va ye, Cîgerxwîn “yara” herî xweşik, bedew û ya rasteqîn ku meriv dikare bi her awayî pê şa bibe, destnîşan dike. Bi riya hunera xwe, bi şêwaza helbestê û bi awayekî estetîk xwe dike mînak ji bo ferdên gelê xwe. Divêt “yara herî bedew” ji bo her neferekî kurd welatê wî be.
Wekî ku di vê mînakê de jî hate dîtin, hunermendên gelê kurd di hunera xwe de hertim xwestine riya azadiyê destnîşan bikin. Ev tema hîn jî li hemî şaxên hunera kurdî serdest e. Bi ya min, di pêvajoya dîrokî de û ta niha hunermendek bi tena serê xwe ji gelek partiyên kurdan bêhtir xebat û kedeke rast rijandiye. Lêbelê, ev yek başebaş nehatiye dîtin. Lewre, di warê têgihîştina zimanê hunerê de û di awirê li ser hunermend de gelê me ne xwedî însafeke erênî ye. Wekî mînak, hîn jî di televîzyona me ya tekane de, di hîn skêçan de li ser navê rexneyê qeşmerî bi “îmaja” rewşenbîrîyê tê kirin.
Ev nakokîya di navbera gel û rewşenbîr-hunermend de, ne bi tenê kêmasî ji hêla civak yan jî derdora polîtîk ve rû dide. Ji hêla hunermend û berhemên hunerî ve jî tawanbariyeke mezin xwe dide der. Wek mînak, helbestvanekî kurd wiha dibêje “Xwendevanên min bi qasî tilîyên destekî ne, lê xwendevanên baş in.” Baş e, meriv hunermendekî çak be û bi rastî jî hunereke bedew ber bide, gelo ji bo çi ewqas mesafe di navbera hunera meriv û gel de hebe? Divêt mebesta hunermend ne bi tenê ew be, berhemên gelekî baş! biafirîne û bi hunera cîhanê re têkeve qayişkêşanê û bihêle ku gelê wî li paşerojeke ne diyar di hunera wî/wê de bigihîje. Aniha çi pêwîst e, divêt ew bête kirin. Hîn ew luksa me nîn e ku em bes ji bo hunerê hunerê biafirînin! Divêt helbest bes ji bo helbestê nebe.
Gelê kurd li her aliyê cîhanê niha di nav şoreşekê de ye. Her ku diçe, ev şoreş kûrtir dibe û binesazîya jîyaneke nuh ava dike. Eniya hunerê jî ji layê xwe ve di vê tevgerê de teqez divêt rola xwe bilîze. Lêbelê, divêt ev yeka han baş bête zanîn ku huner bi karakter û helwesta xwe hertim dijber e. Çewtî û nelihevî -li ku dibin xem nake- huner divêt bêtirs û dudilî bi ser wan de here. Huner divêt bi zimanê xwe şahîk be û di warê şêweya pêşkêşkirina xwe de uslûbeke sempatîk bikar bîne.
Li bakurê welêt, hevalên ku ji navendên rojname û kovaran yan jî ji deverên dûr dinivîsin bêhtir zorê didin hêmayê û helbesta xwe di nava lepên hêmayê de difetisînin. Wê hingê ew helbest dibe muamma û zimanê xwe lal dilke. Yan jî, meriv dibêje qey bi zimanekî biyanî -digel ku bi kurdî ye- diaxife. Her çend kezebşewatiyeke berbiçav di van cureyên helbestan de xwe dide der jî, lê xwînsar dixuyin û dirûvê biyanîbûnê yan jî hestên çêkirî ji wan difûre û xwîna meriv li ser wan nakele. Di van cureyên helbestan de, bezm û rezm (aheng) û newaya (melodî) dengê kurdî gelekî dilenge.
Şêwazeke din jî heye ku bi giştî hevalên li welêt dinivîsin, ji hêla hêma û teknîka ristina helbestê, bikaranîna motîv û dirûvên kurdayetiyê ve qelsiyek xwe beloq dike jî, newa û fonetîka kurdî di wan de bêhtir dixuye û bêhtir rengê jiyanê ji wan der dibe. Divê ev cure helbest berê xwe kûr û fireh bike. Paşeroja vê helbestê ji bo wêjeya kurdî bêhtir vekirî dixuye.
