Berken Bereh: Li gor we, di hebesta kurdî a modern de giringî û aloziyên zimên çi ne?
Roşan Lezgîn: Helbest çalakiyeke estetîkî ya xweîfadekirina kesane ye û helbet tiştê ku tê zanîn, tiştên ku em dibînin bi veguherandineke îdeal a di muxayeleya şexsî de, di qada tînî (ne cîsmanî) de bi navgîniya zimên kirîstalîzekirina îfadeyeke heqîqî ye. Û dîsa helbest bi vegotina xwe ya taybet îmkan û heml û kapasîteya zimên dewlemendtir dike, ruhê zimên ciwan dike, ziman estetîze dike.
Niha, beriya ku em behsa girîngî û aloziyên zimên ên di helbesta kurdî ya modern de bibêjin, divê em hinek qala helbestvanan, yanî edîban bikin ku çawa zimên bikar tînin. Ji bo vê yekê jî em ê têgehên “Edîb” (helbestvan, çîroknus, romannus…) û “Nivîskar” hinek ji hev vekin. Em bibêjin, “Nivîskar” ew e ku, heçî kesên dinivîsin, mijar çi dibe ew dizane, hemî nivîskar in. Têkiliya nivîskaran û zimên ew e, ku ziman ji bo wan alavek e; wasitayek e ku pê ramanên xwe îzeh dikin. Em mînakeke wisa bidin ku yek bixwaze kitêbeke “Tarîfa Çêkirina Xwarinan” binivîse, jê re derdê sereke ew e ku dê çawa bi me bide têgihîştin ku tirşik çawa çêdibe, çi jê re divên. Ziman, bi tenê jê re navgîneke ragihandinê ye; wasita yan jî alavek e û hew! Ev yek ji bo tarîxnûs û lêkolîner û zanyar û gelek kesên ku di warên derveyî edebiyatê de dixebitin jî her wisa ye.
Ji bo edîban, bi taybet ji bo helbestvanan ziman bi xwe armanc e; çalakiya wan a bingehîn li ser zimên e. Mijar, yanî tema çi dibe ew dizane, di rastiya xwe de edîb li ser zimên xebatê dikin; ziman estetîze dikin. Heml û kapasîte û potansiyela zimên firehtir dikin; îmkanên vegotinê zêdetir dikin; ruh û rîtm û melodiya zimên xweşiktir dikin… Bi taybetî jî di helbestê de. Nexwe, aniha dema ku em du metnên ku heman bûyerê qiset dikin bidin ber hev, em ê çawa têbigihên ku ev metneka edebî û ya din jî derveyî edebiyatê ye? Pîvan çi ye? Pîvan ew e ku, kîjan metn bi çi zimanî û çawa hatiye vegotin. Yanî, ji çi hatiye vegotin bêhtir çawa hatiye vegotin pîvan e. Ji wê çendê em dikarin bibêjin, ew ê ku vegotina xwe biedeb kiriye, ziman terbiye kiriye, yanî xweşiktir, delal û nazenîntir kiriye, ew edebiyat bi xwe ye.
Di edebiyata qedim de bêhtir ahenga deng û weznê hebû; bi îfadeyeke sade wate nazenîntir dihat vegotin. Lêbelê niha, di helbesta modern de digel van, hem serbestiyek heye û hem jî ew tiştê ku em jê re dibêjin “hêma” heye ku heta tu bibêjî derî û pencereyên xeyalan li ber me vedike. Helbest ne bi bêjeyên ku her kes pê diaxife û bi manayeke sade, rasterast xwe pê îfade dike, tenê helbestvan ew zimanê ku di tesewura xwe ya şexsî de bi zimanekî ferdî û aîdê xwe, bi hêmayên heqîqî û bi estetîkeke edebî-hunerî durist dike.
Îcar em vegerin ser bikaranîna zimanê helbesta kurdî ya modern. Gelek kes hene ku li ser navê helbestê tiştin dinivîsin û li kovar û rojnameyan belav dikin. Heta ku kitêban jî belav dikin. Lêbelê di nav wan de çend kes hene ku hay ji vê yekê ne? Hevokeke dirêj ku hatiye qetqetîkirin û li bin hev hatine rêzkirin helbest e?
