zazaki.net
01 Oktobre 2023 Yewşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

KURTEHEVPEYVÎNEK-II

05 Tebaxe 2009 Çarşeme 10:59

Maşallah Dekak: Tu dikarî behsa destpêka çîroka xwe ya nivîskariyê bikî, te çawa dest bi nivîsandinê kir?

Roşan Lezgîn: Nivîsa min a pêşî bi kurdîya zazakî bû. Nivîsa min a yekem li serê gulana sala 1996 li Azadiya Welat weşîya. Lêbelê hîn ji piçûktiya xwe hertim bala min li ser xwendinê bû. Niha jî hesreta xwendinê di nav dilê min de ter û taze ye. Min gelek dixwest ez li xwendegehê bixwînim lê ji ber desttengiya malbatê, ji ber şertên giran ên debarê, hindek jî ji ber nezanîyê, ez mecbûr bûm ku bixebitim. Tenê min kanî çar salan xwendegeha sereta bixwînim. Hîn jî, çi dema ku ez nabînim xort kitêb di bin çengê wan de û diçin lîseyê yan diçin unîversîteyê, eynî kijjîn ji dilê min diçe.

Demekê ez li Derîyê Çiyê li Koşk Lokantasi wekî komî dixebitîm. Ez dibêjim qey sal 1977 bû. Ez sêzde salî bûm. Hinde xwendekarên fakulteyê carînan dihatin li wir xwarin dixwarin. Wê demê li Diyarbekir tenê fakulteya tibê hebû. Ew avahîya entîke ya li raserî Fîsqeyayê. Ji ber ku pereyê xwendekaran hindik e, zikê xwe bi nan û şorbeyê têr dikin. Îcar bona ku ez nan zêde li ber wan daynim nava min û xwe xweş digrin. Rojekê min bala xwe dayê ku kitêbek di destê wan de ye û bi dengê bilind ji hev re bi heyranî dixwînin. Min pirsî, ka hela ev çi kitêb e. Gotin ev ne li gorî te ye. Piçek bi min giran hat. Dîsa min pirsî ku li kîderê tê firotin. Gotin li “Karinca Kitabevi”. Sibehê çawa ku min 20 Lîra yewmîyeya xwe girt, ez çûm min eynî kitêb ji xwe re kirî. Hasretinden Prangalar Eskittim a Ehmed Arifî. Paşê, kovareka edebî ya bi navê Yazko Edebiyat derdiket. Min ew jî dixwend. Demekê jî ez li Pilmen Gazinosu xebitîm. Ez berêvarkî, piştî nimêja esrê diçûm kar, saet dehê şevê min paydos dikir. Rojê 5 saet dixebitîm. Wextê min gelek vala dima. Bi roj hemî hevalên min ên kar diçûn li klûban qumarê dilîzt. Lê ez nediçûm, ez bi wan re nedigeriyam. Ez sibehê saet dora nehan radibûm, min taştêya xwe dikir û berê xwe dida wê kitêbxaneya ku li qata jorin a Mizgefta Mezin e. Min li wir gelek kitêb xwendin.

Maşallah Dekak: Tu kengê hînî alfabeya kurdî bûy?

Roşan Lezgîn: Berîya 12 îlonê ez salekê jî li Îzmîrê mam. Ez di karê înşaatan de xebitîm. Lê her êvar, yan jî rojên xwe yên betalîyê de, ez diçûm kitêbxaneyeka Alarizgarîyê. Li taxa Kemeralti ya Îzmîrê, li Kastellî Îş Merkezî, li qata herî jor bû. Berpirsîyarê wir kurdekî Haymanayê yê bi navê Harûn bû. Min li wir gelek kitêb xwendin. Dîsa cara pêşî min kitêbên bi kurdî, romana Ereb Şemo Şivanê Kurd li eynî semta Îzmîrê, yan li buroya DDKD yan jî li buroya Rêya Azadîyê dîtibû. Rojnameya Roja Welat jî hebû. Min nikanî bixwînim. Ez kurdê zaza me, wê demê min kurmancî nedizanî.

Sala 1991, rojnameyek bi navê Rojname derket. Tenê hejmarek weşîya. Cara pêşî bi wê rojnameyê ez fêrî alfabe û xwendina kurdî bûm. Nivîseka kurdîya zazakî têde weşîyabû. Sernivîsa wê hîn jî di bîra min de ye. Digot, “Yapmîş û êtmîşê rê bes o!