Wêje û nemaze helbest û heta bi hemî şaxên nivîsînê warên pir dijwar in. Divêt meriv bi hestên xwe, bi karîn, hişmendî û şarezabûna xwe têr û tijî, dagirtî be, hemî hîs û frekansên hundirîn ji her cure sînyalê re vekirî bin. Teqez dê meriv bihilkume û bilenge jî, lê divê meriv çavtirsandî nebe û her bimeşe.
Di vê heyamê de, di geşedana helbestan û hemî cure warên nivîsîna bi kurdî de, divê em zêde reşbîn nebin. Pêşketina hunerê jî, ji sedî sed bi pêşketina civakê ve girêdayî ye. Rewşa civakê û bi taybetî jî binesaziya hunermend çendî pêşketî be, dê ev yek bi xwe re pêşketina hunermend û li pey wê jî, ya hunereke bedew bîne.
Hilberîna Hunerê Aramiyê Dixwaze
Ev bû serê bîst salan e ku bakurê welêt bûye qada şerekî hov û dirrinde. Derûnîya hemî ferdên civaka me ser û bin bûye, ku hîn em bi xwe jî başebaş hay li vê bobelatê nîn in. Merivên qada şer nikarin wek merivên normal biramin. Wekî mînak, ez bi xwe jî hejmara biserdegirtina polîsan a li ser mala min nizanim. Jixwe, her biserdegirtinek talana malê bi xwe ye. Ew ked û renca ku meriv bi gelek zehmetiyan daye ser hev li ber çavên meriv tarûmar dibin. Ji ber weşanên qedexe çar caran doz li me hatiye vekirin û li dadgehên dewletê em hatine darizandin. Ev bû serê pênc-şeş salan e ku ez bi kurdî dinivîsim, lê hîn tu arşîva min tune ye.
Arşîv û tenêtî ji bo hilberîna hunerê gelek girîng in. Hunermend di nava arşîv û tenêtiya xwe de ji xwe re cîhanekê ava dike. Ew cîhana taybet dibe mala hilberîna berheman.
Lêbelê, li malê, ne bi tenê pirtûk yan jî kovarek, meriv nikare rêzikek nivîs jî bihêle. Rojekê, li taxa Rezan di sextîkirineke polîsan de du rêzikên helbestekê ku min li ser kaxizeke piçûk nivîsandibû, di bêrîka min de dîtin. Min got, ev tiştekî tewş e. Lê taba gotina min vala çû û gotin, ev şîfre ye! Ji ber du rêzikên masum ku belkî dê bûbûna haveyna helbestekê, gelek îşkence li min kirin û belkî jî siûda min şixulî ku ez nehatim kuştin.
Ev bû serê deh salan e ku serê sibehan dema ku ez ji mala xwe derdikevim, awirên min û malbatiyên min ji hev helalî xatir dixwazin. Ne nan ne av, ne tengasiyên aborî û heta ne jî nivîs… Metirsiya me ya sereke û rojane ev e ku em dê çawa bijîn! Metirsiya xwe jiyandinê li derûnî û hestên meriv refleksên ecêb û seyr bar dikin ku carînan meriv xwe ji xwe dikeve nava gumanan.
Di nava vê jiyana sosret de, di nava ewqas dijwariyan de şopandin û hilberîna wêjeyê!
Lêbelê, va ye digel ewqas şertên neyînî û dijwar ên şerê qirêj ku gelek hest û nirxên merivane texrîb kirine, digel hemî astengiyên jiyanê, cardin jî em pirtûk, kovar û rojnameyan dişopînin. Divêt bête zanîn ku em di nav keftûleft û xirecireke mezin de dinivîsin û digel van jî, divêt nivîsîn bibe berhema rewş û mejîyekî aram. (*)
_____________________
(*) Ev nivîs li ser çend pirsên birêz Kawa Nemirî ku wê demê edîtorê kovara Jiyana Rewşenê bû, hatiye nivîsîn. Li kovara Jiyana Rewşen, Hejmar 36, Îstanbul (Rêbendan) 2000, r. 44-49 weşiyaye.