zazaki.net
30 Gulane 2023 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

LI SER FESTÎVALEKÊ

01 Tebaxe 2009 Şeme 04:37

 

Beriya ku meriv bibe hunermend,

divê zanîneke berxwedêr a entelektuelî di xwe de bipêş bixîne.”

Edward W. Saîd

Di warê raman û kulturê de her berhem ne bi tenê dixebite da ku ji xwe re cihekî veke, armanca bingehîn ew e ku yên din têk bibe û cihê wan bigire.”(1) Wisa dibêje, entelektuelê hêja û navdar yê îtalyanî Gramscî. Jixwe, li gorî armanc û ramana siyasî ya afirîner, di her berhemeke edebî/hunerî de hin mesaj û manîplasyonên eşkera yan jî nepen hene. Ne ku tenê di nav berhemê de, herwiha, di serî de ziman û bi awayê pêşkêşkirin û bikaranîna xwe jî, ew girseya ku dibe muxatabê wê berhemê, di heman demê de dibe hedefa wan sînyalên manîplasyonîst ên ku ji wê berhemê belav dibin. Wekî mînak, helbesteka Cîgerxwîn hem bi zimanê xwe û hem jî bi ew tema û mesajên ku di nav helbestê de ne, ji bo kurdan wateyeke xwe ya erênî heye. Û ew sînyalên ku jê belav dibin jî, ji bo kurdan pozîtîf in. Lewre, ev helbest bi her awayî xîtabî gelê kurd dike; li gorî ruh, karakter û manewîyata xelkê kurd hatiye ristin û herwiha, ji nava dilê kurdekî herikiye. Lêbelê, li hemberî vê yekê helbesteke N. Hîkmet digel ku temayeke însanî û mesajeke şoreşgerane di xwe de bihewîne lê dema bi zimanê xwe (tirkî) li girseyeke kurd bête pêşkêşkirin, ji ber tesîra zimanê xwe dikare bervajiya helbesteke kurdî bandora xwe bihêle. Ji ber ku îro pirsa sereke ya kurdan, man û nemana ziman û çanda wan e û herwiha, zimanê tirkî jî ew ziman e ku serdestê zimanê kurdî ye, lewre dema du faktorên serdest û bindest bi hev re bikevin qayişkêşanê, helbet encam di xisara yê bindest de ye. Bêguman, ev newekhevî ne ji ber dewlemendîya zimanê tirkî ya li hember zimanê kurdî ye. Ji ber ku zimanê tirkî zimanê serdestê civaka kurd e. Ku Rubinstein dibêje, “Bi riya ziman hişê merivek ji aliyê yekî din ve bi hêsanî tê dagîrkirin.”(2) Û Cemal Sureya jî dibêje, “Kesê ku nebûbe kirdeyê (özne=subje) ziman, çand û hunera xwe, dema ku mîna bireserekê (nesne=obje) bi ziman, çand û hunereke biyanî re rûbirû bibe, helbet dê di nav de noqav bibe.”(3)

Dîyar e ku ji ber sedemên bindestîbûnê gelê Kurd (bi taybetî jî kurdên Bakur) hîn nebûne kirdeyê zimanê xwe. Lewma jî li hemberî ziman, çand û hunera biyanî qels in, ku ew ziman û çanda biyanî dikare bi hêsanî derûniya kurdan dagir bike û kiriye jî.

Gelo bi tenê mesaj, tema, hêma, melodî, dirûv, sîmbolên di nava berhemeke hunerî de bi manîplasyonan hişê meriv dagîr dikin? Belkî erê. Lêbelê, ji vana jî wêdetir û beriya her tiştî zimanê berhemê û awayê bikaranîn û pêşkêşkirina wê, ev kar çêdibe. Lewma jî li seranserê dîrokê û îro jî edebîyat û huner di destê sazî, dezgeh, hêz, bizav û dewletan de -bi taybetî jî dewletên ku xwedî rejîmên olîgarşîk in- ji bo bicihanîna armancên xwe; ji bo rêveberiya xwe hertim huner û edebîyatê mîna çekeke hêja û karîger bikar tînin.