Paşê, demeka dirêj min di Azadiya Welat de nivîsî. Ji gulana sala 1996 heta bi sermaweza sala 2001. Gelek xizmeta min di Azadiya Welat de çêbûye. Payîza paşîn a sala 2001 ez hatim girtin, bona ku min li Azadiya Welat dinivîsî, gelek tade li min çêbû, ez di DGM de hatim mehkemekirin. Ev belge giş bi min re ne. Lê Azadiya Welat xebera girtina min neweşand. Ev gelek bi min giran hat. Ez tu car ji bîr ve nakim.

Herwisa, min di Jiyana Rewşenê de jî nivîsîye. Li Vate, Nûdem, Nûbihar. Xebata min a nivîsînê her berdewam e.

  1. Yanî, axir bi vî awayî, ji piçûktîya xwe ez çûme kîderê hertim eleqeya min bi kitêban re çêbûye, min hertim kitêb xwendine. Kitêb ji mala min kêm nebûne. Min hertim rojname teqîb kirine. Tim bala min li ser bûyerên cîhanî û yên navxweyî bûye. Hewesa min gelek li ser edebiyatê heye. Ev giş bona min bûne bingeha nivîsînê.               

Maşallah Dekak: Tişteke balkêş, tu hem dikandarîyê dikî û hem jî dinivisînî. Gelo ji bo te kîjan kar ekstra ye? Yan her du jî wekî hev in?

Roşan Lezgîn: Nivîsîna min ne ji keyfîyetê ye, ez dibêjim qey wekî wezîfeyeka neteweperwerîyê ye. Ez wisa difikirim. Hestên min ên neteweyî gelek zorê li min dikin ku ez xizmetekê ji neteweya xwe re bikim. Xurûra min a millî rê nade ku ez wextê xwe tewş xerc bikim. Bêguman, wekî ferdekî jî, ez xwe bi rêya nivîsînê îfade dikim. Axir ez ji nivîsînê hez dikim. Îcar karê min, bona ku ez debara xwe pêbikim, malbata xwe pê xwedî bikim, ez mecbûr im ku bixebitim. Ka nivîsîn zikê me têr dike? Dema ku ez li înşaatan jî dixebitîm, dîsa min dixwend, carînan min dinivîsî. Ez tiştekî anormal têde nabînim. Em endamên miletekî bêdewlet in. Zimanê me bêqîymet e. Yanî, nivîskarên kurdan tev dixebitin. Hindek hene, dersdarîyê dikin. Dersdarî jî kar e. Êvarê dema ku ji karê xwe vedigerin, îcar dixwînin yan dinivîsin. Nivîskarên kurd ên li Ewropayê jî di karxaneyan de dixebitin. Lêbêle karê min gelek zehmetir e. Ez sibehê saet 07:30 de têm dikanê vedikim heta bi saet 23:00 şevê. Li dora 15 saetan ez dixebitim. Her roj; ne şemîya min heye ne yekşem û ne jî eyda min. Tehtîla min tun e. Li cihê karê xwe ez bi tenê me. Ger muşterî hebe, ez cixare yan ava wî didim, pereyê xwe digrim diavêjim kaseyê û vedigerim ser xwendin yan nivîsandina xwe. Li derdora xwe nanêrim. Ez wextê xwe bi gotegot û tiştên bêqîymet re zîha nakim. Meriv tenê carekê tê dinyayê. Herdem kitêb, kovar li ber destê min, li ser maseyê vekirî ne. Komputera min vekirî ye. Ez çapemeniyê teqîb dikim. Ez gelek dixwînim lê kêm dinivîsim.

Maşallah Dekak: Bawer im tu di jiyana xwe de gelek sade yî…

Roşan Lezgîn: Belê, ez di jiyana xwe de gelek sade me. Kes bawer nake ku ez nivîskar im. Ez nivîskariya xwe dernaxim pêş. Ger ez biçim nav cemaetekê, wekî însanekî sade li derekê bêdeng rûdinim, guhdarî dikim. Lê hemî frekansên min hîşyar in. Bîra min gelek aktîf e. Kesên ku dizanin ez dinivîsim, vî aliyê min ji min re dibêjin. Ez çiqas binivîsim, çiqas kitêbên min çap bibin jî, ez hertim dibêjim qey min tu tiştekî nekirîye. Ez gelek birçîyê xebatê me.

