zazaki.net
28 Êlule 2023 Panşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

PÊŞNÎYAZA PÊŞBEZÎYEKÊ

01 Tebaxe 2009 Şeme 07:51

 

Her kurdekî welatperwer baş dizane ku zimanê kurdî li Kurdistana Bakur roj ji rojê dihele, ango axaftvanên zimanê me kêmtir dibin. Herwiha, ev jî baş tê zanîn ku kurdek çi dema ku zimanê xwe ji bîr ve kir, êdî gelek zehmet e ku ji nû ve fêrî zimanê kurdî bibe. Û bi vê bîyanîbûnê re ji hest û fehma xwe ya neteweyî jî êdî bi dûr dikeve. Ango ji aîdîyeta xwe vediqete.

Gregory Jusdanis di kitêba xwe ya bi navê Modernîzma Derengmayî û Kultura Estetîkîyê (Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, Metis, 1998) de çîroka pêşketina ziman û edebîyata modern a li Yewnanîstanê qal dike. Bêguman bi berfirehî û bi awayekî berawirdî qala pêkhatina tesewura neteweyî dike. Lê tiştê ku niha bala min diçe ser ev e: Li welatekî bona pêşketina edebîyatê û aktuelbûna zimên pêwîstî bi çar hêmanên sereke heye:

1.weşan, 2.mekan, 3.pêşbezî, 4.antolojî.

Evên hanê bi giranî aktîvîteyên sivîl in. 

Di xala weşanê de rojname, kovar, kitêb, fîlmên sînema û her cûre alavên ku xizmeta weşandinê dikin dihejmêre. Em jî dikanin malperên enternetî, fîlmên serîyal û kartonî yên televîzyonan û hwd. lê zêde bikin. Ev amurên weşanê, rê vedikin ku hunermend peywendîyê ligel gireseyên mezin dayne û peyama xwe belav bike. Çunke sedemê sereke yê afirandina hunerî ev e ku kirde yan jî kirdeyên hunerê peyama xwe rabigihînin kesên din, li gorî mebestekê civakê manîpule bikin. Di vê çarçeweyê de car heye tenê wêneyek, dîmenek, sehne yan jî hevokek dikane îstîqameta civakê biguherîne.  

Di xala mekanê de, heçî avahîyên ku têde huner tê amadekirin û pêşkêşkirin, gişan dihejmêre; salonên sînema û teatrê, salonên ku têde panel û semîner têne lidarxistin, kafeyên ku têde munaqeşeyên edebî/hunerî têne kirin, weşanxane, kitabfroş û hwd. Li bajaran -ku bajar şaristanîyet in-bêyî mekanan, ango bêyî ku avahîyek hebe huner nayê pêşkêşkirin, nayê guhdarîkirin yan jî temaşekirin. Meriv dikane stadyum, meydan (qad) û kolanên taybet ên hunerî jî di nav mekanan de bihesibîne. 

Di xala pêşbezîyê de qala lidarxistina her cûre pêşbezîyên edebî û hunerî dike. Çunke pêşbezî, bêhtir jî pêşbezîyên ku qîymeteka wan a maddî hebe, hertim dibin sedemê afirandina berheman, enerjiya kirdeyê hunerê dixînin nav bizavê. Ji qedîmî ve heta bi îro ehlên hunerê hertim di nav tengasîyên maddî de bûne. Ev di xwezaya mijûlîya wan de heye. Ji ber ku tevayî enerjîya xwe didin ser hunerê, hingê ji bidestxistina îmkanên maddî bêpahr in, alîyê wan ê debarê tim leng e. Lê ji ber mexrûriya xwe jî ji alîkariya maddî re girtî ne. Lêbelê çi dema ku di encama pêşbezîyekê de wekî xelatek îmkaneka baş ya maddî bikeve dest, vê îmkanê wekî heqê xwe dibînin û jixwe, ev wisa ye jî. Hingê bi can û dil li karê xwe sor dibin.  

Di xala antolojîyê de jî qala amadekirina antolojîyên biprestîj dike. Çunke cihgirtina di antolojîyeka qedirbala de bona kirdeyê berhemê bilindtirîn rûmet e. Bona afirandina berhemên hîn hêjatir dibe palpişteka manewî ya gelek hêja.