Eşkera ye ku dewleta Tirkiyê jî ev serê heftê-heştê salan e ku bi her awa û her metodî xwestiye ku ziman û kultura xwe arasteyî miletê kurd bike û herwiha, dîsa bi her awayî ziman û çanda kurdan qedexe kiriye; pêşî lê girtiye da ku ev xelk ji orîjînalîteya xwe bi dûr bikeve. Ango rasterast navê vê yekê asîmilekirin (pişavtin) e. Dîsa rengekî xwezayî ye ku kurd çendî bi ziman û kultura serdestan re rabin û rûnin; zimanê wan bikar bînin, ewçend jî ji çand û zimanê xwe dûr dikevin, ku ev yek riya çûn û nehatê ye; di vê riya hanê de gav bi gav, bihust bi bihust bi çand û zimanê serdestan re entegrebûn heye. Jixwe, navê vê polîtîkaya kirêt jî di warê termînolojîya ramanê de mîna “Emperyelîzma Kulturê” hatiye navkirin. Di vê dagîrkirina kulturî de jî dewletê ew kesên ku bi eslê xwe kurd in, lêbelê bi ziman û çanda serdestan re êdî entegrasyona xwe temam kirine û ji xasîyetên xwe yên etnîkî bi tevayî dûr ketine, bêhtir ev kes bikar anîne. Ev kesên wisa ku êdî hunermend û nivîskarên zimanê serdestan in, di vê polîtîkaya dagîrkirina çanda miletê bindest de bêhtir karîger (bi tesîr) in.

Ji aliyê din, ew hunera ku li girseya bindest (miletê dagîrkirî) tê pêşkêşkirin, ger têde motîv, dirûv û xasîyetên li gorî daxwaz û ramanên wê girseyê bin, wê demê ew zimanê serdest bi saya hunereke wisa hîn zûtir û hêsantir xwe radigihîne û ew karê dagîrkirinê xweştir dimeşe; manîplasyonên asîmilasyonîst hîn xweştir karê xwe dikin. Jixwe, sosyolog Îsmaîl Beşîkçî jî 23 sal beriya niha vê yekê destnîşan kiriye, ku wisa dibêje, “Dewlet, di warê asîmilekirina kurdan de, di warê emperyalîzma kulturê de ew kesên ku bi awayekî objektîv kurd in (ji dê û bav kurd), lê bi awayê subjektîv êdî bûne tirk û êdî hunermend û nivîskarên tirkî ne -dewlet bi prîm, paye û teşwîqkirinan- di warê bicihanîna vê polîtîkaya xwe de bêhtir van kesan bikar tîne...

Jixwe, nivîskar û hunermendên tirk jî xelekên eslî yên vê polîtîkaya nîjadperest, kolonyalasît û emperyelîzma kulturê ne...

Di vê polîtîkaya dagîrkirina kulturî ku li ser kurdan hertim hatiye meşandin de hunermend û nivîskarên tirk bûne barkêş û ajanên emperyalîzma kulturê... Û ev kes vî karê hanê êdî bi termînolojîyeke şoreşgerane pêk tînin.”(4)

Di sala 1978 de dema ku Ezîz Nesîn bi tevî kerîyek nivîskarên tirk dema ku dixwazin bi vê nîyetê (dagîrkirina çanda kurdan) sefereke edebî ber bi Kurdistanê ve bi rê bixînin, hingê wê demê Î. Beşîkçî bi tundî li hember wan derdikeve, bi tena serê xwe vî karê wan ê kirêt eşkera dike ku ew jî lewma naçar dimînin ku dev ji vê sefera xwe (Doğuya Edebiyat Seferi) berdin. Lêbelê, niha bila Ezîz Nesîn di gora xwe de rehet razê! Va ye, 23 sal bi şûn de be jî, ew xiyala wî hatiye cih: Şaredarîya Diyarbekir ku serok û rayedarên wê niha kurd in û li ser navê kurdayetîyê vê rayedarîyê bi dest xistine, ji 26ê Gulanê Heta 3yê Hezîranê festîvaleke xwerû bi tirkî (Diyarbakır Kultur ve Sanat Festivalı) li dar xistin, ku eynî bi dilê Ezîn Nesînî bû! Tevayî wê ji nivîskar, helbestkar û hunermendên tirk an jî kurdên tirkî-nus (Kurdo-Tirk) bûn. Û bi tenê yek merivê ku çand û hunera kurdan temsîl bike têde cih negirt. Bikaranîna zimanê kurdî jî seraser qedexe bû!

