Çawa ku em di her warî de li paş mane, di warê lîteraturê de jî bi awayekî giştî li gorî xelkên din em li paş mane. Kêmtir em dikanin bibêjin ku lîteratura me ya akademîk qels e. Lê peyva “qels” jî, qet nebe, kêm-zêde radeyeka xwe heye. Lêbelê carînan nivîsin di kovarên me de têne weşandin ku em dev ji qelsî û radeya kêm-zêdeyî berdin, meriv dema ku dixwîne ji xwe re heyirî dimîne; gelo meriv pê bikene, bigrî; ji nedîtî ve were, rexne bike?...
Rexne? Li nav civakên paşdemayî peyveka lanetî ye!
Lêbelê ger rexne jî nebe, em dê çawa ava xwe ya lewitandî parzûn bikin? Em dê çawa wê sergoya genî ya ji hewlên qaşo nivîskaran û lîteratura ku xizmeta berferehkirina cereyanên hizrî yên neteweya me dikin, ji hev veqetînin?... Digel ku car heye, li pêşberî vê sergoyê rexne bi xwe jî betal dibe, bi kêrî tiştekî jî nayê! Çawa? Em wisa xeyalekê bikin ku we nivîsek bi vî awayê li jêr xwend:
“Hemî xwişkan bi hev re dest û lingên Yûsifî girêdan û avêtin Gola Wanê. Gayek serjêkirin, çakêt û pantol û qirawata Yûsifî di xwîna bizinê de werkirin. Li otomobîla xwe siwar bûn û vegeriyan. Kirasê birayê xwe yê bixwîn bi şanî bavê xwe Nebî Mûsayî dan û gotin, “Peyayên Îbrahîm Paşayê Milî kurê xalê me kuşt!”
Ew kîjan kes e ku dê bikanibe vê qiseyê bide ber rexneyan an jî bi kîjan metodî rexne bike? An jî, Xwedê wê rojê nîşan nede, ger hûn edîtor-redaktorê kovereka kurdî bûna û nivîseka bi vî awayî bihata ber destê we, gelo we dê çi jê bikirana yan jî we dê çawa rast bikirana? Ez bi xwe di meraqa bersivên we de me.
Gelekê caran ez hin nivîsan; hin gotarên lêkolînî, helbest, çîrok û hwd. yên wek vê qiseya li jorê li kovarên me dixwînim û şaş dimînim ku çi bikim! Gelo xwediyên van nivîsan li pey çi ne?
*
Nivîseka lêkolînî ya birêz A. MERETOWARî ku li Nûbihar, Hejmar 97, r. 78-80, bi sernavê “Gramera Kurdîya Hersê Zaravayan” weşiyabû. Bala xwe bidinê, çi sernavek xwedî îddîayeka bilind e! Ji kerema xwe sebrê bikin, em dê bona îddîayê li naverokê binihêrin lêbelê ji kerema xwe werin, em serê pêşî li ser mentiqa vê hevokê bihizirin. Min bi xwe çi wateyek nedayê. Ger camêrî bigotana “Gramera Her Sê Zaravayên Kurdî” hingê min dê fêm bikirana ku mîrza A. MERETOWAR bona me xwendevanên kurdî di vê lêkolîna xwe de gramera sê diyalektên (lehçe) me hildaye dest û zelal kiriye. Çunke ji vî sernavî ev yek tê fêmkirin, lê mixabin, wekî ku kurdên me yên zaza dibêjin, name giran o, pirêze wêran o! Wekî çalakiyên hîn rêxistinên Bakur, di bin sernavên qerase û bi îddîa de naverokeka pûç û jixwe, encam jî fiyasko!...
Ji peyvên vê hevoka sernavî “Zarava” jî, (ne “zarava”, rastê wê “zaraw”) ez bi xwe tênagihêm bê çima di wateya “diyalektê” de tê bikaranîn? Bêguman, “zaraw” ne peyveka kurdiya kurmancî yan jî kurdiya kirmanckî (zazakî) ye. Van salên dawiyê, wekî gelek peyvên din, ji kurmanciya jêrîn (soranî) ketiye ser zar û zimanê nivîskar û zimanzanên me yên pirrzan yên bakurê welêt. Ez ne li hemberî dan û stendina peyvan im di navbera diyalektan de, berevajî ez bi xwe tetbîq dikim, lê bi awayekî rast; bi awayê ku bunyeya diyalektê di xwe de bihewîne. Îcar, ez nizanim yekem car kê vê peyvê di kurmanciya Bakur de bikaraniye lêbelê wî kesî şaş fêm kiriye û şaş jî daye fêmkirin. Jixwe wisa e, yek radibe, bêyî ku hay ji ciddiyeta nivîsandinê hebe, tiştekî şaş li kovarekê diweşîne û jê şûn de jî êdî ew şaşî dibe şaşiyeka muşterek. Wekî gelek tiştan, êdî tu bikî-nekî ji nava hişê civaka bêîlm û paşdemayî dernakeve! Çunke, peyva “zaraw” ne di wateya “diyalekt” an jî “lehçe” de ye. Di kurmanciya jêrîn de wateyên xwe gelek in, lê nêzîktirîn wateya ku mîrza A. MERETOWARî bikaraniye, ev e: Şêweya axaftinê(1).