 

* * *

 

Bêguman rewşa ziman û edebîyata kurdî ya li Kurdistana Bakur tê zanîn. Rewş, ji ne baş jî wêdetir di xetereyeka mezin de ye. Çerxa asîmilasyonê di bilindtirîn radeyê de dixebite, kêm kes dikanin xwe li ber ragirin. Em wekî kurd, wekî kesên xwedî rûmeta neteweyî ji dil li çareyan digerin da ku ziman û çanda kurdî bidine jiyandin lê îmkan û hêza me malum e!

Heta bi bîst sal berîya niha, civaka kurd bi giştî gundî bû. Ji sedî nodê roşinbîr yan jî neteweperwerên kurd yên îro zarokên gund in. Lê êdî gund nema. Ger fîzîken hebe jî, çi ferqek di navbera gund û bajêr de nemaye. Çunke bi saya pêşketina teknolojiyê êdî çi tiştê ku li bajêr tê bihîstin di heman salîseyê de li gund jî tê bihîstin. Çi amurên ku li nav bajêr têne xebitandin, li gund jî bi heman mebestî têne xebitandin. Heta ku meriv dikane bibêje xebata li gund ji ya nav bajêr siviktir bûye.

Zimanê me, ango zimanê kurdî, ji ber şert û zurûfên xwe zimanê gund bû. Bîst sal berê ne ferhengek hebû ne pirtûkek, ne radyo ne kanaleka televîzyonê, jixwe, enternet qet di xeyala me de jî nebû. Di heyama îroyîn de cîhan hemî bajarî ne, em jî mecbûren êdî bajarî ne. Piştî ku em mecbûren bajarî ne, hingê em di nav hewldanên bajarîbûnê de ne jî; di nav van bîst salên dawîn de roşinbîrên kurd zimanê kurdî (ez qala Bakur dikim û li vir mebesta min ji zimanê kurdî, dîyalektên kurmancî û zazakî ne) standardîze kirin. Bi giştî yên edebî, bi sedan, dibe ku bi hezaran kitêb hatibin weşandin. Gelek kovar û rojname hatin weşandin, yên ku niha berdewam diweşin jî gelek in; malperên enternetî roj bi rojê zêdetir dibin; festîval, panel, semîner, helbestxwendin, munaqeşeyên pêşdebirin û geşkirina ziman û edebîyatê, erînî yan neyînî rexnekirin, wergerandina berhemên bîyanî, li mekanên cihê bi cihê pêşkêşkirina her cureyê hunerê. Dinyayek sazî û dezgeyên edebî/kulturî yên wekî navendên çand û hunerê, herwisa komeleyên din hatine avakirin. Ev hemî hewldanên bajarîbûnê ne, di heman demê de hewldanên bajarîkirina ziman, çand û jiyana kurdayetîyê ne. Ev hemî hewldanên berxwedana ji nuh ve duristkirina nasnameya neteweyî (kollektîv) ne. Ev hewldan hemî berxwedana li hemberî tofana asîmilasyona tirk in. Ez dibêjim “tofan”, çunke polîtîkaya asîmilekirina tirkan di rengê tofaneka har de ye; muxatabên xwe şoke dike, ruh û mejiyê muxataban kung dike, ji layê derûnî ve wan seqet dike, îradeya wan dişkêne. Ji ber karîgerîya tund ya vê çerxa asîmilasyonê, hema bibêjin ku tevayî kurdên Bakur di nav travmayeka zimanî û derûnî de ne.

 

* * *

 

Pêşnîyaza min, lidarxistina pêşbezîyekê ye.

Bêguman heta bi niha gelek pêşbezî hatine lidarxistin. Bi qasî ku ez pê dizanim, ev pêşbezîyên hanê di warê helbest û çîrokan de çêbûne. Hindek sazî û dezgeyan yan jî kovaran pêşbezîya helbestan yan jî pêşbezîya çîrokan li dar xistine. Di van pêşbeziyên hanê de zêdetir xelatên sembolîk hatine dayîn, ango qîymeta maddî gelek kêm bûye. Wekî mînak, îsal kovara Nûbiharê pêşbezîyeka çîrok û helbestan li dar xist. Bi tevayî 35 çîrok bo pêşbezîya çîrokan hatibûn ku ji vana 6-7 heb xebroşk (masal) bûn. Û hemî jî bi kurdîya kurmancî bûn.