Belê, em dê şîroveyê berdewam bikin.

Çawa ku her merivek xwedî xwe û nasnameyekê ye û ev nasname li gor aîdiyet; nîjad, ol, dewlet, nav û paşnav... tê dayin wisa jî nasnameya çand û huner û edebîyatê jî heye, ku ev jî di serî de ji ziman û dû re jî ji motîv, dirûv, uslûba neteweyî... tê tesbîtkirin. Ev nasname (ziman, çand û huner) di heman demê de nasnameya neteweyê ye. Ango, li vir meriv dikare bi hêsanî bibêje ku xwedîlêderketin û miqatebûna ziman, çand û hunera miletek di heman demê de xwedîlêderketin û miqatebûyina nasnava miletî ye. Yan jî bi awayekî din, em bibêjin ku bêxwedîhiştin, windakirin û mirandina ziman, çand û hunera neteweyek di heman demê de tunekirina wê netewê ye. Û çawa ku nasnameya şexsek di heman demê de namûs û rûmeta wî ye, ev yek ji bo miletek jî hemin wisa ye.

Gelek zanyar di nava zimanê zikmakî û hiş, aqil, karakter, raman, maharet... ên şexs de têkiliyeke qewî datînin, ku dema yek ji ziman û çanda xwe ya eslî (zikmakî/neteweyî) dûr bikeve, şexs mecbûrî axaftina zimanekî din bibe û bi çandeke din re rûbirû bimîne, wê demê xisareke mezin digihê derûniya şexs û ew sîstema binhişê şexs a orîjînal pê re difelişe, ku ev yek di heman demê de şexsiyeta kes jî bi xwe re diruxîne. Heman tişt ji bo miletek jî wisa ye; dema miletek ji bikaranîna zimanê xwe, çand û edebîyata xwe dûr ma, mecbûrî ziman û çandeke din (ku ev jî ziman û çandeke dagîrker be, jixwe, sosreta giran li wir e) bimîne, di heman demê de kultura wî gelî texrîb dibe; xasîyetên karakterîstîk ên wî gelî ji binî ve difelişin. Lewma jî sîstemên emperyal û dewletên dagîrker ji mêj ve ye her bi ziman û çanda miletên bindest dilîzin; şêlo dikin, texrîb û talan dikin. Hinek ku bi nermahiyê tevdigerin, qaşo bi fehmeke demokratîk, li ser navê multîkulturîzmê (pirr-çandîtîyê) çand û zimanê xwe arasteyî miletên bindest dikin. Jixwe, ev polîtîka bi awayekî sîstematîk û kone hertim li ser kurdan hatiye ceribandin û meşandin.

Dema ku miletek daw û doza azadîya xwe dike, berî her tiştî cihêbûna xwe; ziman û çanda xwe derdixe pêş û pê re jî miletbûna xwe dide îsbatkirin. Ev ne ramanên îroyîn in, ji mêj ve hatine tesbîtkirin, ku lewma jî kurd ji bo bidestxistina van mafên xwe yên rewa ewqas sal in li ber xwe didin û şer dikin.

