zazaki.net
11 Kanûne 2023 Dişeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

MIRÎHEZÊ DOST ÇIYAYÎ

01 Tebaxe 2009 Şeme 00:01

Min Dost Çiyayî roja 22.10.1997 li Navenda Çanda Mezopotamyayê Şaxa Diyarbekirê nas kir. Wê demê mudirê wir ciwanek bi navê Remzî bû. Bi munasebeta salvegera mirina Seydayê Cîgerxwîn min semînerek bi zarê kurmancî dabû. Li dora 70-80 kesî beşdar hebûn. Piştî ku semîner qedîya, me bi hev re gelek suhbet kir.

Dost Çiyayî, temenê xwe daye we! Di qezayeka trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku çû rehmetê, du sal di pey re, bi xêra dost û hevalên wî yên pêş wergerek (1) û kitêbeka wî ya helbestan (2) çap bûn.

Dema ku xweş bû, dosyaya wergera kitêba M. Kaygalakî Bîra Rûyê Min dabû Weşanxaneya Avestayê. Tam sê salan gotibûn em ê çap bikin lê çap nedibû. Çend caran pirsîbû, dîsa gotibûn em ê çap bikin lê çap nedikirin. Dû re gotibûn, me tirkîya wê çap kirîye nabe ku em wergera wê jî çap bikin! Çendeyek berîya wefata wî Metîn Kaygalak bona Festîvala Şaredarîyê hatibû Diyarbekir. Ez û Dost û Metîn me bi hev re li restorantekê nan xwar. Suhbeta me hemî li ser vê yekê bû. Ji Metîn re got, “Ji kerema xwe here wê dosyayê paşde bistîne. Heta ku di refikên wan de toz digre bila di refikên te de birize!”

Piştî wefata wî, dosyaya helbestên wî ku mamosta Remezan Alanî da hev û dosyaya wergerê, M. Kaygalakî bona ku çap bikin dan Weşanxaneya Aram. Vê weşanxaneyê kovarek bi navê Vesta jî derdixist. Weşanxaneya Aramî jî dosyayên wî sal û nîvekê li ber xwe dan sekinandin. Lê hem çap nekirin û hem jî rabûn bêyî destûr helbesta wî ya bi navê Qetran li ser navê Çiya Mazî di kovara xwe de weşandin. (3) Heta ku jina Dost Çiyayî bi faksê name neşand û negot, ez ê we bidim mehkemeyê, wan tenezul nedikir ku çi bersivekê jî bidin. Tam salekê li pey ketibû ku vê neheqîyê rast bike. Belkî deh car telefon vekir. Piştî ku sedem hîn dibûn, ger ew bi xwe berpirsîyar bûna jî, digotin “Kesekî berpirsîyar niha li vir tun e! Dû re bigere.”

Dost Çiyayî, êvara roja 29.07.2003, saet di navbera 22:30-23.00 de qeza kiriye. Bi şev hatine, cenazeyê wî ji Erxenîyê girtine bi rê ketine. Em çawa ku pê hesiyan, ez û Remezan Alan û hevala wî, em li dû wan çûn Qiziltepeyê. Em heta gihîştin, cenaze defin kiribûn. Ez û Remezan em çûn buroya rojnameya Özgür Gündemê ya Qiziltepeyê, me bi hev re daxuyanîya wefatkirinê nivîsî û da çapemeniyê. Berpirsîyarê Gündemê yê Qiziltepeyê bazirganekî yeman bû! Heqê xwe stend lê îlan ne mîna ku me nivîsî, dema ku weşand xira kir. Em her du jî ji ber vê kirinê şaş bûbûn, em gelek pê êşîyan.

480

Hevaltiya min û Dost Çîyayî ji serê payîza sala 1999 vir de germtir bûbû. Ew bufeya ku ez têde dişixulim û mala wî nêzîkî hev bûn. Wî li taxa Pêşmergeyan (450 Evler) di xwendegeha seretayî de dersdarî dikir. Jina wî jî, hem li nexweşxaneya Zanîngeha Dîjleyê hemşîretî dikir hem li Fakulteya Dersdarîyê (Eğitim Fakültesi) dixwend. Hema bibêje me her roj hev didît. Rêya wan sibeh-êvar di ber min re derbas dibû. Li ber min ji mînîbusê peya dibûn, li hemberî min lê siwar dibûn. Me bi malbatî hev nas dikir. Di hefteyê de çend roj êvarkî dihat ber min, heta saet 11-12ê şevê em bi hev re bûn. Wergera pirtûga Metîn Kaygalakî Bîra Rûyê Min li mala min li komputerê bar kir. Me bi hev re redakte kir. Gelek cihî me bi hev re ji nuh de wergerand. Me li ser zimanê wergerê munaqeşeyên dirêj dikirin.