Bêguman, helbest bi tenê ne ew e ku mirov rabe bi şeklê peyvê bilîze û ruhê wê nebîne, yan jî ew jana însanî bide aliyek. Ji ber ku pirs ji aliyê girîngî û aloziya zimên de bû, lewma ez vê dibêjim. Di warê bikaranîna zimên ya di gelek çîrokan de jî ev wisa ye, ji ber ku çîrok jî xwişka helbestê ye. Roman? Di romanê de bêhtir mijar derdikeve pêş lewma jî di warê bikaranîna zimên a di romanê de em piçek bitolerans bin, baştir e.
B. Bereh: Di helbesta kurdî de naverok, teşe û şêwazên ku têne bikaranîn tu çawa dibînî?
R. Lezgîn: Niha em di warê mnodernîteyê de neteweyeke gelekî derengmayî ne. Divê em piçek bi wijdan û rasteqîn bifikirin, ku ne tadeyê li xwe bikin û ne jî bi nepixandineke xav di eynika dêwan de xwe bibînin. Di van du sed salên dawîn de em wekî netewe bi tenê neman; gelek destên ku ne xwedî niyeteke baş bûn hertim di paxila me de bûn, ava me lîşo kirin, nehiştin ku em ji xwe re bi tenê bimînin û bi mejiyekî aram xwe bi xwe bifikirin; xasiyetên xwe yên karakterîstîk nas bikin; reng û dirûv û teşe û şêwazên xwe yên xweser bibînin an jî durist bikin. Di dawiyê de, yanî îro di riya modernîzmê de em ê hinekan teqlîd bikin. Neçar! Bila teqlîd be, (jixwe, jiyan seranser teqlîd e) lêbelê qet nebe em dikarin di vê teqlîdkirinê de jî teşe û şêwazên ku bêhna me jê were, estetîkek ku dişibe me, di berhemên xwe de bikar bînin, ne ku em xwe bi tevayî ji bîr ve bikin û rabin teqlîdeke ripîrij pêşkêş bikin.
Em ê çi bikin? Qet nebe bila helbestvan bi xwe re durist be, bi serborî û seruvena xwe ya ontolojîk re sadiq be; rehên aîdiyeta xwe, koka xwe; xweza û jiyana welatê xwe, ew neteweya ku ew xwe perçeyek ji wê dibîne, hem ji aliyê dîrokê hem ji aliyê derûnî û taybetmendiyên refleksnîşandanê ve baş binase, hingê teşe û şêwaz dê xweberî derkevin holê û dê bi tenê bişibe xwe. Yanî, dema ku yek ji welatekî gelek dûr helbesteke me bixwîne, qet nebe bila bibêjeje, “Ev şêwaz û teşeya vê helbestê dirûvê welatên rojhilatê pê dikeve.” Dema ku yek ji neteweyeke cîran bixwîne bila bibêje, “Ev helbesteke kurdan e.” Û li nav kurdan jî bila têderxin ku ev dengê filan helbestvanî ye. Ji aliyê teşe (şekl) û şêwazê (uslûb), ez ewçend jî ne reşbîn im, lewre gelek helbestvanên me yên ku di van waran de rengê xwe diyar in, hene. Lêbelê, ger xeteke me ya diyar a karakterîstîk nebe jî, ev ji ber rewşa me ya civakî ye; em di polîtîkaya xwe de jî, di edebiyata xwe de jî derdora xwe teqlîd dikin. Teşe an jî şêwazeke ji welatên din pir cihêtir hêvîkirin nabe karê însafê.
Lê Naverok? Di Naverokê de dê rewşa welat û neteweyê diyarker be. Rojeva neteweya me ya giştî dê her rojeva berhemên edebî be jî. Divê her tişt bi hemdê xwe veguhere ne ku em rabin bi rojeveke çêkirî, naverokên ku em jê re ne pispor û şareza ne bikin mijarên edebiyatê. Her ku em bi serê rehet vegerin xwe, em ê meharet û qabîliyeta xwe nas bikin, dê mijarên rojeva me jî biguherin û pê re jî naveroka helbestê.