Ziman û çand xasîyetên sereke yên miletî ne, ku Celadet Bedirxan di kovara HAWARê de dibêje: “Miletekî bindest di riya azadîya xwe de li hember dagîrkeran dikare xwe li du hêmanên bingehin bipêçe: Ev, ziman û ol (dîn) in. Ola miletê kurd û ya serdestên wî heman ol e; Îslamîyet. Li wir ma ziman. Ger kurd xwe li zimanê xwe bipêçin, ku li ser zemîna ziman îhtîmala mezin e ku yekîtiya xwe pêk bînin, hingê dê bikarîbin xwe dirêjî azadiya xwe bikin.(5) Û jixwe A. Cabarl jî dibêje, “Azadîya miletek di heman demê de azadîya ziman û çanda wê ye.(6) Lê çi heye ku gelê kurd ta niha gelêk sîyaset kiriye; şer kir, li ber xwe da, xwe helak kir, lê qet xwe li çand û zimanê xwe nepêça!  

Montaigne jî wiha dibêje: “Ji bo xasîyetên xwe şerkirin gelekî hêsantir e ji jiyîna bi wan xasîyetên xwe re di nav lihevhatineke biaheng de.”(7) Ango meriv dikarin ji bo xasîyet û xwestekên xwe bi hêsanî şer û pevçûnan li dar bixînin; bikujin û xwe bidin kuştin; xwe helak bikin, lê dema dor tê jiyîna bi wan xasîyetan re, gelek kes di vî warî de dikevin nav tengasiyê. Gelek balkêş e ku ev serê sedan salan e gelê kurd ji bo azadîya xwe ya netewî, ji bo çand û zimanê xwe, ji bo nasnava xwe, xwe helak kir... Lêbelê dema dor tê xwedîlêderketina li çand û zimanê xwe -ku ziman û çand sedem û delîlên hebûna neteweyî ne- gelek qels û teres dimînin.

Bêguman ji bo ku ziman û çanda miletek bikarîbe bi hêsanî û bi tenduristî bijî, helbet jê re şert û mercên erênî divên. Gelo meriv dikare li vir ji bîr ve bike ku gelê kurd ev serê sed salan e di bin destê dagîrkeran de ye û kiriye nekiriye nekarîbûye pêşiya xwe bibîne? Tu caran! Lêbelê çi heye ku meriv dîsa nikare ji bîr ve bike, ku ev serê sed salan e gelê kurd di riya azadîya xwe de xwîna xwe û xelkê tev de dirijîne; ew qas bahoz û şewat û bobelat di ser de bihurîn, gelo wan bi xwe ji bo xwedîlêderketina ziman û çanda xwe; ji bo sazkirina ruh û manewiyateke netewî; hişmendî û şiûreke mîlî, çi kirin e? Rengekî xwezayî ye ku li vir mebesta me hêz û bizavên sîyasî yên li bakur in.