Piştî wefata wî, Yazgulê hemî destnivîs û helbestên wî berhev kirin dan mamosta Remezan Alanî. Wî jî, herwekî birayek û dostekî esîl, gelek ked têde da. Dosyaya bi navê Qetran wisa amade bû. Jixwe, ji roja ku min û Dost û Remezan me hev nas kiriye, em mîna birayê hev in. Em ê hertim wisa jî bimînin.

Dosyaya Qetranî bi dosyaya Bîra Rûyê Min re cardin çûn ber destê Weşanxaneya Avestayê. Axir ji wir çap bûn. Bona xatirê derketina kitêban li ser teklîfa Metînî roja 30.04.2005, li salona DSM bîranînek hate çêkirin. Di wê bîranînê de keda jina wî, ya Remezan, Metîn, Seyda Goyan û eyb e ku ez bibêjim, a min jî, gelek çêbû. Kek Remezanî analîzeka gelek hêja li ser helbestên wî pêşkêş kir. CDya vê bîranînê di arşîva min de ye. Bîranîneka gelek ciwan û orîjînal bû. Gelek kes hatibûn. Ji kesên ku dinivîsin, min tenê Rodî Zerya, Kejo Bajar, Zilkîf Xweşhêvî, Hîcrî Îzgoren, Kemal Varol û Şêxmûs Dîken li wir wekî temaşevan dîtin. Ji nivîskar û şaîrên ku li Diyarbekir bûn, min nedîtîye ku çi kesekî eleqeyek nîşan da, yan rojekê pirsa wî kiriye.

Paşê me jê re gorreka gelek xweşik, otantîk a kurdane çêkir. Fikrê bi vî awayî çêkirina gorrê ya min bû. Hîn beriya çêkirinê ez û Yazgul em çûn li nav gelek goristanên kevn geriyan da ku em modela gorrekê peyda bikin. Muhendisek bi navê Mehemed Emîn jî alîkariya me kir, li ser fikrê min şemayekê xêz kir. Heta dawiyê, gav bi gav, min çêkirina gorrê şopand. Bona vê yekê ez çend caran çûm Mêrdînê, çûm Qiziltepeyê. Birayê Dostî kek Sadûn çû ji Qelenderan bi ezîyeteka gelek mezin teht anîn. Kevira kîtabeyê û ew stûna kevirîn ku kîtabe li ser hatiye danîn, me ji Diyarbekir birin. Yazgulê di çêkirina gorrê de ji çi mezaxtin û zehmetiyê xwe neda alî. Herwisa, heta niha çi îlanên ku li rojnameyên welatparêz li ser navê jina wî bi pareyekî gelek zêde hatine weşandin, giş min nivîsîne lê Yazgulê nehiştiye ez destê xwe bibim bêrîka xwe. 

Îcar dema ku xweş bû, serê sala 2000, hefteyek piştî sersalê, rojekê got “Tu dizanî, Arjen Arî jî mala wî li vir e.” Keyfa min hat. Min got “Ca jê re bibêje bila were em jî hev nas bikin.”

Çendeyek pey re, kek Arjenê me hat. Got, “Ezbenî, ez Arjen Arî”. Îcar ji ber ku min û wî çend sal ji berê de, ji sala 1996 vir de hev nas dikir, ji vê çendê, ez şaş mam. Çunke min ew bi awayekî din dizanîbû!

Dihat ji dikana min cixare dikirî. Bi tirkî xeber dida. Simbêlên wî mîna simbêlên alîgirên MHP ya faşîst bûn. Min çend caran bala xwe da ser, li mînîbuseka sazîya DSI siwar dibû. Hinde polîsên sivîl yên taybet, hinde hêzên tarî yan jî şubeyên siyasî yên asayîşê bona ku xwe kamuflaj bikin, li ser mînîbusa xwe navê sazîyên mîna DSI, YSE, TCK, PTT, MEB dinivîsîn. Min wisa texmîn kir ku ew zilamê dewletê ye!