Maşallah Dekak: Tiştê ku ez dizanim tu hem çîrokan dinivisînî, hem helbestan û hem jî wergeriyê dikî. Tu kîjan navî li xwe dikî?

Roşan Lezgîn: Ez tu navekî li xwe nakim. Ez dibêjim qey “nivîskarî” dê bes be. Ev karên ku tu dibêjî, jixwe, gelek nêzîkî hev in. Di nav hev de ne. Çîrok û helbest xwişkên hev in. Yek jê, porê wê piçek dirêj e. Vegotina di çîrokên min de, bi qasî vegotina helbestê şîîrkî ye. Ez ji wergerandinê jî gelek hes dikim. Çunke bi rêya wergerê hakîmîyeta min li ser zimên çêdibe. Û ziman jî, tekane malzemeyê nivîsîna edebî ye.

Tiştê ku te ne hejmartin jî hene; ez gelek ji berhevkirina zargotinê jî hes dikim. Min gelek tişt ji zargotina kurdan berhev kirine. Wekî mînak, min li sala 2005 ferhengeka îdyoman (biwêj) daye weşandin. Ev encama xebateka dûr û dirêj bû. 2700 îdyomên kurdîya zazakî têde hene. Piştî ku kitêb weşîya jî, berhevkirin nesekinî. Ta niha dosyaya îdyoman gihîştiye 3750 îdyoman. Dê çapa duduyan bête kirin.

Herwisa, min bi xwe jî, herwekî ku tu aniha dikî, gelek hevpeyvîn jî kirine û dane weşandin. Ez carînan wekî rojnamegerek bi kurdîya zazakî nûçeyan jî çêdikim û didim weşandin. Min berê jî li Azadiya Welat nûçe dane weşandin. Gelek gotarên min ên rexneyî jî weşîyane. Lê ev karê rexneyî piçek belakir e. Tu metna kê rexne bikî, tu heqdar bî neheq bî ferq nake, demildest dibe neyarê te. Kî dixwaze bo xwe neyaran peyda bike bila di nav me kurdan de rexnekarîyê bike!

Maşallah Dekak: Bawer im tu bi qasî kirdkî kurmancî jî dizanî û herwiha di ber re tirkî û farisî jî. Digel ku te dibistana seretayî jî neqedandiye, te çawa karî hem nivîskarî bikî û hem jî ev qas zimanan hîn bibî?

Roşan Lezgîn: Min ji xwendegeha seretayî pola yekê nexwendiye. Hîn ku ez neçûbûm xwendegehê di nav çend mehan de ez fêrî xwendin û nivîsînê bûbûm. Ji vê çendê min ji pola duduyan dest pêkiriye.

Ez hîn şeş salî bûm ji gundê xwe derketime. Li gundekî Entabê, birayê min dest bi memurtiyê kiriye. Ez jî hildame bi xwe re birime. Zarokên wir bi kurdî nizanîbûn, min jî hîç bi tirkî nizanîbû. Zarokên gund tev digihîştin hev, li meydana gund, li ser bênderan yarî dikirin, dilîztin. Qîrewîra wan bû. Lê ji ber ku ez xerîb bûm û min zimanê wan jî nedizanî, ez nikanîbûm biçim nav wan. Min xwe dida kujê dîwarekî, mîna sêwîyan li wan temaşe dikir. Vê rewşê di min de tarvmayeka kûr çêkiribû. Min dizanîbû ku esas kêmanîya min nezanîna ziman e. Ji ber vê bûyerê hertim li hemberî zimanan hesasîyeteka min çêbûye.

Ji layê din de, kurmancî û kirmanckî û soranî û hewramî… Axir giş kurdî ne. Zimanê me ne. Ziman yan jî lehçeyên kurdî ne. Zanîna wan, axaftina bi van zimanan li ser me gişan ferz e. Ger meriv ji xwe re tiştekî bike derd, fêrbûn gelek hêsan dibe. Fêrbûn yan jî huner, dibe ku piçek meseleya qabîlîyetê be. Lê esas, mesele ked û emek e. Mesele xebat e, ezm e, cehdkirin e.