Polîtîkaya serdestan -li gorî tebîeta eşyayê- di nav xwe de bi mentiq e, ku her dixwazin çand û zimanê me qedexe bikin û çand û zimanê xwe jî bi her awayî arasteyî me bikin da ku ji binî ve navê vî xelkî ji holê rakin. Jixwe, ji mêj ve ye ku her ev tişt çêbûye. Lêbelê ji aliyê me kurdan ve tiştê bêmentiq ev e, ku mîna Mamosta Remezan Alan jî dibêje: “Ji bo kurdan sîyasetê re ERÊ, lê ji Kurdîtîyê re NA!”(8) A li vir mentiq disekine. Herwiha, mîna ku serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Hasan Kaya jî dibêje: “Îro kesên ku li ser navê me sîyasetê dikin, kesên ku li ser navê me rêvebiriya herêmê dikin, li ser wan jî bandora îdeolojîya ku em dorpêç kirine heye... Zêdetir heyranbûneke tirkî bi wan re heye.”(9) Lewre, bi rastî jî dema meriv bala xwe dide lîteratura nivîskî ya kurdan, ku tê dîtin zimanê kurdî bi tenê di warê edebîyatê de hatiye xebitandin. Yanê bi tenê çend kesên ku xwedî damareke hunerî ne û çend kesên bi xîret, ku di warê ziman de hin xebatên rêzimanî kirine, hew! Bitenê ev grûb li zimanê kurdî xwedî derketiye. Gelo bi tenê bi vî zimanî edebîyat tê kirin? Lê polîtîka?!... Dîrok, felsefe, aborî?... Ev karê kê ne? Bi taybetî jî polîtîka?! (Li vir divê baş bête zanîn ku xwedîlêderketin, rasterast bikaranîn e, ne ku bi tenê meriv bibêje ‘Bila qedexeyên li ser zimanê kurdî rabin’. Ji bilî kurdan herkes dikare viya bibêje!)  Lewre, ji mij ve ye û îro jî meriv dikare bi hêsanî bibêje ku ji sê payan payeke kurdan bi polîtîkayê re têkildar in û teqez endamê partîyeke sîyasî ne, ku ev partîyên hanê jî îdîaya azadkirina gelê kurd dikin. Lêbelê sosreta mezin ev e, ku sîyasetmedarên kurdan ji bo kurdîtîyê polîtîka dikin, yan jî wisa dixuyin, lê xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe -ez nizanim- bi hêviya kê dihêlin? Bi edayeke turîstîk nêzikî li kurdayetîyê tê kirin, ku mîna ev ziman û çand ne arîşeya wan bi xwe be, ya hinekê din be (Çawa bibe ku ew êdî fêrî zimanê serdestan bûne!). Ne bitenê edaya turîstîk e, herwiha ji aliyek ve daw û doza kurdîtîyê tê kirin, lê di rastîya xwe de (di pratîkê de) mirandin û tunekirina çand û zimanê kurdî her berdewam e!

Ji van çalakîyan yek jê “Diyarbakır Kultur ve Sanat Festivalı” ye ku bi pêşengiya şaredarîya serok-kurd, li Amedê li dar ket, ku tevayî vê festîvalê seranser bi zimanê tirkî û herwiha hunermend û nivîskarên ku hatibûn vexwendin, tev jî yên tirk yan jî yên kurdo-tirk! bûn; bi têra xwe jî bi manîplasyonên asîmilasyonîst dagirtî bû ku tam li vir asîmilasyon ket qonexeke nuh!

 Diyarbekir, yan jî, Amed. Ev bajarê qedîm û şîrînê li ber dilê kurdan. Her tevgerek li vî bajarî ji bo hemî xelkê kurd û ji bo hemî hêzên ku bi vê herêma ku hertim xwedî çarenûseke maqûs bûye re eleqedar dibin, ji bo hemîyan wateyeke taybet îfade dike; pusulaya pêşveçûna ber bi kîjan alîyî ve dide nîşan. Ev festîvala hanê jî niha dîyardeyek e ku meriv bi hûrbînî lê binêre, baş xuyanî dibe ku kurd êdî di nava rewşeke çawa de ne.

Dibêjin ku “Kurd tî û birçîyê çand û hunerê ne.” Rast e. Lêbelê ger mesele çand û hunera serdestan be, gelê kurd her dem dikarîbû hînî (fêrî) ziman û çanda serdestan bibe, ziman û çanda xwe ji bîr ve bike. Di vî warî de tu piroblem tune bû û ji niha pê ve qet jî tune ye. Lêbelê, çi heye ku xelkê ewqas sal ji bo azadkirin û bi hêsanî pê re jiyîna bi çand û zimanê xwe, xwe avête nava agir; helak bûn, demografiya Kurdistanê seranser tarûmar bû. Ji ser axa bav û kalên xwe mîna nokên li ser tehtan vir de-wê de belawela bûn; ketin kuçe û kolanên bajarên xerîb; jixwe, êdî bixwazin nexwazin li bajarên xelkê dê kurd ji çand û zimanê xwe yê orîjînal bi dûr bikevin û mecbûrî ziman û çanda xelkê bibin. Va ye, divêt ew hêzên ku didin pêşiya vî xelkî wezîfeya wan a eslî ev be, ku ji vî xelkî re alîkar bin da ku ev çand û ziman bête parastin û pêşvebirin. Ne ku meriv rabe berevajiya vê yekê bike! Di ava serdestan de biherike û bi xwe re, vî xelkî jî tevî lehiya tunekirina çand û zimanê wan bike. Ev xelkê hanê niha bi qasî nan û avê pêwîstî bi çalakîyên hunerî heye û divêt ev xelk berîya her tiştî bi çand û zimanê xwe şa bibe.