Ewçend îzehet ji bo sernavê ku ji çar peyvan pêk tê. Baş e. Ez dê niha bona lêkolîna camêrî ya xwedî îddîa ku ji sê rûpelan pêk hatiye çi bibêjim? Ne ku çi bibêjim, ez ê çawa ji nav derbikevim? Niha, ez ji bêgaviyê dipirsim, lewre birêz A. MERETOWAR bi xwe jî lêkolîna xwe bi giştî li ser pirsên ku bersiva wan ew bi xwe jî nizane, ava kiriye. Çunke hema di paragrafa pêşiyê de dibêje, “Zimanê kevn ê kurdan çi ye? Kîjan zarava bingeha kurdîyê ye? Berhema herî kevn a edebîyata kurdan, bi kîjan kurdîyê hatiye nivîsandin?...” Ger ew bi xwe bersiva van pirsan nizane, mafê xwenedevanekî wekî min jî heye ku bibêje, heyran madem tu vana nizanî, hingê tu ne mecbûr î ku li ser mijareka wisa binivisînî, ku cenabê wî bi xwe jî dibêje, “Heta niha em li benda xebateke weha bûn; mixabin his ji kesî nayê. Digel ku zêdeyî qeweta min e jî, hema min xwe li vî karî qerase kir.” (Heyran, tiştê ku zêdeyî qeweta cenabê we be, xwe lê qerase mekin, baştir e. Ezbenî, tiştê ku qeweta we têdigihê bikin.) Bala xwe bidinê, lêkolîna xwe qest dike û dibêje “… xebateke weha…” Weha?!...
Dev ji gramera her sê diyalektên kurdî berdin, min bi xwe tu gramerek di wê xebateke weha de nedît! Lêbelê birêz A. MERETOWAR xwe li gelek pirsên qure yên jixwerazî qerase dike û dipirse, “Gelo van zaravayên kurdî di kîjan sedsalê de dest pêkirîye [kirine]?” Min bi xwe tiştek ji mentiqa vê pirsê jî fêm nekir! Pirs berdewam in, “Hewldanek ji bo kurdîya kurmanc [kurmancî] û dimilî ber bi hev were [werin], heye an na? Ev hewldan têr dike an na?” Bi destûra we be, ez ê jî li vir pirsekê bikim, ger hebûn û nebûna hewldanekê ne eşkera be, yanî hebûna hewldanek hêjayî pirsê be, hingê meriv dikare bibêje, “Ev hewldan”? Kîjan hewldan? Nexwe va ye, dipirse û dibêje, hewldanek ji bo kurdîya kurmanc û dimilî ber bi hev were, heye an na? Hevokek, hevoka din derewîn derdixîne yan jî bêwate dike lê kîjan ne rast e? Min nikanibû ji nav derbiketama. Lêbelê hertim pirs berdewam in, ku li dû vana jî dibêje “Gelo dibe ku kurdîya kurmancî nêzî kurdîya dimilî bibe?”
Li şûna ku A. MERETOWAR li gorî sernavê lêkolîna xwe, gramera her sê diyalektên kurdî ji me re qiset bike, ku behsa “...fonetîk û morfolojîyê…” jî dike lê rabûye çend peyvên diyalektên kurdî bi şaşî û herwiha, digel îzehetên çewt dane ber hev û ewqas!
Birêz A. MERETOWAR di lêkolîna xwe ya giranbuha de dibêje, “2. Di serê peyvikan de ketina dengdara “x”yê: Ev dengdar, di kurdîya kurmancî [de] li serê kîjan peyvikê hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye.” Li jêrî vê agahiya şaş sê peyvan di sê diyalektan de rûberî hev dike. Soranî, vala (-) hiştiye lê kirmanckî (zazakî) û kurmancî dane ber hev:
War = Xwar
Welî = Xwelî
Weş = Xweş
Bala xwe bidinê, dibêje ev dengdar (x), di kurdîya kurmancî [de] li serê kîjan peyvikê hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye. Di huzûra hemî xwendevanên delal ên vê kovarê de ez wekî biraderekî wî ji dilê xwe yê xas jê rica û minetê dikim ku şaşiyên xwe bi riya kovaran bila neke şaşiyên giştî! Jixwe, bi têra xwe şaşî û gelemşeyên me hene!...