Ez bi xwe, ji gelek tiştî hes nakim. Lê tiştekî ku pir zêde jê hez nakim, rebenî ye. Yanî, dibe ku meriv kêmqewet be, îmkanên meriv gelek kêmî xelkê bin, şertên meriv ne baş bin, heta ku meriv bindest be, girtî be, seqet be, nexweş be… Lêbelê rebenî ne xweş e. Ez ji rebenan û rebenîyê hes nakim. Herwisa, ez tu car qîma xwe bi radeya zanîna xwe jî naynim. Her ku ez tiştekî fêr dibim, ez hay ji nezanîn û kêmqewetîya xwe jî dibim. Ev min dike birçîyê lêgerînê, birçîyê fêrbûnê.

Maşallah Dekak: Zarokên te jî bi kirmanckî (kurdiya zazakî) dinivisînin û di ber re tu wan hînê kurmancî jî dikî... Hinek behsa jiyana xwe ya rojane ya di nava malbatê de bike...

Roşan Lezgîn: Belê. Dibe ku çend malbatên îstîsna hebin lê bi ya min em kurd, yanî, em kurdên Bakur korzinde ne, em ocaxkor in. Kî dixeyîde, bi keyfa xwe ye! Rastî ev e. Gelek sîyasî, nivîskar yan jî kurdperwer hene ku zarokên xwe bi zanebûn ji kurdîtîyê dûr didin, zarokên xwe dikin tirk. Zarokên kurd ku bêyî tirkî zimanekî din nizanin, yên ku zimanê kurdî nizanin, ez dibêjim qey heram in, dilê min nagre bi wan re biaxifim, ez nikanim kêfa xwe ji wan re bînim. Pirranîya kurdan tiştê asgarî, tiştê hêsan, ango zimanê bav kalê xwe fêrî zarokên xwe nakin. Zimanê kurdî dikin qurbanê çend peyv tirkîya xwe ya xwarovîço û şikestî ku bi lêdanê fêr bûne. Dema keçên kurd bi wî porê xwe yê boyaxkirî devê xwe xwar dikin û bi tirkî diaxifin, xwe ji kurdbûna xwe dûr didin, hingê dilê min ji ev bêşexsîyetîya wan diqelibe. Jixwe, siyasiyên kurd bi vê rewşa xwe di xebata kurdperwerîyê de dikevin haletekî wekî sextekarîyê. Bi zimanê tirkî, bi zimanê ku qatîlê zimanê kurdî ye, kurdperwerîyê dikin!

Îcar esas zarokên me paşaroja me ne, îstîqbala me ne. Ger em zarokên xwe ji kurdbûnê dişon, em bi destê xwe wan dikin tirk, hingê ev çi hilhop e!

Maşallah Dekak: Di nav malê de tu yekî çawa yî?

Roşan Lezgîn: Ez bi xwe li derve piçek tund bim jî di nav mala xwe de gelek mulahîm im. Ev dibe bîst û çar sal ez zewicîme, hîn di navbera min û malîyên min de tu rojekê munaqeşeyek yan jî xeydanek çênebûye. Tu car me dilê hev neşikandiye. Ez gelek qedr didim huzura nava mala xwe. Çunke mala ku ez têde mezin bûm qet huzur têde nebû. Nizanîbûn huzur çi ye. Min ji hemî sedemên ku bêhuzurîyê derdixin ji xwe re ders hildaye.

Demekê ez li HADEPê rêvebir bûm. Wê demê xelkê meseleyên xwe yên edlî nedibir polîsxaneyên dewletê. Serî li me dida. Gelekê caran ez diçûm diketim nav. Mesela, gelekê bûyeran, meseleyên di nav jin û mêrî de bûn. Yên di nav bav û law de, xulasa yên malbatî bûn. Ez di nav van teşqeleyan de gelek tişt fêr bûm. Ez baş dizanim ku çi tiştên piçûk, çi detay huzura nava malê hûrik hûrik diruxînin û dîsa, ez dizanim ku çi detay dikanin huzura nava malê roj ji rojê xweştir bikin.

Ez gelek bi mala xwe ve, bi zarokên xwe ve girêdayî me. Em wekî hevalan in. Hema bibêje her tiştê ku pêwîst bike, bi min re parve dikin. Ez jî gelek tiştê xwe bi wan re parve dikim. Ez baş dizanim, gelek mêr û jin, bav û dayik û zarok li eynî malê bi hev re dijîn, bi hev re xwarinê dixwin lê di navbera wan de dîwarên gelek stûr û bilind hene. Hev nas nakin, xerîbê hev in. Mala min ne wisa ye. Em wekî malbateka kurd a resen jiyana xwe dewam dikin. Em tu car bi hev re bi zimanê tirkî naaxifin. Hevalên min ên kurmanc ger werin mala me, hingê em bi kurmancî diaxifin. Zarok wisa fêrî kurmancîyê jî bûne. Metnên kurmancî dixwînin.