Ya ku ez ê pêşnîyaz dikim “Pêşbezîya Xwendinê” ye. Û ne bona salmezinan lê bona zarokan e; ji 12 salîyan heta 18 salîyan. Ev pêşbezîya hanê gelek pratîk e, her sazî, te divê bila komeleyeka çandî-hunerî be yan jî sîyasî be, te divê weşanxane yan jî liqekî partîyeka sîyasî be, heta ku di nav malê de malbat bi xwe jî dikane vê pêşbezîyê li dar xîne. Meriv dikane bi xwe zarokan hilbijêre yan jî meriv dikane li girseyên mezin, bo rayagiştî îlan bike. Meriv dikane hem zarokan fêrî xwendinê bike hem jî pêşbezîyê di nav wan de çêbike.

Ez ê lê jêr forma lidarxistina vê pêşbezîyê piçek zelal bikim, lê min divê pêşî behsa mentiqa wê bikim. Herwekî ku tê zanîn zimanê ku zarok pê neaxifin ew ziman êdî li ber mirinê ye. Ango dema ku axaftvanên zimanekî neman, ew ziman ji navê tê hilanîn, herwekî zimanê sumerî yan zimanê yewnaniya kevn yan jî wekî zimanê zend-avestayê tenê di pirtûkan de dimîne. Çendî ku tofana asîmilasyonê me kiribe nav pencên xwe yên hesinî jî me qet nîyet nîn e ku em wisa bi hêsanî aqubeta zimanê sumerî bînin serê zimanê xwe de! Ger ne wisa be jî, ez wisa têdigihêm, ku di vî warî de hewldanên hêja hene. Hingê me divê em li çareyên maqul bigerin û hewldanên xwe yên berxwedanê di serçavîyê re, ji dendikê de pêk bînin; ango em berê xwe bidin zarokên xwe. Çunke ji sedî heftê-heştêyê binhişê meriv di zaroktiyê de şekl digre. Mezinên me beredayî negotine, kurmê şîrî heta pîrî.

Bila malbatên kurd viya baş bizanin ku tenê axaftina bi zimanê kurdî ya bi zarokan re qîm nake ku zarokên me bi zimanê kurdî biaxifin. Jiyana bajarî li ser xwendin û nivîsandinê saz bûye. Dinya jî tev bûye bajarek. Bêguman malbatên kurd divêt li her derê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxifin. Ev yek di roja îroyîn de wezîfeyeka ferz e. Lê divêt teqez wan fêrî xwendin û nivîsandina kurdî jî bikin. Niha em bala xwe bidinê, çi malbatên ku li mala wan rojname û kovarên kurdî hebin, zarokên wan fêrî xwendina kurdî bûne. Ev zarokên hanê zimanê xwe ji bîr ve nakin. Lêbelê zarokên ku nikanin bi zimanê kurdî bixwînin, alfabeya kurdî nas nakin yan jî qet metneka kurdî neketiye destê wan, hingê piştî destpêkirina prosesa dibistanê, zimanê kurdî ji bîr ve dikin. Niha li Kurdistana Bakur ji sedî nod û nehê zarokan qet nikanin bi kurdî bixwînin. Jixwe, herwekî tê zanîn, pirraniya xelkê kurd yên Bakur, çi gundî çi bajarî, êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxifin, bi wê tirkîya kurdan. Lê gelek malbat hay ji xwe nîn in; ango fehma zimanê dayîkê yan jî fehma neteweyatiya kurdî li ber wan nema ye, yan jî qet çênebûye. Dibe ku çi peywendiyek di navbera zimanê dayîkê û pêkhatina nasnameya neteweyî de nedîtibin jî. Lê bi saya vê pêşbeziyê meriv dikane wan hîşyar bike. Beşek jî hay ji xwe hene, bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxifin lê hêza wan a berxwedana li hemberî tofana asîmilasyonê nîn e. Çunke çerxa sîstema perwerdeya tirkî qet mecal nade wan. Niha êdî perwerde ji berîya dibistanê dane destpêkirin. Zarokên sê, çar, pênc û şeş salî li dibistanê, havîn û zivistan berî pola yekem perwerde dikin. Ev yek ji binî ve zimanê me tune dike. Hingê ev pêşbazîya hanê dikane heta radeyekê bona wan bibe palpiştekê da ku bikanîbin li ber pêlên har yên tofana asîmilasyonê li ber xwe bidin.