Meseleya ketina dengê “x” ev e: Di fonetîka kirmanckî (zazakî) de dîftonga “xw” nîn e. Dîftonga “xw” ya li diyalektên din ên kurdî di kirmanckî de carînan jê “x” û carînan jî “w” dikeve, ne ku wek birêz A. MERETOWAR dibêje, li serê kîjan peyvikê (x) hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye. Wekî din hemî peyvên ku bi dengê “x” dest pêdikin wekî xwe ne. Kurmanc dibêjin “Xalo” kirmanc jî dibêjin “Xalo”, kurmanc dibêjin “Xiyar” kirmanc jî dibêjin “Xîyar”. Ji dîftonga “xw” ketina dengê “w” jî wisa çêdibe:
Xwe = Xo
Xwîn = Gonî…
Li jêrî vê agahiya şaş, îcar pênc peyvan (aw, awis, baw, êre, şew) rûberî hev dike. Lêbelê her pênc peyvên kirmanckî jî şaş in. Çunke, di kirmanckî de hemî peyv di halê xweser (halê sade yê peyvê) de jî zayend û pirrhejmariya xwe bellî ne. Lêbelê di kurmancî de tenê dema ku peyv di nav hevokê de têne xebitandin zayend û pirrhejmariya xwe bellî dikin. Di kirmanckî de peyvên pirrhejmar di halê xweser ê peyvê de bi dengê “î” diqedin:
Zimbêlî (zh) = Simbêl
Verçimikî (zh) = Berçavk
Û peyvên mê (m) jî bi giştî bi dengê “e” diqedin. Li gorî viya em dê xeletiyên A. MERETOWARî wisa rast bikin:
1.Hemwateya peyva “av” a kurmancî ne “aw”, “awe (m)” ye.
2.Hemwateya peyva “avis” a kumancî ne “awis”, “awre” (m) ye,
3.Hemwateya peyva “bav” a kurmancî ne “baw”, “pî (n), pêr (n), bawk (n), babî (n)” ne (bawo: awayê denglêkirinê ye),
4.Hemwateya peyva “êvar” a kurmancî ne “êre”, “şan (n)” e. (êre: esir; bi tirkî; ikindi),
5.Hemwateya peyva “şev” a kurmancî ne “şew”, “şewe (m)” ye(2).
Li jêrî vana jî peyvin rûberî hev dike. Ji vana peyva “bîr” ku di kurdiya kurmancî de du wateyên xwe hene (bi tirkî: 1.hafiza; 2.kuyu), di kurdiya kirmanckî de ji “bîr” (hafiza) re “vîr” tê gotin, dengê “b” yê kurmancî dibe “v” lêbelê di wateya “bîr” (bi tirkî: kuyu) de hemin wekî xwe dimîne, dengê “b” nabe “v”; çawa ku kurmanc dibêjin “bîr” kirmanc jî hemin wisa (bîr) dibêjin. Dîsa, peyva “gav” (bi tirkî: adım) a kurmancî di kirmanckî de nabe “gam”, ji ber ku ev peyv mê (m) ye, ku çend îstîsnayên wek “cinî (m) = jin, derzînî (m) = derzî” yan jî “mêrde (n) = mêr (zilamê zewicandî)” û çendên din ne têde hemî peyvên mê yên kirmanckî wekî qaydeyekî giştî bi dengê “e” diqedin, lewma jî ne “gam”, “game (m)” ye.
Zimanzanê me yê hêja, yê ku gramera sê diyalektên kurdî dizane, dibêje, “Di kurdîya kurmancî de çiqas dengdarên “v” hebin, di kurdîya soranî de bûne “w”:
Em kabra çî dillê? (sr) = Ev birader çi dibêje? (kr).
Yan jî:
Emrro (sr) = îro; evroj (kr), debê (sr) = divê (kr).
Baş e, li ku di kurdîya kurmancî de çiqas dengdarên “v” hebin, di kurdîya soranî de bûne “w”?
Dîsa, li hemberî peyva “mêvan” a kurmancî, “mêyman” dinivîse. Lêbelê di kirmanckî de yan “meyman” tê gotin yan jî çawa ku dengên “ew” xwe dikin “o” (vewre; vore =berf; befr), herwisa jî, dengên “ey” xwe dikin “ê” û “mêman” tê gotin. Wekî ku peyvên “veyveke; veyweke” dibin “vêve; vêwe; vêke”, ango bi kurmancî “bûk/buk”.