Di warê naverokê de, çawa her ku diçe nirxa ferd derdikeve pêş dê wisa jî têgihîştina şexsî, wekî îtîrafek be jî, rengê xwe bide naverokê û ev yek, di qada edebiyatê de dê bi xwe re rengên gelekî dewlemend derxe meydanê. Ger her subjektekî edebiyatê vegere xwe, bêyî ku aîdiyeta xwe ji bîr bike yan jî koka xwe bişewitîne û xweliya wê bide ber bayê, mezintirîn çavkaniya naverokên dewlemend li wir e; yanî kes bi xwe ye.
B. Bereh: Di helbesta kurdî de raman û felsefe hene? Ger hene, çi rewşê de ne?
R. Lezgîn: Raman? Raman di her tiştî de heye. Felsefe jî wisa. Ma ev helbestên ku têne nivîsandin bê raman û felsefe ne? Na! Tiştek wisa tune. Lê mirov dikare paradîgmaya edebiyata me bide ber pirsan. Raman û felsefe çendî bi zanebûn û bi çi awayî tê bicihkirin? Em bi kîjan kod û sembolan diramin? Beriya her tiştî û her kesî divêt ku helbestvan azad bifikire, xwe di nav kirasekî teng de nepêçe û helbet xwedî derdekî be… Wekî zarokên sawa ku bi dawa diya xwe vedizeliqin, helbestvan jî eşkera an nepen xwe nespêre hêzekê û her wijdana gel temsîl bike. Ku îqtîdar li her derê ye û divêt ku berxwedan jî li her derê be! Ger gotin pere dike û di nav civaka me de helbest roleke xwe hebe, nexwe divê di warê raman û felsefeyê de awirê rexnewar li hemberî hemî neyîniyan bêtirs rola xwe bilîze û li hemberî her fenomenî hertim bi guman be. Ger ev awirê bêîcaze û serbixwe perspektîfa helbestvan be, helbest di dest de dibe stêrka şefeqê û helbet beriya her kesî jî divê subjektê helbestê bibe berbanga asoya xwe.
B. Bereh: Gelo helbesta kurdî ta çi radeyê berxwedan û êş û janên kurdan di xwe de dihewîne?
R. Lezgîn: Em ê radeyê, yanî sewiyeyê çawa tesbît bikin? Bi çi pîvanî? Gelo pîvaneke çawa dikare radeya hewandina berxwedan û êş û janên kurdan yên di nav helbesta kurdî de bi me bide nîşandan? Em ta ji serî bigirin heta bi dawîtirîn helbesta kurdî ku hatiye weşandin binihêrin, gelo ji bilî berxwedan û êş û janên kurdan tiştekî din heye di nava helbesta kurdî de?
Cîgerxwîn endamê çend partiyên siyasî yên kurdan bû. Di nava wan partiyan de belkî bi hezaran kadro dixebitîn. Lêbelê di warê zindehiştin û duristkirina hafizaya neteweyî de rola ku helbesta Cîgerxwîn lîstiye, ew mîrasa manewî ku Cîgerxwîn bi helbestvaniya xwe ji me re hiştiye, niha em bi xebatên wî yên siyasî û ew kadroyên ku ewçend xwe helak kirin re bidin ber hev, ji me ve dê tabloyeke çawa bixuye?
Her helbestek bi qasî tesîra xwe kevirek e di dîwarê qesra neteweyê de. Bêwatetirîn helbest jî dikare peyvekê ji ferhenga zimanê miletekî re bike diyarî û bibe belgeyeke şahid ji bo hebûna neteweyekê.