Ya rastî min vê pêşbezîyê par bo Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya Astrid Lindgren ku ji layê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê ve li Diyarbekir ava bûye pêşnîyaz kiribû. Lêbelê wan vê pêşbezîyê wekî “Pêşbezîya Çîrokan ya Astrid Lindgren” li dar xist. Pêşbezî dê bi kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî wekî du beşên cihê çêbibûya. Bona her lehçeyek jurîyek amade kiribûn. Bêguman bona zazakî cihê, kurmancî cihê bû. Zarokên ku temenê wan ji 12 heta 18 salî dikanîbûn bi çîrokên xwe beşdarîya vê pêşbeziyê bikin. Daxuyaniya lidarxistina pêşbezîyê li her derê hate weşandin. Ango her kes pê hesiya ku dê pêşbezîyeka wisa çêbibe. Xelatên wan jî ji layê maddî ve baş bûn; bo yekemînîyê 750 YTL, duyemîn 500 YTL û sêyemîn jî 250 YTL. Diviyabû ku vê yekê zarokan sewqî beşdarîyê bikirana, lê mixabin, tenê zarokek 2 çîrokên xwe yên bi kurdiya zazakî bona vê pêşbezîyê şandibûn. Vî zarokî berê jî du çîrok li kovara Vate dabûn weşandin.

Di organîzekirina vê pêşbeziyê de qusûrek nîn bû. Lêbelê divê ev yek bête zanîn ku ev pêşbezî ne reelîst bû. Ne reelîst bû, çunke, çîrok bi xwe formeka edebî/estetîkî ye. Di vî temenî de ji milyonan yek zarok tênagihê bê hela forma çîrokê çi ye, çi dibe çîrok û çi nabe çîrok. Ev yek ne tenê bona zarokên kurd ên Bakur lê bona hemî zarokên cîhanê derbas dibe. Em dev ji nivîsînê berdin, ger em rewşa civaka kurdên Bakur ji layê xwendina bi zimanê kurdî ve analîz bikin, dê bête dîtin ku di nav salmezinan de ev rêje ne ji sedî pênc e jî. Îcar di nav zarokan de dibe ku ji hezarî yek jî nebe. Yanî, ger rewşa xwendinê ev be, hingê nivîsîn, hem jî nivîsandina berhemeka hunerî dibe fentazîyeka luks. Wê demê divê em reelîst bin. Civaka xwe baş nas bikin, pêşbezîyên ku em li dar dixînin jî divêt li gorî asta civaka me bin. Herwisa, divêt her çalakiyên me ji serî de gav bi gav, pêl bi pêl xizmeta jiyandin û geşkirina zimanê me bikin. Ji vê çendê, di vê gava pêşî de em pêşbezîyên xwendina bi kurdî (kurmancî, zazakî) li dar xînin dê karekî aqilane be. Divêt ev pêşbezî berdewam bêne çêkirin. Bêguman ew zarokên ku fêrî xwendina kurdî bibin dê êdî hem zimanê xwe di binhişê xwe de biparêzin û hem jî dê siberoj bibin kirdeyên berhemên edebî yên wekî helbest, çîrok û romanan jî. Nasnameya wan a neteweyî di nav derûniya wan de dê li ser zemîneka madî rûne.

 

Pêşbezî dê çawa çêbibe?

 

Berîya her tiştî divê organîzator bi qasî 50 metnên sivik yên wekî xebroşk (masal) yan jî çîrokên zarokan amade bikin. Her metnek bi qasî rûpelek kaxizê A4 be û puntoyê wan ne hûrik be. Metnên ku bêne xwendin dê ev bin. Lê di dema pêşbezîyê de dê ji nava 50 heb metnî yek bête kişandin, êdî li gorî şansê zarok kîjan derket, dê zarok wiya bixwîne. Di vir de esprî ev e ku, divêt zarok beriya pêşbeziyê her 50 metnî jî bixwîne. Çunke kakilê vê pêşbezîyê fêrkirina xwendina zimanê kurdî ye. Her tişt xizmeta viya dike. Û armanca berfireh jî, parastin û geşkirina zimanê kurdî ye. Bêguman zarokek 12 salî ku 5 polên dibistana sereta temam kirine, dikane rojê deh metnên wisa bixwîne û xwe bona pêşbezîyê amade bike.

