zazaki.net
28 Êlule 2023 Panşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

LI SER BÛYERA ŞÊXANÊ

01 Tebaxe 2009 Şeme 08:52

Ez kurd im, muslumanekî sunnî me. Dema ku min çavê xwe li dinyayê vekirine, bêyî vîna min, bêyî ku ez bikanibim netewe û oleka din bo xwe hilbijêrim, ev her du dîyardeyên ku nasnameya min dîyar dikin, ev her du dîyardeyên ku bi awayekî bingehîn rengê jîyana min tayîn dikin, li ser min hatine sepandin.

Ez baş dizanim, li jiyanê di peywendîyên mirovane de bona kesekî ji civakê mensûbîyeta netewayetî û oldarîyê tê çi wateyê. Herwiha, dîsa ez baş dizanim, rewş û pozîsyona van her du dîyardeyan di vê cîhanê de bona peywendîyên komelî tê çi wateyê.

Ez ji van her du taybetmendîyên xwe yên aîdîyetîyê ne poşman im. Ez bi van her du dîyardeyan ne zêde serbilind im û ne jî ji wan şerm dikim. Ez van her du dîyardeyan ne ji yên din bilindtir û ne jî nizmtir dibînim. Çawa ku ev her du dîyarde li ber çavê min bi rûmet in; çawa ku ev her du dîyarde li ber dilê min pîroz in; çawa ku ez naxwazim hîç kesek bêrêzîyê li hemberî van her du dîyardeyên min bike; çawa ku ez naxwazim çi kes min ji ber taybetmendîyên aîdîyetîyê tacîz bike; hingê divê ez jî hertim xwe kontrol bikim da hîç carekê li hemberî dîyardeyên din bêrêzîyê nekim.

Lêbelê çi dema ku dîyardeyek dikeve bin fişara dîyardeyeka din, te divê bila ne ya min be jî, wekî mînak, digel ku ne ola min e jî, lê heke êzdîyatî bikeve bin fişara muslumantîyê (sunnî); bi wateyeka din, heke êzidî ji ber êzidîtîya xwe tûşî fişar û serdegirtinekê bibin, hingê divê pêşîyê ji ber wijdana xwe ya mirovayetîyê ez xwe bidim pişta êzidîyan heta ku ew fişar û zilm ji navê bête hilanîn.

Heke yekî roşinbîr be, hingê divê rasterast berpirsîyarê wê fişar û zilmê be. Çunke roşinbîr berpirsîyarekî wijdanî ye; berpirsîyarên hemî nexweşîyên dema xwe û yên paşerojan e! Ji vê çendê heke di roja îroyîn de li devereka welatê me êzidîyek ji ber êzidîtîya xwe tûşî talan û xirabkarî û wêrankirina muslumanan hatibe, wekî merivekî musluman ez berpirsîyarê vê kirinê me; heke ez bêdeng bimînim yan jî qebul bikim, hingê ez jî hevkarê wê gunehê me!...

Ger ez li ser navê roşinbîrîyê hin kar û xebatan bikim, cihê ku pêwîstî bi gotinekê hebe lê ez rabim bi zanebûn xwe li bêdengîyê daynim, xwe kerr bikim, dengê xwe bilind nekim, li ser bûyerê gotina xwe nebêjim, hingê ev tawana min ducar zêdetir dibe!

Berpirsîyarîya wijdanî, girantirîn bar e. Heke merivekî sade ji ber erka xwe ya berpirsîyarîyê gotina xwe dibêje, divê baş bifikire û bipêje hîn bibêje. Heke ew kes roşinbîrek be, berpirsîyarekî bilind ê ji civatê be, hingê çi dema ku gotina xwe dibêje, divê hezaran car bipîve, biwezinîne û bipêje hîn bibêje. Çunke ew maf bona van kesan nîn e, ku îro rabin gotinekê bibêjin, sibehê jî paş ve bigrin!

Belê, çawa ku tê zanîn, li Kurdistana Başûr, li bajarokê Şêxanê bûyereka nexweş li roja 15.02.2007 rû da. Ango ji ber kiryareka şaş a cahilane bûyerên nexweş rû dane; di encama nezanî û cehaletê de birayên me yên kurdên êzidî tûşî xirabkarî û wêrankirina birayên me yên kurdên sunnî hatine. Di vê bûyerê de şewitandina dikan û otomobîlan zêde ne tiştekî girîng e, lewre cihê wan dikare zû bête tijîkirin. Lê ew xirabkarîya ku li ser heyînên pîroz yên ola êzdîyatîyê hatine kirin ku dê cihê wan tijî nebe, ez bi xwe jî gelek zêde pê êşiyame.