Di wextê xwe yê vala de min li ser kaxizên kartona pakêta cixareyan dinivîsî. Gelekê caran muşterî dihat li ser serê min disekinî, ez hay jê nedibûm. Kek Arjenê me jî gelekê caran dihat, bêdeng bala xwe dida ser min, heta ku ez pêdihesiyam. Min pê re sert xeber dida ku careka din neyê lê dîsa dihat. Wî bi xwe didît ku ev e ez dinivîsim lê xwe li min eşkere nedikir. Yê ku xwe diveşart ne ez, ew bi xwe bû. Wî heta salên 2000 nivîskariya xwe bi veşartî kiriye. Di karê dewletê de dixebitî.

Roja 15.01.2000, rêwîyeka min hebû, ez çûm min bi rê kir. Min nasekî emaneten li ber bufeyê hiştibû. Gava ku ez vegeriyam, min bala xwe daye, ew camêr (yanî, kek Arjenê me) bedlek kincên rengqehweyî li xwe kiriye, li ber bufeyê li piya sekinîye û bi telefona xwe ya destan dixebite ku ji derekê re telefon veke. Ez di ber wî re derbas bûm çûm hundirê dikan. Min ji camêrê li ber dikan pirsî, got “Ev kûçik (di wateya merivê dewletê de) çi dixwaze?” Got “Dibêje, xwedîyê vira li kîderê ye?” Ez fetilîm, min bi dengekî sert got “Tu çi dixwazî, pirsa kê dikî?” Hingê bi kurmancî got, “Ezbenî, ez Arjen Arî”. Ez şaş mam.

481

Ew kesê ku ez wî zilamê dewletê dizanîbûm, ew kesê ku gelekê caran dihat bala xwe dida ser min, bi min re bi awayekî muphem eleqedar dibû, niha hatiye bi kurmancî diaxife û dibêje “Ez Arjen Arî me!”

 Min got “Tu henekan nakî?” Bişirî, got “Dost Çîyayî ez şandime.” Min zêde deng nekir. Min nexwest ew zilam bizanibe ku ew çi kes e. Ez fetilîm min got, “Tu dikanî ji kerema xwe me tenê bihêlî?” Camêr hat derve, em çûn hundir. Kek Arjenê me kitêba xwe Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî hîn nuh weşîyaye, îmza kiribû û ji min re anîbû. Li ser nivîsîbû: “Ne feke gwênê mêr / Ne feke rengê tutunê”. Yanî, dixwest bide zanîn ku me hev şaş fehm kiriye. Bîskekê rûnişt. Di wê hingê de tiştekî ku me ji hev re bigotana tune bû! Destûr xwest, rabû çû. Lê çend roj paşê ez bi xwe li Dost Çiyayî geriyam, min mesele jê re behs kir ku ez vî zilamî ji mêj de nas dikim û min got, “Ka wî hevalî bigre û werin em çayekê vexwin.” Min xwe gelek mehcûb hîs dikir ku min ew berê şaş fehm kiriye. Lê gelek jî keyfa min dihat ku ev e min nivîskarekî kurdî nas kir. Tew cîranê min e jî, xêra Xwedê, ma êdî ez çi dixwazim.

Rojek du roj paşê ew û Dost Çiyayî bi hev re hatin. Min gelek hurmeta wî girt. Min qedrê wî zanî. Paşê êdî hertim dihat ber min. Her cara ku dihat min sandelîya xwe didayê. Min hurmet nîşan dida. Çend caran em bi malbatî çûn mala hev jî. Jina wî, dê û xwişka min be, însaneka delal e. Di vê navberê de hinde herektên wî yên ne xweş çêdibûn. Min nedida rûyê wî, min tolerans nîşan dida, lê her ku diçû tehemula min jê re nedima û dilê min jê sar dibû.

397

Lê hevnasîna Dost Çiyayî û Arjen Arî zû dawî lê hat. Çunke serê pêşî xwe şîrin dike, lê zû kum dikeve keçel dixuye. Ev e, jina Dost Çîyayî, baltûzên wî, birayên wî, Remezen Alan, giş şahid in ku Dost Çîyayî ji ber xulq û xuyê wî gelek zû jê aciz bû û xwe jê dûr da. Li ber me tevan digot, “Ew yekî xweperest e. Ew yekî (…!...) ye. Tenê dibêje, ez ez ez ez. Mubalexa dike, rast xeber nade, nizane sewîye çi ye….” Heta roja ku çû rehmetê jî, pê re xeber nedida. Gelek kes şahid in. Yên ku herî baş dizanin, jin û baltûzên Dost Çiyayî ne. Niha jî, çi dema ku navê Arjen derbas bibe, giş rûyê xwe tehl dikin, diqermiçînin.