Ev serê dehan salan e ku vî miletî rasterast pêşiya xwe nedîtiye, hîn başebaş tam û çêja çand û zimanê xwe hilnedaye, jê dûr ketiye; li bajaran gelekê ciwanan di nava problemeke lenguîstîk de ne, di nav kaosekê de ne; gelekê wana êdî neçar man e ku bi zimanê serdestan biaxifin û birçîbûna xwe ya hunerî jî ji çand û zimanê serdestan têr bikin. Lêbelê, divêt meriv ji bîr ve neke ku ev xelk wisa ji raziya dilê xwe neketiye vî halî. Divêt ew kesên ku îradeya vî xelkî temsîl dikin, bizanibin ku wezîfeya wan a eslî û sereke ew e, ku ev texrîbatên ku li ser çand û zimanê vî xelkî çêbûne, berteref bikin, ne ku berevajiya vê yekê bête kirin!

Ger ev çalakî bi destê şaredarîyeke din yan jî partî, sazî û rêxistineke din bihatana kirin, wê demê li gor mîsyona xwediyên vê çalakiyê jî, bêguman, dê helwest, awir û şîrovekirin jî li gor wê bûya. Lêbelê çi heye ku ev çalakî bi destê ew hêza ku xwedêgiravî daw û doza kurdan dike û bi vî hawî ew meqam bidest xistiye pêk hatîbe, wê demê divêt meriv li ser baş bifikire. Nexwe, ev kar karê xwediyên polîtîkaya asîmîlasyonê ye, ne ku em rabin bi destê xwe bikin!

Tê gotin ku “Em bi xwe jî dixwazin ku çalakîyeke bi kurdî çêbikin, lêbelê dewlet rê nade zimanê kurdî!...” Nexwe, ger dewlet rê nade ziman û çanda kurdî, hîn jî qedexekirî ye, ji ber çi hewceyîyan ev festîvala wisa xwerû bi tirkî li bajarê kurdan û bi serkêşiya kurdan li dar ket? Divêt îzeheta vê yekê hebe! Ji ber çi mecbûrîyetî ev yek çêbû? Ger çalakîyên bi kurdî hîn jî qedexe ne, çi heqê kê heye ku wisa bi ziman û çanda vî xelkî re bileyîze ku bi qewlê serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Hasan Kaya ve, rabe van çalakiyên mîsyoneriyê(10) li dar bixîne. Divêt meriv gelek baş bizanîbe ku di nava me de pêşveçûna çand, ziman û hunera serdestan di heman demê de tê wateya ji dil û mejiyê me şuştina çand û zimanê me.

Wisa dixuye ku ev tewir çalakî, ne bitenê bi Diyarbekir ve sînorkirî ne. Lewre, “Îstanbul-Hakkari Sanat Köprüsü” û vir de-wê de gelek çalakîyên bi vî rengî -ji par de ye dest pê bûne- her berdewam in û ev yek temamkirina bi tevayî îlhaqa nasnameya kurdan e; ji binî ve tunekirina çand û zimanê kurdî ye. Û li vir tiştê balkêş û xerîb ev e ku êdî bi destê me ev kar dibe!