Li ser vê bûyerê, berîya her kesî, roşinbîrên kurd, birayên me yên êzîdî dengê xwe bilind kirin. Li ser vê bûyerê daxuyanîyên xwe dan, bîr û raya xwe beyan kirin û dengê xwe ragihandin heta bi me. Ev refleks, gelek normal e, çunke derb li kê ketibe pêşî dilê wî jan dike.

Birayên me, roşinbîrên me, kurdên me yên êzidî, gilî û gazincên xwe dikin ku, nivîskar û roşinbîrên kurd yên din kesî deng li xwe nekiriye, xwe li kerrîtîyê danîne. Wekî mînak, birêz Eskerê Boyîk li malpera www.pen-kurd.org di roja 26.02.2007 de dibêje:

“Min dixwest seva wan bûyaran, ne ku tenê Başur, lê heçar perçên Kurdistanê û ji welêt der bibya qîrîn, hewar-gazya gelê kurd, xazma ya giregir, rewşembîr, sîyasetmendar, oldarên meye Kurdên musulman. Partî û komele, sazî û dezgehên kurdan pêşda bihatana, gilyê xweyî xêrê bigotana...

Min dixwest vê kîna birakujyêyî dewrana, dilê wan jî bêşanda, bigotana êdî em ew gelê xapyayîyî cahil nînin, em kurd neheqya kurdaye usa hindava kurda da qebûl nakin.

Kurdên qafterî û olperest ra bigotana: Çavê xwe vekin, li dora xwe dost û neyarên xwe ji hev cudakin! Êdî bese! Dewra vir û derewan, xapandinê derbas bûye. Sedsala 21 ê ye. Bese!

Lê keraya dewranaye giran dîsa mîna ewrê bêreng, xêncî çend birqdanan, ji cî nehejya…

Ev kerayî, ev bêxemî, rast gotî, cî ji gelek fikarara vedike…

Wê kerayê dilê min êsand…

Ez ne wak evdekî Êzdî lê wek nivîskarekî Kurd ji vê kerayê û bêxemyê nerehetim.”

Dîsa, li heman malperê, birêz Zorab Aloyan di roja 26.02.2007 de dibêje:

“Mixabin, rewşenbîrên Kurd hema bibêjin bê reaksiyon man. Li gor tiştên, ku min di van rojên dawî de xwendin û bihîstin, sê komên rewşenbîrên Kurd li singa vê bûyerê bêdeng man: Kî ji ber xemgîniyê („netewetiya Kurdan hîna jî ne bi hêz e“), kî ji ber dilsariyê („Eger em vê pirsa eşîreta paşkevtî ya êrîskar wek pirseke dînî gengeşe bikin, gelê Kurd wê parçe bibe“), kî jî ji ber keyfxweşiyê („Êzdî har bûne, bila desttêwerdana malbatên Misilmanan nekin û serê xwe bidin ber xwe“). Bi giştî helwêsteke wisa peyda bûye, her weku mirov bibêje „“derbasbûyî be“ û hew. Lê şopa vê bûyerê êdî „derbas nabe“. Çima? Ji ber ku cihên Ezdiyan yên pîroz, yên ku di dema rejîma Seddam de jî nedihatin bêhurmetkirin, di destpêka çerxa Kurdistana Azad de hatin şewtandin. Û kevneserpêhatiyên li ser qirkirina Êzdiyan ji destê Misilmanan ve, yên ku gêncên Êzdiyan ji bapîran bihîstibûn, careke din nêzîk xuya kirin.”

Herwisa, li malpera www.netkurd.com birêz Tosinê Reşîd di rojên 20.02.2007 û 27.02.2007 de dibêje:

“Ev bûyer rojên dîroka êzdîyaye reş tîne bîra mirov…”

“Îro li meydanê rastîk heye; piranîya civaka kurdên misilman kurdên êzdî û ola wan qebûl nakin! Hê jî gelek kes ola êzdîyan wek oleke bê pirtûk dinhêrin (çiqwas jî pirtûkên ola êzdîya hene) û wê bawarîyêne, wekî êzdî hêzên tarî diparêzin.

Heta îro jî li bazarên Duhokê, gelek caran, rûn, penêr, mastên kurdên êzdîya nakirin.

Li gelek deverên Kurdistanê, (min bi xwe ew texmîn kirîye) tu werbêşî, dîskrîmînasîyona dijî kurdên êzdîyan texmîn dikî.

...

Divêt kurdên misilman rastîya ol û dîroka êzdîya nas bikin û qebûl bikin. Di vê pirsê de barekî giran dikeve ser milê rewşenbîrên kurd, rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî.