Kek Arjenê me jî carînan li ber min bi gotinên ne xweş di elenîya Dost de xeberdan dikir, tengal lê dişidandin. Herwekî ku niha di gotara xwe de li ser min dibêje, bi zimanekî piçûkxistinê û papizîyê jê re digot, “Ev Axayê Qelenderya! Axayê Qelenderya!” Û dida navê… Carînan di elenîya hinde hevalên din de jî gotegot dikir. Ji laqirdî û paşgotinîyan hes dike. Tev di bîra min de ne.

Jixwe, piştî wefata Dostî û heta niha ez qet pênehesiyame ku kek Arjenî rojek ji nava rojan behsa wî kiriye, yan hatiye bîranîna ku bona wî çêbûye, yan eleqeyek nîşanî kurik û malbata wî daye, yan pirsa xebatên wî yên nîvco kiriye; yan pirsa helbestên wî, wergerên wî kiriye...

Di zindîtîyê de zindîkuj bû, lê niha, piştî ewqas salî, radibe dibe mirîhezê Dost Çiyayî. Li gorî keyfa dilê xwe pê dilîze. Yekî zindî, cardin dikuje, lê ji yê mirî hez dike. Nivîseka sivik dinivîse û li malperan diweşîne. (4) Xuya ye, piştî ku ciwanekî bi navê Yeqîn H. li gorî hîsên xwe yên masum û zanîna xwe çend gotin li ser Dost Çiyayî nivîsîne, ew jî rabûye bi sivikî di nav 10 deqîqeyan de çend gotin rêz kirine û dane weşandin. Ji xwe re mijara nivîsa hefteyê peyda kiriye!

Kek Arjen li gorî maqulî û sewîyeya xwe, hevnasîna min û xwe ya li sala 2000î vajî dike, ji xwe re çîrokeka çêkirî li hev tîne, kirasên ku qet li bejna min nayên, ji min re difesilîne; neyartiya ku bi Dostî re dikir, niha bi min re dike. Di malperan de ji ber xwe de tişt li hev anîne, dibêje “Bîra min a li ber xitimandinê min neşehitîne…” û li gorî keyfa dilê xwe çîrokan dinivîse. Lê gelek şehetîye!

Heke meriv behsa pêlewanî û qaqîboxwêzî, rovîtî û tirsonekî û bizdonekî û filan û bêvan bike, meriv bi qaçaxî xeber nade. Di vê navberê de, ez viya jî bibêjim; hinde nivîskarên me yên din jî hene, ji xwe re kirine edet, di hinde nivîsên xwe de nav nadin lê hin kesan di bin erdê re dikin ku meriv nizane ka ew kî ye yan kî ne. Bi ya min, ev gulaşa qaçax e. Yên ku nav nadin, yan mînakan nadin û rexne dikin, bi vî awayî çi xêreka nivîsîna wan çênabe. Helbet meriv dikane di gotara xwe de bi hêsanî navê yekî bide, çima nede?! Lê divêt meriv bi edeb be, bi wijdan be, bi sewîye be, bi delîl û îsbat binivîse, baş li ser bifikire ku dê mesele bi kû de here!... Nav nadin, vê yekê ji xwe re dikin mertal, û berdan berdan diqelêşin! Wekî mînak, ev e, kek Arjenê me jî nav nedaye lê hûn bi xwe dibînin ku çawa nivîsîye! 

Di gotara xwe ya qal û qîl de dibêje, “Dema ku min dît bizdiya, min jê re mesele vegot, û min jimara telefona Dost dayê da dilê xwe bike cih!” Ew van tiştan ji xwe re çêdike, tiştekî wisa tun e. Herwekî ku dibêje, bîra wî şehetiye. Numreya telefona Dost Çiyayî ji mêj de bi min re heye. Ez her roj wî, yan jina wî, yan jî, yek ji baltûzên wî dibînim. Kurikê xwe Bazî digrin tên li ba min bi saetan rûdinin. Ez ê çima telefona Dost ji wî bigrim? Jixwe, dema ku min ji kek Arjenî dipirsî bê hela çi dixwaze, telefon di ber guhê wî de bû, ew bi xwe li Dostî digeriya. Herwisa, dibêje “Ciwanmêr texsîr nekir, dest avêt destikê telefonê û jimar li dû hev zîvirandin: --Alo…bira, yekî wisa wisa hatiye, dibêje ez Arjen Arî me… Pirqêniya Dost ya ku ji bihîstoka telefonê pengizî derdorê hê di guhê min de ye.” Bufeya min li kevîya asfalta navbajaran e. Ger meriv deriyê bufeyê bigre, hîn bi zor dikane ji ahîzeyê dengê kesê li wî alî bibihîse, ew jî divêt ahîzeyê bi ber guhê xwe de bişidîne, guhê din jî bi destê din bigre. Çunke bêhed dengê guregur û kornaya erebeyan heye. Yên ku hatine ber min, baş dizanin ku carînan em du kes bi dengê bilind diaxifin, dengê me naçe hev. Heval û hogir ji xwe ra heyîrî dimînin ku ez çawa di nav vê guregurê de dayax dikim. Ev çawa dengê pirqîna Dost ji ahîzeyê pengizîye çûye gihaye ber guhê wî?!