Li welatên pêşdeçûyî (post-modern) helbestê rola xwe lîstiye û belkî bûye malê mûzeyê lê di nav neteweya me de, ji ber ewçend derengmayin û nebûna mekanîzmayên modern ên parastin û pêşvebirina zimanê me, lewma jî pêwîstî bi mînakên modern ên helbestê heye. Ji aliyê din helbest xîtabî komeke elît dike, ne ku ya tevayî kategoriyên xelkê. Helbest bi awayekî endîrekt digihê gel. Û ew civaka ku di nava du kevirên aşê de hatibe hêrandin, li mala xwe bûbe macirê zimanê xwe, niha em rabin wisa têkiliyeke normal a di navbera helbestê û gel de hêvî bikin jî, ji min re ewçend rasteqîn nayê. Niha, xwe ji nû ve afirandin li ser bêbingehiyekê jî nabe helbet. Û divê beriya civakê helbest rehên aîdiyeta xwe bibîne. Nexwe, helbest û ziman û wekî netewe gel jî di nav rêveçûna dîrokê de, dê di valahiyekê de pûç bibin.
B. Bereh: Gelo mirov dikare behsa nifşeke nû a helbesta kurdî bike?
R. Lezgîn: Mirov dikare hertim behsa nifşen nû bike. Her helbesta ku hatibe afirandin ji ber ku di heman demê de berhemeke wexta xwe ye û şahidiya dema xwe dike, ji aliyê din ve, zeman ranaweste û bêrawest nifş li dû nifşe tên û diçin lewma jî hertim nifşeke nû ya helbesta her kesî heye û ya me jî heye. Çawa ku civaka kurd di warê jiyana sosyal, ekonomîk û polîtîk de di nav serbestiyeke bê rêk û pêk de ye -nebûna yekîtiyeke netewî dezawantajek be jî- lê ev serbestî di warê hunerê de (li vir helbest) pirrengî, pirnifşî û dewlemendiyekê daye helbesta kurdî. Ji aliyê bikaranîna teşe û şêwazê de, heta bi temayan pirnifşî xweberî heye. Lewre, di edebiyata kurdî de kes zêde bavê kesî (wek têgeh) nîn e! Ev rewşeke kurdî ye.
B. Bereh: Gelo helbestvanên kurd ta çi radeyê şax û rehên xwe berdane nav gelê kurd û xwestine girêkên ku bi sedsalan hatine avakirin vebikin?
R. Lezgîn: Ji bo ku mirov bersiva vê pirsê bide, hingê divê mirov piçek rola hunerê çi ye û bi taybetî jî, ji her hêlê ve serguzeşta kurdan zelal bike. Em dema rabin misyoneke gelekî mezin li helbestvanan bar bikin, em ê tu havilekê nekin. Niha em rabin çavê xwe bigirin û xeyaleke wisa bikin ku di zimanê kurdî de bi tenê hebek jî helbest tune!
Manzereyeke çawa di xeyala me de çêbû?!...
Helbest, hem garantorê jiyandina zimên e hem jî estetîzekirina zimên û wekî netewe jiyana miletî ye. Çavkaniya muzîk û keleporê ye. Her belgeyeke nivîskî, di serî de helbest, tapu û seneda hebûna miletî ye. Reçeteya girêkên sedsalan ne di berîka helbestvanan de ye! Û tu helbestvanek -duh jî, îro jî- bi gelê xwe re muqaweleyeke berpirsiyariyê, peymaneke mecbûriyetê îmze nekiriye! Di wijdana xwe de bi qasî fêm û feraset û meharet û qabîliyeta xwe dildariyekê hewandiye. Û bi qasî xeyalên xwe hemî jana gel di şax û rehên xwe de kişandiye, ji vekirina girêkan tilî û pêçiyên xwe sor kirine, digel ku tu car jî tu helbestvanek nebûye sedemê piçûktirîn girêkî. Ji aliyê din, xweberdana nav şax û rehên gel a helbesta kurdî, ne bi tenê pirsgirêka helbestê yan jî qelîteya wê ye, belkî zêdetir pirsa tevayî, hema tevayî gel e. Divê mirov bipirse ku nexwendina berhemên bi zimanê kurdî ji çi îlletî ye?...