Gelek kes pirsgirêka êzdîyan bi giştî biçûk dibînin. Lê ev pirsgirêk ne biçûke, ev pirsgirêka dor mîlîyonek kurd e, ku bi sedsalan zilm û zor hatîye serê wan û hê jî berdewam e. Pirs li vir heta mîlîyon jî nîne, eger jimara êzdîyan hezar kes jî bûya, dîsa ev pirsgirêk gerek bihata çareser kirin.”

Ev mamosta û birayên me yên zana heta ber derîyê Xwedê mafdar in ku xwedîtîyê li birayên xwe yên olî bikin.

Ez dibêjim ne tenê li Şêxanê, li hemî Kurdistanê, li sernaserî dîrokê çi zilm û tada û fişara ku ji destê kurdên musluman, bi taybetî yên sunnî, ku li birayên me yên êzidî bûye, her wekî ku li min bûbe, ez bi tundî li hemberî vê kiryara nexweş derdikevim û şermezar dikim. Ez dibêjim, çi keleporeka êzdîyatîyê heye, bêhtir ji kelepora muslumantîyê mîraseka dêrîn a neteweya kurd e. Kê destê xwe dirêjî êzdîyatîyê kiribe, wan destdirêjîya haveyna neteweya kurd kiriye.

Lêbelê, bila ev birayên me yên zana û kurd ên êzidî jî baş bibînin û baş bizanin ku di nav kultura sîyasî û roşinbîrî ya kurdî de bi qasî xumûmeka li ber rojê hizreka nexweş, hizreka dişminane ya bo êzdîyatîyê nîn e. Berevajî, ez dikanim îddîa bikim ku di kultura sîyasî û roşinbîrî ya kurdî de, li her çar parçeyên Kurdistanê ji sed salî virdetir heskirineka qewî bo êzdîyatîyê heye; heskirin û sempatîyeka mezin bo êzdîyatî û kurdên êzîdî di nav dilê sîyasî û roşinbîrên kurd yên ne êzîdî de heye. Herwisa, li Bakur, heman heskirin û sempatî bo kurdên elewî jî heye. Îhtîmaleka mezin, kurdên sunnî yên sîyasî û roşinbîr ji muslumantîyê zêdetir ji êzdîyatî û elewîtîyê hes dikin. Çi kes nikane delîlekî bi qasî serê derzîyê nîşan bide ku, di qada roşinbîrî û sîyasî ya kurd de dişminîyek li hemberî êzdîyatî û êzidîyan, yan jî li hemberî mezheb û ayînên Kurdistanî yên din heye. Ez bi xwe heta bi roja îroyîn rastî nîşaneyeka bi vî awayî nehatime. Berevajî, çi kurdekî sîyasî û çi roşinbîrekî kurd nîn e ku ola êzdîyan wekî ola xwe ya neteweyî nebîne.

Ji vê çendê ez gelek bi baldarî guhdarîya gotiniên mamostayên me yên kurd yên êzidî dikim. Ez bi ciddîyet xwe li nêzîkî hest û hizrên wan dikim. Lêbelê ez hindek gotin û destnîşankirinên wan rast nabînim!

Min ew bawerî hîç nîn e ku roşinbîr û sîyasîyên kurd yên musluman ji ber xinizîyê yan jî ji ber xêrnexwazîyê xwe li bêdengîyê danîne!

Ez li ser navê xwe dibêjim, herçendî ez baş dizanim ku li dîrokê gelek tada û zilm li ser birayên me yên êzidî hatiye meşandin jî, lê aniha, ew qenaet tam li min hasil nebûye ku bûyera li Şêxanê ji ber dişminîya êzdîyatîyê çêbûye, ku Wezareta Herêmê bo Karûbarên Hundirîn ya Hukûmata Kurdistanê di daxuyanîya xwe de dibêje, “Yên ku ev bûyer dest pêkirine 2 polîsên ser bi bajarê Musilê ne û fermana girtina wan hatiye derxistin.” Ez di wê qenaetê de me ku, heke ev her du polîs ji eşîreka kurd a sunnî bûna, dîsa dê kesûkarên wan tûşî heman êrîşê bihatana. Ku ev awa kiryar, yên ku li ser navê ‘namus’ê çêdibin, dîsa kirinên hovane yên ji derveyî şaristanîyetê (medenîyet) ne. Divê em wan jî şermezar bikin. Û ev yek jî birîneka me ya din e! Ev birîna kûvî di nav kurdên êzidî de jî, di nav kurdên elewî û sunnî de jî heye. Ez dikanim bi sedan nimûneyî pêşkêş bikim. Ev ‘fenomena namusê’ birîneka giştî ya mirovayetîyê ye. Û em baş dizanin ku ev awa kiryarên paşverû dikanin li pêşketîtirîn welatî, wekî mînak, dikanin li Swêdê jî rû bidin. Min hêvî û daxwaz ev e, ku ‘fenomena namusê’ bi awirên kûvî neyête dîtin, berî her kesî, li nav neteweya kurd ev hovîtî bête hilanîn.