Camêr dewam dike, wisa jixwebawer û bi awayekî qetî (xwedî îddîa) dibêje, “Di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye.” Û ji bo îddîaya xwe jî van her sê peyvan dide ber hev lê dîsa jî xwe derewîn derdixîne:
“va = ba, vîst = bîst, bîr = bîr”.
Ez nizanim çima ev dengê “b” yê peyva “bîr” nebûye “v”? Û dîsa, li nav peyvikên ku wî bi xwe hildane; “baw” û “bav” çima her du dengên “b” wekî xwe mane? Li gorî îddîaya camêrî diviyabû “bav” a kurmancî bibûna “vaw”.
Lêbelê ger destûra cenabê A. MERETOWARî hebe, ez dixwazim wî serwext bikim ku di nav zimanê kurdî de rast e ku dengin wergeriyane dengine din. Ne bi tenê di nav diyalektan de, herwisa, di nav devokan de jî ev yek heye. Ev wergerîna dengan jî ne bêîstîqrar (rasgele) e, li gorî sîstemekê wergeriyane. Lêbelê ne wekî ku ew îddîa dike û dibêje, “Di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye.” Bi hezaran dengên “b” çawa ku di kurmancî de ne, hemin wisa jî di kirmanckî de têne gotin. Wekî mînak:
bav = babî; bawk (n), başûr = başûr (n), birîn = birîne (m), bazin = bazin (n)…
Herwiha, carînan jî dengê “g” yê kurmancî jî di kirmanckî de dibe “v”. Mînak:
gurg (gur) = verg (n), dêlegurg = deleverge (m).
Dîsa, car heye ku dengê “v” yê kurmancî di kirmanckî de dibe “m”. Mînak:
hingivîn/hingiv = hingimîn/hingimên (n).
Di kirmanckî û kurmancî de dengine dî:
veng (n) = deng (bi tirkî: ses), vate/vatiş/vatene = gotin (bi tirkî: söz; söylemek/söyleme), vindî = winda (bi tirkî: kayıp), virnik = virnik/virnî, venijîyayîş/venijîyayene/venekî kerdene = venijîn (bi tirkî: uyuklamak/uyuklama), viritiş/viritene = verişîn (bi tirkî: kusmak/kusma).
Niha mafê me heye ku em ji birêz A. MERETOWARî re bibêjin, li ku di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye?(3)
Dîsa, hevokeka kirmanckî ku nayê zanîn camêrî bona çi hildaye nava gotara xwe û çavkaniya xwe jî diyar nekiriye, ku wisa ye: “Dawûdî, ya rajanê derbazbîyan, nakokî û têmîyabîyena Turkîye tayêne rind şanena çiman ver.” Ez bi xwe kurdê zaza me, ev çendîn sal in ku ez serê xwe bi vê diyalektê re diêşînim, ez aşînayê hemî devokên kirmanckiyê (zazakî) me, lê min tu tiştek ji vê hevokê fêm nekir, ez nizanim dê xwendevanên kurmanc çawa jê fêm bikin? Gelo zimannas birêz A. MERETOWAR ji kerema xwe re wergera wê ya kurmancî jî binivîsandana, ku gotara wî bi kurmancî ye, qenctir nedibû? Hingê dê xwendevanên kurmanc jî têbigihîştana. Yan jî, behsa tewandina peyvikên navdêr ên mêran, (dixwaze bibêjê, tewandina peyvên navdêr ên nêr) dike lêbelê bi şanî xwendevanan nedaye ku di kirmanckî de ev yek li ku û çawa çêdibe?
Ji kerema xwe re bila xwendevan cardin bixwînin, gelo jê çi fêm kirine?(*)
Diyarbekir 29.12.2005
___________________
(*) Ev nivîs li kovara Nûbihar, Hejmar 98, Îstanbull 2006, r. 32-35 weşiyaye.
(1)Ji bo peyva “Zaraw” binihêrin li: Hejar (Evdirehman Şerefkendî), Ferhengê Kurdî- Farisî, Çapê Sevvom, Intişaratê Soroş, Tehran-2003, r. 372
(2)Binêrin li: Vate Çalışma Grubu, Türkçe Kırmancca (Zazaca) Sözlük, Genişletilmiş 2. Baskı, Vate Yayıncılık-2004, Îstanbul
(3)Ji bo gelek peyvan binihêrin li: Vate Çalışma Grubu, Türkçe Kırmancca (Zazaca) Sözlük, Genişletilmiş 2. Baskı, Vate Yayıncılık-2004, Îstanbul