B. Bereh: Gelo bondora Wêjeya Klasîk ya kurdî li ser helbesta modern bi çi awayî bûye?
R. Lezgîn: Bandora wêjeya klasîk a kurdî li ser helbesta modern zêde çênebûye. Yanî rasterast çênebûye lê hebûna edebiyata klasîk gelek moral daye edebiyata me ya modern. Niha, li tevayî dinyayê edebiyata modern li ser redkirin an jî mîada xwe tijekirina edebiyata klasik, ku hingê tekrar bûye êdî tahm têde nemaye, ji pêşketinê re bûye asteng. Ji aliyê din, bi pêşketina zanistiyê re di her warê jiyanê de, bi pêşketina nirxên azadiyê re helbestê jî per û baskên xwe weşandin û bû serbest. Lêbelê ji ber rewşa civaka me helbesta modern ne ji hundir de, ji ber bandora serboriyên li derveyî me, wekî teqlîdek, mecbûrî dest bi zayina xwe kir. Niha îtîbar û prestîja edebiyata me ya klasîk, ku em bi gelek miletên din re muqayese bikin, li ba me ji wan bilindtir û bi rûmettir e. Niha, dema kurdek helbestek ji edebiyata xwe ya qedîm dixwîne bêhtir ji yekî miletên din ku edebiyata xwe ya qedîm dixwîne şa dibe. Ev rewşeke me ya xusûsî ye. Em demeke dirêj ji hev qut bûn; ev demên tarî û qedexekirî ku em ji hev dûr ketin, niha dema em helbesteke xwe ya klasîk dibînin, bi bêrîkirin û hesretekê em wê hembêz dikin. Û ji bo me gelekî baş e ku em helbesta xwe ya klasîk baş binasin lewre em têde rastî reh û rîşen xwe yên windabûyî tên.
B. Bereh: Çi pirsgirêkên din ên helbesta modern ya kurdî hene û ev pirsgirêk dikarin çawa bên çareserkirin?
R. Lezgîn: Li gorî min mezintirîn pirsgirêka edebiyata kurdî û jixwe, di serî de a helbestê, nebûna rexneyeke tekuz, ewle û bi îtîbar e. Bêguman, ev kar, yanî rexnegirî karekî ne ewçend hêsan e. Gelek, gelek zehmet e. Hem zehmet û hem jî qabîliyeteke taybet, performanseke qewî û formasyoneke bilind a edebî dixwaze. Îcar, ji bo ku rexnegîrên baş ji nav kurdan derbikevin helbet divê dibistanên rexneyê bêne avakirin û bi awayekî zanistî perwerdeya vî karî bête kirin. Hingê wê demê rexnegir dê derbikevin. Nebûna bêjinga rexneyê di helbesta me de anarşiyekê derxistiye. Ger edebiyat eynik be, hingê, nebûna eynika eynikê wekî kêmasiyekê xwe bi me dide hîskirin. Hey em dizanin ku tiştek ji me kêm e!
Û dîsa girseyeke zana a talibên (xwendevan) hunera me jî zêde nîn e; tiştê ku zêdetir têne gotin yan “pir xweş e” yan jî “nake pênc pere” ye. Pirsa çima xweş e, çima nake pênc pere jî nîn e!