Maşallah Dekak: Te behsa girtina xwe ya ji ber nivîskariyê kir. Dikarî hinek behsa vê çîrokê bikî?

Roşan Lezgîn: Ez gelek car hatime girtin. Ji îşkenceyên xedar derbas bûm. Mesela, carekê li gulana sala 1996 ez hatim girtin. Piştî ku ez ji îşkencexaneyê derketim, nêzî salekê min tedawî dît.

Eva ku min behs kir, cara dawiyê bû, di roja 01.11.2001 de bû. Ez bawer im ku hinde endamên îstîxbarata leşkerîyê dîtine ku ez li cihê karê xwe bi kurdî dinivîsim. Dibe ku bi awayekî din be jî. Ez baş nizanim.

Êvarkî avêtin ser dikana min, ser mala min. Komputera min giş vala kirin, 9 tene dîsket tijî kirin. Gelek destnivîsên min, kitêb û kovarên min hildan birin. Ez heşt roj di îşkencexaneyê de mam. Piştî îşkenceyê min nêzîkî du salan di psîkîyatrîyê de tedawî dît. Mesrefê tedawîya min THIV (Weqfa Mafên Însanan a Tirkîyê) hilda ser xwe. Ev proses hemû belgekirî ye. Piştî ku li Tirkîyê di çarçeweya beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê hinde qanûn hatin guhertin û fezaya tundraw piçek nermijî, hingê di encama mehkemekirinê de min berat kir.

Min keleporên xwe yên nivîsînê û kitêbên xwe paşde xwestin lê nedan min. Derbareyê texrîbata ku li min çêbûye de min doz li dewleta Tirkîyê vekirîye. Huqûqa navxweyî şeş salan dewam kir, axir qedîya. Niha doza min li DMME hatiye qebulkirin û dewam dike. Abûkatê min kek Sedat Yurtdaş e.

Maşallah Dekak: Ez pê hesiyam leşkerê ku li te îşkence kiribû hatibû lêborîna xwe ji te xwestibû. Vê yekê tesîreke çawa li ser te kir?

Roşan Lezgîn: Belê. Ew kesê ku li îşkencexaneyê bi min îşkence kir, fermandeyê îşkencekaran, piştî çend mehekê ku ez derketim, rojekê derket hate ber min. Leşker bû lê bi lixwekirin û porê xwe sivîl bû. Dibe ku endamê muxaberata leşkerî be. Navê wî Mistefa bû. Ez dibêjim qey pileya wî serhengî bû. Dema ku di nav derî de çavê min pêket, cinnên min hatin min. Di cih de min got, tu li çi digerî, çawa rûyê te digre tu werî ber min?! Lê wî xwe nerm kir got, tu destûr nadî em lêborînê jî bixwazin! Hat li ser kursiyeka piçûk bi edeb rûnişt. Min gelek berê xwe dayê, min ew bêminet kir. Wî lêborîna xwe xwest. Got, ev cara yekê ye ku ez ji kurdekî lêborîna xwe dixwazim.

Dema ku ez derketim, wî ez û kek Sedat tevde bi kuştinê tehdît kirin ku em derbareyê îşkenceya ku li min hatiye kirin de daxuyanîyan belav nekin, em devê xwe bigrin, em li dadgehê doz venekin. Wê demê me cesaret nekir ku em daxuyaniyekê bidin yan dozekê vekin. Îcar dema ku hate ber min got, we mesele dirêj nekiriye. Ger tu dixwazî ez kitêb û kovaran li te vegerînim. Min got, ez wisa naxwazim, ez ê bi rêya dadgehê bixwazim.