Ji aliyê din, dema ku li Diyarbekir ev çalakî pêk dihat, bi înad ji beşdaran dihate xwestin ku ew pirsên xwe bi awayê nivîskî û veşarî bidin. (Belkî jî ev helwest ji tirsa axaftina bi kurdî ya beşdaran bû!...) Lewre jî bi awayekî eşkera dîyar nebû, an jî pêşî lê hate girtin ku bê ka dê reaksîyoneke çawa derbikeve holê. Ev yek nepen ma. Her çendî xelkê di nava xwe de vê nerazîbûna xwe eşkera dikir jî, lê perdeya tarîtiyê li ser vê çalakiyê hate raxistin!

Hinek şexsîyetên ku bi giştî bi zimanê kurdî dadikevin jî, ji bo vê çalakiyê hatibûn vexwendin (H. Kaya, M. Uzun, O. Özçelik), lê bi taybetî ji wan hate xwestin ku ew axaftinên xwe bi tirkî bikin. Jixwe, piştî ku serokê Enstîtuya Kurdî jî bi tirkî biaxife(11), êdî ev jî dibe mîna referansekê da ku ew karên xwe li ser qadeke meşrû bimeşînin û bidin rûniştandin. Yanî, bi taybetî xwestin van şexsîyetan jî bikin şirîkê tawana xwe! Êdî dê ev yek bibe mîna adetekê, zû bi zû êdî kes nikaribe doza çalakîyeke bi kurdî bike, lewre, serokê Enstutîya Kurdî jî bi tevlîbûna xwe vê prosesê qebûl kir!

Bêguman, îro bi xwîn û xwêdana dehhezaran pakrewanên kurdan, bi ked û emega milyonan, gelê kurd hin qonaxên mirî li dû xwe hiştin û hin tiştên hêja bi dest xistin. Ku ev meqamên hanê ger li gorî sûdeya vî xelkî bixebitin, qenc in. Na, ger berevajiya vê yekê bin, wê demê dikarin ew xwîn û xwêdana vî xelkî di avê de bi rê bikin!

Divêt tu car neyête ji bîrvekirin ku hebûna xelkekî bes dikare li ser esl û koka wê; bi ziman, çand, hunera wê li piya bimîne. Ger em ji dil dixwazin nasnameya xwe biparêzin, rê dîyar e.

Bi hêvî û hesreta festîvalên xwerû bi kurdî yên li Diyarbekir.(*)

25.06.2001 - Diyarbekir

____________________

(*)Ev nivîs li kovara War, Hejmar 12, Îstanbul 2002 weşiyaye.

(1)Gramsci, Selctions from the Prison Notebooks. Yê ku neql dike: Seîd, Edward, Kış Ruhu, Metis, Stenbol 2000

(2)Rojnameya Rojev. Weşanên Welat- Rêzepirtûk 

(3) Süreyya, Cemal, Bütün Yapıtları – Toplu Yazıları-I, YKY yay. 4. baskı İstanbul, Temmuz 2000

(4) Beşîkçî, Îsmaîl, Bir Aydın Bir Örgüt ve Kürt Sorunu. Melsa, 2. Baskı, Aralık 1991

(5) Cîldên Kovara Hawarê

(6) Kovara WAR, hejmar:1, r. 65, havîn-1997

(7) Montaigne, Denemeler, Çev. Selahattin Eyüboğlu. Cem yay. 29. baskı, Temmuz, 1997

(8) Kovara NÛDEMê hejmara 38an.

(9) Rojnameya Azadiya Welat. Hej. 283

(10) Rojnameya Azadiya Welat. Hej. 283

(11) Bêguman li vir qesta me ne ew e ku wê êdî kes bi bi Tirkî neaxife. Lêbelê ev çalakî taybetiyeke xwe hebû; ziman derketibû pêş; û ev yek bû mîna referansekê ku êdî kes zêde li hember çand û zimanê Tirkî raneweste û Tirkîbûn bibe meşrû. Çimkî, êdî serekê sazîyeke Kurdî jî vê çalakîyê qebûl kir! Jixwe, piştî ku vegeriya Stenbolê, hîn ev çalakî mîna “xebatên mîsyonerîyê” bi nav kir.

No nuşte 4441 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.