Pêşbezî dikane bi du yan jî çend etaban çêbibe. Di etab yan jî etabên pêşî de ji nav yên ku herî baş dixwînin 20 zarok yan jî 10 zarok bona fînalê dê bêne hilbijartin. Divê jurîyeka baş û bêteref hebe, di xwendinê de bala xwe bide ser rastxwendinê, bilêvkirina peyvan (vurgulama), herikandina hevokê û dîksiyonê. Teqlîdkirina diyalogan û wext jî qistasên serketinê ne.

Divê fînal di saloneka bijare de çêbibe û ji xelkê re vekirî be, bi taybet zarokên beşdarvan çiqas zêde bin ewçend baş e. Çiqas çapemenî eleqe baş nîşan bide ev yek bona aktuelkirina pêşbezîyê baş dibe. Çunke aktuelkirina vê pêşbeziyê di heman demê de aktuelkirina zimanê kurdî ye. Jixwe, esprîya me ya bingehîn ev e. Ji vê çendê divêt alîyê xwe yê nîşandana bo rayagiştî, te divê bi riya çapemenîyê yan bi awayên din be, divê bi awayekî gelek cazîb be. Pêşbezî çendî cazîb û estetîk be, ev yek dê îmaja zimanê me di çavê girseyên xelkê de bilindtir bike.

Xelata maddî û manewî ya vê pêşbezîyê divê xwedî qîymeteka baş be. Ango di şertên îroyîn de bona yekemînîyê 1000 YTL, bona duyemînîyê 750 YTL, sêyemîn 500 YTL û her wisa, bona kesên heta dehemînîyê jî her yekî 100 YTL xelata maddî ligel plaketên bi qalîte, ez bawer im her sazî dikane gelek bi hêsanî bide. Ger sazî bi xwe nikanîbe jî, bi hêsanî dikane bona lidarxistina pêşbezîyê sponsorek yan jî çend sponsoran peyda bike. Wekî mînak, Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya Astrid Lindgren jî dikane vê pêşbezîyê çêbike, herwisa, Kurdî-Der, Toplum-Der, Navenda Çanda Ehmedê Xanî, Komeleya Çira, Komeleya Ciwan-Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî, Baskên Ciwanan yên DTP, Hak-Par, Kadep… Xulasa, çi komele û sazîyên kurd yên li Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim, Adene, Mêrsîn, Stenbol, Bruksel, Munih, Frankfurt hene, giş dikanin gelek bi hêsanî vê pêşbeziyê li dar xînin. Ji layê huqûqî ve jî çi astengek li pêşîya çêkirina pêşbezîyeka wisa nîn e. Çunke di destûrnameya hemî komele, partî û sazîyên kulturî de xala lidarxistina çalakîyên kulturî teqez heye û ev pêşbezîya hanê jî çalakîyek ji çalakîyên kulturî ye.

Bêguman di heman demê de li bajarekî bîst sazî dikanin her yek cihê bi cihê û li heman wextê jî vê pêşbezîyê çêbikin. Yan jî, çend sazî dikanin bêne ber hev, ligel hev komîsyonekê ava bikin û vê pêşbezîyê çêbikin. Organîzator dikanin hejmara beşdarên pêşbezîyê bisînor bihêlin, ango dikanin bibêjin, em vê pêşbezîyê tenê di navbera 20 zarokan yan jî 50 zarokan de li dar dixînin, dikanin hejmara beşdaran bêsînor jî bigrin. Ev yek li gorî hêza wan a maddî, kadro û cihê wan e. Lêbelê, di encamê de her çendî zimanê kurdî aktuel bibe û xwendevanên zimanê kurdî zêde bibin jî, ew sazî bi xwe dibin xwedî girseyekê. Çunke ev zarok û malbatên wan bivê-nevê bi awayekî manewî bi wê sazîyê ve têne girêdan, qet nebe di nav wan de dilbestîniyek pêk tê. Ev zarokên hanê, yên ku beşdarî pêşbezîyê bûne, yên ku xelat wergirtine, siberoj tev dibin kadroyên van sazîyan.