Maşallah Dekak: Îşkencekarê ku lêborîn ji te xwest, nêzikahiya wî ya di îşkencexaneyê de çawa bû? Hinek behsa vê meseleyê bike…

Di îşkencexaneyê de wî dijûnên pîs didan, min jî lê vedigerand. Dema ku îşkence bi min dikirin, ku diwestiyan, vêsa xwe didan. Hingê min dijûnê wan didan, min digot, werin îşkenceyê dewam bikin, çi ji we tê texsîr mekin. Di bin îşkenceyê de ez çend caran xewirîm, ji xwe de çûm. Wan du caran ez rakirim nexweşxaneyê. Carekê min dît dengê doktor tê dibêje tansîyona wî gelek rabûye, wa nemirîye! Roja pêncan kek Sedat Yurtdaş wekî abûkatê min hat ez dîtim. Piştî ku ew hat, îşkenceya li ser min sist bû. Xebera girtina min di çapemeniya derve de jî cih girtibû. Êvara roja heştan dawî li îşkenceyê anîn. Çayekê dan min. Parîyek nan dan ber. Piştî ku min çayê vexwar, îcar îfade ji min girtin. Piştî îfadeyê, min birin ser ranzayekê, ez bi xew de çûm. Şeva nehan, bi şev ez birim dadgehê.

Dema ku ez ji dadgehê hatim berdan. Min dîsa birin meqera leşkerî ya li Derîyê Sarayê. Li wir kinc û alavên min dan min. Dema ku ez ji meqerê derdiketim, di nîzamîyeyê de nobedaran pêşî li min girt. Min got qey dê ew îşkencekar werin min bibin winda bikin. Çunke di îşkenceyê de carek min gotibû, ma hûn ê li derve rastê min neyên! Ez rawestiyam. Min bala xwe dayê ku çar tene leşker bi cilên nivistinê, şimik di lingên wan de bazdidin tên. Hatin, gotin “Keko tu me helal bikî!”

Ev leşkerên hanê bi roj nobeta min digirtin. Destê min di kelemçeyê de, li pîya ez girêdayî me. Dema ku piçek çokên min sist dibin yan ditevizin, ez dikevim lê li hewa daliqandî dimînim. Hingê ev leşkerên hanê bi serê pozê potînên xwe li estîyê çîpên min dixin. Kezeba min jan dike. Çîpên min tev bûne birîn. Jixwe ez tazî uryan im. Ev leşker carînan min dibin tuwaletê jî. Lê heçî şev e, efser tên hetanî sibehê eraq vedixwin û bi min îşkence dikin. Ne ku tiştek dipirsin. Na! Tenê îşkence dikin. Dibêjin tu vîrus î. Tu mejîyê xelkê xirab dikî, em ê jî mejîyê te xirab bikin, em ê te pîs bikin, felata te tun e!

Maşallah Dekak: Gelo di nava wan leşkeran de qet kurd hebûn, mesela ji şeklê axaftina wan, te tişteke wisa ferq kir an na?

Roşan Lezgîn: Ji wan çar leşkeran yek jê kurd bû. Xelkê Patnosê bû. Min ji axaftina wî, ji dirûvê wî derxist. Min got tu xelkê Agirî yî? Got, belê, ez patnosî me.

Ez nizanim xew dîtibûn, çi bû. Li ber deriyê nîzamiyeyê bi min ve çirçirîne. Min bernadin, digrîn, lava dikin, dibêjin em li xurbetê ne, me helal bike. Ewê patnosî dibêje, te dî, yê ku ji te pirsî got çend zarokên te hene, ew ez bûm.

Di îşkencexaneyê de ez rût uryan im, çavên min girêdayî ne. Sibehê heta êvarê strana Tarkan a ku dibêje “Kuzu kuzu kuzu kuzu…” li ber guhê min tim lêdikeve. Dengê wî guhê min ker dike. Îcar, leşkerekî din hebû, min got tu sûcekî min tun e, min bibe tuwaletê. Ji min re got, heta ku tu bêsûciya xwe îsbat nekî, heta ku tu li vir bî, tu sûcdar î! De were safî bike. Ez ê çawa bêsûciya xwe îsbat bikim?! Min jî jê re dijûn dan. Hat ket ser min, bi têra xwe li min da. Destê min li darê kelemçeyê ne. Ez êsîr im.

Maşallah Dekak: Ez gelek sipas dikim ji bo vê hevpeyvînê.

Roşan Lezgîn: Ez jî bona vê keda te gelek sipas dikim. Di karê te yê hêja de serketinê dixwazim. (*)

Diyarbekir 19.08.2008

___________________

(*) Ev hevpeyvîn di tebaxa 2008 de hatiye kirin û li PNA www.peyamner.com weşîyaye.

No nuşte 1579 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.