Herwisa, min ew bawerî hîç nîn e ku reftarîyeka ne baş a giştî di nava gelê kurd de, di roja îroyîn de li dijî êzdîyatîyê hebe. Min ew bawerî nîn e, lê heke di çend kesên nezan/cahil de hebe, ew jî pêşî barê milê roşinbîrên kurd yên êzidî ye, ku reftarîyên bi vî rengî yên nexweş bo rayagiştî bidin xuyakirin; deşîfre bikin. Dû re jî, barê milê me gişan e ku em pêşî lê bigrin.

Diyarbekir 28.02.2007

    

Wekî Têbinîyekê

Sereta min di gelek malperên kurdî de, derbareyê bûyera Şêxanê de nûçeyek, ku têde îbareyek bi vî rengî hebû, xwend: “…îro li Şêxan piştî ku keçeka musilman duhî bi şev li gel kurekî êzidî reviyaye girseyek ji merivên keça musilman diçin ser mala kurê êzidî li Şêxan, êrîşî mala bavê kurê êzidî dikin û malê dişewitînin.”

Lêbelê, Mamosta Tosinê Reşîd di gotara xwe de dibêje “Dawîyê ez dixwezim ser pirsekê jî rawestim. Gor yekemîn nûça ser bûyarên Şêxanê, ‘xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paşe kuştîye’. Gava min ev nûçe bihîst, sizî di bedena min de çûn. Bîna xwînê ji wê nûçê dihat. Berî gişkî ew nûçe derew bû, di rastîyê de bûyar lap bi teherekî mayîn bû. Paşê jî ji bo çi nûçe usan tê raberkirin, ’xortekî êzdî… jineke kurde misilman…’. Gelo kî bû xudanê vê nûça derewe provokatîv, ku dikaribû bibûya sedema kuştina mirovan. Ji bo çi rê dane bi vî teherê raberkirina vê nûça derew?”

Ez dibêjim qey mamosta Tosinê Reşîd ji kîsê xwe bûyerê diramatîze dike!...

Çunke, xweşbextane ez dibêjim ku, li hîç malpereka kurdî ez rastî vê yekê nehatim da îddîayên mamosta Tosinê Reşîd piştrast bikim. Ji vê çendê ez rabûm, min vê nameya li jêr bo birêz Tosinê Reşîd (gejgering@netkurd.com) şand lê ta niha çi bersivek bo min nehatiye: 

 

Silav,

Mamostayê hêja Tosinê Reşîd

Min her du gotarên we yên li ser bûyerên Şêxanê xwendin, ev bûyerên nexweş ku em gelek pê diêşin. Ji vê çendê, ji ber ku ez muslumanekî sunnî me, ji ber vê xirabkarîyê ez lêborîna xwe di şexsîyeta we de ji birayên me yên êzîdî dixwazim. Û ez hêvîdar im, çi caran êdî tiştekî wisa nexweş li hemberî êzdîyatîyê çênebe. Herwiha, ji berê de ez dizanim ku êzdîyatî ola kurdan a dêrîn e. Her çi kelepora êzdîyatîyê hebe, giş malê neteweya kurd e. Çi xisarek bigihê êzdîyatîyê, ew xisar gihaye kurdayetîyê…

Mamosteyê hêja,

Ger destûra we hebe, ez ê pirsekê ji cenabê we bikim. Hûn di gotara xwe de dibêjin:

“Dawîyê ez dixwezim ser pirsekê jî rawestim. Gor yekemîn nûça ser bûyarên Şêxanê, ‘xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paşe kuştîye’. Gava min ev nûçe bihîst, sizî di bedena min de çûn.”

Ev nûçeya ku dibêje “xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paşe kuştîye” li ku, li kîjan malperê hatiye weşandin?

Heke bo we zehmet nebe, ji kerema xwe hûn bo min çavkanîya wê nîşan bidin, ez ê gelek memnun bim.

Silav û rêz.

Roşan Lezgîn (*)

__________________

(*) Ev gotar li malperên www.peyamaazadi.org, www.pen-kurd.org û www.rizgari.com weşiyaye.

No nuşte 1456 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.