396

Sernavê nivîsa kek Arjenî “Dostê Çiyayî” ye. Eynî nivîs di “quncikeka serbest” de jî bi sernavê “Dost êşkêşek bû” hatiye weşandin. (5) Meriv ji sernavan dibêje qey dê derheqê Dost Çiyayî de tiştekî bibêje, yan dê analîzekê li ser helbestên wî bike, dê behs bike ku çawa êş kişandiye. Yan dê rohnîyekê raxîne ser alîyekî jiyana wî. Mixabin! Gotinên erzan, sivik. Bila şaş neyê fehmkirin, ez nabêjim kes nikane li ser Dost Çiyayî tiştekî binivîse, yan çima kek Arjenî nivîsîye. Yan bila her kes rabe bi qasî min, yan bi qasî Remezan eleqe nîşan bide. Na! Îtîraza min, nerazîbûna min, li ser şêwazê ye, li ser nîyetê ye, li ser sewîyeyê ye, li ser dirustîyê ye, li ser edeb û terbîyetê ye, li ser ciddîyetê ye, li ser esaletê ye… 

Piştî ku min ev gotara kek Arjenî xwend, ez bi telefonê lêgeriyam. Me li halê hev pirsî. Axir gotin hate ser vê kurtegotara maqul! Min mesele vekir. Bibêje çi baş e? Got, “Kak Roşan, tu eleqeya cenabê we bi vê nivîsê re tun e. Min ne navê te daye, ne navnîşana te daye. Hema min ji xwe re nivîsîye. Ev edebîyat e. Kê çawa fehm kir, ew e.” Ez ji bêhemdî keniyam. Ji xwe re bi zarokan re henekan dike!

Ez bi qasî ku dikanim li hemî malperan gotarên hemî nivîskarên kurdan dişopînim, ez yên kek Arjenî jî dişopînim. Ya rast, min bi xwe heta niha di tu nivîseka wî de fikrekî orîjînal ku pêşîya meriv ronî bike, pêşnîyazek an jî perspektîfeka nuh ku meriv jê feyz bistîne, analîzek ku hêjayî munaqeşeyê be, min çi kerematek têde nedîtîye. Min ji devê wî jî nebihîstîye. Dema ku bi meriv re diaxife, yan dibêje “Ez ez ez” yan jî egoyeka hîn bilindtir ava dike, dibêje “Arjen Arî wilo kiriye. Arjen Arî ji Cîgerxwînî re wilo got, ji Mûsa Anterî re halo got. Ma Arjen Arî hîn ji kurdan re çilo bike?!” Ji Nerûda û Mayakovsky û Nazim Hîkmet jêrtir navê şaîrekî din hilnade.

Nivîskarî, helbestkarî, edîbî xebatên maqulîyê ne. Meriv helbestan binîvîse, edîbîyê bike, qey dê rabe berdan berdanîyê bike? Gelo mesûlîyeta nivîsînê ev e? Ez dibêjim qey nivîskar, helbestkar; erbabên qelemê piçek maqul bin, helbet bona wan, bona miletê me, bona qada roşinbîrîya me dê baştir be. Ger meriv bizane ku bîra meriv li ber xitimandinê ye, îhtîmal e ku meriv dê bişehetîne, hingê meriv piçek bi kontrol be, dê hîn baştir nebe gelo?

___________________

(1) Bîra Rûyê Min, Metin Kaygalak, Wergerandina ji tirkî: Dost Çiyayî, Avesta, Stenbol 2005, 104 rûpel

(2) Qetran, Dost Çiyayî, Avesta, Stenbol 2005, 63 rûpel

(3) Vesta, Bihar-Havîn 2004, Hejmar 3-4, r. 221-222

(4) http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=317 / http://www.amidakurd.com/index.php?option=vengcontent&task=view&id=1388&Itemid=79 

(5) http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=892

 

No nuşte 2827 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.