Dema ku pêşbezî tê îlankirin û bi şûn de heta roja ku pêşbezî dê çêbibe, divê ew sazîya organîzator karê fêrkirina xwendina bi kurdî bo zarokên ku dê beşdarî pêşbezîyê bibin bigre ser xwe. Ango divê bi daxuyanîya xwe ya pêşî bide zanîn ku ew dê bona fêrbûna xwendinê, yan jî bona pêşdebirina xwendinê bi her awayî amade ye ku alîkarîya beşdarên pêşbezîyê bike. Divê bike jî. Ev yek bona sazîyeka kulturî firsendeka gelek mezin e ku ji xwe re endaman, layengîran peyda bike. Û zarokên ku dê li mala xwe bi alîkarîya malbatê yan jî bi îmkanên din xwe amade bikin jî mumkin e.

Dema ku zarok bona serlêdanê têne sazîyê, komîsyonek ku ji ruhê zarokan têdigihê, zimanê zarokan baş dizanê, ango bi taybet kes yan jî kesên ku xwedî formasyoneka pedagojîk in, divê vî karî hildin ser milê xwe û ligel zarok û malbata wan peywendîyên baş daynin. Ev ne karekî gelek zor e, na, karê zewqê ye, sivik e, lêbelê gelek jî ciddî ye. Jixwe armanca hemî komele û saziyan ew e ku xwe bigihînîn girseyên xelkê. Di nav xelkê de xwe organîze bikin. Ev pêşbezîya hanê rêya vê yekê jî vedike.

Sazîyek dikane salê çend caran pêşbezîyên wisa li dar xîne lê tatîla havînê bikêrtirîn wext e. Ger sazîyek her sal yan jî salê çend caran vê pêşbezîyê çêbike, hingê dikane şertekî wisa jî dayne ku heçî zarokên ku berê xelat girtine dê mafê wan ê beşdarbûnê bona pêşbezîya duyem û piştî wê nîn be.

Bala xwe bidinê, çiqas kulûbên mezin, kulûbên serketî yên futbolê hene, giş xwedîyê tîmên zarokan in. Bi hezaran zarokî ji piçûktiya wan de perwerde dikin, ku 10-15 sal bi şûn de dibin stêrên cîhana futbolê. Ez bawer im bi lidarxistina her pêşbezîyekê dê 50 zarokên kurd fêrî xwendina kurdî bibin. Ji van pêncî zarokan îhtîmal e ku 10-15 sal bi şûn de 10 heb kadroyên têkoşîna kurdperweriyê ji nav wan derkevin.

Bêguman, em kurdên Kurdistana Bakur hîn jî bindest in, çi statuyeka me tune, lê em ne reben in, bi qasî ku firsend bikeve destê me, bi qasî hêza xwe em jî dikanin li ser hesabê neteweya xwe hîn karên hêja bikin. Ger em rastiya wê bibêjin, niha gelek îmkanên demokratîk jî ketine destê me. Qet nebe, îro ji duhî çêtir e. Gelek nîşanên bala yên ji hewldanên kurdan yên îstîfadekirina ji vê rewşê jî hene. Îcar, em ê bi vê pêşbezîyê berxwedana xwe qewîtir bikin. Û hemî sazîyên me dikanin pêşbezîyeka wisa li dar xînin.

Ev pêşnîyaza hanê wekî pêşnumayekê ye; dibe ku kêm be, ne zelal be, lê wekî fikrekî maqul li ber destê her kurdekî ye. Her sazî dikane li gorî şertên xwe li gorî hêza xwe li ser bingeha vê îdmana fikirînê vê pêşbezîyê bigihîne formeka kamil. Lêbelê divê neyê jibîrvekirin ku forma bêşbezîyekê yan jî projeyek çendî kamil û tekuz be jî, ger ew kadroyên ku wî karî pêk tînin ne ehlê karê xwe bin, lîyaqeta wan li ser nîn be, ne îdealîst bin, ango ne ji dil bin, encameka bixêr nakeve dest. (*)

Diyarbekir, 27.11.2007

______________

(*) Ev nivîs li www.peyamaazadi.org û www.pen-kurd.org weşîyaye.

No nuşte 4482 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.