Em nikarin qelîteya helbestên xwe bi rûbirûkirina helbesteke biyanî bipîvin. Hazgirtina şexsî jî ne ewçend ewle û objektîv e! Lêbelê ez dibêjim bila her bête nivîsandin. Her ku em -komeke hindek be jî- serê xwe bi helbestê biêşînin dê rewş çêtir be. Lê pirsgirêka mezin, ji mijarê bêhtir ji aliyê bikaranîna zimên ve derdikeve holê. Ew jî gelek kes hene ku serê xwe bi zimên re zêde naêşînin. Lê ne hemî kes in. Îcar pirsgirêka zimên jî ne bi tenê ji hêla helbestvan de heye. Nebûna zimanekî resmî, yê perwerdeyê ku tevayî civakê wekî hev bikar bîne û nebûna termînolojiyê, qalibên ziman ku di jiyana modern a bajarvaniyê de têne bikaranîn, ji hêlekê de dest û ling li helbestanvan girê didin. Yanî, zimanê ku di jiyana rojane de, li qada bajarvaniyê ji aliyê hemîyê xelkê neyête bikaranîn û nebe zimanê qewimînan û bûyeran, hingê dê helbestvan çi bike?! Tu dibêjî qey zimanê kurdî, li vir, li Bakur bi tenê di stuyê nivîskaran de, di stuyê edebiyatê de maye! Baş e. Ka zimanekî polîtîk, zimanê dîplomasiyê, zimanê zanistiyê, zimanê ekonomiyê?... Ger ev hebin, yanî polîtîka û dîplomasî û zanyar û ticarên modern, yanî burjuvazî vî zimanî bikar bînin, hingê îmkanên bikaranîna zimanê helbestê jî dê wisa firehtir bin. Ez nikarim zêde lome ji helbestê bikim. Ger axiftvanên vî zimanî roj ji rojê dihelin û ev ziman di qadên bajarvaniyê de nayête bikaranîn, di vir de tu gunehê edîb û nivîskaran nîn e. Dê dîrok şahidiya vê yekê bike helbet. Gelek heval kitêbên xwe bi pereyên xwe ku rizqê zarokên wan e, pê didin çapkirin. Ewên ku di rojnameyên bi zimanê tirkî yên kurdan de bi tirkî dinivisînin mehê 1000-1200 Mark pere distînin lê ewên ku bi kurdî dinivisînin kes silavê li wan nake. Her tişt tesîreke erênî yan jî neyînî li hev dike!
B. Bereh: Bandora wêjeya tirkan, ereban, farsan û gelên din yên Rojhilatanavîn li ser helbesta kurdî bi çi awayî bûye?
R. Lezgîn: Niha, zimanê tirkî û farisî û erebî ji bo kurdan her yek pencereyek e ku jê li cîhanê dinihêrin. Ev belkî sosretek e! Lewre wan derî û pencere li me girtine; wan zimanê me qedexe kiriye û zimanê xwe li ser me ferz kiriye. Îcar, ji me, ewên ku bûn subjektê (kirde) ziman û çanda xwe belkî vê sosretê dagerandin erêniyekê. Jixwe, ewên ku wekî objektekê (bireser) man, ew jî têde noqav bûn û dibin. Û bi halê xwe jî qayil in! Navê “kurdî” êdî ranteke polîtîk e, lê ew bi xwe di dawa mirov de pizotek agir e. (Rant yan Agir? Kî kîjanê tercîh dike, diyar in!)
Me bi saya zimanên serdestan edebiyata cîhanê nas kir. Hîn jî ev wisa ye. Em çi bikin? Neçar! Îcar, ji me, ewên ku zêde reh û rîşen xwe yên kulturî, kesayetî û karakterîstîk nas nekirine, yan jî xwe negihandine çavkaniyên xwe; bi ruhê xwe yî birîndar -helbet ji aliyê aîdiyetê- sîstema fikirîna bi zimanê dayikî ya di binhişê xwe de tekuz nekiribe, ku ev encamek e, mirov têdigihê ku di van waran de zimanên serdest texrîbatekê xistiye nav zimanê edebiyata me jî. Lêbelê, ji aliyê formên edebî me bi saya zimanê serdestan edebiyata modern nas kir. Ji wê çendê, edebiyata her perçeyê welatê me, ji aliyekê de jî dişibe edebiyata zimanê serdestên wî perçeyî û jixwe, edebiyata wan jî teqlîda edebiyata ewropiyan e.(*)
Diyarbekir 01.01.2004
_____________
(*) Ev hevpeyvin li kovara Vesta, Hejmar 5, Stenbol 2004, r. 93-107 û li kovara Tîroj, Hejmar 2, Stenbol 2004 weşiyaye. (Dema ku birêz Berken Berehî ligel min hevpeyvînê kir, pirsên wî bi vî awayî bûn. Lê dema ku li van kovarên navborî dan weşandin, min bala xwe dayê ku hindek pirs guhertine yan jî sererast kirine. Lêbelê orîjînala pirsan û hevpeyvîn ev e.)